Moskova xeyal dike bibe «bajarê cîhanî»

PAYTEXTA RÛSÎ DIXWAZE TOZÊN LI SER ÎMAJA XWE RAKE

Ev deh sal in, paytexta rûs pir hay ji ragihandina xwe heye. Şaredîyara ku di bazarvanîya bajarî ya herî dawî de şareza ye, dixwaze, wekî metropolên din ên mezin, veberhêner û rêveberên navneteweyî cezb bike. Lê belê ev sîyaset bi awayekî xirab îcraeteke Kremlînê, ji bo xizmeta kûrkirina newekhevîyên navbera herêman,vedişêre.

Translator

Li hinda Kremlînê, turîstên rûs û bîyanî, ji bo kişandina wêneyan, bi darikên teleskopîk li derbasgeha nû ya parka Zaryadye ku berê wê li çemê Moskovayê ye, kom dibin. Wekî senteza kulîlkên Rûsyayê, ev park dîmenên stepê, tundra, daristan û behrê dihundirîne. Herweha ev park cihên wekî weha jî dihewîne: şikefteke qeşayê, muzexaneyeke arkeolojîk, restorantên gastronomîk, komplekseke multîmedyayê ku nîşandanên fîlman û pêşangeh tê da tên organîzekirin, saloneke konsertê ya bi kapasîteya 1600 kesî û amfîtîyatroyeke servekirî ya bi heman kapasîteyê ku ji 9ê îlona 2017an vir ve bi vebûna parkê mazûvanîya çalakîyên navneteweyî yên herî bi pirestîj ên paytextê dike. Parka Zaryadye ya şanazîya rayedarên bajêr, di 2018an de, di listeya Timeê ya kovara amerikî de wekî yek ji cihên herî xweşik ên hêjayî serdanê cih girt.

Zaradié, yekem parka mezin a Moskovayê ye ku di nav van 50 salên dawî de hatîye çêkirin.  Ev park, beşek ji projeya xweşikkirin û mezinkirina paytextê ye li ber çavên cîhanê û bi qasî deh sal berê ji hêla şaredarê Moskovayê, Sergey Sobyanin ve hatîye vekirin. Di 2010î de, bi hatina xwe ya ser şaredarîya paytextê, ev karmendê berê yê federal ku ev demek dirêj e piştevanê serok Vladimir Putin e, dixwaze toza li ser Moskovayê rake da ku wî di pêşbirka cîhanî ya di navbera metropolên mezin de bi pêş bixe. Bi gotineke din, li gor konsepta civaknas û aborînasa amerîkî Saskia Sassen -ku ew jî ji bo dîyarkirina konsepta parkê di jurîyê de bû- armanc, sazkirina “bajarekî global” e ku bikare bi New York, London, Tokyo û Parisê re qayişê bikişîne. Bi aborîyeke girêdayî hîdrokarbonê ku bihayê wê ne stabîl e, Moskova divê bibe navenda îstîkrar û nûjenîya aborî ya cîhanê. Rûsya û nemaze Moskovaya metropol ya ku ji bo veberhênana bîyanî platformeke taybet e, bi mazûvanîya navend û şaxên şîrketên navneteweyî û bi çalakîyên çand û tûrîzmê hewl dide ji herka aborî û fînansî ya navneteweyî para xwe bigire.

Sazkirina çîrokeke metropolî

Ji bo vê armancê, divê gelek şert û merc bên bicihanîn. Ji bilî rêzgirtina ji bo milkê taybet; baceke guncaw, burokrasîyeke sivik an jî tevî navnîşaneke bi pirestîj divê ji bo rêveberên şîrketên navneteweyî hawirdoreke balkêş û binesazîyeke kolektîf ya bi qalîte were pêşkêşkirin. Ev rêveber jî wekî zanyar, endezyar, hunermend, xebatkarên medya û perwerdehîyê, yên tendirustî û hiqûqê ji “çîna afirîner” a navdar in û motora aborîya nû ne. Bavê vê têgehê, Richard Florida (1), berê xwe daye Moskovayê. Di 2019an de, bû mêvanê rûmetê yê Foruma Bajarvanî ya Moskovayê (Moscow Urban Forum - MUF). Her sal, ev civîna mezin a li ser pirsgirêkên bajarvanîyê, ji zêdetirî 50 welatan çend hezar beşdar û temaşevan û bi sedan aktorên wekî rayedar û biryarmend, aborînas û plansazên bajarvanîyê li hev dicivîne û ji 2017an vir ve jî li Parka Zaryadye tê lidarxistin.

Şîrketa Mosinjproekt ya hev-organîzatora çalakîyê, “milê avaker” a şaredarîyê û % 100 xwedîyê organîzasyonê, ji 2018an vir ve (mehane bi 10.000 ewroyî) (2) xizmetên nûnerekî firoşkarîyê (VRP) pêşkêş dike: Maurice Leroy.  Wezîfeya wî, cîgirê gerînendeyê giştî ye.  Ev parlamenterê berê yê herêma Loir-et-Cherê ye û di hikûmeta sêyem a François Fillonî (2010-2012) de Wezîrê Karûbarên Bajarvanîyê kirîye, paşê jî bûye berpirsê projeya Parîsa Mezin. Niha jî ji projeyên mezin ên navneteweyî yên Moskovayê berpirsîyar e. Wî, bi taybetî çavdêrîya peymana hevkarîyê kirîye ku di navbera Sobyanin û serokê Metropola Parîsa Mezin, Patrick Ollier da di 4ê tîrmeha 2019an de hatîye îmzekirin. Vê peymanê, Electricité de France (EDF) û Suez jî tê da, rê da gelek şîrketên mezin ên fransî ku cihê xwe li wê bazarê çêkin. MUF, derfeteke bêhempa dide şaredarîyê ku encamên sîyaseta xwe ya bajarvanîyê pêşkêşî rêveber û veberhênerên navneteweyî bike.

Niha Moskova, tevî diruşmên ku bi tîpên girdek û rengîn li ser platformên bi bilindahîya metreyekê nivîsandî û li hin meydanên bajêr bicihkirî xwe xemilandîye. Wi-Fi li her derê ye; nexşeya grafîkî ya şaredarîyê bi rêya sepanên li ser telefonên zîrek (smartphone) tevî  hevkarîya gelî tê pêşxistin. Di metroyê de, li ser ekranan weşana kanala şaredarîyê, Moskova 24 heye.  Di navbera du dîmenên alîgirên Brezîlyayê da ku ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an li Meydana Sor jonglorîyê dikin, em dibînin ku şaredar binesazîyên curbicur vedike: vekirina parkan, rawestgehên metroyan, rê û nexweşxaneyan. Û heta ev merasîm li taxên dûr û berbajêr jî tên lidarxistin.  Çunku avahîsazî êdî têrê nake. Di heman demê de, divê vegotineke metropolî jî were avakirin ku tê da çîroka bajarekî ku diherike hebe û bi rê û veguhestinên  mezin ên global ve girêdayî be.

Sobyanin, dixwaze deftera salên Yuri Lujkovê ku di navbera 1992 û 2010î de şaredarê paytextê bû cardin veke. Lujkov, ji ber bîlançoya li dû xwe hiştî bi tundî tê rexnekirin. Di hişê gelek kesan de, salên şarederîya wî, hîn jî bi ji nişka ve zêdebûna nifûsa bajêr re têkildar e. Ji nîvê salên 1990 û vir ve, mutehîtan ji bo avakirina înşaatan bi rehetî destûrname digirtin. Gurahîya bajêr, di sala 1989an da serê kîlometrekareyê 8.280 kes bû, lêbelê di 2010î de gihîşt 10.681 kesî. Ev jî asteke nêzîkê bajarên mezin ên Asyayê ye. Ji bilî kar û barên avahîsazîyê, di heman demê de Moskova xwedî îmajeke xirab e ku jê ra ji destpêkên sala 1990î, gava rêjeya kuştinê çar qat zêde bûbû mîras maye. Lêbelê her çiqas çeteyên sûcan, destê xwe ji kuştina li nav kolan û sikakan şûştibin jî, gendelî û nelirêtî her berdewam e.

