Zapatîstên kevnemode…

Translator

“Hûn ketine nav erdê Zapatîstên serhildêr. Li vir gel fermanan dide û hikûmet rîayet dike.” Lewheya mezin a hesinî ku derbasbûna nav deverên asiyan îlan dike, herçend zer û jengî bûbe jî, hêj jî xweş diyar e. Li Oventicê, li herêma Chiapasê, ev qederê panzdeh salan e ku “otonomiya fiîlî” li kar e. Vê carê bi biryardariyeke zêdetir, lewre şorika xwe xwaribûn ji meşa xwe ya 2001’an a bi ser Meksîkoyê de û lewma, piştî destpêka sedsala XXI’an, Zapatîstan biryar girt ku pê de pê de berê stratejiya xwe bidin ber bi deverê ve. Bi piştgiriya zêdetir ji milyonek layengirên ku darijiyabûne navenda bajarî, çûbûn –bi bêhûdeyî– doza wê reforma destûrî bikin ku di çarçoveya peymanên San Andrés de hatibû destnîşankirin. Ev peymana navborî, di 16 Şubat 1996’an de digel hikûmetê hatibû îmzekirin (1).

Heyameke paşvekêşiyê da dû, ku ev yek serê pêşî şaş hate famkirin li bal “zapatîzant”ên Meksîka, Amerîka û Ewrûpayê, û paşî, wisa hate şîrovekirin ku tevger bêhêvî bûye ji bidestxistina guherînê bi rêya siyaseta yasayî û dev ji wê rêyê ber dide. Lê belê, ev hewla avakirina “cîhaneke din”, bi duristî li wî cihê ku ji ber marjînalîzasyon û dîskrîmînasyonên di 1 Çile 1994’an de bi hezaran gundiyên Maya bi çekan serî hildan, cewhera fiîlî ya rastiya vê serhildana derasayî pêk tîne. 2003’an, nêzîkî çil şaredariyên zapatîst hatine dabeşkirin di nav pênc caracole’an (herêmên otonom) de: Oventic, Morelia, La Garrucha, Roberto Barrios û La Realidad. Hind jî lijneyên hikûmeta baş (juntas de buen gobierno) hatine damezrandin ji bo rêvebirina wan. Delegeyên komalan (cemaet) –jin û mêr– bi dorê berpirsiyan hildigirin û her dewreke berpirsiyê qederê yek an du heftiyan dikêşe: kargêriyeke kolektîf, ufqî [asoyî] û rotatîf [zivirok]. Bi ya Marcosê wekîlê serfermandarî, ku hêj jî berdevkê tevgerê û serokê eskerî yê Artêşa Zapatîst a Azadiya Netewî (AZAN) ye, ev baştirîn rê ye ji bo xweparastina ji dek û dawên hêz û desthilatê, wekî gendelî û dûrketina ji xem û kêşeyên rojane… Gelo serkeftî bûne?

Ev şaredariyên otonom nebûne biheştên li ser erdî, lê belê rêjeyên neçûna dibistanê, kêmasiyên xurekî û mirina zarokan –ku berî 1994’an herî zêde li vê herêmê hebûn– dadikevin. Bi xêra sepandina deqîq a “yasaya ziwa” (ley seca), ku pêkhateya jin a tevgerê doz lê dikir, rêjeya alkolxuriya zêde –nexweşiyeke berbelav heta hingî– herwiha tundiya xêzanî û bedreftariya digel jinan ku bi navê herêmê re bûbû yek, gelek kêm bûne.

Di warê dadweriyê de, çûna berev bi usûlên gelêrî –herçend ji eşîrgeriya edetî azad bûbe jî– ne bêbela ye û dibe sebeb ku rewşên aloz ên “pirseriya dadwerî” rû bidin. Lê belê, digel hinekên din, antropolog Mariana Mora diyar dike ku êdî li caracol’a Moreliayê, ji bo çareserkirina kêşeyên xwe yên erdî, dizî û hevberdanê, bi qasî melez û binkiyên zapatîst ewqas jî ne-zapatîst “ji saziyên fermî bêtir berê xwe didin dadgehên otonom.” Bi baweriya ku yên duyem “dadmendtir” û “kêrhatîtir” in.

Aliyê aborî bêguman pir aloztir e. Li nav komalên otonom, torpîl û asîstansîalîzma [ew alîkariyên dewletî ku hevwelatiyan dikin bendeyên xwe] li hemberî dewletê ji 2003’an ve qedexekirî ne, lê belê vê rewşê rê li ber bendeyiyeke din vekir: bendeyiya ji bo alîkariyên ji hevgirtina ne-hukmî, navxweyî û navnetewî. Herçend hevaheng be jî digel dînamîk û pêşaniyên Zapatîstan, ev hevgirtin nikare wê pergala bêqaîde û bendeya alîkariyê hilweşîne. Herwiha, yên ku heqê têketina halxweşan a di nav sîstema aborî ya netewî û cîhanî de didin, hêj jî gelê binkî yê gundewarên herêma Chiapasê ye. Koçberiya ku tesîreke mezin li komalên asî jî dike delîla vê yekê ye. Zapatîst an na, binkiyê chiapasî dizane ku li Cancùnê (Meksîko), li DYA’yê an jî li cihekî din dikare zêdetir qazanc bike ji xwegirêdana bi zeviya xwe ya bêber ji bo çandina genimokan, ku xêr û bêra wê jî nemaye ji cerga ku Peymana danûstandina azad a bakurê Amerîkayê (Pdaba) rê li ber mişeberhemiya agro-endûstriya [endûstriya çandiniyê] amerîkan vekir.
Çermesorên Chiapasê yên balkêş

Chiapasa dewlemenda serkaniyên xwezayî, bêguman warê veberhênanê ye; lê belê, halêhazir çi di warê çandiniyê de be, çi di yê petrol, xaz, daristan û madenan de be ev potansiyela herêmê piranî bi kêrî sermayedarên Amerîkî, kolombî, spanî û yên din tê. Rûyê herî radîkal –lewre rûyê herî aşkera- yê vê talanê, birêkxistina bazara tûrîzma herêmî ye. “Balkêşiya Çermesorên Chiapasê”, “raza” wê ya pêş-Colombî, “mişetiya xwezaya wê ya parastî/desttênedayî” herêm veguherandiye xewnewarek ji bo geştiyarên li dû averêbûneke kultûrî ya dilrihetkirinê, ji bo yên li dû sehneyeke egzotîk a mirovan û têkiliyeke razîmend digel cîhanê… Digel vê hindê jî, sûdwergirên pêşî yên vê dewlemendiyê çend şirketên navnetewî yên geştiyariyê ne bi “formûlên xwe yên ekotûrîstîk ên hemû mesref daxil”, lê ne Maya ne, ku sedî 70’ê wan duçarî kêşeya kêmxurekiyê ne.

Di ser vê yekê re, pareke biçûk ku asiyên Zapatîst “bi şêwazeke tewaw deryasayî” ji wan geştiyaran distînin ku serweta rojane ya gerokekî heyran û heyirî dimezêxin li wir, ji hewleke kêmşans a veguherandina meyla serdest bêtir wekî derbirîneke sembolîk û bêzerer a daxwazeke rewa ya verêkxistin û vebelavkirinê tê ber çavan.

Bi gotina fermandarên asî, gefên sereke yên li ser projeya wan a otonomîparêz û “netîceyên wê yên hander di warên tenduristî û aboriyê de”, stratejiya dij-serhildanî ye ku di van çend salên dawî de rayedarên Meksîkoyê xerîk in bi cih dikin. Stratejiyeke pirhêl ku, ji ber newêrîna dana bedelê siyasî yê jinavbirina eskerî ya AZAN’ê, an jî, bi pêçevane, ji ber muzakereyên neserkeftî, ji sala 1994’an ve zal e li ser mandîtiya gelê asî û her bêtir dibe sebebê bêzarbûna fîzîkî û psîkolojîk a komalên otonom.

Gemaroya eskerî ya deverên asî –sed û hejdeh binke an padîganên artêşa federal, ji wan pênceh û heft li ser erdên komalan bicihkirî-, gef û warguhêziyên bi darê zorê, “destekkirina” komên paramîlîter, birrîna elektrîk û sabotajên muxtelif, pîjkirina dubendî û nakokiyên di navbera rêxistinên gundiyên binkî de, bi taybetî bi rêya bexşandina unwanê xwedantiyê li ser erdên ku Zapatîstan vegirtine… Ev hemû, rewşa heyî xerabtir dikin. Heftiyek jî derbas nabe bêyî ku lêkdaneke kêm-zêde tund neqewime û devereke cawa civakê ji bo demeke dirêj nedirriyê.

