Gara Rasûl

Wênesazê vê hejmarê
Translator

TABLOYÊN GARA RASÛL

Gara Rasul

Gara Rasûl di 1955an de li Kerkûkê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Mûsilê (Nînova) beşa hunerên bedew xwendîye.

Di 1986an de koçî Almanyayê kirîye. Li Almanyayê li Zanîngeha Kolnê tarîxa hunerê xwendîye.

Gara Rasûl ligel hunermendîyê di heman demê de teorîsyenê hunerê ye jî. Tê zanîn ku di qada wênesazîya kurdan de tarîxzanên hunerê gelek kêm in, lê teorîsyenên hunerê hema hema qet tuneye. Bi qasî ku ez dizanim di nav wênesazên kurdan de tekanê kesê ku wekî teorîsyenê hunerê bê qebûlkirin, Gara Rasûl e.

Gara Rasûl, wekî hunermend, tarîxzanê hunerê, teorîsyenê hunerî û mamosteyê wêneyazîyê gelek bi qabîlîyet û bi tecrûbe ye.

Hunermend, pêşangeha xwe ya yekem di 1980yî de li Mûsilê vekir, li gelek bajarên Almanya û Ewropayê jî beşdarî pêşangeh û projeyêyên şexsî û grûbî bûye. Berhemên hunermend ên bi şêwaza realîstî di nav pêvajoyê de veguherîye ber bi razberkirinê ango abstraksîyonê. Ev yeka jî bi xebata pêvajoyeke demdirêj bûye û bi teorîyeke cidî a hunerê ve hatîye honandin; di encamê de felsefe û estetîka wêneyê bi hev re hatîye neqişkirin. Hewl û mijarên hunermend li ser bingeha bîr, bîrewerî û bibîranînan şikil girtîye. Ev yeka jî mijarê bi şêwaz û xwendineke estetîk, bi reng û ronahîyeke bihêz honandîye. Li gorî fikra min, divê ev hewldan û xebata ji bo veguhestina formê ya ber bi niqteya herî jorîn bi awayekî cidî were şopandin.

Gara Rasûl di derheqê hunera xwe de wisa dipeyive: ‘’Hemû alîyên hebûna min îlhamê didin hevûdu, aîdê hevûdu ne û herdem di nav têkilîyekê de ne. Herdem tehnên nû yên ku li derbirînê digerin, didin. Şêwazên wan ên îfadekirinê pir cure ne, lê wekî çavkanîyên îlhamê hatine honandin. Lê dîsa jî dema dibin ‘konkret’ wekî sînorên xwe diparêzin xuya dikin...’’

Hunermend di çavkanîyeke din de jî wisa dibêje: Wêne mala min e. Di navbera kesayetî û nîgarê de dîyalogek pêk tê. Ji afirandina xwe heta temambûnê tiştê ku herdem mijara behskirinê ye hevbandorîya di navbera kesayetî û nîgarê de ye…’’

Pirtûkeke hunermend bi navê ‘’ji Goyayî heta Giacomattîyî li ser hunera nûjen’’ hatîye weşandin, hunermend di vê pirtûkê de geşepêdana xetên hunera nûjen, ji nûjenî û postnûjenîyê analiz dike.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî:

Nedim Baran