Li cîhana sêyem, «dorlêgirtina mezin» a talanker

ÇAWA ŞEWBA CÎHANÎ COVID-19 GIRÊDANA WELATÊN XIZAN ZÊDE DIKE

Bi şewba cîhanî Covid-19 re, gerestêrka me, ji pêvajoya navbera du şerên mezin û vir ve, bi krîza herî giran re rû bi rû ye. Tofana bêkarîyê, neewlehîya qut, betalkirina dibistanan...: her çendî tesîrên «dorpêçbûna mezin» xwe li her derê bide hîskirin jî, ew du qat zêde ye li welatên xizan, warên ku sektora nefermî, wekî ku navê wê jî li ser ji her cure parastina civakî, bêpar e.

Translator

Çawa encamên guherîna avhewayê xwe li her derê dide hîskirin, şewba cîhanî Covid-19 jî çi zengîn an jî feqîr, çi şefê dewletê çi jî penaber, her kesî dide ber xwe. Li gel vê yekê jî em zanin ku ev buhranên cîhanê ne bi heman awayî li her kesî dixin. Ji bilî zirarên cihêreng ên girêdayî temenê mirovan û faktorên din ên rîskê, şewba cîhanî, dîsa eynî wekî germbûna avhewayê, çi di asta cîhanê de çi jî li her welatekî cuda, li gorî xetên şikestî yên kevneşopî yên navbera zengîn û feqîran, spî û ne spîyan xwedî tesîrên cihêreng e û hwd. Bêguman, enfeksîyona M. Donald Trump piştrast kir ku vîrus tu îmtîyazekê ji sinifa sîyasî re nas nake, lê belê tedawîya awarte û taybet a ku serokê amerîkî jê sûd wergirt, ku berdêla wê zêdetirî 100 hezar dolar bû, ji bo sê rojên razana li nexweşxaneyê, (1)  baş nîşan dide ku, eger mirov wekhev bin jî li pêşberî nexweşîyê û mirinê, wekî ku George Orwell di Çewlika Sewalan de dinivîsand, dîsa jî hin kes «ji hin kesên din wekhevtir» in.

Wekî hergav, cîhana sêyem e ya ku herî zêde tesîr lê bû bi krîza niha ya aborî, ku Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)ê ew wekî «dorpêçbûna mezin» pênase dikir di rapora xwe ya du salane ya nîsana 2020î de (2) krîzeke ku ji niha ve ji Buhrana Mezin a navbera du şeran girantir. Cîhana sêyem, ev sêyem dewleta cîhanî ye ku tenê çend welatên Asyaya rojhilatî karîn xwe jê veqetînin ji sala 1952an ve ango ji dema ku aborîzan Alfred Sauvy ev nav lê kirîye û vir ve. Li vir em ê wê ji bo tevahîya welatên xwedî hatineke qels, herweha yên xwedî hatineke navînî (yên li bin û li ser bendê) bikar bînin, li gorî sinifandina Bankaya Cîhanî. Lê belê em ê Çînê û Rûsyayê tevlî navê nekin, tevî ku ew jî welatên xwedî hatineke navînî ya bilind in, lê hêzên cîhanî ne.

Covid-19

Rewşa nazik a xebatkarên ne fermî

Li seranserî cîhanê, «dorpêçbûna mezin» bû sedemê zêdebûna bêkarîyê. Lê belê bandora civakî ya bêkarîyê pir xurtir e li welatên cîhana sêyem ji ya li welatên zengîn ku lê gelek caran ji bo nermkirina encaman tedbîrên buha hatin girtin. Li seranserî cîhanê di dema sê çarîkên pêşî yên sala 2020î de berdêla 332 milyon karên tam-wext hatin rûxandin, ango ji sedî 11,7 windayî nîsbet bi sê çarîkên dawî yên sala 2019an. Di nava wan de, 143 milyon jê li welatên xwedî hatina li bin navînî (-14 %), 128 milyon li welatên xwedî hatina li ser navînî (-11 %) û 43 milyon jî (-9,4 %) li welatên zengîn bûn, li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Kar (ILO) (3) Û herçendî dewletên xwedî hatina qels «tenê» 19 mil-yon kar rûxandin (-9 %) di heman demajoyê (perîyodê) de, ji ber krîza ku pê re rû bi rû ne, tesîra wê ya civakî-aborî ya vê hejmarê li ser wan wisa giran bû ku adeta ew ji taqetê xistin. Bi rastî jî, li van welatan, eynî wekî li welatên xwedî hatina li bin navînî, piranîya kar û faalîyetên serbixwe li nava sektorên nefermî ne. Ev hejmara ku ji sedî 60ê karên cîhanê pêk tîne, wekî tarîfa xwe, ji her parastineke civakî bêpar e.

Di raporeke berî çendeyekê de, pêşbînîya Bankaya Cîhanî ew e ku xizanîya ekstrem -ku ew wê wekî îhtîyacîya ku ancax dikare xwe pê xwedî bike rojê li bin 1,90 dolarî pênase dike- di sala 2020î de zêde bûye. Û ev zêdebûna xizanîyê ya bi tesîra şewba cîhanî cara pêşî di vê astê de rû dide, ji sala 1988an û vir ve, hema piştî krîza aborî ya Asyayê ya sala 1997an. (4)  Asyaya Başûr bi reqemên berbiçav herêma herî zirarlêbûyî ye: Ji 49 heta 56,5  milyon kes ji texmîna berîya şewbê dihat kirin zêdetir derbasî bin benda vê salê bûne. Ji bo Afrîkaya jêr-sahrayê, ev hejmar di navbera 26 û 40 milyonî de ye. Ev jî pozîsyona jêr-parzemînê wekî herêma cîhanê ya xwedî rêjeya herî bilind a xizanîya ekstrem piştrast dike. Guhêrbarî wê di navbera 17,6 û 20,7 mil-yon kesî de be ji bo welatên li ser rêya pêşketinê yên Asyaya şerqî (5); ew dikare bigihîje heta 4,8 milyonî li Amerîkaya Latîn û 3,4 milyonî li herêma Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur. Bi tevahî, li gorî Bankaya Cîhanî, di sala 2020î de ji ber şewbê, ji 88 heta 115 milyon kes wê derbasî bin benda 1,90 do-larî bibin an jî wê li heman bendê xwe bigirin. Bilindbûna berbiçav a hejmara kesên pir xizan nîsbet bi sala 2019an wê di navbera 60 û 86 milyonî de be.

Ji sala 2013an ve, bilezbûna guherîna avhewayê, ku civakên herî xizan bûn mexdûrên wê yên pêşî, herweha şerûpevçûnên nû, yên li Sûrîye, Yemen û Sûdana Başûr jî di nav de, bûbûn sedemê zêdebûna xizanîyê. «Dorpêçbûna mezin» gihîşt derveyî îmkana «hedefa pêşketina xweragir» a têkildarî xizanîya ekstrem ku Rê-xistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) ji bo sala 2030yî destnîşan kiribû û ji xwe re dikir armanc rêjeya cîhanî daxe heta ji sedî 3yî. Ev rêje hê di sala 2015an de ji sedî 10 bû û berdêla wê ya hejmarî jî 736    mil-yon kes bûn. Li Bankaya Cîhanî, tê payîn ku ev rêje di sala 2030 de bi qasî ji sedî 7 be.

Di tîrmehê de, Buroya Koordînasyona Karên Mirovî (BKKM, OCHA bi ingilîzî) ya Neteweyên Yekbûyî li zengilê hawarê xist. M. Mark Lowcock, alîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê ji karûbarên mirovî berpirsîyar, di pêşgotina xwe ya raporê de rewş bi kurtî weha dianî ziman: «Li gorî texmînên dawî ji ber sedemên ku dikarin ji holê bên rakirin, bi tesîra dîrekt an jî îndîrekt ên şewba Covid - 19 her roj dibe ku şeş hezar zarok bimirin. Desteserkirina çavkanîyên tendirustîyê dikare hejmara miri-nên ji ber AIDS, êşa zirav û lerzetayê du qet zêdetir bike. Girtina dibistanan wê hilberînerîyê qels bike, hatina madî ya ji bo tevahîya jîyanê kêm bike û newekhevîyan jî zêde bike. Sistbûna çerxa aborîyê, zêdebûna bêkarîyê û kêmbûna çûnûhatina dibistanan wê îhtîmala şerê sîvîl zêde bike û ev jî wê bibe sedemê xela, birçîbûn û koçberîya girseyan.» (6)

Di nebûna şer de jî birçîbûn pir zêde bû. Li gorî raporeke OCHAyê, şewba cîhanî li herêmên ku jixwe birçîbûn hebû, ew hê zêdetir kir û niha êdî navendên nû yên xelayê li yên berê zêdebûn. Bêyî alîkarîyeke mezin û zû ji welatên zengîn, hej-mara kesên di rewşa bêewlehîya qûtê esasî de wê heta dawîya salê muhtemelen bigihîje 270 milyonî, beramberî 149 milyonî, hejmara berîya ku şewbê dest pê kiribû. Tevî ku, di îlonê de, ji 10,3 milyar dolarê ku ji OCHAyê hatibû xwestin, tenê 2,5 milyar hat rêkirin, li gorî rapora salane ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî RNYê. (7) Û ev ne milyon dolarê xelata Nobela aştîyê ya ji bo bernameya qut e ku wê valahîya heyî dagire. Ma ji ber ku, berevajîyê vîrusê, xela ne şewb e û ji sînoran bi koçberan derbas nabe, wisa xemsar tevdigerin? Ji ber ku 13ê vê cotmehê, Bankaya Cîhanî 12 milyar dolar da welatên li ser rêya pêşketînê ji bo bernameyeke derzîya li dijî vîrusê û ezmûnên li dijî Covid-19yê.

Koça ji bajêr a koçberên hindî

Wekî din, bernameya «Her jin, her zarok», a ji alîyê RNYê ve di sala 2010î de hat destpêkirin û bi hevkarîya Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê û Fona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan (Unicef) hat birêvebirin, di rapora xwe ya dawî de hişyarîyê dide ku girtina dibistanan ji ber şewba cîhanî tê wateya ku li welatên cîhana sêyem gelek zarok û ciwanên negihîştî wê muhtemelen tu caran nikaribin vegerin perwerdeya xwe. (8)  Di vê rewşê de ew ê bibin namzedên nû ji bo zêdetirîna şîdeta nava malê û rîskên zêdebûyî yên ducanîbûna pêşwext. Heman rapor texmîn dike ku «dorpêçbûna mezin» wê karibe bi qasî ji sisêyan yek sistbûnê çêbike di pêşketinên berte-refkirina şîdeta têkildarî cinsan a heta sala 2030yî de û bibe sedemê 13 milyon zewacên îlawe yên zarokan di deh salên bên de.

«Ev rewş ne qeder e. Bi pere û îradeya dewletên zengîn berterefkirina wê mimkin e, li gorî M. Lowcock. Em texmîn dikin ku malî-yeta parastina ji sedî 10ê welatên xizan li hemberî tesîrên herî xirab ên şewba cîhanî û xitimîna me-zinbûnê bi qasî 90 milyar dolar e -ango kêmtir 1 % plana zindîkirinê ku welatên zengîn ji bo parastina aborîyên xwe-, xerc kirin.» Bi rastî jî, li gorî IMFê, meblaxa giştî ya planên zindîkirina aborîyê yên li cîhanê hatine ragihandin, di meha îlonê de digihîşt 11 700 milyar dolarî, ango ji sedî 12yê hilberîna navxweyî ya brut a cîhanî, ku beşa wê ya herî mezin li welatên xwedî hatineke bilind e. (9) Asta cîhanî ya deynên gelemperî yên reel ên van welatan niha ji sedî 120ê hatina navxweyî ya brut derbas bû -asteke ku di dîroka kapîtalîzmê de tenê carek bi vê çendeyê pêk hatîye-: dawîya şerê duyem ê cîhanê. Lê belê, li gorî Rêxistina Kar a Cîhanê ILOyê, 937 milyar dolar wê bihişta dabîn (telafî) bibe windahîyên kar ên welatên xwedî hatina li bin navînî û 45 milyar jî wê têrî welatên xwedî hatina qels bikira, ango her du bi hev re 982 milyar dolar wê bes bûya ji bo tevahîya dewletên ku piranîya nifûsa cîhanê pêk tînin.

Alîkarîya tê xwestin ji bo welatên xizan, ku reqemeke pir biçûk e nîsbet bi ya tedbîrên ji alîyê welatên dewlemend ve hatine wergirtin, pir lezgîn e. Sê lêkolînerên IMFê li dijî tesîrên demdirêj ên krîza li ser welatên xwedî hatina qels, hişyarîyek kirin. Ew ji bo vê yekê têgeha scarring (di wateya ferhengî de «şopa birînê hiştin») bi kar tînin û ev yek tê wateya windahîyeke berdewam a kapasîteya hilberîner. «Scarring bû mîrasa şewbên cîhanê yên berê: rêjeyeke [mezintir] a mirinê; rizîna tendirustîyê û perwerdeyê ya ku wê hatinên aborî yên siberojê kêm bike; ziwabûna teserûfê û hebûnan ku girtina şirketan bi xwe re tîne  -ne-xasim şirketên biçûk ên nikarin xwe bigihînin krêdîyê- û dibe sedemê qutbûnên tamîra wan ne mimkin ên hilberînê; û deyndarbûneke pir zêde ya ku zorê li kredîyên sektora arizî dike. Bi vî awayî, piştî şewba cîhanê ya nexweşîya bi vîrusa Ebo-la, di sala 2013an de, aborîya Sierra Leone tu caran bi ser xwe ve nehat û venegerî ser rêya xwe ya mezinbûna berîya krîzê.» (10)

Welatê herî qelebalix ê cîhana sê-yem, Hindistan jî yek ji welatên herî zêde zirarlêbûyî yên «dorpêçbûna mezin» e. Hilberîna wê ya navxweyî ya brut bi qasî ji sedî çaryekek (23,9 %) daket di duyem sêmehên sala 2020î de. Ev jî bû derbeyeke mezin li «arezûya wê ya bûyîna hêzeke cîhanî, xwerizgarkirina ji xizanîyê û nûjenkirina hêzên xwe yên leşkerî», li gorî şiroveya şefê buroya New York Times a li Delhîya Nû, Jeffrey Gettleman. Rêveberîya bêserûber a serokwezîrê xwedî nêrîna rasta tundrew, M. Narendra Modi, bû xwedî pareke mezin di vê derbeyê de, bi ketina nava rîskên wergirtina heman tedbîrên welatên ji alîyê taybetmendîyên civakî û demokratîk ve ji welatê wî pir cudatir in.

Gettleman rewşa li Hindistanê weha vedibêje: «24ê adarê, saet 20, piştî fermandayîna tevahîya hindistanîyan ji bo li malên xwe bimînin, M. Modi derîyê aborîyê girt -buro, fabrîka, rê, trên, sînorên navbera eyaletan [ên Yekîtîya hindî], hema hema her der- bi hişyarîyeke tenê çar saet berîya ferman bikeve merîyetê. Bi deh mil-yonan welatîyên hindî bi carekê ji karê xwe bûn û bêkar man. Gelek ji wan li fabrîkayan, li înşaetan an jî li malên din ên nava bajêr dixebitîn, lê belê ew koçberên hindî yên gundewarîyê bûn. Ji tirsa mirina ji birçîya li kevîtaxên feqîr ên bajêr, bi milyonan ji wan bi pîyan, bisîkletan an jî otostopê navendên bajêr terk kirin û bi hêvîşikestî hewl dan vegerin gundên xwe; koçberîyeke destanî, ji bajêr ber bi gundewarîyê, berevajîyê îstîqameta adetî, ku Hindistanê tu caran nedîtibû, vîrus gihand çar alîyên vî welatê xwedî nifûseke 1,3 milyar kesî.» (11)

Sinifa civakî ya navîn jî bêpar nema ji vê derbeyê, bi 6,6 milyon «kedkarên bestûk spî» yên bê kar man û bi bilindbûna rêjeya xwekuştinê li nava rayedaran û xebatkarên meslekên lîberal. (12) Hikûmeta M. Modi 12ê çirîya pêşîn bi planeke zindîkirina bi 10 milyar dolarî bersiv da vê buhrana dêwane, ka muqayese bikin bi plana meha adarê ya zindîkirinê bi 2 hezar milyar dolarî li Dewletên Yekbûyî ku nifûsa wê ji çara yekê Hindistanê ye. 6ê çirîya pêşînê, midûra giştî ya IMFê, Mme Kristalina Georgieva, bi kêfexweşî pêşwazî kir, tedbîrên awarte yên ku hiştin aborîya cîhanê ji texmîna dihat kirin baştir li ber xwe bide li hemberî tesîra xwedorpêçkirinê. Eger rewşa herî xirab hatibe berterefkirin, li gorî wê, «ev yek bê saya tedbîrên awarte bûn. Van tedbîran nehişt aborîya cîhanî ji hev bikeve. Hêzên gelemperî biqasî 12 milyar dolar alîkarîya butçeyê da karûbarên li nava malê û şirketan. Û tedbîrên sîyasî yên diravî ji hemû deman bêhtir bûn destek ji bo herikîna kredîyê, bi piştevanîya ji bo milyonan şirketên ku bi saya vê yekê karîn xwe li ser pîya bigirin.» (13)  Midûra IMFê li gel vê yekê jî bi lez ev tesbît li gotinên xwe zêde kirin: «Lê belê hinan karî ji yên din zêdetir tiştan bikin . Welatên pêşketî her tiştê pêwist bû kirin. Welatên xizantir hewl didin çi ji destê wan bê bikin.»

Teşhîsa wê ya ji bo welatên cîhana sêyem jî: «Welatên li ser rêya pêşketinê, welatên xwedî hatineke qels û welatên li hemana (yên zû dişkên), dimînin di nava rewşeke ne qeyîm û bêewle de. Pergalên wan ên bêxêr û bêkêr ên tendirustîyê hene. Ew bi şirketên herî zirarlêbûyî re rû bi rû ne, bo nimûne bi tûrîzm û îxracata berhemên bingehîn re. Û ew pir girêdayî pereyê derve ne. Zêdebûna lîkîdîteyê û rêjeyên nizim ê faîzan bûn alîkar ji bo gelek welatên li ser rêya pêşketinê ji bo ji nû ve bikevin bin deynan lê belê tu welatekî Afrîkaya Jêr-sahrayê ji meha adarê ve deynê xwe yê derve nedaye.»

Bi rastî jî parzemîna afrîkî ye ku, careke din, bû devera herî zêde derblêketî. Li gorî Bankaya Afrîkî ya geşedanê, tengbûna dihat texmînkirin di mezinbûna sala 2020î de, wê di navbera 145 milyar heta 190 milyar dolar zirar bida Afrîkayê nîsbet bi 2 590 milyar dolar hatina navxweyî ya brut a berîya şewbê dihat payîn. (14) Bankaya Afrîkî ya geşedanê texmîn dike ku sala 2021ê karibe di navbera 28 heta 47 milyar dolarî de kêmtir qezenc bike, nîsbet bi pêşbînîyên berê. Dewletên bi taybetî bêparastin ên «pir zêde ketine bin deynan û aborîya wan bi giranî xwe dispêre destekên diravî yên navneteweyî li ber her bayekî dikarin ji hev bikevin».

Ev ên dawî bi rastî jî zêde lawaz bûn û ji hev ketine. Ji bilî tesîrên cîhanî yên «dorpêçbûna mezin» li ser aborîya wan, tevahîya welatên cîhana sêyem dibin mexdûrên tesîrên krîza li ser welatên zengîn jî. Bi taybetî ketina ji nîşka ve ya herikîna diravî û razemenîya aborî ya ber bi welatên li ser rêya pêşketinê ku di serî de ji hewaleyên diravî yên karkerên koçber pêk dihatin. Yek ji tesîrê cîhanîbûnê, ji cot alîyan ve, hem ji alîyê geryana kesan hem jî ya pereyan ve, ew e ku ev hewale -ku wekî «dovîzên koçberîyê» tên binavkirin- ji destpêka sedsalê ve zêde dibûn. Di sala 2019an de, bi gihîştîna meblaxeke rekor a 554 milyar dolarî, cara pêşî ew ket pêşîya meblaxa razemenîyên rasterast ên bîyanî (IDE), ku di deh salên dawî de li welatên li ser rêya pêşketinê bi rêkûpêk daket, piştî ku gihîşt asta xwe ya herî bilind 700 milyar dolarî. (15) Li alîyê din, ji destpêka vê sedsalê ve, dovîzên koçberan hertim ketin pêşîya hem herikîna razemenîyên taybet ên portfoy ên kredîyê, hem jî hîseyên ber bi cîhana sêyem ku bi alîkarîya gelemperî ya geşedanê pir bi berfirehî pêk dihat, tevî ku eva dawî di sala 2019an de bi 152,8 milyar dolarî gihîşt asta xwe ya herî bilind. (16)

Deynekî ku her diçe girantir dibe

Tevkarîya karkerên koçî derveyî welat kirine, digihîje an jî derbas dibe ji sedî 10ê hilberîna navxweyî ya brut li gelek welatan, ku di nava wan de hejmarek dewletên afrîkî jî hene, bo nimûne Senegal, Zîmbabwe û Sûdana Başûr (zêdetirî ji sedî 34 ji bo vî welatê dawî); ji bo welatên komarên berê yên sovyetî yên Kafkasya û Asyaya navîn ku bêpar in ji dewlemendîya hîdrokarburê (nêzî ji sedî 30 ji bo Qirgizistan û Tacikistan); ji bo Urdun, Yemen, Lubnan û xakên filistînê li Rojhilata Navîn; ji bo Nepal (27 %), dûre Pakistan û Srî Lanka (her yek jê nêzî ji sedî 8), li Asyaya Başûr; ji bo Filipînan li Asyaya  Rojhilatî û ji bo gelek dewletên Amerîkaya Navîn, bo nimûne Salvador û Honduras (zêdetirî ji sedî 20) û Haîtî (37 %). (17)

Tevî vê yekê Bankaya Cîhanî pêşbînîyê dike ku di sala 2020î de hewaleyên pereyî yên ber bi welatên li ser rêya pêşketinê wê ji sedî 20 kêm bibin, ango zêdetirî 110 milyar dolar, ji ber wê yekê ku koçber derdorên herî derbxwarî ne, ji ber jikaravêtin û kêmbûna meaşan. Jixwe, Konferansa Neteweyên Yekbûyî li ser bazirganî û pêşketinê (Cnuced) jî pêşbînî dike ku IDEyên ber bi welatên Afrîkî ve bên şandin wê di sala 2020î de di navbera ji sedî 25 heta 40î de kêm bibin, piştî kêmbûna pêşî ya di asta ji sedî 10 de sala 2019an pêk hat.(18) Ji bo welatên li ser rêya pêşketinê yên Asyayê, nexasim jî yên hesas ji ber qutbûna zincîrên cîhanî yên tedarîkê, kêmbûna IDE tê payîn di navbera ji sedî 30 heta 45an pêk were û ev rêjeya daketinê li Amerîkaya Latîn heta ji sedî 50yî bilind bibe.

