Paşxaneya xwepêşandanên başûrê Kurdistanê

Translator

Berîya ku em bêne ser naveroka nivîsarê, divê em ronahîyê bidin ser çend paşxane (background) û wêneyên xwepêşandanan da ku xuya bibe bê arîşe û kêşeyan ji ber çi rû dane û çawa berbelav bûne û ber bi ku ve çûne?

"Em venagerin berîya 17 Sibatê"... Ev ew helwest e ku hêzên muxalif ên başûrê Kurdistanê; Bizava Goran, Bizava Yekgirtî ya Îslam a Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê dixwazin bikine destpêka qonaxeke nû ya siyasî li wî parçeyê Kurdistanê.

Hin ji çalakvanên civaka sîvîl berê destûr wergirtibû da ku roja 31.01.2011ê li Silêmanîyê li dijî çaresernekirina arîşeya elektrîkê ji alîyê hikûmetê ve xwepêşandenekê saz bikin. Digel wan bûyerên dramatîk ku hatine serê Tûnis û Misir û hin welatên herêmê, hêvîya wê yekê hate kirin ku di demeke kurt de ev yek di Kurdistanê de jî kar bike. Lê ev hêvî jî zêde nedomîya.

Roja 29.01.2011ê Bizava Goran bi serokatîya Newşîrwan Mistefa beyannameyeke 7 xalî ji raya giştî re ragihand ku bi vê yekê krîza siyasî li Kurdistanê şarand û bi riya komeke pêşniyazan bo derbasbûna vê qonaxê, daxwaza bernameya çareserîyê kir. Yek ji wan daxwazan hilweşandina hikûmet û parlementoyê û danîna hikûmeteke hevbeş a demî ya sê mehî bû da ku amadekarîya hilbijartina pêşwext bê kirin û wezîrên pêşmerge û navxweyî û darayî û samanên siruştî bi kesên teknokrat bêne guhertin, ji bo ku encamên hilbijartinê nekevin bin karîgerîya rasterast ya partîyên desthilatdar.

Her wiha di beyannameyê de bal kişandibûn ser dûrxistina rola partîyan di hikûmetê de û vegerandina tevahîya mulkên giştî bo ser mîlaka hikûmetê ku partîyên desthilat dest bi ser de girtine, wekî din serwerîya qanûnan û vegerandina hin ji wan biryaran ku parlamentoyê derxistine ji bo ku cardî bêne nirxandin ku ya herî girîng qanûna xwepêşandanan e. Ev yek bo desthilatê rûbirûbûneke (qayişkêşaneke) mezin bû û hikûmeta herêm xiste bin ceribandineke gelek dijwar li ser danûstandina digel muxalefetê.
Ev beyanname bû sedema tirsa têkçûna rewşa başûrê Kurdistanê ku di dawîyê de xwepêşandana roja 31.01.2011ê ji alîyê sazkarên wê ve hate betal kirin da ku nebe ciyê tundûtîjî û dijwarîyê.

Her du partîyên desthilatdar, Partîya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê piştî beyan-nameya Goranê bi çend saetan civîneke awarte li ser asta serokatîyê saz kir û bi dijwarî li vê helwesta Goran vegerand. Medyaya her du alîyan, ya desthilat û Goranê dest bi êrişkirina ser hev kir; her ku diçû rewş aloztir dibû. Serbarî vî keş û hewayî, sazkarên xwepêşandana 31ê rêbendanê bangeke nû hildêra bo xwepêşandekê da ku roja 17ê sibatê li Berderkî Sera li Silêmanîyê piştgîrîyê li raperîna gelên Tunis û Misir bikin.

Serê pêşîn xwepêşandan li gor rê û rêzana xwe bû, lê piştre ber bi alîyekî din ve çû ku bû sedema peydabûna rewşeke gelek aloz li başûrê Kurdistanê bi giştî û li parêzgeha Silêmanî bi taybetî; ku bêhtirî du mehan domîya.

Hin ji xwepêşanderan ku piranîya wan genc û nûhatî (herzekar) bûn, berê xwe da Liqa 4 a Partîyê (1) û dest pê kir dirûşmeyên li dijî gendelî û hikûmeta Herêmê hildan, heta gihîşte wê yekê ku Liqa 4 bidin ber keviran. Zêrevan û endamên Partîyê jî bi bikaranîna çekê bi dijwarî li xwepêşanderan vedigerînin û kesekî bi navê Rêjwan Elî (13 salî) dibe qurban û 55 kes jî birîndar dibin.

Ew tiştê ciyê balpêdan û pirsiyar e di vê bûyera diltezîn (dilşewat) de rola Yekîtîyê ye. Ev hemû alozî li Silêmanîyê rû dide û dezgehên ewlekarîyê yên bajêr jî deng nabin xwe; ew zêrevanîyê ne li xwepêşanderan, ne li Liqa 4 dike, ne jî dibe rêgir ku xwepêşander xwe li tundûtîjî û dijwarîyê negrin. Her çend e serokatiya Partiyê ji asayîşa Silêmaniyê dixwaze ku baregeha wê ji xwepêşanderan biparêze, lê bêhelwestiya Yekîtîyê dibe ciyê pirsyareke mezin.

Partîyê di kongreya xwe ya sêzdemîn de meha kanûna duyem li sala 2010ê biryar dabû ku nîvê serkirdayetîya xwe bîne Silêmanîyê. Tevî stratejîya wê ya hevbeş a digel Partîyê, bi tu awayî ev biryara Partîyê bi Yekîtîyê xweş nehat. Yekîtî, li alîyekî di parçebûn û bendîbendbûna nav refên xwe de mabû û li alîyê din jî li Silêmanîyê rikeberekî dijwar lê peyda bûbû ku kiribû nîvê şax û beşek ji cemawera wê rû jê badin. Şîyana rûbirûbûneke siyasî ji wê zêdetir nedikir ku xetereke giran bo hebûna Yekîtîyê durist kiribû. Veguhestina enîya şerê digel Goranê ji sengerê xwe ve bo alîyê Partîyê, hiştibû ku Yekîtî ji vê krîzê rizgar bibe, lewma di vê bûyerê de deng nebir xwe.

Piştî 17 sibatê bi çend rojan armanca xwepêşanderan guherî, bû tolhildana ji Partîyê di ber wê xwîna ku hatiye rijandin de. Her ku diçû hejmara xwepêşanderan zêde dibû. Ji bo vê mebestê jî Liqa 4 a Partîyê bû armanc û hedef û wan ji çend alîyan û cadeyên cuda ve berê xelkê dida liqê, lê Partîyê bi tevahîya hêz û karîna xwe berevanîya wê avahîyê dikir ku li Silêmanîyê sembola Partîyê bû.

Jixwe heke xwepêşanderan bi ser Liqa 4 a Partîyê de bigirta, wê ew bişewitandaya, ji ber ku şewitandin li ba civaka me bûye kultur. Ji berê de heke nexweşî ketiba navbera du kesan an du malbatan û nekarîbana zora hev bibin, her du jî têdixebitîn dexl û zad an axir û tewla terş û talan yan jî malê yê din bişewîtinin. Şerê çend salî ya Birakujîyê jî, çi li çîyan çi li bajaran, ew kultur beloqtir kir. Ji van partîyên deshilatdar kîjanê şax û baregeh û mala tagirên dijberê xwe talan nekiriye û neşewitandiye?! Kê ji wan ev derb lê neketiye?! Her çend Liqa 4 a Partîyê nehate girtin û şewitandin, lê Partîyê pirê şax û dezgehên ragihandinê yên Goranê ku li deverên bin desthilata wê ne, şewitandin bêyî ku li wan deveran xwepêşandanek hatibe kirin.

Di berbanga 20ê sibatê de nêzîkî 50 çekdarên rûpoş (bimaske), ku hin jê ser bi hêzên Pêşmerge û Dij-Teror bûn, Kanala Nalîya şewitand ku televîzyoneke ehlî (taybet) û serbixwe ye û tenê 15 deqîqe bû ku dest bi weşana xwe kiribû. Tew hin ji êrişkaran tûşî şewitandinê bûn û li nexweşxaneyeke jinan ya li Hewlêrê bi zêrevanî û çavdêrîyeke tund û hûrbînî dihatin dermankirin. Gava ku ciyê wan aşkere bû, nehiştin ku tu kes wan bibîne û bi bayê bezê ew veguhestin ciyekî nediyar.

Rûberê xwepêşandanan her ku diçû zêdetir dibû. Helebce, Kelar, Qeladizê, Ranye, Çemçemal, Koye û Derbendîxan ji bo ku piştgirîya Silêmanîyê bikin serê rojê derdiketin ser cade û kolanan ku di hindekan de senaryoya pêşberî Liqa 4 a Partîyê dubare dibû.
Her çend e Bizava Goran radigihand ku xwepêşandan xweber (xwerist) in û karîgerîya wê li ser tuneye, lê cemawera wê roleke berbiçav tê de pêk dianî.

Partîyê jî ji bo ku berevanîya baregehên xwe bike hêzeke pir a Zêrevanîyê ber bi Silêmanîyê ve bi rê kir, lê ji ber razînebûna hin ji serkirdeyên Yekîtîyê rê nedan ku bêne nav Silêmanîyê.

Çima?

Bûyerên 31ê Tebaxê yên sala 1996ê ew yek di bîra Yekîtîyê de hiştiye ku armanca Partîyê bi şandina hêzan bo Silêmanîyê ew e ku serdestîya xwe nîşan bide û xelkê deverê û neyarên xwe bitirsîne, bi taybetî jî Bizava Goran, lê ew ji wê yekê jî piştrast e ku di vê leşkerkêşîyê de zerermendê yekem her Yekîtî bi xwe ye. Rast e, niha Goran li deverê xwedî bêhtirîn cemawer e, lê ev der berê keleha kesk a Yekîtîyê bû û niha jî ew ji alîyê cemawerê ve di rêza duyem de ye. Her ji ber vê hindê anîna wê hêzê alozîyê dixe nav wê deverê ku ew lê serdest e. Ev yek di demekê de ye ku vê partîyê – Yekîtîyê - qet derfet û delîveyeke rastîn nîne ku li deverên bin desthilata Partîyê de liv û lebatê bike. Ji ber van sedeman û cemawera Goran û Yekîtîyê jî ku heman nêrîna negatîf heye li beranberî Partîyê, nehiştin hêzên Zêrevanîyê bikevin nav bajêr û ew çend rojên din vekişiyan Hewlêrê.

Xwepêşandanên li Silêmanîyê heroj berdewam dikir, lê bi awayekî nû. Heroj piştî nîvro xwepêşander li pêşberî Sera li Silêmanîyê, ku wan peyra navê Seray Azadî lê kir, li hev diciviyan û dirêjîya sê saetan nerazîbûn û daxwazên xwe bi gotar û bangewaz û helbestan didane xuyakirin ku pirê caran ji wan peyv û amajeyên birîndarker bêpar nebûn ku li dijî desthilatdaran dihatin gotin.

Ji bo ku arasteya daxwazên xwepê-şanderan bêne formûle kirin, hin ji çalakvanên civaka sîvîl û rewşenbîr û hunermend û alîyên muxalif, Encûmena Demî ya Meydana Azadîyê durist kir. Gelek ji mamosteyên zanîngehan û rojnamevanên azad û rewşenbîrên elît piştgirîya xwe bo daxwazan ragihand û bûn beşek ji xwepêşanderan ku hêzeke manewî û rewşenbîrî bexişî wan kirin. Vê rewşê zor li Parlamentoya Kurdistanê kir û ew neçar kir civîneke awarte saz bike û nûnerên xwe bişîne pêşberî Berderkî Sera li Silêmanîyê da ku ji nêzîk ve li daxwazên xwepêşanderan guhdarî bike.

Roja 23.02.2011ê wê biryarnameyek derxist ku ji 17 xalan pêk hatibû û ya diyartirîn vegerandina hêzên gerpêxistî (bihereketêxistî) bo ciyê wan û serbestberdana girtîyan û qerebûkirina ziyanlêketîyan û bêalîkirina hêzên Pêşmerge di qayişkêşanan (milmilaneyan) de û destgîrnekirina tu kesan bêyî biryara dadgehê, spartina encamderên şewitandina Kanala Nalîya û radyo û televîzyona Goran li Hewlêrê bo dadgehê, herwiha bangkirina serokê hikûmetê û wezîrên navxweyî û Pêşmerge bo jêpirsînê û cihxweşkirin bo danûstandina nîştimanî.

Piştî vê yekê bi pênc rojan, Encû-mena Demî ya Seraya Silêmanîyê daxwaznameyek pêşkeşî parlamen-toyê kir ku ji 11 xalên aktuel û 25 xalên bingehîn pêk hatibû. Her çend piranîya xalan ew daxwaz bûn ku heroj xelk qal dike û daxwazên rewa ne, lê tu carî nedihate hêvî kirin ku desthilat yek ji wan xalan bi cih bîne, hetta (tew) biryarnameya parlementoyê jî tê de. Jê bêhtir wê dixwest demê bike faktorekî ji bo bêzarkirina xwepêşanderan û wan vegerîne malên xwe da ku rewş aram bibe her wekî berîya 17 sibatê bêyî tu encam û akaman!

Hevrûniştin bi her awayî bi têra xwe hatibûn xurtkirin, li parlementoyê, di navbera desthilat û muxalefetê, nûnerên rêxistinên sivîl û partîyên siyasî de, lê belê vê yekê qet nearamî û alozî kêm nekir!

Rêxistinên muxalefetê hatibûn araste kirin ku digel xelkê nerazî di civînên cemawerî de çalakane amade bin da ku zoreke bêhtir li desthilatê bikin û heta jê bê daxwazên xwe pê bidine bi cih anîn. Koma Zanîngeha Silêmanîyê û fakulte û peymangehên tevahîya bajar û bajarokan di vê yekê de roleke berbiçav hebû. Dîmena balkêştirîn dîmenên roja înê yên Sera bûn ku xelkekî pir ji bo nimêjkirinê û guhdarîkirina gotara înê lê diqesidîn (berê xwe didanê), bi taybetî li wan gotarên rexnegir ku li desthilatê dihatin kirin.

Tevahîya wan xebat û hevrûniştinên ku hatine kirin tu çareserî pêk neanî, bi taybetî ku piştî Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî û cîgirê serokê Partîyê Nêçîrvan Barzanî di wan bizav û hewlên xwe de serneketin gava çûn Îranê da ku bi riya rayedarên (karbidestên) wî welatî zorê li partîyên îslamî bikin ji bo ku xwe ji Bizava Goran dûr bigrin. Her ji ber vê hindê piştî ku vegeriyan liv û bizavên hêzên ewlekarîyê dest pê kir. Wisa xuya bû ku partîyên desthilatdar biryar dabû dawî li vê rewşê bînin.

Rojên 15 û 16ê nîsanê komek ciwan 400 metro dûrî Berderkî Sera û nêzîkî Mizgewtî Gewre bi hêzên ewlekarîyê re radibin hev (pevdiçin). Encûmena Seraya Azadîyê ragihand ku wan xwepêşanderan pêwendî bi wan re nîne û destikê desthilatê ne da ku wan bike hincet ji bo êriş bibe ser xwepêşanderan. Li alîyê din desthilatê ev kes parçeyek ji xwepêşanderên alozîkar bi nav kir.

Roja 17ê nîsanê hêzên ewlekarîyê di destpêka Cadeya Pîremêrd de li xwepêşanderan rabûn û gaza rondikrêj bi kar anî. Derbarê berbelavbûna vê rewşê de li ser cadeyê behsa wê yekê dihate kirin ku hatina wê hêzê planeke pêşwext bû bo valakirina Seraya Azadîyê. Desthilat jî di wê bawerîyê de bû ku destê dereke xwepêşandanan bi gerê dixe û rewş gihiştiye asteke tirsnak ku pêwîst e dawî lê bê anîn.

Êvara 18ê nîsanê, piştî ku xwepêşan-dan diqede, hêzeke ewlekarîyê bi cilên sîvîl diçe ser sekoya xwepêşandanan û wê dişewitînin û hemû wêneyên qurbanîyan û posteran jî jê dikin. Her wê şevê jî, hêzeke serbazî ya bêhejmar navenda bajêr û piranîya kuçe û kolanan û serbanan digre, tevî danîna yekîneya serbazî li derdora Cadeya 60 Metreyî û li derwazeyên bajêr û liv û lebata yekîneyên gerok yê Dezgeha Dijî Teror. Di heman demê de asayîşê dest bi operasyonekê kir bo girtin û gerandina şopa wan kesan ku di xwepêşandanan de roleke çalak hebû. Her wekî Silêmanîyê, hêz bo tevahîya bajar û bajarokên dîtir jî hate bi rê kirin.

Xwepêşandan li 17ê sibatê dest pê kir û 19ê nîsanê bi zerba hêzê (bi destê zorê) dawî lê hat, lê van 62 rojên xwepêşandanan qet tiştek bi ser nexist, ji 10 kuştî û bi sedan birîndar û bêndereke ji rik û gir pê ve.

Hewlêr di cografyaya guherînan de

Silêmanî, li Kurdistan û Iraqê jî bi wê yekê hatiye nasîn ku bajarekî tijî liv û bizav e. Liv û bizavek ji bo ku ji wan hemû bazineyên biçûk û mezin rizgar bibe ku di dirêjîya dîroka kurt ya vî bajarî de bi mebesta tengavkirinê (xefekirinê) ji alîyê dagîrkeran û hêzên xwemalî ve hatine kêşan. Tevahîya hikûmetên Iraqê nekarî daxwaza akincîyên vî bajarî ya bo azadîyê vemirînin. Ev yek li ba xelkê vî bajarî bûye kultur. Li gelek deverên cîhanê jî ev taybetmendî heye. Bo nimûne, bajarê Der’a li Suriyayê pêşengîya raperînan kir û stû li ber fişar û zordestîyê netewand. Ji deverên kurdan jî, Qamişlo her wekî jê dihate hêvîkirin, zû hate ser cade û kolanan û dirûşma azadîyê hilda.

Li gor Silêmanî û deverên dora wê, hewlêrî sade û hêmintir in, lê di kar û bazirganîyê de serkevtîtir in. Di dîroka nêzîk de ew roj gelek kêm in ku li vî bajarî alozî û nexweşî peyda bûbe. Demên herî nexweş yên Hewlêrê dikevin navbera salên 1994-1996ê ku her yek ji Yekîtî û Partîyê xwestin bi riya şer kontrola bajêr tenê bixin destê xwe.

Iraq 18 parêzgeh e, li 16an li dijî gendeliyê xwepêşandan hate kirin. Tenê wan her duyan ev yek nekir ku di bin rikêfê Partiyê de ne; Hewlêr û Dihok. Bûyerên Tunis û Misir û Lîbya û Yemen û Surya û xwepêşandanên 62 rojî yên Silêmaniyê, qet karvedaneke (reaksiyonek) li Hewlêrê ranekir.

Bi riya malperên Înternetê bangeke pêşwext bo xwepêşdana li Hewlêrê hate kirin. Partîyê tevahîya hêzên xwe yên çekdar û rêxistinên xwe bi gerê xistin, tevahîya cade û park û kolanên bajarî girtin, ablûqeya trafîk xiste ser paytextê. Wê bi riya Yekîtîya Qutabîyan, zanîngeh û peymangeh gişt daxistin û av û elektrîk li wargehên xwendkaran birî û otobus jê re anîn û ew şandin deverên wan. Pirs ji serokê zanîngehan û wezîrê xwendina bilind û serokê hikûmetê nehate kirin û peyre jî wan tu helwestek nîşan neda.

Di wê rojê de ku pêwîst bû li Hewlêrê xwepêşandan bê kirin, li Silêmanîyê kuştîyek û gelek birîndar hebûn, lê li Hewlêrê tenê du kesan kir wê bêdengîyê bişkênin ku piştî çend çirkeyan ji alîyê peyayên Parastina Partîyê ve hatin girtin. Yek jê endamê Partîya Komunîst ya Karkerên Kurdistanê bû û ewê din hewlêrîyekî xwedî pasaporta Awistralyayê bû. Piştî şkencekirinê, ji ber fişareke pir a navxweyî û dereke hatin berdan. Partîyê di wê rojê de ji bo jihevxistina (bêtesîrkirina) her keş û hewayekî awarte tagirên xwe bi wêneyên serok û alaya partîya wî xiste ser cade û kolanan û navê Înîya Şadîyê li wê rojê kir.

Rêjeya xelkê nerazî li Hewlêrê qet ji Silêmanîyê kêmtir nîne, lê ji ber tirsa têkçûna rewşa Hewlêrê û çaverêkirina karvedana dijwar a Partîyê ya li hemberî her nerazîyekê, hişt ku encama wê bi qezenca Partîyê de be.

Yek ji dîmenên balkêş ên Berderkî Sera, peyama keçekê bû ku li ser kartonekî nivîsîbû: Hewlêr bibe hevalê min li dijî gendelîyê.

Îslamî...

Yekgirtîya Îslamîya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê du rêxistinên ji binema (prensîp) îslamî û ji alîyê ramanî ve cuda ne.

Yekgirtû, xwe wekî rêxistineke reformîst dizane û Birayên Musilman (Îxwanul Muslîmîn) ên Misrê û avakarê wê Hesen El Benna wekî çavkanî û mamosteyê xwe dizane. Serê pêşîn bi riya wan karên xêrxwazîyê hate nav qada siyasî ku çavkanîya wê ya darayî ji welatên Kendavê dihat. Dema ku hejmara wan zêde bû xwe wekî rêxistineke siyasî ragihand. Ew bêçek in û wekî ew bixwe bangeşe bo dikin dil dikin bi riya binemayên demokratîk tevî jîyana siyasî bibin.

Gava pêşîn ya muxalefetbûnê li Kurdistanê bi wan dest pê kir û grûba yekem jî bûn ku bi lîsteyeke cuda ji lîsteyên partîyên kurdistanî beşdarî di hilbijartina sala 2005ê a Parlementoya Iraqê de kir. Vê helwesta wan hişt ku Partî li Dihokê êriş bibe ser şaxên wan û çend endamên wan bikuje. Yekgirtû, ji tevahîya 325 kursîyên Parlementoya Iraqê xwedîyê 4 kursîyan e.

Heçî Komela Îslamî ye, baskekî cudabûyî yê Bizava Îslamî ye û Elî Bapîr emîr (Partîyên îslamî ji dêvla sekreterê giştî vê peyvê bi kar tînin: wergêr) û avakarê wê ye. Ew dixwazin bi riya dînê îslamê xizmeta gelê kurd bikin. Hêza wan ya çekdarî hebû û car caran bo nîşandana hêza xwe, tetbîqeta serbazî dikir. Sala 2003ê û digel destpêkirina Prosesa Azadîya Iraqê, baregehên wan, ku li devera Xurmalê bûn, her wekî ên Ensarûl Îslam ketine ber êrişa moşekên Amerîkayê, lê van tu karvedaneke dijwar nîşan neda, ji dêvla ku ber bi Îranê ve birevin, hêdî hêdî vegeriyan nav bajaran. Piştî demekê, gava Elî Bapîr ber bi Hewlêrê bi rê dikeve, li nêzîkî bajarokê Dukan hêzeke Amerîkayê wî digre û dibe. 22 mehan wî tevî serkirdeyên rejîma Baas di zîndanê de dihêlin û peyra serbest berdidin. Komel, di Parlementoya Iraqê de xwediyê 2 kursiyan e.

Sê xal hene ku divê mirov li ser raweste...

A yekem: Ew tirs û fikara Partî û Yekîtîyê ku rojekê ew berbelav bibin û hewl bidin bi riya hêz û tundûtîjîyê desthilatê bi dest bixin, ji ber ku me di dema xwe de ezmûna Ensarul Îslam dît ku çawa bi 500-600 çekdaran karî derbeyeke dijwar li hêzên Yekîtîyê bide û keş û hewayekî tirsnak û nearam li deverê durist bike.

A duyem: Hebûna Yekgirtû û Komel, ku heta vê gavê jî miyanrew (nermrew-mutedîl) in, heta radeyeke zor, bûne rêgir li ber rabûna rêxistinên îslamî yên tundrew.

A sêyem: Tirsa du partîyên desthilatdar ên başûrê Kurdistanê ew e ku hebûna ew hejmara pir û çalak a melle û peyayên dînî ên li ser şeqam, bibe sedem ku karta dînî –ku karteke karîger e li civakên paşmayî de– ji destê van du partîyan derînin, bi taybetî ku her yek ji wan, rêxistinên wan ên taybet hene di wî warî de, wekî Yekîtîya Zanayan û Mamosteyên Ayînî û çawa dil kirine ew wisa bi gerê xistine.

Ev du rêxistin îslamî ne. Serbarî wê hemû fişara van çend salan ku ji alîyê Partî û Yekîtîyê ve lê dihate kirin, ji alîyê çendanî û çawanîyê ve heta radeyekê geş û xurt bûn. Rewşa piştî 17ê sibatê ji wan re derfeteke lihev bû da ku bêne ser şeqam û nêrîn û dîtinên xwe yên li ser desthilatê, siyaset, qanûn û civakê xuyanî bikin, qet nebe hin ji wan gumanan verevînin ku li ser wan hene.

Bi vî awayî ew ji girêya tirsa derketina rasterast rizgar bûn. Êdî ew ne tenê ne li hemberî wan du partîyan ku çend sal in piranîya derîyan bi rûyê wan de girtine. Wan ev derfet ji dest neda û bê dudilî ciyê xwe li Berderkî Sera û tevahîya qad û cade û kolanên nerazî xweş kir. Ew li ba muxalefeta sekûler (laîk), rewşenbîr û hunermendan û tev komûnîstan jî amade bûn. Gotarên wan ku mohra dînî kêmtir û mohra rexne û çaksazîyê (reforman) bêhtir pê ve diyar bû, ji yên melle û peyayên dînî formeke cuda hebû ku di hizr û bîra me de mane. Ev cara pêşî ye sînorê di navbera gotara meleyekî û rewşenbîrekî laîk ewqasî kal (beqem) dibe ku derfetan ji bo peydakirina nêrîneke guncayî (lêhatî) bo arîşeyên hevbeş pêşkeş dike.

Arîşe û çareserî

Hemû alî, du partîyên desthilatdar jî tê de, di wê bawerîyê de ne ku sîstema birêvebirinê li Kurdistanê ketiye krîzeke piralî, ku hin jê paşmayîya serdema xebata çîyan û şerê birakujîyê ye ku heta îro û piştî 20 salên îdareya serbixwe ya kurd nehatiye xwestin ji dil bo çareserkirina wê gav bêne avêtin. Arîşeyên civaka kurd pirê wan ji zarokên partîyan diqewimin. Partî ne ku bi wê pêkhate û şêwaza dinyaya hevdemî ku hey di prosesa nûbûnê de ye, tevdigerin, bêhtir bi wê modela ku em li Kurdistanê dibînin tevdigerin ku armancên wê ji bo berjewendîyên mal û malbatan hatine dariştin.

Nehiştina wate û rol û armanca partîyên siyasî, bi awayekî dîtir kuştina sazîyên demokratîk û sîvîl ên civakê ne, betalkirina qanûnan e ji erk û serwerîyên wan. Di dawîyê de partî û di ser wê re jî îradeya pawanxwaz (monopolîst) ya serokê wê hemû stûnên civakê hildiweşînin. Wî bawerî bi lihevparkirina desthilatan nîne, ew xwe xwedîyê wî mafî dizane ku gotina dawî û biryara dawî ya wî bi xwe be.

