Bandoreke Veşartî

Polîtîkaya Çandê

Ji bo demeke pir kurt anorekirina çandê wekî taybetmendiyeke Fransayê, pîrozkirina «awartebûna çandî», binxêzkirina girîngîya hunermendan di dîroka wê de klîşeyeke hevpar e ku ji alîyê siyasetvanên her hêlê ve bi coş tê pêkanîn. Lê belê ev nabe asteng li pêşîya bêrihkirina berdewam a tevneke ku karî demeke dirêj tesîra xwe berfireh bike.

Translator

Diplomasîya Çandî? Herweha dema ku Fransayê piştî têkçûyina li hemberî artêşa Prûsyayê ya di sala 1870an de, xwe di rewşa tenêkirina navnetewî de dît, ji bo telafîkirina wendahîya hêza xwe ev tişt, yanî “bandorkirina Çandî” îcad kir. Di heman çerçoveyê de, ji bo ku mêtîngehên wê zimanên wê biaxifin û girêdayî çanda wê ve bimînin, di sala 1883an de “Alliance Française” hat damezirandin. Ev sazîya ku di xwe de armanca qezenckirina diravan nahewîne, xwedîyê lijneya sereke ye, ku ev lijne ji endamên şaxên wê yên li welatên din de cih digrin pêk tê. Di sala 1902yan de “La Mission laïque” hat damezirandin ku îro li ser rûyê erdê 112 şaxên wê yên perwerdehîya fransî hene. Pênc sal şûn de, mamosteyê wêjeya îtalî ya zanîngeha Gronobleyê Jılien Luchaire Enstîtuya Fransî ya Floransayê (l’Institut français de Florence) damezirand. Sazîyên welatên din yên ku alîyê aborî ve ji dewletê alîkarî wergirtine û alîyekî ve sazîyên fermî ne weha ne: Brîtanî heya sala 1934 (British Council) Alman heya sala 1951 (l’Institut Goethe) û Îspanyol heya sala 1991 (l’Institut Cervantès) rawestîyan, belê tê dîtin ku fransîyan zû dest pê kirine.

Ev pergala navnetewî ya girêdayî wezareta karê derve ya ku binyada xwe ji cemîyetan digirt, di sala 1945an de bi avakirina Gerînendeya Têkilîyên Çandê bi awayekî vekirî hat şêwandin. Belê ev pergal, di destpêkê de, girêdayî berjewendîyên jeopolîtîk û çanda neteweyî, xwedî dîrokeke xilexwar e. Herî guhertina dawî, di sala 2010î de damezirandina “İnstitut français” (Enstîtuya Fransî) ya ku di xwe de çendan aktorên curbicur dihewîne bû. Sekreterekî giştî yê berê yê balyozxaneya fransî ya Almanyayê got: “çawa cîranên me jî pêk anîbûn, dergeyekî yekane fikrekî baş bû. Berî damezirandina Enstîtuya Fransî, fealîyeteke çandî dikaribû ji çend sazîyên dewletê yên cuda -ku ji hev haydar jî nebûn- alîkarîyê bigre.” (1) Wekî mînak, organîzatoran ji ataşeyên çandê yên balyozxaneyan, gerînendeyê navenda çandê û lijneya taybet ya muzîkê re têkilîyê çêbike û sê caran ji dewletê butçe bistîne. Belê, bi rastî jî pêkanîneke taybet hewce bû. Di salên 2000î de, zagona guhertina Alîkarîya Aborî û Revîzyona Giştî (RGPP), ya di derbarê polîtîkaya raya giştî de li ser tora dîplomatîk, taybetî li ser alîyê wî yê çandî bandoreke neyênî çêkirîye. Ger ku dewlet fonên vê pergala aborî ya ku di xwe de hem alikarîya fermî û hem jî alikarîya şexsî dihewîne kêm bike, dahatîyên wê dê zirareke mezin bibînin: sponsor hewl didin ku ji vê dahatîya ku êdî hatîye kêmkirin dev berdin. Hejmara mamosteyên li derveyê welêt kêm dibe, ev jî dibe sedem ku xwendevanên qursên fransî ji sazîyan dûr bikevin, lê belê piranîya dahatîya van navendên fransî ji van qursên zimên tên.

2001ê de Bernard Pivot di berhema xwe ya berî ya dawîn ya bi navê “Bouillon de Culture” (Adana Çandê) ya li ser France 2 de bi israr li ser pirseke sereke disekine: “Gelo Fransa xwedî derfeta nasandina çand û zimanê xwe ye?” Gerînendeyê navenda çandê yê Barselonayê rêzdar Philippe Reliquet ji bo bersîvdayîna pirsan hat studyoyê lê pir hêrs bû, dema ku pêşkêşvanê îspanyolî amadekarîya pirsan dikir, êdî ew li stûdyoyê nebû. Gerînendeyê karmendên tora çandê yê wezareta karê derve rêzdar Bruno Delaye jî hatibû vexwandin. Wî li pêşkêşvan gef xwarin da ku bi awayekî vekirî rexne bên kirin, ew dê hin kesan ji kar bavêje. Lê belê Pivot şahidîya gerînendeyê Enstîtuya Fransî ya Berlînê rêzdar Bernard Genton li bal xwe dihewîne. Dibêje: “Ez êdî ji ber astengîyên sefikên li ber derê “Quai d’Orsay”ê qehirîme. Ez azad bûm. Li dijî piranîya hevkarên xwe, ez neditirsîyam ku rojekê vegerim û karê mamostetîyê bikim.” Çendan rayedarên perwerdeha neteweyî, piştî bicihanîna du peywiran dev ji vê torê berdidin. Birevêberê Enstîtuya Fransî ya li Cracowê, doçentê wêjeya klasîk Patrice Martin ji bo dibistaneke li Sarcellesê hat erkedarkirin. Ew dibêje: “ji min re gotin; ‘ tu wekî rêveberekî karên raya giştî ya ku me ev guman jê dikir derneketî, tu pir teşebusan diceribînî’” parlamenterê sosyalîst Yves Dauge jî li studyoyê bû. Wî raporeke ku ji alîyê lijneyeke wezareta karên derve ve hatîye amadekirin eşkere kir (2) ku ev rapor di qadê de hatîye pêkanîn û di xwe de hîn formê bêdengîtîyê jî di xwe de dihewîne, mesele pir vekirî ye. Stêrk temirî, bandora welêt êdî belav nabe. Divê em bêhtir profesyonel bibin. Wesayeta “bêwate û xwedî tirs” a li hemberî teşebusan divê bê astengkirin. “Çand divê ji “nîqaşên vala” re nebe amûr û tevî rastîya polîtîk jî nebe.” Di raporê de bang li wezareta karê derve, wezareta çandê û wezareta perwerdeya neteweyî tê kirin ku ew di navbera xwe de toreke nîqaşkirinê çêbikin da ku bikaribin wesayeta Quaîyê (Quai d’Orsay) bişkênin û çalakîyên di derbarê çandê de pêk tên dewlemend bikin. Herweha rapor parastina xweserîya rêveberîya navendê û ya esnstîtuyan jî destnîşan dike.

Di vê navberê de bişkivîna vê torê di salên 2000î de berdewam kir. Balyozên ku pêdivîya wan bi balyozxaneyan hene -piranîya wan hatine girtin- rêveberên navendên çandê ne, ku bi peraşutê xwe avêtine ser vê peywirê. Almanyaya ku piştî şerê cîhanê yê duyem tê de 18 navend hatibûn vekirin, îro nîvê van navendan digire. Li Îtalyayê navenda li Cenovayê ( 2005) û ya li Torînoyê (2009) paşê jî ya Gênes (2005) hatin girtin. Sevila, Porto, Lîzbon, Vîyana û Amsterdamê jî avahîyê navendên xwe firotin û tevî vê lîsteyê bûn. Helbet, li cihên din jî yên din tên girtin -li Asyayê, li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn- ji berê bêhtir tê hîskirin ku êdî projeyeke polîtîk li qadê nemaye. Ji nesîhetan heya pêşnîyaran, rapora Dauge ya ku di sala 2001ê de hatibû amadekirin, di xwe de nêrîneke din dihewîne. Rapor, wekî Enstîtuya Goethe û ya British Council, ji bo sazîyan xweserîyeke fireh pêşnîyar dike. Rêzdar Bernard Kouchner yê ku di navbera salên 2007 û 2010î de wezîrtîya karên derve kiribû, ji me re dibêje: “Her çiqas hûn di pêşbirka belavbûna Rojhilat de pêşketî bibin û rayedarên xwedî pileyên bilind perwerde bikin jî ev nayê wê wateyê ku hûn ji çandê baş fahm dikin.”

Û Institut Français (Enstîtuya Fransî) çêbû. Ew roj weha têne bîra berpirsîyarê giştî yê demê rêzdar Xavier Darcos: “me sazîyên xwe gîhandin hev ( İnstitut Français jî wekî Alliance Français markayeke sereke ye) û pişt re me platformên wekî IFcinéma, Culturethèque anîn bal hev. Lê dema me rêznameyên van sazîyan anîn bal hev, di wir de pirsgirêk derket. Divê me kadro entegre bikirina û carek din ew bi rêkûpêk bikirina. Lê [Laurent] Fabius ji min re got: “Em ê fabrîkeyeke gazê ava bikin.” Loma me her tişt da sekinandin.” Di dawîya 2013an de, wezirê karên derve yê serdemê rêzdar Fabius her tişt “erênî” (3) didît lê ev jî pir dirêj nedomîya. Rêzdar Kouchner dikene û dibêje: “belê rast e, hertişt baş dixebite loma me daye sekinandin.” Û berdewam dike: “Quai d’Orsay” di nav dewletê de dewletek e. Kewneperestîyeke teqes e. Ji ber ku guhertinên pisporîyê ne ji bo reformeke bingehîn in, loma bendê man ku wezîrekî din were û bi vî şiklî ku bikaribin ji vê projeyê xilas bibin.” Herweha rêzdar Darcos ji me re weha dibêje: “ji malîyeta çêkirinê bêhtir, sedema xitimandinê nerazîbûna balyozan a li hemberî fînansekirina navendan ya ji alîyê sazîyên din ve bû ji ber ku balyozan nedixwest desthilatdarîya xwe ya rasterast wenda bikin.” Sekreterê giştî yê Quoîyê di navbera salê 2009-2014an rêzdar Pierre Sellal jî dibêje ku: “Paşvekişandina wan, nêrîn û qaydeyeke ku ji çalakvanîya navneteweyî qet sûdwernegirtî bû. Bawer im parlamenter jî dê vê nêrînê bipejirînin. Nexwe êdî ne muhîm e”, sekreter dîyar dike ku şêwirmendê dîplomatîk rêzdar Jean David Levitte (yê rêzdar Nicolas Sarkozy) jî ev nêrîn diperijand û loma wî cewab da serokkomar.

Pevvekirina rêznameyan, dê ferqa qewî ya navbera mûçeyên karmendên sereke û yên niştecîyên wî welatî ji holê rakira Rêzdar Dauge dibêje: “Ew mirov dihatin rûçikandin. Ev rewş rewşeke pir xirab bû.” Li gor rapora 18 îlona 2018an, senator Vincent Delahaye û Rémi Féraud nîsbeta mûçeya peywira “karên derveyê welat yê dewletê” ji sala 2008an heya 2018an, %20 zêde bûye. Lê nîsbeta karkirinê jî % 10 ketîye xwarê. Helbet ev yek girêdayê hildana kar ya mirovên niştecî ye. Ev paradoks bi polîtîkaya mûçeyan yên derveyê welat ve girêdayî ye: kêmtirîn karmend û mûçeyên zêde. Ev ji bacdayînê mûaf in û senator texmîn dikin ku ev yek bûye sedem ku dewlet di salê de nêzî 150 milyon dahatîya xwe wenda dike. Çawa di rapora reforma dawîya 2013an de rêzdar Fabius jî dîyar kir, “ev nîsbet, sê qatî butçeya rêznameya yekane (50 milyon ewro) ye û “ev yek nayê qebûlkirin”

Vê gavê, erkedarê sereke (bi giştî karmendekî xwedî pileya bilind e) hevalbendê balyoz e. Di bin destê gerînendeyê şaxê de ji bo karên havirdorê çend hezar ewro heye lê destûra xerckirina butçê di destê mirovê sêyemî yê di balyozxaneyê de ne. Sedema xilasbûna xweserîya navendan, polîtîkaya çandê ya herêmî ye. Philippe Hardy yê ku di salên 2000î de li Torînoyê berpirsîyar bû dibêje: “Torîno di welatekî katolîk de bajarekî protestan bû.” Ev yek tê wê wateyê ku “li wir polîtîkayeke ji ya Napolîyê cuda dihat meşandin.”Ev encama fikirandina hesasîyeta li ser dîzayînkirina dîroka wî bajarî ye.

Çawa rêzdar Fabius jî balyozan pênase dike, Fransayê hêza xwe ya nerm daye destê “walîyên li derveyê welat”, profesorê Zanîngeha Sciences Po jî dibêje: “karên navnetewî” ne peywira ‘walîyan’ e,  ev xeletîyeke mezin e.” Lê ez têkilîyên di navbera wan û ya şirketan erênî dikim. Ez wisa texmîn dikim ku her tişt di destê van nûneran de ne. Ji bo wan du fikir hene: yan dê bi feraseteke dilsoz bi “navendîbûnê” ve girêdayî bimînin yan jî yê aktorên “ne di rêzê de” vexwînin û tevî kar û xebatên xwe bikin, da ku bidin nîşan, pişt dewletê civaka fransî ya pirdengî û rengîn heye.”

Jérôme Clément ê ku di navbera salên 2014-2018an de serokê weqfa Alliance Française bû dibêje: “Ev encama navendîbûnê ye? Îro, şeklê hêzbûyînê ji aborîyê bêhtir bandorkirina çandî ye. Û êdî serokên navendan bi xwe re tenê qeşmeran nabin gerên derveyî welêt, êdî bi xwe re gerînendeyê karsazîyan jî dibin. (4) Qeyrana 2008an têkilîyên qadên din yên bi çandê re baş dîyar kir: divê êdî ew jî wekî şaxên din yên pîşesazîyê entegreyê bazarê bibe. Wekî din, ji sala 2015an pê ve, êdî nasandina çand û ziman, girêdayî polîtîkaya “dîplomasîya çandî û bandorkirinê” di bin banê gerînendeya giştî ya globalîzasyon, geşbûyîn û hevalbenîyê de ne, ku ev sazî jî girêdayê wezaretê ye. Bandorkirin: belê her diçe ev bandor kêm dibe. Di sala 2009an de butçeya ji bo van karan ya balyozxaneyan 53 milyon ewro bû; 2016an de ev nîsbet berjêrî 30 milyon ewroyî bû bi giştî, di van bîst salên dawî de ev nîsbet ji %30 daket jêrê. Di heman demê de, li Çînê hejmara Enstîtuyên Konfuçyus di navbera salên 2006 û 2016an de ji 100î derkete 510î. Enstîtuyên Pûşkîn di sala 2017an de dest bi qursên înteraktîf kirin. Enstîtuyên Yunus Emre yên ku ji alîyê Turkîyeyê ve di sala 2007an de hatibûn damezirandin îro gihîştîye 45î. Ev navendên “walîtîyê” yan jî “ewlegeh” -navekî din yê sazîyên fransî yên derveyê welat jî ev e-, ku karê wan jî êdî ne dîyar e û herweha em tenê dikarin bi rîya e-mail yên dawîya wan bi “com” diqede xwe bigîhînin rayedarên wan û dîsa ew jî ne dîyar e gelo dê bersivê bidin pirsên me (yan jî nedin). Lê belê em newêrin ji wan bipirsin; gelo ew difikirin ku ev kar, temsîla tekoşîna dîrokî ya “hêza nerm” a fransî ye, yan na.

*   Rojnameger nivîskarê berhema Voyage en italique, Transboréal, 2012.

Wergera ji fransî: Sedat Ulugana

________

1) Ev peyv ji pirtûka ku li ser dîplomasîya çandê hatîye nivisîn  derbas dibe. Nivîskar di pirtûka xwe de nêzî sed heb roportaj hewandîye.

2) «Rapora agahdarîyê ya di derbarê navendên Fransî yên derveyê welêt a ji alîyê rêzdar Yves Dauge ve hatîye amadekirin.», Assemblée nationale, Paris, 7 sibat 2001.

3) «Ceribandina İnstitut Française dê pir neyê dirêjkirin», Le Monde û AFP, 23 çirîya paşîn 2013.

4) Bnr. Jean-Michel Djian, «dîplomasîya çandî ya fransayê ya li ser dîwarê bûzê», Le Monde diplomatique, hezîran 2004.