ji nakokîya navberetnîk heta jeopolîtîka cîhanî

Qerebaxa Çîyayî:

Belaya şîdetê ya berî çendekê li Qerebaxa Çîyayî rû da, ji nû ve bal kişand ser rewşa li Kafkasyayê. Li gel vê yekê jî, pevçûna navbera Ermenistan û Azerbaycanê ne nû ye. Alozîya etnopolîtîk a li derdora vê xaka biçûk a Kafkasyaya Başûr a li ser qadeke bi qasî 4 400 km2, bû yek ji yên pêşî yên piştî serdema Yekîtîya Sovyetan. Di pêvajoyeke tenê sî û çend salan de, şer û pevçûnên navbera civatan û komarên heman dewletê, YKSSê de, bi bergeheke çareserîyên şîlo, veguherîn pevçûneke navneteweyî.

Translator

Qonaxa pêşî ya van şer û pev-çûnan (1988-1991) wekî lihevnekirineke navxweyî ya navbera du komarên federe dikare were pênasekirin. Li vê pêvajoyê, daxwaza sereke ya Ermenistanê miatsum (yekbûn) e: ji nû ve girêdana Oblasta xweser a Qerebaxa Çîyayî (NKAO) bi Komara sosyalîst a sovyetî ya Ermenistanê ve, li demeke ku ev xak parçeyekî Azerbaycana sovyetî ye, dibe mijara gotinê. Her çi Komara Azerbaycanê ye, armanca wê jî parastina xaka xwe ya yekpare ye. Pêkhateyên rêveberîyê yên sovyetî dudilî dimînin ka ew ê destekê bidin kîjan alîyî: berdewamkirina rewşa heyî (ji bo Bakuyê) an jî destekkirina mafê xweserîyê (ji bo Êrîvanê )? Ev ewiqandin zemîna şîdetê hê sortir dikin: pogromên dij-ermenî li Sûmgaytê (Azerbaycan) di sala 1988an de, dûre bersivên tolhildanê yên li Bakûyê di sala 1990î de; koçberkirina xelkê, bi darê zorê... Enîyên dijber li hemberî hev hişktir dibin.

Karabağ

Li pêvajoya duyem (1991-1994), nakokî vediguhere pevçûneke rasterast a çekdarî, pêşî di navbera Bakû û ermenîyên Qerebaxê de (ku Azerbaycan wan wekî «veqetînxwaz» bi nav dike), dûre, bi destwerdana artêşa nîzamî ya ermenî re, di sala 1993an de di navbera dewletan de. Lihevkirineke li ser agirbesteke bêsînor di gulana 1994an de dikeve merîyetê. Îcar jî pevçûna qonaxa sêyem ku mirov dikare wê wekî sîyasî-dîplomatîk pênase bike, dest pê dike. Di vê pêvajoyê de lêgerîna sereke ji bo çareserîyeke aştîyane ye. Di kanûna pêşîn a 1994an de, koma Mîskê, parçeyeke Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê (REHE), xwedî pêşengîyeke sê hevserokî ye: Parîs, Waşîngton û Moskova, ku ji hingê ve bi rola garantorên pêvajoya aştîyê radibin.

Ev qonaxa sêyem di nîsana 2016an de bi «şerê çar rojan» bi dawî bû. Ji agirbesta sala 1994an ve, cara pêşî derz li statukoyê dikeve. Serokê Ermenistanê yê wê demê, M. Serge Sarkîssîan, li windakirina 800 hektarî mikur tê -lê belê ev paşvekişîna bi sînor- di heman demê de dibe îşareteke ji nû ve destwerdana bi darê zorê ku îro jî tê dîtin(1). Tevî vê yekê jî, çarçoveya muzakereyan bêguhertin dimîne: ji bilî danûstandinên ji bo hevagahdarkirinê, Bakû û Êrîvan hê jî xwe nadin ber lihevhatineke berfirehtir.

Nakokîya Qerebaxê, dibe parçeyeke malbata firehtir a nakokîyên «qeşagirtî» yên serdema piştî sovyetî. Di sala 1991ê de, Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) hildiweşe piştî ku, yeko yeko, komarên wê yên federe serxwebûna xwe îlan kirin. Hin herêmên li nava van dewletên nû hingê dixwazin bibin xwedî heman mafê tayînkirina qedera xwe, an jî dixwazin bi komareke din ve bên girêdan. Van daxwazên wisa bi Qerebaxa Çîyayî re li Azerbaycanê, lê herweha li Gurcistanê (Osetîya Başûr û Abazyayê) an jî li Moldavyayê (Transîstrîya) xwe nîşan dan. Piştî demeke din jî di 2014an de ragihandina serxwebûnê ya du komarên xweser ên Donbas (Lûgansk û Doetsk) wê bide pey heman pêvajoya parçebûna piştî hilweşîna YKSSê.

Lê belê meseleya Qerebaxê xwedî taybetmandîyên xweser e. Bi rastî jî «veqetînxwazan» piranîya xaka wê ya ku dikeve ser sînorên berê yên sovyetî, tevî minteqeyên pê re sînordaş (bi tevahî heft: pênc jê bi temamî û du jê qismî) kirin bin kontrola xwe. Ev xakên çîyayî yên kêm kes lê dijîn, xwedî girîngîyeke stratejîk a jîyanî ne. Korîdora Laçînê, Qerebaxa Çîyayî bi Ermenistanê ve girêdide: mintiqeya Kelbaçarê, li bakur, çavkanîyên avê yên Qerebaxa Çîyayî av didin, di nava xwe de radigire. Ji ber vê yekê li berbanga ji nû ve bilindbûna tansîyonê, di vê payîza dawî de, hêzên artêşa ermenî ji sedî 13,4ê xaka Azerbaycanê bi halê wê yê ku ji alîyê «civata navneteweyî» tê venasîn, di bin kontrola xwe de digirt. Ji hingê û şûn ve, muzakere bi pêş nakevin, bi taybetî li ser mijarên nîzam û koordînasyona sê parametreyan: statuya herêma berê ya xweser, dawîya dagirkirina mintiqeyên sînordaş û sazkirina korîdoreke ewlekarîyê di navbera xaka Qeredaxa Çîyayî û Ermenistanê de.

Li wêdetirî vê hişkegirêka xakî, divê were qebûlkirin ku lihevkirin jî baş nayê pêşwazîkirin, ne li nava civaka azerbaycanî ne jî li nava xelkê ermenî. Rayedarên ku haya wan ji vê rîskê heye hertim neçar mane wezîfa xwe terk bikin. Bi nimûne serokê berê yê Ermenistanê Levon Ter-Petrosyan, ku di 1998an de keştî terk kir, xwe dabû ber qebûlkirina planeke aştîyê ya bi pênc gavan wê bihata pêkanîn. Di sala 1999an de, gelek rayedarên payebilind ên ekîba serokê Azerbaycanê Haydar Alîyev, ku wezîrê karên derve Tewfîq Zulfîgarov jî di navê de bû, ew jî neçar man îstîfa bikin. Civaka azerî zane wê çawa bîranîna baş a rêveberên xwe bi bîr bîne: di tîrmeha 2020î de, di dema ji nû ve bilindbûna tansîyonê de li dirêjahîya sînorê ermenî û azerbaycanî, xwepêşandêr çûn parlamentoyê ji bo jê bixwazin ku seferberîya leşkerî ragihîne(2).

 

Ji bo cihbicihkirina rewabûna xwe li hemberî bijarteyên kevin, serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paçînîyan, ku di sala 2018an de bi «şoreşeke qedîfe» hat ser kar, retorîkeke şervanîyê ji xwe re kir rêbaz. Bo nimûne, ew dixwaze nûnerên komara Qerebaxa Çîyayî ya xwe xweser îlan kir, tevlî nava pêvajoya aştîyê bibe, an jî 6ê tebaxa 2019an li dema serdaneke xwe ya li Stepankert a ji bo vekirina Maratona Lîstikên Havînî yên pan-ermenî, dibêje «Artşak [navkirina herêmê bi zimanê ermenî] Ermenistan e(3)». Herçendî ev fikir berê jî li holê digerîyan, M. Paşînîyan xwe neçar hîskir ku ji wan re bibe palpişt, tevî ku wî li Qerebaxê di salên 1990î de şer nekir -pêkanîneke esasî bû ev- heta hingê, ji bo her kesê ku dixwest xwe wekî rêveberekî neteweyî pênase bike.

Şer û pevçûnên vê payîzê ji çarçoveya «şerê çar rojan» ê sala 2016an derbas kir. Cara pêşî bajarên Qerebaxa Çîyayî (paytext Stepanakert, lê herweha Şûçî an jî Martûnî) bi bombebaranan re rû bi rû dimînin. Hê jî xiraptir, gule gihîştin heta xaka Ermenistanê. Bûyer li nêzî bajarê Vardenîs, li mintiqeya Gegharkûnîkê, ku heştê kîlomet-re bi firîna çûkan dûrî Êrîvanê ne. Bajarên azerbaycanî Ganca û Mîngeçevîr, bi qasî sed kîlometre dûrî qada şer in, bûn hedefa êrişên hêzên ermenîyan. Gefa navneteweyîkirina nakokîyê ji hemû deman mezintir e, nexasim eger du sektorên şerûpevçûnên berê yên etnosîyasî – Qerebax bi xwe û mintiqeya ser sînor – di heman demê de tevlî navê bibin.

Bêyî destnîşankirina rola Enqerê bê kirin, ne mimkin e behsa navneteweyîbûna nakokîyê were kirin. Desteka dewleta tirk ji bo Bakûyê ku koka wê digihîje piştgirîya pantirkîzmê, ne tiştekî nû ye. Di sala 1993yan de, dewleta tirk sînorê xwe yê bejayîyê bi Ermenistanê re girt û ji hingê ve di navbera her du welatan de tu danûstandinek tune. Li nava dewletên cîran an jî li nava koma Mînskê, tu dewletek bi qasî ya tirk bi awayekî wisa biryardar parastina serketina tam a Bakûyê li hemberî Êrîvan û Stepanakertê nake. Jixwe Enqere ji bo her proseseke muzakereyan pêş-şertekî ferz dike: vekişîna bi temamî ya hêzên ermenî, ne tenê ji mintiqeyên dagirkirî, herweha ji Qerebaxê bi xwe jî(4).

Hilperikîna şer a di vê payîzê de wekî din tevlîbûna şervanên cîhadî û komên çekdar ên protirk yên ji Rojhilata Navîn hatin anîn, raxist pêş çavan(5). Herçendî hin ji wan, pir kêm, berê jî di salên 1990î de li tenişt Azerbaycanê cih girtibûn, rola wan a wê demê pir sînordar bû. Tevlîbûna niha ku ji alîyê hejmarî ve pir zêdetir e, rîskeke bêaramîkirinê diafirîne, hem ji bo Azerbaycanê -ku li vê derê piranîya misilman a civakê wekî şîa û sûnî bûne du parçe- hem jî ji bo cîranên wan Gurcistan an jî Rûsya (û bi taybetî jî ji bo komarên wan ên misilman ên Kafkasyaya Bakur).

Li hemberî biryardarîya dewleta tirk, Rûsya wekî ku vekişîyayî be. Serok Vladîmîr Pûtîn destnîşan kir ku desteka leşkerî ya ji bo rewşên êrişan soza wê daye Êrîvanê, di çarçoveya peymana ewlekarîya hevpar a ji sala 1992yan ve ku li her du welatan hevkarîyê ferz dike, tenê ji bo xaka Ermenistanê ye û Qerebaxa Çîyayî nade ber xwe. Û herçendî Kremlînê, ji bo civîneke 9ê vê cotmehê bi vexwendina alîyan ji bo Moskovayê, hewldana pêşî ya navbeynkarîyê ceriband jî, agirbesta ku hat muzakerekirin tu caran neket merîyetê.

Çima Rûsya dikeve nava helwesteke wisa bi îhtîyat, tevî ku di sala 2008an de wê bê dudilî tankên xwe şandin pêşîya hêzên Gurcistana ku hewl dida bi darê zorê Osetîya Başûr bi paş de bistîne? Di rastîyê de Rûsyayê ji bo çareserkirina nakokîyên Kafkasyayê stratejîyeke yekane bi pêş nexistîye. Ew bêhtir li hemberî rûdanên li sehayê dikeve nava livûtevgerê. Berevajîyê Tiblîsê ku kete nava helwesteke alîgirîya xerbî, Bakû restorasyona yekîtîya xaka xwe ne bi retorîkeke dij-rûsî diparêze. Azerbaycanê daxwaza xwe ya endamtîya Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) an jî Yekîtîya Ewropayê dîyar nekirîye; ew nade dû «sîyaseteke dîrokî» ya xwe dispêre redkirineke yekcar a tecrubeya sovyetî û jêpirsîna serketina hevpar a serdema «şerê mezin ê welatparêzîyê» (li dijî Almanyaya nazî). Ji bilî vê, her du welat herweha bi gelek peymanên hevkarîyê yên têkildarî ewlekarîya wêdetirî sînoran, enerjîyê, xebitandina çavkanîyên deryaya Kaspî an jî neqlîyatê jî bi hev ve hatine girêdan. Kremlîn wê nexwaze ku Azerbaycan veguhere Gurcistaneke duyemîn û ji ber vê yekê ew Bakûyê daf nade ser rêya şerûpevçûnan.

