Rêya têkçûneke dîplomatîk

Translator

Gotûbêjên di navbera G5+1 û Îranê de, berev şikestineke pêşdemî diqelibin. Heger prosesa gotûbêjan bi rastî têk biçe, behra pitir wê ji ber şaş-hesabkirineke cidî ya dîplomatîk a rêveberiya Obama be. Obama, her digel hevpeymanên xwe yên ewrûpî, pîlaneke wisa da ber xwe ku bi zîrekane doz li Îranê dikir ku destan ji piraniya stoka xwe ya ûranyûma kêm-dewlemendkirî (ÛKD) bikêşe. Ev pîlan derfeteke zêrîn bû ji bo gîrokirina bernameya enerjiya nukleer a Îranê; û serera îşaretên hişyarker ku Rojava bi vî awayî nagihe wê hedefa diyarkirî, dîsa jî pîlana navborî îmkan durist kirin ku Rojava nekeve rewşeke wisa ku mecbûr bibe hewlên mezin bide ji bo gihiştina lihevhatineke dîplomatîk digel Îranê bi amanca aştkirina dijminiya dehan salan a di navbera Washington û Tehranê de.

Sersebebê aloziya dîplomatîk a demûdest a li dor vê pêşniyarê vedigere ser pêdiviya Îranê ya dabînkirina karbûranê bo reaktora xwe ya nukleer li Tehranê ku çêkirina/produksiyona DYA’yê ye û radyoîzotopên pizijkî hildiberîne. Îranê bi xêra peymaneke hevkariyê, ku di 1998’an de hatibû îmzekirin û di 1993’an de tewaw bûbû, ji Arjantînê 23 kîlo karbûrana sedî 20 dewlemendkirî bi dest xistibû. Lê belê, çaverê ye ku ew tedarek berev dawiya sala 2010’an biqede, û Wezîrê Karûbarên Derekî yê Îranê Menûçehr Mottekî, meha hezîranê nameyek hinart bo Ajansa Navnetewî bo Enerjiya Atomî (IAEA) û daxwaz jê kir ku alîkariya Îranê bike ji bo kirrîna têra xwe ûranyûma sedî 20 dewlemendkirî di bin serperiştiya ajansê de da ku dîsa tedarekeke demdirêj bê teqezkirin bo reaktora pizijkî.

Lê belê, ji bo wê, pêşî divê mueyyideyên navnetewî yên li dijî bernameya nukleer a Îranê sist bibin. Û gava rêveberiya Obama bi wê daxwaza Îranê hesiya, rabû stratejiyeke nû ya dîplomatîk darişt bi amanca tengavkirina Îranê da ku razî bibe ku bo salekê dest ji piraniya ÛKD’ya xwe bikêşe. Hatiye ragihandin ku di hengava seredanekê de bo Moskovayê, meha hezîranê, Gary Samore’ê rawêjkarê Serok Barack Obama yê Qesra Spî ji bo babeta nukleera Îranê, pêşniyarek biriye bo rayedarên rûs ku li gorî wê pêşniyarê Îran wê ûranyûma xwe ya kêm-dewlemendkirî bişîne Rûsyayê da ku bê veguhartin bo tîrikên karbûranê [lûle an jî tûpên hesinî ku tê de sotemenî/karbûrana nukleer heye] yên pir zêdetir dewlemendkirî. Bi vî awayî, wê behreya çekduristkirinê ya Îranê, ku niha xwedanê wê asta çekduristkirinê ye, saleke din paş ve bidin.

Pêşniyar herwiha hevaheng bû digel ew hedefa dîplomatîk ku Samore di Hezîrana 2009’an de pêşkêşî Qesra Spî kiribû. Di gotarekê de ku digel Bruce Reidelê ji Brookings Institutionê nivîsîbû û di Kanûna 2008’an de hatibû belavkirin, Samore, pêşniyar kiribû ku ÛKD’ya Îranê bê îxrackirin bo Rûsyayê da ku bê veguhartin bo tîrikên karbûranê ji bo reaktora Buşehrê û bi vî rengî behre û qudreta Îranê ya çekduristkirinê ji dest bê standin.

Hingî, bi tenê heftiyek piştî ku Îran razî bûbû beşdariyê di gotûbêjên grûba 5+1 de bike, Tehranê ragihande IAEA’yê ku xerîk e dezgeHeger din a dewlemendkirina ûranyûmê ava dike li nêzîkî Qomê. Dewletên Yekgirtî, Brîtanya û Fransayê hebûna dezgehê bi “dek û dolab” nirxand û şermezar kir, û rayedarên DYA’yê pê da çûn ku Îranê bes ji ber ku îstixbarata Rojavayî bi hebûna wê hesiyabû dezgeh eşkere kiribû.

Lê belê, delîlên bidetaytir nîşan didin ku dezgeha navborî wekî beşek ji bernameya duristkirina destek û teqwiyeyê hatibû destpêkirin di rûdana êrîşeke bombeyî de bi ser binkeya serekî ya dewlemendkirinê li Natanzê û ji bo bêtesîrkirina gefa xef û nerasterast a êşrîşeke Îsraîlê hatibû eşkerekirin. Lewre stratejîstên îranî wisa bawer dikirin ku DYA pê ve bû ku wê gefa amajekirî wekî fişareke dîplomatîk bi kar bîne di prosesa gotûbêjan de. Heta dereceyekê pişka rastiyê hebû di vê ferz û boçûnê de. Samore, berî ku têkeve nava rêveberiyê, gelek caran ew boçûna hanê parastibû ku desteya muzakereyan a DYA’yê divê îstifadeyê ji îhtîmala êrîşeke Îsraîlê wergire. Û meha tîrmehê, Joe Bidenê wekîlê serokdewletî, bi rengekî eşkere çiraya kesk roşin kiribû ji bo êrîşeke hewayî ya Îsraîlê bi ser dezgehên nukleer ên Îranê bi şertê ku Îsraîl qanih be ku ev yek pêwîst e.

Ragihandina Îranê ya binkeya Qomê kereste û bingeke din da destên rêveberiya Obama ku boçûn û muamileyeke hişk û dijminane hilgirin li dijî Îranê di wan dîdaran de ku 1’ê Cotmehê dest pê dikin. Netîce pêşniyarek bû ji G5+1’yê, ku li gorî wê, Îranê wê sedî 80’yê ûranyûma xwe ya kêm-dewlemendkirî bihinartaya Rûsyayê, ku ew jî wê dû re bihata veguhastin bo Fransayê da ku bê veguhartin bo tîrikên karbûranê ji bo reaktora Tehranê. Amanca bingehî ya wê boçûna DYA’yê ew bû ku Îran tavilê dest ji piraniya ÛKD’ya xwe bikêşe, bi vî rengî serkeftineke dîplomatîk li ser malika rêveberiya Obama li qelem bide. Neh heta dazdeh mehan wê bigirtaya heta ku careke din Îran bi têra duristkirina gefa çekduristkirinê ÛKD’yê bi dest bixwe.

Rayedarên DYA’yê diyar kirin ku bi xêra vê pêşniyarê wextê herdû layenan wê firehtir bûya da ku bigihine lihevhatineke firehtir di çarçoveyeke bêyî ihtimala bombeyeke îranî de. Lê belê, mentiqa wê bingeh û wan sebeban şaş bû. Bîra ku rêveberiya Obama, piştî ku pê dihese ku Îran dike bigihe bidestxistina çekên nukleer û diyar dike ku xwedantiya wê ya rêjeyeke ÛKD’yê ku têra duristkirina çekan dike bi ti awayî nayê qebûlkirin, wê li piştî çend mehan vegeriyaya û pêşniyareke wisa li Îranê bikiraya ku wê derfet bidaya Îranê ji bo berhevkirina zêdetir ÛKD’yê di dahatûyê de, hîç cihê baweriyê nebû.

