Oran, 5ê Tirmehê 1962

Çîroka komkujîya amadekirî
Translator

Berî bi pêncî salan gelê Cezayîrê gihişte serxwebûnê. Di tîrmeha 1962yê de rojên şahî û pîrozbahîyê venaguherin tu şideta li dijî fransîyên hê li Cezayîrê ne. Bi tenê Oran îstîsna bû, li Oranê bi dehan pieds-noirs [navê li Ewropîyên li bakurê Afrîkayê bicihbûyî dihat kirin e, maneya wê lingreş e; nota wergêr] ji alîyê girseyê ve hatin kuştin. Ji nîvsedsalê û vir ve behskirinên sereke yên vê komkujîyê xwe ji şahidîya cezayîrîyan re kerr dikin.

Oran, piştî pêncî salan, pîremêrê me şaşika xwe ya spî û paqij bi usûl rast dike: "Hûn baş ewle ne ku divê mirov ji nû ve behsa van tiştan bike, vê herîyê hemûyî cardin bileqîne? Demeke dirêj derbas bû! Li vir em dixwazin vê tiştê ji bîr bikin". Tam pêncî sal berê, ev camêr beşdarî şerê serxwebûna welatê xwe bibû. Cîgirê fermanberê Arteşa Rizgarîya Neteweyî (ALN) bû (1), hertim çekê wî li mil, li hember leşkerên fransî şer dikir, li gel ku gelek bawermend bû, lê dîsa jî hez nedikir behsa van kuştinan bike. Yextiyarê me bi têkoşîna xwe ya wê demê îro jî bawer e û rastîya pêwîstîya wê diparêze. Bi şêweyekî provakatorane ji min dipirse: "Tu, tu bixwe fransî yî? Tu yê qet nizanibî tê çi maneyê ku mirov ji yekî re bibêje komircî! Bi ser de jî dema ku mirov li welatê xwe bi vî awayî bête gazî kirin!". Halbûkî dema mirov behsa 5ê tîrmeha 1962yê ya li Oranê dike, ku ew bixwe beşdar bû, wê çaxê çavên wî dibiriqin. "Her çiqas min ji bo ku kuştin çênebe her tişt kir jî, ev roj wek rojek rûreşîyê ye ji bo me…"
Wê rojê, hemû Cezayîrê serxwebûna xwe pîroz dikir. Ji serê sibê ve, li hemû bajaran, li hemû gundan, bi mîlyonan cezayîrî ketibûn ser riyan, li gel bi hezaran alayên kesk û spî, kêf dikirin, govend digirtin û stran digotin. Li Cezayîrê, (berî şer, li ser mîlyonekê bû) hîn çar sed hezar fransî mabûn, di destpêkê de hinekî bi tirs bûn, paşîyê hinekan ji wan dest pê kir, tevlî qelebalixê bûn. Li tu derekê tu nerhetîyek çênebû. Tenê li Oranê. Li metropola mezin ya rojava, li gel du sed hezar cezayîrî, hîn bi qasî pêncî hezaran "pieds-noirs", (pê-reş) mabûn. Ji nişka ve kêfxweşî sekinîn û kuştinên mezin dest pê kirin. Di nav çend saetan de, bi dehan heta bi sedan jin û mêrên ewropî bi derbên kêran, bi biviran, an jî bi guleyan hatin kuştin.

