«Ev sî sal in me tu tişt nekirîye»

Translator

Civaka fransî ku jixwe di nava tirs û tengezarîyên tendirustî, hawîrdorî, aborî û civakî de ye, belayeke din jî di kirasê êrişên terorîstî de bi ser de hat. Ji ber vê yekê jî niha wê ji bo «şerekî» seferber dikin. Ji bo yekî din jî. Lê belê dijmin ê ku gelek caran nikare were tesbîtkirin, hilweşîna wî jî hertim pêwistî bi cebilxaneyeke ji ya berê bihêztir heye. Ne -an jî hê ne- bi top û tangan, lê bi êrişên hê zêdetir li dijî azadîyên giştî. Ma kî êdî bi rastî jî diwêre wan biparêze, bi taybetî piştî êrişekê an jî di pêvajoya şewbeke cîhanî de? Di rewşên wisa de sînordarkirin tên ragihandin bêyî ku tu guftûgoyek li ser were kirin. Ji me re jî dibêjin, em tenê parantezekê vedikin; em ê wê dîsa bigirin demek ji ya din zûtir, hema çawa vîrus, an jî terorîst were têkbirin, û em ê dîsa vegerin rojên bextîyar. Rojên bextîyar venagerin. Lê belê, li bin nîrê vê rejîmê, civakek dikare ji hev bikeve.

Destwerdana bi vî awayî ya kiryara fanatîkekî îslamîst, bi xwespartina şahidîyeke derew a bi tevnên civakî belavbûyî, serê perwerdekarekî ku nedinasî jêkir, civak giş şaşûmetel hişt û xist nava xemgînîyeke mezin. Çeçenekî ne xwedî têkilîyeke nêz bi rêxistina terorîst re; çend hevparên sûc; desteka ku hema hema li welêt qet tune: di wextekî din de, kuştina Samuel Paty wê bişibîya trajedîyeke ku ancax kesekî dîn dikare bibe sedemê rûdana wê. Lê belê ev bûyer dibe parçeyeke çîrokeke çalakîyên terora îslamîst yên peyvek an jî du peyvên wan tîne cem hev: Salman Rushdie, 11ê îlonê, Balî, Madrîd, Mohamed Merah, Charlie, Bataclan, Nice…Ewçend êrişên xwînrij an jî gefên kuştinê yên nivîskar, cihû, karîkaturîst û xiristîyan kirin hedef. Û herweha misilman jî kuştin.

Ji ber vê yekê em dikarin bêberpirsîyarîya kesên ku, bi dîyarbûna bûyera serjêkirinê ya Conflans-Sainte-Honorine, bi awayekî neheq, pir bi lez, hestên xwe bi qarewar anîn ziman û gotin di mijarên çavdêrî û zextê de «ev sî sal in me tu tişt nekirîye». Dûre ev serpêhatî, li ser dewletê ferz dike, ku li dijî koçberan û misilmanan tedbîrên awarte bigire. Rastgir, ji ber vê yekê behsa guhertina destûrnameyê dikin; wezîrê karê hundir ji «refên metbexa hevpar» ên li hîpermarketan bi endîşe ye; rojnamevan dixwazin şêwirmendîya dewletê, Konseya Destûra Bingehîn, Dîwana Dadgeha Ewropî bên bêdengkirin da ku êdî tu tiştekî din nikaribe bibe asteng li pêşîya girtinên îdarî yên kêfî û zîndanîkirinên bi sedemên qeydîyeke ji rêzê ya li nava dosyayên li cem polîs. Heman kes herweha dibêjin divê «axaftinên nefretê» li ser tevnên civakî bên qedexekirin bêyî ku hay ji xwe hebin ku ew jî, li ser kanalên nûçeyan ên herdemî, heman jehrê belav dikin û difiroşin.

Dehşeta ku sûcekî wê karibûya zemîneke wêrek çêkira dawîya dawî ji bo afirandina desteka yekdengîya civakê ji bo mamosteyên ku hikûmetên li pey hev ew daxistin asta rola guhêrbar a eyarkirina butçeyî û radestî zextên dêûbavên xwendekaran kirin. Li şûna vê yekê, bêhna «şerê şaristanîyê» ji nû ve difûre. Ev yek wê tenê bibe bingeheke musaît ji bo dabeşkirina fraksîyonên gelê fransî ku bi rêkûpêk tên bibîranîn -ne tenê fanatîkên misilman an jî rasta tundrew- li «civata» wan, malbata wan, Xwedayê wan. (1)  Ev çerxa dojehî ye ku li dijî wê «ev sî sal in me tu tişt nekirîye».

Wergera ji fransî: Baran Nebar

1) Binêrin li nivîsa “Ahmadinejad, mon héros”    Ahmedînejad, lehengê min», Le Monde diplomatique, tebax 2016.