Desteya gotûbêjan a îranî pêşniyara roajavayî ya di 1’ê Cotmehê de hatî pêşkêşkirin red nekir. Diyar e emr li wan kiribûn ku hevkariyê bikin û sernerm bin da ku hinceteke wisa nedine destên Rojavayê û bi vî rengî dewletên rojavayî nekarin gotûbêjan rawestînin û nekarin berdewam bin di sepandina mueyyideyên aborî li dijî Îranê de. Lê belê, bi awayê ku Reutersê ragihandî, William Burnsê Wekîlê Wezîrê Karûbarên Derekî, nûnerê pilebilind ê DYA’yê di civîna li Cenevreyê, ji peyamnêran re eşkere kir ku sekreterê Lijneya Bala ya Ewleyiya Netewî ya Îranê Seîd Celîlî razî bûbû ku Îran 1,200 kîlo ji tevahiya 1,500 kîloyên ÛKD’ya xwe bişîne da ku bê veguhartin bo ûranyûma bi sedî 19.75 dewlemendkirî.

Lê belê, rayedarekî pilebilind ê îranî, 16’ê Cotmehê ji Reutersê re got ku desteya gotûbêjan a îranî li ser ti pîlaneke rojavayî negihiştibû lihevkirinekê; qesta rayedarî bi vê hindê ew bû ku, wan dil lê hebû bigihine peymaneke ku wan xal û madeyan di nav xwe ve bigire, lê belê li ser ti tevdîr û peymaneke bidetay negihiştine hevbîriyekê. Heman rayedarî eşkere kir ku desteya gotûbêjan a îranî, ne xwedanê wê erkê ye ku bigihe biryarekê di xeleka duyem a gotûbêjan de ku çaverê ye di 19-21’ê Cotmehê de li Viyanayê bi rê ve biçin.

Xeleka duyem a gotûbêjan li dor reşnivîsa peymanekê zivirî ku bi wê peymanê dîrektorê giştî yê Ajansa Navnetewî bo Enerjiya Atomî Muhammed El Baradeyî, mîqdara ÛKD’ya ku Îranê wê bişandaya Rûsyayê û ûranyûma sedî 20 dewlemendkirî ku wê li Îranê bihata vegerandin bi detay destnîşan dikir. Dîplomatekî fransî ji Washington Postê re got ku ev “zêde dûr nebû” ji çareseriya îdeal a Rojavayê. 21’ê Cotmehê, roja dawî ya civîna sê-rojî ya li Viyanayê, çapemeniyê dîsa ragihand ku desteya gotûbêjan a Îranê pîlana El Baradeyî qebûl kiribû. Nûnerê Îranê yê IAEA’yê Elî Esxer Soltanî diyar kir ku reşnivîs “li ser rêça rast” bû lê belê, “divê em bi berfirehî vê deqê tehlîl bikin.” El Baradeyî bi xwe ron kir ku hêj ti lihevhatinek li ser deqê nehatibû ragihandin û ku du roj dabûne Îranê da ku bersiva xwe bide.

Lê belê, gengeşeyên giştî û taybet ên li ser bersiva reşnivîsê çar an pênc rojan kêşa. Gotûbêjkerê meseleya nukleerê yê berê Alî Laricanî, ku niha berdevkê Parlemanê ye, û Alaeddîn Boroucerdiyê serokê lijneya parlemanî bo Ewleyiya Netewî û Karûbarên Derekî, pêdagirî li ser vê hindê kirin ku divê Îran ûranyûma zêdetir-dewlemendkirî bikirre, ne ku stokên xwe yên ÛKD’yê bifiroşe ji bo wê yekê.
ÛKD’ya Îranê wekî kozên bazarkirinê

Lê belê îtiraz û berhelistiyeke gelek berfireh û bingehî hebû bo pêşniyara El Baradeyî. Bi ya malpera reformxwaz Kalemeyê, Mîr Huseyîn Museviyê reqîbê Ehmedînecadî di hilbijartinan de û serokê bizava muxalefeta piştî hilbijartinan, gotiye ku Heger şert û bendên pîlana El Baradeyî bêne bicihanîn, “hemû ked û hewlên bi hezaran lêkolîneran wê xwerayî/bêhûde biçin.” Parlemanterê parêzkar/muhafizekar Hesmatullah Felahetpîşe got ku her çi peymaneke digel Rojavayê sebaret bi îxrackirina stokên ÛKD’ya Îranê, divê bi wî şertî bê qebûlkirin ku mueyyideyên aborî yên li ser Îranê bêne rakirin, bi taybetî ew mueyyideyên li ser kirrîna ûranyûma xav. Herwiha, Sekreterê Parêzkar ê Şûraya Çavdêran Mohsen Rezayî, got ku Îran divê 1.100 kîlo ji 1.500 kîloyên xwe yên ÛKD’yê di enbarên xwe de biparêze ne ku 1.200 kîloyan bişîne derve wekî ku pîlana El Baradeyî dixwaze.

Ev îtiraz û berhelistiyên bo pîlanê hemû balê dikêşine ser wê hindê ku reşnivîsa pîlana El Baradeyî wê Îranê ji wan kozên bazarkirinê mehrûm bike ku ewqas bi zor û zehmetî bi şiklê stokên ÛKD’yê bi dest xistine. Rayedarên pilebilind ji ewleyiya netewî ya Îranê, di axaftinên xeyrî-resmî de ragihandine ku amanca wan a serekî ji berhevkirina ûranyûma kêm-dewlemendkirî ew bûye ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê mecbûr bikin da ku bi awayekî ciddî digel Îranê rûne ser maseya bazarê. Lewre wan ji çavdêriyên xwe fam kiribû ku berê, berî ku bernameya dewlemendkirina ûranyûmê dest pê bike, meyla Dewletên Yekgirtî hîç li ser muzakereyan nebû. Bi ya wê boçûna stratejîk, Îran îro, bi xêra stokên xwe yên ÛKD’yê, xwedî pozîsyoneke bihêz e ji bo muzakereyên digel Dewletên Yekgirtî ku di dewra Refsancanî û Xatemî de pozîsyoneke wiha li ber destê wê nebû.

Gotinên Laricanî û Boroucerdî yên sebaret bi lihevhatinê, li bal gelek derdoran, wekî derz û duberiyeke kûr a elîta siyasî ya Îranê li ser meseleya bersiva bo pîlana El Baradeyî şaş hatiye şîrovekirin. New York Timesê du gotar di heman heftiyê de belavkirin ku bal dikêşane ser wê yekê ku Obama, bi berçavkirina derzên kûr ên di navbera serekên Îranê de li ser meseleyê, gihiştibû amanceke siyasî ya bingehî.

Lê belê ev tehlîla hanê xwe disparte wê ferzê ku serokdewletî jixwe pêşniyara rojavayî hembêz kiribû, halbûkî wî bi hişyarî bîr û meyla xwe ya siyasî-dîplomatîk a di meydana vê meseleyê de sist û fireh hiştibû. Ya rast, delîlên wê yekê hene ku mirov bawer bike ku, li pişt perdeyan, konsensûseke nû dihate dariştin di navbera hikûmet û dijberên pîlana El Baradeyî yên di muxalefetê de. Şermezarkirina Mousevî ya pîlana rojavayî, 29’ê Cotmehê eşkere bû –heman rojê dijpêşniyara Îranê di medyaya dewletî de bû mijara behs û lêkdanan.

Û Boroucerdiyê Serekê Komîteya Parlemanteran, 26’ê Cotmehê doza pîlanekê dikir ku li gorî wê pîlanê ÛKD’ya Îranê wê di çend merheleyan de bihata hinartin bo Rûsyayê da ku bi vî rengî “teqez bikin” ku nayêne xapandin, 29’ê mehê Boroucerdî vê carê dijpêşniyara Îranê bo reşnivîsa El Baradeyî ji raya giştî re eşkere û rave dikir. Herçend ti beyaneke resmî nehatibe dan jî, ajansa nûçeyan a dewletî IRNA’yê diyar kir ku pêşniyara Îranê doza wê yekê dikir ku hinardeyên ÛKD’yê bi şiklê çend par/pişkên cuda bêne birêkirin, ne ku hemû di carekê de. Herwiha li gorî pîlanê, bes piştî ku ûranyûma ji bo reaktora pizişkî digihe ber destê rayedarên îranî wan wê para duyem bişandana. IRNA’yê taybetiya “lihevguhorîna hevkat” a pêşniyarê wekî “hêla sor” a pozîsyona muzakereyên Îranê destnîşan kir. Taybetiyeke din a pêşniyarê jî ew bû ku Îranê dixwast ku beşek ji ûranyûma ji bo reaktora pizişkî her rasterast jê re bê firotin.

