Payînên civakî û tirsa kaosê li Tûnisê

Translator

Çend hefte bi pey ketina desthilata Zeynel Ebidîn Bîn Alî, tûnisî bi mezinîya karê mayî dihesin. Lê ew fikar in ku têkçûna hêzên emrê û manevrayên parêzvanên dîktatorê hilweşîyayî dê serkeftina wan ji destê wan bigrin.

Axirê êdî em azad in, lê hê tu tiştî rengê xwe baş zelal nekiriye. Hê jî xetera wê hindê li dora serê Tûnisê digere ku bikeve nav destên hûtên xwe yên berê". Ev rojnamegerê ciwan, rûniştî li terasa qehwexaneyeke biçûk a banlîyoya bakûrî ya paytextî, bi van gotinên kurt, lê têr behsa halet-î ruhiyeta hevwelatîyên xwe dike. Li nav malbatan û li ser organên medyaya lokal, babetên wek ketina rejîmê, fermana destgîrkirina Ben Ali û xizmên wî, hema bêje bi temamî hilweşîyana Partîya Kombûna Destûrî ya Demokratîk (RCD), partîya desthelata berê û herwiha soza hilbijartinên azad û şefaf, bênavber têne guftûgo kirin. Lê belê nerihetî û nediyarî hê jî li kar e. Heta wê dereceyê ku piştrastî û rihetîya encama wê şoreşê têk bibe ku êdî behra pitir a cîhana erebî didine dû û ji bo welatên xwe doza heman netîceyê dikin.

Otorîtarîzmeke nû ji rîska dabeşbûnên bi xwîn baştir e

Wêdeyî zehmetîyên rojane, pirsa herî mezin nebûna asayîşê ye. Hêzên nizamî ku heta duhî jî li her feleke û çaryanên bajar û gundan hazir bûn, heçko bûne hilm û winda bûne. Nebûna wan a li meydanê yekî diheyirîne û dibe binasê bêîstiqrarîyê. Kiryarên nemedenî her ku diçe zêdetir lêdihên, di demekê de ku agahîyên tirsnak belav dibin ku mîlîsên kevne-RCDyê dê li ser mirov û malên xelkî tundûtîjî û terorê bibarînine. Şewitandina çendîn avahîyên xwendingehan û kuştina keşeyekî polonî ku li xwendingeheke taybet a taxa Manoubayê, li rojavayê navenda Tûnisê, dixebitî, cidiyeta gotegotan piştrast kir û ihtimala wê yekê zêdetir kir ku alîgirên rejîma berê dê li ser êrişên xwe yên ji bo tolhildanê berdewam bin. Kitêbfiroşekî tûnisî bi van gotinan nerihetîya xwe derdibire: "Muşterîyên rejîma berê dixwazin ku em bi poşmanî bêrîya dewleta polîsan û ya asayîşê bikin! Heman stratejîya erdê şewitî [Stratejîya xerabkirin û rûxandina berbelav e da ku jêder û avahî û binesazî neyên bi kar anîn] ye ku ji cerga ketina Ben Ali didine ber xwe". Bi ya wî, rewşeke wisa dibe ku veguhastina desthelatê bo demokrasîyeke rêkûpêk averê bike, lewre tê heye çînên navîncî ji bo teqezkirina aramîyê berê xwe bidin artêşê. General Amarê serfermandarê giştî gelek qedirgiran bûye, ji dema ku leşkerê wî red kir êrişî xwepêşanderan bike û nehişt milîsên Ben Ali welatî têxine nav gurîyên agir û pêlên xwînê. Navbihurî çendîn caran dubare kir ku sazîya wî dê rêzê li hilbijartin û rizamendîya xelkî bigire û dest danayne ser desthelatê. Lê belê, pareke girîng a xelkê Tûnisê hazir nînin bibînin ku welatê wan jî mîna Cezayîra cîran bibe sehneya dubendîyên xwînî, ku wan dubendîyan Cezayîr ter û bera kiribûn û bi tenê piştî vegera cûreke otorîterîyê dawî li wan hatibû.

Gelo çar sed hezar xebatkarên wezareta karên hindûr wê biqulibin ?

Kes pê nizane ka çima hêzên polîsan meydanê bi cî dihêlin. Diyar e hindek ji ber tirsa êrişên milîsan ditirsin û li ber çavan namînin. Beşek jî ji ber nebûna te’lîmatên rêkûpêk ji alîyê hikûmeta muweqet, ne li ser wezîfeya xwe ne. Helbet, çendîn komên çekdar jî wek hêzên parastina serokdewletî, hatine bêçek kirin an jî belav kirin. Lê belê, hêzên parastinê ewqas bo cîhana derve vegirtî bûn ku hejmareke milîsên paramîlîter nehatine dest nîşan kirin. Di encamê de, hejmareke şexsiyetên siyasî û sendîkayî zextê li hikûmeta muweqet dikin ku nizama asayîşê dîsa bi rêk bixe û armanceke pêşîneyî bide ber xwe: Nehêle ku beşek ji 400.000 mirovên ku wezareta navxweyî berî bi çendekê kar dabûyê –bêyî ku nîşanên heyî hisêb bike– berê xwe biguhorin û bikevine nav terefdarên Ben Ali.

Di aqlê hemûyan de nimûneya Iraqê heye: Sala 2003yê, belavbûna artêşê û Partîya Be’esê bi hezaran mirov xistibûne nav destên têkoşeran. Hindek alî dengê xwe ji bo efûyeke qismî bilind dikin, lê belê gelek berpirsên siyasî yên Tûnisî, ji wan Moncef Marzouki û Rached Ghanouchiyê îslamî, bi fer dizanin ku Ben Ali û jina wî Leyla Trabelsi bêne girtin û li Tûnisê bêne mehkeme kirin, ji ber ku raya giştî wan her duyan wek gefa herî mezin ya li hember binecihbûna aramî û serûbera paşerojê dizanin.

Xema duyê li nav Tûnisîyan yeke jeopolîtîk e û der barê her du cîranên serekî de ye. "Qeddafî dê çi bike?" Rêberê Cemahiriyeyê serê pêşî piştgirî da Ben Ali, paşê got ku rêzê li tercîha xelkî digire. Tûnisî fêrî biryarên bêwext û nişkî yên cîranê xwe bûne, ji ber ku berê jî carekê bi biryareke ji nişka ve bi hezaran karkerên muhacir ji welat derxistibûn, lewma ditirsin ku Qedafî hewla bêserûberkirina rewşa welatê wan bide. Li Tûnisê, agahîya –piştrastnekirî– ku Xanim Trabelsi li Lîbyayê bi cî bûye da ku binkeyeke jinûve vegirtinê ava bike, bûbû sebebê nerihetîya gelek kesan. Lê belê, ji 14ê reşemeyê ve, bêserûberî û alozîyên li Lîbyayê rewş bi temamî guhart.

Cîrana din, pirsên din. Bêdengîya karbidestên cezayîrî bala herkesî kêşa. Heta ketina Ben Ali, organên medyayê yên resmî an jî nêzîkî desthelatê hewl dan berfirehîya serhildanê her kêm û tengtir nîşan bidin û gelek caran her qet behs jê nekirin. Hem hikûmeta Ehmed Ouyahia û hem serokdewlet Abdulezîz Bouteflika bi tenê bi çend têbînîyên kurt yên ne jidil diyar kirin ku qebûl dikin rejîm hatiye guhartin. Hikûmet herweha qet pê xweş nebû ku piştî îstifaya serokê Misirê Husnî Mubarekî 11ê reşemeyê, di xwepêşandanên kêfxweşîyê de li ser meydana Bourguibayê li Tûnisê, alayên Cezayîrê dihatin hildan. Wêdeyî vê bêdengîya nedostane, Tûnisî bi fikar ji xwe dipirsin ka gelo reaksîyona rejîma Cezayîrê dê çi be gava hat û muxalifên wê li ser televîzyonên wek Nesma TV an Hannibal TVyê bîr û boçûnên xwe bi azadane derbirîn.

Kirêgirtîyên şirketên ewropî dibin hedefa grevan

Ji şert û pirsên ewleyî û herêmî zêdetir, hejmareke karbidestên tûnisî wisa dihizirin ku pirsa mezin di rista civakî de ye. Her roja ku derbas dibe, bêsihhetî û lawazîya aborîyê radixe ber çavan. Herçend gelek caran amaje pê hatibe kirin ku Tûnis yek ji wan çend dewletên erebî ye ku neketiye ber tesîra krîza avahî û xanîberan (bi xêra polîtîkaya qirardar a temînkirina xanîyan), her hingê xuya bû ku êdî parek ji xelkî pir bi zehmetî ji xwe re banekî peyda dike. Ji nîvê sibatê û vir de, kanalên televîzyonê balê dikêşin ser zêdebûna avakirina xanîberan li ser erdên neçandî an jî li ser wan erdên ku diyar e aîdî wan karbidestên kevin ên reviyayî an jî destgîrkirî bûne. Mesele hind mezin lêhat ku wezareta karûbarên navxweyî îqazek da wan "îşxalkerên neheq" û bang li xelkî kir ku riayetê li mafê xwedantîyê bikin. Bi ya karbidestekî Banka Navendî, pêdivî bi avakirina 110.000 xanîberan heye bo xelkî da ku bikaribin bersiva daxwaz û pêdivîya heyî bidin; ku di nav vê hejmarê de komeke mezin a wan hevwelatîyên ciwan nehatiye temsîl kirin, ku ji ber bêkarîyê mecbûr in li mala dayik û bavên xwe bijîn.

Meaş û şertên karkirinê jî dîsa dibin sebebê nerihetî û tevgerê. Di navbera 1 û 15ê sibatê de, ne kêmî sedan dubendîyên civakî rû dan, ku tê de şirketên qaşo parastî û veder ji kêşeyan ên wek Tunis Air jî hebûn. Li her derê daxwaz û dawakarî xwe dispêre heman sêyeyê: Çûn an jî derkirina rêvebirîyên ku digel rejîma berê zêde hevaheng bûn, zêdekirina meaşan û başkirina şertên karkirinê. Rayedar car bo carê banga sebr û berpirsiyarîyê li xelkî dikin, lê di heman demê de qebûl dikin ku yek ji meseleyên pêşîn e ku divê di vê heyama derbasbûnê de bê zelal kirin.

Di vê bareyê de, hikûmet heçko li ser zevîyeke mayînkirî bi rê ve diçe: Serhildana civakî bi rengekî rasterast tevahîya modêla aborî dixe jêr pirsiyaran. Lewre, tevger û çalakvanîya heyî dijayetîya xwe ya beramber wan şirketan jî derdibire ku bi temamî li ser îxracatê kar dikin. Karkerên tekstîlê ku meaşeke bîst caran ji yên li Ewropayê kêmtir werdigirin û herweha karkerên montaja otomobîlan, parçeyên elektronîk û heta xebatkarên sektora trafîka hewayî, biryar dane ku dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin da ku derhal meaşên wan bêne zêde kirin. Rewşa li pişkên mudaxeleyên acîl û li şirketên nûner ên rêvebirina karûbarên şirketên ewropayî, bi taybetî li bank û şirketên venêrîn û hisêbdarîyê jî heman rewş e.

"Heta niha, şirketên bi temamî îxracatkar li ser zemînekî bêqanûn kar dikirin, ku mafên medenî û yên karkeran pir hatibûne kêm û sivik kirin û sendîkayan nedikarî mudaxeleyê lê bikin" dibêjin li Yekîtîya Giştî ya Tûnisî ji bo Mafên Kar (UGTT). Bi ya çapemenîyê, polîsê rejîma Ben Ali nedihişt bi tu awayî karker di vê sektora girîng de doza mafên xwe bikin. Lewma, sendîkaya navendî dixwaze ku qanûnên der barê van şirketan û deverên duty-free de careke din bêne amade kirin.

Daxwazên civakî wisa ne ku UGTT her ji niha ve bûye yek ji aktorên serekî ya vê heyama derbasbûnê. Hikûmeta muweqet bêyî şêwra digel sendîkaya navendî tu biryareke mezin wernagire; hetta lîsta walî û sefîrên nû jê re hate pêşkêş kirin. Beramberî wê, Yekîtîya Tûnisî ji bo endûstrî, bazirganî û sineetê (UTICA) nema bihêz e: Civata patronan bi piranî digel rejîma berê hevaheng û rêkeftî bû; rejîmê jî dengê sendîkayan qut kiribû û keda wan dixwar. Lewma, dibe ku ketina Ben Ali bibe sebebê şkestina îmaja Tûnisê wek welatê ku li başûrê Behra Spî di warê mafên medenî û yên karkeran de xwedîyê şertên herî nerm e û di encamê de êdî nema şirketên derekî cezb bike.

Çavkanî

Akram Belkaïd: Rojnamevan

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn