Komkujiya ku li kirdarê xwe digere

Translator

Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran kesên ku ji malên xwe hatibûn vederkirin, bixwe bûn.

Di heman demê de, şahidê bêdeng ê Helebçeyê û komkujiyên girseyî yên rejima Baas, bi me dida xuyakirin ku Enfal, piştî serhildaneke kurdan, ne tenê hewldaneke hovane ya ji bo temirandina serhildanekê ya rejimê ye; di rastiya xwe de bi me dida xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê tevkujiyeke sîstematîk tê pêkanîn. Enfal ango kiryarên beriya wê û piştî wê, heta dema ku rejima Saddam hate rûxandin, bi awayên cihêreng hatibû pêkanîn û ev yek hatibû berdewamkirin. Rejima Saddam, kurdên ku ji ber “bahoza” qirkirina etnîk, ber bi derveyî İraqê ve reviyabûn, li derveyî welêt jî dişopand û hewl dida bermahiyên komkujiyê, li deverên xwe spartinê jî ji holê rake. Hemwelatiyên İraqê yên li kampên Diyarbekir, Mêrdîn û Mûşê ku di bin stara dewleta tirk de bûn, li cihê ku lê bûn jî, bi awayê jahrîkirina nanên wan, rastî hewldanên kuştinên girseyî dihatin. Sîxurên Saddam bertîl didan peywirdarên dewleta tirk, diketin firûnên ku ji bo kampên penaberan nan çêdikirin, jahrên ku hê jî li cem wan gelek hebû, dixistin nav hevîrê nanê kurdên sivîl û çav li mirina wan dikirin.

Piştî dagirkirina Kuweytê, di sala 1991’an de şopa jahrên kîmyewî yên di bedenên bi dehezaran kurdên İraqê de ku xwe li sînoran xistibûn, piştî rizgarbûna Kurdistanê ji jêrdestiya rejima Baas, bîranîna gelek însanên bêhejmar ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin, di jiyana pîşeyî ya rojnamegeran de jî bandora jahrê kiribû. Enfal ku wekî jenosîdeke modern ketibû dîroka mirovahiyê, rojnamegerên şahid jî xistibû nava trawmayên bêderman.

Di 30’ê Hazîrana 2009’an de li Dadgeha Bilind a Hollandayê (Hoge Raad) ku sûcdarên komkujiyê lê têne dadgehkirin, biryareke ku di danişîna tacirekî çekan de hat dayîn, -ku wî ji bo ku kurd bi awayeke girseyî bêne kuştin gazên jahrê firotibû û alîkariya Enfala rejima Saddam kiribû rehên Enfalê yên di wîcdanê min de careke din ketin tevgerê.

Li gorî belgeyên Netewên Yekgirtî, tacirê Hollandî Frans van Anraat, di navbera salên 1984- 1989’an de hezar û 117 ton alavên kîmyewî yên jahrî firotibû rejima Baasê. Li gor delîlên parêzeran, bi van alavên kîmyewî ku vî bazirganê çekan firotibû İraqê, 8 gundên Kurdistanê, hatibûn hilweşandin û bi hezaran însan hatibûn qetilkirin.

Heman dadgeha ku qetlîamên rejima İraqê yên li Kurdistanê wekî “komkujî” bi nav dikir, 360 Euroyên ji bo serê mexdûran, ku qurbaniyan ji tawanbar dixwestin, red kiribû. Herçi van Anraatê ku yarmetiya kuştina bi hezaran kesî kiribû, 16 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn. Piştî ku ceza lê hate birîn, van Anraat diyar kiribû ku wî, piştî rûxandina rejima Saddam ya sala 2003’yan, bi rêxistina îstîxbarata Hollandayê re jî hevkariyê kiriye.

Li Almanyayê jî derketibû holê ku gelek şîrketên ku alavên kîmyewî hildiberandin, gazên jahrî firotine rejima Saddam, yarmetiya kuştina bi hezaran kesî kirine, berpirsiyarên ku jahr û gaz radestî kujeran kirine, li gorî sûcên xwe yên gelek giran, cezayên gelek sivik wergirtibûn.

Berpirsiyarê sereke yê Enfalê, fermandarê artêşa Baas General Hesen Elî Mecîd, hê jî li danişînên nixumandî yên dadgehên İraqê tê darezandin. Lê hevparên wî yên tawanbar, hîn jî derneketine holê. Tariq Remezanê pîlot, di sala 2005’an de li Mûsilê hatibû girtin. Remezan, li xwe mikur hatibû ku wî wek pîlotê nêçîrvan parastina fîloyên ku Helebçeyê dane ber gazên kîmyeyî kiribû. Pîlotê Helebçeyê, ji girtîgeha bajarê Silêmaniyê ya Kurdistanê, bi marîfeta rêveberên herêmî hatibû revandin û çûbû Brîtanya. Gava em bala xwe didin doza penaberiya wî ya ku li İngilîstanê kiriye, em pê dihesin ku Enfal di rastiya xwe de komkujiyeke “bêbext” e ku nayê xwestin kirdarên wê bêne darezandin!

