Li Qafkasyayê pêşbazîya rûs û tirkan

ENQERE ÊRIŞ DIBE SER QADA PIŞT-SOVYETÎ

Bi navgîna desteka xwe ya ji bo Azerbaycanê di pevçûna Qerebaxa Jorîn de, Tirkîyeyê li quncikekî herêma tesîra rûs a Qafkasyayê singek kuta û bi saya balafirên xwe yên bêmirov ên nifşa dawî li qadên ezmanî jî xwe li Moskovayê radikişîne. Ev rewşa nû ya stratejîk gelo dikare bigihîje heta şerûpevçûnekê? Na ne bi her halî, çunku berê jî her du hêzan gelek caran li şûna şerûpevçûnê lihevkirin tercîh kir.

Translator

Piştî li Sûrîye û Lîbyayê, Rûsya û Tirkîye bi şerekî din ê wekaletî ji nû ve hatin pêşberî hev: yê navbera Ermenistan û Azerbaycanê li zozanên Qerebaxa Çîyayî li Qafkasyayê(1). Qadên tesîrê û pêwendîyên hêzan xalên navendî yên danûstandinên Moskova û Enqereyê ne. Dilbijîyên wan li nava herêmeke hîlalî ya krîzan ku ji Afrîkaya Bakur di ser welatên rojhilatên Derya Spî û Derya Reş re dirêjî derya Xezerê dibe, li ser û guhê hev dikevin.

Her du welatan hevparîyeke jeo-aborî li derdora projeyên enerjetîk ên girêdayî sektorên gazê û nukleerê ava kirîye. Xeta lûleyan a Herikîna Şîn (Blue Stream) ku qismen noqî binê Derya Reş bûye, ji 2003an ve gaza rûsan ji bo Tirkîyeyê tedarîk dike. Di kanûna paşîn a 2020î de, xuşka wê ya biçûk Xeta Lûleyan a Herikîna Tirkî (TurkStream) di ser lîmana tirkan, Kıyıköyê re xwe gihand bazarên başûr û başûr-rojhilatê Ewropayê. Û operatora rûs Rosatom yekemîn navenda nukleer a tirkî bi berdêla 25 milyar dolarî (21 milyar ewro) li Akkuyu saz kir. Bi 26,1 milyar dolar hecma pevguhertinên bazirganî di 2019an de hevparîya bazirganî ya her du alîyan li qadên gerûgeştê û çandinîyê jî bi pêş dikevin(2).Ji Rûsyayê di 2019an de 6,7 mîlyon kes wekî tûrîst çûn Tirkîyeyê,(3) ji alîyê xwe ve Tirkîye jî bû duyemîn îtxalatkara her mezin a berhemên çandinî-pîşesazî yên rûsî di 2020î de. Axirî, kirîna wê ya bataryayên rûsî yên parastina dij-êrişên hewayî S-400, di dawîya 2017an de, zindîbûna hevkarîya leşkerî-pîşesazî ya navbera herdu welatan, bi ber çavên ecêbmayî yên Waşîngtonê, raxist pêş çavan.

Ji hêla sîyasî ve, Enqere û Moskova têkildarî meseleyên cîhanê xwedî awayekî xwendina nêzî hev in. Ev xwendina wan der barê cîhana Rojava de xwe dispêre bêbawerîya wan û xeyalên wan ên şikestî, herweha pala xwe dide eleqeyeke hevpar ji bo nîzameke cîhanî ya pirserî, ku ji wan kirî ev rewş derfetê dide wan ku projeyên xwe yên hêzê bimeşînin. Di vê çarçoveyê de, sîyasetên wan ên bîyanî di salên dawî de, ji bo raxistina pêş çavan a bergehên wan ên nû, li ser meyleke leşkerîbûnê ne. Russi-Turki

Panturkîzmeke şerûd

Li gel vê yekê, vê nexşeya rê her-weha ronahî da ser herêmên lihevnekirinê ku li wir qadên kevneşopî yên bandorê yên her du welatan ji hev dixwin. Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdoğan hewl dide ji nû ve dewleta tirk bike xwedî roleke stratejîk li Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, herêmên ku li bin serwerîya Împaratorîya Osmanî bûn li serdema wê ya zîrweyê ya sedsala XVIIemîn (li nexşeya li hember binêrin). M. Ahmet Davutoğlu, wezîrê berê yê karên derve (2009-2014) ku bû serokwezîr jî, berîya ku di 2016an de ji wezîfê were girtin, welatê xwe wekî hêzeke herêmî tarîf dikir, lê belê digot, ji alîyê çandî û sîyasî ve dikare di asta cîhanê de jî bibe xwedî tesîr. Bi parastina doktrîna «sifir pirsgirêk li gel cîranan», ew bû rêvekerê sîyaseteke derve ya ku îslama sîyasî dixist nava livûtevgerê û bi vê jî têr nebû, kete nav hewldana pêşxistina pantirkîzmê, ber bi civakên tirkîaxêv li dirêjahîya herêmeke hîlalî ya ji başûrê Rûsyayê dest pê dike û di ser Qafkasya (Azerbaycan) û Asya Navîn (Qazaxistan, Tirkmenistan, Ozbekistan û Qirxizistan) re dirêjî Xînjianga Çînê dibe.

Di nakokîya Qerebaxa Çîyayî de, ev vektora dawî ye ku xwe îfade dike, bi zimanekî şerûd ê bênavber xwe dubare dike ji dema têkçûna «bihara ereban» û vir ve li Misirê û Li Sûrîyeyê, dû re jî hewldana derbeya leşkerî ya 2016an li dijî Erdoğan pêk hat. Evê dawî bi awayekî vekirî destekê dide bernameya tolhildanê ya Azerbaycanê, welatê tirkîaxêv ku niştecihên wî dê bibûna parçeyekî neteweya tirk, li çarçoveya têgeha «Yek netew, du dewlet», ku di pêvajoya şeş hefteyên şer de ji ser zarê xwe neanî xwarê. Ji alîyê xwe ve, M. Vladîmîr Pûtîn jî serwerî xist nava dilê projeya hêzê ya Rûsyayê ku dixwaze pê statuya welatê xwe wekî aktorekî cîhanî bigihîne rêza pêşî ya cîhanê. Serketina sefera leşkerî ya li Sûrîyeyê bi kêrî wî hat ku tesîra welatê xwe pir zêde bike. Di vê navberê de, dilê berjewendîyan, qada piştî sovyetî ku ji alîyê Moskovayê ve wekî jîyanî tê nirxandin, herweha di nezera bijarteyên sîyasî-leşkerî yên rûsî de jî aqarekî starê ye. Lê belê, dema li postê ku dewleta tirk li Qerebaxa Çîyayê li xwe kirîye tê mêzekirin, tam jî li vê qadê ye ku ew dixwaze xwe li dijî Moskovayê rakişîne û wê bêminet bike.

Enqere bi rastî jî dikare heta cihekî bi serketineke li Qafkasyayê xwe bipesinîne. Bi desteka xurt a sîyaseteke şerûd a dewleta tirk û alîkarîya wê ya leşkerî, artêşa azerbaycanî ji alîyê başûr ve beşeke xakên ku bûbû herêma tampon a Komara Xweser Artşakê ji nû ve fetih kir, berîya ku xwe bigihîne bajarê sembol Şûşî, yê li nava dilê Qerebaxa Çîyayî (binêrin li nexşeya li ser xeta înternetê). Ji bo xwe ji têkçûneke zêdetir perçiqîner beralî bikin, Ermenîyan 10ê mijdarê, xwe dan ber peymaneke agirbestê ku ew neçar hiştin herêmên ku hê jî kontrol dikirin biterikînin: herêma Agdam û qadên azerî ên li ser xaka ermenî ya li herêma Gazax (20ê çirîya paşînê), herweha herêmên stratejîk ên Karvaşar/Kelbajar (25ê çirîya paşînê) û Berdzor/Laçîn (1ê kanûna pêşîn). Tenê korîdoreke pênc kîlometre fireh, li bin kontrola rûs, wê derbasbûna ber bi Ermenistanê misoger bike.

Peymana bi navbenkarîya Moskovayê hat îmzekirin, tê payîn ku bibe zemîna afirandina li ser xaka azerbaycanî navendeke çavdêrîkirina li beskirina dijminatîyê, li bin sponsorîya rûs û tirkan (wekî ku her du serokan Pûtîn û Erdoğan bi rêya telefonê jî li hev kirin heman roja îmzekirina tekstê). Tirkîye bi zeftkirina qereqoleke li enîya pêş, wisa xuya ye ku ji niha û şûn ve wê karibe bi awayekî çalaktir tesîra xwe ya ber bi Asyaya Navîn a tirkîaxêv bi pêş ve bibe. Wekî din, korîdoreke nû li navbera komara azarbaycanî ya Naxcivanê (mintiqeyeke li nava xaka ermenî û digihîje sînorê Tirkîyeyê) û Azerbaycanê wê were vekirin.. Tirkîye bi vî awayî wê bibe xwedî -bi navgîna sînorê xwe yê li gel Naxcivanê- derfeta xwe gihandina derya Xezerê û rezervên wê yên giranbiha yên gaza li deryaya vekirî. Peymana agirbestê ya ji bo pênc salan û xwedî derfeta nûkirinê, nayê zanîn ka Enqere dê hewl bide çawa jê sûdê wergire. Herçendî li tu cihekî agirbestê navê Tirkîyeyê jî derbas nabe, serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev da zanîn ku leşkerên wê dixwazin bibin beşdarên hêza navbeynkar -ev agahî ji alîyê Kremlînê ve hat derewandin-.

Daxwaza Enqereyê ya afirandina dengeyeke hêzan li gel Moskovayê heta bigihîje qada pişt sovyetî jî, wisa xuya ye ku xwe dispêre dilbijîya wê ya zeximkirina pozîsyonên xwe yên li hemberî Kremlînê li enîyên din (Sûrîye, Lîbya, Rojhilatê Deryaya Spî). Ev înîsîyatîf herweha dişibe manewrayeke şikandina dorpêçê ji bo sivikkirina zexta ku teqez dewleta tirk hîs dike bi berfirehbûna şopên leşkerî yên rûsî li derûberê wê yê nêz, li Deryaya Reş, li Qafkasyayê û li rojhilatê Deryaya Spî. Wisa xuya ye ku Enqere wê nema bixwaze, ji bo veberhênanên nû yên leşkerî yên rûsî yên li Deryaya Reş, ji ber bêteqetîyê, pê re bibe alîkar. Di meha hezîranê de, balafireke tirkan ji ber vê yekê li ezmanê Deryaya Reş bi îkmalkirina sotemenîya jeteke stratejîk a amerîkî ya dûr-menzîl B-1B Lancer, li hemberî hedefên deryayî sîmulasyoneke êrişê kir. Wekî din, mirov nikare li derveyî îhtimalan bigire ku Enqere hewl dide baregeheke leşkerî li Azerbaycanê bi dest bixe, ji bo ji nû ve sazkirina dengeya têkilîyên stratejîk li gel Moskovayê, ku nebaş xuya dikirin ji ber sedema ku Rûsyayê di 2017an de li peravên Sûrîyeyê, li ber poz û riha Tirkîyeyê, baregehên Tartûs (deryayî) û Hemeimim (hewayî) ji bo 49 salan bi dest xistin.

Dema ji Moskovayê lê tê mêzekirin, terkirina modela komara laîk a kemalîst, ku di tîrmehê de gava ku dêra ortodoks a kevnare Aya-Sofya ya li Stenbolê li mizgeftê hat veguhertin ev yek hê zelaltir bû, dibe sedemê fikaran. Pantirkîzm jî Rûsyayê dixe nava endîşeyê, ji ber xwezaya wê ya têkildarî dilbijîyên Enqereyê yên li qada piştî-sovyetî, ku li wir -yên li Rûsyayê jî di navê de- 120 mîlyon kesên bi zimanê tirkî diaxivin hene(4). Endîşeyeke din a Rûsyayê ew e ku bikaranîna îslamê tovê bêaramîyê bireşîne nava xaka Federasyona Rûsyayê -ku texmînen %15 nifûsê ji îslama sunî-, eynî çawa ku pevçûnên dramatîk bûn xwedî tesîreke hilweşîner li Qafkasyaya Bakur (Çeçenisan, Daxistan) di salên 1990î û destpêka salên 2000î de. Di 29ê îlonê de ji alîyê servîsên îxtîxbarata tirkî ve veguhestina bi sedan cîhadîyên Lîbya û Sûrîyeyê ber bi enîya Qerebaxa Çîyayî jî bû sedemê endîşeyên mezin li Moskovayê. Li Deryaya Reş û Deryaya Xezerê, Rûsya texsîr nake ji hevparên xwe bixwaze ku bi Tirkîyeyê re nazik tevbigerin: keştîyên îranî jî cih girtin li nava tetbîqata leşkerî ya rûsî ya li Deryaya Xezerê bi navê Kavkaz -2020 ku li dawîya meha îlonê pêk hat. Di ser de jî manewrayên deryayî yên rûs-misirî ên bi navê «Pira Dostanîyê» cara pêşî di mijdarê de li Deryaya Reş hatin lidarxistin.

Lê belê di dema vê lîstika xwe de karteke din jî di destê tirkan de heye: Ukrayna. Enqere ku îlhaqa Kirimê ya 2014an ji alîyê Rûsyayê ve, tu caran nas nekirîye, lê li hemberî wê tu ambargo jî nexistine dewrê, hevkarîya xwe ya bi Kîevê re di warê leşkerî-teknîk de berfireh kirîye. Di 2018an de, Ukraynayê sîparîş da Tirkîyeyê ji bo şeş dronên êrişê yên tirkî Bayraktar-2 ku li Idlib (Sûrîye), Lîbya û Qerebaxa Jorîn hatin bikaranîn. Ji bilî vê kirînê, ukraynîyan û tirkan wê di vî warî de sînerjîyek pêk bianîya li gel dronaya nû ya Bayraktar Akinci, bi yekser hilberandina wê ya li Ukraynayê(5). Bikaranîna wê dê bibe sedemê bicihkirina kapasîteyên dij-êrişên hewayî yên rûsan, ên wekî baterîyên Pantsyr, ku tesîra wan îspat bû li hemberî dronên tirkî ên li Sûrîye û Lîbyayê. Rûsya herweha dikare pala xwe bide derfetên livbar ên şerê elektronîk, ên wekî radara Krasukha-4, ku wisa xuya ye li Qerebaxa Çîyayî hatine bicihkirin ji bo bersivdayîna teh-dîda dronên tirkan (Bayraktar-2) û van, «kamikazes», ên îsraîlî (tîpa Harop), ên ji alîyê Bakuyê ve hatine kirîn.

Çunku «şerê dronan» dibe yek ji daneyên dengeya nû ya hêzan li navbera Rûsya û Tirkîyeyê, li nava vê zîncîra krîzan a di ser qada fireh a Deryaya Spî re xwe digihîne keperên Xezerê yên Qafkasyayê. Xwedîbûna dronên êrişê avantajekê dide Enqereyê li hemberî Moskova ya ku vê gavê ji wan bêpar e. Ev dibe bersiva tirkan li hemberî pergala rûsî ya xwedî derfeta astengkirina derbasbûna nava rojhilatê Deryaya Spî û Deryaya Reş(6) û kilîtkirina qadên hewayî û deryayî yên van her du herêman bi saya teknolojîya xwe ya pêşketî ya fuzeyan.

Bikaranîna dronan li Îdlîbê di adara derbasbûyî de, serketî bû, li demeke ku herêm dibû qada şerê giran li navbera cîhadîyên alîgirên tirkan û hêzên bi rejîmê re sadiq ên ku Rûsyayê destek dida wan. Di dema van bûyeran de, rûs bi zehmetîyên mezin re rû bi rû man da ku karibin bi balafirşikênan bergirîyeke bi tesîr bikin ji bo parastina deverên jê berpirsîyar, ji êrişên dronên tirkan. Bi saya vê teknolojîyê, Enqereyê -bi awayekî îstîsnaî- dikarî di asta herêmî de, rûsan di mijara serdestîya ezmanî de bêminet bike û tiştekî wisa li derveyî herêma rojhilatê Firatê yê ji alîyê amerîkîyan ve dagirkirî, ji destpêka şerê Sûrîyê ve tu caran pêk nehatibû.

Ji dema hatina wan a ser kar, ji destpêka salên 2000î heta niha M. Pûtîn û M. Erdoğan, rûs û tirkan, li gorî rewşa reelpolîtîk ku diecibînin, tercîh kirin ku dosyayên li ber xwe beş bi beş ji hev veqetînin. Bi saya vê rêbazê, lihevnekirinên wan ên bingehîn di mijara Ukraynayê de, bo nimûne, tevahîya hevparîya wan kîlît nekir, berevajîyê rewşa ku hate serê têkilîyên navbera Rûsya û civata Ewro-Atlantîk. Tenê krîza Sûrîyeyê ji bo demekê bû rewşeke îstîsna, li pêvajoya gengeşîya piştî rûxandina Su-24eke rûsî ji alîyê F-16yeke tirkan ve di çirîya paşîn a 2015an de. Lê belê nameya lêborîn xwestinê ku serokomar Erdoğan di hezîran 2016an de şand Kremlînê, bi kêrî nermkirina gengeşîyê hat..

Ji nû ve zindîbûna dosyayên mijarên dijwar (Qerebaxa Jorîn), berdewambûna lihevnekirinên bi dizî (Doza kurda, Qibris, Donbass, pirsgirêka gazê li rojhilatê Deryaya Spî) û hebûna buhranên vekirî ku di wan de rûs û tirk xwedî helwestên dijber in (Sûrîye, Lîbya) têkildarî veguherîna gengaz a têkilîya wan, hin pirsan li benda bersivê dihêlin. Heta kîjan radeyê ev awayê têkilîya wan dikare bidome? Çawa ku di bûyera tîrmeha 2005an de kirin, gelo di van buhranên ku wan tîne hemberî hev jî wê dîsa nekevin nava helwesteke xwedî bergeheke firehtir? Di dema hevdîteneke ku li Soçîyê pêk hat, Pûtîn û Erdoğan wê li hev kiribin ku destekê bidin hev li hemberî tehdîda veqetînxwaz ku şervavên çeçen ji bo Rûsyayê û mîlîtanên kurd ji bo Tirkîyeyê teşkîl dikirin(7). Bi awayekî din mirov bibêje, bi hev girêdana problemên ewlekarîyê yên her du dosyayên ku li ser wan, têkilîyên her du alîyan diterpilin, Pûtîn û Erdoğan di noqteya mudaxele nekirinê de wê xwe gihandibin lihevkirinekê.

Bi her halî, her du partner jî gihîştine asta tecrubeyeke ku dihêle bi hev re bazara lihevhatin û tezmînatê bikin. Qebûlkirina wan a mentiqa qadên tesîrê, xitimîna Ewropa ya li ser dosyayên stratejîk ên Deryaya Spî û dudilîya amerîkî ya têkildarî serpêhatîyên nû yên leşkerî firsendeke îlawe ya manewrayê dide wan ji bo ku berjewendîyên xwe li hev bigihînin. Çunku, di encamê de ne yek, ne jî yê din dixwaze bigihe asta pevçûneke rasterast.

* Midûrê alîkar ê çavdêrîxaneya fransî-rûsî (Moskova) û doktorê di mijara dîrokê de.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1)  Binêrin li nîvîsa Sergueï Markedonov, «Qerebaxa Çîyayî, şewitandin», Le Monde diplomatique, çirîya paşîn 2020.

2)  Li ser bingeha daneyên servîsa federal a gumrukên rûsî.

3Li gorî Rostourim (Daîreya federal a rûsî ya ji gerûgeştê berpirsîyar).

4) Nezavissimaïa Gazeta, Moscou, 15 kanûna pêşîn 2017 (bi rûsî).

5)  Laurent Lagneau, «Ukrayna plan dike 48 balafirên bêmirov ên tirk ên Bayraktar TB2 bi dest bixe û hilberîne», Qada leşkerî, 11 çirîya pêşîn 2020, www.opex360.com

6)  Binêrin li nivîsara «Rûsya xwe li Deryaya Reş nîşan dide», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2019.

7)  Fiona Hill û Omer Taspinar, «Turkey and Russia: Axis of the excluded ?», Survival, vol. 48, n° 1, London, 2006.