Xuya ye, ku li ku dera dinyayê serok pîroz bû dadgeh stûxwar dibe û ev yek jî parlementoyeke bêîrade û hikûmeteke şeht (kûd) tîne pê.

Ew derdor gelek in ku wisa dikin bêhêvîtîya welatîyên Kurdistanê beloqtir bibe. Me hemûyan dît ku wan çawa li parlamentoyê ji 75 endaman bi dengê 45 ji wan, berqanûna xwepêşandanan derbas kir û ji serokê herêmê re şandin da ku îmze bike. Qanûnasan û rewşenbîran, rêxistinên mafên mirovan û civaka sîvîl, dost û hevalên gelê kurd ên li derve ji serokê Herêmê xwestin ku berqanûnê li parlementoyê vegerîne da ku kêmasî û xalên lawaz ên wê bêne sererastkirin û bibe qanûneke serdemîyane…

Ji bilî sedema wê, awayê revandin û kuştina Serdeşt Osman trajedîyeke mezin bû, encama lêkolînên Partîyê jî malwêranî.

-Serbestberdana firokevanê tawan-bar -Tarîq Remezan- ji alîyê Serkomarê Iraqê ve ku tawanbar e bi kîmyabarankirina Helebceyê û lihevanîna senaryoyeke erzan li ser revîna wî, digel xemsarîya heta bêjî bes ya serkirdeyên kurdan li beranberî milletê xwe.

Talankirin û firotina milkê giştî, liv û lebata tenkerên petrola qaçax bo ser sînoran û aşkerenekirina dahata wê, dataşîna mûçeya fermanberên di bin desthilata Yekîtîyê de bo 7 salan, pirbûna mîlyoner û milyarderan, bazirganîya siyasetmedar û bazineyên nêzîk ên desthilatê, hebûna leşkerekî mezin ê bêkar ku bêhêvitîyê laşê takekesên (ferd) wê vegirtiye û berbelavbûna gendelî û nebûna tu hêvîyan ji bo çareserîyê, kir ku volkana hêrsê hilteqe.

Ew hemû êş û azarên ku gelê kurd dîtin, nebûn handerên cemserên desthilatê da ku bi kêmanî xelkê ji wê yekê piştrast bikin ku di civakekê de dijîn, takekesên wê û paşeroja wê, xema deshilatdaran e.
Di wî parçeyê nîvçe azad ê Kurdistanê de, du cure partî û hikûmet û mercî û dam û dezgeh û reng hene ku xwedîyên sînorekî hevbeş in. Ev mistek in ji wê bêndera bêedalet û bêserûberîyê ku Kurdistan tûşî şêrpenceyê kiriye.

Çareserî ewqas aşkere û diyar in, mecal tê de nîne mirov xwe jê vedize. Piranîya projeyên çaksazîyê wan xalan vedigirin ku pêwîst e desthilat têbixebite ji bo berbendkirina rûdana her alozîyekê di paşerojeke nêzîk de ku yên herî giring ev in:

-Dûrxistina partîyan ji destdirêjîya di kar û barê hikûmetê û dadgehan de.

-Bêalîkirina hêzên Pêşmerge, yek-kirina asayîş û Parastin û Zanyarî (2) û Dezgeha Dijî Teror di nav sazîyeke nîştimanî de.

-Vegerandina milk û malê giştî ji alîyê partîyên desthilatdar ve.

-Pêkanîna hilbijartineke dûr ji saxtekarîyê.

-Vegerandina projeya destûra Herêmê bo parlementoyê ji bo guherandina hin ji birgeyên (madde) wê.

Ev stûnên serekî yên her projeyeke çaksaziyê ne li Herêma Kurdistan; xemsarî û sersariya li beranberî her yekê ji wan dê bibe sedema herifîna ezmûna Başûr ku bi rîtmekî gelek xav (sist) bi pêş ve diçe.

Çavkanî

Aras Sober: çavdêrê siyasî

  1. Nîşeya wergêr: Partîya Demokrat a Kurdistanê
  2. Nîşeya wergêr: Rêxistina Îstixbarata ya bi ser Yekîtîyê ve

Wergera ji soranî: Mazlûm Doxan