Odessa yan jî cazîbeya nedîyarîyê

Hevdîtinên li kevîya Deryaya Reş
Translator

Sergueï Eisenstein, di fîlmê xwe yê bi navê "Cengkeştîya Potemkîn" de berê kamerayê dide ser sehneya binavûdeng a komkujîya sîvîlên li ser pêlpêloka abîdeyî ji alîyê eskerên Çar ve tên gulebaran kirin. Li Rojava, em ji xweşxeyal û cezba taybet a Odessayê kêmtir haydar in; lîmana mezin a Deryaya Reş, navenda bilivûtevger a bazirganî û petrolê ya Ukraynayê. Irena Wiszniewska, çîrokvebêj û afirînera lîstika şer a îdeal ji bo hûrkolana li ser gîyanê kesan û gelan di vî warî de bi ser neket…

Odessayîyên ku li ser Bulvara Perava deryayê randevûyê didin hev, hertim dîyar dikin ka li alîyê Pûşkîn an li alîyê "Duk" e. Kesek xwe naêşîne ku vebêje bê dukê navbihurî kî ye. Jixwe ji yekî pê ve kesekî din tuneye: Armand du Plessis de Richelieu, walîyê bajêr ê ji 1798ê heta 1811ê, ku peykerê wî li navsera pêlikên binavûdeng ên Potemkînê ye. Odessa gelekî deyndarê wî ye –plana yekê ya bajêr, lampeyên kolanan, riyên bi parçeyên lavên Vezuvê resîfkirî, bi akasyayên spî yên Italyayê xemilandî... Lê, berî hertiştî, ew deyndarê wî ye ji bo karakterê xwe yê navneteweyî, ji ber ku wî bi hezaran ewropî anîn wê derê. îtalyanîyan piranîya avayîyên wê çêkirin, xebatên kêzînan /kanalîzasîyonan ji alî îngilîzân ve pêk hatin; belçîkî beşdarî avakirina şebekeya tramwayê bûn; bêyî awistiryayîyan dê Opera çênebûya û keştî berî herkesî ya armatorên yewnanî bûn.

Îro, keç û xortên nûzewicî li ber piyê peykerê Richelieuyê "xwe" wêneyên xwe digrin, ji ber ku ew ê ji wan re bextewerîyê bîne. Ew bûye cûre bapîrekî, ku mirov belbî wî rojane îhmal dike, lê hebûna wî mirov piştrast dike.

Maweyê deh rojan, min silav da Dukê li ser riya ber bi sekoya xwe ya li Bulvara Peravê: Li alîyê çepê ber bi peykerê Pûşkînî ve di kolana duyê de ye. Li ser vê sekoyê, li kêleka lewha nivîsa min a bi rûsî "Ez ê ji te re çîrokekê bibêjim, bêpere, ku di hemî jîyana xwe de tu yê her wê bi bîr bînî" ez jî li hêvîya minêkaran im. Ba carinan pir bişid dihat, xortikên nûgîhaştî bi beza bayê li ser patenên bitematîk dişemitîn û derbas dibûn, zilamekî bicilên kaptanan han dida ku helbesta xwe bifiroşe. Kesê yekê yê ku bi pêşnîyaza min dilşad bû kî bû? Êdî nayê bîra min. Lê herçi Borîs  e baş tê bîra min, yekî salên wî li dor sîhê, ku birçîyê çîrokan bû, havalên xwe mecbûr kirin ku li benda wî bin.

– Ji min re peyvekê bibêje, yeke bi tenê, min jê re got.
Berî ku bersivê bide saniyeyekê jî dudilî nekir:
– Keştîya“bixêlî”.

Berî ku ez li ser Bulvara Deryayê bicîh bibim, ez li temamê Odessayê gerîyam, ku ji xwe re cîhekî baş bibînim. Diviya ku șên û di heman demê de jî ketina hundirê wî hêsan bûya. Weke li Antananarivo, li Madagaskar û li Polonyayê elimîbûm, min cihê bazarê hilbijart, ji ber ku li ber çavên min li wir vejen tevdigerin.

Bi vê bîr û bawerîyê, du rojan, ez bi ser bazara herî girîng a dîrokî ya Odessayê vebûm: Bazara Privoz ("hatin"), li wê derê, li dora 1828ê, bazirgan hînî valakirina barê xwe bûne. Dora wê bi dîwarên di nav wan de maseyên kevirî bicîhkirî û sîstema kevnar a valakirina avê tê de pêçayî, tevî lehîya berhemên çînî yên ku mirov nikaribû ji wan birevîya, wê hewa dema berê parastibû. Pîrejinekê, qazaxekî jihevketî bi ser kirasekî bermalê de bi xwe da kirî, çivîkek li ser milê wê, li falê dinêrî. Yeke din pesnê kalîteya penîrê ter ê ku wê bi destê xwe parzinî bû, dida. Serxweşekî di nav refên cilan de wendabûyî, toza li dijî kêzikên navmalê dida her kesê ku di wir re derbas dibû. Li Privozê, li nav bajêr bêtir mirov sîmayên bîyanî dibîne: Ozbekan ava hinaran xistibûn bin destê xwe û pê kêfa xwe dikirin, jinên asyayî jî di warê çêkirina xwarinên sivik de bûbûn bispor –xwarinên wan pir bitam bûn! Șeraba reș a Odessayê ya binavûdeng, bidohn û tarî, rasterast di şkevkan de tê firotin. Û masî... yên hişkkirî, dûdayî, xwêkirî... Çetilxêra ku mirov di cîh de bimezêxe –cûreyekî masîwirg ê pir hindik xwêkirî ku mirov bi xavî dixwe.

Vê bazara ewçend zindî, ku min ewinde girîngî dayê, dîsa jî wê ez qebûl nekirim. Ez li nav beşê sebzeyan bi cîh bûm, maweyê du saetan, ez matmayî mam ku yên dibuhirin berê xwe ji min diguherin. Di dawîyê de min lavelav kir, min pankarta xwe vekir û bi bergeran min got: "Çîrokek?", "belaş!", "ji kerema xwe re!" Di encamê de dilê kartolfiroşekê bi min şewitî. Svieta peyva "keça ciwan" hilbijart û bi saya wê jî çîrokek kar kir ku, bi rastî jî, ew zêde bilind nedifirîya. "Li vir, xelk bi tenê li bihayê tiştan difikire, dilbirehmê dilê min xweș kir. Gava ku pereyên te tunebin, kirîna mêl dibe pirsgirêk. Biçe li nav bajêr biceribîne: Li wir, mirov dê guhdarîya te bikin, tu yê bibînî."

Ez di nav troleybusê de pișkîyam.
– Her bijî!, zilamekî got. Ez dizanim nexweşîya we çi ye: Ev alerjîya tavê ye. Ez jî heman derdî dikşînim."

Ji ber gelek sedeman mirov dikarî tê derxe ku ev henekek bû, yek ji wan sedeman jî barana ku dibarî bû. Mêrikê troleybusê li kolanê xwe nêzîkî min kir, ez, bîyanîyek im û dixwaze bi min re henekan bike. Li Odessayê, ev yek ne bûyereke seyr e, ji ber ku gotûbêj pirseke giștî ye. Bi tenê bi serinc nêrîn têrê dike ji bo mirov bibîne ku kolan sehneyek e. Jinikek kûçikekî șîwawa di bin milê wê de bi lez diçe kuafor. Masîvanan li dora bufeyeke kambax li derve kom bûbûn, hevdîtina xwe pîroz dikirin, bavekî keça xwe hînî meșa li ser piyên canbazan dikir, xortan li ser sekoyên giștî weke ku Brassens nas bikin, hêdîka hev maçî dikirin... Jîyana rojane weke straneke xwezayî bikêf û șayî xwiya dike. Avayîyên bi stîla husmanî hewșên pir kêm klasîk –di nav kaosê de– vedişartin. Lê ev kaoseke avaker bû. Bexçeyê wî xweș bû û palkursîyên kevin lê kom bûbûn. Mêw bi darên biçûk ên di ber wan de çikandî radipelikin, cil û bergên ji bo ziwakirinê raxistî li ber tavê direqisin. Navenda bajêr ji pisîkan re maye. Ew bi qandî ordîyekê ne, weke xirnosekan in û xwe li mirov dihebilînin. Ji ber ku avayî çar qatan derbas nakin, pisîkên kedî herwiha jî li kolanan dijîn, lê mafê hemcinsên wan ên sikakan jî heye ku xwe bielimînin șaneșînan. Sînorê di navbera yê kedîbûyî û yên kovî de ne dîyar e.

Di encamê de ez tê digihêm ku odessayîbûn çi ye û ne çi ye. Efsaneya avaker, piștî avakirina bajêr bi șeș salan, li dora bûyereke ku di 1800ê de bûye, pêk hatiye. Piștî mirina Katerînaya Mezin, odessayî, ji alîkarîya wê bêpar man; ji bo avakirina bendergehê fonên pêdivî neman. Çarê nû, Paulê Iê, biryarê dide ku esera diya xwe wêran bike, lê zeafên wî jî hebûn. Odessayîyên ku tê gihîştin ew ji porteqalan hez dike, gişt kom dibin û jê re tirimbêleke bi sê hezar meyweyên wî yên ji wan hez dike dagirtî, dişînin û misoger dikin ku gava bendergeh ava bibe, dê şandina mal hîn rêkûpêktir bibe û ku çar wê tu caran bê fekî nemîne. Nûnerên wî bi pereyekî baş bi 250 000 rûbleyên zêrîn tên, ku ev jî derfeta ji nû ve dest bi xebata avakirina bendergehê dide. Odessayîyên bi qûrnazîya xwe serbilind, zorê didin xwe ku ji bo bîranîna wê yekê, abîdeyekê ava bikin ku bi kêfxweşî navê "bîranîna bexșîșê" lê kirin. Ew wê ji erebeyeke mîrî ya grover weke porteqalekê, ku ji alî du hespên didin çargavan ve tê kișandin, pêk tînin.

Efsaneya avaker li ser bawerîya ku li șûna rikeberîkirina li dijî desthilatê, mirov qurnaz be baștir e, hatiye ava kirin. Ev siyaset bûye sedemê ku mirovên li ser desthilatê bawerîya xwe bi odessayîyan neanîne. Weke nimûne, Aleksandrê Iê, ji ber ku dizan, muxbîran û mêjîyên xirabker dikșîne bajêr rexne dike. Ji alîyê mîmarîya xwe ve, bajar çi bigire saxlem maye. Ji felaketa realîzma sosyalîst a bi heybet rizgar bû. Navê pêxwasên jiheqderketî bi pey odessayîyan ketiye û vî navî bi kêfxweşî diparêzin. Di yek ji romanên Ilf û Petrov de, qehremanê wan Ostap Bender, sextekarekî zimanxweș, cûre Mariusekî Odessayî ye, ewqasî li sosîsan difikire ku kuçik didin dû wî. Izaak Babel bixwe jî, taxên hejar ên cihûyan bi hesasîyet û bi henek rave dike û rewşa heyî weke dawîya dinyayê nîşan dide.

Hestê odessayîbûnê li gor her nifşekî diguhere. Îro, tevî ku Odessa bajarekî Ukraynayê ye jî, ew xwe bi awayekî giştî weke serbajarekî rûsî dibîne. Nataşaya jeolog û akademîsyen, vê yekê bi vê hevokê vedibêje: "Ez hez nakim biçim Moskovayê, ji ber mirov bawer dike ku heke mirov tiştekî bêje, mana xwe ew wiha difikire". Nataşa mafê xwe yê henekpêkirinê, tandanê, qeşmerîpêkirin û mezinkirinê bi kar tîne û bi cidîyeta moskovayîyê ku ew weke acizker û piçûk dinirxîne, miqayese dike.

Li bajarekî ku kolan şûna sahnê bigire, dê cî ji bo çîrokbêjeke weke min li her derê hebe, helbet bi tenê Privoza bi dîwaran pêçayî û berevajîya bajarê mayî, di bin bandora hisab û kitaban de mayî ne tê de. Li ser sekoya min a li kolana duyê ya li çepê ji alîyê Pûşkînî ve, li gor peyvên "keştîya bixêlî", "zerya", "vova", "seyranek", "agir", "pisîk", "koleksîyonkarek"... min nêzîkî sîh çîrokan vegotin. Min nexasim çîrokên ku li gor peyva “evîn” li hev anîn gotin, lewra çar keçikan ev peyv hilbijartibû. Ev çirûpirîya daxwazê Madagaskar dianî bîra min, ku lê, ji alîyê din ve, pêdivîya heskirinê bi zilaman re jî hebû. Balkêş e, li Polonyayê, peyva "evîn"ê carekê jî derbas nebû. Çima gelo? Dibe ku li welatên girêdayî mezêxerîyê ne, ravekirina rastarast a hîsan dibe weke tabûyekê. Odessayî, her weke madagaskarîyan û polonîyan, sedemên teşebusa min û kara ku ez ê jê bikim, dipirsin. "Ji bo tiştekî nakim, ez ji wan re dibêjim. Di vê dinyaya ku mirov her ji bo pêkarî û berjewendîyê tev digere de, divê carinan tiştekî bê armanceke dîyarkirî jî bike". Odessayî, bi nisbet polonîyan xwiya ye li hember vê yekê kêm şaş dibin, weke ew bi fikra jesteke belaşî û kêfxweşîyê baştir bizanibin.

Hinek li bal min, weke Borîsê peyva "keştîya bixêlî" hilbijart ji ber ku ew dixwaze girêbendên xwe firehtir bike, li piştrastkirina plana xwe digerin. Ew min weke cûre remildareke ku wê evîn û bextewerîyê misoger bike, dibînin. Ew li hêvîyê ne ku çîroka min dilê wan hênik bike, tên bi min dişêwirin, kulîlkan dîyarî min dikin… Qet şik tê tuneye, odessayî dizanin ji cazîbeya nedîyar hez bikin. Heta wê radeya ku ew min vedixwînin dibistana 121ê, da ku beşdarî dersên zimanê rûsî yên hunera vegotinê bibim. Le ev jî çîrokeke din e...

Çavkanî

Irena Wiszniewska:
Rojnamevan, niviskara Paroles dégelées / Peyvên nivîskî yên stranan (bi Marek Wyrwa re), Calmann-Lévy, Paris, 1994

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr