Pencî saliya serxwebûnê

Kongo
Translator

Pir caran ew bi şerê bêdawî ku li Rojhilatê xaka wê dimeşe tê naskirin, Komara Demokratîk a Kongo’yê (RDC) bi bêîstikrarî û draman hatiye mehkûmkirin. Du berhemên ku bi argûmanên qayîm û bi çavkaniyên tespîtbûyî hatine çêkirin, ji bo fêrbûna rewşa rast a van welatên golên mezin yên Afrîka’yê rê nişan dikin. Mudurê Navenda Belçîka ya Referansa ji bo Zanistiyên Derbarê Afrîka ya Navîn a li Bruksel’ê ku ji aliyê Théodore Trefon ve tê birêvebirin, Reformên li Kongo – Hêvî û wendayiya xeyalan , bandora – bifeyde an jî xirabker – mudaxeleya navneteweyî ya li RDC pêkhatî analîz dike. Kêfxweşiya rêveberan, a ku bi alîkariya çapemeniya neteweyî û navneteweyî hatiye avdan, nikare di rastiyê de xirabiya alîkariya biyanî veşêre.

Em dikarin bibînin ku, ji ber sedemên nakokiyên di navbera wan de, çawa ev alîkarî ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatiye astengkirin. Di aliyekî de Komisyona Ewrûpa’yê û çend welatên endam ên ku firehbûna berbi Rojhilat ji bo wan ji paşeroja welateke afrîkî zêdetir biavantaj e, di aliyê din de jî, bêdiliya welatên ku naxwezin li ser vê parzemîna reş pozisyona xwe xurttir bikin, ji vê yekê re dibin sedem.

Di nava rewşeke bêewle û şîdeta civakî ku roj bi roj tûjtir dibe û her wiha aboriya ku rewşa wê hatiye xerabkirin û deyndariya ku pir bijor de çûyî de, kongoyî ji hêza mudaxalekirina hikûmeta xwe mehrûm mane. Qasê derdorên bijarte yên kongoyî, ku tenê bi berjewendiyên xwe ve eleqadar in, berpirsyariyên vê rewşê dikevin ser “civaka navneteweyî” jî. Derdorên bijarte yên kongoyî berjewendîyên xwe yên teng ji yên welat zêdetir girîng dibînin.

Di vê navberê de, çiqas jî munasîb be, karê ku ji aliyê Trefon ve hatiye koordînekirin di nava pakêta çanda neo-lîberal de asteng maye. Di aliyê din de, nakokiyên ku zehmet e pê bawerî were kirin, ên di navbera rewşenbîrên kongoyî (yek) û rewşenbîrên biyanî (neh) de garantiyeke întelektûel dide ser zaroktiya mezin a Afrîka ya Navîn.

Ji şer berbi serhildanên gel ve, hatina Joseph Kabila û bûyîna komara sêyem ji bo fêmkirina RDC elemanên nû datîne pêşberî me. Di heman demê de ew, bi awayeke pir bidîqet binê pêşveçûna dîrokeke zinde jî xet dikin. Di meha Çile yê 2001’î û her wiha bi hatina birêz Kabila weke serokê dewletê û her wiha bi pêkhatina hilbijartinên giştî yên Tîrmeh a 2006’an; tişta ku nivîskar weke mucîze binav dike hatiye sekinandin. Her wiha ev berhem xwe weke çîrokekê û weke hacetekê referansa analîzkirinê jî dide naskirin. Ev du berhem ji aliyê kolleksiyona “Cahiers Africains” a Mûze’ya Qiraltiya Afrîka ya Navîn li Tervuren’ê (Bruksel) ku bi Navenda lêkolîn û ragihandinên sosiyo-polîtîk (CRISP) ya Belçîkî, ku di derbarê dîroka Kongoyê de pir xebatên zanyarî kiriye: nivîseke pirejmarî ku di derbarê pratîkên civakî û her wiha projeyên aktorên herêmî, ku hemû dagirkeriyê red dikin de pêwendîdar e . Dîroka Kongo’yê binivisîne, bixwîne û fêr bike… Lêbelê kîjan? Her wiha ev analîzeke rexnekêr a di derbarê dîroka dagirkeriya belçîkayê de ye ku ji aliyê Guy De Boeck et Isidore N’Daywel ve tê pêşniyarkirin ku dîsa were xwendin. Bi vê ve girêdayî, wê hemû bandora wê ku li ser rewşa trajîk a îroyîn de heyî jî were fêmkirin . Di nava bidehan salan de rayedaran di derbarê dîroka kongoyî de li Belçîka’yê, an bi înkarkirinê, an jî bi kêmkirina şîdeta dagirkeriyê, kar kirine. Piştre, heman dîrok ji aliyê mareşal Joseph Mobutu ve, bi armanca ku ji bo berjewendiyên xwe yên xas, hate xebitandin û wê li ser prestîja wî bandore çê kir. Ev xwendineke rexnedar, a ku bi pir berheman hatiye dewlemendkirin, di derbarê mîtolojiyên ku hafiza kongoyî reş kiriye ye. Em dikarin li wê derê wateya dîrokeke ji sê hezar salan vir ve ji mirovahiyê re nûnertiyê dike jî bibînin…