Pêla şokê ya Sûrîyê

Ji Riyadê heta Tehranê
Translator

Tevî zextûrepteke hovane, xwepêşandanên sûriyeyîyan li dijî rejîmê didomin. Daxwazên wan û yên li Bahreyn, an jî Urdunê hatibûn derbirîn, wek hev in; lê belê parçebûna navxweyî ya muxalefetê û desttêwerdanên derve dikarin bibin sedemên pevçûnên olî yên ku dikarin tevahîya herêmê tehdîd bikin.

Pirtûka em behsê dikin klasîkek e. Sala 1965ê ji alîyê rojnamevanê brîtanî Patrick Seale ve hat nivîsîn û behsa şer û pêvçûna ji bo kontrolkirina Sûrîyeyê ya piştî şerê cihanê yê duyem dike. Navê pirtûkê jî Têkoşîna ji bo Sûrîyeyê ye. (1) Ev têkoşîn hem di dema şerê sar, di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekitîya Sovyetan de qewimî, hem jî di dema “şerê sar ê erebî” de pêk hat. Wê demê Misira Cemal Abdil Nasir û Erebistana Suûdîyê ji bo desthilatdarîya hêremî şer dikir -heta bi çîyayên Yemenê ku lê leşkerên misirî li dijî qebîleyên qralparêz, piştgirîya komara nû dikir, komara ku ji alîyê Riyadê ve dihat fînanse kirin. Ji salên 1950yê heta sala 1967ê Sûrîye di navenda hevsengî, an jî bêhtir di navenda nehevsengîya hêzên herêmî de bû. Wê demê li Şamê darbeyên cûntayên leşkerî li pey hev pêk dihatin.

Di heman demê de ew bû navenda tevlihevîyên dijwar yên salên 1950 û 1960ê ku armanca wan serxwebûna siyasî, pêşketina aborî, pêkanîna civakeke adiltir û wekhevtir bû. Girse ji neteweperestên ereb, ji çepgir û ji marksîstan pêk dihat.

Piştî têkçûna ereban li hemberî Îsraîlê di sala 1967ê de, Rojhilatê Nêzîk ket nav xetimînekê ku çil salan dewam kir. Tevahîya rejîman, çi komarparêz çi jî qralparêz, dev ji hemû şiklên hewldanên ji bo pêkanîna reforman berdan. Xisletên van rejîman ev in: Otorîterbûna wan, kombûna dewlemendîyan di destê elîteke piçûk de ku girêdayî dewletê ye û şewba bertîlxurîyê. Di vê demê de herçiqasî serhildanên ji hev qut yên gel, nîşana nerazîbûneke belav bin jî, rejîman piranî li ser berjewendîyên jeopolîtîk û li ser helwêsta wan li hember Amerîka û Îsraîlê, şerê hev dikir. Daxwaza guhertin û veguhertina civakî tê ji bîr kirin.

Di nav salan de rengê hevgirtinan diguherin. Dema Şerê Kendavê yê yekemîn di sala 1990-1991ê de, me dît çawa Sûrîyeya Hafiz El Esed hevgirtîya Washingtonê dikir û Urduna Qral Huseyin piştgirîya Seddam Huseyin dikir. Demeke kêm berîya şoreşên erebî yên sala 2011ê, dualîtîyeke dijber enîya piştgirên Amerîka (Misir û Erebistana Suûdîyê) û enîya bi navê “berxwedan” (Îran, Sûrîye, Hemasa Fîlîstînî û Hizbullaha Lubnanî) dianî hemberî hev.

Şam bi roleke sereke radibe, nexasim bi saya hevgirtîya xwe bi Komara Îslamî re ; hevgirtineke ku ji sih salan û vir ve tu tiştî nikaribû wê xira bike, cudatîyên fikrên her du welatan jî nikarîbû wê xira bikin. Mesela newekhevîya fikir weke li ser aşitîya bi Îsraîlê re ku Îran weke prensîp red dike û ku Sûrîye bi hin şert û mercan qebûl dike. Dev ji best û panava (platoya) Golanê, ya ku ji 1967ê û vir ve dewleta cihû dagîr kiriye, berdan yek ji van şert û mercan e.

Piştî kuştina serokwezîrê kevin yê lubnanî Refîq Herîrî, di 14ê sibata 2005ê de û bi lez ji welêt derketina leşkerên wê, rejîma beasî ket nav pêvajoyeke îzolasyonê, di dawîyê de ji Beşar El- Esed hat ku jê derkeve. Hişkbûna wî li hember îdareya George W. Bushê ku xeyal dikir wê bikaribe wî ji text bixe, alîkarîya wî ji bo Hizbullahê dema şerê Îsraîlê di havîna 2006ê de li Lubnanê bi rê ve dibir û piştgirîya ku wî di dema dagîrkirina îsraîlî ya kanûna 2008ê heta çileya 2009ê da Hemasê, kirin ku li herêmê îmaja "enîya berxwedanê" ya Beasê pêş were. Birayên Misilman ku li hemberî vê biryardarîyê matmayî mabûn –ji bo demekê- dijberîya xwe rawestandin.

Vê prestîja rejîma Beas kir ku rêveberîya wê bawer bike ku welatê wan wê timî li derveyî tevgera ji sala 2011ê ve li herêmê belav dibû, bimîne. Di heman demê ev rejîm di cihanê de kir ku hin tevgerên li dijî emperyalîzmê, ên ku kûrahîya guhertinên di encama şorêşên erebî de pêk hatî li ber çavan nagirin, bi tenê alîyê jeopolîtîk yê alozîya li Sûrîyeyê bibînin. (2)

Muxalefet daxwazên kurdan qebûl nake, dewlet PKKê bi kar tîne

Ev hesab û analîzên şaş in. Rêjîm bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye ku li herêmê belav in: Otorîtarîzm û dîktatorîya dewletê; xespkirina dewlemendîyan û lîberalkirina aborîya ku newekhevîyan mezintir dike; nemumkunîyeta bersivdana daxwazên ciwanan ku ji nifşên berê baştir perwerde bûne û hejmara wan jî zêdetir e. Redkirina liberçavgirtina hêvîyên wan, hovîtîya nedîtî ya tepisandinê kirin ku zêdebûna şidetê hê bi leztir bibe û kir ku beşeke ji serhildêran yên ku bi piranî weke li Misirê li dijî şidetê bûn (silmiyya), êdî bibin xwedî çek. Tehklûkeya ku şer veguhere şerekî mezheban mezintir bû, lewre rejîm bê dudilî vê mijarê ji bo tirsandina elewî (3) û xirîstîyanan bi kar tîne.

Tevî vê yekê jî wisa xuya ye ku ji muxalefetê nayê ewlekarîyeke cidî ji bo paşerojê misoger bike. Li şûna ku bawerîya mirovan bi xwe bîne, wan hin piştgirên xwe ji dest dan. Kurdên ku di destpêkê de xwepêşandêrên yekem bûn (nexasim ji bo bidestxistina welatîbûnê ku jê bê par mabûn) bi sedema ku Konseya Neteweyî ya Sûrîyeyê (KNS) red kir mafên wan bide, êdî xwe didin alîyekî. (4) Li alîyê din jî rejîmê bi awayekî serketî ji nû ve destûr da çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku berî vê jî di şerê li dijî Tirkîyeyê de di salên 1990ê de bi kar anîbû. PKK di nav kurdên Sûrîyeyê de hê jî gelekî bi hêz e.
Tevgereke nû jî berîya demeke kin derket holê: Tevgera Neteweyî ji bo Guhertinê (TNG) ku ji alîyê Dr. Omar Qurabî ve, serokê kevin yê Rêxistina Sûrîyeyê ji bo Parastina Mafên Mirovan, tê bi rê ve birin. Ew ji ber marjînalkirina mîlîtanên elewî û tirkmenan rexneyan li KNSê digire. (5) Herçi xirîstîyan in ku bi hezaran hevoldarên xwe yên ku ji Iraqê revîyan û xwe spartin Sûrîyeyê dîtin, ew bi fikar in li hemberî bihêzbûna cihadîstan û li hemberî sloganên ku hin xwepêşandêr li dijî xiristîyan û elewîyan dibêjin.

KNSya ku bi nerazîbûna gelek muxalîfan re rûbirû ye –yek ji wan jî Komîteya Neteweyî ya Koordînasîyonê ye ku mudaxeleya leşkerî red dike û dîyalogê bi rêjîme re dixwaze- di nav xwe de parçe parçe bûye, ji alîyê Komîteyên Herêmî ve nayê qebûl kirin û ji alîyê Birayên Misilman ve li gel hin fîgûrên lîberal tê bi rê ve birin. Girêdayîbûna wê bi welatên rojavayî û bi qralîyetên kendavê re xweş nayê dîtin.

Girêkeke bi temamî kor e. Ji muxalefetê nayê ku rejîmê ji text daxe û ji rejîmê nayê ku vê serhildana ku bi biryardarî û egîdîya xwe ya li hember xwefedakirinê balê dikşîne ser xwe, bişkêne. Vegera li statukoya berê ne mûmkûn e û kontrolkirina mêjîyan û laşê mirovan, di civatekê de ku di van mehên dawîyê de xwe polîtîze kir wê tucarî mumkin nebe. Reformên ji alîyê Şamê ve hatin pêkanîn (destûra bingehîn ya nû, efûya giştî, hwd) tu tesîrê nakin, lewre destûra îstîxbaratê û artêşê heye bikujin, bombeyan bibarînin û êşkencê bikin.

Di heman demê de, ihtîmala şerekî navxweyî heye û ihtîmal herweha heye ji sînoran derbasî Lubnan û Iraqê jî bibe. Mudaxeleyeke leşkerî ya bîyanî tenê wê şerên nav gelan radîkalîze bike û wê bike ku çek bibe hakîmê yekane yê şerên mezhebî. Ew dikare derba dawîyê li hêvîya demokratîkbûna herêmê bixe.

Mudaxaleya leşkerî ne alternatîva bi tenê ye. Hinek zextên aborî li Sûrîyeyê (ku dikarin bên şidandin, bi şertê ku li ser rêveberan were ferz kirin, ne li ser gel) hebin da ku beşeke ji burjûwazîya ku piştgirîya rêjîmê dike dudil bibe. Li alîyekî din jî, ji heyetên çavdêrên ji alîyê Lîga Erebî ve şandî yên pêşî hatibû ku, tevî zehmetîyên ku dîtin jî şidetê kêm bikin; Erebistana Suûdîyê berpirsîyar e ji derketina wan a ji welêt û windabûna raporên wan. Van raporan bi agahîyên qutkirî yên medyayê re li hev nedikir. Vegera wan heyetên li Sûrîyeyê û ferehkirina erka wan wê bibûya gaveke ber bi pêş ve. Li gel vê yekê jî divê Rûsya û Çîn hevkarîyê bikin ji bo hewl bidin lihevkirineke li ser dema derbasbûnê pêk bînin. Hinek wê li hember vê fikrê rabin, lihevkirin bi welatekî kujer re? Li Amerîkaya Latînî dema derbasbûnê ber bir demokrasîyê, ber bi efûkirina leşkeran pêk hat, herçiqasî mirov nerazî be ku leşkeran demeke bi qasî sîh salên dirêj sûd ji vê yekê standibin jî.

Aktorên derveyî ku rewşê bi tenê weke şerekî mezin di navbera dîktatorî û demokrasîyê de dibînin, îmtiyazê nadin vê alternatîfa zehmet û bi asteng. Le belê kî dikare bawer bike ku rejîma Suûdîyê ya ku meclîseke wê ya hilbijartî jî nîne, dixwaze li Şamê demokrasîyê pêk bîne? Vî welatî ku wezareta wê ya karên hundur serhildanên şiî yên li rojavayê welêt qewimîn weke “şiklekê nû yê terorîzmê” rave kir? (6) Vê rejîma ku di destpêka adarê de li Abha –paytexta herêma Assir ku piranîya şênîyên wê sunnî ye- bi awayekî hovane êrişî ser xwendekarên ku li dijî rewşa xirab ya perwerdeya zanîngehan kom bûbûn, kir?

Erebistana Suûdîyê ku ji ber lawazbûna tesîra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê ketiye gumanan û ku ji “desthiladarîya şîî” ya li Iraqê bi cîh bûyî nerazî ye, rêveberîya kontir-şoreşa hêrêmî girtiye ser xwe û bêyî ku bi tevahî xilas bike, serhildana Behreynê tepisand. Ew çekan dide serhildêrên Sûrîyeyê, tirsa ji şîîyan bi gewde dike da ku piranîya sunîyan ber bi xwe ve bikşîne û koza wê jî dijmintîyeke dualî a li dijî şîiyan û “farisan” e.

Berxwedana gel

Tevî ku van salên dawîyê têkîlîyên Riyadê bi Birayên Misilman re pir xirab bû, ew siyaseta xwe ya “hevgirtina sunnîyan” dispêre bidestxistina deshilatdarîyê li Tûnisê, li Qahîreyê û li Fasê ya Birayên Misilman. Belkî ew ê sibe li Libyayê jî desthilatdarîyê bi dest bixin. Lê zehmet e mirov tiştekî muheqeq pêş bibîne, ji ber ku dengê terîqeta Birayên Misilman li ser biryarên ku divê bide ne yek e –çawa ku hikûmeta tûnisî her şiklê mudaxaleya ji derve red dike û yan jî ,erê di nav hêzên Hemasê, ku dev ji biryargeha xwe ya navendî ya li Şamê berdaye, nişan didin. Endamekî bûroya siyasî ya rêxistinê , birêz Selah El-Berdewîl, dîyar kir, eger şerek di navbera Îran û Îsraîlê de biqewîme, “Hemas wê mudaxele neke”. Ev helwêst ji alîyê rêveberekî din ê girîng, birêz Mahmûd El-Zehhar ve hat înkar kirin. (7) Lewra pirsgirêka nayê çareser kirin ya fîlistînî asteng e li hember fikra hevgirtineke mezin a sunnîyan li dijî Îran û Sûrîyeyê. Di berxwedana li dijî stratejîya Îsraîlê de wê kî cihê Şamê yan jî Tehranê bigire?

Washington bi xwe, armanca wê şkandina yek ji stûnên “tewereya xirabîyê” ye û ji vê û wêdetir têkbirina Îranê ye ku serokwezirê îsraîlî Benyamin Netanyahû xeyal dike bombeyan li ser bibarîne. Tevî ku ji text xistina Esed jê re derfetek e da ku ji nû ve li herêmê xwe bi cîh bike, wisa xuya ye ku Amerîka- ya ku bê serkeftin û sertewandî ji Iraqê derket, li Afganistanê hez jê nayê kirin û di demeke nêzîk de wê neçar bimîne hêzên xwe jê vekişîne, talîban û gelê li hember "jirêderketinên" wê matmayî, jê nefretê dikin,-pir naxwaze bi xwe mudaxeleyeke leşkerî ya nû li Sûrîyeyê bike. Gelo wê weke li Lîbyayê piştgirîya mudaxeleyeke leşkerî bike? Gelo wê rîska tevlihevkirina welatekî ku cihadîst û El-Qaîde ji xwe lê tevdigerin bigire?

Herçî hikûmeta îsraîlî ye, belkî wê helwêsta wê bi saya diyarkirina rêveberê kevin yê Mossadê û kevne-şêwirmendê neteweyî yê ewlekarîyê birêz Efraim Halevy bê eşkere kirin. Li gor îdiaya wî jidarxistina rejîma Şamê, li gel lawazkirina demdirêj yaTehranê, wê bike ku ne pêwîst be bombe li ser Îranê bibarînin. (8) Lê Tel Avîv jî pê dizane ku her helwêsteke fermî ya bi vî rengî, wê muheqeq zirarê bide muxalefeta Sûrîyeyê. Û hin kesayetên li Îsraîlê ditirsin şerekî navxweyî li Sûrîyeyê biqewîme ku wê aramîya sînorê her du welatan xirab bike.
Li alîyê din jî, Rûsya û Çîn ji gewdebûna hêza îslamîstan û li hemberî vê yekê yekalîtîya ewropî û amerîkî. Lewra heta niha tevî ku wan tercîha xwe ji bo çareserîyeke lihevkirî eşkere dikir, her du welatan der barê biryarên Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Sûrîyeyê, mafê xwe yê vetoyê bi kar anî.

Tevahîya van çivdanên li Rojavayê Nêzîk diqewîmin, cihekî ku ji ber şerên Dewletên Yekbûyî meşandî (Afganistan, Irak), Îsraîlê meşandî (Lubnan, Filistîn) jixwe di nav bêîstiqrarîyeke kûr de bû: Di encamê de welatên lawazkirî; roleke girîngtir ya milîsan (Irak, Kurdistan, Afganistan, Lubnan, Filistîn) ku xwedî gelek rêbazên fermî û bi hêz in, weke milîsan; alozîyên civakî ku hindikayîyan tehdît dikin, hwd.

Di çarçoveya bêîstiqrar de serhildanên erebî bi carekê dest pê kirin. Doza wan azadî, rûmet, demokrasî û adaleta civakî ye. Tevî ku ji wan hat ku serokkomarên li Tûnis, li Misir, li Lîbya û li Yemenê ji text daxin, mirov dîsa jî xeyalşikestineke di raya giştî ya rojava de hîs dike. Weke ku Peter Harling, rêveberê çalakîyan yê International Crisis Group (Koma Krîzê ya Navneteweyî) li Misir, Sûrîye û Lubnanê xêz dike "Ne balkêş e ku tevlihevîyeke mezin cihê şoreşên ku li Tûnis û li Misirê bi carekê pêk hatin, bigire. Hema bigire li tevahîya cîhana erebî, em dibînin ku lihevkirineke nû ya bi ezim û bi şidet li ser peymaneke civakî çêdibê. Li vê herêma weke agir rewşên taybet li girêdayîbûneke bi hev re ya xurt zêde dibin û modela tûnisî heta bi gundên kes nas nake yên Sûrîyeyê tê nîqaş kirin". (9)

“Zivistaneke îslamîst”? Şerên di navbera mezheban de? Tepisandina tevgerên ji alîyê arteşa Sûrîyeyê, yan jî misirî? Ev senaryo hemû mumkin in, lê hemû hêza dengê nerazîbûnê, qîmetê ji hilbijartinên demokratîk re girtin, qudreta bêhempa ya gel li Bahreynê weke li Sûrîyeyê piçûk dibînin. Gel di heman demê de piştgirîya doza filistînî dikin ku hîn didome û beşdarî tekoşînên civakî û demokratîk dibin ku ji 1967ê û vir ve rawestiyabûn. Di vê çarçoveyê de tehlûke heye ku mudaxeleyên nû yên ji derve rewşa parçebûnê hê xirabtir bikin, weke ku li Iraq û li Lîbyayê pêk hat. Bi heman rengî tehlûke heye ku têkoşîna demokratîk veguhere şerekî mezhebî, nexasim di navbera sunnî û şîîyan de.

Çavkanî

  1. Patrick Seale, The Struggle for Syria: A Study in Post-War Arab Politics, 1945-1958 (Têkoşîna ji bo Suriyê: Lêkolîneke siyasetên erebî ên piştî şeran, 1945-1958) , Oxford University Press, London-New York, 1965
  2. Li ser nîqaşên di nav çepê lubnanî de, bixwîne Nicolas Dot-Pouillard, "“Résistance” et/ou “révolution”: un dilemme libanais face à la crise syrienne" ("Berxwedan û/an jî şoreş: Dudilîyeke lubnanî li hemberî krîza sûriyeyî"), Les Carnets de l’Ifpo, 11ê çileyê 2012ê, http://ifpo.hypotheses.org
  3. Hindikayîyekê misilman ku girêdayîyê şîîtîyê ye. Malbata El-Esed û gelek rêveberên surî ji vê hindikayîyê ne
  4. Dogu Ergil, "Syrian Kurds" (Kurdên Suriyê), Zaman, Istanbul, 21ê sibata 2012ê
  5. Ipek Yezdani, "Syrian dissidents establish new bloc" (Muxalifên surî blokeke nû ava dikin), Turkish Daily News, Istanbul, 21ê sibata 2012ê
  6. "State has full right to check rioting, Interior Ministry says" (li gor wezareta Karên Hundir, heqê dewletê heye ku serhildanan kontrol bike), Arab News, 11ê adara 2012ê, http://arabnews.com
  7. The Guardian, London, 6 adara 2012a, û The Jerusalem Post, 8ê çileyê 2012ê
  8. "Iran’s Achilles’ Heel" (Xeleka lawaz ya Iranê), International Herald Tribune, Neuilly-sur-Seine, 7ê sibata 2012ê
  9. "Le monde arabe est-il vraiment en “hiver”?" (Cîhana erebî bi rastî di “zivistanê” de ye?), LeMonde.fr, 1ê sibata 2012ê

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya