Petrola Lîbyayê dest diguherîne

Libya
Translator

Şerên ji bo kontrola vê çavkanîya stratejîk û şêwazê ku pê şirketên rojavayî li Lîbyayê qesrên xwe ava kirin, di tevahiya dîroka petrolê de xuya dikin.

Di destpêkê de, ne mumkin e mirov vê yekê îzah bike. Hevkarên wî yên kêm ew weke yekî mirov jê bêhêvî, bêîstiqrar û bikaprîs didîtin. Di 1986ê de, Serokê amerîkî Ronald Reagan, berî ku fîloya xwe ya şeşem ji bo bombebarankirina Lîbyayê bişîne û ambargoyeke petrolê ya dijwar li ser wî ferz bike, ew weke "kuçikê har ê Rojhilata Nêzîk" (1) nirxand. Mêrik hîn wê demê bûbû sîmayekî jê nehez. Û tevî wê jî, serheng Mûamer Qedafî bi ser ket, piştî bîst salan, şirketên petrolê yên mezin ên amerîkî jî di nav de, wî welatê xwe kir yek ji îxrackarên serekî yên petrola xam a bikalîte. Mêrxasîyeke wiha çawa pêk dihat?

Bêşik "Qedafîyê petrolfiroş" ji înîsîyatîfên siyasî yên hundir an derve bêtir, belkî wê di birêvebirina karên sektora xwe de aqilekî hîn selîmtir nişan bida. Bêgûman, dîsa, petrolfiroşên hemî dinyayê hîn bûne baştir bijîn –û bêtir pere qazanc bikin, gelek pereyî ji derdora Libyaya bitaybetî bêîstikrar, heta dijmin feyde bikin. Lê belê dîsa jî nediviya wisa be..

Paradoks ji mêj ve ye. Di 1951ê de, Libya, demeke dirêj bi navê "qralîyeta valahîyê" hate bi nav kirin û di nav tunebûneke mezin de xwe gihand serxwebûnê. Ew meyweyê anakronîk ê di navbera emperyalîzma brîtanî ya ketî û terîqeteke misilman a sahrayî ya bi navê Sanoûsiyyayê bû (ku qral bixwe jî ji wê bû). Îxracata wê ya bitenê hesinê xurde yê ji meydanên şerê cîhanê yê duwem hatibû berhev kirin bû.

Di pênc salan de rojê pênc mîlyon varîl

Xebatên jeologê îtalî ku di salên 1930ê de pêk hatibûn –û ji alî bisporên eskerî yên artêşa emerîkî ve hatibûn taqîb kirin- hebûna petrolê di bin erdê fireh a welêt (1,7 milyon km2) de dest nîşan dikirin. Qanûna petrolê, ya di 1955ê de hate pejirandin, mohra xwe li devjêberdana şertê "li her welatekî petrolfiroşek; weke li Îranê Anglo-Iranian, li Erebistana Siûdîyê Aramco û li Iraqê Petroleum Company, ku li Rojhilata Nêzîk li kar bû", da. (2) Berevajîya vê, li Libyayê, firotin bi dema (pênc salan) û bi herêmê bisînor bû. Dema petrol derket, tercîh jî mentiqî bû.

Lêgerîn bi deh şirketan (kompanya) bi xurtî dest pê kir. Piştî şeş salan, di 1961ê de, Exxonê termînala Mars-El-Brega vekir: Û kargoya pêşîn hate bi rê kirin. Di nav pênc salan de, hilberînê rojê milyon varîlan derbas kir, ku heta wê gavê tiştê wiha nehatibû dîtin. 1962yê neh, deh şirketên weke Exxon, Shell, BP, ENI dixebitîn, 1968ê jimara wan gihişt sî û nehê. Modeleke nû ya hilberîna petrolê derket holê, ku hêdî hêdî dê xwe li ser welatên din jî ferz bikira.

"Şêxê sor" şirketan li dijî hev bi kar tîne

Ji destpêka hatina ser desthilatê –piştî darbeya eskerî ya 1ê îlonê ya 1969ê- Qedafî înîsîyatîf girtiye destê xwe. Ew dixwaze ji bo petrola xam fîyatekî pir bilind bi dest bixe. Wezîrê pêşîn ê Petrolê yê Siûdîyê, Abdullah Tariqî, ku jê re "şêxê sor" jî tê gotin (ji alî qiral Faysal (1964-1975) ve ji ber wêrekîya xwe ji kar hate derxistin), şirket yek li dijî ya din bi kar dianî, berî ya herî mezin, Esso, derxist hemberî yeke piçûk a serbixwe ya rojavayî; bi awayekî otoriter hilberîna wan a rojane dadixist nîvî da ku dahata xezîneyê zêde bike. Ya pêşî dikare petrola xam a herêmî hilberîna xwe bi ya li welatên din re biguhere. Ya diwem ku ji xeynî Libyayê li cîyekî din tiştekî wê tuneye, bi nisbet yên serekî, her heft şirketên herî mezin ên dinyayê, xeleka lawaz e (3), naxwazin jê re varîlekê jî bihêlin. "her tiştê wî bi hev re di tehlûkeyê de ye" gotûbêjkerên libyayî di bin simbêlan re dikenin. (4) Şirket fermana xwe bi destê xwe îmze dike. Kanala Suweyşê girtî ye, Kartel (5) di îlona 1970yê de teslîm dibe, fîyat û baca wê bi carekê de ji % 20ê zêde dibe.

Ev yek li pêş çavên welatên din ên ku petrolê îxrac dikin pêk tê: Şûna yekê bi tenê, baştir e ku mirov bi gelek operatoran re di têkilîyê de be û bi biaqilî mîzanîya hebûna şirketên mezin ên navneteweyî bi cih bike; ango yên serekî, bi şirketên din, yên hîn mitewazîtir, bêçavkanîyên alternatif têxe mîzanîyê. Şirketên serbixwe û yên dewletên ewropî jî di qada navneteweyî ya petrolê de hemleyên xwe dikin.

Muamer Qedafî û Konseya xwe ya Şoreşê, tam dane ser şopa serokê misrî Cemal Abdul Nasir û bi biryardarî dixwazin dewlemendîyên xwe yên neteweyî bi şûn de bigirin. Lê wan gelek karên qirêj jî plan kirin: Bûyera serokwezîrê îranî Muhamed Musadiq ê ku bi sedema êrişî Anglo-îraniyan kiribû, ji alî CIAyê ve, di 1953yê de, ji ser desthilatê hate daxistin; Her weha ya serhengê cezayirî Huwarî Bûmediyenê ku, piştî netewîkirina rezervên şirketên fransî, di 1971ê de, rûbirûyî ambargoyeke giran bû.

Hîn îro jî, Trablûs li bela xwe digere. Di çileya pêşîn a 1979ê de, eskerên îranî yên şah giravikên Tumb û Ebû-Mûsa yên li Kendavê, di êvara roja valakirina yekîneyên îngilîz de dagîr kirin. British Petroleum (BP) hate netewî kirin. Mahne derket, lê rîskên mezinahîya wê: BPyê piranîya rezervên Sarirê ku girîngtirîn rezervên welêt in, girte destê xwe. Piştî şerekî dijwar ê hiqûqî, peymanek hate girêdan: Libyayê ji nû ve kontrola hemî rezervan girt destê xwe...

Bi bikaranîna zorê, senaryo nehat guhertin, teknîsyenên bîyanî eziyet dîtin, xebat li ser platformê giran bû û vê yekê zirar li hilberînê kir :

Şirketên ji vê rewşê aciz yên wek Gulf, Philips, Amoco, Texaco, Socal û yên din li pey hev, dev ji rezervan berdan (û terka welêt kirin). Şirketa dewletê, Libyan National Oil Company (LNOC), ku li gor ekola amerîkî ava bûbû, bêdijwarî ji nû ve dest bi hilberînê kir. Di deh salan de, hatinîya welêt pênc caran zêde bû û di 1979ê de, dahata serê mirovî gihîşt 10 000 dolaran.

Dijwarî dê ji alîyê siyasî de bên. Di çileya pêşîn a 1979ê de, Wezareta Karê Derve ya DYAyê lîsteya xwe ya pêşîn a dewletên ku piştgirîya terorê dikin belav dike. Libya, bi taybetî jî ji ber piştgirîya xwe ya ji bo tevgerên filistînî yên radîkal, di serê lîsteyê de cih girt. Piştî wê bi demeke kurt, Washingtonê balyozxaneya xwe ya li Trablûsê girt, paşê jî kirîna petrola xam a libyayî li hevwelatîyên amerîkî qedexe kir. Di encamê de, di hezîrana 1986ê de, hemî bazirganîya bi Cemahîrîyê re (pêyva nû ya ji du peyvên erebî pêkhatî, komar û girseyên gel) neqanûnî îlan kir.

Xewna riyeke sêyem a gerdûnî, Lockerbie û ambargo

Di 21ê çileya pêşîn a 1988ê de êrişa li dijî Boîngeke 747 a Panama li ser Lockerbie, paşê di çirîya paşîn a 1989ê de li dijî DC10 a şirketa fransî UTA, bû sedema mueyîdeyên navneteweyî ku dê tesîra xwe li senaîya petrolê ya libyayî bikira. Ev jî dikeve ser dijwarîyên din ên weke kêmbûna kûrê navneteweyî yê petrola xam, giranîya şantîyeyên weke yên dema Feraûn an jî ber bi xerabûnê ve çûna rewşa aborî ya netewî, ji ber pêkanîna tawsiyeyên Pirtûka Kesk -namîlkeyeke anarko kolektivist a kûr û dirêj ku ji alî rêberê şoreşê ve hatibû amade kirin û di navbera kapîtalizm û marksîzmê de xewna riyeke sêyem a gerdûnî didît.

Ger LNOC ji bo ku li şûna bazarên jidestçûyî yên ji Atlantîkê wê de bi cî bike, bi hêsanî bazarên nû li Ewropa, li Tirkiye û Brezîlyayê dibîne, ambargo zextê dixe ser planên wê yên pêşketina di warê keşfa petrokîmya û gaza xwezayî de. Ji ber neşiyana ber bixwevekişandina sermîyanên rojavayî, teknolojî, kabîlîyeta karkirinê û techîzatên "malê amerîka", projeyên mezin rawestiyan. Ji bo di ser Tûnis û Misirê re pûçkirina ambargoyê şebeke tam bi cî bûne, lê divîya bihayekî mezin ji bo fêlbazên ehlî kar bihata dayin ku li her du peravên derya spî jî peyde dibûn. Bihayê civateya herî piçûk li gor yê berî 1986ê pênc şeş caran zêdetir bûye. Her ku diçe rezerv kêm dibin û ger mirov bixwaze xwe ji helîyana hilberînê biparêze, ji nû ve peydekirina petrolê karekî zarûrî ye.

Perîyoda 1992-1999ê bi taybetî jî dewreke biêş û azar e. Mezinbûna aborîyê dihele (salane % 0,8) û dahata serê mirov jî % 20 dadikeve. Dengê kesên ji vê rewşê nerazî her ku diçe bilindtir dibe, serhildan bi taybetî jî li Cirenaykê dest pê dike û handanên hilweşandina rejîmê qat bi qat zêde dibin. Ji bo serheng Qedafî êdî ji desthilanîn ketiye. Şerm û fedîya wî nema ye, merivên xwe yên bi êrişa Lockerbieyê hatine tawanbar kirin, teslîmî desthilata birîtanî dike, heqê xwîna du sed û heftê qurbanîyên vê bûyerê qurûş bi qurûş dide (heqê sed û heftê qurbanîyên DC10 d’UTAyê hinekî ji yên navbihurî kêmtir dide). Piştî 11ê Îlona 2001ê, Trablus bêqeydûşert li pişt Washingtonê radiweste û di nav partîzanên li dijî terorîzma îslamî de cihê xwe digire. Di encamê de, Muamer Qedafi, di 2003yê de, piştî yekîneyên zirxî yên amerîkî dikevin Bexdayê, li hemberî raya giştî diyar dike ku dev ji projeya çekên nukleer berdaye.

% 10ê petrola Yekîtîya Ewropî ji Lîbyayê tê

Di 13ê çirîya paşîn a 2003yê de, mueyîdeyên dawîn ên navneteweyî radibin û ji bo ji nû ve destpêkirina hilberîna petrolê rê vedibe. Qedafi dixwaze bilez hilberînê duqat bike, wê derxe mistewaya rojê ji sê milyon varîlan bêtir, ku ev yek bi rastî ji bo Îran û endameke xwedî giranî ya Rêxistina Welatên Îxracker ên Petrolê (OPEC), kartela ku nirxê zêr ê reş diyar dike jî heq e. Di tebaxa 2004ê de, LNOC panzde ruxsetên lêgerînê derxistin mazatê. Herkesî "xwe avêtiyê". Sed û bîst şirketan ji daxwaza kirînê diyar kir, ku piranîya wan dêwên amerîkî û brîtanî bûn û di 1986ê de, hergîz bêyî ku netewî bibin, Libya terk kiribûn. Ji 15an, 11 "parçên mezin" bûn para amerîkîyan (Occidental, Amerada Hess, Chevron Texaco). Tevî ku dema mueyîdeyan pitşgirîya wê jî kiribûn, desthilatê, li dijî berjewendîyên şirketên ewropî yên weke Totalê, careke din ji bo senaîya xwe pêşikî da lihevkirina bazirganên petrolê yên ji Atlantîkê wê de(6).

Ji alîyê xwe ve, tevî ku şert dijwar in jî –dema îmzekirinê 133 milyon dolar hewale, bi kêmanî 300 milyon jî ji bo mesrefên derxistinê divê- şirketên navneteweyî bi bêsebrî û ji bo karekê mutewazî di cîyê xwe de diqepiçîn. Di rewşa herî baş de, ji wan re dê % 38,9ê hilberînê bimîne, lê bi awayekî misogertir bi zorê % 10,8.

Ev heyranîya berdewam ya dil ji bo dil a di navbera şirketên ji yên herî piçûk ta bi yên herî mezin, û welatekî weke Libyayê ji bo wan ewqas zehmet, ji bo çi bû? Miheqeq, kalîteya petrola wê ya xam pir baş e û rezerv nêzîkî navendên rafînekir yên ewropî, yên herî girîng li dinyayê ne. Halê hazir petrola libyayî li dora % 15ê serfîyata giştî ya Fransayê û % 10ê kêmtir a Yekîtîya Ewropayî pêk tîne.

Lê, bi taybetî jî dengeya hêzê, di maweyê nîv sedsalê de serûbin bûye. Di sala 1960ê de, şirketên serekî, ku piranîya wan anglo-sakson bûn, para herî mezin a hilberîna nekomunîst kontrol dikirin. Îro, şirketên netewî yên welatên xwedî petrol şûna wan girtine (7). Ji îro pê ve xwedîyên petrola bin erdê, heta ku pêdivîya wan ji bo demeke bingehîn a çalakîyên petrolê bi şirketên navneteweyî hebe jî, gîhiştina wê her ew bixwe kontrol dikin: Her weha dîtin û ruxsetkirina rezervên nû jî.

Li petrolê geriyan karekî bi rîsk e, li mirov biha dibe mal, sermîyanên mezin û kapasîteyên teknolojîk ên bilind jêre divên.

Şirketên neteweyî ji herduyan jî bêpar in; ne sermîyanê wan ne jî teknolojîya wan heye. Pereyê ku ew qazanc dikin, bi awayekî giştî ji derveyî senaîya petrolê ya neteweyî, li cîyên din tê serf kirin (malbata Qedafî –5 kur û keçek- ji para xwe bêtir distîne) û herêma wan a çalakîyê bixwe jî sînorên wan derbas nake. Ji derkirin, şoreş û netewîkirinan wê de, Qedafî hebe jî û nebe jî, bivênevê yek wê rastî ya din bê.

Çavkanî

Jean-Pierre Séréni*: Rojnamevan

  1. CNN, 21ê nîsana 1986ê
  2. Ruth First, Libya, the elusive revolution (Lîbya, Şoreşa ku Zehmet e Mirov Fêm Bike), Penguin Books, Londres, 1974, rûpel 187
  3. Ji her 7 xuşkan re her weha "Majors" jî dibêjin, ku ji çar şirketên amerîkî yên li Erebistana Siudîyê di nav Aramco (Exxon, Mobil, Chevron et Texaco) de ne, li gel Gulfa amerîkî û Shell û BPya brîtanî
  4. Daniel Yergin, The prize, the epic quest for oil, money and power (Buha, li Petrolê Gerîna Epîk, Pere û Hêz), Simon & Schuster, New York, 1991, r. 578
  5. Di navbera 1929 û 1932yê de hatiye ava kirin ji bo ku para bazara cîhanî ya di hilberîna petrola xam û belavkirina berhemên petrolê de bicemidîne, Kartel ji alî Standard Oil (Exxon), Shell, Anglo-Iranian (bû BP), Socony (Mobil, Gulf, Atlantic û Sinclair ve hatiye ava kirin. Wê destûr da ku bihayê petrola xam heta destpêka salên 70yê bê cemidandin
  6. Dirk Vandewalle, A Modern history of Libya (Dîrokeke modern a Lîbyayê), Cambridge University Press, 2006, r. 189
  7. "Dewlet dev ji çekê petrolê berdidin" bixwîne, Le Monde diplomatique, adara 2007ê

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr