Têkoşîna me

Rewşa wê ne weke ya yên din e û bi awayekî din e: Ne berdewamiya wê û ne jî serxwebûna wê di xetereyê de ye, lê belê derfetên wê yên bipêşketinê kêm bûne. Ji bo zelalkirina pêşeroja wê, ji bo berdewamîya tevlêbûyina şerê ramanan û ji bo ku em bikarin awayê xwe yê dîtinê û yê têgihiştina xwe ya dinyayê veguhezînin xwendevanên nû, em bangê li we dikin. Piştî tekstîl û siderurjî û otomobîlê... çapemenî. Ji bo karkerên welatên Bakurî buhayê barkirina çapxaneyan ya ber bi Başûr ve gellekî giran bû; piştî koça xwendevanên wan ya ber bi înternetê ve, niha jî rojnamevan bi xwe ketine rewşa taswasa karên xwe. Em dikarin bigihijin wê encamê û bibêjin ku modeleke aborî tim ya berî xwe ji holê radike, em dikarin şikuriya xwe bînin û bibêjin ku waye em li ser lingan in û jiyan weha ye. Lê belê, divê em demokrasiyê jî ji bîr nekin. Ji me re dibêjin ku otomobîl ne alaveke civatê ya weha ye ku mirov nikaribe biguhere û ew bi tenê alaveke bazirganiyê ye. Mirov dikare li devereke din û bi awayekî din jî otomobîlan çêbike, mirov dikare alaveke veguheztinê ya din jî bike şûna wê. Yanî, ne gellekî giring e. Lê belê, çapemenî…

Çapemenî di nava nîqaşên civakê de xwedî roleke giring e. Gava ku dibîne ku hebûna wê di xeterê de ye, ew ji karkerê febrîqeyeke li ser girtinê zûtir li alarmê dixe. Ji bo ku ji xwe re piştgirî peyda bike jî, di cih de berê xwe dide wê formula navdar: “Gava ku rojnameyek wenda bibe, beşek ji demokrasiyê pê re dimire.” Ev, gotin esasen beradayî û bê wate ye. Ji bo ku mirov bibîne ku bi dehan weşan radiwestin, lê dîsa jî tu bandora wê li demokrasiyê nabe, hema mirov biçe rojnamefiroşekî bes e. Hêzên ewlekariya ideolojîk wê di ber re çend qereqolên xwe jî wenda bikin. Ev nayê wê wateyê ku xema rojnamegerên di vê rewşê de bê bingeh e. Lê belê, bi milyaran mirov ne mecbûr in ku ji bilî dayina maaşên wan ji bo parastina karê wan ji wan re wateyên din peyda bikin. Ev çend sal in ku îndûstriya çapemeniyê qels dibe. Rojnamegerî ji zû ve ye ku di rewşeke xerab de ye. Ma gelo naveroka nivîsan gellekî balkêş bû gava ku bîst sal berê rojname bûbûn çenteyên reklaman û mekîneyên pereyan. Lê gava ku li Amerîkayê, şahên çapemeniyê, New York Times Co., Washington Post Co., Gannett, Knight Ridder, Dow Jones û Times Mirror ji dema Watergatê, ku bûye sembola muxalefetê (1), bîst qat zêdetir qezenc dikir?

Gava ku ewqas derfetên wan hebûn û pişta xwe dabûn zêdebûna salane ya ji % 30’î, carinan jî ji % 35’î, gelo rojnamegeriya wan dîsa jî ewqasî guh dida ciddiyet û afirînêrî û serxwebûnê? Lê, li Fransayê, gava ku nûçeyên rexnegiriya desthilatdariyê ketibû pêşiya hertiştî û grûbên Lagardère û Bouygues li ser bidestxistina TF1’ê şer dikir? Lê, gava ku televizyonên taybetî yên ku di warê bêastiyê de qayiş bi hev re dikişandin her roja ku diçû weke nanê Încilê zêde dibûn û maaşên ecêb didan hin rojnamegerên ku berê nîşan dabûn bê qumaşê wan çend bi qalîte ye?

Niha gellek berpirsên rojnameyan li hember tofanê pişta xwe dane hevûdu û ji bo alîkariya aborî digirîn û vê alîkariyê ji kesine weha hêvî dikin ku di rewşeke din de wan ê navê “şîrê dewletê” lê bikiraya. Le Monde diplomatique ya ku serkeftinê ji wan re dixwaze, baş dizane bê ka para wan ya di vê xizaniya wan de çi ye. Lê belê, ji bo ku bikare têgihiştineke rojnamegeriyê ya ji ya wan cuda biparêze, ew pêşiyê bangî xwendevanên xwe dike.

Herçend guherînên medyayî ne xema beşekî fireh yê raya giştî be jî, raya giştî ji xwe re fikrêk çêkiriye: Hilkirina ala “azadiya ramanî” gellek caran bi kêrî parastina berjewendiyên xwediyên alavên ragihandinê tê.

Li gora Alexander Cockburn, yek ji avakirên malpera muxalif Counter-Punch.com weha dibêje: “Ji gellek dehsalan û bi vir ve ye ku rojnameyên mezin yan xwe ji hewlên baştirkirina rewşa me ya civakî û polîtîk re kerr dikin, yan jî rêyê li ber wan digirin” (2).

Lêkolîn û hevpeyvînên ku çapemenî dide pêkanîn, ji xwe roj bi roj kêmtir dibin, wê derfetê didin ku rojnamegeriya lêkolînerî li ser lingan bimîne, lê di ber re di rûpelên din de bûyerên rojane, portre, beşên bazirganiyê, yên rewşa hewayê, yên sporê û yên xal û xwarzêtiya wêjeyî xuya dibin. Divê em ji bîr nekin ku hin karkerên ku karê wan di xeterê de ye jî hene ku bi tenê nûçeyên ajansan kopî dikin û dikin nûçe.
Rewşa wê ne weke ya yên din e û bi awayekî din e: Ne berdewamiya wê û ne jî serxwebûna wê di xetereyê de ye, lê belê derfetên wê yên bipêşketinê kêm bûne. Ji bo zelalkirina pêşeroja wê, ji bo berdewamîya tevlêbûyina şerê ramanan û ji bo ku em bikarin awayê xwe yê dîtinê û yê têgihiştina xwe ya dinyayê veguhezînin xwendevanên nû, em bangê li we dikin. Piştî tekstîl û siderurjî û otomobîlê... çapemenî. Ji bo karkerên welatên Bakurî buhayê barkirina çapxaneyan ya ber bi Başûr ve gellekî giran bû; piştî koça xwendevanên wan ya ber bi înternetê ve, niha jî rojnamevan bi xwe ketine rewşa taswasa karên xwe. Em dikarin bigihijin wê encamê û bibêjin ku modeleke aborî tim ya berî xwe ji holê radike, em dikarin şikuriya xwe bînin û bibêjin ku waye em li ser lingan in û jiyan weha ye. Lê belê, divê em demokrasiyê jî ji bîr nekin. Ji me re dibêjin ku otomobîl ne alaveke civatê ya weha ye ku mirov nikaribe biguhere û ew bi tenê alaveke bazirganiyê ye. Mirov dikare li devereke din û bi awayekî din jî otomobîlan çêbike, mirov dikare alaveke veguheztinê ya din jî bike şûna wê. Yanî, ne gellekî giring e. Lê belê, çapemenî…

Mamosteyê zankoyê Robert McChesney’ê amerîkî, balê dikişîne ser û dibêje “Bifikirin ku hikumet biryarekê wergire û mecbûr bike ku cihê bûyerên navnetewî yê di çapemeniyê de di cih de kêm bibe, mecbûr bike ku buroyên hevkarên wan yên wan deveran bên girtin, an jî derfet û butçeya wan bi awayekî ciddî bê kêmkirin. Bifikirin ku serokdewlet fermanê bide medyayê ku ji skandalên derdora desthilatdariyê zêdetir bala xwe bidin ser kesên navdar û derdora wan. Di hîpotezeke weha de mamosteyên rojnamegeriyê wê greva birçîbûnê bidin destpêkirin û zanîngeh wê ji ber xwepêşandanan bêne girtin. Lê belê, gava ku berjewendiyên taybet yên ku hema hema çapemenî di destê wan de ye biryareke nêzîkî vê yekê bigirin, helwêsteke bi vî awayî nayê wergirtin.” (3)

McChesney lojîka xwe ya ekolojiya hişmendî bi vê pirsa jêrê dewam dike: Madem tim û daîm behsa demokrasiyê dibe, kengî gelo me bi awayekî giştî biryar daye – bi sedema çi? û di kîjan hilbijartinan de? – ku komikek şîrketên gellekî mezin yên ku bi reklaman têr dibin û xema wan tenê ew e ku kara xwe zêdetir bikin, bibin çavkaniyên sereke ji bo nûçeyên me?
Înternetê rojnamegerî ne kuştiye, ew ji berê de li ber sikratê bû

Sala 1934’an, birêvebirê fransî yê radîkal Edouard Daladier “du sed malbat” bi tûndî rexne dikirin, ji ber ku van malbatan “hevalên xwe dixistin nava desthilatdariyê” û “bandor li raya giştî dikirin ji ber ku çapemenî di destê wan de bû.” Heftê û pênc sal bi şûn de ji bîstan hindiktir mîrekî xwedî heman bandorê ne, lê belê hêza wan di qada cîhanî de heye. Desthilatdariya van mîrekiyên nû yên mîratxwir – Murdoch, Bolloré, Bertelsmann, Lagardère, Slim, Bouygues, Berlusconi, Cisneros, Arnault ... (4) Gellek caran ji desthilatdariya hikumetan jî xurttir e. Eger Le Monde diplomatique girêdayî yekê ji wan bûya, gelo wê behsa kontrola weşanan ya Lagardère bikiraya? Lê, qedera ku Arnault tîne serê karkerên xwe? Karên ku Bolloré li Afrîkayê dike?

Gava ku behsa çûyina xwe ya ji Libération’ê dike, Serge July ê ku piştî ku Edouard de Rothschild sermayeya rojnameyê kêm kir ji wê rojnameya ku wî bi xwe ava kiribû derketibû, weha dibêje: “Edouard de Rothschild (…) qebûl dikir ku barê rojnameyê yê aborî hilgire ser xwe, lê şertê wî ew bû ku ez dev ji karê xwe berdim û ji rojnameyê bi dûr bikevim. Rêyeke din li ber min nebû. Min di cih de qebûl kir. (5)” Gellekî ecêb e ku yê ku li ser daxwaza patronî ketiye dewsa wî dixwaze bide bawerkirin ku ew li qada azadiya çapemeniyê ye.

Tê gotin ku hemû xerabiyên ku niha hene ji wê mîqrobê, ji wê înterneta heram tên. Lê belê, ya ku rojnamegerî kuştiye, ne tora înternetê ye. Ji zû ve ye ku rojnamegerî ji ber guherînan, marketînga nivîskaran, biçûkdîtina xelkê û ji ber desthilatdariya milyarder û reklamdaran di rewşeke xerab de bû. Ya ku di dema Şerê Kendavê de (1991) li tembûra Hêzên Hevpeyman dixist û di dema şerê Kosovayê de (1999) li ber tayê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) direqisî, ne înternet bû. Herweha eger medyaya mezin nikarîbû agahdarî di derheqê îflasa banqeyên Amerîka (1989) bidaya, û nikarîbû bifikiriya ku welatên paşdemayî wê ji rê derketana û axir nikarîbû agahdarî di derheqê vê qrîza xaniyan ya ku deynê wê ket stûyê me hemûyan de bidaya, mirov nikare gazindan ji înternetê bike. Tawanbariyên ecêb yên pedofîliya doza Outreau ou antî-semîtîzma RER D jî ji înternetê nedihatin. Hingê, eger “rizgarkirina çapemeniyê” bi rastî jî pêwîst e, wê baştir be ku pereyên dewletê biçin ji kesên ku agahdariya cihê baweriyê pêk tînin re, ne ji kesên ku fesadî û paşgotîniyan dikin re. Hevkarên razêndêran û bazirganiya “mejiyê amade” dikarin çavkaniyên xwe ji deverine din jî peyda bikin. (6)

Di nava gazindên ku ji întenetê tên kirin de, ji bilî xema mafdar ya li ser guherîna awayê bidestxistina agahdariyê û veguheztina agahiyan, tim di binî re tiştekî din jî dixuye: Tirsa ku desthilatdariya çend axayên nirxandinan bi dawî bibe. Ji ber hêza xwe ya feodal, van kesan ji
xwe re hin war vegirtibûn û dora xwe safî kiribûn. Wan karîbû li gora xwe wezaret û navdarî “çêbikirana” an jî “xerab bikirana.” Xelkê hema bi yekdengî hemû bergemên wan yên erzan û ramanên wan yên ku xewa mirov dianîn, qebûl dikirin. (7) Hin rojnameyên ku kesî nikarîbû bi wan li derdorê weke sembola kelehên fetihkirî tev digeriyan. Lê rojekê hin mêrxas hatin ku klavye di destên wan de bûn…

Divê em li xwe mikur bên ku, ji vê heyama agahdariya jihevketî ya ku bi jinûvesazkirineke radîkal ve pêk hat (nûçeya jêrê bixwînin), me jî para xwe wergirt. Piştî hewleke bêdawî ya di navbera 1996’an û 2003’an de, heta sala çûyî jî belavbûyina Le Monde diplomatique ya li rojnamefiroşan bi awayekî gellekî berbiçav kêm bûbû; lê belê, hejmara aboneyan tim zêde dibû.

Di warê tîraja wê de, hejmar dîsa jî rastiyê dibêjin û em daketin heta tîraja xwe ya sala 1995’an, ya beriya ku rojname bi hev ve bên girêdan. (Li grafîkê binerin)

Cihê dilrehetiyê ye ku bala xelkê zêdetir dikeve ser eger mirov heftê û sê weşanên vê mehnameyê yên navnetewî lê zêde bike (ya yekem li Îtalyayê, sala 1994’an dest pê kir) û bi bîr bîne ku ji du milyonan zêdetir belav dibe û bi sed hezaran jî xwendevanên malpera me hene.

Lê belê, xwendin û karkirin du tiştên cuda ne. Firotin û abonetiya rojnameyê yên heyî qet nikarin bibin du çavkaniyên sermiyanê me yên sereke. (8) Internet bi tenê alîkariya bandora rojnameyê dikin, ew nikarin wê li ser lingan bigirin. Hin ji wan jî hene ku em tiştekî ji wan kar nakin, lewre bi qaçaxî tên û li ser hesabên kesên ku heqên xwe dane dijîn. (Li dabeşkirina kara me ya jêrê binerin).

Ji bo ku li ser lingan bimînin, gellek rojnameyan xwest zêdetir cih bidin daxwazên xwendevanên xwe yên texmînî. Tercîha wan eşkere ye: “Ew gotarên kirt û nûçeyên ku wan alaqedar dikin tercîh dikin. Li ser înternetê, li tiştên ku jiyana wan hêsantir dikin digerrin. Tekstên dirêj yên li ser polîtîkaya navnetewî hingî ewqasî kêm bala wan dikişînin, internot bi tenê sernivîsên wan dixwînin. Li Zero Hora ya ku rojnameyeke brezîlî ya koma RBS’ê ye, beşê belavkirinê rojnameya wê rojê ji sedî bîst xwendevanan dipirse. Raporek saet di 13’an de tê ji birêvebirê wê Marcelino Reich re: “Bi giştî bêtir beşên li ser medbexê û li ser emlakan dixwazin û hêvî dikin ku gotarên li ser Hizbullah û erdhêjan jî kêmtir bibe” (9). Divê em qebûl bikin ku Le Monde diplomatique wê bi îhtimaleke mezin nebe rojnameya ku ew lê digerrin…

Kêmbûyina kirrînê ya ku hatiye serê rojnameya me herweha dikare bi vê jî were nirxandin ku xelk dibînin ku eşkere û zelalkirinên ku em li ser rewşa civakî û navnetewî dikin zêde bandora xwe li sîstemê nakin. Helwêsta aciziya “ma bi kêrî çi tê?” hêdî hêdî kete şûna “ka pêşniyara we çi ye?”, lê di rewşa me de, kesek nikare gazindan ji me bike, lewre bi salan fikir û pêşniyar di van rûpelan de hatine rêzkirin (paqijkirina deynên welatên paşdemayî, reforma dezgehên navnetewî, baca Tobîn, netewîkirina banqeyan, parêzgeriya ewrûpî, “giyotîna bacî” ya ji bo hin karkirinên sermayeyê, pêşxistina aboriya hevgirtinê û ya çembera ne bazirgan û hwd.).
Mehnameyeke ku kes pêşniyarî kesî nake

Eşkere ye ku têkçûna altermondîalîzmê ji yên din bêtir xurt bandora xwe li me kir. Hegemonyaya bîreweriya lîberalîzmê hate rexnekirin, lê belê wê mertalên xwe zû xurt kirin. Lewre, eger rexne têrê neke, pêşniyar jî têrê nake: Sîstema civakî êdî ne teksteke weha ye ku xerabkirina wê bes be ji bo ku ew bikare xwe ji nû ve ava bike; gellek fikir derdikevin beyî ku dîwarek jî xerab bibe. Lê carinan hêvî ji me tê kirin ku bûyer li gora dilê me hemûyan tev bigerrin. û eger weha nebe jî, em bi reşbînkirinê ve tên tawanbarkirin…

Hema çi be jî, gava ku behsa pêşeroja vê rojnameyê dibe, em xweşbîniya xwe li ser baweriyekê ava dikin, baweriya ku em dizanin ku hûn li pişta me ne. Emê ji ber wê niha bihayê xwe bilind nekin. Li welatên xizan Emê herî erzan bikin. Emê hevkariya weşanên navnetewî dewam bikin û wê derfetê bidin wan ku di destpêkê de mafê me bi awayekî kêm bidin me. Emê tim teknolojiya multîmedyayê taqîb bikin, nemaze ji bo ku em xwe bigihînin ciwanên nû û nirxên rojnameya xwe yên entelluktuelî û polîtîk bidin wan. (beşê “Agahdarî”yê bixwînin). Emê bi berdewamî daxwaza hevpeyvîn û lêkolînên mezin, yên rojnamegeriyê, yên zanistî, yên milîtaniyê jî bikin ku li ser şerên heyî, li ser krîzan, li ser alternatîfan û ceribandinan bin.

Lê belê, dewamkirina vê rêya me bi pirranî bi piştgiriya we ya fînansî ve girêdayî ye. Kirrîna daîmî ya ji rojnamefiroşan, abonetî, diyariya abonetiyan ya ji bo xwendevanên potansiyel, endametiya komeleya Hevalên Le Monde diplomatique: Rêyên we yên alîkariyê gellek in. Ev demeke kirt e ku rêyeke din jî saz bûye. Ev jî wê derfetê dide ku hûn ji % 66’ê alîkariya ku we bi rojnameya me ve kiriye ji baca xwe ya sala ne bikujin. Bi vî awayî, pereyên civatê êdî, piştî ku alîkariya banqeyan kir, dikare bi kêrî lêkolîna li ser xerabkariyên wan jî were…

Gava ku em bidin ber rojnameyên din, ziyana me ne zêde ye (330 000 euro sala 2007’an û 215 000 euro jî sala çûyî). Lê, dîsa jî tu karmendên banqeyê yê ku derfet ji dest çûye û ji bo lîstina li ser pereyan diqirqile wê alîkariya girtina vê ziyanê pêşniyar neke. Di rewşa rojnameyeke weke ya me de ku karmendên wê razandêrên wê ne, û herweha xwendevanên wê jî xwediyê beşekî sermayeya wê ne, û abonetiya piştgiriyê dide pirtûkxaneyan û girtîgehên kêmderfet, û birêvebirê wê tê hilbijartin, wê bi îhtîmaleke mezin ewqasî bala wan nekişîne.

Pirsa ku ji me hemûyan tê kirin hêsan e: Ji bilî me, kî wê fînansa rojnamegeriyeke weha bike ku kara herkesî tê de be, kî wê du rûpelan bide kêmtemenên Zambiyeyê û deryayiyên Çînê û civata Lettonî? Ev mehname ne bê qisûr e, lê piştgiriyê dide nivîskarên ku dikevin rêyê, lê dikolin, ji mala xwe derdikevin, guhdar dikin û bala xwe didinê. Rojnamegerên ku wê pêk tînin ji bo şîv û şevbihêrkên mezin nayên vexwendin, ew li ser hesabê lobiya dermanfiroşan û şîrketên ambalajan tev nagerrin, ew bexşîşê ji medyayên mezin wernagirin. Ji xwe ew medya tim her “formuleke nû” ya rojnameyeke din ji ber digirin û “rapora medyayê” ya xwe dikin xaneke weha ku tim ji pênc an şeş navan re vekirî ye, ew nav jî tim eynî ne, xwe bi taybetî ji Le Monde diplomatique’ê re kerr dikin ji ber ku bandoreke wê ya navnetewî ya bêhempa heye. Di eslê xwe de, heqê bêhempabûna me jî ev e.

Lê, gellek heval û hogirên me li derve hene: Komela Hevalên Le Monde diplomatique ku hebûna wê hêzê dide serxwebûna nivîskarên wê û her meh bi dehan guftugoyan di derheqê mijarên ku em pêşkêş dikin de saz dike; rojnamefiroşên ku bala wan lê ye ku rojname baş xuya bibe û carinan wê pêşniyar jî dikin; mamosteyên ku wê bi şagirtên xwe ve didin naskirin; çapemeniya alternatîf ya ku pişta xwe dide agahiyên me û hin nivîskarên wan yên ku sirf ji gotarên me werdigirin; gellek miraqdar, rojnamegerên bêtirs, hin şexsiyetên xerab…

Û hûn hemû, beyî we tiştek jî ne mimkun e.

Çavkanî

Ev bîst sal in ku Le Monde diplomatique behsa pêkhatina tofaneke aborî dike û ev tofan îroj li redaksîyona rojnameyan dixe û rojnamefiroşan jî ji mişterîyan bêpar dihêle. Analîza sedeman tedbîran ava nake û rojnameya me bi xwe jî di bin bandora guherîna rewşê de dimîne.

  1. Eşkerekirina Washington Post’ê ya pêkhatina diziyên avahîya Partîya Demokrat yên ji sala 1972’an û bi wê de ku li paytexta federal rû dabûn, bû sedema ku di tebaxa 1974’an de, serokê komarîst Richard Nixon îstifa bike. Di navbera 1975 û 1989’an de qezenca The Newyork Times Co ji 13 milyon dolaran firîya 266 milyon dolaran. Di heman dewrê de, The Washington Post Co. bi xwe jî ji 12 milyon dolaran çû 197 milyon dolaran. çavkanî: Howard Kurtz, “Stop the Presses”, The Washington Post National Weekly Edition, 3 Gulan 1993.
  2. Alexander Cockburn, The Nation, New York, 1 Hezîran 2009.
  3. Çavkanî: Columbia Journalism Review, New York, Çileya Paşîn-Sibat 2008.
  4. Di Gulana 2008’an de, M. Bernard Arnault, yê ku duyem dewlemendtirînê Fransa ye û serok û birêvebirê LVMH û xwedîyê rojnameya aborî Les Echos’ê ye, kurê xwe Antoine kir endamê “Lijneya Serxwebûna Edîtoryal” ya koma Les Echos’ê. Berî wê jî, M. Antoine Arnault birêvebirê Luois Vitton’ê yê agahdarîyê bû.
  5. Serge July, Jean-François Kahn et Edwy Plenel, Faut-il croire les journalistes?, Mordicus, Paris, 2009, p. 67.
  6. Ji Çiriya Pêşîn a 1984’an û pê ve, Claude Julien (berpirsê Le Monde diplomatique yê ji 1973’an heta 1991’ê) pêşniyar dikir ku alîkarîyên dewletê yên çapemenîyê, ku dibû ji % 10’ê kara wî warî, bi tenê biçûya ji şîrketên nebazirganî re. Ev şîrket “nikarin qezenckirina pereyan û dabeşkirina kara wan ji xwe re bikin armanc”. Kara wan dê “di warê berhemeke civakî de were bikaranîn. Rojnameyên ku tercîha xwe di vî warî de bikin, dê qet bala razandêran jî nekişînin.
  7. Çavkanî: “L’imposture Bernard- Henri Lévy” li ser malpera me www.monde-diplomatique.fr
  8. Sala 2008’an, weşanên navnetewî 350 000 Euro bi Le Monde diplomatique’ê dane qezenckirin ku ev jî dibe ji % 3’ê kara wê.
  9. “More media, less news”, The Economist, Londres, 26 août 2006.

Ev bîst sal in ku Le Monde diplomatique behsa pêkhatina tofaneke aborî dike û ev tofan îroj li redaksîyona rojnameyan dixe û rojnamefiroşan jî ji mişterîyan bêpar dihêle. Analîza sedeman tedbîran ava nake û rojnameya me bi xwe jî di bin bandora guherîna rewşê de dimîne.