Osmanîzma Nû?

Siyaseta Turkiyeyê ya Rojhilata Navîn
Translator

Piştî ku AKP di encama hilbijartinên 2002’an de bû desthilatdar, Cîhana Ereb bi giştî, çi di asta fermî û çi jî di asta raya giştî de, siyaseta derve ya turk erênî nirxand. Medyaya erebî û pirraniya lêkolîner ku qada lêkolînên wan têkiliyên ereb û turkan e, dibînin ku sedema vê pêşwaziya germ a ji siyaseta nû ya Turkiyeyê re, lawazbûna sîstema deshilatdariya herêmî ya ereban e. Siyaseta herêmî ya Turkiyeyê ku çalak û aktîv e, di beşekî xwe de wezîfeya sîstema herêmî ya ereban bi dest xwe ve biriye.

Bi rastî jî di siyaseta herêmî de valahiyeke aşkere heye û çareneçar divê qutubek an hegemonyayek derkeve meydanê ku li herêmê roleke sereke bilîze.

Îranê, ji hêla xwe de hewl da û hîn jî hewl dide ku piştî ketina rêjîma Saddam Huseyn vê rolê bilîze. Ev rol jî bi gellek awayan tê lîstin; mudaxeleya di karûbarên Iraqê de, piştgiriya bêsînor ji Hizbullaha lubnanî re û xistina bizava Hamasê ya bin kontrola Îranê. Herweha, destdana tevgerên dijberî rejîmên ereb, ew rêjîmên ku ji hêla xwe ve dixwazin rêyê li ber xurtbûna Îranê bigirin.

Divê em ji bîr nekin ku Îsraîl jî di rêya serdestiya xwe ya leşkerî û hevpeymaniya xwe ya bi DYA yê re dixwaze ku sîstema herêmî qels û lawaz be û di heman demê de dixwaze ku Îranê dûr bixe û projeya wê ya herêmî têk bibe.

Weha diyar e ku stratejîzanên turk, di serî de Ahmet Davutoğlu, haya wan qenc ji girêkdariyên siyaseta herêmî û hêzên dijhev ên li herêmê heye. Lewre jî wan siyaseteke turk ji bo Rojhilata navîn saz kir û nexwast ji bo xwe qadekê biafirînin ku tê de destdirêj û serdest bin yan jî alîkariya hin terefan li dijî hin terefên din bikin. Bi her halî, Turkiye di nakokiyên navherêmî de naxwaze bibe aliyek. Berevajî wê, ew hewl dide ku - wekî ku wezîrê derve yê Turkiyeyê di dema şîrovekirina siyaseta derve ya welatê xwe de dubare dike - bi rêya ekîbên xwe yên diplomatîk re van nakokiyan çareser bike û hetta asta van nakokiyan bigihîne sifirê. Bi rastî jî Turkiye dikare îdîa bike ku wê têkiliyên xwe yên bi dewletên cîran re gihandiye asta herî baş.

Turkiye li ba aktorên siyaseta herêmî bûye cihê baweriyê, ew di çareserkirina nakokiyên herêmî de bûye navberkar; mîna hewldanên Turkiyeyê di nêzîkkirina Sûriye û Îsraîlê de, nakokiyên Azerbaycan û Ermenistanê de û di pirsa bernameya nukleerî ya Îranê de û ji bilî van, nakokiyên din ku li hêviya çareyan in.

Siyaseta nû ya herêmî ya turk xwe ji nû ve dispêre berjewendiya neteweyî ya turk. Û rola aktîv û çalak a turk li rojhilata navîn xizmeta sê pirsên girîng û hesas dike:

a- Kûrkirin û firehkirina têkiliyên
aborî bi Cîhana Ereb re.

b- Beşdariya di avakirina
sîstemeke herêmî de ku pê
pêşengiya tevgerên sînorbuhêr
(Transboundary Movements)
bike.

c- Hêsankirina tevlêbûna
Yekîtiya Ewropayê.

Ev jî ne ji ber ku Turkiye pireke di navbera Ewropa û Cîhana Ereb de ye, lê ji ber ku ew di aramiya rojhilata navîn de faktoreke aktîv e.

Ez hewlê didim ku bi rêya vê lêkolînê re bingeh û armancên siyaseta nû ya herêmî ya Turk zelal bikim, bingeh û armancên dîrokî û stratejîk diyar bikim. Herweha ez dixwazim pirsên ku ji bo siyaseta derve ya turk balkêş in, bînim zimên û bidim xuyakirin ka heta kîjan radeyê ev siyaset serkeftî yan neserkeftî ye.

2- Siyaseta nû ya herêmî ya turkan û efsaneya "Osmanîzma nû":

Têgeha Osmanîzma nû ji bo ronîkirina vegera Turkiyeyê ya ber bi aliyê çarçoveya xwe ya cografî-siyasî-dîrokî ve hatiye bikaranîn. Ev têgeh, li gor çavdêr û zanyarên navneteweyî, guhdana Turkiyeyê ya bi derdora wê ya herêmî re destnîşan dike, her wekî ku Bülent Arınç dibêje: ev têgeh pirsên hesas ên mîna vegera Turkiyeyê li rola xwe ya wek hêzên girîng, radixîne (1).

Dibe ku ev yek bi xwe bingeha Xeyreddîn Hesîb, girîngtirîn rewşenbîrên fikra neteweyî ya Ereban be ku bi awayekî aşkere têgeha Osmanîzma nû napejirîne û di heman demê de jî bi germî pêşwaziya helwesta erênî ya hukumeta Ak Partiyê dike. Anku wê helwesta li ser doz û pirsên ereban û di serî de li ser pirsa nakokiya Ereb û Îsraîlê. Herweha bûye bingeh ku X. Hesîb helwesta Turkiyeyê ya berî û piştî şerrê DYA’yê li Iraqê pirr erênî binirxîne (2).

Avakerê siyaseta nûjen a herêmî ya turk, wezîrê derve yê hukumeta Erdoğan, Ahmet Davutoğlu, têgeha Osmanîzma nû vedigerîne xelekeke dîrokî/kulturî û hew. Anku Turkiye û herêmên ereban ku berê di nav sînorên Dewleta Osmanî de bûn, di ezmûnên dîrokî yên nêzîkî hev re derbas bûne. Bêguman ew dixwaze di rêya vê danasîna xwe ya hûr ya têgeha Osmanîzma nû re, rêyê li ber wê bigire ku kesek nekeve gumana ku Turkiye di derbarê têkiliyên ereb û turkan de dixwaze serdest û xwedî bandor be.

Siyaseta nû ya herêmî ya turk ne bi tenê tê wê wateyê ku Turkiye dê vegere çarçoveya xwe ya dîrokî, lê herweha ew tê wateya danîna stratejiyeke aktîv a herêmî, ku di têkiliyên digel hevbeşên xwe yên herêmî de roleke bingehîn disipêre Turkiyeyê. Aşkere ye ku ev pirseke zor e û ji bo ku were pêkanîn, divê her aliyek berjewendiyên stratejîk ên aliyê din jî bipejirîne.

Girêdayî bi têgeha "Vegerê" re jî, tê zanîn ku Turkiye di her merheleyên xwe yên borî de, ji roja ku Kemal Atatürk dawî li xîlafeta osmanî anî, ne dûrî rojhilata navîn bû. Lê rola herêmî ya Turkiyeyê di serdema şerrê sar de wekî ku aşkere ye, girêdayî stratejiyên eniya rojava bû; di sala 1952’an de tevlêbûna peymana NATO’yê, beşdariya çalak a Turkiyeyê di peymana Bexdayê de ku di sala 1955’an de hat girêdan, ev tev de didin xuyakirin ku Turkiye di siyaseta xwe ya herêmî de wefadara mercên şerrê sar bû. Elîtên turk tu carî nebû meyldarên pirsgirêkên erebî (3).

