Otomatên ragihandinê

Translator

Lêgerîna ji bo berhemdarîyê dibe sedem ku dezgehên medyayê ji hemû deman zêdetir li ser cureyê agahîyên ku raya giştî jê hez dike, ji xwe pirsan bikin. Ew ji ber vê tesbîtê dikevin nav hewldaneke wisa: Rêjeya agahîyên ku bi rastî jî bala piranîya mirovan dikşînin, kêmtirî % 15ê ye. Pirsgirêk li vir ew e ku tiştên tên pêşkêş kirin an bersivê nadin, an jî bersivên tetmînkar nadin daxwazan. Îcar bersivên van her du pirsan li vir xwe ferz dikin: Kîjan cure agahî divê bên dayîn? Wekî din, tam kengê divê ev agahî bên dayîn?

Cara pêşî ye ku Înternet bi alîkarîya hin amûrên nû wê bikaribe bersivê bide her du pirsên ku bi qasî medyayên girseyî qedîm in. Ji bilî hinên din, Google Trends jî derfetê dide ji bo "mirov bizane ka peyvek çend caran di motora lêgerînê ya Googleyê de hatiye nivîsandin û her weha mirov dikare herêm û zimanê van daneyan jî bibîne". (1) Bi vî awayî mirov di dema rastîn de dikare bizane ka di heyameke diyar de kîjan mijarên rojevê dikarin herî zehf bikarhênerên Înternetê eleqedar bikin.

Bi xwe spartina van dane û zanînan, Google Nûçeyan (Google News) dibe tevna belaş a cûyeke agahîyan a ku bi awayekî jixweber, nimûneyên nivîsarên gelek çavkanîyên Torê û bi taybetî yên medyayên din pêşkêş dike. (…) [Lê belê] pêşengê mezin ê formuleke nû ya "nivîsarên li ser daxwazê", malpera amerîkî Demand Media ye (www.demandmedia.com). Ev malper di 2006ê de hat saz kirin. Di Xwedanasîna xwe de, ew dide zanîn ku "peywira" wê ew e ku "bibe bersiv ji bo daxwazên ji her derên cîhanê yên têkildarî naverokên xwedî nirxên bazirganîyê". (2) Lê belê ew her naverokê jî nade ber xwe, ji ber ku ew, armanca xwe ya bi coş weha vedibêje: "afirandina naverokên ku pirsgirêkan çareser bikin, bersivê bidin pirsan, fêrî komkirina pereyan bikin, fêrî zûtir bikaranîna demê bikin û mirovan bextiyar bikin". (3) Medyaya bextiyarîyê!

Baş e, lê ew çawa vê yekê dike? Xanimeke rojnamevan pêkanîna vê yekê zêde hêsan dibîne û wê weha îzah dike: "Ji bo destnîşankirina mijarên bên nirxandin, algorîtmaya Demand Media hesabê têgehên herî zêde li ser Înternetê li wan tê gerîn dike, herweha ew peyvên veker ên ji alîyê reklamvanan ve tên bi kar anîn û hebûn an jî nebûna nivîsarên têkildarên vê mijarê yên li ser Tevnê li ber çavan digire. Ew ji bo tiştên bikarhênerên Înternetê dixwazin bizanin, balansek eyar dike û tesbît dike ka kesên reklaman didin bi armanca xwenîşandana li tenişt van mijaran ji bo dayîna berdêla madî çiqas amade ne. Kêlîya ku ev daxwaz bi riya algorîtmayê tesbît dibe, mijarên bên nirxandin jî li ser Demand Studio xuya dibin: ya ku dibe platforma ku 10 000 redaktor û videovan bi awayekî serbixwe li serê nivîsar û vîdeoyan amade dikin. Ev redaktor û vîdeovan pêşî xwe li ser malpera Înternetê ya Studioyê qeyd dikin û li hêvîya sîparîşên di derbareyê mijarên li ser malperê tên diyar kirin, dimînin –carina tenê di rojekê de 62 000 berhem ji bo weşandinê tên pêşniyar kirin. Ev kedkarên serbixwe heqdestên xwe jî li gor hejmara nivîs (10 dolar) û vîdeo (20 dolar) ên xwe yên didin weşandin distînin". (4)

Demand Media bi vî awayî bi pîşesazîkirina girseyî ya hilberîna tiştên li ser Înternetê agahdarîya low cost [erzan] afirand. Mesela, di duyemîn demsala 2010ê de, 10 000 nûçegihanên wê yên nivîsfiroş di zikê hev de rojê 6 000 nivîs an jî vîdeo hilberandin! (…) Helbet, dema kar û bar ewçend bi lez were kirin, divê mirov hêvîya agahîyên pir bi kalîte jî neke. Lê belê ev malper bû hilberînera herî girîng a Youtubeyê û niha jê re her meh ji 10 000 heta bigihe 20 000 vîdeoyan amade dike. Ev jî tê wateya ku rojê bi qasî 1,5 mîlyon rûpel bi gewde dibin… Ev jî di warê medyaya Înternetê de diyardeyeke nadîde ye. Bi gotineke din, Demand Media bûye karûbarekî ku êdî bi serûber û pir baş dimeşe: Bîlançoya wê ya kar a 2009ê di navbera 200-300 mîlyon dolaran de bû.

Bi vî awayê bîrbirinê, yek ji motora herî navûdengdayî ya Tevnê û reqîba Googleyê, Yahoo!yê di tîrmeha 2010ê de li Dewletên Yekbûyî, malpereke agahîyan a bi navê The Upshot ava kir. Mijarên vê malperê jî ne ji hêla rojnamevanan, lê ji hêla statîstîkên lêgerîna bikarhênerên Înternetê yên li ser xeta Yahoo!yê û bi taybetî jî yên li ser tevna Yahoo! Nûçe ve tên dest nîşan kirin û neqandin. (5) Jixwe di gulana 2010ê de, Yahoo!yê şirketên amerîkî yên di warê hilberîna tiştên low cost ên li ser dazwazê bisporbûyî, Associated Content, kirî. "Xebatkarên wê her meh zêdetirî 50 000 nivîsar, wêne, deng û vîdeoyan dinirxînin. Ev berhem ji alîyê bi qasî 380 000 hilberînerên xwe yên serbixwe ve tên amade kirin û di nav van berheman de li ser mijarên cihêreng her cure nivîsar hene". (6) Ji bo bikarhênerên Înternetê yên dixwazin binivîsînin û nivîsên wan bên weşandin, Associated Content diyar dike ku ew dikarin hinekî din jî pereyan qezenc bikin û li ser vê yekê armanca avabûna xwe bi van gotinan bi bîr dixe: "Çi kesê agahîyên fêrker, rêbername, hevpeyvîn, nûçe û meqale û nivîsên din binivîse û bişîne, divê berdêla berhemên xwe bi awayê diravî bistîne û ji ber bisporîya xwe bibe xebatkarekî bi meaş". (7)

Li vê derê, bi awayekî ji awayan "girseyîbûna ku seranserê cîhanê dide ber xwe" ya karê nûçevanîya perakende mijara gotinê ye. Ev platform weke "pirêzeyên mijaran" an jî "kargehên nûçeyan" tên bi nav kirin. Baş e, lê kî van agahîyên "bi fiyetên erzankirî" dikire? "Weqf, şirket, malperên Înternetê, kovar û komên çapemenîyê, şirketên ku dixwazin mişterîyên xwe zêde bikin û helbet pê re jî firotina xwe, hatinên xwe yên ji reklaman an jî hejmara mişterîyên xwe yên potansîyel zêde bikin". (8)

Koma dezgehên çapemenîyê ya amerîkî AOL, ku ew jî yek ji pêşengên rojnamevanîya li ser Înternetê ye û îro êdî ji koma şirketan a Time Warnerê cuda ye û ketiye nav qonaxa xwenûkirineke biserûber, biryar da ku "xwe weke dezgeheke nûçevanîyê bi rêk bixe" (9) –bi vê armancê, wê di sibata 2011ê de rojnameya li ser Înternetê The Huffington Post kirî. AOLê di 2010ê de dest bi vekirina "zevîya xwe ya mijaran" kir. Navê vê zevîyê Seed.com e û ew nivîsarên nû-ciwanên rojnamevanîyê, wêjeyê an jî wênekêşîyê yên mijarên têra xwe cihêreng (xwemijûlkirinên bikêf, tendurustî, werziş, sewalên kedî, teknolojîya nû, aborî, dirav, ger û geşt, siyaset) dinirxînin, pêşwazî dike da ku wan di gelek malperên xwe yên bisporbûyî (Daily Finance, Stylelist.com, AOL Travel, Moviefone, Wow.com, AOL Food, û hwd.) de belav bike. Weke ku yek ji berpirsîyarên Seed.comê û herweha nûçegihanê berê yê New York Timesê, Saul Hansell jî dibêje, "li vir rasterast modela rojnamevanîya bi qebale ya ku her tim hebû û bi bandorkirina vî cureyê rojnamevanê, mijara gotinê ye". (10)

Li Ewropayê jî, "zevîyên mijaran" ên bi vî şêweyî hêdî hêdî tên saz kirin. Populis ku jêdera wê Îtalya ye, platforma serek e û dîruşmeya wê ya pir bi îdîa jî weha ye: "Gava ku nûçevanî bi zanista Tevnê re digunce". Ew îdîa dike ku her meh zêdetirî 18 milyon ziyaretvanên wê yên berdewam hene. Berpirsîyarên wê, baregeheke daneyan e ya cih dide bi qasî 16 milyon xal û mijarên pir balkêş hem ji bo bikarhênerên Înternetê hem jî îlanvanên muhtemel ên ku reklamên wan jî di heman demê de li gel nivîsaran dikarin bên weşandin. Nivîsên mijara gotinê, ne ji alîyê rojnamevanên profesyonel lê ji alîyê "redaktorên serbixwe", amatorên bicoş ên mijarên taybet ve, tên nivîsandin. Ev kes helbet dizanin pir baş binivîsînin û bi taybetî ji hêla malperê ve tên tercîh kirin. Rojnamevanên bi qebale dixebitin an jî karên perakende dikin, ji bo her nivîsarê herî hindik 5 herî zêde jî 150 euro distînin û kêmbûn an jî zêdebûna vê fiyetê girêdayî çendanî an jî çawanîya nivîsarê ye.

Li Fransayê jî, malperên bi naverok ên li ser daxwazê derdikevin holê. (11) Bi vî awayî, Wikio, paca ewrûpî ya lihevgihandina herikîna agahîyan, mehê bala bi qasî 3 milyon ziyaretvanan dikşîne. Malpera wê, LesExperts.com nivîsaran, bi taybetî jî yên li ser pêdivîyên jiyana rojane, pêşkêş dike. (12) Ev mijar ji alîyê xwendevanên li ser xeta Înternetê ve tên dest nîşan kirin û neqandin. Armanca vê malperê ew e ku her meh bi qasî 100 000 nivîsên ji alîyê artêşek blogvanên girêdayî xwe ve nivîsandî, biweşîne û bi her nivîsarê re jî li gor girseya têkildar, hin hêmanên reklamî tên bi cih kirin û bisporîya her blogvanî/ê jî tê dest nîşan kirin. Li gel vê yekê jî, kovara li ser Înternetê ya kanadî Suite101, ku ji îlona 2009ê ve li Fransayê ye (www.suite101.fr), perê karên perakende nade hevkarên xwe yên serbixwe. Tenê bi şertê ku eger ji alîyê xwendevanan ve qutîyên reklamê yên bi fiyetên pir erzan li tenişt nivîsarên belavkirî bên "tikandin", ev malper pereyekî bi navê "hatinên reklamî " dişîne ser hesabê xwedîyê/a nivîsê. Lê belê lêkolîneke amerîkî ya li ser aborîya înternetê di 2010ê de dide xuya kirin ku ji sedî 79ê xwendevanên li ser xetê, qet, an jî pir kêm qutîyên reklamê ditikînin. (13) Çavtêrnebûyên "daxistina lêçûnan" di elehîyê rojnamevanan de komên adetî yên çapemenîyê hêdî hêdî radihêjin van rêbazên nû yên hilberîna "beşdarîger" a nûçeyan. Bi vî awayî koma çapemenîyê ya alman Hubert Burda Media xwedîya 186 kovarên li nêzî deh welatan, di navbera ji sedî 35-40ê sermayeya malpera Suite101ê bi dest xist.

Gelo ev "kargehên nûçeyan" dikarin li hember medyayên klasîk ên nûçeyan an jî malperên "li ser xetê" yên ji alîyê rojnamevanên profesyonel ve bi nûçe û nîvîsaran tên xwedî kirin, xwe ragirin? Piranîya karbidestên van "zevîyên mijaran" ji ber du sedeman li vê yekê nafikirin: Berî her tiştî, ew difikirin ku kewara malperên nûçeyan têr û tije ye; bi dû re, ew bê dudilî didin zanîn ku qet dilê wan tune ku tevlî nav vê yekê bibin. Nivîsarên (kurt, hêsan, bi dilê herkesî) dinivîsin, bi taybetî cih didin mijarên têkildarî jiyana rojane yên weke "mirov çawa dikare jiyana xwe ya rojane baştir bike", şîretên weke self help [alîkarîya xwe bi xwe], pêşniyarên di derbareyê mijarên tendurustîyê, dirav, kar, kêf û xweşî, û ger û geştê de... Ev malperên bi naverokên low cost bi taybetî dikevin nav hewldana ber bi xwe ve kişandina girseyên mezin ên bikarhênerên Înternetê ji bo ku bi fiyetên pir kêm reklaman bifiroşin û "aborîyeke li ser tikandinê" jî bi pêş bixin. Serok û avakarê Populis, Luca Ascani wisa hizir dike ku malpera wî dikare tevî vê yekê jî xwe weke temamker bide xuya kirin: "Li ser Înternetê, ji sedî 20 ta 25ê nûçeyan ji medyayên adetî, ji sedî 60 ta 65ê wan ji lêgerînê û bi qasî ji sedî 15ê wan jî ji zevîyên mijaran ên tevnên civakî, tên bi dest xistin. Em hewl didin van her sê waran dagirin û bersivên maqûl bidin pêdivîyan". (14)

Li gel vê yekê jî, bi buhrana medyayan re, malperên belaş ên nûçevanîya li ser xetê ji nêz ve çavdêrîya serkeftina van "zevîyên mijaran" dikin […]. Heta hin rojnameyên bi referans jî li ser mijarê difikirin. Ji koma çapemenîyê ya amerîkî The Washington Post Company, edîtorê rojnameya navdar a bi heman navî, di tîrmeha 2010ê de malpera iCurrent bi dest xist. Ev malper dibe destpêkek a ku ji bikarhênerên Înternetê re pêşniyar dike bi "rojnameyeke li gorî eleqeyên wan hatiye amade kirin" bişewirin. Ew bi awayekî bixweber tevahîya naverokên 27 000 malperên çapemenîyê û blogên ji xwendevan re pêşniyarkirî dide ber xwe û dikare van pêşniyaran bixemilîne û biserûbertir bike (15). Ev perspektîv bi taybetî gerînendeyê New York Times, Bill Keller ditirsîne: "Ez ê çarenûsa ragihandinê bi destên Googleyê ve bernedim". (16)

Çavkanî

  1. Nivîsara bi navê " Google trends ", Wikipedia.org, 10 sibat 2011
  2. Heman çavkanî
  3. www.demandmedia.com/about/demand-media-manifesto
  4. Caroline Boudet, "Demand Media, l’usine à infos du Web" ["Demand Media, kargeha nûçeyên Tevnê"], Les Echos, Parîs, 23 mijdar 2009
  5. Bnr. Cécile Ducourtieux û Xavier Ternisien, "Quand les internautes dictent l’actualité " ["Gava Xwendevanên Înternetê Rojevê Dest nîsan dikin"], Le Monde, 13ê tîrmeha 2010ê
  6. AFP, 18ê gulana 2010ê
  7. L’Expansion.com, 19ê gulana 2010ê
  8. www.tubbydev.com, "Fermes de contenus: business plan et métriques" ["Zevîyên bi mijar: Planên Karsazîyê û Pergala Wezînandinê"], kanûn 2010
  9. L’Expansion.com, 17ê adara 2010ê
  10. Heman çavkanî
  11. Nicolas Rauline, "Les "fermes de contenus" à la demande se lancent à la conquête du marché français" [" "Zevîyên bi Mijar " ên li ser Daxwazê ji bo Vegirtina Bazara Fransî Zend û Bendên Xwe Ba Didin "], Les Echos, 2ê1 kanûna 2010ê
  12. Nimûneyên ji mijaran: "Mirov Çawa di Hevdîtina Kar de Bi Ser Dikeve? Mirov Çawa Xanîyê Xwe Difirose? Ji bo Porên Birûn Kîjan Sampûan? Qerenfîlên Erzan li ku derê Peyde Dibin?"
  13. Le Monde, 20 adar 2010
  14. Nicolas Rauline, gotara navbihurî
  15. Maris-Catherine Beuth, "Les nouvelles "ficelles" des sites d’infos américains" [" "Lîstikên Zirav" ên nû yên malpe- rên amerîkî yên nûçeyan"], LeFigaro.fr, 18 tîrmeh 2010
  16. El Pais, Madrid, 25ê tîrmeha 2010ê

Wergera ji fransî: Baran Nebar