Şaredar bixwe, bi tena serê xwe rih dide têgeha berjewendîyê. Berîya ku wekî şaredar were destnîşankirin, di 1991an de bi Elena Batourina re dizewice û dûre jina wî dibe patrona Intekoyê, şîrketa mezin a avahîsazîyê. Batourina, di dema şaredarîya mêrê xwe de ji xwe re serwetek çêkir û heta bû yekem mîlyardera jin a welêt. Herdu bi hev re, bi şêwazeke ku pastiche û modernîzmê digihîne hevdu, projeyên mezin ên bi mîrata dîrokî ve girêdayî ferz dikirin. Armanca van projeyan ew bû ku mîrasa Sovyetîzmê şêlû bikin û vegerin dema berîya  şoreşê. Ji nû ve avakirina katedrala Christ Saint-Saveur ku di sala 1931an de ji hêla hêzên komunîst ve bi dînamîtê hatibû tunekirin û danîna peykera Peterê Mezin ê împarator (Pierre Le Grand) ku li ser keştîyeke bronz hatîye resimandin, şahidîya tama estetîk a wê demê dike.

Lêbelê Lujkovî, berê sermayeyê da ber aborîya bazarê. Ev jî yek ji polîtîkayên herî avaker a sîyaseta wî ye. Di bin hikma wî de, hejmara tîcaretxane û ofîsên curbicur ku di dema Sovyetan de hema bêje tunebûn, ji nişka ve zêde bûn. Destkeftîya wî ya sereke, di sala 1998an de avakirina Moskva Citya herêma tîcaretê ye ku îro li Ewropayê mazûvanîya ji 10an 7 bale-xanîyên herî mezin dike. Moskva City; li tenişta Moskovayê, li hember avahîyên Stalînîst ên Cadeya Kutuzovê ku payebilindên partîyê komunîst lê diman, hatîye sazkirin û têketina paytexta rûsî ya nav koma metropolên cîhanî sembolîze dike. Lêbelê di 2006an de, bi 5.5 mîlyon metrekare rûbera (surface) ofîsê, ango serê merivê bi 0,56 ofîsan, Moskova hê jî di bin hejmara navendî ya navnetewe-yî da mabû. Wî çaxî li Parîsê serê merivê 4,5 m2 rûbera ofîsê hebû. Daxwaza Moskovayê ew e ku bihayê metrekareya rûbera ofîsê ji bo kirêkirinê zêde bibe: li gor şîrketa emlaqê ya Brîtanîk, Knight Frankê, bihayê kirêyan di sala 2008an de 900 ewro, li pêşîya Parîs (840), Sîngapor (826) an Dubaiyê (780), lêbelê li paş Tokyo (1400) û Londonê (1,017) bû. (3)

Vegera nava erdê federal

Kêmbûna rûbera ofîsê, di qada navneteweyî de cazîbeya met-repolê kêm dike, cihê belavbûna  van ofîsan jî pirsgirêkeke din e. Ji sê karan yek kar li navenda paytextê ye ku ji %10î kêmtir rûbera ofîsan lê ye. (4) Her roj li gel mobîlîzasyona bi milyonan karkerên Moskovayî, 1,4 milyon karkerên ku ji derveyî Moskovayê tên, yanî %30ê xebatkaran jî li wan zêde dibe. Hinek ji van, li banlîyoyên pir qelebalix û nêzî paytextê an jî li bajarokên biçûk dijîn ku bi qasî 100 kîlometreyî ji otobana perîferîk (MKAD) dûr in. Ji bo çûn û hatinê rojê teqrîben 40 an jî 140 deqe wextê wan diçe. (5) Cihên tîcarî jî ku rûbera wan pir zêde ye, li hinda banlîyo-yan derdikevin pêşberî me. Wekî mînak li banlîyoya bi navê Khimki ku li bakurê rojhilatê paytextê ye, Ikeayê dikana xwe ya yekem di sala 2000î de, Auchanê jî di 2002yan de vekir. Bi sedan perakendefiroşên rûs û bîyanî, ji bo ku cihên xwe yên xizmetê derxin asta herî jor, rêyên perîferîyê ku bi otobanên federal re dikeve ser hev bişopînin.
Ji ber ku piştî hilweşîna Sowyetê bikaranîna erebeyên şexsî zêde bûn, divê plansazîya bajêr ji nû ve were çêkirin. Di dawîya sedsala 20em de tişta ku li bajarekî mezin ê Ewropayê kêm dihat dîtin pêk hat: hejmara bikaranîna erebeyên bi motor firîya.
Di sala 1993an de serê 1000 kesî 113 erebe diket, lê ev hejmar di sala 2016an de bû 308.  Lêbelê ev yek li bajarekî wilo pêk hat ku li gor plansazîya 2000î, nifûsa bajêr dê heta sala 2025an ji 8,5 milyonî zêdetir nebûya. Nifûs îro hema bêje 13 milyon e. Encama aqilane: li Moskovayê veguhêzî, yek ji ya herî tije û qerebalix e li dinyayê. (6)

Di 2010î de, tayînkirina Sobyaninê Alîkarê Serokwezîr (2008-2010), ku berê Serokê Rêveberîya Serokomarîyê (2005-2008) bû, nîşaneya şikestinekê bû. Piştî ku ji bo departmanên sereke ên şaredarîyê payebilindên fedaral hatin tayînkirin, Moskova, piştî xweserîya sivik a 18 salan dîsa wekî berê vegerîya ser federalîyê. Li gel vê yekê, piştî çend mehan polîtîkayeke proaktîf a bajarvanîyê hat ragihandin. 17ê hezîrana 2011an, di Forûma Aborîyê ya Navneteweyî ya St.Petersburgê da, Serok Dmitry Medvedev, ragihand ku dixwaze sînorê bajêr berfirehtir bike. Her-weha ji bo ku navenda bajêr ji faalîyetên burokratîk rizgar bibe, dixwaze meclîsa jêr û jor (Dumaya Dewletê û Encûmena Federal) jî tê da, sazîyên sereke yên federal bibe wan cihên berfirehkirî.

Sobyanin, dibêje «alema tîcaretê her tim dixwaze nêzî hikumetê, wezaretan û sazîyên dewletê bibe.” Û wisa difikire ku ev herêma nû dê bibe miqnatisa veberhênanê û haceta sereke ya guhertin û ji nû ve çêkirina rêyên bajêr. (7) Sobyanin û Boris Gromovê ku dema serokê Rûsyayê xwest herêma projeksîyonê ya paytextê ava bike walîyê Moskovayê bû, li ser xeta başûrê rojavayê   «xeteke» nêzî 1.480 kîlometreyî dîyar kirin ku dikare mezinahîya bajêr 2.4 caran firehtir bike.

Li herêma ku wekî «Moskova Nû» tê binavkirin, bi tenê 232.000 kes hebûn û herêm bixwe têra xwe hêvîya pêşketinê dida paytextê. Piştî vê firehbûna ku di 1ê hezîrana 2012an de hat erêkirin, Moskova bi rûerda xwe ya 2.561 kîlomet-reyî (bîst û pênc qat ji nava Parîsê mezintir), bi nifûsa xwe ya serê her kîlometrekareyê 4.919 kesî, bû 6em bajarê herî mezin ê dinyayê, yanî ji alîyê statîstîkî ve bi qasî nîvê rûerda xwe ya berê mezin bû.

