Zordarîya Xêratê

SERKETINA TÊGEHEKE BI QASÎ KU XUYA DIKE KÊMTIR BÊGUNEH

Birêvebirina buhrana tendirustiyê pala xwe dide mecbûrîyeta xweparastina her kesekî û herweha parastina  kesên din, nexasim jî, yên «rewşa wan zêdetir hesas». Hikûmet banga fedekarîyê dike û di rewşa îhmalkarîyê de jî dixwaze sîstema cezayê bikeve dewrê. Lê belê fermanên ji bo berpirsîyarîyê gelo navtêdaneke bi fazîlet e an jî hewldaneke ji nû ve pênaskirina welatîyan e?

 

Translator

 

«Agahdarîya li ser koronavîrusê: em xwe ji hev û din biparêzin». Talîmata ku, hem şîreteke Încilê hem jî slogana şirketa sîgortayê tîne bîra mirov, dişibe rastîyeke zelal a van gotinên aqlê selîm ên qalib ku nabe îtîraz lê were kirin. Wisa xuya dike ku bi rastî jî zehmet e bi pirseke «çima?» a bêsedem ew were pêşwazîkirin. Ma kî dikare dijberîyê bike li vê şîreta dilovan a ku bicihneanîna wê dikare jîyana kesên din bixe nava xetereyê? Li hemberî vê talîmatê, yekane tişta dimîne were kirin, ji bo xweparastina ji hevûdin destnîşankirina rêzikên şopandinê ye: eger li ser filan an jî bêvan amûrê guftûgoyek çêbe jî, talîmata esasî li derveyî vê yekê ye. Lê belê, wekî ku gelek caran ji bo rastîyên zelal dibe mijara gotinê, ev talîmat jî tu alî-yekî wê yê xwezayî tune; ew têkildarî komeke nirxan e û parçeyeke têgihîştina mirovan e..

Bi awayekî berbiçav, ferhengok û pratîkên hikûmetê di rêvebirina buhrana tendirustîyê de hiştin ku «felsefeya Care» ya ku berî demekê Mme. Martine Aubryê(1) teşwîq kiribû, bibe mijara sereke ya rojevê. Têgeha ku heta doh herkesî kenê xwe pê dikir, îro veguherîye dehşetekê. M. Emmanuel Macron têgeha «Care» (Comité analyse recherche et expertise- Komîteya Analîz Lêgerîn û Pisporîyê-), vê dezgeha berpirsîyar ji «rêberîya biryara hikûmetê li qadên dermanî û civakî» wekî pîroz dibîne; wezîrê tendirustîyê Olivier Véran di Journal du dimanche-Rojnameya yekşemê de (16 gulan 2020) wê silav dike û dibêje «ev têgeheke pir nûjen e». Têgeha ingilîzî care tê wateya «hayjêmayîn» û herweha «baldarî» (amatorên fîlmên anglo sakson baş nas dikin vê vegotina navdar «Take care-Hay ji xwe bimîne» ku bi taybetî li dema ji hev xatir xwestineke di nava sergêjahîyê de tê bikaranîn). Ramaneke ji care cara pêşî ji alîyê femînîstên amerîkî felsefevan Carol Gilligan û sîyasetzan Joan Tronto ve hat amadekirin. Ev têgeh, li wêdetirî rehabîlîtasyona meslekên îhtîmamê û kesên ku wezîfedarkirî di vî warî de, bû tiştek-objeyek, bi awayekî radîkaltir, ji bo di sîyasetê de bicihkirina pirsgirêkên sincê-etîkê. Li vir ya mijara gotinê bicihkirina «hesasîyetê li nava dilê sincê ji dêvla nirxên navendî yên weke xweserî, bêalîbûn, wekhevî(2.

Wekî ku têde bi awayekî zelal tê destnîşankirin, berhemeke berî çendekê derketî, bi îmzeya wezîra berê ya sosyalîst û fîlozofa ku endameke koma kampanya hilbijartinê ya M. Benoît Hamon, ev vîn xwe dispêre bawerîya ku «em bi efsaneyên xweserîya xwe û serxwebûna xwe  -nirxên civaka nûjen ji serdema Ronahîyê ve- dijîn(3. Ev îdîa hêja ye em li vir hinekî li ser bisekinin û bala xwe baş bidinê, ji ber ku ew, li bin perdeya sincê, li ser wateya sîyasî ya care’ê hûr dibe. Ew bi lezeke sihêrbazane dest wer dide mijarê: tevlîhevkirina «xweserîyê» pir bi kurtî, têgeha bi awayekî belloq, şêlû û «xweserîya aqil», ku li pêvajoya kedeke dûrûdirêj a keda rizgarbûna ji pêşhikman hatîye avakirin, dihêle ku bi azadî bifikire, xwe bispêre hikmekî û ji wir jî, xwe bigihîne statuya welatîbûnê. Ev e xweserî... ya aqil, projeya serdema Ronahîyê, lê belê herweha ya René Descartes, Baruch Spinoza, Emmanuel Kant, ku wekî «nirxê navendî» bi destê «antropolojîya bêparastinê» têne rewakirin.

Taybetmendîya (karakterîstîka) ramana care(4), têgeha «bêparastin-hesas» di girêdanka şewba cîhanî de veguherî wesweseyê. Herçendî pir zelal e ku rê digire li qalkirina bi awayekî rasterast ji «ixtîyaran», bikaranîna wê ne tenê delîla nezaketekê ye. Li gorî ferhenga Larousse, ev peyv tê wateya «Kesê bêparastin li hemberî birîndarbûn û hingavtinan. Kesê bêparastin beramberî nexweşîyekê, ku dikare li hemberî êrişên dijminekî bibe hedefeke hêsan».

«Rêzikeke jiyanê» ji bo M. Macron

Bi awayekî din were gotin, «neparastî» ew kes e ku di rewşeke li ber şikestinê û hesas de ye. Tu îşaretek tune ku divê ew ji alîyê kelehan ve were parastin. Tu tişt, ji bilî helwesta me ya xêrxwazîyê, ewa ku hin kesan tam dide ji bo haymayîna ji kesekî din, bi baldarî û dilovanî.

Wê bala herkesî kişandibe ku xêrxwazî pir zêde bûye moda, ew jixwe ji bo Ferhenga Le Robert jî bû peyva sala 2018an. Ew li her derê ye: di rêvebirina kar de, di 2011an de, 228 şirketên fransî, yek ji wan jî France Télécom e (bêguman) û HSBC, îmza xwe dadanîn ser «bangeke alîkarîya xêrê di kar de» bi pêşengîya kovara mehane Psychologies Magazine; di pedagojîyê de(5); di tweetên Edgar Morin de; di şahîyên muzîkê de(6), û di gotara sîyasî de. M. Macron bêdudilî vê îdîayê dike: «Rêzikeke min a jîyanê heye, ji bo jinan û ji bo mêran lê herweha ji bo demûdezgehan: xêrxwazî» (France 2, 10 nîsan 2016). Bi awayekî giştîtir, têgeh li nava daxuyanî û danezanan ji her alîyî ve dibiriqe. Heta, Serokê Konseya Ewropayê, M. Charles Michel jî, xwe lê digire bi peyama xwe ya ji bo Konferansa li ser rewşa Yekîtîyê (8 gulan 2020), ku têde ji bo pêkhatina «civakeke bi rûmet û xêrxwaz» xwezîyên xwe tîne zimên.

Lê belê, çiqas sempatîk dibe bila bibe, têgeha care, bi qasî ku xuya dike ne zelal e. Li gorî Ferhenga Larousse, ya mijara gotinê «qebîlîyeteke hiş a xwedî meyla têgihiştin û xweşbînîyê ye li hemberî kesên din». Ew xêrxwaz hildide raserî objeya xwe ya dilovan a xweşbînîyê. Dilpakî baş e. Li gel vê yekê jî binirxkirina wê û rola wê bi xwe re hin pirsgirêkan bi gewde dikin. Çunku xêrxwazî, ku li gel care û bêparastinîyê sêbereke têgehî saz dike, dibe amûreke ecêb a îdeolojîk.

Yek ji fîlozên vê sêberê (triolojîyê) Fabienne Brugère, berevajî, bi awayekî aqilane vê nirxandinê dike: «Li Fransayê, bo nimûne, têkilîya civakî wekî ku xwe spartibe ser nakokîyên lihevneker. Ev awayê dîtinê karî li Fransayê bi pêşkeve ji ber ku em li welatekî laîk in û heta têra xwe jî xwedênenas.» Bi kurtî, «dibe ku Fransa zehmetîya wê hebe ku karibe li têkilîya bi kesên din re bifikire», madem ku, li vir, «sîyaset ancax bi navgîna nakokîya nelihevker bi gewde dibe». Ev jî tê wê wateyê ku «divê xêrxwazî ne tenê di sincê de, lê herweha di sîyasetê de jî were avakirin»(7).

Erê, «pirsgirêkeke sîyasî ya qirase» tam jî li vir derdikeve holê, wekî ku bi awayekî pir veşarî destnîşan kiribû, di hevpeyvîna xwe ya li jor destnîşankirî de, M. Véran. Lewre, pêwistîya behskirî ya xêrxwazîyê hêmana veşarî ya dilbijîya me ya tesîrkirina li peymana me ya civakî ye. Ew dixwaze vê peymana civakî ji kirasê wekhevîya wê ya «abstrakt», ji gerdûna wê ya «sar» rizgar bike, ji bo berê wê bide nava têkilîyên pala xwe didin têgihîştina newekhevîyeke kir-yarî.

Demokrasî di encamê de wê xwedî «naverokeke hesas(8 be: bêparastinîyên xweser ji alîyê sîyasetvanan ve li ser navê xêrxwazîya tamîrker wê li ber çavan bên girtin; li ser bingeha cihêrengîyan wê were telafîkirin tiştê nû, xweser, laşî yê li nava livûtevgera pêvajoyeke dabînkirinê ya temamker li gel asîmetrîya esasî ya navbera komestêrkên kesên herî qels û yên din. Lê belê, eger berbiçav be ku wekhevîya mafan têra misogerkirina wekhevîya rastî neke, divê ev mafên jihevcudakirî xwe bispêrin kîjan pîvanan?

Wê kî were neqandin wekî objeya sîyaseta xêrxwazîyê? Wê bi çi awayî were destnîşankirin ka kîjan welatîyên kêmar -di hemû wateyên têgehê de- divê kêmarbûna xwe  ya  tamîrkirî  bibînin?  Xêrxwazîya gelemperîkirî gelo wê bes be ji bo rewakirina prensîba cihêrengîya muameleyê?

Nemaze, pê hisîyabû M. Macron dema ku namzed bû di hilbijartina serokatîyê de («Min her tim tovê xêrxwazîyê çand, bi hêvîyeke veşarî, serdanpê, ku bibe şewb û bigihîje kesên din jî», Lille, 14 kanûna paşîn 2017), ev sererastkirin carna kêm dimîne. Frédéric Worms, endamê Komîteya Neteweyî ya Etîkê, li ser rêya bûyîna yek ji fîlozofên pêşeng ên pergala xwedî îdîaya «di heman demê de» bêyî ku bitirse şoke bike, vê yekê weha bibîr dixe: «Xêrnexwazî ji qencîyê pir gerdûnîtir e(9).» Ji bo gelemperîkirina xêrxwazîyê -carna guhêrbar- beramberî neparastîyan, divê têgeheke din were bikaranîn, têgeheke ne bi hestan re lê bi wijdanê re têkildar: hestê berpirsîyariyê. Ev guhertoya (versîyona) sîvîl a xêr-xwazîyê ye.

Bavê manewî yê careê, fîlozofê alman Hans Jonas û bi taybetî şagirtê berê yê Martin Heidegger, vê qadê di şahesera xwe Principe espérance d’Ernst Bloch- Prensîba hêviyê ya Ernst Bloch de tarîf dike. Rexneya li «utopiya marksîst», ev ceribandina zindîkirî ji bo têkoşîna li dijî kapasîteya ku mirovahî êdî dikare xwe bi xwe tune bike, piştrast dike ku «divê ji kehaneta bextîyarîyê zêdetir guh bide ya bedbextîyê» û dîsa erê dike ku «tirs dibe zarûrîyeta pêşî». Lê belê girîng e ku ev tirsa feraseta zarûrî ya bêparastinîya zindîyan, bibe amûreke pêşparastina jîyanê.

Ji ber vê yekê jî divê rêhevaltîyê bike li gel hezimkirina «berpirsî-yarîya» ragirtina jîyanê ji alîyê her kesekî ve. «Berpirsiyar bûn tê wateya pejirandina “rehîngirtî ”bûnê ji hêla kesên herî bêparastin û herî geflêxwarî ve», li gorî wergêr. Ji bo Jonas, «berpirsîyarî haymayîna, wekî wezîfe qebûlkirî, ji heyîneke din e û dibe kesekî “xemxur” dema ku neparastîbûna vê heyînê li bin tehdîdê ye». Bicihanîna vê wezîfeyê zarûrî ye. Ev ne hêsan e, wekî ku Worms destnîşan dikir. Û ji ber vê yekê «demokrasî eynî wekî xwe dimeşe vê gavê -û hatîye rastalîkirin eynî wekî ku ew ji bo demeke kurt be- bi rastî jî nagunce li forma hikûmeta ku demdirêjî lê tê». Ya baştir «tîranîyeke xêrxwaz e»(10) ji bo, bi awayê berpirsîyar, li herkesî were ferzkirin ku berpirsîyar tevbigerin, eynî wekî -nimûneya ku Jonas hez dikir bibîr bixe- nimûneya dêûbavan. M. Macron ew baş têgihîştîye, ew hez dike, di dema biryarên xwe de, «zarokên me», «hemwelatîyên me yên herî neparastî» bibîr bixe.

Eger ew rastî hejmarek serêşîyên hawîrdorî hatine (parastina Xwezayê) û çarçoveyeke teorîk û herweha hejmarek rêxistinên parastina «herî neparastîyan» dabin wan, ev nirxandinên sîyasî-metafîzîk herweha bûne xwedî tesîreke mezin li ser normên navneteweyî û têgehên hiqûqî yên pêwistî û rêzikên «prensîbên parastinê» dîkte dikin -bi awayekî destûrnameyî li Fransayê ji sala 2005an ve-. Wan, bi awayê hemdem ên hilweşîna cîhana sovyetîk, li gel endîşeyên sazîyên navneteweyî deng veda.

Ji 1994an û vir ve, «rapora cîhanî li ser pêşketina mirovî» ya Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşketinê, ku aborîzan Amartya Sen tevlî amadekirina wê bû, pirsgirêka li ser ewlekarîya takekesî ji nû ve dinirxîne û di sîyasetê de bi derxistina pêş a tirsê, îmza xwe datîne ser mijareke nû.

Di sala 2001ê de, rapora Komîsyona Navneteweyî li ser destwerdana serwerîya dewletan, li bin hîma-yeya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wekî «Berpirsîyarîya parastinê» tê binavkirin. Ev têgeh sala 2005an wê di «Belgeya dawî ya zîrweya cîhanî» de were qebûlkirin. Ev amadekarî digihîje encama ji nû ve pênaskirina wezîfa dewletan ji bo parastina şênîyên xwe. Ew ji ber vê yekê ji hêla «civata navneteweyî» ve wekî erkeke di rewşa «têkçûna eşkere» de tê qebûlkirin. Ev têgeh e ku cara pêşî di sibata 2011an de wê îşaret pê were kirin, bi armanca destûrdayîna destwerdaneke çekdarî li Lîbyayê ji bo misogerkirina parastina xelkên sîvîl li dijî vîna dewleta li ser kar. (11)

Têgeha nû ya hemwelatîyê

Daxwazkirina rabûna bi berpirsî-yarîyê di wezîfeyeke parastina neparastîyan de bi vî awayî ji realîzma bi îhtîyad an jî «mirovahîyeke» besît zêdetir vediguhere înîsîyatîfeke pir radîkaltir a sîyasî. Ev têgihîştineke nû ya welatî ye ku bicih dibe û ji ber vê yekê girîng e mirov diltenikîyê û hestên xwesûcdardîtinê hefsar bike û heta nehêle merdîya fedekarîya mijaran serpoş bike. Civak wekî sazîyeke organîk tê dîtin û tenê zarûrîyet dikare wê bigihîne Qencîyê; biryarên sîyasî bi pêşbînîya rewşa herî xirab dikarin bên rewakirin; rêya rizgarîyê êdî ne pêşxistina nêrîna rexnegir, lê venasîna qelsîya avakar û hevgirêdana gelemperîkirî ye; ev her du têgehên dawî li navenda vegotinên kollapsolojî (hilweşînzanist) an jî li nava vegotinên alîgirên «muşterekan» careke din cihê xwe digirin. M. Macron, di xwezîyên xwe yên ji bo sala 2020î de, dikare ji ber vê yekê destnîşan bike ku reforma malnişînan (teqewîdan) xwe dispêre «prensîba berpirsî-yarîyê». Li hêla din, beramberî karkerên fabrîkaya Bridgestone a li Bethunê, ku bi avêtina ji kar tên tehdîtkirin, prensîbek an jî erkek ne mijara gotinê ye. Hikûmet ji «qebatîya» îlanê gazinan dike, lê belê «xêratê» jî ferz nake. Hema hema bi eynî awayî, 650 000 qezayên kar ên di sala 2019an de qeydkirî, muhtemelen wî nerihet dike, lê belê ne zêdetir. Care jî sînorên wê hene.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________

1) b. «Azadî, wekhevî... îhtîmam», Le Monde diplomatique, îlon 2010.

2) Sandra Laugier, makaleya «îhtîmam (lênêrîn)», Encyclopaedia Universalis.

3) Najat Vallaud-Belkacem û Sandra Laugier, Komeleya kesên li ber şikestinê. Dersên femînînst ên buhranekê, Gallimard, coll. « Tracts », Paris, 2020.

4) Joan Tronto, Cîhaneke bêparastin. Ji bo sîyaseteke hayjêmayînê, La Découverte, coll. «Nivîsarên tevkar û destekê – Felsefeya pratîk», Paris, 2009.

5Binêrin li nivîsa Clothilde Dozier û Samuel Dumoulin, a bi navê «“xêrat”, sir-veşartoka neqandina civakî li dibistanê», Le Monde diplomatique, îlon 2019.

6Flora Santo, «Paris: Manifesto XXI şahiya xwe ya li bin remza xêrxwaziyê û dilovanîyê lidar dixe», Trax, 2 îlon 2020, www.traxmag.com

7Philippe Douroux, «Fabienne Brugère: “Divê em xêrxwazîyê ne tenê di sincê de, herweha di siyasetê de jî bicih bikin ”», Libération, Paris, 5 tebax 2016. Cf. herweha nivîsara din a Fabienne Brugère, Sincê (etîka)hayjêmayînê, Weşanên zanîngehî yên Fransayê, Berhevoka. «Ez çi zanim- Que sais-je?», Paris, 2017.

8)  Fabienne Brugère, «Ji bo teorîyeke gelemperî ya hayjêmayînê», malpera Jiyana ramanan - La Vie des idées, 8 gulan 2009, https://laviedesidees.fr

9) Frédéric Worms, Şaşûgêjbûn û berxwedan. Rûbirûbûna bi bûyerê re (2015–2020), Desclée de Brouwer, Paris, 2020.

10Hans Jonas, Prensîba berpirsîyarîyê, Flammarion, coll. « Champs Essais », Paris, 2013.

11)  Anne-Cécile Robert, “Destpêk û dorpêçên” mafê destwerdanê” bixwînin, Le Monde diplomatique, gulan 2011