Endamên rêxistinên ne-hikûmî (RNH) yên lokal û nêzîkî komalên asiyan hêj jî geşbîniya xwe diparêzin. -Herçend “AZAN bi xwe jî nekare bi deqîqî piştgiriya li dû xwe bipîve, lewre hinek tevgerê diterikînin hinekên din digihinê”, çalakvanên van rêxistinan qebûl dikin ku hejmara Zapatîstan “li çav deh sal berê kêmtir bûye.” Lê belê baweriya wan her tekûz e li ser vê hindê ku tevgera wan “tevgereke dij-sîstemî” ye, “nayê serkutkirin”, “ji hergavê zêdetir biryardar” e û “dozeke demdirêj dike.” “Her digel sîstemên perwerde û tenduristiyê, kolektîfên çandiniya ekolojîk hêza jiyanê didine otonomiyê.”

Digel vê hindê jî, vederiya wan a siyasî li herêmên din ên Meksîkoyê, rewşa asiyan naziktir dike. Marcos bi xwe dipejirîne ku: “Modeya Zapatîzmê buhurî.” Û gelek dengên ji eniya çepgir a Meksîkoyê berpirsiya wê yekê dixine stûyê şexsê wekîlê serfermandarî bi xwe. Ji tesîrên misoger ên her çi rûdaneke medyatîk û tengasiya mecbûrî ya mobîlîzasyoneke civakî bêtir, stratejiya netewî û navnetewî ya rêveberê AZAN’ê ye di xeterê de.

Sebebên dûrketina tedricî ya rêxistin, roşinbîr û tevgeran ji Zapatîzmê gelek bin jî, hilbijartinên giştî yên 2006’an ev derz pir firehtir kir. Ji “Kampanyeyeke cuda” ku ji aliyê Marcos ve li kêleka kampanyaya hilbijartinê ya fermî hatibû birêkxistin, ji bo mobîlîzekirin û bilindkirina têkoşînên “li binî û li dijî çepê”, herî zêde “dij-polîtîzma” [antî-polîtîzm] wî ma di bîran de, û bi taybetî, êrîşên bênavber ên li dijî Andrés Manuel Lopez Obradorê berendamê favorî yê eniya çep. Helbet ev yek bêsebeb nebû –li Chiapas û herwiha li Kongreya Meksîkoyê, pêkhateya wî ya siyasî, Partiya Şoreşa Demokratîk (PŞD), gelek caran “xayîntî” li doza zapatîst kir: carinan lêkdanên xwînî li Chiapasê di navbera binkiyên zapatîst û layengirên PŞD’yê de diqewimîn; di 2001’an de dengdana PŞD’yê ji bo qebûlkirina “yasaya binkiyan” ku bi vê yasayê, peymana San Andrés bi awayekî qetî dihate redkirin; menfaetxwaziya siyasî û gendeliya di nava partiyê de; nezelaliya bernameya aborî ya M. Lopez Obrador…

Rexneyên hişk ên wekîlê serfermandarî jî têra xwe çepgirên Meksîkoyî nerihet kirin ku bi piranî û bi hemû cihêrengiya xwe li pişt berendamê PŞD’yê bûne birc û beden. Aciziya li hember Marcos gelek zêdetir lêhat gava piştî hilbijartinan hat û berendamê çepgiran ji ber hîleyên ku serkeftina wî ji dest wergirtibûn îtiraz kir –serokdewletekî ji rastgirên muhafezekar û neolîberal, Felipe Calderon, serokatiya Meksîkoyê bi dest xist.

Ji bilî “ezamet” û “zîgzagên wî yên siyasî”, rexne li Marcos têne girtin ku Zapatîzm ji sehneya Meksîkoyî û navnetewî der kiriye bi biçûkdîtina dînamîkên din ên şoreşger li Amerîkaya Başûr, bi gunehên xwe yên ji ber qurretiyê, bi destnîşankirina rêya tevgerê ji her gavê hişktir di gavekê de ku nejidiliya xwe ya rêbertîkirina li pêvajoyê her derdibirrî… Aşkera ye, lew wekîlê serfermandarî hinek xeletiyên hilsengandinê qebûl dike. Lê belê, herçend peşîman be jî, bi taybetî ji ber zêde-şexsîkirina AZAN’ê di hengava qasidiya xwe ya bihêz de, Marcos bi mafdarî heyirî ye li pêş bêbawerî û bêîtibariya sebaret bi xwe li bal wan kesên ku heta duhî ew wekî berdevkê bêqusûr ê serhildanekê dihebandin ku bêyî wî, serhildanê wê ji çil û heşt saetan zêdetir bala cîhanê nekêşaya ser xwe.
Lîman herêmî, îdeal gerdûnî

Zapatîstên kevnemode-2Vederiya Zapatîstan, ku rastî ye, pêdivî bi destnîşankirineke deqîq heye. Di fermiyetê de, AZAN’a ku bi “kampanyayeke cuda” welatê ku li pey mînorîteyên asî –civakî, etnîk, cinsî, neslî…- ye hejand, hêj jî bi rikeberî bawerî bi “pêkaniya tevgereke netewî ya dij-kapîtalîst a çepî”, ufqî, bingehî û derveyî her çi temsîliyet, qasidî an jî saziyeke siyasî tê. Serê 2009’an, bi helkefta 15’emîn salyada raperînê civîneke nû ya navnetewî pêk hat li Chiapasê: Festîvala hêrsa birûmet. Bêguman, biçûktir bû ji “civînên bêhed mezin” ku ji sala 1996’an ve dihatine birêkxistin, lê belê vê “helkeftê” dîsa jî bijareyeke baş a roşinbîr û siyasetmedarên latîn-Amerîkî, tevgerên binkî û gundî yên netewî û navnetewî, ji wan Via Campesina, gihandine hev (2).

Bi herhal, her çi biqewime jî ji vê serhildana serhedên Meksîkoyê, hêjayiya wê di wê yekê de ye ku ji binkeya xwe ya deverî giyan daye îdealeke etîk û polîtîk ku êdî gerdûnî ye: rêvebirina doza bernameya vebelavkirina erdî digel doza bernameya hatin-naskirinê. Pêşî, bi rêya hilgirtina çekan, paşî bi rêyeke aştiyane, li gor şert û mercan, li gor hevsengiyên hêzê û bi rêya adaptekirina stratejiyên xwe yên xwemalî. “Em dixwazin yeksan lê cihêreng bin”, dubare dikin fermandarên wan di nav kulikên [kumê rûpoş] xwe de ku bûye sembola seyr a pesendkirineke nasnameyî.

Herçend piştî serhildana 1994’an a ji bo “demokrasî, azadî û dadweriyê” negihiştibine armanca xwe ya vesazkirina Destûrê, azadkirina saziyan, demokratîkkirina welatî, hêj jî berdewam karîger in li ser biryarên civakê di Meksîkoyekê de ku di warê siyasî de asê bûye û bi temamî vekirî ye bo bayên serdest ên ekonomiya globalbûyî.

Zapatîzm bi vî awayî tevkariyeke mezin li wan tevgerên çermesoran dike ku li Meksîko, Bolîwya û li cihên din, diçespînin –li ser zemîneke nazik- ku naskirina cihêrengiyan nayê wateya veguherandin û deformekirina nasnameyan an jî “şoka medeniyetan”, û ku ew dikare hevaheng be digel têkoşîna ji bo dadweriya cemawerî û dewleta mafparêz.

Bi qewlê sefheya yekem a guftûgoyan ev reforma destûrî bi maf û kultûrên gelê binkî ve dadiket. Ji ber pêknehatina sepandina wan, sefheyên din ên guftûgoyan -bi taybetî yên li ser dawakariyên sosyo-ekonomîk ên AZAN’ê- pêk nehatin. Tevgereke navnetewî Via Campesina ji cerga avabûnê, sala 1993’an, ji bo mafê ewleyiya xurekî û ji bo rêzgirtina li gundiyên biçûk û navîncî têdikoşe.

Çavkanî
  1. Ev reforma destûrî, ji bo merheleya yekem a gotûbêjan, bi maf û kultûrên gelê binkî ve dadiket. Ji ber pêknehatina sepandina wan, merheleyên din ên gotûbêjan –bi taybetî yên li ser daxwazên sosyo-ekonomîk ên AZAN’ê- pêk nehatin.
  2. Tevgereke navneteweyî Via Campesina, ji cerga avabûna xwe ya di sala 1993’an de, ji bo mafê ewleyiya xurekî û ji bo rêzgirtina li gundiyên biçûk û navîncî têdikoşe.