Herçend dijpêşniyara îranî hemû ew layenên ku reşnivîsa El Baradeyî ji bo rêveberiya Obama balkêş dikirin elîmîne dike jî, bersiva resmî ya Îranê pir bi hişyarî xwe ji derbirrîna redkirina eşkere ya reşnivîsê diparêze. Ya rast, li gorî beyana resmî, Îran, “helwêsteke pozîtîf” û dilxwaziya xwe ya birêvebirina bêtir danûstandinan li ser reşnivîsê derdibirre. Eşekere ye ku ev hewleke din bû da ku firsendê nede destê G5+1’ê ku rabigihîne ku Îran bi cidî beşdarî di prosesa muzakereyan de nake û ji ber vê hindê muzakereyan bi dawî dike.

Gava ku gotûbêjkerên din ew dijpêşniyara Îranê piştguh kirin, Ehmedînecad pêşniyareke taze da û şert danî ku qederê çaryekê ÛKD’yê ji aliyê IAEA’yê ve li ser axa Îranê bê pêçan heta ku ûranyûma ji bo reaktora wê ya pizijkî digihe ber destên rayedarên îranî, û bes piştî hingî bê hinartin. Lê belê, Obama 15’ê Mijdarê hişyariyek da û got ku “wextê me dibiriyê” ji bo gotûbêjên li ser pêşniyara El Baradeyî. Niha teqez xuya dike ku G5+1 wê berî dawiya Kanûnê qedandina muzakereyan îlan bike û dest bavêje merheleya din a mueyyideyan li dijî Îranê.

Bi vî rengî, gotûbêjên digel Îranê, hêj berî ku ihtimala bazareke firehtir digel Îranê bê ceribandin, wê bi dawî bibin. Di wê bazara firehtir de wê xalên wekî bidawîbûna siyaseta dijminane ya Dewletên Yekgirtî, û naskirineke sembolîk a berjewendiyên rewa yên Îranê û statûya wê ya li siyaseta Rojhilata Navîn cih bigirtana. Heger rêveberiya Obama, serera baweriya Obama ya bi çareseriyên dîplomatîk, ev yek neceribandibe, heta dereceyekê ji ber hêviya Samore û wan rawêjkarên din bû ku dixwastin çareseriyeke dîplomatîk a wisa li ser Îranê dasepînin ku mirov dikare wê çareseriyê, bo kurtedemekê jî be, wekî serkeftineke dîplomatîk a li hember Îranê bibîne. Lê belê, Samore’ê ku yek ji mîmarên pêşniyara El Baradeyî ye, herwiha bawer dikir ku diviya rêveberiya Obama teklîfên wisa bidana pêş Îranê ku berjewendiyên wê [Îran] yên siyasî û aborî yên mezintir jî di nav xwe de bihewandana. Rêveberiyê hemû bal û hewla xwe da ser pêşniyareke wisa ku ti îmkanên birêvebirina muzakereyên li ser bingehê “bide û bistîne”digel Îranê nedihiştin. Bêguman, meyla wê siyaset û pêşniyarê ya ku dixwast hemû tiştî bi lez û bez bi rêk bixe û bigihe netîceyan, hevkat atmosfera siyasî ya navxweyî, ku pir di bin karîgeriya lobiya rast-gir a îsraîlî de bû, nîşan dida. Netîce, girtina deriyê aştbûn û rêkeftineke muhtemel a digel Îranê, û berêxwedana nav dalaneke dirêj û tarî ya bi navê “qebû û berhelistîkirin” bû.