Filorta di Navbera Welatên Kendavê û Îsraîlê de

Parçebûna cîhana erebî li ser pirsa filistînî

Bi devjêberdana sîyaseta bitenêhiștin û boykota Îsraîlê ku ev pêncî sal e, li herêmê giranîya wê hebû, Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî û Bahreynê, di 15ê îlonê de, peymaneke hev naskirina yekûdu bi Telavîvê re îmze kirin. Herçend ku Erebîstana Siûdî di avêtina gaveke resmî de dudilîyê dike jî, Welatên Yekbûyî [Amerîka] welatên din ên erebî teșwîq kirin ku ew bixwe jî dest bi asayîkirina têkilîyên xwe bikin.

 

Translator

 

Di 23yê çirîya pêșîn de, piștî gelek mehên gotûbêjê û bi navberkarîya amerîkîyan, Îsraîl û Sûdan îqna bûn ku têkilîyên dîplomatîk di navbera welatên xwe de deynin(1). Ev peyman, piștî îmzekirina lihevkirinên Abraham ên di 15ê Îlonê de, bû dewama peymanên ku di navbera Telavîv û du monarșîyên Kendavê, Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî (MEY) û Bahreynê de pêk hatibûn. Di maweya çend hefteyan de, sê endamên Yekîtîya Dewletên Erebî, wekî Misrê (1978) û Urdinê (1994), tabûya «tetb»ê șikandin, bi gotineke din asayîkirina têkilîyên xwe bi Îsraîlê re û dev ji «mûqata»a, ango boykota xwe berdan. Nêzîkbûna di navbera Telavîv û Xartûmê de, semboleke ewinde xurt e, ku ew serbajarê Sûdanê ye û di 1ê îlona 1967an de, «bereya redê» ya neh welatan(2) a ku banga domandina têkoșîna li dijî Îsraîlê ya ji bo bi șûn de stendina erda di dema șerê șeș rojan (ji 5 ta 10ê hezîrana 1967an) de ji destdayî jî li wir ava bûbû. «Hersê Na»yên ku heta dawîya salên 1970yî șikil didan têkilîyên Îsraîlê û Ereban jî her li wir hatibûn ragihandin: ji aștîya bi Îsraîlê re «Na!», ji naskirina wê re «Na!» û ji gotûbêjên pê re jî «Na!».

Asayîkirina sêalî ya van hefteyên dawîn zingilê mirina înîsîyatîfa aștîya erebî ya li zîrweya Yekîtîya Dewletên Erebî ku li Beyrûdê, di adara 2002yan de hate qebûlkirin lê da. Vê înîsîyatîfê li hemberî danîna «têkilîyên normal» bi Îsraîlê re, bi paș de vekișîyana bitevayî ya ji erdên ji 1967an virde dagîrkirî û çareserîyeke adil ji bo pirsa penaberên filistînî pêșbînî dikir. Bi awayekî fermî, helwesta Yekîtîya Dewletên Erebî bi «Plana Ebdullah», ya bi navê Qiralê Siûdî yê rahmetî yê ku ev pêșnîyarî kiribû ravekirî dima. Lê balansa hêzê di nava vê rêxistinê de êdî di lehê alîgirên asayîkirina têkilîyan de, ku di nav wan de MEY, Bahreyn, Misir û bi taybetî jî, her çend ku wê hîn bi awayekî fermî nas nekirîye jî, Erebîstana Siûdî heye. Ji bo Rîyadê, wekî Ebûdabî û Manamayê, Telavîv di șerê sar ê ku wan tîne hemberî Tehranê de hevalbendeke mentiqî ku meriv dikare pê bawer bibe ye. Ev monarșî bawer dikin ku Wașîngton êdî wekî berê, wekî mînak ew a ku di hezîrana 1990î de, dema dagîrkirina Kuweytê ji alî artêșa iraqî ve bersivdan organîze kir, ne parêzvaneke ku meriv pê bawer bibe ye.

