Parzemîna ku li rûyekî nû digere

DOSYA YA AFRÎKA’YÊ
Translator

Mirov di navbera dîplomatê gabonî Jean Ping, ku ji baveke çînî ye û Serokê Komisyona Yekîtiya Afrîka’yê ye û Profesorê norweçî Erik Reinert ku li Estonya’yê aborîyê fêrdike û her wiha ji The Other Canon, komeke aborînasên rexnedêr re serokatiyê dike de dikare çi hevbeşiyê bibîne? Daxwazeke hovane ji bo pêvajoya pêşxistinê bîne ziman û girtina biryarên ku cesaretê didin welatên kêm endûstriyel.

Herdû xwendevan, di dîrokê de, li ser pêşveçûna dewletên kêm bibandor de tesîra neyênî çêkirine. Ji bo Reinert , kombînezona cîhana hemdem û sîstemeke “primitisation”ê – tevliheviyeke cezakirinê, ya piçûkxistina ku cefa ya dagirkeriyê kişandiye – ji makîneya berdewamkirina neteweyan û hemwelatiyên Başûr re rê vekir. Li gorî wî, çareseriyên ku hatine pêşniyarkirin, weke hedefên hezarsalî yên Neteweyên Yekgirtî, tenê çareseriyên demî ne, ji ber ku ew nikarin ji pirsgirêkên girîng ên pîşesaziyê re bibin bersiv.

Ping dibêje ku dewleta afrîkî tim mehkûmê bêhêztiyê û mehkûmê rêveberên ku rolên wan bi hin “saziyên navneteweyîiv” re di nava nakokiyan deye. Ew gilî dike dibê je ku “vegera anachronique a imperiyala antan”, “çarçoveyeke teng a çend neteweyên taybet, hêzên mezin ku herdem serkeftî û qure, tim li ser moral û li ser qanûnan re, biryardêrên bi tena serê xwe dikarin daxwaza xwe bi cîhanê û bi taybetî jî bi Afrîka’yê bidin qebûlkirin, bê ku ji bo berjewendiyên xwe, ji bo pirsgirêkên xwe ji bo rastiyên xwe, ji bo taybetmendiyên xwe, ji bo kederên gelê xwe ti mereqekê bikin.” Ew modelekê “rojavayî ya ebedî” ku bi taybetî ji aliyê Banka ya Cîhanê û Fona Pereyan a Navneteweyî (FMI) ve hatiye naskirin pêşniyaz dikin. Bi vî awayî ew dixwazin ku ev parzemîn bi ço û gizêr were îdarekirin û bikeve xizmeta aborî û çanda globalîzmê. Li gorî Ping,yekbûn û hevkariya Afrîka’yê dikare bibe çareseriya pêşxistina parzemînê.

Reinert dide xûyan ku her du dibistanên fikrî yên aborî, kapîtalîzm û marksîzm birbi xitimandinekê ve diçin. Cureyên weke neo-lîberalîzmê aboriyên demî afirandine, bi taybetî li derdora welatên endûstriyel ev zêdetir dixûyê. Tevî Ping, aborînasê norveçî tîne ziman ku, pêkhatina “Konsansûsa Washington’ê” bûye sedemê ku, welatên feqîr nikaribin pîşesaziya xwe biparêzin û her wiha bûye sedemê ku ev welat kapasîteyên xwe yên înîsiyatîfa bûtçeyê xerab bikin. Her wiha, Reinert dibêje ku, di dîrokê de hatiye dîtin ku, parazvanî û pêşxistina pîşesaziyê tim ji aliyê dewletên dilxwaz ve pêk hatine.

Di vê rewşê de, ji bo bidestxistina derfetên tevgerê û her wiha serxwebûna afrîkî, ew rêyeke sêyemîn diyar dike. Bi taybetî ew pîşesaziyeke berpirsyar û her wiha ekolojîk, li ser esasê ku afirîneriya ku dikare ji aboriyê re derfetên alîkariyê pêşbixe pêşniyar dike. Ti welatekî, bê kapasîteya çêkirinê, afirîneriyê û çeşîtdariyê, nikaribûye xwe lipêş bixe. Astengkirina welatên feqîr, ji bo ku ew vê rê neşopînin, tê wateya cinayetê û kêmasiyeke mezin a wekheviyê.

“Gavavêtina” ji bo pêşveçûn û paşveçûnên Afrîka’yê, ev yek ji bo Ping wisa ye, bi taybetî di dema piştî dagirkeriyê de, nahêle ku Reinert jî bêdeng bisekine. Ev gotinên dawî yên zanyarên aboriya dînamîk in ku John Maynard Keynes û Joseph Schumpeter jî ji wan re dibin referans. Lê belê, Serokê Komisyona Yekîtiya Afrîka’yê, di şûna “hezar agirî” de wî dikaribû di derbarê hezar ronahiyê de biaxifiya “navê pirtûka wî ye.” Ji ber ku agir dikarin zû bitemirin.

Wergera ji fransî:
Ahmet Dere