Di serdema me ya ku sûcdarên komkujiyên li welatên wekî Rûanda, Yûgoslavya, Kamboçyayê hê jî têne dadgehkirin de, hevparên sûcên Enfala li Kurdistanê hê jî bê ku cezayê tawanên kirine wergirin, jiyana xwe berdewam dikin.

Enfala ku di Qûrana pîroz a Musulmanan de navê ayetekê ye, her weha navê kod a komek operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibatê heta 6’ê Îlona 1988’an ji hêla rejima Baas ve li Kurdistanê pêk hatine, bixwe ye. Kampanya Enfalê ku di erebî de tê wateya “bahozê”, ligel ku hevgirêdana wê bi merhaleya dawî ya şerê Îran-İraqê ya 1980-1988’an heye, nebû yek ji encamên vî şerî. Di rastiya xwe de, şerê li dijî Îranê, bi nêzîkbûna dawî lê anînê, bi şertê ku İraqê avêtin holê re, derfeta pêwîst da rejima Baas ku êrîşê bibe ser kurdan.

Enfal, bi rayeyên awarte yên Elî Hasan El Mecîdê xizmê Serokdewletê İraqê Saddam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur ê Partiya Baas a Ereb Sosyalîst a İraqê hat meşandin. Ji 29’ê Adara 1987’an heta 23’yê Nîsana 1989’an, rayeya ku li herêma bakur ji bo General Mecîd hatibû dayîn, di mistewa rayeyên Saddam de bûn. El Mecîdê ku ji hêla kurdan ve wekî “Elî Kîmyewî” tê naskirin, faîlê komkujiya kurdan bû. Du lîvayên sereke yên artêşa İraqê, Midûriyeta Emniyetê (Müdüriyat al Muhaberat al-Ameh) û Îstîxbarata Leşkerî (Muxaberat) di bin fermana El Mecîd de bû. Cerdevanên kurd ên ku bi navê Cahş, Fursan an jî “Yekîneyên Parastina Netewî” dihatin binavkirin jî, di vê tevkujiyê de rolên girîng lîstin. Ji bo “çareseriya kêşeya kurd û qetilkirina pêşmergeyan” saziyên leşkerî, ewlekarî û sivîl ên dezgeha dewleta İraqê û tevahiya derfet û çavkaniyên din xistibûn bin emrê El Mecîd.
Qonaxa yekem (An kurd an ereb!)

Yekemîn kiryara rejima İraqê ya ku ji bo tesbîtkirina komên ku wê qira wan bîne serjimariya nifûsê ya di 17’ê Cotmeha 1987’an bû. Di navbera qadên ku pêşmergeyên kurd rizgar kiribûn û herêmên di bin kontrola artêşa rejimê de bi awayeke fiîlî herêmeke tampon pêk hatibû. Beriya serjimariyê, Partiya Baas, fermanê da şêniya li herema di bin rêveberiya pêşmergeyan de û got; “Vegerin nav refên netewî.” Wateya vê fermana ku ji balafiran bi ser Kurdistanê ve dihate darijandin û di radyo û TV’yan de dihate weşandin ev bû; çûna nav kampên komelî ya di bin kontrola hêzên İraqê; an jî windakirina hemwelatîbûna İraqê û dîtina mûameleya qaçaxiya leşkeriyê bixwe bû.

Di Tebaxa 1987’an de, Konseya Fermandariya Şoreşa İraqê, bi biryarnameyekê îlan kiribû ku kesên beşdarê serjimariyê nekin, wê wek qaçaxê leşkeriyê bêne hesibandin û cezayê mirinê li wan were birîn. Beriya serjimariyê bi kirtedemekê, El Mecîd koma ku wê bê hingavtin, bi awayeke eşkere diyar kiribû.

Elî Kîmyewî, ferman da mûxaberatê ku derbarê malbatên “muxerîb/sabotajkar” hê jî li herêmên kontrola hikûmetê de ne, dosyayan amade bike. Piştî temambûna van dosyayan, hejmareke mezin jin, zarok û pîr bi darê zorê bo herêmên çolter hatin koçberkirin. Îdîayên derbarê wan de û ev kiryara koçberkirina nifûsê ya ku yek bi yek endamên malbatan dihatin lêpirsîn pêk dihat, bû yek ji taybetmendiyên sereke yên serdema Enfalê bê ka di vê kiryarê de wê kê bijî û kê bê kuştin. Ji bo ku netewa xwe diyar bikin, tenê du rê danîbûn pêşiya beşdarên serjimariya nifûsê. Li gorî vê yekê, kesên dihatin hejmartin divê an “kurd” bûna an jî “ereb.” Ev alternatîf an bê alternatîfbûn, kir ku Xirîstiyanên asûrî û keldanî jî, bi rewşeke erjeng re rûbirû bimînin.

Li hêla din sadaqata bi rejimê re, ji bo rizgarbûna ji qetlîamên El Mecîd têr nedikir. Alîgiriya hikûmetê ango Cahşbûn bixwe jî ne çareyek bû. El Mecîd gef li serekên cerdevanan jî xwar û got ku heger ew gundên xwe neterikînin, wê bi gazên kîmyewî bêne bombebarankirin. Koka nîjadî û devera lêbicihbûnê, di vê planê de sedema tasfiyebûnê bixwe bû. Ev her du diyarde, dema ku di sala 1988’an de komkujiyên girseyî pêk hatin, bi hevre hatin nirxandin.

Di sala 1987’an de valakirina gundan û koçberkirinên li Kurdistanê, bi tenê li herêmên di bin kontrola hikûmetê de ne pêk hat. Bi gotineke din, tu têkiliya van operasyonan bi çewisandina serhildana kurd tunebû. Şêniya van herêman, eger mayîna li herêmên girseyî yên ku hikûmet dixwest lê bimînin red bikira û xwe bispêrta herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola pêşmergeyan de, -gelekên ji wan wiha kir- wê bi operasyonên Enfalê bihatana îmhakirin. Heman kiryar li ser komên etnîk yên li Kurdistanê jî hate kirin.

Di serjimariya ku di sala 1987’an hate kirin de, gelek Xirîstiyanên asûrî û keldanî zexta rejimê ya bi rengê “an hûnê bibin kurd an bibin ereb” red kir. Kesên ku xwe wek “ereb” bi nav nekir, çawa ku “kurd” bin mûamele dît. Di Enfala dawî ya li herêma Duhokê ku piraniya Xirîstiyanan lê dijîn de, wan jî ji hêla tabûrên mirinê yên General Mecîd ve, wekî ji zilma ku kurdan dît, para xwe wergirt. Hejmareke kêm ji tirkmenên ku xwe spartin qadên pêşmergeyan, ‘’wek kurd’ hatin hesibandin û rastî heman mûameleyî hatin. Piştî ku toz û telaza Enfalê belav bû, zêdetirî wan jin û zarok bi sedan asûrî û keldanî wekî qurbanên din ên tevkujiya li Kurdistanê winda bûn. Sûcên wan ew bû ku ne ereb bûn û li Kurdistanê dijiyan.

Di mehên havîna 1988’an de gelek Xirîstiyan û tirkmenên ku ji Enfalê ber bi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve reviyabûn û li “kampên pêşmergeyan” bi cih bibûn, mînakên “bişans” bûn ku ji “bahoza” Elî Kîmyewî rizgar bibûn. Min ew li van kampan naskiribûn.
Qonaxa Duyem: Bidestxistin

Di sala 1987’an de, piştî ku Saddamê dîktator rayeyên awarte da pismamê xwe General Mecîd û pê re, “operasyonên çewisandina serhildanê” ku li dijî kurdan carcaran pêk dihatin, veguheziya kampanyaya îmha û rûxandinê. Nûçeyên erjeng ji Kurdistanê belav dibûn. Di vê pêvajoyê de kurd, di şerê Îran û İraqê de bibûn qurbanê helwesta Rojava ya alîgirê İraqê. Rojava, li beramber şerê dijî radîkalên şoreşa Îranê, sûcên Saddam ên li nav welêt nedidît!

Artêşa Baas ku bi çekên konvansiyonel û gazên kîmyewî, bajarên Îrana (piranî Rojhilatê Kurdistanê yên wek Serdeşt) ku di şer de ye bi erdê re dikir yek, wê li qadên ku şerwanên kurd diparêzin çi nekirana? Şerwanên kurd jî ku derfeta wan a bergirîdanê kêm bû û tenezûlî bersîvdana bi heman şêveyê rejimê nedikirin.

Rejima Baas ku bêdengiya dinyayê jî dabû dûv xwe, dest pê kiribû Enfalê bi teknîka endezyariya tunekirinê û bi sebir pêk bîne. Wekî nîşaneyeke xerîb a qederê, li gorî îdîayên hin rojnamegerên popûler, Saddamê ku kurê Hîtler bû û li Libnanê hatibû dinyayê, her wekî “bavê xwe” yê ku li Ewrûpayê li Cihûyan kiribû, wî jî li Kurdistanê li kurdan dikir.

Her wekî di komkujiyên beriya wê de hate dîtin de, ji bo jiholêrakirina komekê; ewil car pêwîst bû ew kom bihata tarîfkirin, berhevkirin û tunekirin. Di tevkujî/Enfala kurdan a di navbera salên 1987-1989’an de rejima Baas, heman rêbazê bikar anî. Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakurê İraqê yê Partiya Baas Ali Hasan El Mecid, di navbera sibat û sê mehên li pey wê de, dest bi pêvajoya ‘’tarîfkirina’’ koma ku di Enfalê de wekî hingav bê hilbijartin kir û tevgerên çewisandina li dijî kurdên li çolteran dijîn zêdetir kir. Bi biryarnameyekê, mafê kirîn/firotina milkan ji destê pêşmerge û malbatên wan stand; mafên zagonî yên kesên li deverên rizgarkirî û tampon ku qedexe îlan kiribû dijîn ji holê rakir, fermana kuştina sivîlên brîndar, “rûxîneran” û malbatên wan ên sereke da ku Mûxaberat wan wekî dijberên rejimê kifşe kiribû.