Rayedarên rûsî, bi kêfxweşî Moskova Nû bi Londona Mezin (1999) an jî bi Metropola Parîsa Mezin (2016) re didin berhev. Di mînaka îngilîzan de, qedemeyeke din a rêveberîyê heye ku paytextê û herêma Londona Mezin bi rê ve dibe. Piranîya hêza vê qedemeyê di destê Sadiq Khanê şaredarê Londonê de ye. Metrepola Parîsa Mezin jî ji yekîneyeke koordînasyonê ku 131 şaredarîyê digihîne hevdu pêk tê. Ev her du konfîgurasyon ji mînaka Moskovayê bi awayekî berbiçav cuda ne. Ji ber ku herêmên ku hîn tam nebûne bajar jî bi paytexta rûsan ve hatine girêdan. Heke em wê bi Hanoiyê re ku piştî komunîzmê wîlayeta Hà Tây (8) jî girte nav sînorên xwe, bidin berhev dê guncawtir be. Lêbelê prestîja wê kêmtir e.

Ji bo avakirina koordînasyona vê herêmê, Şaredarîya Moskovayê di kanûna paşîn a 2012an de bi beşdarbûna 10 koman pêşbirkeke navneteweyî da destpêkirin. Şîrketa amerîkî ya bi navê  Urban Design Associates bi ser ket. Tişta ku pêşnîyaz kirin, di navenda rêveberîya federal de avakirina 12 «beşên erkî (clusters fonctionnels)» bû: endustrîyel, îdarî, tîcarî, tendirustî, perwerdehî, zanistî, turîstîk, lojîstîk û hwd. Projeya ku ji bo milyonek û 700 hezar kesan hatibû avakirin û hêvîya 800.000 kar jê dihat kirin, bi sîstemeke nû û lezgîn a veguhestinê dixwest Moskova Nû bi «bajarê kevn» ve girê bide.

Lê belê projeyên hanê dê zêdetir wekî belavokên xweşik bimînin. Hê ku bi awayekî fermî nehatibû betalkirin, barkirina sazîyên sîyasî ji bernameyê hate derxistin. Rayedaran ji çapemenîyê re ragihand ku Putin (di sala 2012an de dîsa bû serok) dixwaze pêşanî bide Olîmpîyatên Soçîyê yên 2014an û civîna asta bilind a Hevkarîya Ekonomîk a Asya-Pasîfîkê (APEC) ku di 2012an de li Vladivostokê hate lidarxistin. 

Moskova Nû ku nekarî bibe navenda sazîyên federal, wekî projeya Grand Paris Expressa hemtaya Fransî, ji bo mutehîtan bû wekî behiştekê. (9) Baleya bênavber a buldozeran vê yekê eşkere dike. 8 rawest-gehên metroyê, bi armanca ku bajarê nû bixin nav tora veguhestinê hatin avakirin. Vê yekê jî nirxa erd û erseyan bi awayekî ecêb zêde kir. Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2035an 17 rawestgehên din jî bên avakirin. Li gor şaredarîyê, ji 14 milyon metrekareyê zêdetir cihê xanîyan û ji 4,3 milyonî zêdetir rûbera tîcarî ji niha ve hatîye avakirin. Nifûsa Moskova Nû ku di sala 2012an de 232.000 bû, bi zêdebûna rêjeya %74 bû 404.000. Di heman demê de daneyên fermî nîşan didin ku 170.000 cihên xebatê hatine vekirin. Lê dîsa jî em yekem bûyerên xetimîna trafîkê dibînin.

Çapemenîya lokal car caran radigihîne ku trafîk pir zêde ye û metro tije ne, ji ber wê jî hemwelatî bi giştî bi saya rawestgehên nû ku bi mînîbusan dikarin xwe bigihîninê diçin karê xwe yê li navenda bajêr.

