Pentagon berê xwe dide Pasîfîkê

Acilîyên leşkerî pêwîstîyên budçeyî
Translator

Tevî ku hikûmeta îsraîlî tehdîda bombebarandina Îranê dike, Yekîtîya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî cezayên xwe li dijî Komara Îslamî tund kirin –lê belê guman li ser gihîştina armanca îlankirî heye (nivîsara Gary Sick bixwînin). Di demeke weha de ku Amerîkaya ji ber krîz û têkçûna Iraq û Afgansstanê zayîfbûyî, dixwaze berê acilîyên xwe bide Pasîfîkê, Waşîngton hê jî bêhtir meraqdara vê rewşê ye.

Di 5ê rêbendanê de Serok Barack Obama bi van gotinan stratejîya nû ya berevanîya neteweyî ragihand: ''Neteweya me di serdemeke veguherînê de ye'', ''li derveyî welat bi gefên nû re, li nav welêt jî bi krîza budçeyê re rû bi rû ye.'' Li gor vê stratejîyê artêşa Dewletên Yekgirtî dê were piçûktir kirin û hin mîsyonên şerî- nemaze yên hêzên zirhî yên bejayî yên li Ewropa û hêzên kontrgerîla yên Asyayê- werin kêmtir kirin. Hevdem, girîngî dê bidin herêmên din ên cîhanê, bi taybetî Asya û Pasîfîk, û mîsyonên din ku şerê sîber, operasyonên taybet û kontrola deryayan jî tê de ne. Wezîrê Berevanîyê Leon E. Panetta dema ku behsa siyaseta nû dikir, weha got: ''Hêzên hevpar ên DYê dê piçûktir û kêmtir bibin. Lê belê... dê çalaktir, guherbartir, xwenûker û di warê teknolojîyê pêşketî bin û dê bikaribin leşkerkêşîyeke bileztir li dar bixin''. (1)

Obama û Panetta dîyar kir ku stratejîyeke nû hewce bû da ku rewşa guhertî ya him li nav, him jî li derveyî welêt were nîşan dan. Li nav welêt, Dewletên Yekgirtî ji ber sekna aborî û nepixîna deynên neteweyî, ku hîna jî berdewam in, qels ket. Li derveyî welêt jî, herçend ji Iraqê hat vekişîn û di talîyê de ji Afganistanê hat revîn jî, di fişara leşkerî de kêmbûnek nayê dîtin -gefên ji Îran û Koreya Bakur ji her demê bêhtir zorê didin û tirsa ji ber Çînê ku pêş dikeve, her ku diçe mezintir dibe. Bi ser van pirsgirên re divê Wezareta Berevanîyê di deh salên pêşîya me de 487 mîlyar dolaran tasarufê bike da ku bikaribe bi ya Qanûna Kontrola Budçeyê ya 2011ê bi cih bîne -û heger Kongre di mehên pêşîya me de hin tedbîrên lêzêde yên rizgarkirina budçeyê nestîne dê bivê ku bêhtir tasaruf werin kirin.

Reqîbên meyldar

Di nihêrîna pêşîn de, polîtîkaya nû ya berevanîyê li hember mercên xerab bûyî yên darayî û jeopolîtîk bersiveke pragmatîst e, ku mebesta wê ew e ku bi hêzên kêmhejmar ên xwedî zerengîyeke mezin li hember gefên potensîyel ên paşerojê rabe. Di 5ê rêbendanê de Panetta dîyar kir ku ''heger operasyonên me yên berfireh ên leşkerî paş kevin jî, Dewletên Yekgirtî dê li seranserî cîhanê bi berdewamî çendîn dijwarîyên ewlekarîyê re rû bi rû bimîne ku di nav wan de hêzên li seranserî Asyayê jî hene, ku nû radibin. Ji ber vê yekê divê wezaret bêyî ku li rewşa darayî ya welêt binihêre, guhertineke stratejîk bike''.

Lê belê heger ji nêz ve lê were nihertin, niyeteke mezintir a stratejîk dikare were dîtin: Heger erozyona bivênevê ya statuya wê ya tenha hêza super û herweha rabûna reqîbên azwer ên li Asyayê li ber çavan were ragirtin, Dewletên Yekgirtî bi rêya berdewam kirina serdestîya xwe ya li cihên girîng ên cîhanê û teşeyên krîtîk ên pevçûnan hewlê dide ku bandora xwe ya gerdûnî her bimeşîne. Bi taybetî jî, mebesta wê ew e ku li ser deryayên li kêleka Asyayê hukim bike, ji Kendava Faris û Okyanûsa Hindî heta Deryaya Çîna Başûr û Pasîfîka bakurê rojava çembera bandora xwe firehtir bike. Bi dorê de ev yek dê pêwîst bike ku Amerîka serdestîya xwe ya di şerên asmanî û deryayî de biparêze herweha serdestîya xwe ya di şerê sîber, teknolojîya fezayî û hin qadên din ên taybet de berdewam bike. Şerê li dij terorê dê wekî peywireke girîng a Pentagonê bimîne, lê belê dê bêhtir bi destên Hêzên Taybet were kirin, ku baş perwerde kirî ne û xwedî firokeyên bêfirokevan û alavên din ên tekonolîya bilind in. Bi bicihanîna van hemûyan rayedarên Pentagonê bawer dikin ku Dewletên Yekgirtî dê li Asya-Pasîfîk de serdest bimîne, ku Çîn jî tê de ye, û statuya xwe ya hêza domînant a cîhanê berdewam bike.

Obama û serokên din şaşîya stratejîk ya berê dubare nakin

Serî pê derxistina paşdeçûna berjewendî û sozdarîyê li derveyî welêt -yan jî wekî ku li cem hinekan heye, serî pê derxistina bi ketin împaratorîyê- ne karekî hêsan e. Hêzên din ên mezin ku dê di çend dehsalên çûyî de naçar man ku hewldanên weha li dar bixin -Brîtanya û Fransa piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, Rûsya piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan- lê belê ev yek ji bo wan qet ne hêsan bû. Pir caran, qebûl nekirina bivênevêyîya ketina împaratorîya bû sedema macerayên leşkerî yên bi şêwrên şaş. Wekî mînak di sala 1956ê de dagîrkirina Misirê ji alîyê Anglo-Fransizan, di sala 1979ê de dagîrkirina Afganistanê ya ji alîyê Sovyetan ve. Van bûyeran hilweşîna împaratorîyan dereng nexist, berevajî wê bileztir kir. Dema ku Dewletên Yekgirtî di 2003ê de Iraq dagîr kir, ew di asta herî bilind a hêza xwe de bû; lê belê serhildanan gelek dirêj ajoy û pir buha bûn -heger hemû lêçûn werin hesibandin dora 3 trîlyon dolar- û Amerîkayê vîna xwe (herweha piranîya zerengîya xwe) wenda kir ku li Asyayê şerên nû yên bejayî bide dest pê kirin. Ji niha û pê ve ne guncan e ku Obama, yan jî serokekî din ê amerîkî, ne xem e demokrat yan komarperwer be, destûrê bide operasyonên mezin ên wekî mudaxeleya amerîkî ya li dij Iraq û Afganistanê. (2)

Serok Obama û şêwirmendên wî yên sereke ji vê dîrokê haydar in û biryardar in ku xeletîyên stratejîk ên serokên berê dubare nekin, him yên amerîkîyan, him jî yên din. Ji alîyekî ve, ew ehmeqîya hewldana bidestxistina hemû berjewendî û sozên derwelêt fam dikin û dizanin ku heger weha be, netewe dê têk biçe û bêhtir serpêhatîyên qelsker ên derveyî welêt rû bidin. Hevdem, nîyeta wan nîne ku berjewendîyên li derveyî welêt bi peymanekê kontrol bikin, ji ber ku ew dizanin ku ev yek dê alozî û ketinê bi xwe re bîne. Di şûna wê de ew li rêyeke naverastê digerin û girêdanên amerîkî yên li hin herêman kêmtir bikin - nemaze li Ewropayê – lê serdestmayîna li herêman ji bo berdewamîya serdestîya gerdûnî ya Amerîkayê wekî tiştê herî girîng tê dîtin.

Amerîka xwe amadeyî rê lê tengkirina Çînê dike

Wekî ku Obama û şêwirmendên wî yên sereke di mehên çûyî de aşkere kir ku ev yek tê wateya hukimkirina li ser rojavayê Pasîfîkê û hêza Çînê. Cîgirê Wezîrê Navxweyî William J. Burns di sermaweza bihurî de li Washingtonê got ku ''ji gelek alîyan ve, Pasîfîka firehtir dê di çendîn dehsalên pêşîya me de ji bo berjewendîya Amerîkayê bibe para herî dînamîk û girîng. Ew, zêdeyî nîvê gelheya cîhanê dihewîne, herweha piranîya aborîyên herî girîng, hevgirên sereke û hêzên ku nû radibin.'' Burns dest nîşan dike ku da ku Amerîka hêzdar û muferreh bimîne, ew divê hemû hêza xwe li vê herêmê konsantre bike û ji xwe re garantî bike ku Çîn di beramber Amerîkayê nebe xwedî hêz û bandorê. Wî weha dîyar kir: ''Wekî ku li Asyayê guhertinên bingehîn pêk tên, divê em jî mîmarîyeke dîplomatîk, aborî û ewlekarîyê bi pêş bixin da ku li paş nemînin''. (3)

Wekî ku Burns dest nîşan dike, ev ''mîmarîya nû'' xwedî gelek alîyan e, him leşkerî, him jî ne leşkerî. Di enîya dîplomatîk de, Washingtonê hewl da ku têkilîyên xwe yên digel Endonezya, Fîlîpînan û Vîetnamê bi pêş xe û piştî tecrîdeke demdirêj peywendîyên fermî yên digel Myanmar/Burmayê dîsa dest pê kir. (4) Qesra Spî wekî din hewlê dide ku bazirganîya amerîkî ya li herêmê zindî bike û ji bo peymaneke herêmî ya bazirganîyê zorê dide, Hevparîya Trans-Pasîfîk. Mebesta van bi awayekî aşkere li dij rabûna Çîn ranaweste, lê peyama negotî ew e ku Çîn ji macerayên nebaş ên Amerîkayê yên li Iraq û Afganistanê xêr dît da ku li rojhilata başûr a Asyayê bandora xwe berfireh bike û da ku ev rewş were guhertin gaveke hêzdar hewce ye. Wekî mînak bi dubare avakirina peywendîyan a digel Burmayê, Dewletên Yekgirtî li welatekî, ku heta niha bi tenê çend reqîbên Çînê lê bûn, dibe xwedî mafê gotinê; Hevparîya Trans-Pasîfîk ku tê pêşnîyar kirin ji ber sedemên teknîkî dê Çînê li derve bihêle.

Lê belê, digel van pêngavên aborî û dîplomatîk, înîsîyatîfên girîng ên leşkerî jî hene. Stratejîstên amerîkî bawer dikin ku ji bo dewletên asyayî, da ku mezin û xwedî refahê bin, divê ew bikaribin xwe bê asteng bigihînin Pasîfîk û Oksyanûsa Hindî -herweha hin rêyên avî yên girêdêr ên wekî qeraxa Malacca û Deryaya Başûrê Çînê- da ku bikaribin madeyên xam (bi taybetî jî neft) û berhemên hilberandî îthal bikin. Wekî ku cîgirê wezîr Burns di sermawezê de dîyar kir: ''Bilindbûna Asyayê ewqas mezin bû ku ew bi tenê bajar û aborîyên Asyayê ava nake, herweha nexşeya jeostratejîk ji nû ve dikişîne. Heger em mînakekê bidin, nîvê tonaja bazirganîyê ya cîhanê di Deryaya Başûrê Çînê re derbaz dibe''.

Kontrola deryayan gava bingehîn e

An ku bi hukimkirina li ser Deryaya Başûrê Çînê û li ser hin rêyên avî yên nêzîk Dewletên Yekgirtî dikare li ser Çîn û dewletên din ên herêmê teşeyeke hêzeke mezin bisepîne, wekî ku Hêzên Deryayî yên Brîtanî berê him li vê herêmê û him jî li herêmên bi roleke weha rabûbû. Stratejîstên deryayî yên amerîkî ji mêj ve li ser vê helwêstê gotûbêjê dikin û îdîa dikin ku tenha avantaja Amerîkayê di kontrol kirina wê ya rêyên sereke yên deryayên cîhanê de ye -ku tu hêzeke din xwedî vê avantajê nîne- û niha weha xuya dike ku îdareya Obama ev nihêrîn pejirandîye. (5) Di dilê mîmarîya nû ya stratejîk de, serdestîya deryayî ya amerîkî ya li ser Deryaya Başûrê Çînê û rêyên avî yên herêmê heye.

Helbet, ev yek bi dengekî bilind nayên gotin, lê belê ji wan hemleyan, ku di meha sermawezê de di dumahîya seredana wî ya bo herêmê de Obama bixwe dîyar kiribûn. Wî li Canberrayê gotibû: ''Wekî ku em ji bo dahatûyê budçe û bername çêdikin, em dê çavkanîyên hewce terxan bikin da ku hebûna xwe ya hêzdar a leşkerî ya li herêmê berdewam bikin''. Wî herweha lê zêdekir: ''Em bi tenê hebûna xwe ya hêzdar a li bakurê rojava ya Pasîfîkê berdewam nekin, lê herweha hebûna xwe ya li Asyaya Başûrê rojhilat hêzdartir bikin''. Ev yek tê wateya zêdetir leşkerkeşîya amerîkî ya li herêmê, pirtir keştîyên cengî û operasyonên leşkerî yên digel hêzên deryayî yên welatên hevalbend, ên wekî Vîetnam û Filîpînan. Obama bi ser de jî, avakirina bingeheke leşkerî ya amerîkî ya li Darwinê, li beravên bakur ên Awistralyayê, û zêdekirina alîkarîya leşkerî ya Endonezyayê ragihand. (6)

Pêkanîna vê vîzyona mezin a jeopolîtîk di warê pêşxistina polîtîkaya leşkerî de xwedî girîngîyeke berbiçav e û ev yek di wê stratejîya leşkerî de, ku di 5ê sibatê de ji alîyê Messrs Obama and Panetta bi awayekî aşkere tê nîşan dan. Obama li Pentagonê got ku: ''Wekî ku min li Awistralyayê jî zelal kiribû, em dê hebûna xwe ya li Asya-Pasîfîk hêzdartir bikin û ji bo wê herêma krîtîk tasarufên budçeyî nabin mijara gotinê'.' Paşê Panetta lê zêde kir: ''Artêşa DY dê li ser hebûna hêzdarkirî, nîşandana hêz û biryardarîya li Asya-Pasîfîk giranî û fokusa xwe ya sazgehî bilindtir bike. (7)

Herçend, belgeyên siyasetê bi tena serê xwe dîyar nake ka wê kîjan unsurên leşkerî li gor vê polîtîkayê xêrê bibîne, ji nivîsarê xuya ye ku hêzên deryayî tên binxêz kirin -nemaze keştîyên cengî yên ku dikarin firokeyan bikişînin- û herweha firokeyên pêşketî û mûşek. Bi vî awayî, herçend hêza artêşa DY di dehsala pêşîya me de ji 570 000 yekîneyan dakeve 490.000 jî, serok Obama planên kêmkirina fîloyên hêzên deryayî veto kirin. Herweha di warê pêşxistina çekên ''dij-gihîştin/redkirina herêman'' a A2/AD yên li dij zerengîyên hêzên raqîb de perexistineke mezin jî were kirin- firoke, mûşek û keştîyên ku ji bo pêşdexistina qabîlîyeta hêzên êrişkirinê yên amerîkî hatine dîzayn kirin, nemaze jî keştîyên firokekêş. (8) Ji ber ku Çîn tê payîn ku zerengîya xwe ya êrişa ser hêzên deryayî yên amerîkayê yên li Deryaya Başûrê Çîn û li herêmên derûdora xwe bi pêş bixîne, hêzên DY jî li dij çekên A2/AD bi berevanîyeke mezintir were hêzdartir kirin.

Bernameya nû ya Pentagonê weha ye: ''Da ku dijberên potansîyel bi awayekî bandorker werin bêbandor kirin û pêşî lê were girtin ku ew bigihîjin mebesta xwe, DY divê berdewam bike ku li wan herêman, ku gihîştin û serbestîya
me ya tevgerînê dikeve xeterê, hêza xwe nîşan bide'' -an ku Deryayên Rojhilat û Başûrê Çîn, herweha deryayên dora Îran û Koreya Bakur. Tê îdîa kirin ku li van deran, dijberên potansîyel ''ên wekî Çînê'' da ku hêzên amerîkî têk bibin, yan tevgerîna wan asê bikin, dê ''rêbazên asîmetrîk'' bi kar bîne- binderya, mûşekên dij keştîyan, şerê sîber û gelekên din. Li gor wê ''artêşa DY dê pere bixe da ku bikaribe li herêmên A2/AD çalak bibe''. (9) Wateya vê yekê weha ye, Dewletên Yekgirtî dê pêştirîyeke mezin bide hukimkirina li ser deryayên Asyayê, ne xem e heger Çîn û hêzên din ku nû radibin, li dij derkevin jî.

Gelek stratejîstên amerîkî nekarîn konseptên jeostratejîk dest nîşan bikin, ku bernameya stratejîya nû ya Pentagonê bin xêz dikin. Di şûna wê de wan ew wekî mafdar derxistina tedbîrên tasarûdê dîtin. Lê belê aşkere ye ku Serok Obama û şêwirmendên wî di vê lehzeya tenha de serê xwe bi bernameyên stratejîk ên Amerîkayê êşandine û ji bo berdewamkirina serdestîya gerdûnî ya Amerîkayê xwedî bernameyeke xweragir in. Lê belê ne dîyar e ka komarperwerên di Kongreyê de dê piştgirîyeke dimdirêj bidin vê planê, yan jî plan dikare ji bo demeke dirêj bimeşe yan na. Herweha ne guncan e ku were guman kirin heger Çîn da ku pêşîyê li gavên DY yên li Asyayê bigire, hin gavan biavêje çi bibe. Bawer nakim ku tiştekî curetkar yan provokatîv bikin, lê dîsa jî bawer nakim bêyî ku hin dij-gavan biavêjin bihêlin ku Dewletên Yekgirtî li ser rêyên deryayên derdora wê hukim bike. Her çi dibe bila bibe, pir bi lez dîyar dibe ku Deryaya Başûrê Çîn û rêyên avî yên dora wê dibin mebesta nû ya pêşbirka jeopolîtîk a gerdûnî.

Çavkanî

Michael Klare:
Michael Klare li Amherst, Massachusettsê di Hampshire College de profesorê lêkolînên aştî û ewlekarîya cîhanê ye. Herweha nivîskarê Pêşbirka ji bo tiştê mayî: Têkoşîna Gerdûnî li ser Çavkanîyên Dawî yên Cîhanê (Metropolitan Books, 2012).

  1. Leon E. Panetta, "Daxuyanîya li ser Rêberîya Berevanîya Stratejîk,” The Pentagon, Washington, D.C., 5 rêbendan 2012, http://www.defense.gov/ speeches/speech.aspx?speechid=1643
  2. Binihêrin Stephen M. Walt, "Dawîya Serdema Amerîkî,” The National Interest, sermawez/ berfanbar 2011, rûpel. 6-16
  3. William J. Burns, "Asya, (Başûrê) Amerika û ji bo sedsaleke nû stratejîya Dewletên Yekgirtî,” Axaftina di Konseya Meseleyên Cîhanî ya Kongreya Nete- weyî ya Amerîkî , D.C., 4 sermawez 2011, http://www.state.gov/s/d/2011/176667.htm. Ji bo nihêrîneke wekhev Hillary Clinton, "Sedala Pasîfîk a Amerîkayê,” Foreign Policy, sermawez 2011, http://www.foreignpolicy.com/articles/2011/10/11/ americas_pacific_century
  4. Bixwînin Xavier Monthéard, "Retrouvailles des Etats- Unis et du Vietnam" ("Vedîtina Dewletên Yekbûyî û Viyetnam"), Le Monde diplomatique, xezîran 2011
  5. Binihêrin Ronald O’Rourke, "Tayber – DY Stratejîya Mezin û Hêzên Deryayî” U.S. Naval Institute Proceedings, rêbendan 2012, http://www. usni.org/magazines/proceedings/2012-01/special- us-grand-strategy-and-maritime-power
  6. "Axaftina Serok Obama ya li Parlamentoya Awistralyayê'' Parliament House, Canberra, Australia, 17 sermawez 2011, http://www. whitehouse.gov/the-press-office/2011/11/17/ remarks-president-obama-australian-parliament . Herweha binihêrin Jackie Calmes, "Obama dibêje DY dê li Awistralyayê baregehan ava bike The New York Times, 17 sermawez 2011
  7. Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî: ''Brîfînga li ser Rêberîya Berevanîya Stratejîk'' 5 rêbendan 2012, http://www.defense.gov/transcripts/transcript. aspx?transcriptid=4953
  8. Anti-access/area denial, yan A2/AD, stratejîya çînî ye ji bo rêlibergirtina ketina hêzên amerîkî di deverên zincîra yekem û duyem a giravan. (Zincîra yekem a ku jê ra "xeta şîn" tê gotin, deryayên Çîna rojhilatî û başûrî di xwe de dihewîne, Taywan û Parasel jî di nav de; zincîra duyem jî, ku jê re "xeta şîn" tê gotin, diçe dûrahîya Fîlîpînan.) Bixwînin Olivier Zajec, "La Chine affirme ses ambitions navales" ("Çîn meylên xwe yên deryayî nîşan dide"), Le Monde diplomatique, îlon 2008
  9. US Department of Defense, "Sustaining US global leadership: Priorities for 21st century defense" ("Domandina rêberîya dinyayî ya DYê: Acilî ji bo parastina sedsala 21ê"), Waşîngton, DC, çile 2012

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya