Wê kî rawestîne vê çerxa zextê?

TEDBÎRÊN BI  QASÎ DIJDEMOKRATÎK EWQAS JÎ BÊXÊR

Pêşnîyara qanûna têkildarî ewlekarîya cîhanî ku ji alîyê sendîkayên giştî yên polîsan ve tê destekkirin, 24ê çirîya paşînê bi dengdanê di Meclîsa neteweyî ya Fransayê re derbas bû. Ev qanûn ji têkoşîna li dijî terorîzmê bigirin heta bigihe rewşa awarte ya tendirustîyê, li ser navê ewlekarîyê zextûzora ji bo sînordarkirina azadîyan zêde dike. Û  eger îcar ev stratejî, ku ji zêdegavî û kêfiyetê pêk tê, tesîreke berevajî bike?

 

 

Translator

 

Cînayetên di çirîya pêşîn de li bajarokê Conflans-Sainte-Honorine û bajarê Nice li pey hev pêk hatin bi destê ciwanên ku îdîa dikin ji îslameke xweşxeyalî ne, careke din bûn sedemê zeximkirin û xurtkirina pozîsyona kesên li ser navê «şerê li dijî terorîzmê» dixwazin azadîyên me yên sîyasî hema hema bi temamî bên cemidandin. Û eger çend deng ji bo parastina pîvan û prensîbên dewleta hiqûqî bilind dibin jî(1), tu kesî heta niha rasterast dengê xwe bilind nekirîye li dijî nêrîna ku dibêje, li hemberî sûcê terorê, berfirehkirina bêdawî ya zexta desthilatîyê ne baş be jî, pêwist e.

Ev gotara (retorîka) ji alîyê nêrîna demokratîk ve endîşedêr, helbet ne tiştekî nû ye û ne cara pêşî ye em dibihîzin. Rehên wê digihîjin kevneşopîya otorîter a ku nîzama me ya hiqûqî ji dawîya sedsala XVIIIan ve dizîvirîne(2). Ev retorîk li nava pêşnîyarqanûneke bi navê «ewlekarîya cîhanî» careke din derdikeve pêşîya me. Armanca wê ew e ku jêpirsînkirina şîdeta bi destê polîsan tê kirin, were astengkirin. Ew herweha li nava tedbîrên awarte yên ku hikûmetê ew ji meha sibatê ve li dijî buhrana tendirustîyê xistine dewrê cih digire. Ew di heman demê de dibe îstîsmara fikrê ku li gorî wê tawîzdayîna kêm zêde ji azadîya me ya çûn û hatinê berdêleke ji neçarî ye ji bo parastina jîyan û tendirustîya me gişan.

Ev temsîlîyetên ku xwe bi mu-xelefeta qeba ya ‘an ewlekarî an azadî’ tevdigerin, di eslê xwe de xwe dispêrin dogmatîzma herî tarî. Pêwistîya destûrnameyî ya çavdêrîkirin û nermkirina kiryara erkên zextkar, ku îro em dixwazin bixin nava parantezan, projeya ceza ya serdema ronahîyan, ku di danezana mafên mirovan û welatîbûnê ya 26ê tebaxa 1789an de cih digire, saz dike. Lê belê ev proje ne tenê ji bo muxelefeta li hemberî despotîzma desthilatîya monarşîk e, ew herweha helwesteke nerazîbûnê ye li hemberî bêkêrîya pergala zextkar a rejîma berê ku vîna kêfî û zêdegavî karakterên wê yên esasî ne. Nîzama ceza ya komarger hîmê xwe spartîye bîrûbawerîya ku li gorî wê, qanûnek «çiqas zêde dijmirovî be ewqas kêm bitesîr e(3)».

Eger em dixwazin dawîyê bînin li vê lezgînîya ku her tiştî li bin guhê hev dixe û dibe sedemê alozîyê, dibe ku êdî dem hatîye em bifikirin ku, ji astengbûna li pêşîya bikêrbûna baş fêmkirî ya cezakirinê zêdetir, rêzgirtina li serdestîya hiqûqê şertekî bingehîn ê vê yekê ye. Em çiqas zêde hay hebin -bi taybetî bi kontrola otorîteyeke serbixwe- ji wê yekê da ku tedbîrên desthilatîyê yên azadîyê asteng dikin pêwist bin û lihevhatî bin li gel hedefa ku danîne ber xwe, ewqas zêde derfeta me ya bicihanîna wan heye. Ev hîpotez di qonaxa pêşî de têkildarî amûrên têkoşîna li dijî sûcê wekî terorê tên binavkirin, piştrast dibe. Ji destpêka salên 1980yî û jiholêrakirina dadgeha ewlekarîyê ya dewletê û vir ve, hertim bi navgîna prosedurên hiqûqî yên bi destê dadgerên lêpirsînê tên birêvebirin, hewldanên êrişan tên xirakirin. Û ev yek bi şopandina amadekarên êrişê yên li bin hîmaya şefê komeleya sexte ya terorîst tê pêkanîn -û bi binçavkirina wanû- tam berîya ku êrişê li dar bixin(4). Herçendî ev helwest tu rexneyekê heq neke jî, çarvoveya hiqûqî dîsa jî ferz dike ku servîsên polîs û dadgeran bi zelalî û bi palpiştên hevgirtî eşkere bikira ku jêpirsîna filan an jî bêvan kesî ji ber filan an jî bêvan sebebên berbiçav hatîye kirin.

Berevajî, tedbîrên îdarî yên têkoşîna li dijî terorîzmê ku di deh salên dawî de pir zêde bûne, bîlançoyeke ne zêde hêjayî pesindanê li pey xwe hiştine. Bo nimûne, biserdegirtinên di çarçoveya qanûna rewşa awarte ya di navbera çirîya paşîn a 2015 û çirîya pêşîn a 2017an de û di bin navê «serdanan» de hatin kirin, êdî wekî hiqûqa gelemperî xuya dikin(5). Ev zexta wêdetirî hiqûqê bi zêdebûneke mezin a erk û rayeyên ra-yedaran karakterîze dibe. Ji alîyekî ve, ev lêgerîn tenê bi fermana desthilatîya birêveber ve tên meşandin û dema tedbîrên rewşa awarte mijara gotinê bin, bêyî amadekarîya tu kontroleke edlî tên kirin, li gel çend prosedurên besît ên ku dadger paşî jê tê agahdarkirin, -ew jî eger serlêdaneke temyîzê hebe-, jixwe serlêdaneke wisa pir kêm caran dibe mijara gotinê. Ji alîyê din ve û berî her tiştî, bêyî ku pêwist be pêkanîna kiryareke berbiçav were destnîşankirin, li hemberî her kesekî ku «livûtevger»a wî wekî «tehdît»(6) were fêmkirin ev lêgerîn dikarin bên kirin.

Ji dema rakirina rewşa awarte ve, divê rayedar îspat bikin ku kesê mijara gotinê «ketîye nava danûstandinên adetî li gel kes an jî rêxistinên kiryarên terorîzmê teşwîq dikin, hêsan dikin an jî tevlî wan dibe, bi destekê an jî bi girêdana xwe ya ji bo tezên ku pêkanîna kiryarên terorîzmê teşwîq dikin an jî pesnê kiryarên wisa didin(7)». Lê belê karaktera berfireh a têgeha terorîzmê rê dide qadeke bi taybetî fireh a pêkanînan(8). Û eger pirs herweha têkildarî prosedurên cezayî jî were pirsîn, ev prosedur bi pêş hikmî ferz dikin ku herî hindik pêkanîna sûcekî ku, eger kêm zêde bi kêfî wekî terorîst were pênasekirin, nîşandana delîlê kiryara berbiçav a dijqanûnî jê re pêwist e, ev jî di warên îdarî de tu caran nabe mijara gotinê.

Ji nû ve derketina holê ya serdana ji bo jiholêrakirina misogerîyên dozeke cezayî ku ji destpêka sedala XIXem ve(9) tê dîtin, ev bersiva îdarî bêguman dibe nimûneya berbiçav a zexta bêhempa ku tam li gorî dilê dijberên serdestîya hiqûqê ye. Gelo ji ber vê yekê ye ku wekî zêdetir bi tesîr tê binavkirin, ango gelo bi rastî jî tê bawerkirin ku ewê karibe pêşî li sûcên terorê bigire û bi taybetî jî planên êrişan deşîfre bike? Bila li destekvanên wê giran neyê û dilê xwe ji min negirin, lê belê ev yek ji rapora têkçûnê jî xirabtir e. Ji ber vê yekê lêgerînên di dema rewşa awarte de fermanan wan tên dayîn wê ancax bi îhtîmaleke li bin 1 % karibe komeleyeke têkilîya wê bi terorîzmê re heye tesbît bike(10). Û ji hingê ve têkildarî fermanên hatine dayîn, tenê du kes li ser 165 kesên li mal û karên wan lêgerîn hatîye kirin, bi vî sûcî hatine darizandin(11). Eger em bînin bîra xwe ku di her du rewşan de jî pêkanîna van proseduran di çarçoveyeke hiqûqî de jî wê mimkin bûya, ji ber ku dadgerîyê wê karibûya mafê heman lêgerînan di mijara sûcên terorîsmê de dabûya(12). Eger ew werin ser îdîaya kesên ku li gorî wan «serdanên» îdarî wê bûbin sebep ku gumana servîsên îstîxbaratê ya têkildarî hin kesan ji holê rabin(13), ew jî wê akrobatîk xuya bike li vê kêlîya ku ew ji hemû derfetên mimkin û tên bîra mirov, dikarin sûdê wergirin ji bo çavdêrîkirina kesên ku ew ji wan gumanê dikin. Bo nimûne bi wergirtina qeydîyên deng ên axaftinên wan ên telefonan, bi şopandina her livûtevgera wan a dijîtal û hwd(14).

Di rastîyê de, ev bêkêrîya mezin a zexta «serbest û ne sexte» dikare bi hêsanî were îzahkirin. Bi firehkirina bê hed û hesab a qada kiryar û livûtevgerên ku musaît in wekî «terorîst» werin pênaskirin, ew dibe sedemê belavkirin, berterefkirin û di demeke nêz de jî jihalxistina hêzên zextkar. Hê jî xirabtir, ew dikeve nava rîska bi demê re kêmkirina kapasîteya servîsên polîs û dadgerên lihevanînê ya tesbîtkirina planên sûcên îspatkirî, ji ber şaşîya dawetnekirina wan a ji bo bi awayekî tam û qeba hedefgirtina kiryarên ku nîyeta wan heye bişopînin. Li demeke ku tu kes nafikire hebûna berdewam û cidîyeta rîska êrişan înkar bike, bi rastî jî çi qas mentiqî ye ku ji dozgerê neteweyî yê li dijî terorîzmê were xwestin ku bi motîfa pesindana terorîzmê prosedurekê bimeşîne li dijî kesên wisa ehmeq ku dikarin desteka xwe ji bo cîna-yetekê eşkere bikin?

Her çendî derbarê rabirdû de em ne xwedî heman nêrînê bin jî, bêkêrîya kêfî ya hêzên gelemperî di pêkanîna rewşa awarte ya tendirustîyê ya qanûna hejmar 2020-290 ya 23yê adara 2020î de jî xwe nîşan dide. Em ji niha ve destnîşan bikin ku ji bo pêşwazîkirina buhrana tendirustîyê qetîyen ne pêwist bû rejîmeke awarte were sazkirin: «lezgînî» bêhtir ew bû ku bingeheke hiqûqî ya ji pêkanîna «şertûmercên awarte» zeximtir û parastîtir çêkira ji bo tedbîrên kêmkirina azadîyê yên ji alîyê hikûmetê ve hatin wergirtin. Eger vê qanûnê hiştîye ku destwerdana rayedaran hêsantir çêbe jî, ew pir dûr e ji pêşîgirtina her rîska bir-yarên kêfî. Ev rîsk pêşî xwe dispêre pîvanên ku dibin zemîna sazkirina rewşa awarte ya tendirustîyê, ku biryara wê dikare were dayîn ji bo dawîanîna li «felakete tendirustîyê ya bi xwezaya xwe û dijwarîya xwe tendirustîya civakê dixe nava xeterê(15. Lê belê têgeha «felaket» yek ji yên herî şolî û nexasim jî yên herî subjektîf e. Bi heman awayî, têgeha «xistina nava xetereyê» pir zêde fireh e: li gorî hîpotezê, her nexweşîya têger zirarê dide tendirustîya me, gava tenê bûyerên ku jîyana me tehdît dikin an jî, qet nebe, bûyerên ku bi awayê necebire zirarê didin bedena beşeke mezin a civakê, karibin tedbîrên azadîyê bisînor dikin mafdar derînin, eynî wekî yên ji alîyê rewşa awarte ya tendirustîyê ve mafdar tên deranîn. Nezelalîya pîvanên ku berê me didin nava qonaxa awarte problematîk e. Ji ber ku parlemento ancax mehek şûnde hat dawetkirin ji bo xweîfadekirina li ser ragihandina dirêjkirina rewşa awarte ya tendirustîyê û eger tedbîr ji alîyê serokezîr ve bi berfirehî hatibin îfadekirin jî, tenê pêwistî û awayê karantîna an jî yên îzolebûnê li bin kontrola dadgerîyê ne(16). Lê belê, çawa ku konseya destûra bingehîn biryara wê da, ev daxwaz herweha ji bo tayînkirina hepisbûna me ya li malê jî ku em giş careke din pê re rû bi rû man, lê ye(17).

