Li ser navê bîyoewlekarîyê

Bahaneyeke tendirustîyê ji bo zêdetir pîşesazîkirina terşvanîyê

Pirbare rûdana şewbên cîhanî li çewlikên terşvanîyê serêşîyeke mezin e ji ber ku cîhana me gihîştîye asta hesasbûna li hemberî rîskên xwedî karaktera derbaskirina benda celeban bi navgîna vîrusê. Bersiva tendirustîyê ya navneteweyî ya amadekirî ji bo pêşîlêgirtinê dişibe qaçaxeke bilez a modela endustrîyel. «Bîyoewlekarî» ku ji bo pêwistîyên bazirganîyê hatîye afirandin, hem sihet û pergala suruştê, hem jî armanca çandinîyê ya di asta mirovî de gefan dixwe.

Translator

Pêşî dev ji xwarinê berdan, dûre tayê wan pir bilind bû. Terşvanê li Jiangksî, li başûrê Çînê, M. Chen Yun du hezar berazên wî hebûn. Di nava hefteyekê de, ji ber şewba berazan a afrîkî giş mirin(1) Di navbera salên 2018 û 2019an de, vîrusê xwe gihand tevahîya eyaletên welêt, nîvê kerîyên berazan ên welêt telef kirin. Ev şewb, jêdera wê Afrîka ye û zêdetirî sedsal berê, wê hatibe keşfkirin, zirarê nade mirovan, lê belê dikare bibe sedemê qirkirina ji sedî sedê berazan. Vîrus ji Çînê berbelavî Asyaya Başûr-Rojhilat bû. Vîrusa ku li Ewropaya Navîn têra xwe har bûbû, di sala 2018an de li Belçîkayê hat tesbîtkirın. Fransa û cîranên wê êdî ji hatina wê ditirsin.

Ji bo rawestandina şewba ku didome, dewleta Çînê destekê dide avakirina çewlikên ji bo herî hindik pênc sed berazî û bi vî awayî guh dide prensîbên «bîyoewlekarîyê» jî. «Çewlikên malbatî wê hêdî hêdî ji holê rabin û li şûna wan wê terşvanîya endustrîyel dê were bipêşxistin», li gorî daxuyanîya M. Jian Huang, pisporê fermî yê Enstîtuya Neteweyî ya Berazan(2) Çîn bi vî awayî wê pêşnîyarên sazîyên nevneteweyî yên di mijara epîzootîyan de (şewbên li heywanan dibin bela) bicih tîne, li gorî Mme Wantanee Kalpravidh, berpirsîyara siheta sewalan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo qût û çandinîyê (FAO). Ew sinifandina çewlikan li gorî berxwedana wan a muhtemel a li hemberî rîska enfeksîyonan ji me re weha tîne ziman «Sektor 1, terşvanîya tund û girtî ye, bi hilberîneke zêde û entegreyî pîşesazîyê ye. Sektor 2, terşvanîyeke mezin a tund û girtî, lê belê ne entegreyî pîşesazîyê ye. Sektor 3, çewlikeke asayî ya ne entegreyî pîşesazîyê ye, sektora 4, terşvanîyeke derveyî, ku li wir sewal, kêmtir in, li derve dijîn û gelek caran pir celeb di nava hev de ne.» Ev çar sektor bersivê didin astên cuda yên bîyoewlekarî yên ji jor ber bi jêr.

«Zêdekirina hilberînerîyê»

Li gorî vê doktrînê gava ku sewal li nava avahîyên girtî an jî li pişt çeperan tên ragirtin û temasa wan çênabe li gel sewalên dirinde yên musaît ji bo mikrobên nexweşîhilgir, îhtîmala berbelavbûna vîrusekê jî pir kêm dibe. Li şûna berhemên çewlikê, divê ew bi qûtê bi kalîte yên bazarê bên xwedîkirin. Bîyoewlekarî ne tenê şertan datîne pêşîya livûtevgera terşvan a têkildarî hijyenê (destşûştin, guherandina kincên xwe dema dikeve avahîyê, dezenfektekirina amûran) bi şert dike, lê herweha -ku ev pirsgirêkan diafirîne- sererastkirina teknîk û aborî ya karûbar jî pêk tîne..

Ev rêbaza ku rê li normalîzekirin û dabeşkirina hilberînê vedike, rîska di asta endustrîyel de peyda bûye di ser guhê xwe re davêje û konsantrasyona sewalan li deverên teng, paşçav dike. Terşvanîya kerîyên mezin ji ber vê yekê wekî çare tê pêşkêşkirin ji bo pirsgirêka ku wê bi xwe jî tevkarîya peydabûna wê kirîye. Çunku eger hilweşandina xwezayê û jîngehên hoveber -pirî caran bi armanca endustrîyel tê kirin- rê li veguhestina vîrusê nû vekiribe(3), bilezbûna şewbên sewalan jî gelek caran ji ber pîşesazîbûnê pêk tê, wekî ku gelek lêkolîn jî vê yekê piştrast dikin(4). Li Taylandê, bo nimûne, daneyên di sala 2004an de berhevkirî nîşan didin ku «îhtîmalên peydabûna şewbên H5N1 û enfeksîyonan li pînên gelek mezin yên çîçik û mirîşkan ên bazirganîyên mezin ji yên li hewşên pişt xanîyan pir pir bilindtir bûn(5)». Li avahîyên endustrîyel, cihêrengîya lawaz a genetîkî û serlêdana ji bo tedawîyên pêşî li newxweşîyê digirin dibin sedemê qelsbûna bergirîyê (imunîteyê) tevî ku konsantrasyona erdnîgarîyê ya terşvanîyê, zêdebûna sewalan û pirbarebûna veguhestina wan, dibin zemîna berbelavbûna hêmanên nexweşîhilgir jî..

Ev qonaxa şewba berazan ne ya pêşî ye. Di sî salên dawî de gihandina berazan rastî gelek belayan hat: şewba îshalê, sendroma dîsjenezîk (şaşmezinbûna endamên laş) û fetisînok, grîba H1N1. Terşvanîya çêlekan ji nû ve bi peydabûna êşa zirav a dewaran rû bi rû ma; mirîşkvanî li celebên nû yên grîba H5N1 ên telefkar rast hat; terşvanîya pêz pêrgî ji nû ve zindîbûna şapê hat û hwd. Li gorî Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (li bin navê Ofîsa Navneteweyî ya Epîzootîyan, ku bi kurtî OIE ye, di sala 1924an de hatîye avakirin), hejmara şewbên li sewalan dixin di panzdeh salên dawî de hema hema sê qat zêde bûye. Ev yek ne tenê gefeke li ser jîyana sewalan, lê herweha li ser ya mirovan e jî, çunku hin ji van nexweşîyan dikarin ji sewalan derbasî mirovan bibin -nemaze grîpa H5N1-, her çendî dîyarde heta niha pir kêmtir in ji gumana ku jê dihat kirin.

«Gelo ez dikarim çend kîlo goştê mirîşkan hilberînim? Çend hêkan? Ev in pirsên ku divê terşvan ji xwe bikin,» di berdewamîya axaftina xwe de dibêje Mme Kalpravidh. «Divê ew hilberînê û hilberînerîyê, ji bo qezenceke mezintir, zêde bikin, ev jî ji bo wan tê wateya hatina îlawe û dihêle ku gav bavêjin û ji bo bîyoewlekarîyê razînin.» Ji bo destnîşankirina vî pêşhikmê alîgir ji bo geşedana tund ji bo terşvanîya di asta cîhanî de, mirov karibûya gotina «endustrîyalîzasyon» bi kar bianîya. Eger hinek rêzdarî lê were bexişandin, gotina «bîyoewlekarî» dikare bibe referenseke bêşik a modeleke aborî û civakî ya ferzkirî. Armanca wê ya gerdûnî jî tevahîya terşvanîya cîhana me ye.

«Bi grîba çivîkan a 2015-2016yî, tedbîrên bîyoewlekarîyê bûn zarûrî ji bo xwedîkerên çivîkan», bi van gotinan bultena Akademîya Baytarîya Fransî bi bîr dixe û balê dikşîne ser referensa talîmatnameyî ya wezareta çandinîyê ya 8ê sibata 2016an(6).  Nivîs weha didome: «Di siberojê de hemû sektor, çi tund, çi jî berfireh, giş divê tedbîrên bîyoewlekarîyê entegre bikin.» Ew qebûl dikin ku entegrasyona van tedbîran li zozanan jî «pêdivî bi wextê pêkanînê heye».

Çi terşvanîya ji bo sewalên dewra kurt çi jî ya ji bo sewalên dermalê êdî berdewamkirina wê pir zehmet bûye. Ji ber firkbûna kerîyan û kêmtirbûna livûtevgera li derve, ev sewal her çendî kêmtir musaît bin jî ji bo ketina bi şewbê, tûşî heman norman tên. Bo nimûne, di sektora xwedîkirina berazan de, ji sala 2020î ve rêzikname çepereke 1,30 metre bilind li derdora çêregehê ferz dike. Herweha divê şirketeke ji derve her du mehan carekê dermanê heşereyan li wan bide û mişkên li çêregehê ji holê rake. Terşvana li Haute-Garonne, Mme Anne-Marie Leborgne vî hesabî dike: «Ji bo qezençkirina ji razemenîya [sermayedanîn] li gorî normên bîyoewlekarîyê, divê ez fîyetên xwe bilind bikim.» Li Fransayê, ji bîst berazan tenê yek dermalî ye. Vê cotyara 39 salî, li devera lê dijî salê 2 000 kîlogram goştên berazên bîyo difirot. Ji bo hatineke diravî ya kafî, ew wekî alîkara dibistana gundê xwe yê li Montbrun-Bocage ku dikeve başûrê Toulousê, nîv-roj dixebite. Du meh piştî formasyona ji bo bîyoewlekarîyê li odeya çandinîyê, wê biryar da dest ji terşvanîyê bikşîne. «Ez nikarim xeyal jî bikim ku ez ê rojekê kîloya ranekî berazan bi 18 ewroyî bifiroşim.»