Tam berevajî, Turkiye di rêya gefxwarinên leşkerî re, wekî ku di sala 1957’an de gef li Sûriyeyê xwar, xwast ku dewletên Ereb dûrî siyaseta dijberiya stratejiyên rojavayî bike.
Balkêş e ku Turkiyeyê zêde guh nedaye cîhana ereb û bi taybetî di salên şêstî û heftêyî ji sedsala bîstan de, qet xwe li wan nedikir xwedî. Têkiliyên Turkiye û dewletên ereb ên cîran – ji bilî hevkariya wê ya digel Iraqê ya li ser pirsa kurdî– hergav aloz bûn. Heta hinek nêzîkayiyên di warê berjewendiyan de ku di salên nodî de pêk hatin û hiştin ku Turkiye bi rengekî peryodîk bi Sûriye û Îranê re ji bo kontrolkirina rewşa herêma Kurdan ên li bakûrê Iraqê li hev bike, nikarîbûn aloziya têkiliyan sist bikin.
Nakokiyên sereke pirsa avê û beş û para Sûriye û Iraqê ya ji ava Dicle û Firatê bûn ku ji Turkiyeyê diherikin. Wekî ku tê zanîn Sûriyeyê tim gazin ji kêmbûna ava çemê Feratê dikir, nemaze piştî pêkanîna projeya GAP’ê ya li Turkiyeyê. Di vê pirsê de, pirsa para her dewletekê ji ava çemên Dîcle û Feratê, Sûriyeyê helwestên zagonî nîşan dan ku ne mîna helwestên Turkiyeyê bûn (4).

Ji bilî doza avê, pirsa piştgiriya Sûriyeyê ya ji PKK’yê re, bû meseleyeke xeternak û herdu dewlet gihandin keviyên şerr. Turkiyeyê dewleta Sûriye bi alîkarî dayîna vê partiyê sûcdar dikir ku di sala 1984’an de li dijî Turkiyeyê şerrekî çekdarî îlan kiribû. Hîna di salên heştêyî de, medyaya turk hin belge weşandin ku tê de kampên perwerdehiya leşkerî yên PKK’yê yên li deşta Bekaya Lubnanê û herweha li Sûriyeyê dihatin nîşandan. Herçend Turkiyeyê di her hevdîtina xwe de ku bi rayedarên Sûriye re pêk dianî, ew belge nîşan didan jî Sûriyeyê bi her awayî ew yek red dikir û nerast didît (5).

PKK di destê Sûriyeyê de karteke pêwîst bû ku dikarî wê li dijî cîrana xwe bi kar bîne ku di warê pirsa avê de serhişkî dikir. Digel wê jî, Turkiye têkiliyên xwe yên leşkerî û ewlekariyê yên bi Îsraîlê re ji nîvê salên nodî de kûrtir û xurttir kiribûn û xuya bû ku êdî hukumeta Mesut Yılmaz dixwast dawî li lîstikê bîne, anku dawî li alîkariya Sûriyeyê ya ji bo PKK’yê bîne. Bi rastî jî Turkiye di payîza 1998’an de zimanê gefdana leşkerî li hember Sûriyeyê – eger ku ew israr bike û piştgiriyê bide çekdarên kurd- bi kar anî.

Ji nişkê ve, ev doza ku tenê du aliyan eleqedar dikirin bû dozeke herêmî û dewletên ereb, Misir jî di nav de, hewl dan ku têkevin navberê daku dawî li krîzê bînin (6).

Turkiye bi rik bû ku piştgiriya Sûriyeyê ya ji bo PKK’yê qut bike, eger na dê şerr îlan bikira. Dawiya dawî Sûriye têgihişt ku divê ew dev ji vê karta zextê, yanî piştgiriya PKK, berde.

Lê mesele ne bi tenê bi qewitandina Abdullah Öcalan û erkanên wî yên ji Sûriyê û herêma Lubnanê ku di bin kontrola Sûriyê de bû, diqediya. Herweha peymanek hate îmzekirin ku ji têkiliyên herdu dewletan re bingehên nû damezrandin. Aşkere ye ku Turkiyeyê şertên xwe di peymana Adanayê de ku sala 1999’an imze bû, ferz kirin. Sûriyeyê di pratîkê de, ne tenê şertên siyasî yên Turkiyeyê pejirandin, lê wê herweha dev ji xwestekên xwe yên derbarê wîlayeta Îskenderûnê (Hatay, Werger) berda ku sala 1939’an tev li komara Turkiyeyê bû. Herweha Sûriyeyê da xuyakirin ku ew amade ye, di pirsa tevgerên çekdar ên sînorbuhêr de alîkariyê bike ku ew tevger li Turkiyeyê wekî tevgerên terorîst têne binavkirin (7).

Piştî peymana Adanayê, têkiliyên Turkiye û Sûriyeyê baş bûn, bi taybetî jî, piştî hilbijartinên sala 2002’an ku tê de AK Partî bi pirraniya dengan bi ser ket û di encamê de hukumeteke nû saz kir. Ji wê salê ve hukumeta Ak Partiyê helwest dane xuyakirin ku rê ji başbûn û kûrkirina têkiliyên ereb û turk re vekirin. Turkiyeyê di şerrê Iraqê yê 2003’an de nehişt ku artêşa DYA’yê axa Turkiyeyê bi kar bîne û ev yek jî nîşaneyeke aşkere ya nêzîkbûna Turkiyeyê bû beramber helwestên dewlet û raya giştî ya ereban. Lê ev bi tu awayî nayê wê wateyê ku di pêşerojê de helwestên Turkiyeyê jî dê bi helwestên herêmî û navnetewî yên ereban re bibin yek. Lewra ajandayeke Turkiyeyê heye ku di xizmeta berjewendiyên xwe yên taybet de ye, lê ev yek nayê wê wateyê ku divê ew berjewendî li dijî yên dewletên herêmê bin.

Siyaseta derve ya Turkiyeyê bi şexsê Ahmet Davutoğlu ve hate girêdan ku di sala 2002’an de şêwirmendê siyaseta derve yê Gül/Erdoğan bû. Bingeha ku wî jê dest pê kir ew bû ku rola Turkiyeyê ya herêmî di rêya xurtkirina têkiliyên bi dewletên herêmê re kûr û berfireh bike û şebekeya têkiliyên xurt ên siyasî, aborî û kulturî ava bike. Di vî warî de, Davutoğlu dixwaze ku nakokiyên herêmî çareser bike û bingeha têkiliyên dualî ku di navbera Turkiye û cîranan de ne, bihêz bike. Armanca wî herweha ew e ku mekanîzmayekê ava bike ku sînoran mîna faktorên hevbendiyê dibîne ne ku milletên cîran ji hev dabeş dike (8).

Duruşmeya Davutoğlu "du dewlet yek hukumet" ya ku wî di payîza sala 2009’an de di serdanên xwe yên Iraq û Sûriyeyê de her dubare dikir, işaretî wê armanca ku li pey xurtkirin û avakirina şebekeya têkiliyan e ku dê bihêle ew têkilî xurt û hêzdar û bi tesîr bin, hukumetên pêşerojên yên dewletên herêmê jî kîjan dibin bila bibin.

Di vê pêvajoyê de, Osmanîzm li ba Davutoğlu bi tu awayî ne stratejiyeke xweferzkirin û destdanînê ye, Osmanîzm işaretek e ji kûrahiya stratejîk a Turkiyeyê re (Strategic Depth) bi wateyên xwe yên dîrokî û kulturî (9).

Siyaseta derve ya Turkiyeyê ya li ser asta herêmî, têdigihîje ku astengiyên navxweyî yên Turkiyeyê, bi taybetî pirsa kurd ne tenê astengiyên sînorbuhêr in lê ew astengiyên herêmî ne ku ne alîkariya bi dewletên cîran re be, ew dê çareseriyê nebînin. Nemaze ku endamên PKK’yê bêyî razîbûna hêzên kurdên Iraqê û hukumeta Iraqê bi xwe, piştî heriftina rêjîma Saddam Huseyn a sala 2003’an bakûrê Iraqê ji bo xwe mîna qada bicihbûnê bi kar tînin (10).

