Ezmûna hermenewtîk ji ergatîvîteya kurdî

Sereta

Di kodkirina argument û layenên risteyê de, her zimanek stratejîyeka xweser bi kar dihîne. Di piranîya zimanan de hîerarşîyeka biker-araste heye, lê grûpeka biçûk a zimanan, li ser bingehê pragmatîka dîskursê, dêsmaneka din a sentaktîk peyrew dikin. Grûpa yekem wekî zimanên nomînatîv-akuzatîv û ya duyem wekî zimanên ergatîv-absolutîv dihêne pênasekirin. Cîyawazîya stratejîyên teşedana dîskursê ji nêzîk ve bi dîyardeyekê re girêdayî ye ku Humbolt wê wekî “Weltansichte” bi nav dike, ango cîhanbînî li ser bingehê zimanî. Bo şirovekirina vê yekê Humbolt destnîşan dike ku “freçeşnîya zimanan tenê ne freçeşnîya hêmayan e, peyv û sentaksa wan di heman demî de teşe didine têgehên me û wan diyar dikin, anegorî sîstemasîte û kartêkerîya xwe li ser zanîn, derk û têgehîştinê, her zimanek cîhanbînîyeka cîyawaz e.” (Humbolt, 1963:64)

Wênakirina cîhanê bi nîgarên cîyawaz yên devkî rê dide wê têbînîyê ku hindek diyardeyên ku di zimanekî de hatine derbirîn bo zimanekê din renge ne wergerbar bin, yan çi nebe belkî hindek nuansên zimanî ji zimanekê bo zimanê duyê renge di proseya wergerandin yan tefsîra zimanê çavkanî de wenda bibin. Û di vê xalê de ye ku gişt tefsîrên devkî ên zimanekê guzarişt li ezmûna hermenewtîka [tefsîra rastîn] wî zimanî dikin. Gelo em wî zimanî çawa têdigehin? Binemayên têgehîştina nuansên zimanî çi ne? Wekî Gadamêr pêde diçe “divêt em bi wî pêşmercî dest pê bikin ku têgehîştin bixwe tefsîr e, ji ber ku (ew têgehîştina) asoyeka hermenewtîk diafirîne ku wateya deqê di wê de can digire.” (Gadamer, 2004:397) Loma bêhemtayîya cîhanbînîyê li ser bingehê zimanekî girêdayî fakulteya wî zimanî ye.

Armanca vê twêjîna kurt şirovekirina ergatîvîteya kurdîya kurmancî ji perspektîva boçûneka hermenewtîk e. Bo vê mebestê me îdeyên Gadamêr yên ezmûna hermenewtîk ji zimanî hilbijartîye.

Bingehên teorîk

Gava ku mirov deqekê, çi nivîskî çi devkî, werdigerîne zimanekê bîyanî rastî gelek probleman dihêt. Wekî Gadamer diyar dike “serêşa wergerê birîtî ye ji wê rastîyê ku peyvên resen ji tişt û diyardeyên ku ew amajeyî wan dikin necudabar in, loma ji bo ku deqa (a wergerandî) tegehîjbar be, divêt mirov di şûna wegerandinê de gelek caran tefsîreka şiroveyî binivîse.” (Gadamer, 2004:403)

Salixdana diyardeyên hawîrdorê yan vegêrrana bûyerekê bi rêka cîhana semantîk (watayî) û dêsmana sentaktîk a zimanekê dihête wê watayê ku em prosesên cîyawaz yên konsept-afrandinê bi kar dihînin. Ev proses di cewherê xwe de tefsîrî ye û loma di şirovekirina ergatîvîteya kurmancî de em dê perspektîveka hermenewtîk bi kar bihînin. Hokarê vê yekê ew e, ku di ruwangeha me de her ziman xwedîyê ketwarîbûneka bêhemta ye, çewan Gadamêr amaje dike:

Ji peywendîya her zimanekî bi cîhanê re ketwarîbûneka (Sachlichkeit) bêhemta jî derdikeve. Dîyardeyên wî ketwarî (Sachverhalte) ye ku rê didine teşegirtina zimanî. Gava tiştek bi awayên cuda reftarê dike (eine Sache verhalt sich) , hingê rê dide ku em wî tiştî wekî dîtirekê serbixwe venasîn, û bi vî teherî mewdayekê rasteqîn di navbera axêver û tiştî de mercdar dike. (Gadamer, 2004:442)

Diyardeya ergatîvîteyê di kurmancî de rastî yan ketwarekê cîyawaz pênase nake, lê hest û têgehîştin yan tefsîra bûyerekê temsîl dike. Bo nimûne di kurdî de du cîhnavên cuda bo kesê yekem (ez, min) hene; ev du cîhnav dualîteya wî kesî/wê kesê nîşan nadin, tenê du tefsîrên cuda yên rolên wî/wê kesî/ê di arasteya bûyeran de rave dikin.

Ezmûna hermenewtîk ji nêz ve peywendî bi têgehîştina mirovî re heye, ji ber ku têgihîştina mirovî hertim tefsîrî ye. Ji lewre hermenewtîka Gadamer di cewherê xwe de felsefeya danûstandina devkî ango axaftinê ye. Peywendîyeka rasterast ya ergatîvîteya kurdî bi vegêrranê (narrasyon) re heye û vegêrran bi xwe wekî dîyardeya felsefî me digehîne astekê din yên hizrên Gadamêr ku wekî hîstorîsîteya (dîrokîtîya) ezmûnên mirovî hatine pênasekirin. Di tesdîqa vê yekê de Wiercinski weha pêde diçe:

Li ser ferza bineretî ya hermenewtîkê, ku têgihîştina mirovî girêdayî helûmercên dîrokî û kulturî ye, em digehîne wê encamê ku her zanînek li ser gerdûnê di proseseka dîrokî de dihête bi dest ve anîn. Dîrokîbûna ezmûnên mirovî û dîrokîbûna têgehîştinê ayidî helûmercên onkolojîk yên ezmûnên mirovî ye û amajeyî necudabarîya rastîya hermenewtîk ji prosesa tefsîrî dike. Tefsîr girêdayî helûmercên dîrokî yên guhêrbar in û bi vî teherî peywest in bi hevtevnên ku ew tefsîr têde dihêne hencaftin. Jiber ku tu tefsîr nikare reha (mutleq) be, mirov dikare bi dabînkirina argumentên kotayî tefsîrekê bi ser ya din de reha bike. (Wiercinski, 2009:5)

Şiroveyek ji ergatîvîteya kurdî

Zimanê kurdî şaxekê zimanên bakur-rojavayî yên îranî ji malbata zimanên hindûewropî ye. Di vê twêjînê de em dê li ser şêwezarê kurmancî rawestin, ku xwedîyê taybetmendîya rêzimanî ya ergatîvîteyê ye. Devokên kurmancî ergatîvîteyê li gor radeyên cuda nîşan didin; hindek ji wan wekî behdînî ergatîvîteyeka birêsa li gor rêbaza ergatîva duparçeyî nîşan didin û hindek jî formeka têkel ji ergatîvîte û akuzîtîvîteyê raber dikin. Li ser ergatîvîteyê Givon weha şirove dike:

Sîstema kasûs-nimandin ergatîv-absolutîv bi prensîpên têperîyê dihête birêvebirin. Berî hertiştî, di vê sîstemê de kasûs-nimandin ciyawazîyên sentaktîk di navbera risteyên têper û têneper de kod dike. Lê herweha, ji ber peywendîya xurt di navbera têperîya semantîk û sentaktîk di gelek zimanan de, faktorên serekî yên sematîk -wekî astê bikerî, kartêkerî û kamilbûnê- karîgerîyên sentaktîk ên xurt di astê risteyê di zimanên ergatîv de çêdikin. (Givon, 2001:208)

Ango di zimanên ergatîv-absolutîv de, li gor şiroveyên klasîk (Comrie 1978, Dixon 1979, Givon 2001) bikerê risteyên têper kasûsa ergatîv li xwe digirin, lê hem berkarê risteyên têper û bikerê risteyên têneper kasûsa absolutîv hildigirin, wate kasûsa sifir (Ø). Li vê nimûneyê binêrin:

(1)  a.     Têper

          Hêlîn-ê Rûken-Ø dît-Ø.

          Hêlîn-ergatîv. Rûken-abssolutîv dît.reh.borî..kes3.

   b.    Têneper

          Hêlîn-Ø çû-Ø wir.

          Hêlîn-absolutîv çû.reh.borî.kes3 wir.

Wekî ku dihête dîtin, bikerê risteya têper di nimûneya (a) de bi kasûsa ergatîv (-ê) hatîye destnîşankirin, lê bikerê risteya têneper di nimûneya (b) û berkarê risteya têper di risteya (a) de wekî hev bi awayê absolutîv hatine destnîşankirin, yan ne destnîşankirî (Ø) ne. Evca her du nimûneyên kurmancî bi destnîşankirina kasûsê bi tirkî re berawird bikin:

(2)     a. Têper

               Hêlîn-Ø Rûken-i gör-dü-Ø.

               Hêlîn-nomînatîv Rûken-akuzatîv dît.borî. kes3.                      

          b.  Têneper

                Hêlîn-Ø oraya git-ti-Ø.

                Hêlîn-nomînatîv wir çû.borî.kes3.

Berovajî kurmancî, tirkî nîgareka nomînatîv-akuzatîv di risteyên têper de nîşan dide; ango hem bikerê risteya têper hem yê têneper sifir-destnîşankirî (Ø) ne, ango nomînatîv in, lê berkarê risteya têper wekî kasûsa akuzatîv (-i) hatiye destnîşankirin.

Kurmancî di hemî rewşan de dêsmana ergatîv-absolutîv nîşan nade. Radeya ergatîvîteya kurmancî girêdayî prensîpên dîskurs-pragmatîka topîkalîteya vegêrranê ye, ji lewre xwedîyê dêsmaneka nîv-ergatîv yan ergatîva duparçeyî ye. Ev prensîpa pêşbînîgerane dişê wekî hîyerarşîyeka têperîyê bihête tefsîrkirin, ku li gor wê “risteyên têper dê morfolojîya ergatîv-absolutîv tenê di raweya kamilbûyî (ketwarî, reel, borî) de nîşan bidin, lê heger bûyer nekamilbûyî (berdewam, rewiştî) yan neketwarî (nereel, ayinde û mercî) bin dê morfolojîya nomînatîv nîşan bide.” (Givón, 2001:2014) Heger em vê prensîpa pêşbînîyê bi ser kurdî de tetbîq bikin, dibînin kurmancî bi gelemperî dêsmana ergatîv-absolutîv di demên borî de nîşan dide. Loma risteyên têper di dema niha de ne ergatîv-absolutîv lê nomînatîv-akuzatîv in, wekî mînak li nimûneya jêrê binêrin û bi (1a) re berawird bikin:

(3)          Têper, demê niha

               Hêlîn-Ø Rûken-ê di-bîn-e.

               Hêlîn-nomînatîv Rûken-akuzatîv dom-dît.reh.niha-kes3.  

Nimûneya (3) nîşan dide, ku berovajî (1a), bikerê (Hêlîn) kasûsa nomînatîv (Ø) heye, lê berkar (Rûken), wekî nimûneya tirkî di (2a) de, kasûsa akuzatîv dinimîne.

Nimûneya (1a) wekî ku Givon amaje dike kirdareka kamilbûyî, reel û borî ye; loma kurmancî ji bo derbirîna vê kirdar/bûyerê morfolojîya ergatîv-absolutîv hildibijêre. Şêwezarên kurmancîya bakurî exlebe vê nîgara morfolojîk peyrew dikin, tenanet heger kirdar/bûyer nereel be, wekî nimûneya jêrê ku aspekta bûyereka demê borî ye lê raweya wê nereel e:

(4)          Min-ê kitêb-Ø bi-xwand-Ø-a, lê Sûlav-ê ji wir hildabû û biribû.

Min-ergatîv-dahatû kitêb-absolutîv kojunktîv-xwand.reh.bor.kes3-konjunktîv, lê Sûlav-ergatîv ji wir hildabû biribû.

Di mînaka (4) de ji ber ku bûyer/kirdar amajeyî bûyerekê di demê borî de dike, kurmancîya bakur her dîsan dêsmana ergatîv bi kar dihînit, herçende pêşmercekê ergatîvîteyê raweya reel e, berovajî nimûneya (4) ku raweyeka nereel (konjunktîv/mercî) ye.  Lê kurmancîya başûr -ango behdînî- bi tekûzî bi prensîpên ergatîvîteyê ve girêdayî ye, ango gava ku rawe konjunktîv be, herçende amaje li ser bûyereka dema borî be jî, behdînî dêsmaneka nomînatîv-akuzatîv ji bo heman derbirînê bi kar dihîne, wekî:

(5)          Ez da kitêb-ê (bi)-xwîn-im, belê Sûlav-ê ji wêrê biribû.

               Ez-nomînatîv kitêb-akuzatîv                              konjunktîv-xwîn-reh.niha-                                 kes1, belê Sûlav-ergatîv ji wêrê biribû.

Wekî berê hate amajekirin, faktorên ku ergatîvîteyê kontrol dikin ji bilî astê kamilbûnê (demê borî û radeya kamilbûnê) herweha girêdayî raweya reelbûnê ye, ango bûyer/kirdar çendî reel be, hewqasî jî îhtimala ergatîvbûnê di zimanan de zêdetir dibe. Di kurmancîya bakur de pîverê serekî yê ergatîvîteyê tenê radeya kamilbûnê ye, li raweya reelbûnê nanêre. Lê derkeft ku di kurmancîya başûrî, ango behdînî de gava ku raweya reelbûnê lawaz be, riste wekî nimûneya (5) teşeyekê nomînatîv-akuzatîv nîşan dide. Givon amaje dike ku yek ji hokarên din yên diyarbûna ergatîvîteyê jî astê kartêbûnê (affectedness) ye, ango “di hindek zimanan de, verbên têper bi berkarên kêmtir kartêbûyî dibe ku nîşankirina ergatîv-absolutîv ji dest bidin û wekî têneper (nomînatîv) bihêne nîşankirin.” (Givon, 2001:213) Ergatîvîteya kurmancîya bakur ku tenê li gor astê kamilbûn û reelbûnê de tev digere serincê nade astê kartêbûnê, loma di demê niha û ayinde de tu asewarên ergatîvîteyê diyar nabin. Lê di kurmancîya behdînî de tenanet di demê niha de jî dîyardeya ergatîvîteyê serî hildide. Li nimûneya jêrê binêrin:

(6)          Min tu di-vê-y.

               Kes1-ergatîv

               kes2-absolutîv

               berdewam-vîyan-kes2.

               (di wataya ez ji te hez dikim)

Nimûneya (6) nîşan dide ku ergatîvîteya kurmancîya behdînî li gor hîyerarşîeyeka topîkalîteyê tevdigere, ango diselimîne ku ergatîvîteya kurmancî di bingehê xwe de girêdayî dîskursa pragmatîkê ye û ji lewre divêt wekî ergatîvîteyeka semantîk bihête pênasekirin. Ev nimûne nîşan dide ku kurmancî ji bilî astê kamilbûn û reelbûnê di diyarkirina dêsmana ergatîv de herweha li astê kartêbûn yan topîkalîteya berkarî jî dinihêre, yan wekî Givon pêde diçe “verbên têper bi berkarekê berxuya yê kartêbûyî di hemî dem û aspektan de pêdivî bi nîşankirina ergatîv-têper in.” (Givon, 2001:213) Di risteya (6) de berkar (tu) ji bikerî (min) bêhtir di fokusa derbirînê de ye, wate argumenta risteyê -di vir de (tu)- yê ku pozîsyoneka bilindtir di hîyerarşîya topîkalîteyê de heye sifir(Ø)-nîşankirî ye, lê biker -ango (min)- ku pozîsyoneka sekunder heye, çemandî ye, ango nîşankirî ye.

Nimûneya jorê karakterekê din yê ergatîvîteya kurmancî nîşan dide; ew jî hebûna du paradîgmayên cihnavan û çemandina verbê li gor berkarî. Gelek zimanên ergatîv zimanên serve-ergatîv in, lê kurmancî xwedîyê ergatîvîteya kûr yan ergatîvîteya sentaktîk e, ango çendîn taybetmendîyên reftar-û-kontrolê bi morfolojîya ergatîv-absolutîva kurmancî re hevaraste ne. Bi awayekê sadetir, ergatîvîteya kurmancî ji bilî nîşandana argumentên risteyê, herweha dibe hokarê hilderkeftina pradîgmayên cuda yên cihnavan û çemandina verban li gor argumentên risteyê. Li nimûneya xwarê binêrin:

(7)          Niha îndîkatîv/ragehandinî

               Tu min di-bîn-î.

               Tu-nomînatîv min-akuzatîv dewam.dît.reh.niha.kes2.                     

Nimûneya (7) nîşan dide ku biker, ango kesê duyê yekhejmar nomînatîv e, lê berkar, ango kesê yekê yekhejmar kasûsa akuzatîv heye û di heman demê de çemanga kesê verbê li gor bikerî ye. Lê gava ku em risteyê bikin borî nîgareka din derdikeve holê:

(8)          Borî

               Te ez dît-im.

               Te-ergatîv ez-absolutîv dît.reh.borî.kes1.                

Berovajî nimûneya (7), di nimûneya (8) de paradîgmayeka din ya cihnavan hatîye bikaranîn, cihnavên ku di risteyên ne-ergatîv de rola nomînatîv dibînin, di risteya ergatîv de dibin absolutîv û yên ku rola akuzatîv dibînin dibin ergatîv. Û berovajî nimûneya (7) li vir verb ne li gor bikerî lê li gor berkarî hatîye çemandin. Evca wan her du nimûneyan bi tirkî re di heman wateyê de berawird bikin.

(9)  a.    Niha

               [Sen] beni gör-üyor-sun.

               Tu-nomînatîv  min-akuzatîv dît-niha.kes2-2s.

               Tu min dibînî. 

         b.  Borî

               [Sen] beni gör-dü-n.

               Tu-nomînatîv min-akuzatîv dît-borî.kes2..

               *Tu min dîtî.  

Stêra (*) ku li hemberî risteyê hatîye danîn guzarişt li nerastbûna rêzimanî dike. Ango heger em tam li gor dêsmana rêzimanî ya tirkî risteyê wergerînin kurdî, riste di hêla rêzimanî de çewt derdikeve û rastîya wê divêt wekî xwarê be:

               Te ez dît-im.

Nimûneya kurmancî ya (7) û tirkî ya (9a) di hêla nîşankirina kasûs û çemandina kesê verbê de wekî hev in. Her duyan kasusa-nîşana nomînatîv-akuzatîv hene û verb li gor bikerê nomînatîv hatîye çemandin. Di her du nimûneyên tirkî de cihnav û verb wekî xwe ne, tenê morfolojîya demî ya verbê û çemanga kesî hatine guhertin.  Lê çewan ku di navbera niha û borîya kurmancî di astê çemanga kasûs û paradîgmayên cihnavan de cudahî heye, di navbera risteya borî ya kurmancî (8) û risteya borîya tirkî (9b) ciyawazîyên bariz derdikevin holê. Risteya borî ya têper di kurmancî de wekî ergatîv-absolutîv û ya tirkî her wekî nomînatîv-akuzatîv hatîye darêhtin. Ango di astê dîskursa pragmatîk de kurdî û tirkî bi du awayên cîyawaz argumentên risteyê kod dikin. Di vir de ye ku divêt em li şîkarîyeka hermenewtîk bigerin; ango ezmûna hermenewtîk ji bûyerên rabirdûyê ku têde hem biker û hem berkarek di dîrokîtîya bûyerê de beşdar in. Di analîza dîskursa vegêrranê de argument li gor topîkalîteya xwe di pileyên cuda yên hîyerarşîyê de cih digirin û li gor wê jî rol -an li gor rêzimanê kasûsê- cuda hildigirin. Di destnîşankirina vê hîyerarşîyê de kurdî berkarên risteyên têper, ji ber dîrokîtîyê -karakterê rabirdûyî- zêdetir dide pêş û wekî sifir (Ø) nîşan dike, lê bikerî ku roleka sekunder dibîne dadixe asteka nizimtir ya hîyerarşîyê û diçemîne.

Taybetmendîya here serekî ya zimanên ergatîv cext li ser hîyerarşîya topîkê ye, loma berkar bûyera borî bi aspekta kamilbûyî di dêsmaneka ergatîv de dihête topîkalîzekirin. Gelo kîjan aspektên ezmûna hermenewtîk dikare di fokusa kurmancî de be? Gelo dêsmaneka ergatîv ji kurmancî, bêyî jidestdana hindek aspektên hîyerarşîya topîkê, bo zimanekê nomînatîv-akuzatîv wekî tirkî dikare bihête wergerandin? Risteya “Te ez dîtim” dibe ku bi tirkî wekî “Sen beni gördün” bihête wergerandin, lê wergera tirkî fokus yan radeya kartêbûna berkarî vedişêre. Dîskursa kurmancî wê risteyê belkî nêzîkî dêsmaneka passîv a tirkî wekî ”benimce görüldün” be, lê di vir de jî berkar hatîye astekê xwartir yê hîyerarşîyê û di morfolojîya verbê de wenda kirin û derbirrîna kurmancî ne passîv e. Kurmancî awayekê din ji têgehîştina mirovî ji ezmûnan derdibire, yan wekî Gadamer dibêje ”kemala bêsînor ya ezmûna mirovî ji cîhanê dihête wê watayê, ku gava em zimanekî bi kar bihînin, em aspekteka frawantir û cudatir û nerîneka cudatir ji cîhanê tecrube dikin.” (Gadamer, 2004:444)

Di lêgerîna hestpêkirineka kamil ji vegêrranê -ji ber ku ev fenomena ergatîvîteyê bi gelemperî di dîskursa vegêrranî de dîyar dibe- kurmancî rol û hîyerarşîyên argumentan di risteyê de ji nû ve tefsîr dike. Di rastîyê de, dêsmana ergatîv a kurmancîyê, cîhaneka cîyawaztir wêna nake; cîyawazîya kurmancî ji zimanên din di şiyana kurmancî bo nuanskirin, derk û hest û hindek aspektan de ye ku karîye vê dêsmana bêhemta biafrîne. Dêsmana ergatîv di kurmancîyê de rûberekê cîyawaz ji berkarî berpêş nake, lê fokusê datîne ser giringîya berkarî di prosesa bûyerê de, ango berkarî di asteka pozîsyoneka berztir di hîyerarşîyê de berkarî. Cihnavên ez û min wekî nûnerên kesê yekem yê yekhejmar dikarîbûn wekî cihnavên anaforîk bo hemû argumentan di risteyê de bihatana bi kar anîn, lê têgehîştina me ji rol û hîyerarşîyên wan di dîskursê de ye ku wan ji hev cuda dike. Ev nûanskirineka zimanî ye, ku Gadamer wiha wesif dike:

Her wekî derkkirinê, em dikarin qala “sîberên zimanî” bikin ku cîhan bi wan sîberan di cîhanên zimanî de dihêne sêwirandin. Lê têvelîyeka karakterîstîk di nav wan de heye: her “sîbereka” objeya têgehîştinê ji ya din cîyawaz e û her yek jî bo pêkve pêkhanîna “tiştî-bixwe” bo pêkvegirêdana nuansan alîkar in -herçende di sîberkirina cîhanbînîyên devkî de her yek piçekê hilgirê yê din e- ango her cîhanbînîyek dikare parçeyek ji cîhanbînîyeka din dabipoşe.” (Gadamer, 2004:445)