Ji bo piştgirîya bi xebatên bîyoewlekarîyê re, desteya herêmî û Yekîtîya Ewropî alîkarîyeke bi qasî ji sedî 30yê lêçûna alavan dide. Lê belê ew kafî xuya nake ji bo M. Benoît û Mme Isabelle Dubois, du terşvanên çîyayî ku texmîn dikin lêçûnên wan wê ji 400000 ewroyî derbas bibin, «ji bilî dema wan a ji bo xebat û danûstandinan». Di sî salên xwe yên vê meslekê de ewçend pere qezenç nekirine. «Piştî xerckirina lêçûnên me, wê ji me re mehê 500 ewro bimîne ji bo em her du xwe pê xwedî bikin.» Ew berazên xwe li Brie, li Ariège, li ser qadeke 90 hektarî xwedî dikin. «Li qadeke bi teht û zinar, li vê devera ku kendalên wê di navbera 100 heta 300 metreyî de bilind in, bicihkirina çeperan karekî ne hêsan e.» Ew li ser vê xaka ziwa karê xwe didomînin, lê belê, di 60 salîya xwe de, difikirin ku ew terşvanên dawî ne, ku li vê herêmê berazan xwedî dikin. Ew ji bo xwe stajîyer nagirin ji bo berê ciwanekî nedin ser «projeyeke bicihanîna tiştekî derveyî îmkanan».

Li demeke ku xwedîkirina dermalan bi bîyoewlekarîyê re qels dibe, pîşesazên goşt aborîya xwe diparêzin. Çunku, di dema buhranên tendirustîyê de, hin çewlik ji qedexeyên cihguhestinan direvin.. Tenê çewlikên sektora 1 rewşa wan li tedbîrên kontrolê û ewlekarîyê digunce, dikarin bibin xwedî derfeta «dabeşkirinan», ango dibin xwedî kerîyên cuda yên sewalên bijarte ên destûra firotina wan tê dayîn. Pêşnîyara «dabeşkirinê» ya bi yekdengîya 182 welatên endam ên OIEyê hat adaptekirin, paşî entegreyî mewzûata gelek welatan hat kirin -Şîlî, Dewletên Yekbûyî [Amerîka], Qralîyeta Yekbûyî [Brîtanya], Çîn, Awûstralya û li Fransayê- jî bi biryarnameyeke wezaretî ya 16ê sibata 2016an a ku pîşesazîyê destek dike, hat qebûlkirin.

Bo nimûne, France Poultry. Ev şirketa breton a berê bi navê Doux7 dihat naskirin, statuya dabeşkirinê di sala 2017an de bi dest xist. Ew îro rojane 340000 heywanên koxikan ên wekî mirîşk, elok, qaz û hwd ser jê dike û her hefte ji 70 heta 80 konteynir goştê wan li lîmana Brestê, ku ji sedî 93yê wê tê îxrackirin, bar dike. Ev modela pîşesazîya cotyarîya îxrackar xwedî avahîyên terşvanîyê ne. Her yek ji wan dikare goştê 35 000 mirîşkî hilgire û mezinahîya her yekê 480 santîmetre kare ye ango firehîya nava wê bi qasî ya pelekî A4 e… Terşvanên xwedîyê van avahîyan li gel şirketa France Poultry peymana wan heye; ew mecbûr in bi temamî û tenê ji bo şirketê bixebitin, li gorî şertnameya pir sert a bîyoewlekarîyê ku ew veguherandîye «peqpeqokên tendirustîyê», bi şiroveya rêveberê şirketê M. François Le Fort.

Lêkolîneke di sala 2018an de hat weşandin(8) nîşan da ku temasên pircare yên navbera çewlikên heman beşê gelek îhtîmalên belavbûna vîrusê di dema şewba grîpa çivîkan de dike mijara gotinê. Wekî din, dabeşkirin eger nahêle bi gîyayên dirinde vîrus belav bibe, bi temasa cîhana derve re hêmanên din dikarin bibin sedemê vê yekê: personel, av, hewa, qût. Her çendî ev herikîn giş jî were çarçovekirin bi normên sert, karûbarê rojane rewşeke cuda ye û rê li teşqeleyan vedike. Ji ber vê yekê, lêkolînera beşa epîdomolojîyê ya zanîngeha Mantroel Manon Racicot ku bi hevkarîya Komeleya Mirîşkvanîya Quebec, heşt çiftlikên li gorî protokola bîyoewlekarîyê amadekirî ji bo lêkolînê destnîşan kiribûn, di wan de 48 livûtevgerên şaş tesbît kirin(9). Zêdebûna sewalan li cihekî teng, mezinbûna ketin û derketinên van pergalan, girêdana bi gelek hêmanên zîncira hilberînê ve û baş tênegihîştina prensîbên tendirustîyê ji alîyê kedkaran ve îdîayên bîyoewlekarîyê betal dikin. «Peqpeqoka tendirustîyê» dimîne wekî efsaneyekê.

Bi ne-danîna tu sînorî li pêşîya pîşesazîyê, bîyoewlekarîyê û giravokên ji hiqûqa hevpar rizgarkirî, dengeya tendirustîya sewalan jî mirovan jî tehdît dikin. Ew herweha dibin çiqlekî demokratîk, «li ser bingeha rewşê» dibin şûngirên berjewendîya giştî. Ji ber ku, di pêvajoya venasîna dabeşkirineke ji bo îxracatê, du qonax hene ku rêveberîyê vediguherînin xizmetkarên pîşesazîyê. Çewlikek divê berî her tiştî ji alîyê rayedarên baytar ên welêt ve were biruhsatkirin. Dûre divê her welatê îthalatkar îmza xwe deyne ser peymana dualî. Di dema vê qonaxa duyem de, dewleta îxracatkar li gel welatê îthalatkar bi armanca dan-pejirandina namzedan muzakereyan dike. Dîplomasî bi vî awayî ala şirketa taybet hildigire. Dewlet êdî cotyarên xwe, sektorekê an jî taybetmendîyeke herêmekê destek nake: ew dibe sefîra markayek û berhemên wê. Gelo gava Fransa dibe parêzvana faalîyetên şîrketa taybet France Pultry, hingê ew berjewendîyên gel diparêze an jî yên şirketên taybet? Ne OIE ne jî wezareta çandinîyê nexwestin bersiva vê pirsê bidin.

* Rojnamevan. Nivîskara berhema Şewbên Cîhanî, Hilberîneke Endustrîyel, Seuil, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Huifeng He, «China’s “heartbroken” pig farmers torn apart by pork price spike and African swine fever», South China Morning Post, Hongkong, 12 îlon 2019.

2) «Pispor wêneyekî tirsnak ê terşvanîya berazên çînê tarîf dikin - Des experts dressent un sombre tableau de l’élevage porcin chinois», AFP, 11 îlon 2019.

3) Lire Sonia Shah, «Li dijî şewbên cîhanî, ekolojî - Contre les pandémies, l’écologie», Le Monde diplomatique, adar 2020.

4) Jessica H. Leibler, Marco Carone et Ellen K. Silbergeld, «Contribution of company affiliation and social contacs to risk estimates of between-farm transmission of avian influenza», PLOS One, 25 adar 2010, https://journals.plos.org

5) Jay P. Graham et al., «The animal-human interface and infectious disease in industrial food animal production: Rethinking biosecurity and biocontainment», Public Health Reports, vol  123, n°2 (pêvek), gulan-hezîran 2008.

6) Didier Guériaux, Alexandre Fediaevsky et Bruno Ferreira, «Bîyoewlekarî: razemenîya [sermaye danîn] siberojê ji bo terşvanîya li Fransayê - La biosécurité: investissement d’avenir pour les élevages français», Bultena Akademîya Fransî ya Baytarîyê -Bulletin de l’Académie vétérinaire française, n°2, Paris, 2017.

7) Binirên li nivîsa Tristan Coloma, «Gava balinde mûyê mirovan çik dikin», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2008.

8) T.J. Hagenaars et al., «Risk of poultry compartments for transmission of highly pathogenic avian influenza», PLOS One, 28.11. 2018. Modela sîmulasyona perwerdeyê ji bo herêmeke nifûsa wê pir bi terşvanîyê da dikeve, bo nimûne Bretagne, hatîye amadekirin - Le modèle de simulation de l’étude a été élaboré pour une région densément peuplée d’élevages, comme la Bretagne.

9) Manon Racicot et al., «Description of 44 biosecurity errors while entering and exiting poultry barns based on video surveillance in Quebec, Canada», Preventive Veterinary Medicine, vol. 100, n°3-4, tîrmeh 2011.