General Mecîd, di Hezîrana 1987’an de, li ser şêweya tevgera hêzên İraqê yên li ser Enfalê û rabirdûya piştî wê du ferman da. Li gorî Elî Mecîd, gelê kurd ê ku li herêmên qedexe dijiya, li gel pêşmergeyan tevdigeriya, lewre ew jî dijmin bûn ku divê bêne tunekirin. Fermana yekem a El Mecîd, qedexekirina jiyana li deverên qedexe bû. Wateya vê qedexeyê, îmhakirina her tiştên biliv yên li wan deveran bû.

Di maweya 20’ê Hezîrana 1987’an de, bi belgeyeke duyem, fermana tevkujiyên girseyî dihate dayîn û kitekitên vê yekê dihatin rêzkirin. Di xala 4. a fermanê de, li berpirsê yekîneyan ferman dihate kirin ku “herkesê di qada qedexe de dijî, ji bo bi awayeke girseyî bêne kuştin, şev û roj ji beja û hewayê ve bêne bombebarankirin.” Fermana din a El Mecîd wiha bû; “Kesên li wan gundan bêne girtin, divê bêne lêpirsîn, kesên temenê wan di navbera 15 û 70 de ne, divê bo navendê bêne veguhestin, piştî ku agahiyên pêwîst ji wan hatin wergirtin, divê bêne gulebarankirin.”

Li gorî sîstematîka tevkujiyê, piştî bidestxistin û berhevkirinê wê îmha destpê bikira. Koma di hedefê de bû, hatibû hilbijartin. Dor hatibû tarîfkirina kesên di nav koma hatiye hilbijartin: Ew kesên wisa bûn ku divê bêne kuştin. Ev merhale hêsantir bû! Li gorî fermanên El Mecîd ên ku di Hezîrana 1987’an de hatibûn ragihandin, her mêrê li herêma Enfalê ye û destê wî çek digire, wê bihata kuştin. Artêş û Mûxaberat, lîsteyên ku navê kurdên girtî, cinsiyet, temen, devera lê dijîn û devera hatine girtin lê hatibûn nivîsandin, amade kiribû. Navendên serwîsa leşkerî, di 15’ê Adara 1988’an de vebûbûn. Di serê nîsan û gulanê de jî wendabûnên girseyî destpê kir.

Piraniya kesên hatin binçavkirin, bo Topizawayê hatin birin ku biryargeha Elî Kîmyewî lê bû. Ev der kampeke artêşa İraqê bû û li nêzîkî Kerkûkê bû. Hin kesên ku bi awayeke girseyî hatibûn neqilkirin, bo leşkergehên li Tikrîtê hatibûn veguhestin. Jin û zarok, bi kamyonan biribûn kampeke li bajarê Dibisê. Herçi girtiyên navsere bûn, bo girtîgeha Nugra Salmanê hatin şandin ku li Başûrê İraqê ye û ji îngilîzan maye. Ji van 8 hezar navsereyan, bi sedan kes ji ber sedema sersarî û nexweşiyan mirin. Di dema Enfala dawî ya di meha îlonê de, sivîlên li Behdînanê hatibûn girtin, bi kiryareke heman rengî re rûbirû hatibûn hiştin. Piraniya wan li navendeke fireh a artêşê ya Duhokê dihatin hiştin. Jin û zarok bo kampên Selamiyeyê yên li nêzîkî çemê Dîcleyê hatibûn veguhestin. Piraniya jin, zarok û navsereyan, piştî efûya 6’ê Îlonê serbest hatin berdan, lê tu zilamek bi paşve venegeriya.

Piştî azadiya Kurdistanê û rizgarbûna İraqê ji destê rejima Saddam, ji lêkolînên ser cesedên ku ji gorên tomerî hatine derxistin, diyar dibe ku windahiyên Enfalê, bi awayê girseyên mezin hatine gulebarankirin û li derveyî Kurdistanê hatine binaxkirin. Heta salên dawî cihê sê gorên ku qurbaniyên Enfalê bi awayeke tomerî lê hatine veşartin, diyarbûne. Yek ji wan, li li bajarê Ramadiyê ya li ber qeraxê bakurê çemê Firadê, yê din li herêma Xedrayê ku li başûrê Mûsilê ye, yê din jî li çola bajarê Semawayê ye. Di 3 salên dawî de jî, li Çiyayê Hemrînê, di navbera Kerkûk û Tikrîtê û li rojavayê bajarê Tuzxurmatuyê jî gorên tomerî hatine dîtin. Cesedên ku ji çend mehan carekî ji van goran tên derxistin li Kurdistanê li gel merasimên xemgîn careke din li ser xaka xwe tên veşartin.

Li Kurdistanê hê jî bi dehezaran jinên kincreş ên ku şînê dikin, bi hêviya ku wê rojekê cendekên xizmên wan ên winda ji gorên tomerî derkevin, ji “Wezareta Xizmeta Malbatên Enfalkirî û Şehîdan” ku di bin banê Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de hatiye avakirin, li benda agahiyekê ne.
Qonaxa dawîn: Qirkirina sivîlan

Enfalê, bi kiryara yekem a merhaleya yekem ango 4 meh piştî serjimariyê, şeva 23’ê Sibata 1998’an, bi êrîşa li dijî baregeha YNK’ê ya li gundê Sergelo- Bergeloyê dest pê kir. Enfal, di 8 merhaleyan de pêk hat ku 7 ji wan, li herêmên jêr kontrola YNK’ê de bû. Enfala yekem ku biryargeha YNK’ê kiribû hedefa xwe mehekê ajot. Pêlên din ên kampanyayê bi piranî kurtir ajotin. Enfala duyem ku li herêma Qeredaxê pêk hat, ji 22’ê Adarê heta 1’ê Nîsana 1988’an; Enfala sêyem ya ku li herêma Germiyanê pêk hat, 7- 20’ê Nîsanê, Enfala çarem ya ku li herêma Zê pêk hat û ya herî kirt ajot, di navbera 3-8’ê Gulanê de pêk hat.

Herêma jêrdestê PDK’ê ku diket bakur-rojavayê Başûrê Kurdistanê, ji ber ku ji sînorê Îranê dûr bû, li gorî Baasê kêm xeter bû. Ev herêm, bû hingava Enfala dawî ya ku di Tebax û Îlona 1988’an de pêk hat.

Yekîneyên artêşa İraqê, di demên van kampanyayên tevkujiyê de, bi tenê di dema Enfala pêncan de ku 15’ê Gulanê, li qadên çiyayî yên Hewlêrê pêk hat de, rastî berxwedaneke dijwar a pêşmergeyên YNK’ê hatin. Li ser vê yekê, artêş demeke kirt navber da operasyonê. Bi fermaneke ku ji ofîsa Saddam hat, Enfalên şeşem û heftem, di mehên tîrmeh û tebaxê de du caran pêk hat. Paşê, di 26’ê Tebaxê de, herêma dawî ya di kontrola YNK’ê de, wek heremên “paqij” hatin îlankirin.

Di heman demê de Îran, piştî ku şertên ku İraqê yên ji bo dawîlêanîna şer pejirand, gelek yekîneyên İraqê ku ji eniyê hatin vekişandin û berê xwe dan herêma Behdînanê. Enfala dawî, sibeha 25’ê Tebaxê dest pê kir û di nava çend rojan de bidawî bû.

Di 6’ê Îlona 1988’an de, rejima İraqê ji bo kurdan efûyeke giştî îlan kir, bi awayeke eşkere serkeftina xwe îlan kir. Tevkujiyên li Kurdistanê, serkeftinên ku Baas di “Şerê Qadisiyeyê” de li dijî Îranê bidest xistibû dihatin pirozkirin. Heta rejima Saddam rûxiya jî, ragehadina dewleta İraqê û medyaya wê ya fermî heman hovîtiyê berdewam kirin.

Rejima İraqê, bi avakirina struktureke zagonî û burokratîk, bûbû yekem dewleta ku bi bombeyên kîmyewî êrîşê welatiyên xwe kiriye, derbasî dîrokê bû. Balafirên İraqê di 15’ê Rêbendana 1987’an de bi gazên jahrê êrîşê ser navenda PDK’ê ya li Zewa Şakana bi ser bajarê Duhokê ku li ser sînorê Tirkiyeyê û gundên Sergelo-Bergelo yên bi ser bajarê Silêmaniyeyê kiribûn. Di 16’ê Rêbendanê de, gundên Balîsan û Şêx Wesan rastî êrîşên kîmyewî hatin. Di van tevkujiyan de, zêdetirê wan jin û zarok, ji sedî zêdetir sivîl hatin qetilkirin. Bi dehan kesên ku di van êrîşan de birîndar bibûn, ji nav nivînên xwe yên li Nexweşxaneyên Hewlêrê hatin derxistin û qetilkirin. Ev êrîşên hanê, bûn destpêka 40 rêze êrîşên ku 18 meh berdewam kir û bû sedema kuştinên cemawerî.

Rejima Baas, bê ku jin û zarokan cûda bike, hedef û struktura xwe ya kuştina kurdan a girseyî îlan dikir. Di navbera mehên Nîsan û Hezîrana 1987’an de, bêhtirî 700 gundên li ser riyên bajaran ku di bin kontrola artêşê de bûn hatin şewitandin û piraniya niştecihên wan hatin kuştin. Merhaleya sêyem a operasyonê, ji ber kêmbûna derfetên artêşê ji ber tengasiya di şerê Îranê de, hate taloqkirin. Lê ev merhale, wê bi Enfalên ku piştre pêk werin, hatin telafîkirin.

Piştî êrîşa yekem piyadeyên İraqê û Cahşan, dor li herêma ku hatibû destnîşankirin pêçan, tevahiya navendên jiyanê ruxandin, malan talan kirin paşê jî yekîneyên rûxînêr dihatin û agir bi malan dixistin. Bi destpêka rûxandinê re, pêvajoya “berhevkirin û bidestxistina” cemawera kurd ku di hedefê de bû bipêş diket. Yekîneyên İraqê, herêmên zindî yên Kurdistanê ku jiyan lê hatibû qedexekirin, tarûmar dikirin.

Dema ku qamyonên leşkerî yên artêşê, gundiyan bi karwanan ber bi navendên komkirinê û kampan ve dibirin, Cahşan jî ji bo kesên ku li çolteran belav bûbûn desteser bikin, li herêmê digeriyan. Yekîneyên Cahşan ku ji endamên eşîrên herêmê hatibûn berhevkirin, alîkariya kurdên sivîl dikirin ku ew ji qadên operasyonan derkevin û bi saya wê alîkariyê jiyana bi hezaran sivîl rizgar bûbû.

Di vê navberê de, Muxaberata ku sihêtiyeke tund li bajaran kiribû, li gelek deveran operasyona girtina qaçaxên Enfalê pêk dianî. Rejim, bi îlanên efûyê yên xapînok, nêçîra kesên ji Enfalê filitîne dikir.
Taktîkên cêwî: Nazî û Baasê

Ligel ku Enfal bi awayeke anormal û hovane dihate meşandin jî, heta vê merhaleyê, hinek taybetmendiyên çewisandina dewletan yên li ser serhildanan nîşan dida. Li gorî belgeyên fermî yên İraqê ku piştî destkariya Amerîkayê ya sala 2003’yan derketin holê, dide xuyakirin ku armanca sereke ya artêşê çewisandina serhildana kurd bixwe ye. Lê ev armanc, rastiya ku Enfal tevkujiyek e ji holê ranake. Lê di navbera çewisandina serhildanekî û tevkujiyekî de ferqeke taybet tuneye. Di rastiya xwe de, yek ji wan, ji bo bikaranînê alîkariya ya din dike. Di mînaka Kurdistanê de jî, ya ku pêk hat ev bixwe bû. Mirov dikare wiha bibêje: “Di dema diyarkirî de, artêşa İraqê serhildana kurd ango bi gotineke rastir ji bo berxwedana kurd biçewisîne, tevkujî pêk aniye.”

Partiya Sosyalîstên Nasyonal yên Alman (NAZİ), li Ewrûpayê qetlîamên girseyî û rejima holocaust ya li dijî cihû û dijberan wek “bergîdanên awarte, çalakiyên taybet, jinûvebicihkirinên li Rojhilat” binav dikirin. Herçi Baasî bûn, tevkujiya kurdan wek “bergîdanên girseyî û jinûvebicihkirinên li Başûr” bi nav kirin. Sûcê rejima Baas yê ku li dijî kurdan pêk dianî û di bin van binavkirinan de hewl dida veşêre, serdanpê dişibe ravekirina tevkujiyê ya bi rengê; “Niyeta tunekirina tevahî an jî qismî ya komên netewî, etnîkî, nîjadî, an jî olî.”

Sîstema Baas a kampan, ligel ku yek ji awayên tevkujiya Naziyan dianî bîra mirovan; rêbazên kuştinê yên ku kurdên ji tevkujiyê rizgar bûne digotin, dişibe çalakiyên “Einsatzgruppen/Komên tevger” ango “Yekîneyên seyar ên kuştinê” yên Naziyên li Rojhilatê Ewrûpayê. Komên Tevgerê, li Almanyaya Naziyan, navê yekîneyên seyar ên înfazê bû. Ev dezgeha artêşa Alman ku di bin kontrola Heinrich Himmler û Reinhard Heydrich de bû li deverên dagirkirî mal bi mal digeriyan; cihûyan, romanan û komûnîstan dikuştin. Tê texmînkirin ku Einsatzgruppen di navbera salên 1941-1945’an de bêhtirî 1.3 milyon cihû gulebaran kiriye û kuştiye. Bi navê A, B, C û D’yê 4 tîmên Einsatzgruppenê hebûn û her yekîne ji 600-1000 leşkerî pêk dihat.

Her teknîkên standart ên tunekirinê ku Komên Tevgerê yên Naziyan bikardianî, li Kurdistanê ji Elî Baasiyan ve hatine bikaranîn. Li gorî vê yekê hinek komên girtî hatin rêzkirin, ji pêşve hatin gulekirin û bo gorên girseyî ku berê hatibûn kolandin, hatin dehfdan; kesên din, di çalên ku bi dehfdanê ketinê de bi teqeyêb tifingên otomatîk hatin kuştin. Kesên mayî çawa ku masiyan davêjin ser hev, li ber kesên ku nû hatine kuştin, hatin dirêjkirin û gulebarankirin; hinekên din bi hev re hatin girêdan, li ber keviya çalên xwe ji paş ve hatin kuştin. Paşê buldozeran, komên cesedan bi ax û qûmê nixûmand. Li hinek qadên gorên girseyî, bi dehan çal hatine tespîtkirin. Li van deran, cesedê bi hezaran qurbanî hatine veşartin. Li gorî çavkaniyên kurd, di pêvajoya Enfalê de 182 hezar kes, li gorî hinek dezgehên ihtîyadkar herî kêm 50.000 gundiyên kurd hatin kuştin.

Komkujiya Burokratîk Li gorî xala 1. a Peymana Tevkujiyê; “Tevkujî, di dema aştî û şer de, di bin banê peymanên navnetewî de sûc e.” Înfazkirina bêdarez ya endamên girtî yê komeke etnîk-netewî yê ne şerwan-çekdar, şêwaza nakokiyê çi dibe bila bibe, di şer de an jî çewisandina serhildanê de, wekî tedbîreke yasayî nayê pejirandin. Gelek taybetmendiyên operasyonên Enfalê yên Baasê, li dervayê awayên tefandina serhildana ye. Qewimînên piştî ku operasyonên leşkerî digihêjin armanca xwe pêk tên, sedema vê yekê bi awayeke zelal eşkere dike. Bi awayê girseyî qetilkirina bi dehezaran kesan an jî windakirina wan, bi awayê avêtina gazên kîmyewî bo bi dehan deverên kes lê dijîn û kuştina bi hezaran kesan û bi awayeke erjeng reva gelek kesên din ji cih û warên xwe; texrîbkirina mulkiyeta malbat û civakê û tevahiya berhemên çandiniyê yên aboriya kurdên li çolteran; cezakirina bi hezaran jin, zarok û kesên pîr-kal ên di nava şertên girtina hovane de û di encama vê yekê de mirina bi sedan ji wan… Enfala ku wekî hewldaneke burokratîk a dewletê dihate rêxistinkirin, wekî tevgera çewisandina serhildanê jî, xwediyê merhaleyên xas e. Bicihanîna wê bi destê Cahşan û yekîneyên leşkerî yên ku girêdayê artêşa nîzamî bûn. Sivîlên ku di operasyonên Enfalê de hatibûn berhevkirin, ji bo ku bêne tarîfkirin, tasnîfkirin û di pêvajoya dawî de bêne tunekirin, bo aparateke din dihatin dewirkirin. Dezgehên cuda yên wekî Mûxaberat, emnîyet, Cahş û Partiya Baas di Enfalê de rol lîstibûn. Kampên berhevkirinê û qadên tunekirinê, gelek dûrî Kurdistanê hatibûn avakirin. Qetilkirina kesên girtî û komkirî, di hevdema merhaleya leşkerî ya çewisandina serhildanê re pêk nehat. Komên berhevkirî- girtî, piştî ku tevgera yekîneyên leşkerî qediya, gelek paşê hatin îmhakirin. Belgeyên fermî yên hatine bidestxistin, dide xuyakirin ku dewleta İraqê qetlîamên girseyî, windabûn, koçberkirin û kampanyayên din ên li dijî kurdan bi awayeke hûrbînî plan kiriye. Tevî ku ev çalakî bi awayeke navendî dihat birêvebirin, tevgera navborî, bi koordînekirina gelek dezgehên fermî; ji qesra Saddam heta yekîneyên artêşê û Cahşên li dereceya herî dawîn ve dihate birêvebirin û Enfal bi koordînas- yona hemû dezgehên dewletê û di hemû astan de hatibû pêkanîn. Hemû merhaleyên Enfalê, kêm-zêde xwediyê heman taybetmendiyan bû. êrîş, ji hewayê bi bombebarana li dijî hedefên sivîl û pêşmergeyan û bi operasyonên leşkerî yên li dijî senger û baregehên şervanên kurd dest pê kir. Xerdel û kokteyla mirinê ya gazên jahrî, ji pêşmergeyên ku hinek ji wan maskeyên gazê bidest xistibûn û bi rêbazên jirêzê xwe diparastin bêhtir, li ser sivîlan bandoreke kujînertir dikir. Di êrîşên bi gazên kîmyewî de, di Enfala duyem a li gundê Sayw Senanê ji 80’yî zêdetir kes, di Enfala çarem a li Goktepeyê ji 150’yî zêdetir kes, di Enfala pêncem a li Warayê 37 kes mirin.

Di 16’ê Adarê de, li bajarokê Helebçe di encama êrîşa gazên kîmyewî de, bi qasî 5 hezar sivîl hatin kuştin. Di rastiyê de dibe ku Helebçe, di kampanyaya Enfalê de xwediyê hingaveke taybet nebû. Ev êrîş, li dijî bidestxistina Helebçeyê ji hêla pêşmergeyan ve bergirîdanek rejimê bû. Lê ev êrîş bi her awayî parçeyek ji tevkujiya kurdan û lûtkeya wê bû.
Hertim Enfal

Enfal, bi awayê leşkerî, di 6’ê Îlona 1988’an de bidawî bûbû. Li gorî generalê Enfalê, Elî Kîmyewî ku niha li Bexdayê, di zindanekî de girtiye û ji bo neyê îdamkirin, di rûniştanan de lavayî dadgeran dike, “Kêşeya Kurd çareser bûbû, rûxîner ji holê hatibûn rakirin.” Bi ser de rejim, efûyeke giştî îlan kiribû. Lê feraseta qetlîamkar a rejimê li holê mabû. Ji bo kesên ji zindanan hatin berdan û kesên ku di çarçova efûyê de ji sirgûnê vegeriyan bi gotineke din kesên ku tevahiya derfetên wan ên madî hatibûn tunekirin, bi tu awayî piştgirî û tazmînatek wernegirtin. Ew li qadên komelî hatin bicihkirin. Sivîlên ku xwestin alîkariya wan bikin, ji hêla Mûxaberatê ve hatin şopandin. Enfalzede, li ser axa zelûl a Hewlêrê li kampên ku ji bilî têlên rêsayî û bircên çavdêriyê pêve tiştek lê tunebû, hatin avêtin. Li vê derê bi sedan kes ji ber nexweşî, birçîbûn, serma an jî tunebûna xwarinê û bandorên gazên kîmyewî ku paşê derketin holê, jiyana xwe ji dest dan.

Piştî îlankirina fermî ya bidawîbûna Enfalê, dawiya 1988’an û di 1989’an de bi dehan gundên Cahşan jî hatin şewitandin û rûxandin. Yekîneyên leşkerî, bajarokê Qeladizê rûxandin û dorhêla wê “herêma qedexe” îlan kir. Di bin rejima Partiya Baas a Saddam de polîtîkayên kuştin, îşkence û şewitandina gundan, wekî pariyeke ji jiyana rojane berdewam kir.

Piştî merhaleyên dijwar ên Enfalê jî, girtin û îdamkirin berdewam kir, di nav kesên hatin îdamkirin de, kesên ku di dema efûyê de girtî bûn jî hebûn. Sê bûyerên îdamê yên girseyî ku di dawiya sala 1988’an de pêk hat, di raya giştî ya cîhanê de deng veda. Di yek ji van bûyeran de 180 kurd hatin kuştin. Piştî serhildana 1991’ê ku Kurdistan bi saya wê azad bû, li gorî belgeyên ku di avahiyeke Mûxaberatê de hatin bidestxistin, di heşt mehên destpêkê yên sala 1989’an de 87 kes hatibûn sêdarekirin. Di nav qurbaniyên rejima Baas de, mamosteyê lîseyê Dilşad Merîwanî, ku bi hinceta “fêrkirina kurdî bi tîpên latînî” hatibû tawanbarkirin jî hebû.

Û ez bi hevpîşeyê xwe rojnamevan Mustafa Çuwarteyi ku yek ji şagirtê mamoste Dilşad bû, di heman buroyê de, hewl didin bîranînên Enfalê zindî bihêlin, windahiyên wê, tiştên ku ji me bir, bibîr bînin û yadaştên wê zindî dihêlin…

Çavkanî

Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de.

Jêder:

  • George Black, (Genocide in Iraq: the Anfal campaign against the Kurds / Li İraqê Jenosîd / Li dijî Kurdan kampanya Enfalê) Human Rights Watch. ISBN 1564321088.
  • David McDowall, A Modern History of the Kurds, (Dîroka Nûjen ya Kurdan) (2004). I.B. Tauris. ISBN 1850434166.
  • Robert Paul Bartrop, Samuel Totten, Jacobs Steven L. (Anfal; Dictionary of Genocide / Enfal; Ferhanga Jenosîdê) Greenwood Publishing Group, (2008).
  • Maggy Zanger, (Refugees in Their Own Country / Penaberên welatê xwe) Middle East Report (2002).
  • Çend raportên din yên; Amnestry International / Rêxistina Efûya Navnetewî, Human Rights Watch / Rêxistina çavderiya Mafê Mirovan, Middle East Watch / Rêxistina Çavderiya Rojhilata Navîn di derbarê Enfalê de.
  • Qonaxa yekem (An kurd an ereb!)
  • Qonaxa Duyem: Bidestxistin
  • Qonaxa dawîn: Qirkirina sivîlan
  • Taktîkên cêwî: Nazî û Baasê
  • Hertim Enfal

Di sala 1988’an de, Kurdên (ji Başûrê Kurdistanê) ku li kolanên Amedê, bi şewatên li dest û rûyên xwe li ber dergehê doktoran digeriyan, bûn yekem şopên Enfalê yên di mejî û çavên min de. Ligel ku min peyva Enfalê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek caran bihîstibû, yekem wêneyên vê “bahozê” yên li cem min; laşên şewitî, çavên korbûyî, çermên perpitî û sîlûeta bi hezaran...

Wergera ji tirkî: Salihê Kevirbirî