Rojnivîsa Thorez

Translator

 

Maurice Thorez çend roj berî ku bimire, di tîrmeha 1964an de li ser keştîyeke ku wî dibe ji bo careke din tatîla xwe li Kirimê derbas bike, ciwanîya xwe ya dema karkerê madenê bû weha qeyd dike: «17ê tîrmeha 1912an dema 12 salî bûm, min di çala [kortal] 4an de dest bi bijartin û neqandina [madenan] kir.» Ev ê bibe yek ji rûpelên dawî yên rojnivîsa wî. Ji 25ê mijdara 1952an ve Thorez hewl dide vê rojnivîsê, li cem xwe ragire, wekî egzerzîseke ji nû ve perwerdekirinê, piştî felceke ku ew ê di pêvajoyeke du sal û nîvan de li Yekîtîya Sovyetê tedawî bike(1). Destpêkê, hewldan lê giran tê; nivîs lerzok e. Pênc peyv roja pêşî, rêzek mehên pêşî. Hêdî hêdî, nivîs qewî dibe û paragraf li pey hev dibin zincîre, lê belê bêyî ku rojê ji dudu an jî sisêyan derbas bibin. Thorez têde herweha pêşketina tendirustîya xwe jî qeyd dike: di îlona 1957an de, mesela, ew «êlek [ê xwe] pişkok dike û pişkokên wê vedike».

Li pêvajoyeke ku rêveberên komunîst ên fransî pirî caran ji alîyê polîsan ve tên şopandin û carna jî tên girtin, sekreterê giştî yê Partîya Komunîst a Fransayê (PCF) hewl dide tu tiştekî hesas nenivîse li nava defterên xwe yên ku bi nivîsan dadigire. Encam, xwendevan jî bêguman bêyî ku zêde bala xwe bidê, wê bi lez bipelîne van rûpelên têkildarî rojbûn, salveger, cejnên malbatî, meş, gerûgeşt, xizmên ku diçe wan li garê pêşwazî dike, bêyî ku tu tiştî veşêre, helbet, şîranîyên tûreşk û kîrazên li nava konyakê yên ji alîyê «Jeannette»ê ve amadekirî.

Çunku jinûmêrîtîya (hevserîya) ku Jeannette Thorez-Vermeersch pêk tîne bi «Maurice» re yekpare ye. Malbat, lê herweha mîlîtan: ew (Jeannette) li Buroya Sîyasî (BP) dimîne û civînên ji gel re vekirî li dar dixe. Nivîsarên wê, ku ji alîyê mêrê wê ve wekî «pir baş», «zindî» an jî «pir balkêş» tên pênasekirin, carna der barê jinan, karkerên jin, «dayîkan» û «kebanîyan» de ne. Her du jî şîretên li dijî kontrolkirina zayînê li jinan dikin. 5ê nîsana 1956an, Thorez bi vî awayî êriş dibe ser «ajîtasyona çend pizîşkên komunîst ên ber bayê neomalthuisanismê ketine». Mehek şûnde, ew vê îlanê dike: «Rêya rizgarîya jinê di reformên civakî, di şoreşa civakî re derbas dibe, ne di klînîkên zarok jiberbirinê re.» Lê belê ev «rê» herweha di Meclîsa Neteweyî re jî derbas dibe: rêveberê komunîst kêfxweş dibe ku ji nozdeh parlementerên heman salê hilbijartî, panzdeh jê mîlîtanên partîya wî ne. Ev yek jî, di vê navberê de, tê wateya rewşa paşketî ya formasyonên din ên sîyasî yên heman serdemê.

Gelek caran xwendevan pê têr nabe: Thorez, ku gelek hevdîtinên xwe qeyd dike, hema hema tu caran tu tiştî eşkere nake. 24ê hezîrana 1960î, bo nimûne, em vê nîvîsa wî dixwînin: «Gotûbêjeke dirêj li gel Casa ku li malê firavînê dixwe; ew nêrîna xwe li ser pirsgirêkên cihêreng ji min re eşkere dike û çavdêrîyên xwe yên, ku ez vala dertînim, têkildarî endamên BPê (buroya polîtîk) tîne ziman. Ez wî hişyar dikim ji ber helwesteke dîyar a wî ya Servîn, ku dibin mijara spekulasyonên firsendbazan (oportunîstan) û dijminan..» Li kêlîyeke ku nirxandina, bi awayê karîkaturî hişk, Partîya Komunîst a Fransayê li ser rejîma General De Gaulle -«dîktatorîya takekesî» ku «rêya faşîzmê vedike»- dibe yek ji mijarên sereke yên cudahîya navbera Laurent Casanova, Maurice Servin û rêveberên din ên komunîst, mirov dixwest tiştekî fêr bibe ji vê «gotûbêja dirêj». Di tebaxa heman salê de, Thorez li gel rêveberê arnawid Enver Xoce hevdîtinekê dike û deh roj şûnde jî li gel Nîkîta Xûrûçev. Li vir dîsa, em ê tu tiştî nizanibin ji van danûstandinên li kêlîyeke ku, arnawidan û sovyetîyan herî zêde pêşengî dikirin ji bo veqetînxwazîya ku tevgera komunîst a enternasyonal parçe kir.

Girêdana Thorez bi Moskovayê re wê qels nebe. Sibata 1956an, di XXem Kongreya Partîya Komunîst a Yekîtîya Sovyetî de lê giran tê gava ku Xurûşçev êrişî selefê xwe dike. Lê belê, di rojnivîsa xwe de, ew ê bêdengîya xwe jî li ser vê noqteyê biparêze. Berîya wê tarîxê, wî bi awayekî rêkûpêk îşaret bi gotin û nivîsên Jozef Stalîn dikir. Ew ê ji wê demê û şûnde jî gotinan jê wergire, lê êdî kêmtir. Di kanûna paşîn a 1956an de, Thorez bi rûsî hevokeke Stalîn a sala 1928an bibîr dixe. Ew hevok wê jîyan û livûtevgera wî bi kurtî bîne ziman: «Enternasyonal ew kes e ku, bêyî ku bê dudilî, bê tirs û bê şertûmerc amade be ji bo parastina YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst) ji ber ku YKSS bingeha tevgera şoreşger a cîhanî ye.» Ji ber vê yekê jê hêvî nekin ku ew bide ser rêça «tezên firsendbaz (oportunîst) û bi taybetî revîzyonîst» ên komunîstên îtalyan, an jî bide dû «xeta macerasprest û nîv-troçkîst a rêveberên çînî» gava, ji ber sedemên dijber, ev an jî ew li dijî Moskovayê serî rakin.

Ji bilî vegera desthilatîyê ya General De Gaulle di 1958an de, bûyerek, ku jixwe pê ve girêdayî ye, mohra xwe li serdema nivîsandina vê rojnivîsê dixe : şerê Cezayîrê. Ji 14ê tîrmeha 1953yan û şûn ve Thorez lanetê dibarîne ser «provokasyoneke xwînrij a polîs di roja neteweyî de» gava ku heft cezaîrî li Parîsê di pîrozbahîyên cejna neteweyî de hatin kuştin. PCF li şûna destekdayîna têkoşîna mîlîtanên serxwebûnxwaz, piştgirîya doza «aştîyê li Cezaîrê» tercîh dike û bi vî awayî di van pevçûnan de dernakeve pêş dikê. Li gel vê yekê jî, rojnivîsa Thorez balê dikşîne hejmarên desteserkirî yên rojnameya L’Humanité -bîst û heft- di dema vî şerê kolonyal de û lanetê dibarîne li «pergala kêfî, ya îşkence û komkujîyê» ya ku yên sosyalîst jî di navê de ji alîyê rêze hikûmetan gişan ve hat meşandin. Wekî din, mîlîtanên komunîst jî bi êrişên kujer ên Rêxistina çekdar a Veşarî (OAS) ve wê bên pelişandin. Mijareke ku Thorez li ser dikare nîyeta xirab a herî kamil nîşan bide, ji ber ku ew «lihevkirina vekirî ya navbera deshilatîya gaulîst û OASê» şermezar dike, hema roja piştî ku mala wezîrê çandê û sutûna rejîmê André Malraux hat teqandin...

Di sala 1962yan de «salvegera pêncîyî ya sertîfîka [xwe] dibistana seretayî» destnîşan dike. Bîranînên wî jî têkildarî belgekirina rêyê ye, ev rêya ku vî «kurê gel» kudandîye. Tevî hemû çalakîyên xwe yên mîlîtanî, ew di sala 1958an de zêdetirî bîst, di sala 1963yan de jî sî û heşt pirtûkan dixwîne. Û ne ji yên herî hêsan: Heraklît bi rûsî, Sezar bi latînî, Baruş Spînoza, Montaigne, Denis Diderot, hevnîvîsandinên René Descartes… Ev cure meraqa ronakbîrî gelo hê jî peyda dibe li cem rêveberên me yên sîyasî?

Serge Halimi

Wergera fransî: Baran Nebar

________

1) Maurice Thorez, Rojnivîs, 1952-1964, weşanxaneya ji alîyê Jean-Numa Ducange û Jean Vigreux (ku xebata wî pir bi bandor e) ve avakirî, Fayard, Parîs, 2020.