Mertalek li dijî Îranê

Di dema serokayetîya xwe de, birêz Barack Obama, di 14ê tîrmeha 2015an de, ji îmzekirina li hevkirineke di warê nukleera îranî de ku mueyîdeyên li dijî Tehranê jî rakirin, netirsîyabû lê ev bûbû sedema xemgînîyeke mezin di nav welatên Kendavê de. Bêguman, peyhatîyê wî, birêz Donald Trump, bi fermandana vekișîyana Amerîkayê ji peymana Wîyanayê, di 8ê gulana 2018an de, ew mueyîde dîsa wekî berê kirin. Lê meyla wî ya ferzkirina ku monarșî divê ji bo parastina xwe «pere» bidin û dubarekirina ku divê Amerîka êdî xwe nexe nav «șerên bêdawî» rêveberên welatên Kendavê îqna kirin ku herêma wan, ji bo Dewletên Yekbûyî [Amerîka] êdî ne wekî berê ew çend stratejîk e. Ji wê demê de, li hemberî tehdîda Îranê heta ji nû ve xwe biçekirina Iraqê, asayîkirina têkilîyan bi Îsraîlê re wekî pirsa man û nemanê tê dîtin. Û cîhana erebî ya mayî jî, ji bo li peyçûna vê guhertina rotayê tê teșwîqkirin.

Di 9ê îlonê de, di bin zexta Erebîstana Siûdî, MEY û Misrê de, pêșnîyaznameya biryareke Yekîtîya Ereban a mahkûmkirina asayîkirina têkilîyên bi Îsraîlê re, di civîneke asayî ya wezîrên karê derve de, di eleyhê filistînîyan -amadekerên pêșnîyazê- de hate betalkirin, ku piștî vê wan jî dev ji serperiștîya Konseya Yekîtîyê berdan (nivîsa di çarçoveya li xwarê bixwînin). «Welatên Kendavê di nav Yekîtîya Ereban de qanûnan çêdikin. Gava ku li cihên din krîza aborî û șerê navxweyî derdikeve, yê wan perên wan çêdibin. Ji bo xwe bi Siûdîyan û Mîrekîyên erebî șêrîn bikin û alîkarîyên diravî bidest bixin, tenê bahsa filistînîyan nekin bes e», dîplomatekî mexribî yê ku hînî zîrveyên vê organê bûye radighîne û dibêje berî niha bi bîst salî, ji bo filistînîyan xeteke reftarê hebû û ji alî «bazan» (Cezayir, Iraq, Sûdan, Sûrîye û Yemen) ve dihate ferzkirin. Dîyardeyeke vê demê ye, ku kesek nema dibihîze ku Buroya Boyqotê ya Îsraîlê girêdayî Yekîtîya Ereban e. Rast e, îro baregeha wê bûye Şam…

Birêz Trumpê ku bilez pêșketinên heyî wekî serketin bi nav dikir, di 24ê çirîya pêșîn de, di tweeteke xwe de, radigihîne ku «pênc welatên [ereb] din dane ser șopa» Ebûdabî, Xertûm û Manamayê. Ji xeynî Siltanê Ûmanê, Morîtanya, Qeter û Fas (ev her duyên dawîn jixwe berî têkilîyên wan ên resmî bi Telavîvê re hebûn», kirêgirê Qesra Sipî dixwest Erebîstana Siûdî îqna bike ku bi awayekî fermî gavê bavêje, lê bitemkîbûna qiral Selman Ibin El-Siûd bi ser ket. Di 2018an de, vî yê dawîn piștî ku gelek daxuyanîyên di lehê Îsraîlê û «mafên îsraîlîyan ên xwedî axa xwe bixwebûnê»(3) de dabûn, zaten banga bikeve rêzê li prensê welîahd Muhemmed Bin Selman (MBS) jî kiribû. Di kanûna pașîn de, gava ku Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî, ji bo çareserkirina pirsa Îsraîl û Filistînê(4), pesnê «plana sedsalê» ya ku rêveberîya Birêz Trump amade kiribû dida, desthilatdar ji bo filistînîyan piștrast bike ecele kir, înîsîyatîfa Qiral Ebdullah bi bîr xist.

Ji bo qiralê berê, berî her tiștî, problem parastina dîmenê heyî û çavdêrîya ku ev pirs rewșa navxweyî ya ku berê ji ber nedîyarîya pîștî wî dê kî bê ser desthilatê û daxwaza prensê welîahd a hejandina sîstema avakirî(5) rakêșîyayî bû xirabtir neke bû. Li ser Twitterê, tora civatî ya ku derfeta çareserîyeke katî ji nebûna azadîya ramanî re pêk tîne jî, Siûdî bi hev ketine. Her çend hinek bi awayekî vekirî dîtinên xwe yên ji bo nêzîkbûneke bi Îsraîlê re dîyar bikin û bi dijwarî rêveberên filistînî darizênin jî, yên din, berevajî vê, bi tûndî vê yekê naxwazin û dixwazin ku Qudsa Rojhilat dîsa bibe para filistînîyan. Li gor milyarderê Îsraîlî û Amerîkî Haim Saban, «MBS» bixwe wê ji xeterên asayîkirineke ku karibe «wî ji alî Îran, Qeter an jî gelê [wî] bixwe ve bide kuștin têbigihîștana(6)». Helbet divê em ji bîr nekin ku endamên din ên malbata qirêl dikarin vê mahneyê ji bo rê li ber bigrin ku ew li ser text rûnenê bikar bînin.

Veşartina eyban

Birêz Mohammed Ben Zayed El-Nahyanê (MBZ) neyarê Îranê, herweha jî dijminê tevgera Birayên Misilman serkêşekî din ê asayîkirina têkilîyên ereban bi Îsraîlê re ye. Lê prensê welîahd û rêvebirên defakto yên MEYê li gorî hemkûfên xwe yên siûdî ji alî endîşeyên herêmî ve hîn rihettir in. Ew ên ku jimara wan kêm in û di nav nifûseke bîyanî ya ku ji % 90ê şeş milyon niştecîyên federasyonê pêk tîne de helyayî, di van bîst salên dawîn de pê bi pê hînî asayîbûnê bûn. Di serayên Ebûdabî û Dubaîyê de, zêrkerên îsraîlî bi nihênî dikan vedikirin. Di konferansên mezin ên li van her du bajaran dihatin organîzekirin de, amadebûna akademîsyenên îsraîlî wekî «çavdêrên vexwendî» ne kêm bû. Di nîsana 2011an de, piştî domandina çalakîyên aktîf ên lobîyê bi mehan, Ebû Dabîyê piştî teahuda rêdana vekirina nûnerayetîyeke fermî ya îsraîlî li gel vê sazîyê, pêşwazîya navenda giştî ya Ajanseke navneteweyî ya nipînû di warê enerjîya xwenûker (Irena) de jî kir.

Û ji meha tebaxê vir de geremolek çêbû. Êdî bêyî ku çapemenî civîneke wezîran a dualî ya Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî û Îsraîlê rabigihîne hefte derbas nedibû. Niha jî, Navenda Lêkolîn û Lêgerînên Stratejîk (ECSSR) a Emîran konferansekê li ser pêşketinên «aştîya îbrahîmî» li Kendavê û Rojhilata Nêzîk li dar dixe. Li wir, ajanseke ragihandinê di nav du saetan de civînek di navbera jinên rêveber ên du welatan de -ku yek ji wan payebilindeke berê ya artêşa îsraîlî bû- pêk anî. Li Dûbaîyê, otêlên mezin bi bêsebrî li bendî qefleyên tûrîstên îsraîlî ne, ku divê di demeke nêzîk de vîze nema ji wan bê xwestin. Li vî bajarê bazirganîyê, heyeteke karsazan a bi serperiştîya birêz Erel Margalit, ku navdarekî mezin ê paytextê-rîskê yê Îsraîlê ye, bi rûmeteke pir mezin hate pêşwazîkirin. Xanima Youssef Abdulbarî, pêşkêşkera stêrk a TV Dubaîyê bi xwe jî, piştî ku pêşwazîya birêz Margalit kir û ji ber zêdebûna danûstendinên bi îsraîlîyan re gelekî dilşa bûbû got: «Wekî ku meriv evîndar bûbe»(7). Ev flort ew çend bi xirs û daxwaz bûn ku ciwanên zêrîn ên mîrekîyan ji bo dîtina Telavîvê, ku wê șevên wê yên șên û bișayî șûna Beyrûd û Qahîreyê bigirtana gêj û sewsî bûn.

Îcar di vê navberê de rewșa filistînîya dê çawa bûna? Yên ku li MEYê dijîyan, heta bi carinan yên ku di 1950î de jî li wir bûn mecbûr diman xwe zêde nîșan nedin. Yek ji wan ji me re, bêyî ku xwe bide naskirin, dibêje ku ew dixwaze biçe li Kuweytê bijî, «ew monarșîyeke ku, berevajîya cîranên xwe, her têkilîyeke bi Telavîvê re red dike ta ku axa filistînîyan dîsa li wan neyê vegerandin»(8). Her çend karbidestên Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî li ser alîkarîya diravî û merivî israr bikin û dev ji alîkarîya filistînîyan, bi taybetî jî ji bo têkoșîna li dijî Covid-19ê bernedin jî, di warê pirsa sîyasî de zêde dengê xwe nakin.

Ji bo «MBZ», yek ji șertên asayîkirina têkilîyan ew e ku Telavîv dev ji plana xwe ya îlheqkirina Şerîaya Rojava berde. Di vê mijarê de serokwezîrê Îsraîlê, Benyamin Netanyahû wekî bersiva vê yekê dibêje ku wî bi tenê ev mesele «texîr kirîye». Li gor vê biryarê, ev gotûbêja derevîn a kerran, ku mebesta wê bitenê serpûșkirina pirsan e, dewam bike heta ku dest-hilata filistînî, ku niha serkêșîya wê birêz Mahmûd Ebas dike, li dijî «aștîyeke» ji bo Îsraîlê pir ne bi asteng be derkeve. Heke rêveberekî ji wî bêtir lihevker șûna wî bigre û qebûl bike ku tawîzên nû bide, misoger e ku dê tu teklîfeke din a di lehê filistînîyan de, ji alî Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî de neyê kirin. Ji bo Ebûdabîyê, birêz Muhammed Dahlan, lîderê berê yê Fetehê û serekê berê yê ewlehîya parastina Xezayê bû, namzetê herî ber bi çav e. Wî ji ber ku bi birêz Ebas re li hev nedikir hate li Dubaîyê bicih bû, wî lihevkirina di navbera MEY û Îsraîlê rexne nekir. Ew dikaribû bibûna yek ji avayîsazên wê jî.

Li Bahreynê, asayîkirina têkilîyên bi Îsraîlê re sîmayeke ku hem dirûvê Mîrekîyên Erebî yên Yekbûyî û hem jî yê Erebîstana Siûdî têne bîra meriv nîşan dide. Wekî yên pêşîn, girava piçûk a Kendavê, ku ji alî monarşîyeke sunî ve tê birêvebirin, ji zû de ye ku bi awayekî fiîlî têkilîyeke asayî bi rê ve dibe, heta wê radeyê ku ji 2009an de pêşwazîya balyozekî îsraîlî bi awayekî nîv resmî kirîye.(9) Lê nifûsa wê ya ku bi piranî şiî ye, ji ya MEY pir kêmtir bi vê helwestê re ye.  Her çend ku serkutkirina  dijwar a tevgera protestokirina gelêrî ya 2011an rikeberî lawaz kiribe jî, ew bitevayî ji holê ranebûye û wekî beşeke rayagiştî ya siûdî, wê ecele kir ku nêzîkbûneke bi Îsraîlê re rûreş bike.

Lê dane û zanyarîyên ji bo Sûdanê bitevayî cihê ne. Di peywendîya derbasbûneke demokratîk a nedîyar de(10),sê xalên serekî yên generalên li ser desthilatê hene: Divê welatê wan ji lîsteya welatên ku piştgirîyê didin terorîzmê derkeve, divê êdî duçarî mueyîdeyên navneteweyî yên bi taybetî jî girêdayî tevkujîyên ku li Darfûrê pêkhatin nebe û divê karibe xwe bighînin fînansmanê navneteweyî. Asayîbûna têkilîyan bi Îsraîlê re, misoger dike ku Xartûm piştgirîya Waşîngtonê bigre da xwe bigihîne van armancên xwe, lê ev yek di navbera leşkeran û koalîsyona partî û rêxistinên ku, di 2019an de, pêşengîya protestoyên li dijî rejima Omer el-Beşîr kiribûn de, dibe sedema xwe li hev rakişandinê. Ev koalîsyon bawer dike ku girtina biryareke weha ne karê hikûmeteke ji bo derbasbûna demokrasîyê ye. Lê dimîne ku meriv zanibe dê protesto heta kengî pêk bên.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

 

__________

1) Gotara bi navê «Rapprochement calculé avec Israël / Nêzîkbûna hisabkirî ya bi Îsraîlê re» bixwîne, Le Monde diplomatique, gulana 2020an.

2)Cezayir, Misir, Iraq, Urdun, Kuweyt, Libnan, Fas, Sûdan û Sûrîye.

3) effrey Goldberg, «Saudi Crown Prince: Iran’s supreme leader “makes Hitler look good” / Prensê welîahd ê Siûdî: Serokê giştî yê îranî ‘dişibe Hîtler’», The Atlantic, Wasşîngton, DC, 2yê nîsana 2018an.

4) Gotara Alain Gresh, «Israël-Palestine, un plan de guerre / Planeke şerî ya Îsraîl û Filistînê» bixwîne, Le Monde diplomatique, adara 2020î.

5) Gotara Florence Beaugé, «Une libération très calculée pour les Saoudiennes / Ji bo Siûdîyan rizgarîyeke baş hisabkirî», Le Monde diplomatique, hezîrana 2018an.

6) Konferansa li ser înternetê «Israel’s security and prosperity in a Biden White House / Ewlehîya û refaha Îsraîlê di dema ku Biden li Qesra sipî be de», Florida Jewish Vote Team, 21ê çirîya pêşîn a 2020î.

7) Isabel Kershner, «“It’s like falling in love”: Israeli entrepreneurs welcomed in Dubai / ‘Wekî ku meriv evîndar bibe’: Karsazên Îsraîlî li Dûbaîyê hatin pêşwazî kirin», The New York Times, 7ê çirîya paşîn a 2020î.

8) Li Mona Farrah, «Les irréductibles Koweïtiens rejettent la normalisation avec Israël / Bazên Kuweytî asayîbûna têkilîyên bi Îsraîlê re red dikin» binêre, Orient XXI, 13ê çirîya pêşîn a 2020î, https://orientxxi.info

9) Barak Ravid, «Israel’s secret embassy in Bahrain / Balyozê nihênî yê Îsraîlê li Bahreynê», Axios, 21ê çirîya pêşîn a 2020î, www.axios.com

10) Gotara Gilbert Achcar, «Où va la “révolution de décembre” au Soudan ? / ‘Şoreşa Kanűna Paşîn’ a li Sûdanê bi ku de diçe?» bixwîne, Le Monde diplomatique, gulana 2020î.