Bi kurtî: siyaseta nû ya herêmî ya Turk, ne encama gêjen û aloziyên idolojîk e û ne jî encama efsaneyên dîrokî ye ku dixwazin dewra destdanîna osmanî li herêmê vegerînin. Lê ew pêwistiyeke siyasî ye ji stratejiyeke zîrek re ku armanca wê normalîzekirina têkiliyên bi dewletên cîran re ye û herweha çareserkirina pirsgirêkên sînorbuhêr û piştgiriya rola Turkiyeyê ji aliyê dunyayê ve û dawî jî hêsankirina tevlêbûna Yekîtiya Ewropayê.

Lê pirsa ku li vê qadê tê raxistin ev e: gelo di destê Turkiyeyê de malzemeyên pêwîst hene ku pê qenc bikare vê rola xwe ya herêmî bilîze?

3- Ereb û AK Partî:

Siyaseta derve ya Turkiyeyê, bi taybetî jî helwesta wê ya ji siyaseta Îsraîlê bûye gewhera guhdana ereban ji hukumeta Ak Partiyê re. Ev jî gellekî asayî xuya dike ji ber ku têkiliyên ewlekariyê yên Turkiye û Îsraîlê gellekî kûr çûbûn û di encamê de peymana ku di sala 1996’an hatibû imzekirin ev têkiliyên ewlekarî anîbûn asta herî bilind û êdî her hevkariyeke leşkerî (di navbera herdu dewletan de) bi rengekî ji rengan bandora wê li berjewendiyên ereb hebû.

Ji ber van sedeman, dewletên ereb û raya giştî ya ereb pêşwaziyeke germ ji guhertinên (ku di hundurê Turkiyeyê de qewimîbûn) re kirin bi taybetî piştî şerrê Lubnanê ya sala 2006’an. Derbarê helwesta giştî ya ereb a sebaret bi Ak Partiyê, em dikarin hin helwestên ji hev cuda bipên; hukumetên ereb zêde girîngiyeke mezin nadin bingeha Ak Partiyê ku ji hembêza partiya Fazîletê derketiye, ji ber ku gellek caran, daku metirsiyên hêzên hakim li Rojhilata Navîn kêm bike, Ak Partiyê dubare kiriye ku ew ne partiyeke islamîst e. Tiştekî seyr e ku di rewşa rojane de ku hukumetên ereb ên hakim û bi bîr û boçûnên xwe yên siyasî û civakî nêzîktirî partiyên laîk ên Turkiyeyê ne, lê di siyaseta herêmî de xwe nêzîktirî Ak Partiyê dibînin!

Hêzên laîk li Turkiyeyê tu carî bi çavên kêmaniyê li hevkariya kûr a ewlekariyê bi Îsraîlê re nanêrin, ew berê, ji ber ku Turkiye endama NATO’yê bû, ji rojavayê re hevpeymanên wefadar bûn.
Tiştê balkêş ew e ku helwestên hukumetên ereb ne bi qasî helwestên elîtên ereb û raya giştî rexnegir in, em dibînin ku hukumetên ereb siyaseta herêmî ya Turkiyeyê qenc dibînin, lê elîtên ereb bi çavên rexneyî li tevgerên Turkiyeyê dinêrin û ew di wê baweriyê de ne ku nakokiya li rojhilata navîn di navbera sê hêzan de ye: Turkiye, Îran û Îsraîl (11).

Sebaret vê mijarê, dewletên ereb yên bi tesîr, bûne du beş:

a- Dewletên ku ji ber hoyên
pragmatîk bi Turkiyeyê re
têkiliyan datînin.

b- Dewletên ku ditirsin, dê rola
ereb ji dest biçe. Ev dewlet
durust nabînin ku dewleteke ne
ereb rola serkêşiyê li welatê
ereban bilîze.

Li ba raya giştî jî, derbarê stratejî û siyasetên Ak Partiyê, ji ber serdestiya xîtaba siyasî ya herêmî em tu guhdanên mezin nabînin (12). Herweha gavavêtinên Ak Partiyê li Turkiyeyê yên ku girêdayî siyaseta hundurîn û civakî û aborî, cihekî mezin di bala raya giştî ya ereb de nagirin.

Hêza aborî ya Turkiyeyê bi şêweyekî gewre gavên bi pêş de avêtin piştî ku di serdema hukumetên neteweperest ên muhafezekar û laîk de rastî kirîzên peyapey hat (13).

Di pêvajoya hukumdariya Ak Partiyê de, Turkiye ji çarçoveya "dewletên ku pêdiviya wan bi alîkariyên derve re heye, derket û derbasî kluba dewletên alîkar bû". Bi vî awayî ew bû yekemîn dewleta ne petrolî ya li rojhilata navîn ku vê serkeftina dîrokî bi dest dixe (14).

Lê ereb -ên ku deriyên xwe ji mal û pirtalên turk re vekirin- mercên destana vê serkeftinê û rola hukumeta Ak Partiyê di pêşketinên siyasî û civakî de di guh xwe re nekirin.
Herweha mijara demokratîzekirina Turkiyeyê yan jî sîstema siyasî ya turk di serdema hukumdariya Ak Partiyê nikaribû bi awayekî gewre bala raya giştî ya erebî bikişîne. Hal ew e ku projeya demokratîzekirina Turkiyeyê heta asta xwe ya dawî nehatiye pêkanîn lê hin bi hin rewşa yekrengiya (Identification) dezgehên dewletê û sîstema siyasî ku muhra komara Turkiyeyê bû, diherife. Turkiye ji mêj ve wekî dewleteke kêmdemokratîk dihat nasîn ji ber ku têwerandina artêşê ya berdewam di siyasetê û tevgera saziya dadwerî de wek dezgeheke hêzdar û piştgira ideoljiyeke bi tenê ne ji sifet û akarên dewleteke nûjen û demokrat e.

Çavdêrekî ereb destnîşanî pêvajoya Ak Partiyê dike û dibêje ku nuha ew partiya populîst struktura komara Turkiyeyê diguherîn lê bêyî ku demokrasî yan jî laîkbûna wê komarê ji holê rake (15). Di gel gefdanên peyapey yên hêzên neteweperest ên laîk û dezgehên dewletê. Eynî ev çavdêr dibêje ku derdê mezin ê rêjîmên ereb ew e ku hêzên populîst dûr bixînin (16). Ew berdewam dike û dibêje ku hêzên populîst ji rejîmên demokratîk re tu carî ne metirsî ne ku ev rejîm li ser bingehên zagonî ava bûne, lê eger hat û tecrubeyeke wisa (anku mîna Ak Partiyê, Werger) li welatê ereban jî bi ser ket, dibe ku ew ne wekî mînaka turkan be ji ber ku ereban hukumetên li ser bingehên zagonî ku ji dev gel bi xwe hatibin hilbijartin nas nekirine û ji ber ku Demokrasî mîna şêweyekî hukumdariyê hîn li welatê ereban peyda nebûye.

4- Sînorên Turkiye wek medyatoreke herêmî:

Turkiye hewlê dide ku hêza nazik (Soft Power) mîna alavekî ji siyaseta xwe ya derve re bi kar bîne. Her wekî ku Davutoğlu destnîşan kiriye: armanca Turkiyeyê ne destdanîna ser herêmê ye, hedefa wê aştî û aramiya herêmê ye (17). Lê ji bo ku ev armanc pêk bê, divê di serî de bingeh ji hevkariya herêmî re ava bibin, paşê çare ji nakokiyên herêmê re peyda bibin, pişt re saziyên herêmî bênn damezrandin mîna saziyên li Ewropayê ku piştî şerrê sar û di dema aramiyê de nakokî çareser kirin.