Li vir dîsa, em dibînin ku ev zexta zêde xwedî karaktera biçûkirina tesîra baş têgihîştî ya bersiva gel e. Bi vî awayî, zêdegavî dikare bibe sedemê girêdaneke kêmtir bi tedbîrên kêmkirina azadîyan û di encamê de jî ji alîyê welatîyan ve çavdêrîyeke kêmtir a ji bo reftarên profîlaktîk. Hikûmetê ku bi awa-yekî nerasterast ev rîsk qebûl kir û ji ber vê yekê ji rojên pêşî yên dorpêçbûna li hundir yên biharê, ji bo çavdêrîkirina rizgirtina li dorpêçbûnê, destûra 4,3 milyon kontrolên ji alîyê polîsan ve deranîn(18). Amûreke ku berdêla wê bêguman dê pir bi feydetir tesîr bikira li parastina kesên bi taybetî hesas li hemberî nexweşîyê...

Haymayîna ji wê yekê ku tedbîrên azadîyan sînor dikin bi hesasî û bi denge werin pêkanîn ne tenê pêwistîyeke demokratîk e. Şertekî nebe-nabe yê bitesîrbûna têkoşîna li dijî xetereya ku li ser navê wê em dixwazin wan bisînor bikin jî mijara gotinê ye.

* Dersdarê alîkar li zanîngeha Parîs Nanterre, nivîskarê berhema Bûyîna li nava ewlekarîyê. Têgihiştina ji mafên xwe ji bo xweparastineke baştir - Être en sûreté. Comprendre ses droits pour être mieux protégé, La Dispute, Paris, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________

1) Cf. bo nimûne «terorîzm, azadîya derbirînê, laîsîte... Li wêdetirî gengeşîyan û enstrumantalîzasona sîyasî, prensîbên û hiqûqê», Syndicaya parêzerên Fransayê, Paris, 30 çirîya pêşîn 2020.

2) « Ji Bêderpîyan heta “êlekzeran”, dîroka zilmûzoreke giran», Le Monde diplomatique, nîsan 2019.

3) Michel Lepeletier de Saint Fargeau, rapora li ser qanûna ceza, meclîsa avakar, rûniştinên 22 û 23yê gulana 1791.

4) Art. L.421-2-1 ji qanûna ceza.

5) Qanûna 30ê çirîya pêşîn a 2017an a ewlekarîya hundir û têkoşîna li dijî terorîzmê xurt dike.

6) Art. 11 ya qanûna n° 55-385 a 3 nîsan 1955.

7) Art. L. 228-1 ji qanûna ceza ya ewlekarîya hundir.

8) Bn.«Kengê mirov behsa “terorîzmê” dike?», Le Monde diplomatique, tebax 2016.

9) Cf. Sortir de l’imposture sécuritaire, La Dispute, Paris, 2016.

10) Sî prosedur hatin vekirin bi vî sernavî ji bo «zêdetirî 4 300» tedbîrên lêgerînan, li gorî lêkolîna têkildarî projeya qanûna ku ewlekarîya hundir û têkoşîna li dijî terorîzmê ya 22yê hezîrana 2017an xurt dike. Wekî din, di nêzî ji sedî 88ê dîyardeyan de tu hêmaneke sûcan nehat tesbîtkirin.

11) Rapora agahdarîyê ya hejmar 348 li ser kontrolê û şopandinê li gorî qanûna hejmar 2017-1510 ya 30yê çirîya pêşîn a 2017an, Sénat, Paris, 26 sibat 2020.

12) Art. 706-89 û li gorî qanûna prosedurên cezayî.

13) Laurent Borredon, «Rewşa Awarte: “Derî neşkenên, li zîlê bixin, ji kerema xwe ”», Le Monde, 14 kanûna pêşîn 2015.

14) Art. L.851-1 û li gorî qanûna ewlekarîya hundir.

15) Art. L.3131-12 ên qanûna tendirustîya gelemperî.

16) Xalên L. 3131-15 et L. 3131-17 ên qanûna tendirustîya gelemperî.

17) Biryarên n° 2020-800 DC ên 11ê gulana 2020, cons. 43, Konseya destûra bingehîn, Paris.

18) Rapora mîsyona li gorî projeya qanûna awarte ji bo têkoşîna li dijî şewba cîhanî Covid-19, Sénat, 2 nîsan 2020.