Şaredarê Moskovayê ku qebûl dike meseleya barkirina sazîyan hatîye rawestandin, fikra xwe guhert. Dema ku dahatûya baca bajêr zêde dibû (di navbera 2015 û 2016an da %+11,3) û wezîrê aborîya federal difikirî ku ji budçeya Moskovayê zêdetir bişîne heremên din, (10) ji bo paytextê projeyeke alternatîf hewce dikir. Di sala 2017an de projeya nûkirina bajêr hate qebûlkirin. Malîyeta wê bi giştî 100 milyar rûble bû (1,5 milyar ewro) û rayedar ji projeyê bawer bûn. Armanca projeyê hilweşandina 5 hezar avahîyên xerabe bû. Tiştên di nav vê projeya Kruşçevî de, bi piranî di navbera 1957 û 1968an de ku Nikita Kruşçev YKSSê (Yekîtîya Komarên Sosyalîst yên Sovyetê) bi rê ve dibir hatîye çêkirin. Têda avahîyên prefabrîk ên girseyî, 350.000 xanîyên ku ji milyonekî zêdetir kes tê da dijîn, ango ji 10 Mowkovayîyan 1 têde dijî pêk tê. Li gor biryarnameya şaredarîyê ya 1ê tebaxa 2017an, hilweşandina van avahîyan dê bibe sedema «sazkirina struktureke pirnavendî» û «îmajeke modern bide paytexta Federasyona Rûsyayê.»

Wezîrê federal ê avahîyê Mikhail Men, di hevpeyvîna xwe ya li gel malpera RBKê ku derbarê ekonomîyê de weşanê dike, ragihand ku ew ê niştecihan cardin bicih bikin: «Li heman herêmê an jî li nêzî wê, lê ji we re sond dixwim: ne li Moskova Nû!» (11) -bi awayekî sergirtî têkçûna xwe  qebûl dike-.  Herweha daîreyên nû ji hêla rûberê ve wekî yên berê ne, lê belê vêca avahî gelek bilindtir in (digihîjin heta 72 qatan!). (12) Ji bilî vê, avahî tevlihev in jî, yanê xanî, ofîs, û tabelayên tîcarî jî dê tê da bin. Armanca vêya «ji bo sivikkirina barê veguhestinê, kêmkirina mobîlîzasyona nifûsê ye.»  (13) Bi vî awayî hin peywirên nû dê li taxên ku heta niha piranî ji xanîyan pêk dihat zêde bibin. Bo projeyê divê her tax bibe -navendek- ku xanî, cihê karê mirovan û dibistana zarokan têda ne.

Li dijî vê projeya ku salek berîya hilbijartinên şaredarî û serokatîyê yên 2018an hat ragihandin û ji bo hilbijartinan hatibû plankirin, hinekî bertek hatin. Şaredarîyê zû bersiva van bertekan da û di navbera 15ê gulanê û 15ê hezîrana 2017an de ji bo ku fikra mirovan hilde û bi wan ra bişêwire sepana mobîl a bi navê «Hemwelatîyê Çalak» çêkir. Gelek kesên ku ji dema Sovyetan ve li xanîyên xwe rûdiniştin, ji 1992yan vir ve bêpere milkîyeta wan xanîyan standin. Niştecihên hanê, bi saya telefonên xwe yên zîrek (smartphone), derbarê aqûbeta avahîya xwe de fikrên xwe ragihandin. Heke ji sêyan yekê zêdetir hevşirîk li dijî hilweşandinê derketana, dê hilweşandin rawestîya. Encama dengdayînê ji bo şaredarîyê serkeftinek bû: tenê ji %11ê avahîyên qeydkirî ji lîsteya hilweşandinê hatin derxistin.

Bi vî rengî, gurbûna (densification) bajarî ya di dema Lujkovî de hatî destpêkirin berdewam dike. Vê carê, sepana ku bi teknolojîyên nû hatîye sazkirin, ji bo pevçûnên civakî rawestîne agahîyên şexsî bi dest dixe  (bnr. Leylanên demokrasîya elektronîk).  Di dawîya salên 2000î de şaredarî ji «demokrasîya bi beşdarî»yê aciz nedibû. Wekî mînak, ji bo rêveberîya avahîyên paytextê, rayedaran bi dostanî teslîmî merivên xwe bikin, bi girseyî îmzeya xwedîyên avahîyan teqlîd kirin. Metodên ku ji bazargerîya bajarî îlham girtîne, dîsa jî xalên girîng in.