Hecî Welî ku wê demê 18 salî bû, weha tê bîra wî: "Halbûkî her tiştî bi xweşî dest pê kiribû.  Rojeke pêncşemê bû û gelek germ bû, li gel malbata min em li taxa Saint-Antoine rûdiniştin, mala me ji alî OASê (2) ve sê caran hatibû bombe kirin, ji ber wê em mecbûr man em çûn Ville Nouvelle (Bajarê Nû), li wê derê bi tenê cezayirî diman. Roja 5ê meha tîrmehê, hemû kesên taxê çûn navenda bajêr, ber bi îstiqameta meydana çekan ve. Ji nişka ve berî nîvro me dengê çekan bihîst, bêyî ku mirov bizanibe deng ji ku derê tê, ji kîjan alîyî tê, lê deng belav dibe: Ev teqîn ji alî OASê ve pêk tê û gel gulebaran dikin." (3)

"Herkes bi her alîyî ve direve û dengê çekan ji hemû alîyan ve dihat, kesî nizanibû çi dibe, îro jî kes nikare bibêje bi rastî wê rojê çi qewimî, ev ne mumkin e, ji ber ku herkes di nav tevlîhevîyeke wisa de bû ku tiştek ne zelal bû û ji vê tarîyê dema ku mirov şîyar dibe, mirov gelek kesên kuştî dibîne, rastî ev bû."  Dema ku em jê dipirsin gelo wî bixwe jî, di wê hengameyê de kes kuşt an na? Bi kenekî bê hemdê xwe, çiva dide ku bersiva pirsê nede: "Tiştên ku ji devê min derneketiye bi min nedin gotin! Ez ji we re dibêjim kesî nizanibû çi dibe û sergêjîyeke mezin hebû, paşîyê jî qewimî, tiştê ku qewimî…Ev çîrok hemû, divê bên ji bîr kirin… "

Me car din israr kir û me jê pirsî. Kê li navenda bajêr ev bûyer dît û bû şahidê gulebaranê? Piştî bêdengîyeke dûr û dirêj; "Min ji bîr kiriye!" Dîsa bêdengî; "Di bîra min de tiştek nemaye!".

Li gel hemû israran jî, me tu agahdarî an jî şahidî, ne ji vî camêrî û ne jî ji gelek kesên din yên ku wê rojê li Oranê ji nêzik ve li cîhê bûyerên bûn û herweha hinek ji wan belkî beşdarî vê roja naletî û barbarîya li hember ewropîyan jî bibûn, negirt. Hinek ji wan ku belkî kêmtir beşdar bibûn, qebûl kirin ku şahidîyê bikin, her wek Raşîd Salih ku hingê mamosteyekî ciwan bû. "Ev hêçbûnek bû, qelebalixek hîsterîk, ku tu tiştek ne di kontrola kesî de bû, belkî hêçbûnek kolektîf û deravêtina heyfgirtina bi salan bû… ez nizanim wekî din bi çi hawayî vê bûyerê bi nav bikim…" Mamosteyê me yê ku paşê bûye polîs, bi vî awayî çîrokê ji me re dibêje.
Demekê ez li meydana Ville Nouvelle (Bajarê Nû) bûm, li pêşîya min qelebalixek har û hêç, min hew dît şexsekî fransîyek girt û bi derba kêrê, li ber çavên lawê wî, hûre wî bera ber wî da. Min hêl da ku lawikê biçûk ji wir dûr bixim ji bo ku halê bavê xwe nebîne, lê giş bi ser min de qêrîyan! Ez derhal ji wir revîyam çûm mala hevala xwe, li bûlvar Paul Doumer, nêzî Plateau Saint-Michel. Ji wir, ji balkona qata yekem, min dît ku grupên çar pênc kesî, yên pîeds-noirs ji alî cezayîrîyên harbûyî ve dihatin birin. Yên ew dibirin ne leşker û ne jî fedayî bûn (4), tenê qelebalixên hîsterîk û har û dîn bûn".

Hemû şahid yek tiştî dibêjin: Dema ku piranîya xwepêşanderan vekişiyan û zû bi zû vegerîyan taxên xwe, kesên din yên li navenda bajêr mabûn bela xwe di hemû tîpên ku hema hinek bîna "fransîyan" jê bihata, didan. "Rast e barbarîyeke mezin e, lê mirov nikare behsa 5ê tîrmehê bike, bêyî ku meriv behsa tiştê ku hatiye serê me neke", bi vî awayî aciz dibe û dibêje M. Mokhtar Boughrassa, 80 salîyê ji Oranê û hê jî li ser xwe. "Bûrayekî min hebû, di çirîya pêşîn a 1961ê de li Plateau Saint-Michelê, li kuçeya Dutertreyê, di dema xwepêşandaneke pieds-noirs (pê-reş) de, benzîn lê kirin û bi saxî ew şewitandin. Ev mînakeke ji hezaran yek e.

Ji havîna 1961ê û vir de her roj li Ville Nouvelleyê, mirîyên me hebûn ku ji alîyê Pieds-Noirs ve wek kîroşkan bikujin, dihatin kuştin û avahîyên taxa me dihatin gulebaran kirin. Carna guleyên topan diavêtin taxa me. Rojekê, keçika min a 3-4 salî ku bi keçika cîrana me ya 9 salî re, bi destê hev girtine, li kuçeyê dimeşîyan, keçika cîran ji dûr ve ji alî nîşangirekî ku xwe li jora Rue Stora li taxa Plateau Saint-Michel veşartibû, bi guleyên dom-dom hate kuştin. Destê wê di destê keça min de bi wî awayî nefesa xwe ya dawîyê da".

Lêkolînên meyldar,
bîra bijarî

Dramaya 5ê tîrmeha 1962yê, ya li Bajarê Oranê, li Fransayê gelekî kêm tê zanîn, ji dervayî ewropîyên penaber yên ku ji Cezayîrê hatine, ev bûyer ji bo bîranînên wan bîranîneke herî esasî ye. Gelek caran vê roja tarî ji xwe re dikin sebeb ji bo bikaribin bibêjin ku "li gel ereban jîyan ne mumkun e". Di reportajên ku li ser pîeds-noirsan (pê-reş) çêdibin ev gotin gelek caran tê holê: "Piştî 5ê tîrmehê li Oranê, me baş fam kir ku ew me naxwazin û divê ku em herin, em terk bikin!". (1) Herweha, ji pêncî salan û vir de ye, li Fransayê her ev versîyon tê guhdarî kirin, versîyona ku ji alîyê kesên vê roja tarî jîya bûn, an jî carna ji alîyê kesên ku bi tenê bihîstibûn û bi ser de çîrok li ser tên zêde kirin; herwekî: "pismamê min ku li wir bû, ji min re bahs kir..." Di destpêka salên1980yê de, kovara pied-noir "l’Echo de l‘Oran" (Dengê ji Oranê), xebatek bi rûmet bi cîh anî, bîrhatinên vê bîranînê berev kirin, paşê ev berhem wek sê cildan hat weşandin, L’agonie d’Oran, (Sekeratên Oranê, Mîratbûna Oranê), di bin berpirsîyarîya Geneviève de Ternant de, (édition Gandini, Nice 1985-2001) .(2) Di vî warî de, bi tenê du dîroknas tên nasîn; Jean Monneret û Jean-Jacques Jordi (3). Taybetmendîya wan ew e ku ew ne bi tenê li Cezayîrê hatine dunyayê, herweha bi şêweyekî îdeolojîk parastina pieds-noirs kirine, wan wek qurbanên her timî yên FLNê dibînin, "erebên" General de Gaulle, çapemenî "bi temamî di destên fikrên çep û anti-kolonîyalîst û yên wek wan de ne". Xebata xwe bi temamî ji çîrokên berhevkirî yên pieds-noirs, an jî ji arşîvên artêşa fransî pêk tînin. Yek ji wan di xwe re nedîye ku here Cezayîrê û guhdarîya çîrokên wan jî bike, ji bo ku bikaribe çavkanîyên xwe û yên cezayîrîyan bide ber hev. Xebatên wan heta nuha yekalî bû, bi tenê tiştên bi kêrî wan tên bi kar tînin, îfade û maneyên şaş bi zanebûn hatine bi kar anîn, bi awayekî sîstematîk dixwazin şanî bidin û vê teorîyê bi kar bînin: "Ku pieds-noirs mecbûr bûn Cezayîrê terk bikin" an na "yan valîza wan, an jî cenazê wan dê bihata". (4) Halbûkî, piştî du hefteyên destpêkê ku fransî bajarê Oranê bi lezûbez terk dikin, paşê ev koçberî gelek eşkere kêm bû. "Ji meha tebaxê pê ve, hîsîyeta ewlekarîyê bi temamî bi paş de hatibû", Guy (Gî) Bonifacio bi vî awayî şahidîya xwe tîne bîra xwe, ku tu caran bajarê ku lê çêbibû, terk nekir. Adara 1965ê, li bajarê Oranê hîna ji bîst hezaran zêdetir pieds-noirs peyda dibûn.

P. D.

  1. Binêre: Wek mînak Gilles Pérez, les Pieds-noirs. Dîroka Birînekê, 156 deqîqe, weşana yekem li ser France-3 18/11/2006
  2. Du çîrokên din yên bîranînê lê zêde dibin: Gérard Israël, Le dernier jour de l’Algerie française,-Roja Dawîn ya Cezayîra Fransî, Robert Laffont,Paris, 1972, û Alain-Gerard Slama, Oran, 5 juillet 1962. Le massacre oublié", -Oran, 5ê tirmehê 1962. Komkujîya Jibîrkirî. l’Histoire, Paris, no 231,1999
  3. Jean Monneret, La tragédie dissimulée, Oran, 5 juillet 1962, Trajedîya Veşartî, Oran, 5ê tirmehê 1962. Michalon, Paris, 2006, û Jean-Jacques Jordi, un silence d’Etat, Bêdengîya Dewletê, Soteca, Paris, 2011
  4. Pour une étude critique de cette théorie, voir Ni valise ni cercueil. Les pieds-noirs restés en Algérie après l’indépendance,- Ji bo xabeteke rexnegirîya vê teorîyê, binêre "ne valîz, ne jî cenaze (tabût), pê-reşên ku piştî serxwebûnê li Cezayîrê mane, Actes sud, Arles, 2010

Girseyê bendên li pêşîya kîn û hêrsa xwe teqandin, weke ku kunêrek biteqe

M.Saddek Benkada, ku di navbêna salên 2007 û 2010ê de şaredarê bajarê Oranê bû. Berî vêya jî, ew bi xebatên xwe yên universîter yên li ser dîroka bajarê xwe di dema osmanîyan de hatibû nasîn. Sala 1980ê, bi hevalê xwe Fouad Soufî re, li ser hebûna fransîya yên mehên dawîn li bajarê Oranê xebatek tarîxî çêkirin. M. Benkada weha şahidîyê dike: "Mirov bizor dikare bawer bike bi bûyerên ku hatine serê wan û zulma ku cezayîrîyan sala berî 5ê tirmehê kişandine, ji alîyê din, FLMê jî (Enîya Rizgarîya Neteweyî) gelek caran bersiv dida, lê belê hêzên ku nedihatin muqayese kirin. OASê, ji artêş û hukmên îdarî yên fransî alîkarî digirt, di destên wan de malzeme û çekên bê sînor hebûn. Fedayîyên, bi grupên pênc şeş kesî, belengazan bi tenê debançeyek dibû para wan. Min lîsteya temamê kuştîyên bajarê Oranê yên navbêna 1ê çile û 30ê hezîrana 1962ê bi dest xistin: Ji musilmanan 859 kes, li hember çend kuştîyên ewropî. Bûyerek bi taybeti bi êş ew bû ku di 28ê meha sibata 1962yê de, li meydana Ville Nouvelle, du otomobîlên tije bombe û teqemenî hatin teqandin, 78 kes bi awakî barbarî hatin kuştin, laşê yekî ji wan nedihate nasîn, şevek ji şeva remezanê bû, parçeyên laşên kuştîyan li hemû alîyên meydanê û li ser gel belav bibûn. 5ê tîrmehê hinek jî ev dînîtîye, ev gel bû ku salek seranser berî 5ê tîrmehê di bin zulma OASê de dinalîya û ji nişkave wek birîneke bi kem bi carekê de teqîya".(5)

"Niha, bihêlin em bi xwe tola xwe hilînin"

Li hember vê qelebalixa har û dîn, ku mirin ketibû çavên wan, berpirsîyaran bi temamî kontrol ji dest berdabûn. Berî her tiştî jixwe ev berpirsîyar çi kes bûn? Ev yek ji sebeba mezin ya mezinbûna qetlîamê bû. Ji ber ku wê rojê, li bajarê Oranê kesên ku ji ewlekarîyê berpirsîyar bûn, bê hêz bûn û artêşa fransî di bin fermandarîya General Katz de bû, mafê wê yê mudaxeleyê tunebû: Ji dema beyankirina serxwebûnê û vir de yanî ji 3ê tîrmehê û vir de, xwe li ser axa bîyanî hesab dike. Emir bê mehne ne, derketina ji qişleya eskerî qedexe ye; parastina ewlekarîyê di destê cezayîrîyan de ye. Lê belê cezayîrî hîn tu wextê wan çênebibû ku xwe bi rêk bixin û ji vî îşî fam nedikirin. Ji ber wê yekê jî di nav xwe de gelek parçe bûn û li hev nedikirin. Di dema herbê de tenê fedayîyan li bajarê Oranê têdikoşîyan. Di bin fermanberîya du kesan de, ku navên wan, Sîdî Abdelbaqî, ew bixwe qûmandarê Ville Nouvelleê bû, yê din Sîdî Abdelhemîd bû ew jî qûmandarê taxên Lamur, Médionî, Victor Hugo û Petit Lac bû, ev ciwan bi gelek grupên biçûk organîze bibûn, rastî ew bû ku di şertên dijwar yên dizî û illegal de, dan û stendina grupan gelek zahmet bû û têkilîyên hîyerarşîk baş pêk nedihatin, ji ber wê jî bi wextê re her grupek bi serê xwe dibû grupeke otonom.

"Piştî rawestîna şer, ya 19ê adara 1962yê rewş hîn xerabtir bû: Kesên ku beşdarî soreşê nebibûn "adarî" (navê wan ji tarîxa 19ê Adarê tê) bi carekê de bûn şervanên mezin!" bi vî awayî bi acizî fikara dike M. Mohamed Benaboura, ku ji alîyê leşkerên fransî ve hatibû îşkence kirin û çar salan di girtîgehê de mabû, berî ku di sala 1961ê de bibe berpirsîyarê FLN yê Derbê ku taxeke yahûdîyan a li bajarê Oranê bû. "Derdê mezin, ev kes bi taybetî bûn çeqel û diz, pêxwasên bê kontrol." "Grupa herî xwîndar ya taxa Petit Lac bû" li gor M. Sûfî, "ev tax ji alîyê Attou Mouedden ve dihat îdare kirin û kesekî bê wijdan û bê rehm bû, kuştin û şêlandin ji alîyê zilamên wî ve pêk dihatin. Ji nîsana 1962yê û vir de, van kesan riyên mezin qut dikirin û rêwî dikuştin." Di wê demê de, ALN, efserekî xwe ku navê wî qûmandar Bakhtî bû, dişîne bajarê Oranê. Li dora wî kêm însan hebûn, lê karê wî ew bû ku kontrola bajar ji destê fedayîyan bigire. Sîdî Abdelbaqî hevkarî qebûl kir, lê ne Sîdî Abdelhemîd.

Ber bi 5ê tîrmehê, dabeşkirina otorîteyê û şerê ji bo vê hîn bêtir tansîyona polîtik bilind dike, di navbêna şerê desthilat û hukim yê Houarî Boumediene- Ahmed Ben Bella (6) û di navbêna endamên Hukûmeta Muwaqet ya Komara Cezayîrê, (GPRA), qumandar Bakhti yên yekem hildibijêre, yê dûwem jî dibe Sîdî Abdelhemîd. "Bi kurtayî 5ê tirmehê, bûyer ji taqeta me der çûbûn", bi vî awayî dibêje ev camêrê bi şaşik, ku yek ji zilamên nêz ê parastina Bakhtî bû. Her yek çi ji destên wî dihat dikir. Ez li ser Boulevard Clémenceau bûm (tam li navenda bajêr), min hewl dida ku musilmanên harbûyî derbasî taxên ewropîyan nebin, li paş min zilamên min û sîvîlên cezayîrî yên aram, alîkarîya sivîlên ewropîyan dikirin da ku wan bînin nêzî wîlayetê ku polîsê cezayîrî kontrol dikir û ez bi wan bawer bûm. Paşê ev kes bi aramî gîhandin malên wan". M. Sîdî Moueddene, navê wî yê şervanî Sîdî Omer bû û piştî Sîdî Abdelhemîd di nav fedayîyan de şexsê duyem bû. Ew di eynî demê de, apê Attou Moueddene e: "Ez li pêşîya komîserîya taxa Saint Antoine, li kuçeya rue de Tlemcen bûm. Cezayîrî ewropî dianîn qereqolê, me alîkarîya wan dikir ku karibin bi ewlekarî li qereqolê bên parastin, ji ber qelebalixîyê dixwest êrişî wan bike, ji ber vê yekê milet bi ser me de diqîrîya û digot: "Dema OASê êrişî me dikir û malbatên me dikuştin, kesî em nediparastin, hûn jî di nav de, îro dora me ye, me berdin em heyfa xwe hilînin!". Li gor M. Soufi hinek elemanên ALNê bê ku haydar bikin, cezayîrîyên ku bela xwe di ewropîyan didan, dikuştin.

Piştî nivro ber bi saet diduyê ve aramî hêdî hêdî li merkeza bajêr hukim dibe. Lê li alîyê din, li taxa Petit Lac, bûyer germ dibin. Qismek mezin ji qelebalixê li vir dicivin, li vê taxê bi tenê musilman rûdinên, bi taybetî li hêla başûr û rojhilatê bajêr, ev tax herweha ber bi rojhilat dewam dike û çopa bajarê Oranê li vir civîyaye. M. Kader Benahmed wê demê 14 salî bû. Wê rojê serê sibê, li gel çend hevalan daket meydana "Place d’Armes", piştî gulebarana yekem û şoka destpêkê, ew jî gîhaştin qelebalixê. "Herkes ber bi Petit Lac ve dimeşîya. qelebalix ecêb zêde bibû, kesên mezin bi keviran bera me didan û em diqewirandin, ji bo ku em nebin şahidên operasyonê". Kîjan operasyon?

"Diviyabû dosya were veşartin, sûcdar werin dîtin"

Tu kesên ku em bi wan re axivîn, ji me re tiştek negot û tu kesî bi çavên xwe tiştek nedîtibû, lê belê herkesî eynî çîrok bîhistibû: Zilamên, mirovên ekîba Attou taxên ewropîya bi erebeyan ‘qoleçan’ dikirin, digerîyan û ewropîyên ku bi tesadufî diqefaltin, bi zorê dianîn "çoplix"ê û deh kes li wir dikuştin û laşê wan di nav çopê de vedişartin. "Hela! Ev ne mumkun e!" dibêje şaşmayî camêrê bi kofî, kesê yekem ku ji me re dibêje ku wî bûyer bi çavên xwe dît, li ser çopê, piştî nîvro. "Di navbêna saet 15 û 19ê de, belkî deh caran çûm heta Petit Lac, (Gola Biçûk), navenda bajêr mişt cenaze bû, divê çareserîyek bihata peyda kirin.Goristana ewropîyan? Di kîjan gorê de? Cîh tune, morg ji berê ve tije bûye. Gotina wê ne xweş e mirov bibêje, lê rastîya wê ew bû ku me çoplix tercîh kir. Bi grupan mirov diçûn, laş top dikirin û danîn Petit Lacê, li wê derê bi du bûldozeran ku ji şantîyeyeke nêzîk revandibûn, vedişartin". Gelo çend laş bi vî awayî hatin veşartin? Li Fransayê, Pieds-Noirs behsa ji 350 heta 5 000 laşên mirovan dikin. Kaloyekî bi xwe bawer û hinekî jî bi hêrs weha digot: "Tew 350 jî, bi temamî mubalexe ye! Her piştî nivro ez dihatim ser çopê û min dipirsî çend kes hatine veşartin? Deh, pêncî, sed... Piştî operasyonê, di navbêna sed û pêncî yan jî sed û şêst laş hatibûn veşartin."

Evarê ku aramî bi temamî paş de hat, qumandar Bakhti bi awayekî fermî ji General Katz xwest ku ewlekarîyê bi dest xe û ku sucdarê vê bûyerê bên ceza kirin. Lê belê di vir de sûcdar kî ne? Qelebalixên harûdîn bûyî, tu yê kê ji wan bineqînî û sûcdar şanî bidî, sûcdar tesbîtkirin gelek dijwar e, ne mumkin e. Di vir de Attou û çeteya wî dê wek sûcdarên îdeal bên şanî dan. (7)

Eynî êvarê, Attou û çend alîkarên wî hatin girtin. Sê rojan bi şûn de bi alîkarîya ALNê, Bakhti li taxên Victor Hugo û Petit Lac dest bi girtinan dike. Di 10ê tîrmehê de gazî çapemenî û rojnameyan dike û bi quretî du sed girtîyan dide nasîn û dibêje: "Ew ê derkevin pêşberî dadgeha leşkerî, ger sucdar bin, dê hemû bên gulebaran kirin!". (8) Bi rastî tu dadgeh çênebûn, ev gumanbar, çil rojan di bin çavan de man, paşê Ben Bella ji bo hêza xwe li paytextê, li Aljê xurtir bike, emir da û hemû dan berdan. General Katz jî bi tenê bi laşên li morgê peyda bûn îdare dike û ji çapemanîyê re beyan dike ku 25 ewropî û 76 cezayîrî hatine kuştin. Hinek ji van ji alîyê elemanên bê kontrol yên OASê, an jî ji alîyê ewropîyên ku xwe diparastin ve hatine kuştin. Hinek ji wan jî di bin piyan de, hinek jî kesên ji alîyê leşkerên fransî ve li ber qereqolan hatine kuştin, yên din jî, ew kesên ku dixwestin ewropîyan xelas bikin, ji alî mîlîtanên FLNê ve hatine kuştin, çi dibe bira bibe dema agahdarîya qetlîama Petit Lacê tê guhê General Katz, general bi tenê efserekî dişîne, paşîyê beyan dide û dibêje: "Ev tiştên ku tên gotin hemû bê bingeh in û derew in" (9) çawa mirov dikare bawer bike? Fransayê xwe ji vî darê ku herdû alîyê wî bi gû ku navê wî "problema cezayîrî" bû, zûtir xelas nekir, bi vî awayî heyfa xwe dianî, yextîyarê bi kofî. Pêwistî hebû ku hemû sûcdar bihatana dîtin û ceza kirin, selamun aleykum! û herkes vedigere mala xwe! Sûcdarên rastî, civateke harbûyî bû û ji hîsterîya kollektîv muzdarîb bû. Civatek ku şeş mehan her roj pênc kes ji wan dihat kuştin. Ya girîng ew bû ku 6ê tîrmehê, şanî da ku ne hukûmeta cezayîrî, ne ALN û ne jî FLNê li hev kirin û peymanên Evîyanê bi cîh neanîbûn û hurmeta wê negirtibûn. Di vir de kêmasîya hevkarîyê jî derket holê. Li ser vê fikrê, şefên herdû alîyan jî, yanî hem yên general Katz û yên Bakhti wek hev difikirîn, ji bo vêya jî pêwist bû ku ne gotibana sed û pêncî kuştî hene..."

Dema ku min xwe amade dikir ku ez ji Oranê derkevim, vî şervanê kevin xwest bi min re were heta balafirgehê. Riya me di taxa Petit Lac re derbas dibû, ji ber ku wextê me hebû min jê re got ger bikaribe min bibe cîhê laşên veşartî. Bêyî ku gotinek ji devê wî derê, yextiyarê me derhal dîreksîyon ber bi milê çepê ve şkand û çend sed metre wir de erebeya xwe sekinand. Cîhekî vala şanî min da û got: "a va ye li vir e", gotina wî di qirka wî de ma û çavên wî sor bûn, wisa di cîhê xwe de sekinî bêyî ku bileqe, kolozê wî jî ji serê wî ketibû.

Çavkanî

Aurel:
Yê pêşî rojnamevan e, yê din şêwekar e.

  1. Le Front de Liberation National (FLN), Enîya Rizgarîya Neteweyî, tevgereke siyasî bû û ALN beşê wî yê leşkerî bû
  2. (OAS) Di sala 1961ê de, hat damezirandin. Rêxistineke illegal ya leşkerî bû ku ji alîyê pieds- noirs û leşkerên ku ji bo Cezayîra Fransî şer dikirin pêk hatibû. Tê texmîn kirin ku nêzî sê hezar musilman kuştine
  3. Wek ku Fouad Soufî dibêje: "Her çiqas tê gotin ku kadroyên OASê, di dawîya meha hezîranê de Cezayîr terk kiribûn û çûbûn Ispanyayê jî, kî dikare garantî bide ku endamên wan berî 5ê tîrmehê hîn li Oranê nemabûn". Ji alîyên din ewropî û yahûdîyên Cezayîrê bi piranîyeke mezin terefdarên OASê bûn û kirinên wan tesdîq dikirin". Cf. Fouad Soufî, "Dîrok li hember bîranînê: Oran, 5ê tirmeha 1962yê" 2OO2 binêre www.idh-toulon.org
  4. Fedayîn, şervanên bajaran, Mucahîdîn şervanên gund û çîya bûn
  5. Cf.Saddek Benkada, "Vegera ser bûyerê: Teswîrkirina bîranîna roja 28ê sibatê, li Oranê" 2008. Binêre: www.univ-skikda.dz
  6. Serokê Parastina Giştî yê ALNê, Huari Boumediene, di îlona 1962yê de dibe cîgirê serokwezîrê hukûmeta yekem ya piştî serxwebûna Cezayîrê, berî ku li hember serokkomar Ahmed Ben Bella, cûntayeke dewletê di meha hezîrana 1965ê de li dar keve
  7. Di dîroka bîranîna bajarê Oranê de, Attou Moueddene, wek kesekî qatil, qesas û nefretkirî hate nasîn. Karê wî yê qesabîyê ev karakterê wî hîn hêsantir dikir. Ev kes di îlona 2011ê de mir, Sîdî Abdelhamid, 23ê îlona 2011ê de, li nexweşxaneyeke Parîsê mir
  8. l’Echo d’Oran, 12ê tîrmeha 1962yê
  9. Joseph Katz; Rûmeta generalekî, Oran 1962, L’Harmattan. 1993

Wergera ji fransî: Vehbî Aydin

r15.jpg176.75 KB