"Pêkve jîyan" wek çekê şerê îdeolojîk

Dîroka jinûve biçekkirina exlaqî
Translator

"Biçekkirina exlaqî" ya ku îro ji bîr bûye, negihişte armanca xwe ya "guherîna dinyayê", weku Frank Buchmanê danerê wê lê dihizirî. Îdeolojî û rêbazên ku vê hereketa siyasî-dînî ya bi eslê xwe amerîkayî di heyama herî tund a şerê sar de didan ber xwe, bi bîr dixin ku sloganên pir nerm û xweşdivî yên wek "pêkve jîyanê", "dîyaloga civakî" û "xemxurîya bo kesên din" heye ku li ser zimanê serdestan veguherîne çekên tirsnak ên şerî.

Smile ’til it hurts : Bikene heta pê diêşî. Wiha ye navê belgefîlmeke taze ku li ser hereketa muzîkê Up With People (UWP) hatiye amade kirin. (1) Bizava UWP ku nîveka salên 1960ê li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi rê ket, bi ciwanên amerîkayî yên hişê wan hatî serê wan xwe wek "hêzeke pozîtîf" da nasîn. Di her ahengekê de, birên ciwanên biserûber û bi cilûbergên rengîn, dibezîne ser sehneyê û neqaratên şên û şad lê digotin. Sing Out! The Happy Song! Where the roads come together! ("Bistrên bi dengê berz û qewî! Wê strana şad! Li cihê ku rê digihine hev!")

Up with peopleê xewna civakeke lihev û şad û pirqewmî û aştîxwaz gewde dikir, lewma zû bû rewteke berbelav di nav cew û civatên rêveberan de. Stranbêjên ciwan ku derîyên platformên kanalên televîzyonan ji wan re lap vekirî bûn, çend şahî li Koşka Spî jî bi rê ve birin û çend fînalên Super Bowlê li dar xistin. Şirketên amerîkayî yên pir-neteweyî (Kodak, Exxon, Halliburton, hwd.) piştgirî didane kar û çalakîyên wan û bi xêra şîyana xwe ya aborî nûnerin ji wê rewtê diketine dû fetihkirina cîhanê daku ji Montrealê heta Madrîdê şadîya jînê –jîna "pêkve"– digel bigerînin, ji Ûrdinê heta Vatîkanê, ji Îrlandaya bakur heta Çînê.

Belgefîlma ’Smile til it hurts neqaratên arambexş ên UWP’yê diqeşêre û nîşan dide ka girnijîna bi zorê camêrînîya/sexîtîya bi sponsor û numayîşên çak -hisêbkirî dibine sebebê çi nexweşî û nebarîyan. Bi taybetî hereketeke dîtir ji kûrika bîra jibîrkirinê dertîne, Moral Re-Armament (MRA), ku serkêşîya Up with people’ê dikir.

Kon û binetarên evê rewşa "biçekkirina exlaqî", ku salên destpêka şerê sar gelek baw û berçav bû, vedigerin salên 1910-1920ê, wan salên ku Frank Buchmanê (1878-1961) keşeyekî amerîkayî ji terîqta Lutherî, ku beramber sazîyên dînî bi ihtiyad bû û bengîyê ilmê psîkolojîyê bû, biryarê digire doktrîna xwe darêje. Navbirî qanih bûye ku mehremiyeta takekes û ferdan serçaveya kêşeyên dinyayê ye, lewma "cerahiya ruhî" pêşniyaz dike da ku "gunehan vebire û derxe". (2) Buchman, bi bawerîya ku gunehkar bes hingê "pak" dibe gava ku yekî din "tîne ser rêyê", wisa dihizire ku "vîrûsa pozîtîf" peyda kiriye ku ew vîrûs dê dawerive nav civakê, û dê bi rêya vepêşê cîhaneke hez û harmonîyê saz bike, lew li ser rûyê dinyayê her çi şûn û dewseke kêşe û dubendîyan jî, dê pak bibe.

Buchmanê dînnas ne ku kêm pragmatîk e. Wisa dihizire ku ji bo "guhorîna cîhanê" gelek baştir e mirov ji berpirsên xwedanpaye dest pê bike û wan bîne ser rêyê. Armanca wî ya pêşî: Zankoyên amerîkayî û îngilîzî –Princeton, Yale, Oxford, Cambridge, hwd.–, ku li wan deran teorîyên wî hem dibe cihê dilxweşîya ciwanên sernerm û hem jî gelek alîgiran ji ciwanên zîrek peyda dike. Di nav heyameke kurt de ev rewşa xerîb a navneteweyî bi navê "komên Oxfordê" tê nasîn û digihe ber Ewropayê, Afrîkaya Başûr, Awustralya û hwd.

Li her derê, mirîdên Buchmanî house party’yan (şahîyên li malê) bi rêk dixin, anku şahîyên kombûnên demkî ku di van şahîyên bi cew û hewayê "kirasê navmalê" de, mirîd îmana xwe saxlem dikin bi rêya guhdarbûna li hev û du (care) û bi rêya "parkirin"a (share) xwarin û karên navmalê û "te’lîmatên îlahî" ku li wan têne spartin û herwiha bi "guneh"ên ku xwe pê tawanbar dizanin. Lewre, her bi terîqetê mikurhatinê ye, anku bi rêya wê kêra tîj a me’newî, ku bawermend qirêja li ruhî veniştî vedişo û dahatûyê bi rêçikên "guhorîna jînê" ve girêdide.

Komên Oxfordê di salên 1930ê de vediguherin. Heyama krîza mezin û dubendîyên dîplomatîk, terefdarên rewşê dibin berdevkên aştîya civakî û navneteweyî. Hereketa ku çîroka xwe ber bi babetên kêmtir dînî vedide (3), berê xwe dide nav bazarê û storytellingê [çîrokbêjî/serhatîbêjî], herwiha hewl dide ku xwe li ber çavên serkêşên qenaetan û derdorên Hollywoodê şirîn bike. Buchman dibe kesayetekî medyatîk û nasyarê çendîn karsazên mezin yên wek Henry Ford û Harvey Firestone, herwiha birek sempatî jî lê peyda dibe beramber nazîzmê. Lê belê, pasîfîst e [alîgirê çalakvanîyeke aştîyane û dûr ji tundûtîjîyê], lewma meyla wî bêtir li ser biçekkirina "exlaqî" ya mirov û xelkan e, lewre bi ya wî cîhaneke nû dê bi vî rengî pêk bihê. Sala 1938ê Moral Re-Armament (MRA) dibe navê resmî yê hereketê.

Pîyesa herî girîng ya ji keresteyê şerî hatiye durist kirin

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê beşdarî şer bû, Frank Buchmanî hewlên xwe bêtir dane ser enîya nav welat: Malbat û şirket. MRAya ku di hunera numayişên propagandayî de hosta bû, pîyesek bi navê The Forgotten factor pêşkêşî karkeran kir, ku nirxê biraderîya berpirs û karkeran berz dikir. Harry Trumanê ku wê çaxê senarîst bû, bi şadî û peroş pêşwazî lê kir û got "ev pîyesa herî girîng e ku ji keresteyê şerî hatiye durist kirin". Piştî 1945ê, terefdarên MRAyê bi bawerîya ku "piştî serkeftina di şerî de divê di aştîyê de jî bi ser bikevin" şarezatîya xwe îxrac kirin. Xwe nêzîkî karkerên tersaneyan ên Kanadayî kirin, xwe gihandine karkerên kanan ên Ruhrê û karkerên tekstîlê yên bakurê Fransayê da ku wan jî tev li vê "faktora jibîrkirî", hêmana "mirovî", bikin, ku bi ya wan bi tenê ew faktor dikare "cihê şerê çînan vegire".

Aştîya civakî hingê ji hemû gavan elzemtir tê pêş çavan, ji ber ku dinya dişemite nav şerê sar. Ev dibe serdema zêrîn ê MRAyê, lewre lêhatîtir e ji bo vî cûreyê nû yê dubendîyan, cûreyê ku bêtir îdeolojîk û "psîkolojîk" e. Hereketa ku binemalên dewlemend pêwîstîyên wê yên darayî diqedînin û ku dewletên li dû têkbirina komunîzmê bi rengekî nihênî piştgirîyê didinê, dibe xwedanê du parçe milkê bêhed fireh: Yek, li ser dûrgeya Mackinacê, li ser gola Michiganê (Dewletên Yekbûyî) yê din li Caux-sur-Montreux’yê (Swîsre), li hotêleke kevin û luks heçko ji çîrokên perîyan derhatibe.

Her wekî heyama house parties, li wê derê jî cew û hewayekî semîmî zal e. Karker û polîs, sendîkavan û patron, xwendekar, rojnameger û arîstokratên ji her neteweyekê pêkve petatan diqeşêrin û derdikevine ser dikê daku nemana dijminatîya di navbera xwe de bi rengê numayişeke muzîkal an jî pîyeseke şanoyê derbibirin. Lê belê derket hole ku ev semîmiyet û nêzîkî lihevçêkirî ye: "sernermî" û "lêxweşbûn/lêborîn"a ku MRA bênavber pesnê wê dide, bes bi kêrî wê hindê tê ku herkesek cihê xwe yê di nav civakê de qebûl bike, û dike ku temamkerîya cudatîyan [cudatîya rol û payeyên civakî] bikeve qalib û gîyanê yeksanîyê.

Ev "pêkve jîyan"a ku hindî şirîn hind jî fasid e, ji Caux û Mackinacê deverên xewnî ji bo dîplomasîya hevterîb çêdike, ku xewn û armanca rasteqîne ya Frank Buchmanî bû. (4) Piştî ku MRA pê re digihe sala 1946ê Konrad Adenauerê şansolyerê dahatûyê yê Almanyayê li Cauxê biezimîne û dikare Robert Schumanê wezîrê karên derve yê Fransayê de’wet bike wir, MRA dilê xwe li xwe xweş dike ku bi vî rengî di lêknêzîkbûna Fransa û Elmanyayê de bûye xwedanê roleke diyarker. "Hewarîyên lihevhatinê" –weku Schumanî sala 1950ê ji wan re gotî– rola xwe ya di damezirandina Ewropayê de mezin dikin û peyama xwe ya "aştîyê" vediguhêzinin hemû deverên dinyayê: Bo Japonyayê, bo Qibrisê, heta bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku li wê derê "lihevhatina nijadî" pêş dixin. Hevalbendên MRAyê ku hema di hemû biwaran de muhafizekar in, ji piranîya hevçerxên xwe kêmtir nijadperest in û li hember biryardarîya pêşengên reşik ên amerîkayî bi fikar in. Piştî lihevhatina neteweyan û çînên civakî, MRA di salên 1950yê de armanca berbendkirina dubendîyên "nijadî" dide ber xwe.

Dîsa heman faktor dikin ku ew Afrîkaya ku hingê xwe ji kolonîbûnê rizgar dikir, ji xwe re bike erdekî nû yê mîsyon û wezîfeyê. (5) Li wir, her wekî cihên din, endamên hereketê berê hewlên xwe bêtir didine ser elîtan. Li Tûnisê, serê xwe pê mezin dikin ku bi saya "xilaskirina" hindek nasyonalîstan ji "pêşhukmên wan ên derheq Frensîyan de, rêya serxwebûneke aştîyane danîne". Li Kenyayê, Jomo Kenyattayê ku dûre bû serokdewlet, ji bo MRAyê ku hingê ew baş binecî bûbû li Kenyayê razîbûna xwe derdibire. Heman tablo li Nîjeryayê, ku li wê Nnamdi Azikiwe jî, serokdewletê çend sal paştir, kevirê xwe danî. Heçî Kamerûn e, hereket li wê derê sefîrekî pir baş peyda dike: Charles Assaléyê kevne nasyonalîst û serokwezîrê heyamên paştir ku sala 1957ê di seredanekê de li Mackinacê "exlaqen bi çek bû".

Serkeftina MRAyê di nav elîtên afrîkayî de ne bi tenê ji ber wê hindê ye ku mifteya toreke bihêz a karîgerîya navneteweyî dide destê wan, belkî herwiha gotara hereketê bi dilê bendewarîyên bûrjûwazîya herêmî ye, ku ew bûrjûwazî bêtir hazir e desthelatê par bike digel kolonyalîstan û tercîha wê ne bidestxistina serxwebûneke rasteqîne ye. Hereketa ku ji kolonyalîstîyê zêdetir dijî-komûnîst bû, nexşeya civakeke nû ya afrîkayî pêş dixe ku reşik û spî dikarin tê de bi dostane "hevkarîyê" bikin. Wiha ye temaya fîlma Freedom ("Liberté"), ku MRAyê saz kiribû û li her çar kuncikên parzemînî belav kiribû.

Li Afrîkayê, karakterê leşkerî yê kampanyaya "biçekkirina exlaqî" pir berbiçav e

MRA, di pişt sehneya biraderîya nijadî re bi taybetî çekên îdeolojîk pêşkêş dike ku xelkên xwe bînin ser rêya neokolonyal a di halê pêkhatinê de. Li Afrîkayê, karakterê leşkerî yê kampanyaya "biçekkirina exlaqî" pir berbiçav e. Li Kenyayê, mîralay Alan Knightê fermandarê brîtanyayî ye ku rêbazên hereketê (mikurhatinên aşkere, şano, fîlm...) bi kar tîne daku şervanên Mau Mau yên zindanîkirî ji rik û rêya wan veqetîne. Li Cezayîr û li Kamerûnê, teknîkên ku artêşa fransî di çerxa salên 1960ê de li hember nasyonalîst û xelkên sîvîl bi kar tîne, pir dişibin yên MRAyê. Û sebeb jî ew e ku navenda Cauxyê gelek caran wan bisporên şerê psîkolojîk ên fransî diezimîne ku jidil dixwazin tecrubeyên xwe digel hevpîşeyên xwe yên rojavayî "par bikin"...

Kongoya li jêr desthelata Belçîkayê ku dawîya 1960ê gihişt serxwebûna xwe, kurteya kar û kiryarên MRAyê li Afrîkayê dabîn dike. Di demekê de ku welat tûşî şerê navxweyî dibe, hereket tîmeke navneteweyî dişîne, ku ji kevne-şervanên Mau Mau, kevne mîlîtanên nasyonalîst ên afrîkaya-başûrî, sendîkavanên ewropayî û muzîsyenên amerîkayî pêk tê, daku şîretên "meslehet"ê bikin. Piştî çend salan, gava ku welat kete nav cew û hewayekî "aştîyane û pasîf", hereket dê fermandar û berpirsên kongoyî dewet dike Cauxyê û "bernameyeke nizamî ya rahênana exlaqî û menewî" pêşniyazî rayedarên herêmê dike. Herçend bername neketibe fealiyetê, hereketê hêj jî dikarî xwe bispêre beşdarekî wê yê herî girîng, ku bi salan li Kongoyê bi cî bûbû: William Closeê cerrahê amerîkayî, doktorê şexsî yê Mobutu û serdoktorê artêşa Zaireyê [navê berê yê Kongoyê]. (6)

Mirina Frank Buchmanê danerê hereketa sala 1961ê, MRAyê dixe nav krîzeke ewqas kûr ku hereket dikeve ber rexneyên pir tûj. Hindek kes handerên wê yên rastî tînine jêr pirsiyaran, şikê ji serweta wê ya bêsînor û pêwendîyên wê yên muhtemel digel servîsên îstixbaratî yên amerîkayî dibin. (7) Di nav endamên hereketê bi xwe de jî dubendî û nerihetî rû didin. Rêberên qedîmî dixwazin ruhîyeta semîmî ya "komên Oxfordê" peyda bikin. Yên din bêtir li dû hewlên "binecihkirina aştî û aramîyê" û "dîyaloga kulturan" in. (8) Herwiha hindekên din ketine pey ciwankirina peyvên hinek demode, di demekê de ku babyboomers-ên rojavayî doza azadîya cinsî û aştîya bo Vîetnamê dikin. Bi vî rengî di sala 1965ê de Up with people serî hildide –ew leşkerê stranbêjên nizamî, ku çekê wangirnijîna geş a li rûyê wan e.

Çavkanî

Thomas Deltombe: Rojnamevan

  1. Lee Storey, Smile ‘til it hurts. The Up With People story, Storey Production, Dewletên Yekbûyî, 2009
  2. Daniel Sack, Moral Re-Armament. The reinvention of an American religious movement, Palgrave, New York, 2009, r. 17
  3. Hereketa Alcooliques Anonymes [Eraqxurên Bênav], ku sala 1935ê li Dewletên yekbûyî tê danîn, paşmayek e ji komên Oxfordê
  4. Di pêşgotina xwe de ji bo çapa fransî ya kitêba Frank Buchman Refaire le monde
  5. Philip Boobbyer, "Moral Re-Armament in Africa in the Era of Decolonization", Brian Stanley Missions, Nationalism, and the End of Empire, Grand Rapids: William B. Eerdmans Publishing Company, Cambridge, 2003
  6. William Close bavê aktrîs Glenn Closeyê ye, ku ew bixwe îlhambexşa Up with People’yê bû berew dawîya salên 1960ê
  7. Pistepist di sala 1989ê de tê pesend kirin gava ku endamekî pileberz ê CIAyê behs li "rêkeftin"eke bihurî ya di navbera bûroya wî û MRAyê de dike, ku bi ya wî, wê rêkeftinê hişt ku ew bikarin "têkevin nav mêjîyê" gelek serekên ewropî û afrîkayî. (Miles Copeland, The Game Player. Confessions of the CIA’s Original Political Operative, Aurum Press, London, 1989)
  8. MRA sala 2001ê bû Initiatives of change[Inîsîyatîfa Guherînê]

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn