PDKÎ çareserîyeke federal dixwaze

Têkoşîna Kurdên Îranê (Tîrmeh 1979)
Translator

Di belgeyeke Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ku di 28ê adara 1979ê de ji îmam Xumeynî re hatibû pêşkêş kirin, weha hatîye gotin: "Gelê me ji bo du armancên sereke şer kir: têkbirina dîktatorîyê û bicihkirina rejîmeke mirovane, ya ku seranserê Îranê ji mafên azadîyên siyasî û herweha yên civakî re rêz digire û di çarçoveya sînorên Îraneke azad de ji bo hemû gelan, bi dirûvê xweserîyê an jî federasyonê, bidestxistina mafên neteweyî. (...) Çawa ku li Îranê pir gelên bindest hene, pergaleke federal dikare weke formula herî baş were qebûlkirin."

Li kêleka etnîsîteyên din (azerî, ereb, belûcî, turkmen û hwd.), li Îranê nêzîkî şeş mîlyon kurd hene. Salekê piştî damezrandina PDKÎ, di sala 1945ê de, bûyerek qewimî. Komara kurd ya Mahabadê hate damezrandin û ev yek bi alîkarîya hêzên Sovyetê, yên ku Îranê dagîr kiribûn, pêk hat. Heman komar ji alîyê Îranê ve, bi alîkarîya îngilîzan, hate pelçiqandin. Di sala 1967ê de serîhildaneke dorfireh hat dest pê kirin û 18 mehan domand. Hêzên gerîla ji alîyê hêzên leşkerî ên Îranê û herweha ji alîyê hêzên kurdên barzanî ve hatin dorpêç kirin. Pir mîlitanên PDKÎ ji alîyê hêzên barzanî ve hatin girtin û ji polîsê îranê re hatin pêşkeş kirin. Herweha, mînak, Suleyman Muînî, yek ji endamên komîteya navendî ya PDKÎ bû, bi fermana Barzanî hate kuştin û di sala 1968ê de, laşê wî ji Îranê re hat pêşkêş kirin. Laşê wî ji alîyê Îranê ve da ku çavên gel bitirsînin û ew dev ji serîhildanên li dijî rejîma Şah berdin, hate teqandin.

Ji ber sedemê serîhildanê, Kurdistana Îranê ji hemû parçeyên din zêdetir zordarîyê dibîne, zordarîya rejîma monarşîk. Îran welatekî paşvemayî ye, lê belê herêmên Kurdistanê, di nav hemû herêmên din yên Îranê de, zêdetir xizan mane. Mînak, di sala 1975ê de, hatinîya giştî ya Îranê, ji bo kesekê, 1340 dolar bû, lê ev rêje li Kurdistanê tenê 150 dolar bû. PDKÎ dixwaze mafê hemû etnîsîteyan, di nav sînorên welat de, bi riya rêxistinên demokratîk were bi dest xistin. Bi riya wê belgeya ku ji îmam Xumeynî re hatibû pêşnîyar kirin, gelê kurd dixwaze otorîteyekê bi dest bixe, bi riya wê, di nav sînorên welat de, jîyana xwe tenzîm bike. Kurdistana xweser, hemû bajarên ku kurd lê dijîn, digire nav xwe. Lê belê, ji ber ku ev were bi cih kirin, divê hemû şertên dîrokî, cografî û aborî, herweha daxwaza gel, li ber çavan werin girtin.

Ew hîn îsrar dike: "Xweserî û pergaleke federal li dijî yekîtî û tevahîya sînorên Îranê nîne".
PDKÎ pêşniyar dike ku, artêş di bin emrê hikûmeta navendî de bimîne, lê belê divê otorîteya herêmên xweser li ser hêzên polîs û cendermeyan hebe. Herweha, pêwîst e xebatên bi karê derve ve girêdayî, parastina welêt, bankaya navendî û projeyên demdirêj jî di bin kontrola hikûmeta navendî de bin. Îmam Xumeynî carekê jî bersiv neda van daxwazên PDKÎ, lê belê, kurd her tim bi cudaxwazîyê hatin tawanbar kirin. Daxwazên kurdan weke xalên maksîmalîst hatin pejirandin û li dijî wan hatin bi kar anîn.

Tansîyon pir bilind e, şerê ku di meha nîsana bihurî de li Nexedeyê qewimî jî heman rastîyê xuya dike. Di nav du mehan de, Ayetullah Hassanî, yê li Nexedeyê çek li tirkên şiî belav kiribûn da ku ew li dijî kurdên sûnnî şer bikin. Her ku diçe, zordarîya li dijî kurdan, bi taybetî li dijî endamên PDKÎ zêde dibe. Ayetullah Hassanî ji hikûmetê daxwaz kirîye ku ew artêşê bişîne herêmê da ku dawî li komkujîyan bê anîn. Dema ku artêş çû herêmê, wê dest bi alîkarîya tirkan kir. Wê demê kurd neçar man ku bi çekên xwe, xwe biparêzin. Heman şer di bajarên din de jî qewimî. Ji reftara li hember kurdan, baş xuya bû ku fanatîzma olî nikare ji wan re bibe hacet ku ew rola xwe ya esasî bileyîzin. Ji alîyê din, piştî têkçûna Şah, PDKÎ xemgînîya xwe diyar kiribû ku ew ê nikaribin, di çarçoveya komarê de ji pirsgirêkan re çareserîyê bibînin. PDKÎ hewl dabû ku ew xetekê di navbera neteweparêzîya kurd û şovenîzma pers de bikişîne, wê daxwaz dikir ku, di navbera hêzên pêşverû de yekîtîyek çêbibe. Ev karekî zehmet bû, ji ber ku ji bilî dema [Dr. Muhemed] Mûsediq, li vî welatî tu tecrubeyeke demokratîk çênebûye.

Dema ku kurd daxwaza "komareke demokratîk ji bo Îranê, otonomî ji bo Kurdistanê" tînin ziman, lîderên olî vê yekê qebûl nakin û dibêjin ku gotina "demokratîk" li gor civaka Îranê nîne. Der barê xweserîya di çarçoveya pergaleke federal de jî, ew zêde bi dil nînin.

Herweha, di nav şeş mehên bihurî de, Ayetullah Muntezarî soz dabû ku wê etnîsîte "bibin xwedîyên heman mafan, da ku qedera xwe ya hevbeş diyar bikin". Ayetullah Taleqanî jî, ji bo kurdan mafê "diyarkirina paşeroja xwe" nas kiribû û der barê "naskirina xweserîyeke dorfireh ji bo etnîsîteyan" de bi erênî axivîbû. Vî kesî, bi alîkarîya hevalbendên xwe, der barê karê laîk û yên dewletê de, bi awayekî tund rexne li Ayetullah Xumeynî girtibûn. Dê were zanîn ku, berî vegera xwe, Ayetullah Xumeynî xuya kiribû ku ew kesekî olî ye, siyasetmedar nîne. Lê belê, serokwezîr Bazargan, piştî îqnakirina heyeta kurdan, anî ziman ku wê daxwazên heman delegasyonê "werin pejirandin". Lê belê, daxuyanîyên wî tenê di nav sînorên gelperest de man. Ji alîyê din, birêz Sencabî kurd ji xwe re kirin çekek da ku li dijî "gefên ku ji bo yekîtîya neteweyî xeter in" bi kar bîne.

Di alîyê din de, îmam Xumeynî bang li alîgirên xwe kir ku ew derdorên li dijî şoreşê "bipelçiqînin". Herweha, wî girseyên gel kirin wek dîwarê parastina şoreşê û ferman da, ku ew hemû hêzên dijber bipelçiqînin. Xumeynî hemû derdorên dijber weke hêzên biyanî tawanbar kir û bala girseyan kişand ser wan. Piştî ku wî "siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û yên din weke derdorên dijî Xwedê" da nasîn, dest pê kir girseyên gel bi ser wan de bibe û wan bide pelçiqandin. Ev gefa wî ya li dijî hemû derdorên ku daxwaza komareke demokratîk dikin, hat pejirandin. Li gor Ayetullah Saldarî, "Komara Îslamî hewl dide ku dîwarê herî mezin li dijî piranîya sunîyên Kurdistanê ava bike".

PDKÎ dizane ku, eger ew daxwaza yekîtîya kurdên Iraqê, yên Sûrîyeyê û yên Tirkîyeyê bike, wê Rojhilatê Navîn bikeve nav rewşeke bêîstiqrar. Damezirandina Kurdistaneke serbix-we di Peymana Sewrê de hatibû pejirandin (1920), heman peyman ji alîyê Mustafa Kemal ve, bi riya Yewnanistanê hat pûç kirin. Peymana Lozanê (1923) qedera bîst mîlyon kurdan nedît û ew di nav çar welatan de parçe kir. Ne bi tenê kurd daxwaza rêzgirtina mafên xwe ên neteweyî dikin. Lewra, li gor PDKÎ çareserîya pirsgirêka kurdên Îranê û herweha yên din, di nav sînorên federasyona komarên xweser de bi cih tê.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Ahmet Dere