Lê belê, xurtkirina hevkarîya stratejîk a navbera Azerbaycan û Tirkîyeyê berê Rûsyayê dide ser duryanekê. Divê ew tercîhekê bike. Enqerê pêkanîna cureyek «condominium géopolitique -kontrola hevpar a jeopolîtîk-» li Kafkasyaya Başûr, berê teklîfê Rûsyayê dikir, ango berfirehkirina modela bi navê «xerîbê nêz» a Rûsyayê ya li Sûrîyeyê ku xwe dispêre lihevkirina li ser berjewendîyan û nakokîyan(6).Vê gavê, Enqere Moskoyê dawetî tu lihevkirinekê nake. Lê belê Kremlîn wê bi xweşbînî nêzî têkçûna yek ji alîyan nebe, bi taybetî jî li bin zexta rasterast a Tirkîyê ew ê vê yekê qet qebûl neke. Ji ber ku tiştekî wisa wê were wateya gefeke li ser tesîra wê ya li Kafkasyaya Başûr û herweha rîska belavbûna bêaramîya Rojhilata Navîn li komarên wê yên Kafkasyaya Bakur jî.

Îro, nakokîya Qerebaxê yekane mesele ye, li Ewroasyayê, ku li ser wê berjewendîyên Rûsya û yên Cîhana Rojava pir kêm li dijî hev in. Hema hema ne mimkin e ku mirovî xeyal jî bikira ku danezaneke hevpar a Donald Trump, Emmanuel Macron û Vladîmîr Pûtîn li ser mijarekê pêk bê. Lê belê, li roja pêncan a hilperikîna şîdeta leşkerî li Qerebaxê, yekê çirîya pêşîn a 2020î(7), serokên amerîkî, fransî û rûsî îmzayên xwe danîn bin heman belgeyê...

Serêşîya wan a hevpar ji ber gefa cîhadî û herweha roj bi roj mezinbûna bêbawerîya Waşîngton, Parîs û Brukselê bi Enqerê, nêrînên wan nêzî hev dike. Gelo îradeya wan wê têra xwe xurt be ji bo jiholêrakirina bêbawerîya ku di pratîkê de li ser mijarên din jî heye? Vê gavê, tiştê teqez ev e: li Borasya jeopolîtîk, nakokîya Qerebaxa Çîyayî kapîtulasyona xwe bi awayekî berbiçav mezin dike.

* Lêkolîner, li Enstîtuya Vekolînên Navneteweyî ya MGIMO (Enstîtuya Dewletê ya têkilîyên navneteweyî ya Mosko li cem wezareta karên derve ya Federasyona Rûsyayê), Serredaktorê kovara Analyses internationales (Analîzên Navneteweyî).

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1) Sara Khojoyan û Anthony Halpin, «War may resume at “any moment,” Armenian president warns -Şer dikare “her kêlîyê” ji nû ve dest pê bike- Bloomberg Businessweek, New York, 24 nîsan 2016».

2) Lenta.ru, 15.07.2020 (bi rûsî).

3) Rosbalt, 08.08. 2019 (bi rûsî).

4) «Turkey’s Erdogan says Armenia must withdraw from Azeri lands- Erdoganê Tirkîyeyê dibêje divê Ermenistan ji xakên azerî vekişe», Reuters, 28 îlon 2020.

5) Ria Novosti, 6 çirîya pêşîn 2020 (bi rûsî); Bethan McKernan, «Syrian rebel fighters prepare to deploy to Azerbaijan in sign of Turkey’s ambition, Şervanên serhildêr ên Sûrîyeyî wekî nîşana hewesa Tirkîyeyê xwe amade dikin li Azerbaycanê ji bo şer bên bicihkirin», The Guardian, Londres, 28 îlon 2020; Kareem Khadder, Gul Tuysuz û Tim Lister, «Rebels from Syria recruited to fight in conflict between Azerbaijan and Armenia, source says, Serhildêrên ji Sûrîyê tên ku ji bo di şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de cih bigirin wekî leşker tên wezîfedarkirin», CNN, 1 çirîya pêşîn 2020.

6) Eurasia Daily, 30 îlon 2020 (bi rûsî).

7) «Déclaration conjointe des ministres des affaires étrangères français, russe et américain, coprésidents du groupe de Minsk, appelant à un cessez-le-feu au Haut-Karabakh, Daxuyanîya hevpar a wezîrên karên derve yên fransî, rûs û amerîkî, hevserokên koma Mînskê, dema ji bo agirbesteke li Qerebaxa Çîyayî bang kirin», ministère de l’Europe et des affaires étrangères, li gorî wezareta ewropayê û karên derve, Paris, 5 çirîya pêşîn 2020.