Serketina tehl a demokratan

Vebijarkên pêşî yên M. Joseph Biden ji bo pozîsyonên kilîd ên rêveberîya xwe (sîyaseta derve, aborî, hawîrdor) dikarin bibin sedemên xeyalşikandina kesên ku jê hêvî dikin li Waşîngtonê guherînên kûr pêk bîne. Li gel vê yekê, sîyaseteke hinek bi îdîa jî wê ji çeperên partîya komarger bizîvire, ji ber ku ev partî bi qasî dihat hêvîkirin bi têkçûneke wisa mezin re rû bi rû nema.

 

Translator

 

Piranîya mîlîtanên partîya demokrat 3yê mijdarê, êvara hilbijartinên serokatîyê tevî ku namzedê wan bi ser ketibû, pir tengezar bûn. Ji bo wan, tu tişt wekî ku hêvî dikirin, pêk nehat. Bêguman, M. Donald Trump winda kir, lê belê bi ferqeke pir biçûk, ji ber ku tenê bîst-sî hezar dengên zêdetir li çend eyaletan (Corcîya, Wîsconsîn, Arîzona, Pensîlvanya) wê têrê bikira ji bo ku dagirkerê niha yê Qesra Spî çar salên din jî ji wir veneqetîya. Ev encama hesas cesaretê didê ku qarewara têkildarî hîleyan bike, alîgirên wî yên herî tûj jî êrişan bibin ser makîneyên dengdanê ku yek ji wan nermalav (logiciel) e, ku li Venezuelayê ji bo Hugo Chavez hatibû amadekirin, ji bo bihişta ku encaman li gorî daxwaza xwe biguherîne. Pêşandana şaredarê berê yê New Yorkê û parêzerê şexsî yê serokê Dewletên Yekbûyî, Rudolph Giuliani ku enîya xwe ji xwêdanê paqij dike dema ku ev sûcbarîyên bêbingeh bi erêkirina wî tên rojevê, pir zelal radixe pêş çavan ka sîyaseta amerîkî ketîye çi halî.

Ev rewş ji bo M. Joseph Biden hê zehftir cidî û herweha cihê fikarê ye: Ji sedî 77ê komargeran bawer dikin ku wekî serok hilbijartina wî ne rewa ye(1). 20ê kanûna pêşîn a bê, serok wê bi vê bêbawerîyê re rû bi rû bimîne. Di heman demê de partîya wî li Senatoyê wê ne xwedî piranîyê be, li meclîsa nûneran nêzî deh kursîyên wan wê kêm bûbin û li meclîsên eyalatan jî wê di rewşeke rawestanê de bin. Ev rewş jî têrê dike ku ji bo mirov bibêje ku serdema serokatîya demokratan wê qet jî ji mehên hingivîn sûdê wernegire. Û ew ê bibe xwedî destpêkeke hê xirabtir ji ya berî 12 salan a M. Barack Obama, ku di destê wî de jî ji bilî gotar û axaftinên xweş û du cild bîranînan pêve tu tişt li paş nema. Hilbijartina M. Obama dîsa jî rastî îtîrazan nehat, ji ber ku ew dibû xewn û xeyala cîhanê, wekî din di her du meclîsan de jî xwedî piranîyê bû. Wekî din pir zeximtir û sî sal jî biçûktir bû ji «Joe’yê xewar û xilmaşî» yê îro.

Bi awayekî paradoksal, ji ber vê yekê alîyê windakirî ji bo siberojê zêdetir hêvîdar xuya dike. Mu-xalîfên M. Trump xeyal dikirin ku hilbijartina wî ya berî çar salan encama çerxeke ecêb a sîstema hilbijartinê bû û ev yek dihat wateya nefesa dawîn (an jî qîrîna dawîn) a zilamê spî yê mehkûmkirî bi pêkanîna koalîsyona ku li navê beşên kêmbûyî yên hilbijêran- oldar, gundî, pîr û kal- li tenişt hev rêz dibûn. Berevajî, nexşeya demografîk tolhildaneke demokratîk a ji alîyê piranîyeke «cihêreng» a ciwan û pir-etnîk ve êdî ferz dikir. Ev siberoj êdî ne enînivîsek e. Komargerîya bi awayê Trump a li ser hîmên xwe bêhna xwe vedide û sînorên xwe fireh dike hê jî ji ser dikê nehatîye xwar. Serokê li ber çûnê, partîya xwe ji binî ve guherand û ew fetih kir; ew êdî partîya wî ye, an jî ya qebîleya wî, ya mîrasgirên wî yên xwedî awaza wî ne.

Ji bo demokratan, xeyalşikestin pir mezin e. Awayekî buhranê û xweberdanê dikarin bidin pey vê xeyalşikestinê. Bi zêdetirî du sed hezar qurbanîyên Covid-19, aborîyeke nelivbar, bêkarîyeke zêde dibe, rêjeya beşdarîya hilbijartina serokatîyê ku, berevajîyê tevahîya yên berê ku tu caran di çar salan de ji sedî 50yî derbas nebûbû, lîsteyeke derewan û heqaretên li pêşîya raya giştî yên bi qasî tijekirina çend cildên stûr, bi van gişan têkçûna serokê dawî misoger xuya dikir. Bi ser de jî li van sedeman hin ên din zêde dibûn, bo nimûne baraja nêzî tevahîya medyayê, fînansmana hilbijartinê ya kêmtir ji ya partîya demokrat, (rewşeke ecêb gava ku serokê niha dîyarîyên baca comerdana ji bo milyarderan dikir), herweha desteka mezin a hema hema tevahîya bijarteyên welêt -hunermend, general, akademîsyenên çepgir  û patronê Amazonê jî di nav de- ji bo Biden.

Ji ber vê yekê 3yê kanûna pêşîn, demokrat ne tenê li benda serketinekê, li benda cezakirinekê jî bûn. Wan wisa hêvî dikir ku, eynî wekî sala 1980yî, têkçûna serok bêyî bidawîbûna dengdana Li Kalîfornîyayê, were piştrastkirin. Û ji bo bi rastî jî cezabirîna li biçûk-xistina Amerîkaya ezîz a pêşverû, felaketa ku bi serê komargeran ve bihata anîn -wekî reklama ku me bihîstibû- bi zîndanîkirina malbata Trump, eger mimkin bûya bi unîformayeke porteqalî, wê bi dawî bûbûya. Ev senaryo di vê rewşê de wê wekî xeyal bimîne. Wekî din muhtemel e ku golfvanê  Mar-a-Lago bi awayekî  sîyasî demeke pir dirêj bêlivûtevger jî nemîne. Bi xurtbûna wergirtina 10 milyon deng zêdetir ji çar salan berê, hewldana ji wezîfê avêtinê (impeachment) jî di navê de tevî her cure astengîyên derketin pêşîya wî, ew ê muhtemelen karibe alîgirên xwe îqna bike ku ew serokekî wêrek bû, sozên dabûn bicih anîn û bingeha civakî ya partîya xwe firehtir kir, lê belê serketina wî ya biriqîner ma li bin sîya şewba cîhanî.

Coşa hin kesan bi redkirina hin kesên din tê qewîkirin. «Rastîya alternatîf» a komargerên herî bi coş kêmtir gumanbar e ji gerdûna paralel a demokratan a hema hema xwedî eynî kêmasîyan e. Çunku çawa partîzanekî M. Trump dikare xwe nas bike li nava portreyê ku piranîya medyayê, li derveyî yên ku ew bi wan re dide û distîne, şampîyonê wan pê teswîr dike? Hejmareke mezin a hilbijêrên M. Biden, nexasim dîplomat, bajarî, ku reng, lez û xetê dîyar dikin, bi rastî jî îqna bûne ku serokê li ber çûnê qirdikek, faşîstek, «kûçîkê gerê yê Poutîn» e, heta peyrewê Adolf Hîtler e. 23yê îlona borî, bêyî ku ji alîyê anîmatêrê kanala MSNBCyê ve îtîraz lê were kirin, weşanvan Donny Deutsch alîgirên M. Trump şibandin gurûha fanatîk a ku tevlî xwepêşandanên nazîyan dibûn: «Ji hevalên xwe yên cihû re ku wê dengê xwe bidin Donald Trump, ez dixwazim bibêjim: hûn çawa diwêrin tiştekî wisa bikin? Di navbera tiştê ew dibêje û tiştên Adolf Hîtler digot de tu ferqek tune.» Du roj şûnde, şîrovekarekî Waşîngton Postê bawer dike ku divê mirov êdî netirse ji analojîya navbera destpêka dîktatorîya nazî û hewldanên totalîter ên serokê Dewletên Yekbûyî: «Amerîka, em li ber derçika şewa xwe ya Reichstagê ne. Em dikarin pêşîyê lê bigirin. Em nehêlin demokrasîya me were sotandin(2)

Du alî, paronaya ji aliyê medyayê ve sorkirî

Axirî, li ser Kabloya Nûçeyên Networkê-Cable News Network (CNN)ê, dema ku hilbijartina M. Biden pêk tê, rojnamevana binavûdeng Christiane Amanpour, li şûna ku ji serketinê bitahmije û bêhnvedaneke biçûk a mîlîtanî ji xwe re bibexşîne, ji tarîxa 12ê çirîya paşîn sûdê werdigire ji bo destnîşan bike ku ya mijara gotinê heftîya salvegera Şeva Krîstal e ku hingê di 1938an de, camekanên maxazayên cihû hatibûn şikandin û hejmareke mezin xwedîyên wan hatibûn qetilkirin an jî ber bi kampên komkirinê ve hatibûn şandin. Li gorî wê, ev dibû destpêka ber bi êrişeke li dijî «realîte, zanîn, dîrok û heqîqetê» ku dişibe binpêkirinên serokê amerîkî. Eynî wekî li Ewropayê, Li Dewletên Yekbûyî jî çapemenîya pêşverî tercîh dike ku mubalexeyên wisa zêde neke. Feqet, alîgirên M. Trump, bi xwe, wê ji bîr nekin her cara ku tinaz bi paranoya wan wê were kirin. Ji niha ve wan ferq kirîye ku hilbijartina dawî ya serokatîyê, bêyî tezahûrbûna komp-loya mezin a rûs ku ev çar sal in bê navber li rûyê wan dihat xistin, pêk hatîye.

Hilbijartina M. Obama çerxeke nefretê û sextekarîyê raxistibû pêş çavan. Tevî navendîgirîya wî ya nêzî konservatîzmê, hişkbûna wî ya di warê bacê de, xweşbînîya wî ya beramberî bankayan, suîkastên wî yên bi dronan, dersînorkirinên wî yên girseyî yên koçberan, protestoyên wî yên bêçare yên li hemberî êrişbazîyên polîsan, komargeran. M. Biden beredayî bi qasî selefê xwe yê demokrat hindik çepgir e. «Ez ew kes im ku li dijî sos-yalîstan kampanya kirîye. Ez kesekî nerm im», bi van gotinan xwe dida nasîn li Miamîyê hefteyek berîya hilbijartinê, serdema wî ya rêveberîyê jî wê dîsa di hewayeke wisa bi xirecir derbas bibe. Ji ber ku, wekî ku rojnamevan Matt Taibbî jî ew analîz kirîye, agahdarkirin êdî ne xema medyaya mezin a amerîkî ye, yekane tişta ku ev medya dike kêfxweşkirina partîzanên sert ên têra xwe qelebalix ji bo jîyandin an jî mirandina wan e(3). Ji sedî 91ê kesên bi rojnameya New York Timesê agahîyan dişopînin xwe wekî demokrat, ji sedî 93yê kesên Fox Newsê tercîh dikin xwe wekî komarger tarîf dikin(4). Business modela baş hingê dibe wekî bi darê zorê danîna ber heywan, ango abone, êmê ku li bendê ye, herçendî dest jî lê hatibe werdan, hatibe xirakirin û tehrîfkirin jî. Û rojnamevan, dema evîna xwe ya ji bo cihêrengîyan dîyar jî dikin, karê wan dîqetkirina ji nêçîra jirêderketîyan e.

Encam dilan hênik dike: New York Times ku veguherîye paşkoya îdeolojîk a Partîya Demokrat û dikare cih bide nîv duzîne nivîsên edîtorî an jî şiroveyên rojane ji bo careke din piştrastkirina biçûkxistin û nefreta xwe ya ji serokê li ber çûnê, heft milyon aboneyên wê hene. Her çi Fox e, wê jî tu caran ewçend pere qezenç nekiribû, bi qasî dema ku hema hema bi çavkorane kampa dijber diparêze û vir ve.

Hebûna du welatên ku hev tune dihesibînin an jî şerê hev dikin ne tiştekî nû ye li Dewletên Yekbûyî. Û li dema şerê navxweyî, şikestinê jixwe tu paxav nedikir bi kategorîyên aborî û civakî û ew paşguh dikirin. Berî demeke hê nêztir, di sala 1969an de, şêwirmendekî serok Richard Nixon, Kevin Phillips, li Partîya Komarger pêşnîyar kir ku nexşe û grafîkên destekê bikar bîne ji bo sûdwergirtina ji «serhildana populîst a girseyên amerîkî ku, piştî xwe gihandine rehetîya sinifên navîn, niha zêdetir bûne konservatîf. Ew li dijî kast, sîyasetvan û baca mandalînên çepê sazûmankar serî hil didin(5)». Bi vê analîza ku têkilîyê dihone li navbera dijminatîya li hemberî bacên kesên ku hêka hêlîna wan mezin dibe û dijberîya wan a li hemberî mihendizîya civakî ku jê ronakbîrên pêşverû berpirsîyar digirin, ev ronakbîr zêde rêzê nagirin ji rêzikên olî re. Phillips temasa kîna nijadî jî li vê analîzê zêde kir. Bi kurtî, «Mirovên spî yên biçûk» ên Başûr, ji mêj ve demokrat, ji azadbûna Reşan êdî tengezar bûbûn. Û li vir, li gorî wî levîyeyek hebû ku komargeran, ji bo fetihkirina hilbijêrên populer, wê karibûya ew bixista nava livûtevgerê. Ev hilbijêr berî her tiştî dijberî sîyasetên aborî yên rastê bûn, lê belê «Dijminahîyên etnîk û çandî ji bo wan li raserî hemû mijaran bûn, gava dîyarkirina tercîha ji bo partîyê mijara gotinê be». Heta radeyeke mezin, stratejîya sîyasî ya Phillips ji nû ve hilbijartina Richard Nixon, Ronald Reagan û M. George W. Bush îzah kir. Wê herweha ronahî da ser serokatîya M. Trump jî.

Li gel vê yekê, gotareke ku pisporan, merîtokrasîyê, koçberan û hindikahîyan dike hedef, ji alîyê hilbijartinê ve dibe xetere li welatekî ku lê rêjeya xwendekaran zêde dibe û lê ya mirovên spî kêm dibe. Demokratan ji ber vê yekê dikaribû şert bigirin ku dem ji bo wan diherikî. Bi komkirina nêzî tevahîya dengên reş, piranîyeke mezin a hilbijêrên îspanîk, avantajeke biçûk li nava jinan û pêşketineke birêkûpêk biçûk li cem xwedî dîplomeyên bilind, serketin êdî bivênevê wê ya wan bûya.

Hilbijartina 2020î qet nebe bû xwedî hêjahîya jêpirsîna vê kateşîzma nasnameyî, bicihkirina tevahîya civakê li nava qutîyên demokrafîk ên cihêreng, etnîk û di heman demê de jî sîyasî. Çunku muqeyeseke encamên demokrafîk ên cihêreng nîşan dide ku bi awa-yekî sereke li cem hilbijêrên spî M. Biden nîsbet bi skora Mme Hilary Clinton a berî çar salan pêşxistin pêk anî. Û piranîyek ji van a heta berî demeke nêz dengê xwe didan M. Trump ji jinan û hindikahîyan pêk dihat. Wekî rêje, em pir dûr in ji erdheja hilbijartinekê heta ya din: li vir çend xal, li wir çend xal. Komarger hertim li cem mirovên spî serkeftinê bi dest dixin, bi taybetî gava ku ew ne xwedî dîplome bin; demokrat, li cem reşan û îspanîkan.

Çawa Hîspanîkan karî dengê xwe bidin komargeran?

Lê belê veguherîn li cihekî ku qet jê nedihat payîn, pêk hat. M. Trump skora xwe baştir dike li cem afro-amerîkîyan piştî ku xemsarîya xwe ya beramberî êrişbazîya polîsan û dijberîya xwe ya li hemberî tevgera Black Lives Matter (Jîyanên Reşan hêja ne) dîyar kir; wî li cem hilbijêrên îspanîk jî pêşketinek qeyd kir piştî ku soz da (û beşek jê hatîye lêkirin jî ) dîwarekî çêke li ser sînorê Meksîkayê û koçber bi tecawuzkarî û kujerîyê sûcbar kirin. Ev encam wekî rewşeke dûrî famkirinê xuya dike. Bi wê çendeyê ku hin komarger xeyal dikin ku partîya wan wê karibûya bibûya konservatîf, populer û multîetnîk. Ji alîyê xwe ve, demokrat jî endîşe dikin ji ber ku dibînin beşek mişterîyên wan ku bawer dikirin bidest xistibûn, ji bo nebêjin rehîn digirtin, ji destê wan revîyane.

Razegirêk (enîgma) li derdora Rio Grande, li Teksasê, ji hev vedibe qismen(6). Xelkê vir zêdetirî ji sedî 90 îspanîk in. Berî çar salan, Mme Clinton ji sedî 65ê dengan li ser hesabê Zapatayê kom kiribû. Vê carê, M. Trump e yê ku li vir bi ser ket. Baş e çi qewimî? Bi awayê herî hêsan mirov bibêje, îspanîk, wekî yên din, tenê bi nirxandina nasnameya ku layîqî wan tê dîtin bêdeng nabin. Wekî din yên Rio Grande tirsîyan ku dijberîya M. Biden li hemberî pîşesazîya petrolê karên bi meaşekî baş ên bêyî dîplomeya zanîngehê li wan qedexe bike. Guherîna avhewayê ji ber vê yekê ji bo wan kêmtir tirsnak bû ji ketina asta sinifa wan a civakî. Şênîyên din ên herêmê ku jîyaneke rihet didomînin bo nimûne polîs an jî parêzvanên sînor, wan jî bawer kir ku demokrat wê perê wan qut bikin. Axirî, îspanîkbûn li îspanîkan ne dijberîya li hemberî kurtajê ne jî dijberîya li hemberî serhildanên bajaran qedexe dike, nexasim jî gava ew li wargehên xwe yên gundewarîyî li dîmenan temaşe dikin.

Bi kurtî, mirov dikare hem bi îspanî biaxive hem jî bibe konservatîf, çawa ku mirov karibe bibe afro-amerîkî û nexwaze zêdetir koçberên meksîkî pêşwazî bike, an jî ji welatekî Asyayê were û fikaran bike ji bernameyên ku hewl didin xwegihandina hindikahîyan ji bo zanîngehê teşwîq dikin. Dema ku demokrat pêvekên pêşverû, sûnî ji xwe re layîk dibînin, komarger jî hingivê xwe di parçekirinên pir reel de çêdikin. Li bin xetereya ku her du alî jî nikaribin alîyekî din ê rastîyê bibînin: eger ciwanên îspanîk ji dêûbavê xwe zêdetir dengê xwe didin partîya demok-rat, ev illehî nayê wê wateyê ku ew zehftir xwedî hişmendîya «nasnameyî» ne. Ew berî her tiştî ji nifşa berîya xwe zêdetir xwedî dîplome ne. Li ser vê xaka cihêrengîyan jî misogerî dişewişin, hej li wan dikeve.

Buhrana bawerîya bi Dewletên Yekbûyî di pergala wan a sîyasî de wê belkî jî bibe xwedî avantaja vegerandina wan ji zexta ku li tevahîya cîhanê dikin. Eger em bên ser çepa amerîkî ku ji vê hilbijartinê xurtbûyî derneket -herçendî encamê dilê wê hênik kiribe jîû, jê re tenê dimîne ku serokê nû hişyar bike li dijî sîyaseteke zêde bi îh-tîyat a dişibe ya demokratên ku hiştin M. Trump were hilbijartin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1) Rapirsîna Enstîtuya Dengdanê ya Zanîngeha Monmouth Monmouth University Polling Institute, 18 mijdar 2020.

2) Dana Milbank, «This is not a drill. The Reichstag is burning», The Washington Post, 25 îlon 2020.

3) Matt Taibbi, Hate Inc.: Why Today’s Media Make Us Despise One Another, OR Books, New York, 2019.

4) Xebata Pew Research Center, çirîya pêşîn-çirîya paşîn 2019. Pêşnîyarên ji bo NPR (televizona gelemperî), CNN û MSNBC jî ji bo demokratan dengeya xwe xira kirin; ABC, CBS û NBC kêmtir.

5) Kevin Phillips, The Emerging Republican Majority, Arlington House, New York, 1969.

6)  Elizabeth Findell, «Latinos on border shifted to GOP», The Wall Street Journal, 9 çirîya paşîn 2020.