Ev hemû proje, jîyana Moskovayîyan serobino dikin. Gelek pispor dibêjin, sererastkirina pişta bajêr li derekî, firehkirina sînorên bajêr û nûkirina Moskovaya kevn dê bibe sedema hin pirsgirêkên nû. Moskovayê, ji 1989an vir ve, di nava 15 bajarên milyoner ên Rûsyayê de, bi tena serê xwe %45ê 8 mil-yon kesên bajarî kişand nav xwe û xuya ye ku ev yek dê berevajî jî nebe.

Putin, di 2018an de cardin wekî serok hat hilbijartin û bi vê minasebetê di axaftina xwe ya serokatîyê de li Parlamentoyê weha got: «Jîyana dînamîk û aktîf a li ser rûerda mezin a Rûsyayê nabe ku tenê li ser çend bajarên mezin tov bibe.» Gelo xwe rexne dike? Nexêr, ne wisa ye. Û gotina xwe weha dewam kir: «Divê bajarên mezin enerjîya xwe belav bikin, ji bo pêşketineke lihevhatî piştgirîyê bidin hevdu da ku temamê Rûsyayê bi hev re pêş bikeve». (14) Ji hêla sîyaset û budçeyê ve, di konteksteke pir-navendî de (bnr. Hemû rê diçin Moskovayê), wisa xuya dike ku mîta vê robarê dê hîn biherike.

*Xwendekarê doktorayê li Enstîtûya Erdnigarîyê ya Fransî (Zanîngeha Paris 8)

Wergera ji fransî: Bilal Ata Aktaş

________

(1) Richard Florida, The Rise of the Creative Class: And How It’s Transforming Work, Leisure,          Community And Everyday Life, Basic Books, New York, 2002.

(2) David Bensoussan, «Gava ku Rûs parlamenterên berê yên Fransî digirin kar «Quand les Russes recrutent d’anciens députés français», Challenges, Paris, 5ê kanûna paşîn a 2019an.

(3) «Global Real Estate Markets, Annual Review and Outlook», Knight Frank, London, 2009.

(4) Pascal Marchand, Moscow, Autrement, koleksîyona «Atlas Mégapoles», Paris, 2010.

(5) Alla Makhrova û Roman Babkine, «Méthodologie pour la délimitation des limites de l’agglomération moscovite sur la base des données des opérateurs téléphoniques», Études régionales (Moscow), hejmar 2, 2019, www.smolgu.ru

(6) Lire Hélène Richard, «Xewmên azadîyê û xitmên mezin ên trafîkê li Moskowê»  «À Moscou, rêves de liberté et grand embouteillage», Le Monde diplomatique, tebaxa 2015an.

(7) Hevpeyvîn ligel radio Ekho Moskvy, 17ê hezîrana 2011an.

(8) Bnr. Xavier Monthéard, "Balaxane zevîyên birincê û xilas dikin Hanoîyê" «À Hanoï, les gratteciel dévorent les rizières», Le Monde diplomatique, nîsana 2010î.

(9) Bnr. Hacène Belmessous, «Parisa Mezin an jî ji bo înşaetgeran çavkanîya qezencê»  «Le Grand Paris ou le pactole pour les bétonneurs», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn a 2018an.

(10) Forbes, edîsyona rûsî, Moscow, 27ê nîsana 2019an.

(11) RBK, 27ê sibata 2017an, www.rbc.ru

(12) Kommersant, Moscow, 29ê kanûna pêşîn a 2019an.

[13) Fermana N-497, 2017. Qanûna hikûmeta parêzgeha Moscovayê, N-497-PP, 1ê tebaxa 2017an têkildarî  bernameya nûkirina xanîyên Moscowê.

(14)  Wergirtineke ji Jean Radvanyi, «“Stratejiya nû ya geşedana xakî” ya rûs. di navbera dilxwazî û xeyalxwazîyê de?», Nêrînên çavdêrîgeha fransî-rûsî, Parîs, 2020.

 

Leylanên demokrasîya elektronîk

Paytexta Rûsan li gel lidarxistina pêşbazîyên mezin ên mîmarîyê, di warê «demokrasîya elektronîk a lokal» de bi nûjenîyên herî dawî re jî eleqedar dibe. Bi vê yekê armanc ew e ku îmaja bajarê Sovyetê ya hişk û otorîter hilweşîne û ji bo tevlî «bajarên global» bibe ji trendên herî dawî ên bazargerîya bajarî (marketing urbain) kêm nemîne.

Platforma înternetê ya «Hemwelatîyên Çalak» ku di sala 2015an de hat destpêkirin, niha xwedîyê 3 milyon bikarhêneran e. Li ser vê sepanê fikra 140 milyon kesan hatîye pirsîn û 4500 pirs ji bo dengdayînê hatine belavkirin. Pirs derbarê 24 mijarên tematîk de ne: veguhêzî (Ji bo Moskovayê xeteke nû ya metroyê hewce dike?), ekolojî (Divê sêncên hin taxan ji çi werin çêkirin?), perwerdehî (Di geştên dibistanê de divê mijarên çawa werin axaftin?), spor (Tu dixwazî li kîjan stadyûma Moskovayê beşdarî tûrnûvaya futbola plajê ya Kûpaya Cîhanê bibî).

Armanca vê yekê ne ew e ku pirs ji raya giştî bên pirsîn (ji vêya gelek dûr e). Armanca esil ew e ku kesên ku bersiva wan kêm zêde mîna rayedarên bajêr in van pirsan bibersivînin û ji bo meşrûkirina kirinên şaredarîyê bibin alîkar. Şaredarî, digel ku tê da mijarên biçûk û anekdotîk tên nîqaşkirin, dîsa jî ji bo ku bikarhêner bi dewamî vê sepanê bi kar bînin, birêkûpêk hin xelatên taybet belav dike: kelûpelên dîyarîyê, cil û berg, bilêtên çalakî û parkan, kartên veguhestinê (transport), kodên promosyonan û hwd. Ev stratejîya mişterîdost, destûr dide şaredarîyê ku agahîyên curbicur ên taybet û şexsî bidest bixe. Anket ne anonîm in û ji bo beşdarbûnê divê mirov hin agahîyan binivîse: navnîşana malê û cihê karî, e-mail, hejmara zarokan, pîşe, hestîyarîya estetîk û polîtîk û hwd. Ev hemû agahî di hilbijartinê de ji bo dîyarkirina girseya armanckirî dibe ku bibin alîkar.

Vladimir Pawlotsky
Wergera ji fransî: Bîlal Ata Aktaş

 

Hemû rê diçin Moskovayê 

"Moskova ne Rûsya ye". Ji bo kîjan paytextê tiştekî mîna vêya nayê gotin? Lê ev rewş berîya her tiştî rastîyeke statîstîkî nîşan dide.  Moskova ku di sala 2018an de bi nifûsa xwe ya 12,6 milyonî ji nifûsa  St.Petersburgê (5,3 milyon) jî derbas kirîye û bajarê herî mezin e, %8ê nifûsa Rûsyayê pêk dihanî. Aborîya wê, hema bêje 4 caran ji ya paytexta berê ya împaratorîyê zêdetir e. Serdestîya wê, di afirandina dewlemendîyê de jî tê dîtin: bi tena serê xwe %21ê  hatinîya navxwe ya nesade (Produit Intérieur Brut-PIB) digire ser milên xwe. Li gelek deverên Rûsyayê binesazîya veguhêziyê (transport) di rewşeke krîtîk de ye, hilberîn piranî ji bo bazara navxwe ye û tûrîzm bi awayekî pratîk hema bêje tuneye. Qet ne ecêb e ku Moskova di sala 2013an de bûbû navenda %60ê şîrketên bîyanî. Ev ji ya Parîs (%73), Tokyo (%70) an jî Londonê (%69) kêmtir e, lêbelê ji bajarên wekî  Frankfurt am Main (%18) an jî New Yorkê (%16) ku wîlayetên federal in gelekî zêdetir e. (1)

Vladimir Pawlotsky

Wergera ji fransî: Bilal Ata Aktaş