Li van gişan pirsgirêka deynan jî zêde dibe. Ji destpêka sedsalê ve vegerandina deynan ji alîyê welatên li ser rêya pêşketinê gihîşt asta xwe ya herî bilind. (19) Di zikhev de ev deyn ji sedî 14,3yê hatina dewletên têkildar temsîl dikin di sala 2020î de, beramberî ji sedî 6,7ê sala 2010î. Lê belê gelek jê bi rewşên dramatîk re rû bi rû ne, bo nimûne Gabon, ku vegerandina deynan ji sedî 59,5ê tevahîya hatina wê ya gelemperî dadiqurtîne, Gana (50,2%), Angola (46%) an jî Pakistan (35%). Pêncî û du dewlet zêdetirî ji sedî 15yê hatina xwe ya aborî ji bo vegerandina van deynan feda dikin, hejmara van welatan di sala 2018an 31, di 2017an de 27, û di 2015an de jî 22 bû…

Li hemberî vê rewşa lezgîn, berpirsîyarên çerxên biryarê yên aborîya navneteweyî daxuyanîyên xwe yên dilpakîyê zêde dikin, bi piştrastkirina pêwistîya sivikkirina deynên welatên cîhana sêyemîn ji ber rewşa şewba cîhanî. Yek ji wan serokê Bankaya Cîhanî M. David Malpass, an jî aborîzana wî ya sereke, Carmen Reinhart, ku betalkirina deynan diparêze ji bo rêvekirina ji welatên li ser rêya pêşketinê re da ku îmza xwe deynin ser peymanên nû. (20) Lê belê realîte kêmtir birîqîner e, wekî ku komîteya rakirina deynên ne rewa (CADTM) îzah dike: «Piştî rûdana şewba cîhanî, welatên G20 li ser komkirina deynan a du alî ji bo perîyoda navbera gulan û kanûna paşî ya2020î moratoryûmek dan. (...) Eger 73 welat hatin hilbijartin jî, di rastîyê de tenê 42 ji wan gihîştin peymaneke li gel kluba Parîsê.» (21) Çima ewçend kêm welat? Yek ji îzahan ew ê ev be: «şantaja deyndêrên taybet û ajansên derecedîyarkirinê». Van herduyan «desntnîşan kir ku welatên ji bo moratoryumê serlêdan kirin, diketin nava rîska ku bibînin notê wan hatîye daxistin û xwe gihandina wan a nava pîyaseyên fînansê jî qut bûye.». Bi kurtî, «ev welat wê bikevin nava rewşa neçarîya dayîna deynan bi meblaxeke bilindtir bi çavkanîyên kêmtir». (22)

Asêmayî ji ber krîzê, welatên cîhana sêyem dixwazin deynên wan zêdetir bên sivikkirin. (23) Îsyan mezin dibe. Di nivîsareke xwe ya di rojnameya Financial Times de weşandî, wezîrê malîyeyê yê Ganayê, M. Ken Ofori-Atta, bang li dewletên afrîkî kir ku «pêşengîya avakirina sekreteryayekê bikin da ku komên cihêreng ên berjewendîyê û navendên hêzê koordîne bikin ji wan re ji nû ve avakirina mîmarîya diravî ya cîhanî pêşnîyar bikin», bi armanca adaptekirina «li gorî pêdivîyên Afrîkayê û welatên din ên li ser rêya pêşketinê li dema ku divê em biserxwevehatina piştî Covid-19yê bi rê ve bibin». (24) Yên din, ên wekî akademîsyenê filipînî yê çepgir Walden Bello, dibêjin divê welatên cîhana sêyem ji du dezgehên bingehîn ên mîmarîya diravî ya cîhanî derkevin, ango ji IMFê û Bankaya Cîhanî. (25)

Di dawîyê de, «Dorpêçbûna mezin», bi zeximkirina pozîsyona xwe ya girêdayî cîhana sêyem a li nava pergala sîyasî-aborî ya bazara cîhanî, wê zêdetir ji holê rake hêvîya xwe rizgarkirina ji navê, bêyî qutbûna ji mentiqa lîberal, a ku neguncawbûna wê her diçe zêdetir belloq dibe bi zêdebûna pêdivîyên mirovahîyeke ku bi felaketekê re rû bi rû ye.

* Profesorê lêgerînên ji bo pêşketinê li Dibistana Lêkolînên Rojhilatî û Afrîkî (SOAS) yên Zanîngeha Londonê.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1) Sarah Kliff, «How much would Trump’s coronavirus treatment cost most Americans?», The New York Times, 7 çirîya pêşîn 2020.

2) «The Great Lockdown», World Economic Outlook, FMI, Waşîngton, DC, nîsan 2020.

3) « ILO Monitor: Covid-19 and the world of work. Sixth edition», OIT, Genève, 23 îlon 2020.

4) « Reversals of fortune, Poverty and shared prosperity 2020», Bankaya Cîhanî, Washington, DC, 2020.

5) « From containment to recovery: Economic update for East Asia and the Pacific», Bankaya Cîhanî, çirîya pêşîn 2020.

6)« Global Humanitarian Response Plan: Covid-19 (nîsan-qanûna pêşî 2020)», OCHA, Genève, tîrmeh 2020.

7) « Rapora Sekreterê Giştî li ser Faalîyetên Rêxistinê – 2020», ONU, New York, 2020.

8)«Protect the progress: rise, refocus, recover», OMS et Unicef, Genève, 2020.

9) «Fiscal Monitor: Policies for the recovery», FMI, çirîya pêşîn 2020.

10) Daniel Gurara, Stefania Fabrizio et Johannes Wiegand, «Covid-19: Without help, low-income developing countries risk a lost decade», IMFBlog, 27 tebax 2020.

11) Jeffrey Gettleman, «Coronavirus crisis shatters India’s big dreams», The New York Times, 5 îlon 2020

12)  Stephanie Findlay, «Suicides rise after virus puts squeeze on India’s middle class», Financial Times, London, 6 çirîya pêşîn 2020.

13)Kristalina Georgieva, «Bilindbûna dirêj: çareserkirina krîzê û sazkirina aborîyeke berxwedêrtir», FMI, 6 çirîya pçşîn 2020.

14) «Perspectives économiques en Afrique 2020», BAD, Abidjan, 30 kanûna paşîn 2020.

15) «Covid-19 crisis through a migration lens», Migration and Development Brief,32, Bankaya Cîhanê û Hevparîya cîhanî ji bo zanîna li ser koçberîyan û pêşketinê (Knomad), Washington, DC, nîsan 2020.

16) «ODA 2019 preliminary data», Rêxistina hevakarî û pêşketina aborî (RHPA)), www.oecd.org

17)«Covid-19 crisis through a migration lens», op. cit.

18)«World Investment Report 2020: International production beyond the pandemic», Cnuced, Cenev, 2020.

19) «Debt Data Portal», Jubilee Debt Campaign,data.jubileedebt.org.uk. Binêre herweha li nivîsa «Gelo hê jî divê em deynên xwe bidin?», Manière de voir, n° 173, çirîya paşîn-çirîya pêşîn 2020 (li cem bayîyan hê jî tê firotin).

20)Larry Elliott, «World Bank: Covid-19 pushes poorer nations “from recession to depression”», The Guardian, Londres, 19 août 2020, et Jonathan Wheatley, «Borrow to fight economic impact of pandemic, says World Bank’s chief economist», Financial Times, 8 çirîya pêşîn 2020.

21)Kluba Parîsê komeke deyndêrên gelemperî ye û piranîya endamên RHPAyê dide ber xwe, herweha Brezîl û Rûsyayê.

22) Éric Toussaint et Milan Rivié, «Welatên li ser rêya pêşketinê ên di nava pençeyên deynan de», CADTM, Liège, 6 çirîya pêşîn 2020.

23) Jonathan Wheatley, David Pilling et Andres Schipani, «Emerging economies plead for more ambitious debt relief prog-rammes», Financial Times, 12 çirîya pêşîn 2020.

24) Ken Ofori-Atta, «Wezîrê fînansê yê Ganayê: Africa deserves more Covid help», Financial Times, 12 çirîya pêşîn 2020.

25) Walden Bello, «The Bretton Woods twins in the era of Covid-19: Time for an exit strategy for the global south?», Focus on the Global South, Bangkok, 10 çirîya pêşîn 2020.