Wate cîhanbînîya ku bi rêya zimanekî dihête sêwirandin tenê dikare beşekê ji cîhanbînîya zimanekê din dabipoşe. Dapoşîna tam û temam a cîhanbînîya kurmancî bi cîhanbînîya zimanekê din estem e.  Ji bilî dîyardeyên din yên semantîk, dêsmana ergatîv di kurmancî de beşek ji sêwirandina vê cîhanbînîyê ye. Ergatîvîte ji bo kurmancî tenê setek ji rêsayên rêzimanî nîne. Ne jî wênekirina rûdanekê ye. Zimanek çi zimanên çi ergatîv be çi nomînatîv, her du jî dikarin şiroveyên bi nuans ji rûdanan berdest bikin; bingehê hilderkeftina dêsmana ergatîv rola argumentên beşdar di rûdan û bûyerê de ye. Rûdanên ku bi dêsmana ergatîv dihêne wesif kirin ne kirdarên vegêrî li ser tiştî, lê tişt bixwe ne. Ji lewre ew tişt -ango argument- li gor pozîysona xwe ya hîyerarşîk di risteyê de dihêne pêşxanîkirin.

Encam

Xweserbûna her zimanekî bi rêka cîhana semantîk, pragmatîk û dêsmana sentaktîka wî zimanî dihête dîyar kirin. Ev rûberên zimanî ji hev ne cuda ne, bo hilberîn û veberanîna hejmareka bêdawî ya dîskursan berdewam bi hev re di hevkirdarê de ne. Her dîskursek bi rêka ezmûna me ya hermenewtîk ji bûyerê, ku wê vedigêre, dihête tefsîr kirin. Kurdîya kurmancî stratejîyeka taybet bo danîna argumentan di risteyê de heye; ev stratejî, ango dêsmana ergatîv-absolutîv, hîyerarşîyeka topîkal bo argumentan çêdike ku di zimanên nomînatîv-akuzatîv de nahête dîtin. Evca gelo ev diyarde ji ber şîyana mental ya axêverên vî zimanî yan faktorên din serî hildide ne dîyar e, lê eşkere ye ku kodkirina rûdanan di kurmancî de ji zimanên din cîyawaz e. Dêsmana ergatîv a kurmancîyê diselmîne ku “ezmûna hermenewtîk di siruştê xwe de verbal e.” (Gadamer, 2004:440)

*Zimannas

 

Çavkanî

Comrie, B. (1978). Ergativity, Syntactic Typology, ed. W.P. Lehmann, Austin: University of Texas Press.

Dixon, R.M.W. (1979). Ergativity, Language, 55.1.

Gadamer, Hans-Georg. (2004). Truth and Method. London: Continuum

Givón, T. (2001). Syntax, an Introduction. Vol I. Philadelphia: John Benjamins Publishing Company

Humboldt, Wilhelm von [1836] (1999). On language: On the Diversity of Human Language Construction and its Influence on the Mental Development of the Human Species, trans. Peter Heath and ed. Michael Losonsky. Cambridge: Cambridge University Press.

Humbolt. L. (1963) Schriften zur Sprachphilosophie, vol. 3 of Werke in funf Banden, Flitner,A. and Giel, K. (eds.) Darmstadt: Klett-Cotta.

Korn, A. (2008) Marking of arguments in Balochi ergative and mixed constructions// Karimi et al.

Skjærvø, P.O. (2008). Middle West Iranian, The Iranian Languages (ed. Gernot Windfuhr). London: Routledge.

Todd, T. L. (2008). A Grammar of Dimili, also Known as Zaza. University of Mischigan.

Wiercinski, Andrzej (2009). Hans-Georg Gadamer and the Truth of Hermeneutic Experience. Analecta Hermeneutica 1.