Balkêş e ku hukumeta Ak Partiyê û wezîrê wê yê derve Davutoğlu serê xwe bi mijara saziyên herêmî re neêşandin û ev pirs her girêdayî wan komîteyên dualî mabû, ew komîteyên ku Turkiye cuda cuda bi dewletên cîran re saz kiribûn (18).

Eger em tecrubeyên ewropî û tecrubeya "konferansa ewlekarî û hevkariyê li Ewropa" di ber çavan re derbas bikin –mîna realîtekirina ramanên ku têkiliyên navnetewî organîze dikin û tesîrê li hukumetan derbarê têgeh û pirsên mîna mafê mirovan û çareseriya nakokiyan bi awayekî aştiyane dike-, em dê bibînin ku Turkiye û dewletên cîran gellekî dûrî pêkanîna van prensîbên navborî ne. Turkiye bi xwe – ji ber nakokiyên di hundurê dezgehên dewletê de- nikare bibe dewleteke nimûne ku di çareserkirina nakokiyên siyasî û civakî de xwe dispêre hêza nazik. Hema pirsa kurdî mezintirîn îmtihan e li pêşiya siyaseta herêmî ya turk, ew pirsa ku çareyeke lezgîn jê re divê, ji ber ku ew girêdayî siyaseta hundurîn a Turkiyeyê ye û herweha ew pirseke navherêmî ye ku têkiliyeke wê ya direkt bi berjewendiyên Turkiye û cîranên wê yên rojhilata navîn re heye.
Heta nuha tu analîzvanekî turk nikarîbû mîna Metin Heper, pirsa kurdî di dîmenziyon û aliyên wê yên civakî û siyasî û dîrokî û aborî û kulturî de bibîne.

Heper di lêkolîna xwe ya "The State and Kurds in Turkey: The Question of Assimilation" de, dide xuyakirin ku siyaseta entegrekirina kurdan têk çûye. Îcar, divê êdî siyasetmedarên turk ji derveyî vê siyaseta têkçûyî "assimilation-resistance-suppresion" (pişavtin - berxwedan - pêkutî) li çareyekê bigerin (19). Ev siyaset di sedsala bîstan, di salên bîstan de gellekî hatiye dubarekirin.

Heper herweha dibîne, hêzên ku xwastin hebûna partîzanên PKK’yê di zivistana 2008/2009’an de li çiyayê Qendîlê bi darê zorê ji holê rakin, stratejiyeke ku ji destpêka komara Turkiyeyê de neserkeftî bû bi kar anîn.

Ezê careke din li usûl û prensîbên siyaseta herêmî ya ku li gor derbirîna Davutoğlu hêza nazik bi kar tîne, vegerim. Gelo ew prensîbên ku Davutoğlu û hukumeta Ak Partiyê pale didinê çi ne? Emê ne dûrî rastiyê bin gava ku bibêjin ramanên wezîrê derve yê Turkiyeyê Davutoğlu derdibire mîna kiryarên li gor usulan in û di gewherê xwe de ne bingeha siyaseteke nû ne ku dîsa em pirsa kurdî wek nimûne bibin. Pirsa li ber destan raxistî ew e danîna bingehên nû ji danûstendina bi doza kurdî re ya ku rê li ber mijaran xitimandiye ku Turkiye dixwaze wan çareser bike. Bi gotineke din, vegerandina faktorên ku nakiyan geş dikin bal bi asta sifirê ve.

Stratejîstên siyaseta herêmî ya turk qenc dizanin ku çareserkirina pirsa kurd li Turkiye û herêmê hewceyî danîna bingehin e ku dewletên herêmê yên têkildar li ser li hev bikin. Di qonaxên borî de û di hevdîtinên xwe yên periyodîk de salên nodî, dewletan li ser stratejiyekê ku rê li ber avakirina dewleteke kurd li Iraqê bigire, li hev kirin. Di eynî demê de hêzên kurd yên iraqî, bi alîkariya van dewletan û Turkiye jî di nav de, ji xwe re buroyên nîv-diplomatîk ava kirin (20).

Li aliyekî ve ev dewlet, damezrandina dewleteke kurdî li ser ewlekarî û hêminiya xwe mîna metirsiyeke mezin dibînin, li aliyekî din jî her dewletek ji van dewletan di wê tirsê de ne ku dewleta cîran hêzên kurd di destê xwe de ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê jî her yek ji wan dixwaze hêzên kurd bi aliyê xwe ve bikişîne û wan ji bo siyaseta xwe wezîfedar bike. Lê ji vê pirsê re danîna prensîbên aştiyane yên ji bo çareserkirina herêmî, ji helwestên hindurîn ên van dewletan tê, ew helwestên ku xwe dispêrin hin stratejiyên ku di pêvajoya dîrokê de- mîna ku Metin Heper dibêje- neserkeftî bûn. Ev bi xwe astenga ku komara Turkiyeyê tê werbûye û zû bi zû nikare jê derkeve.

Li Turkiyeyê, piştî têkçûna hemleye artêşa turk li dijî cîgehên PKK li çiyayê Qendîlê yên bakûrê Iraqê, hukumeta Erdoğan têgihîşt ku ew bêgav e ku tevgereke erênî ji bo çareserkirina pirsa kurd bike. Îdîaya rapêkirina terorîzmê êdî nema stratejiyeke sûdwer bû, berevajî wê, ew îdîa hêzên tûndrew xurttir dike. Îtirafa bi ziman û çanda kurdî yekemîn gav bû ku Turkiyeyê ew di vî warî de avêt. Lê hêzên opozisyonê yên sereke mîna MHP û CHP û hin partiyên neteweperest ev gav nepejirandin û ew mîna paşvekêşana ji ber terorîzmê bi nav kirin û herweha ew mîna jêderkeke xeternak ji hebûna komara Turkiye re dîtin.

Dawiya dawî, bersiva "dewleta kûr" giran bû; DTP, ew partiya ku li Turkiyeyê mîna hêzeke kurdparêz tê jimartin, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve hate qedexekirin (21).

Ev kiryar hewldaneke nû bû li hewldanên rêlibergirtina girêdana partiyên kurdî bi PKK yan serokê PKK Abdullah Öcalan ve zêde bû. Gelo em dikarin vê gavê mîna stratejiya "gavek bi pêş de, du gav bi şûn de" bijmêrin? Bi rastî hukumeta Erdoğan siyaseta gavên giran sebaret pirsa kurdî, hilbijartiye. Lê dewleta kûr ew gav bi şûn de vegerandine. Guman nîne ku şerrê li dijî dewleta kûr hîn ranewestiyaye. Piştî rakirina serpoşê ji ser grûpeke di nav artêşa turk de- ku li gor agahiyên dozgeriyê wê plan kiribû sala 2003’an derbeyekê li dijî hukumeta Ak Partiyê pêk bîne- xelekek nû ji şerrê di navbera Ak Partiyê û hevpeymaniya dijber ku partiyên nasyonalîst ên laîk û dezgehên dewleta kûr in.

Wezîrê derve yê Turkiyeyê Ahmet Davutoğlu di serdema serdana xwe ya Kurdistana Iraqê û hevdîtina digel serokê herêmê Mesûd Barzanî û berpirsyarên din ên hukumeta herêmê anîbû zimên ku ew ji stratejiya xwe ya "sifirkirina" nakokiyên herêmî venekişiyaye û ew hukumeta kurd li herêma Kurdistana Iraqê mîna aktoreke herêmî dihesibîne (22).
Wî da xuyakirin ku çareserkirina nakokiyên herêmî beşdariya hemû hêzan- hukumeta herêmê û partiyên kurd li Iraqê jî di nav de- di vê çalakiyê de ferz dike.

Bêguman, mîmarên siyaseta herêmî ya turkan a nû, ji ber sedemên girêdayî berjewendiyên Turkiyeyê bi taybetî jî bidestxistina îtirafa navnetewî/ewropî bi rola Turkiyeyê ya bingehîn, biryara vegera li çarçoveya xwe ya herêmî dane.

Îdîaya hukumetên turk yên berî AK Partî bibe desthilatdar ku Turkiye rola pirekê di navbera cîhana islamî û Ewropayê de dilîze, rastiya xwe wenda kiribû ji ber ku Turkiye nakokî bi cîranên xwe re çareser nekiribûn. Bi herdu cîranên xwe yên ereb, Sûriye û Iraqê re pirsa avê çareser nekiribû, herweha sebaret bi têkiliyên Ermenistanê re di hemû warên dîrokî û siyasî de.

Hukumeta Ankara, piştî serkeftina Ak Partiyê karibû rêya normalîzekirina têkiliyan bi Yûnanistanê re dest pê bike. Ew têkilî her ji dema şerrê Qibrisê sala 1974’an û berê wê jî di aloziyê de bûn û her û her lihevketî bûn. Îran jî, berê û hîn jî teref û aktoreke herî zor e di rojavayê Asyayê de. Meşrûyeta şoreşgerî, yanî meşrûyeta rejîmê, her dixwaze ku nakokî bi rengekî ji rengan hebe bi her terefên ku helwesta wan di mijarên herêmî û navnetewî de ne mîna helwesta Îranê ye. Medyatoriya Turkiyeyê di navbera Îran û rojavayê de jî negihişt tu encamên berhemdar, ev jî mijarek e ku emê berfireh li ser rawestin.

Faktorên derve û hundur rê nadin Turkiyeyê ku ew gavên mezintir di hewldanên xwe yên çarseriyê de biavêje. Tu prensîbên giştî ji siyaseta herêmî re nînin, herweha tu dezgehên herêmî jî nînin ku armanca wan çareseriya nakokiyan be û danîna mekanizmayeke be ku rê li ber krîzan bigire. Di hundurê Turkiyeyê bi xwe de tu otoriteyên niştimanî nînin ku siyaseta hundur û derve jê dest pê bike. Hukumeta hilbijartî xwe di nava nakokiyeke berdewam de bi "dewleta kûr" re dibîne, ewa ku dikare hukumetan bixîne û herwekî ku çawa hukumeta Erbekan xist, yan jî dikare partiyan qedexe bike ku mebûsên wan yên ji hêla gel de hilbijartî di parlemanê de hene, wekî çawa ku dikira bi Ak Partiyê re biqewimiya û bi partiyên kurdî re qewimî bû. Yan jî bi behaneya parastina laîkbûnê dikare şerrekî li dar bixe. Bêguman, gihiştina desthilatdariyê ji hêla dezegeha xurt a "dewleta kûr", anku artêş, wê Turkiye careke din vegerîne halê îzolebûna herêmî û dawiyê li hirs û xewnên wê yên herêmî û aktîv bîne.

Tiştê balkêş ew e; hêzên ku xwe mîna parêzerên laîkbûna turkan dibînin, pre-modern in bi hesabê ku laîkbûn û demokrasî û rasyonalî stûnên modernîzmê ne, bi kêmanî li gora danasîna Jürgen Habermas ji nûjeniyê re (23).

5- Turkiye wekî medyatoreke nakokiyên herêmî û rastiya
rola turk:

Lîstina rola medyator di nakokiyên herêmî de, pêwistirîn bingehên siyaseta herêmî ya turk a nû ye (24). Weha diyar e ku hukumeta Ak Partiyê, medyatoriya di navbera Sûriye û Îsraîlê de mîna çalakiyeke berhemdar û bi encam dît, Nemaze ku serokê şandeya Îsraîlî Rabinoviç di hevdîtinên aştiyê de ku nîvê salên nodî de pêk hatin, dibêje ku herdu teref li qeraxa aştiyê rawestiyabûn (25).

Di tûra nû ya hevdîtinên aştiyê de hin mercên objektîv hene ku Turkiye sezayî vê rolê (rola medyatoriyê- werger) dikin:

Yekem: Turkiye nakokiya xwe ya dualî bi Sûriyeyê re li gor peymana Adana sala 1999 çareser kir.

Duyem: serkeftina Ak partiyê û bidestxistina hukumetê hişt ku têkiliyên Sûriyeyê/ û bi giştî ereb û turk, ber bi başbûneke diyar ve biçin. Lê gelo ma şert û merc û rewşa herêmî ya sala 2005’an alîkar bûn dema ku Turkiye medyatoriya xwe di navbera Sûriye û Îsraîlê dest pê kir daku rêbaza aştiyê bigîjîne serkeftinê?

Li vê derê divê em ji bîr nekin ku tenê medyatorî û tenê pêkanîna hevdîtinan xwedan wezîfeyeke siyasî ne.

Mercên sala 1999’an, dema ku hukumeta Clinton ji bo peymaneke aştiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de li dar bikeve xwast medyatoriyê bike, bêguman çêtir bûn ji mercên sala 2005’an ku hevdîtinên Sûriye û Îsraîlê yên aştiyê tê de bi çavdêriya Turkiyeyê hatin lidarxistin.

Şerrê Lubnanê 2006 û şerrê Gazza 2008 ne faktorên alîkar bûn ku peymaneke aştiyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de bê meydanê. Hin meseleyên din jî hebûn ku tesîr li helwesta Sûriyeyê kirin, mîna hevpeymaniya wê ya bi Îranê re. Aşkere ye ku peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re wê tesîreke mezin li têkiliya bi Iranê re bike, herweha îdîaya Sûriyeyê ku ew ala Urûbetê (erebayetî/erebperweriyê- wergêr) bilind dike ku bi vê îdîayê li hindur û li herêmê meşrûyet daye rejîma xwe. Tu caran jî ne mumkin e ku Sûriye xwe bigihîne rewşekê ku tê de meşrûyeta wê têk biçe. Lê li aliyekî jî ne çav li rê ye ku Îsraîl di van şert û mercan de dev ji Golanê berde. Ji şerrê 1973’an heta jiheveqetandina artêşan a sala 1974’an sînorên di navbera Sûriye û Îsraîlê de aramtir in ji sînorên dewletên ereb ên ku bi Îsraîlê re peymanên aştiyê îmze kirine. Di gel vê yekê jî hukumeta Netanyahu xwe dûrî medyatorê turk xist bi taybetî piştî şerrê Gazayê. Helwesta turk helwesteke qutûbir bû di nepejirandina êrîşa Îsraîlî ya ji Gazayê re. Îsraîlê jî di gellek munasebetan de nerazîbûna xwe li himber helwesta Turkan da xuyakirin. Pêşniyara Netanyahu a ku dixwast medyatorê firensî têkeve dewrê jî ji bo berdewamkirina hevdîtinên aştiyê ên nedîrekt dihat wê wateyê ku Îsraîl rola Turkiyeyê napejirîne yan jî bi kêmanî dihat wateya lawazkirina rasteqînî û meşrûyeta rola turk.

Diyar e ku hevdîtinên nedîrekt yên di bin sîwana Turkiyeyê de li dar diketin ji bo her sê aliyên beşdar sûdwer bûn:

- Îsraîl: ji ber sedemên
girêdayî siyaseta derve
dixwast bide xuyakirin ku ew
hîn jî berdewam e di siyaseta
erd beramber aştiyê.

- Sûriye: di encama siyaseta xwe
ya Lubnanê ya berî û piştî
kuştina Elî Herîrî, dor lê hatibû
pêçkirin û îzole bûbû; dixwast
bi buhayê herî hindik ji vê rewşê
derkeve.

- Turkiye: dixwast bide
xuyakirin ku ew dikare roleke
bingehîn di siyaseta herêmî de
bilîze û bi vî awayî tevlîbûna
xwe ya Yekîtiya Ewropayê
hêsantir bike.

Li vir em neçar in vegerin ser hinek detayên bingehê helwesta turk. Wezîrê derve yê Turkiye her û her têgeha hevparê herêmî dubare dike, ew hevparê ku hedefa wî ne destdanîna li ser herêmê ye (26), ne jî dixwaze rolê ji destê hêzên herêmê bistîne (27).

Turkiye berê xwe daye wê armancê ku ji pisporiya siyasî re bibe navendek û herweha bibe alîkara aramiya siyasî li rojhilata navîn (28). Ev tê wê wateyê ku Turkiye werdigere navendeke pêşxitina stratejiyên zîrek û hewlê dide ku wan li herêmê pêk bîne. Girêdayî mijara Îranê, Turkiye naxwaze cîhana erebî bibe meydan û qada şerrê di navbera wê û Îranê de (29).

Di gel dupatkirinên dubarekirî ji hêla Ankarayê, Turkiye wekî ku di têkiliyên xwe yên bi Misirê re kiribû, nikare Îranê mîna hevparekî herêmî bi alî xwe ve bikişîne. Mirov nikare xwesteka Turkiyeyê di pêşxistina têkiliyên erênî bi Îranê re înkar bike, lê ev xwestek li helwesta Îranî dilikume, ew helwesta girêdayî programa nuklerî û rola Îranê mîna sponsorê eniya berxwedan û pêdariyê ku ji Sûriye, Hizbullah û Hamasê pêk tê (30).

Turkiye hewl da ku rola medyator di navbera Îran û DYA’yê de sebaret programê Îranê yê nuklerî, bilîze. Lê xuya ye ku ev programa nukleerî ya Îranî beşek e ji siyaseta wê ya herêmî û navnetewî û bingeheke xurt e ji bo meşrûiyeta rejîmê li hundur. Li vê derê Turkiye bi sînorên siyaseta medyatorî û erênî re rû bi rû dibe.

Davutoğlu, dabeşkirina terefên herêmî di navbera radîkalan û moderatan (nermbîn) de napejirîne, lê bêguman ew dizane ku berdewamiya di programa nukleerî de û daxuyaniyên Ehmedînejad ên li ser tunekirina dewleta Îsraîlê dê di herêmê de bê guman dabeşkirina siyasî û sazkirina terefên cuda pêk bîne û tu kes nikare îro encamên stratejiya ku Îran dixwaze bi rengekî ji rengan li dewletên herêmê ferz bike, ji nuha ve nas bike (31).

Bi tu halî wê encam ne ji xêra dewletên erebî re be her wekî ku wezîrê derve yê Misirê Ehmed Ebûl-Xêt anîbû zimên (32).

Li hember pêşwaziya germ û berfereh ji rola aktîv a Turkiye ya Ak Partiyê re, Îran, ji ber van sedemên li jêr, tenê dikare bi rengekî nedîrekt vê rola turkan li cîhana ereb bi sînor bike:

- Piştî ku Îran di îxrackirina
şoreşa xwe de têk çû, dixwaze
êdî siyaseta "Polarizasyonê"
îxrac bike û di encamê de hinek
terefan li dijî hinek terefên din
bixe nava şerr.

- Turkiye bi awayekî ji awayan
dikare beşdarî sîstemeke erebî
herêmî bibe û pê re bikeve
têkiliyê, lê Îran - di rêya
hevpeymaniya xwe ya bi hin
terefan re û sazkirina eniyeke li
dijî dewletên nermbîn mîna
herdu dewletên sereke Misir
û Erebistana Siûdî- rê li ber
vejandina sîstemeke erebî ya
herêmî digire.

- Daxwaza Îranê ya biserxistina
programa nukleerî, wê bihêle
ku terefên din ên herêmê,
mîna Turkiye ku sûdê ji sîwana
nukleerî ya NATO´yê digire,
bikevin pêşbaziya bidestxistina
teknolojiya leşkerî ya nukleerî
(33).

Wekî prensîb, Turkiye dikare di siyaseta xwe ya herêmî de ji bingeha stratejiyeke zîrek (Smart Strategy) dest pê bike ku ew stratejî li ser helwesteke erênî sebaret her terefî û daxwaza çareserkirina nakokiyan bi rengekî aştiyane avakirî be.

Ma dabû xuyakirin ku ev stratejiya posîtîv bi hacetî struktureke dezgehî ye, herweha bi hacetî prensîbên ku her terefek itirafê pê bike û bipejirîne, loma jî Turkiye heta nuha nikaribû di rola xwe ya medyator, di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bi ser bikeve. Ew nikare Îranê jî îqna bike ku tevgereke posîtîv di helwestên xwe yên herêmî de bike. Bêguman Turkiye bala xwe dide wê yekê ku Îran tevahiya herêma rojhilata navîn dixe bin tesîra hewldanên xwe yên nukleerî.

Bêguman wê alîkariya hevpeymanên Îranê yên ereb û destdana wan a leşkerî ji Îranê re bibe meseleyeke xeternak eger Îsraîlê rêya êrîşên pêşdemî (Preemptive Attacks-wergêr) hilbijêre daku hewldanên nukleerî ên Îranê pûç bike. Ev tê wê wateya ku Îran qada şerrê bi Îsraîl û DYA’yê re ji hêla stratejîk ve berfirehtir dike ku rojhilata erebî û xelîc bibe beşek ji wê qadê. Di vê rewşa aloz û teqînbar de xuyaye ku stratejiya Amerîka û ya turk sebaret rojhilata erebî nêzîkî hev e (34).

Fikra DYA û rojavayê ya hevpar ew e dûrkirina Sûriye ji Îranê di rêya geşkirina têkiliyên bi Sûriyeyê re. Turkiye jî ji hêla xwe de hewl dide ku bi rêya hevkariya dualî di warê siyasî û aborî re têkiliyan bi Suriyeyê re xurt bike.

Lê Turkiye naxwaze ku têkiliyên wê yên bi Sûriyeyê re bibin alternatîva têkiliyên Sûriye û Îranê. Ev hewldan wê bi ser nekeve ji ber ku ew têkilî ji demeke ji mêj de hene û piralî ne. Medyatoriya di navbera Sûriye û Îsraîlê de û xurtkirina têkiliyan bi Sûriyeyê re di serî de armancê wê ew e ku Sûriye ji rewşa îzolekirinê – ku encama siyaseta wê ya di Lubnanê de û girêdana bi Iranê re bû- derkeve. Pişt re teşwîqkirina Suriyeyê ku neyê kişandin bal bi siyaseta Îranê ya li dijî çareseriyeke aştiyane di rojhilata navîn de. Îran jî, ji aliyê xwe de dixwaze Sûriyeyê bikişîne eniya"berxwedan û pêdariyê" ya ku destpêka adara 2010’an li Şamê hate damezrandin ku Ehmedînejad li wir doza destpêkirina şerrekî li dijî Îsraîlê kir (35).

Belê Turkiye daxwaza afirandina rewşeke herêmî dike ku li ser bingehên diyalog û berjewendiyên hevpar avakirî be daku rê li ber krîza ku di encama siyasta Îsraîl û Îran û dagîrkirina Iraqê de hate meydanê.
Pirsa ku nuha siyaseta herêmî ya turk û siyaseta DYA’yê li rojhilata navîn mijûl dike ev e:

Yek - tevgera Îsraîlê dê çi be gava ku Îran çekên nukleerî bi dest bixîne yan jî bikare bidest bixîne?

Du - heta kîjan radeyê dikare bawerî bi Îranê bê ku dê di siyaseta xwe ya derve û herêmî de bibe dewleteke nermbîn piştî ku bibe dewleteke nukleerî?

Lê pirs ne ew e ka dê Îran di kluba nuklerî de bê pejirandin an na. Pirs ew e ku desthilatdarên Îraneke nukleerî ne cihê baweriyê ne, herwekî ku Ferîd Zekeriya tîne zimên (36).

Gurrbûna krîzên têkel li rojhilata navîn dikare DYA’yê û Ewropayê bêhtir nêzîkî pejirandina siyaseta derve ya Turkiyeyê bike, ew siyaseta ku rastiya wê di xwespartina otorîteya diyalogê û xurtkirina girêdanên siyasî, kulturî û aborî de hatiye isbatkirin.

Encam:

Em bala xwe didinê ku têgeha "Osmanîzma nû" ya ku di siyaseta herêmî ya Turk a nû de hatiye bikaranîn, cihekî mezintir ji têgeheke semantîkî stend. Siyaseta herêmî ya Ak Partiyê xwedan armancên piralî ye. Lê guman nîne ku hukumeta Turk dixwaze roleke bijarte û ciyawaz di çarçoveya xwe ya jeopolîtîkî de bilîze. Herweha guman nîne ku ewê rastî nepejirandineke aşkere yan jî veşartî ji derveyî (malbata ereb) bibe. Turkiye di demeke dîrokî de ku "sîstema herêmî ya erebî "tê de lawaz bûbû "vegeriya". Lawazbûna wê sîstemê jî ji ber polarîzasyona ku encama cengên peyapey ji şerrê Îran/Iraqê û heta têwerandina Iraqê ji hêla DYA û hevpeymanên wê ve bû. Û pişt re jî têkçûna tevgerên aştiyê ku sala 1991 dest pê kiribûn û herweha nakokiyên dualî û geşbûna tevgerên bi şiddet bi her şêweyên xwe.

Guhdana Turkiye ya bi cîhana erebî di demekê de hat ku pêkanîna siyaseta eksenan li dar bû, herwekî ku serokê Îranê Ehmedînejad li Şamê sala 2010’an îlana çêbûna "eksena berxwedan û pêdariyê" kir. Ev îlan işareteke dereng bû, ji destpêka van dehsalan de Îran serokatiya eksena berxwedanê dike ku ji Sûriyeyê û Hamas û Hizbullah û rêxistinên alîgirên Sûriyeyê û Îranê ne pêk tê.

Siyaseta turk an stratejiya Ak Partiyê hewl nade ku eksenekê saz bike, lê ew dixwaze ku nakokî û nelihevkirinên hemû terefan çareser bike û wan bi şebekeyeke xurt ji têkiliyên siyasî û aborî û kulturî ve girê bide. Herweha Turkiye dixwaze doz û pirsên sînorbuhêr, mîna pirsa kurdî jî, çareser bike. Di vê mijarê de Turkiye bi hêzên hundur yên girîng re rû bi rû dibe. Hêzên ku divê – ji ber bingehên wan ên çandî û siyasî- nûjen bin, lê bi rastî girêdana wan a bi nûjeniyê re kêmtir e ji ya partiya desthilatdar (AK Partî- werger). Êdî tu wateyên nûjenwerî ji laîkbûnê re ku ew hêz wê îdîa dikin, namîne eger ew israra nepejirandina realîteya kulturî ya komara Turkiyeyê bikin û bi hebûna pirseke ku navê wê pirsa kurdî ye û pirsên hesas ên din îtiraf nekin (37).

Derbarê siyaseta herêmî, Turkiye ê bi hewldanên destdanîna (hegemony) Iranî re rû bi rû bibe, Îran jî bêgav e ku di cîhana erebî de şaxên xwe belav bike û nuha jî di rojhilatê welatê ereban de, di Iraqê bi xwe de, wê alîgir peyda kirine ku dikare wan di şerrê xwe yê bi rojavayê dijî programa wê ya nuklerî re bi kar bîne.
Sebaret mijara medyatoriya turk di nakokî û pirsên herêmî de, em tu serkeftinên berbiçav jî nabînin, bi taybetî jî medyatoriya wê ya di warê nakokiya Îsraîl û Sûriyeyê de.

Turkiye hewl da ku medyatoriyê di navbera Sûriye û Îsraîlê de bike ku ev mesele heta îro ji meseleyên zor û dijwar dihatin jimartin ji ber ku nakokî ne tenê li ser mijarên sînoran bû. Di nakokiya Sûriye û Îsraîlê de gellek faktor rolên xwe dilîzin, mina aştiya fiîlî (De Facto Peace) a ku ji sala 1974’an ve li erdê ye, herweha mentalîteya Îsraîlî ya ku dixwaze heta jê bê xaka dagîrbûyî di destê xwe de bihêle heta ku ev yek li ser hesabê peymaneke aştiyê ya nêzîk be jî, herwekî ku sala 1999’an û di nîvê salên nodî, di serdema hevdîtinên aştiyê de qewimî.

Lê tevî wan hewldanên Turkiyeyê yên pirr di warê lîstina rola medyator de, ne xuya ye ku dê tu serkeftin peyda bibin û ne xuya ye ku Turkiye dikare roleke girîng di medyatoriyeke aktîv de bilîze.

Yê ku medyator be divê bi eynî mesafeyê ve dûrî aliyên nakokiyê raweste, lê Turkiye têkiliyên xwe bi Sûriye re xurt kirin û di eynî demê de jî rexneyên tûnd li siyaseta Îsraîlê û şerrê wê yê li Lubnan û Gazayê kirin. Ev helwesta Turkiyeyê, taktîk an stratejî be, hesabê raya giştî ya turk ku alîgirê Filistîniyan e dike.

Ger ku hal ev hal be, em neçar in ku bipirsin çi dihêle Turkiye medyatoriyê bike (38). Medyatorî bi xwe hewldaneke girêdayî dîtina cihekî ji hêzekê re ye û ev yek jî israra Turkiyeyê ye ku siyaseta wê ya herêmî û rola wê bi kateke dîrokî ve hatiye girêdan ku ji sifetên wê katê lawazbûna terefên ereb û sîstema herêmî ya ereb e, tefsîr dike.

Ji van sedeman, ereb – wekî hukumet û raya giştî û elîtên din –bi germî pêşwaziya rola turk kirin.
Bi venêrîneke hûrbîn ji siyaseta herêmî ya turk re tê xuyakirin ku Turkiye ne li pey hegemonî û destdanîna herêmê ye û osmanîzma nû, ji bilî forma peyvê, bi tu awayî ne girêdayî "osmanîzma kevn" e. Osmanîzma nû ew e ku Turkiye mîna terefekî aktîv vedigere çarçoveya xwe. Osmanîzekirin, li gor baweriya Ahmet Davutoğlu, nayê wateya hegemoniya polîtîkî û bê guman dê Turkiye bi germî pêşwaziya sîstemeke herêmî ya erebe çalak bike ku bikare li gel wê sîstemê mina hevparekî navnetewî kar bike. Û di vê nuqteyê de cudatiya siyaseta Turkiyeyê ji ya Îsraîl û Îranê xuya dibe.

Çavkanî

Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm:
Polîtolog, li Zanîngeha Erfurtê

Ev lêkolîn di konfransa "Ji duh heta îro têkiliyên turk û ereb" de 11.04.2010’an li Zanîngeha Urdunê- Amman hatiye pêşkêşkirin.

  1. Bülent Aris: the Davutoglu Era in Turkish Foreign Policy, in: Insight Turkey, (Di siyaseta derve ya Turkiyê de serdema Davutoğlu, rûyê navxweyî yê Turkiyeyê) Vol. 11, No.3, 2009, P. 127-142
  2. Xeyreddîn Hesîb: "El teawun el erebî el turkî  ila eyn?" (Hevkariya Ereb û Turk ber bi ku ve?) El Musteqbel El Erebî. Hejmar 371,rr 7-10. Çile 2010
  3. Pejirandina hebûna Îsraîl (1949), alîgiriya Fransayê di pirsa serxwebûna Cezayirê de û ji bilî van helwestan jî, dane zanîn ku elîtên turk hevhelwest in bi DYA’yê û hevpeymanên wê re di serdema şerrê sar de. Ji bo van mijaran vegere: Philip Robins, Turkey and the Middle East (Turkiye û Rojhilata Navîn). London: Pinter 1991
  4. Derbarê nakokiya Sûriye û Turkiyeyê de vegere li: Welîd Ridwan: Muşkilet el miyah beyne Sûriye û Turkya. "di navbera Sûriye û Turkiyeyê de pirsa avê ". Şeriket El Metbûat. Beyrût. 2006
  5. Vegere Muhemmed Nûreddîn: Turkiye, Es-sîxe wed-dewr, "Turkiye, form û rol" rr.293-300. Weşanên Riyad Er-reyyis. Beyrût
  6. Meha Cotmeha sala 1998’an Turkiyeyê leşkerên xwe kişandin ser sînor û got ku eger Sûriye daxwazên wê yên ji bo qutkirina alîkariya bi PKK’yê re pêk neyne, ewê hêza leşkerî bi kar bîne. Eqîl Seîd Mehfûd: Sûriye we Turkiya, El waqi er-rahin we ihtimalat el musteqbel. "Sûriye û Turkiye, rewşa rojane û ihtimalên pêşerojê" , rr. 85-86. Beyrût 2009
  7. Derbarê peymana Adana vegere: Eqîl Seîd Mehfûd, jêdera berê, rr. 263-306 ş
  8. Li ser stratejiya Davutoğlu ya di warê siyaseta herêmî de, vegere: Bülent Aris: The Davutoğlu Era in Turkish Foreign Policy, in Insight Turkey. (Di siyaseta derve ya Turkiyeyê de serdema Davutoğlu, rûyê navxweyî yê Turkiyeyê) Vol. 11, No.3, PP. 127-142
  9. Vegere Muhemmed Nûreddîn, jêderekî berê, rr. 217-233
  10. Sebaret pirsa kurdî vegere li: Robert Olson: Turkish – Kurdish Relations. A year of Significant Developments, in Insight Turkey, (Têkiliyên Kurd û Turk. Saleke pêşveçûnên girîng, rûyê navxweyî yê Turkiyeyê) Vol. 10, No.3, 2008
  11. Vegere li gotara Hesen El Şamî: hewle El weç el osmanî lid-diblomasiyye Et- turkiyye en-neşite. " derbarî aliyên osmanî ên diplomasiya Turkiyeyê ya çalak " Alhayat. 1/11/2009
  12. Ezîz El Hac, yek ji rexnegirên "pêşwaziya germ" a Ereb ya li hember Osmanîzma nû re, bi guman li niyetên Turkiye yên nezelal li rojhilata navîn dinêre. Ew nepejirandina xwe ya ji "osmanîzekirinê"
  13. re bi serdema dagîrkeriya osmanî li herêmê ve girê dide. Vegere: Ezîz El hac: Turkiya Ila Eyn? Turkiye ber bi ku ve? Malpera Elaph. 8/12/2009
  14. Veger li: Ibrahîm Öztürk: Et-Tehewwulat Et-Turkiyye beyne amey 2002-2008. "Guhertinên aborî li Turkiyeyê di navbera salên 2002-2008 de" ji kitêba "Turkiye beyne tehdîsat Ed- daxil we rihanat El xaric" Muhemmed Ebdul Atî. Beyrût. Ed-dar El Erbiyye 2010,rr. 13-47
  15. Der Spiegel. Hejmar 26, 2009
  16. Ridwan Es-Seyyid: Ed-Dewle wel- Islamiyyuûn…. "Dewlet û islamîst.." Alhayat. 26/02(2010
  17. Jêdera berê
  18. Der Spiegel. Hejmar 26, 2009
  19. Ez bawer nakim ku saziya Konferansa Îslam dikare roleke mezin di çareserkirina nakokiyên herêma Rojhilata Navîn de bilîze. Ji ber ku ew saziyeke navneteweyî ye û bi gellek mijaran ve mijûl e
  20. Metin Heper: The State and Kurds in Turkey. The Question of Assimilation. (Li Turkiyeyê Dewlet û Kurd. Pirsgirêka pişavtinê) London: Palgrave 2007, p.181
  21. Îran û Turkiye û Sûriye destûr dane PDK û YNK ku buroyên xwe li paytextên wan welatan saz bikin. Di eynî demê de jî, van dewletan stratejî organîzekirin ku rê li ber geşbûna tevgera kurdî ya netewî bigirin
  22. Derbarê "dewleta kûr" de, vegere: Hamit Bozarslan, Tarîx Turkiya El-Muasir "Dîroka Turkiyeyê ya hemdemî". Beyrût. Navenda çanda erebî. 2009. Herweha li: Serdar Kaya: The Rise and Decline of the Turkish "Deep State": The Ergenekon Case in: Insight Turkey, Vol. 11, No.4, 2009, S. 99-114, vegere
  23. Vegere li Alhayat. 30/10/2009
  24. Vegere li: Jurgen Habermas: The Philosophical Discourse of Modernity Cambridge (Di vegotina felsefî de nûjenî): The MIT 1987
  25. Turkiye di dema hukumdariya Ak partiyê de, medyatoriya 13 nakokiyên herêmî kiriye. Vegere li Muhemmed Nureddîn. Jêderekî berê, rr. 133-148
  26. Itamar Rabinoviç: The Brink of the Peace: The Israeli – Syrian Negotiation. (Destpêka Aştiyê: Muzakereyên Îsraîl û Sûriye) Princeton Univ. Pr. 1998
  27. Li rojnameya Arab News a Erebistana Siûdî vegere. 8/11/2009
  28. Derbarê têkiliyên bi Misirê re û rola wê ya sereke li Cîhana Ereb wezîrê derve yê Turkiyeyê Ahmet Davutoğlu wisa dibêje. Vegere rojnameya Alhayat. 5/3/2010
  29. Vegere rojnameya Arab News, 8/11/2009
  30. Sebaret têkiliyên Turkiye û Îranê, vegere: Cemîl Meter, ihtimam Turkiye we Îran biş-şiûn El Erebiyye, Tesadum em tefahum? "Guhdana Turkiye û Îranê bi karûbarên ereb: lihevkirin yan nakokî?" Alhayat, 22/3/2010
  31. Li hevpeyvîna Davutoğlu ya bi Der Spiegel re binêre, hejmar 26. 2009
  32. Vegere Alhayat, 5/3/2010
  33. Vegere Alhayat, 5/3/2010
  34. Ferîd Zekeriya guman nake ku dema ku Îran bibe dewleteke nukleerî dê pêşbaziya leşkerî li herêmê çêbibe, behaneya wî jî ew e ku Misir di serdema şerrê xwe yê dûr û dirêj ê bi Israîlê re nexwast çekên nukleerî bi dest bixe. Newsweek, r 4, 2/3/2010. Îddaya îranê ku Îsraîl êrîşekê dijî Sûriye û Lubnanê plan dike, krîza li rojhilata navîn kûrtir dike û çavan ji ser programa wê ya nukleerî dadigerîne
  35. Helwesta amerîkî hinekî bi şiyarbûn li nasnameya islamî ya Ak Partiyê û xirabebûna têkiliyên hukumeta Erdoğan bi Îsraîlê re dinêre. Vegere li: Owen Matthews û Christopher Diki: Serkeftina turkan, Newsweek, 8/12/2009
  36. Sebaret vê mijarê vegere li: Ragide Dirxam, Alhayat, 4/3/2010
  37. Ferîd Zekeriya: zû bi zû firokên xwe yên şerr nefirînin. Newsweek, r 4. 2/3/2010
  38. Derbarê mijara ermenî û qirkirina wan di serdema şerrê cîhanê yê yekem de, serokwezîrê Turkiyeyê Erdoğan helwestên demagojîk tîne zimên, mîna daxuyaniya wî ku tê de dibêje, hukumeta wî ne mecbûr e bi ermeniyên ku piştî herifîna Yekîtiya Sovyetê koçberî Turkiyeyê bûne re bi tolerans be û ew dikarin wan vegerînin eger ermeniyên diyasporayê israr bikin ku dewleta osmanî qirkirina beşekî mezin ji ermeniyan plan kiriye û pêk aniye. Vegere Todays Zaman, 18/3/2010
  39. Ahmet Davutoğlu, di gel xirabûna têkiliyên bi Israîlê re, israr dike ku hê jî medyatorî li dar e. Alhayat, 9/3/2010

Wergera ji erebî: Jan Dost