Peydabûna blokeka atomê li Rojhilatê Ewropayê

Welatên ku di warê misogerkirina serxwebûna xwe de fikaran dikin
Translator
Tevî ku Almanya bi darê zorê jî be bernameya xwe ya destberdana ji enerjîya nukleer bi rê ve dibe, cîranên wê yên li rojhilat ji nû ve dest bi avakirina reaktoran dikin. Ji bo Macaristan, Polonya (Lehistan), Komara Çekê û Slovakyayê mesele bidestxistina serxwebûna wan ya enerjetîk ji gaza rûs e. Lê belê Moskova wê bi dilê xwe reaktorên nukleer bifiroşe kevne-dûvikên xwe...

Janos Hajdú yê bi simbêlên bi tertîb û awirên hişk razîbûneka jidil nîşan dide: "Santrala nukleer tiştê herî baş e ku hatî serê me". Di bin buroya xwe de şaredarê Paksê alayeka bajarê xwe daliqandîye ku li ser wê sembola atomê ya sîmkirî heye. "Paks bajarekî piçûk e ku hejmara xelkê wê nozdeh hezar û pênc sed e, lê belê mûçe ji navînîya neteweyî pir zêdetir in û binesazîya me ya kalîteya herî baş e. Meriv ji seranserê welêt tên da ku santralê [ya nukleer] bibînin. Ev serfirazîya me ye." Li ser peravên Tûnayê li navenda Macaristanê dîyar e nukleer ne mijara nîqaşan e. Alîgirê dildar yê enerjîya atomê Hajdú, yê ku cara sêyem li ser hev wekî şaredar di çirîya pêşîna 2010an de hat hilbijartin, îsbata vê yekê ye. "Hikûmet niha behsa mezinkirina santralê dike. Em bêsebir li benda vê ne, loma welat hingê wê bêhtir serbixwe be di warê enerjîyê de û bajar jî wê dînamîktir be."

Hevkarîyeka ji serdema sovyetî mayî

 

Kêmtirî pênc kîlometreyan dûrî wir, li destpêka rêyeka piçûk ya herdu alîyên wê bi dar, du blokên yek ji wan keskekî mat yê MVM Paksi Atomerőmű, santrala nukleer ya Paksê, bi tevahîya kapasîteya xwe dixebitin. Berpirsê ragihandinê yê vê beşa şirketê Csaba Dohóczki bi kêfxweşî dixwaze me qaneh bike û dilê me rehet bike ku ewlekarîya qadê di asta herî jor de ye. "Bêhtirî du hezar û çar sed kesî li vir dixebitin. Hûn dibînin, ev der cihekî bi rastî yê karkirên mîna mîroyan in." Piştî kontrolên bi lez ew mêvanan dibe holikên li hev digerin ên bloka reaktorên hejmara 1 û 2yê. Li vir nîsana 2003yê rûdanek qewimî ku li gorî pîvana navneteweyî ya rûdanên nukleer (international nuclear event scale, INES) wekî di asta sêyem de hat nirxandin (1), vê bûyerê di dema ji nû ve dagirtina sotemenîyan ya salane ya reaktora 2yan de da der, ev reaktor hingê nêzî hejdeh mehan girtî ma. "Rayedarên ewlekarîyê yên macar û navneteweyî ji bo ji nû ve destpêkirina hilberînê destek dan me. Destpêka sala 2012an me bêyî zehmetî testên tirûşê (ragirbar)yên komîsyona ewropî derbas kirin. Û dawîya salê dema xebitîna reaktora hejmar 1 hate dirêjkirin heta bi sala 2032yan. Ez van dibêjim ji bo ku nîşan bidim gelek bawerî bi me tê anîn."

 

Dema ku meriv dikeve odeya çavdêrîyê ya ku ji hola pir mezin ya reaktoran dibihure tona dengê wî hîna bêhtir eqlîselîm dibe, Dohóczkî îşaret bi reaktoran dike û rave dike: "di nava van dîwaran de çar reaktorên me ji sedî 43yê elektrîka welêt hildiberînin. Em şefafîyeka herî zêde tercîh dikin, lewre ne bi tenê misogerkirina desteka cîranên me lê belê ya xelkê me bi giştî jî berîya hertiştî tê." Destekeka ku weha dîyar e hikûmeta macar wekî bidestxistî dibîne. Ew ketîye nav xebatên avakirina du reaktorên nû li Paksê bi armanca ku ji niha heta sala 2025an beşa nukleerê di hilberîna elektrîkê ya welêt de bigihijîne % 60î. Di nava Yekîtîyeka Ewropayê de ku her diçe bêhtir bi tedbîr e derbarê qencî û xêrên atomê de piştî felaketa li Fukuşîmayê li Japonyayê adara 2011an rûdayî, ev înîsîyatîf dikare merivî metelmayî bihêle. Sîyaseta Budapeşteyê êdî di nava meyleka herêmî de ye. Macaristan, Polonya (Lehistan), Komara Çekê û Slovakya ango herçar welatên ku koma Visegrádê yan jî V4ê (nivîsa di çarçoveyê de ya li jêr bixwîne) pêk tînin, nukleerê dikin yek ji hêmanên sereke yên sîyaseta xwe ya enerjîyê û amûreka azadbûna ji îtxalkirinên hîdrokarbûrên rûs. Rehên vê meyilê xwe heta bi hevkarîya rejîmên kevne-bloka sosyalîst berdidin. Ji 1958an ve Çekoslovakyaya îro nîne dest bi avakirina reaktora xwe ya yekem ya şêwazê ceribandinê ks 150/a-1ê li Jaslovské Bohuniceê kiribû. (2) Piranîya wan di salên 1980yî de dest bi xebatê kirî îro li welêt çardeh reaktorên tîpa VVer yên bi ava şid yên bi îlhama sovyetî li pênc santralan aktîf in: Paks li Macaristanê, Jaslovské Bohunice û Mochovce li Slovakyayê (çar reaktor % 54ê elektrîka welêt hildiberînin), Dukovany û Temelín li Komara Çekê (şeş reaktor % 33yê hilberîna elektrîkê ya welêt pêk tînin). Wekî reakora hejmar 1 ya Paksê rayedar dixwazin dema xebitîna piranîya van reaktoran ji bo demeka dirêj dirêj bikin. Û ew herweha pêş dibînin ku kapasîteyên hilberînê yên nû li yên heyî zêde bikin, wekî du VVer-440/V-213 yên li Mochovce yên ku divê ji niha heta bi dawîya 2014an dest bi hilberîna elektrîkê bikin. Du reaktorên nû divê li Temelínê jî werin zêdekirin, yek li Dukovanyê û didu jî li Jaslovské Bohuniceê.

 

Komara Gel Polonya (Lehistan),  bi xwe hingê dereng mabû ku dest bi avakirina yekem santrala xwe ya li Zarnowiecê ya li peravên derya Baltîkê bike. Tesîra teqîna reaktora hejmar 4 ya Çernobîlê di nîsana 1986an de, ya guhertinên sîyasî û aborî yên dawîya salên 1980yî kirin, zora projeyê birin. Avakirina santralê kanûna 1990î hat rawestandin û ekîpmanên ji bo santralê jî hatin firotin. Dohóczki bi girnijîn dibêje "ev ji bo Paksê xêra Xwedê bû ku curnê reaktorekê bi erzanî kirî". Birêveberîya polonî (lehî) ya ku ji gelek salan ve hewl dide hilberîna xwe ya elektrîkî pircure bike ya ku halê hazir % 86.5 girêdayî komirê ye, bernameyeka bipêşxistina enerjîya nukleer da destpêkirin ya ku avakirina du santralan heta bi sala 2025an pêş dibîne.

Di nava xelkê de tevgera mixalefetê nîne

 

Koma Visegrád xwe disipêre destekeka ji rêûresmê ya xurt ya xelkê. Adara 2010an ewrobarometreya li ser mijara "ewropî û ewlekarîya nukleer" eşkere kir ku ji kesên pirs ji wan hatî kirin li Komara Çekê % 86ê, li Slovakyayê %76ê û li Macaristanê % 70yî destek dan dewama zêdekirina beşa nukleerê di nava hilberîna enerjîyê de. Bi awayekî xemgîn kevne birêveberê Partîya Kesk ya çekî Strana Zelených lê mikur tê ku "ji felaketa Fukuşîmayê û vir ve tu lêkolîneka mezin ya wekî vê nehatîye kirin ku meriv karibe li ber hev bigire, ji tirsa ku lêkolîneka bi vî rengî redkirineka mezin eşkere bike. Lê piştî ku nêzî du salan jî di ser re bihurîn tu tevgera xurt ya mixalefetê çênebû."

 

Ji bilî heşt parlemanterên partîya macar Sîyaseteka din Mimkin e (Lehet Más a Politika, IMP) di parlemanên neteweyî yên V4ê de kursîyên tu partîya hawîrdorparêz nînin. Patocka tesbît dike ku "ev rewş li gorî cîranên me yên awûsturyayî, wan sala 1978an bi referandûmê vegera li nukleerê red kiribû û nexasim jî alman û Energie Wende [Werçerxa Enerjîyê] ya wan me dixe nava halekî ne xweş". Hikûmeta Angela Merkel hezîrana 2011an biryar da ku ji hevdeh reaktorên alman heştan demlidest bigire û her diçe bêhtir hilberandina elektrîkê bi rêya nukleerê kêm bike, heta bi sala 2022yan bi tevahî rawestîne. Vê biryara dîrokî qet nebe di warê retorîkê de perspektîfên ji bo atomê li nava Yekîtîya Ewropayê xistin ber lêpirsînê û qismî rave dike ka çima hilbijêrên lîtwanî û bulgar red kirin li ser erdên wan santralên nû yên nukleer werin avakirin. (4)

 

Li kevîya Ewropayeka dudilî, endamên V4ê "blokeka atomê" ya nû pêk tînin ku ji wan tê meyilên xwe bidin qebûlkirin. Şêwirmendê taybet li cem wezareta aborîyê ya slovak Kristián Takác tîne bîra xwe ku "Slovakya divîyabû biryara girtina du reaktorên xwe li Jaslovské Bohuniceê bide, lewre ev şertekî endametîya wê ya Yekîtîya Ewropayê bû. Pisporên me bi xwe guman dikirin ji pêwîstîya girtina van reaktoran. Û di encama girtina van reaktoran de Slovakya bû welatekî ku safî elektrîkê îtxal dike." Çawa ku rewş li Komara Çekê wisa ye, li Slovakyayê jî projeyên berfirehkirina nukleerê xwe dispêrin motîvasyoneka bidestxistina serxwebûna enerjetîk, lê belê her weha bi perspektîfa firotina elektrîkê ber bi welatên cîran ve jî. Takác yê ku xwe dûr digire ji sîyaseta Berlînê, pêş dibîne ku "bêyî kapasîteyên xwe yên nukleer di demeka kin de wê li Almanyayê pêdivîyeka zêde dibe ya peydakirina elektrîkê peyda bibe. Em dê amade bin ji bo ku vê elektrîkê jêre tedarik bikin."

Avahîyeka alîkarîya dualî

 

Sala 1991ê dema civîneka bilind ya di navbera Macaristan, Polonya û Çekoslovakyayê li Qesra ji serdema navîn Visegrádê (Macaristan) koma

 

Visegrádê (V4) ji dayik bû. Di destpêkê de wekî avahîyeka alîkarîya dualî ji bo întegrasyona ewropî ya herêmeka hîna nû ji wesayeta sovyetî azadbûyî hatibû sêwirandin. Kom piştî endametîya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) û Yekîtîya Ewropayê ya her çar welatan jî li ser xwe ma û veguherî forumeka navhikûmetî. Sazîyên wê yên mayînde nînin, lê belê serokatîyeka wê ya salane dorveger û Fona Navneteweyî ya Visegrádê heye. Sala 2012an ev fon 7 milyon ewro bû û ji bûrsên perwerdeyê, subvansîyona hunerî û çandî re veqetandî ye.

 

Hevkarîya V4ê li ser mijarên dîyar e, yên wekî perwerde û bergirîyê. Adara 2013an damezrandina hêzeka eskerî ya destwerdanê ya ji sê hezar eskeran pêkhatî ku ji niha heta 2016an wê amade be ji bo wezîfeyan hat ragihandin. Ev înîsîyatîfeka hevpar e bi sêbereya Weimarê re ye ku Fransa, Almanya û Polonyayê tîne cem hev. Hewldanên ji bo avakirina qadeka herêmî ya enerjetîk bi xwe hîna jî di pratîkê de tune ne.

H.B. û S.G.

Û enerjîyên ku dikarin werin nûkirin?

 

 

"Komir enerjîya sedsala 19an bû, nukleer a sedsala 20î bû, welatên herî bipêşketî yên ewropî piştrast dikin ku enerjîyên dikarin werin nûkirin yên sedsala 21ê ne. Hikûmeta Polonyayê tu tiştî nake ji bo ku xwe ji girêdana bi komirê ve xilas bike û bi ser de jî ew dixwaze derbasî enerjîya nukleer bibe? Tu maneya vê yekê nîne!" Ev gotinên hevdamezrênerê partîya polonî

 

Zieloni 2004 (Kesk 2004) Dariusz Swzed in. Ew zivêr ye nexasim ji ber "nebûna bîrewerîya hawîrdorparêz" ya hikûmeta Donald Tusk û bi giştî ya birêveberên koma Visegrádê (V4). Ev welat jî bêguman dixwazin para enerjîyên dikarin werin nûkirin çi aşên bayî bin, çi panelên tavê bin, çi jî ji girseyên bîyo bin di hilberîna elektrîkê de heta bi sala 2020î zêde bikin. Lê belê dildarîya wan nagihe hedefên stratejîya Ewropa 2020î, ya ku li gorî wê divê hingê % 20ê elektrîka Yekîtîya Ewropayê ji enerjîyên dikarin werin nûkirin be. Polonya ji bo heman mohletê danîye ber xwe ku % 15.48ê enerjîya xwe ji enerjîyên dikarin werin nûkirin pêk werin, armanca wê ji bo sala 2030î jî rêjeya %16 e. Swzed weha pêde diçe: "Heke Yekîtîya Ewropayê nebe dê li vê herêmê bi tu awayî enerjîyên dikarin werin nûkirin bi pêş nekevin. Heyranîya ji bo nukleerê xwenîşandaneka eseh ya ‘korpokratîya’ em têde dijîn e. Tu berjewendîya şirketên mezin ên pîşesazîyê têde nîne ku cihê hilberandina enerjîyê ji deverekê were belavkirinî gelek deveran. Tevî ku bi gihandina hev ya enerjîyên dikarin werin nûkirin û bidestxistinên karîgerîya enerjetîk em dibin xwedîyê wê derfetê ku em nekin welatî bitenê bibin serfkerên besît, lê belê bibin ‘prosomator’ [peyvek e ku serfkerên profesyonel yan jî serfkerên hilberîner bi nav dike] û hîmên demokrasîyeka enerjetîk deynin." Li gorî lêkolîneka rêxistina nehikûmetî (NGO) ya bi navê Koalîsyona ji bo Avhewayê (Koalicja Klimatyczna), meriv dikare qet nebe % 19ê elektrîka polonî heta bi 2020î ji enerjîyên dikarin werin nûkirin peyda bike û pêre jî zêdebûneka salê % 2yê jî misoger bike.

 

Li gorî misteşara aborî û sefîra ji bo enerjîya nukleer Hanna Trojanowska ev texmîneka ne realîst e: "enerjîyên dikarin werin nûkirin ji bo siberoja me girîng in. Lê belê ji ber kapasîteya wan ya pir lawaz dê tu carî nikaribin şûna santralan bigirin." Berpirsîyara kalîte û ewlekarîyê ya reaktorên siberojê yên hejmar 3 û hejmar 4 yên li Temelínê yên Şirketên Enerjîyê yên Çekî (Ceské Energetické Závody, CEZ; şirketa enerjîyê ya li bazara çekî serdest) Iva Kubánová jî hemfikir e: "Li cihên ku guncaw bû CEZê pere razandin li enerjîyên dikarin werin nûkirin. Yek ji parkên herî mezin ên aşên bayî ji bo hilberandina elektrîkê ya me ye, li devera Romanyayê Fântânele-Cogealacê ye. Lê belê li welatê me potansîyel û derfet pir kêmtir in û bihayê hilberîna elektrîkê û sûdwergirtina ji van enerjîyan pir zêdetir e." Ji Greenpeaceê Jan Haverkamp vê yekê weha ji hev derdixe: "Nexwe li Romanyayê tu berjewendîya CEZê di nukleerê de nîne. Lê belê li Komara Çekê di navbera 2009 û 2011an de şirketê bi hikûmetê re pêngaveka lihevçêkirî ya panoyên fotovoltaîk organîze kir. Mesrefên vê bi awayekî beredayî ji subvansîyonên dewletê hatin dayîn. Randimaneka kêm ya pererazandinan û bawerîpêneanîneka hema hema giştî ya bi enerjîya tavikê. Ev yek pir baş li wan eşkere dike: li herêmê em dê tu şans û derfetê nedin enerjîyên dikarin werin nûkirin."

 

H.B. û S.G.

Almanya, cîranê zivêrker

yê dijnukleerê

 

"Werçerxa enerjetîk" li herêmê encamên hêjayî behskirinê bi xwe re tîne. Berdevkê hikûmeta çek ji bo firehkirina santrala Temelínê Václav Bartuska weha rexneyan dike: "Tevna belavkirina elektrîkê ya almanan ne li gorî pêldayînên xurt yên di transîta di navbera zevîyên aşên bayî yên elektrîkê yên mezin yên bakur û navendên pêşesazîyê yên başûr de ye. (5) Derengmayîn û astengîyên ku fikaran bi meriv re çêdikin li ser tevnên polonî (lehî ) û çekî xwe didin der." Polonî (lehî) û çekî hewl didin tranformator û "dabeşkerên qedemeyan" li ser sînorên xwe yên bi Almanyayê re deynin da ku van cereyanên elektrîkê yên bêîstîqrar bihewînin û pêşîyê bigirin li zêdegermbûneka nekontrolkirî. "Tevî ku em behsa zexmkirina bazareka ewropî ya enerjîyê dikin, ev tercîhek e, em hew dikarin wekî ku alman dikin bi awayekî egoîst û bêyî şêwirîn [dewam bikin]." Komara Çekê ev cara yekem nîne ku bi cîranên xwe re tê hember hev. Avakirina santrala Temelínê ber bi dawîya salên 1990î ve bûbû sedema protestoyên xurt yên alman û awûsturyayîyan. Li alîyekî çalakîyên rêxistinên dijnukleer hebûn, yên ku îlona 2000î wekî mînak bîst û şeş derîyên sînor yên di navbera Awûsturya û Komara Çekê de asê kirin, li alîyê din berdevkê hikûmeta Awûsturyayê yê mijara karên nukleer Andreas Molin rexne li pîvanên ewlekarîyê yên Temelínê girtin û xwest ku pîvanên wê yên ewlekarîyê bigihin asta santralên Almanyayê ku wekî yên herî ewle yên li Ewropayê navdar in. Şefê departmana endezyarîyê ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) li Vîyanayê Pal Vincze gazinan dike ku "pir gotegot hebûn li ser santralên van welatên ‘nû’. (6) Gelek qarewar kirin bîla sedem. Di gelek mijaran de şertên wan yên ewlekarîyê bi gelekî bipêşketîtir in ji yên santralên welatên din yên ewropî."

Ji bo Polonyayê meseleyeka serfirazîya neteweyî

Tevî hertiştî weha dîyar e ku rengekî gumanbirinê li herdu alîyên sînor jî dimîne. Li holikên wezareta hawîrdorê li Vîyanayê li ser her derîyî mohrek heye ku dibêje "atomfrei!" ("bêatom, bênukleer"). Li buroya xwe Molin bi newayeka hînker hîna jî helwêsta xwe diparêze. "Belê, ewlekarîya santralên ku hema li alîyê din yê sînorên me dixebitin me elaqedar dikin. Na em dersê nadin cîranê xwe." Ew dîsa jî venaşêre razîbûna xwe ji înîsîyatîfeka nû ya hikûmetê ya ku armanca wê ew e li Awûsturyayê "sertîfîkayên cih û şûna hilberînê" bide elektrîka ji derve tê kirîn da ku misoger bike ev elektrîk li santraleka nukleer nehatîye hilberandin. Sîstemeka tevlîhev ya ku welatên cîran red dikin û rexne dikin wekî awayekî nû yê destwerdana Vîyanayê ya nav sîyaseta wan ya enerjetîk. Molin xwe weha diparêze: "Wekî serfker em bi tenê doza ewlekarîyeka kalîteyê dikin. Em hez dikin serketinên xwe yên di mijara [enerjî-] ya dikare were nûkirin de biparêzin. Û heke sîstemeka bi vî rengî bike ku dabînker enerjîyên paqij hilberînin, hingê ev jî çêtir e."

 

Li alîyê din yê sînor, li Komara Çekê, [enerjî-] yên dikarin werin nûkirin dikin ku meriv diranên xwe bisîqirînin û ev mijar wan zivêr dike (nivîsa di çarçoveyê de ya li jêr bixwîne). Berpirsîyara kalîte û ewlekarîyê ya reaktorên hejmar 3 û hejmar 4 yên ku wê siberojê li santrala Temelínê li Şirketên Çekî yên Enerjîyê (Ceské Energetické Závody, CEZ; şirketa li ser bazara çekê serdest) werin avakirin, Iva Kubánová dibêje "Ne ku bi tenê welatê me ne xwedîyê hêza avê ya awûsturyayî û hêza bayî ya alman e, em her weha dibînin ku ev [enerjî] têr [-a me] nakin. Heta bi almanan santralên xwe yên komirê ji nû ve vedikin da ku cihê rawestandina reaktorên xwe dagirin! Ez di vê yekê de mînakeka baş ya bipêşketina ‘hawîrdorparêz’ nabînim. Li Komara Çekê meriv digihêje nukleerê, meriv dikare pê piştrast be û nukleer paqij e."

 

Wekî Magyar Villamos Műve (MVM) li Macaristanê û Slovenské Elektrárne – ENEL li Slovakyayê (7), şirketa çek derfetan dide xwe da ku nirxê argumanên xwe zêde bike. Li gundê Temelín, herî kêm sê kîlometreyan dûrî santralê logoya porteqalî ya CEZê (Ceské Energetické Závody: Şirketên Çekî yên Enerjîyê ) li her deverî heye, li ser avahîyên klûba futbolê û bar-restoranan jî. Sala 2011an şirketê 432.7 milyon kronên çekî (qederê 16.8 milyar ewroyî) li bernameyên sponsorîyê xerc kirin, nexasim jî li herêmên santral li wan bi cih. Kubánová rave dike: "Em hez dikin ku wekî cîranên baş werin dîtin. Ev tiştekî normal e ku em beşdarî jîyana deverên em behsa wan dikin, dibin."

 

Berpirsîyarê gelek kampanyayên dijnukleerê ji bo rêxistina nehikûmetî (NGO) Greenpeaceê û zilamê ku şirketên enerjîyê yên herêmî çavreşî avêtîyê Jan Heverkamp yekser red dike "Ev propaganda ye. Armanca kampanyayên wan yên agahdarkirinê yên bi hewas ew e ku bi rêya A û Byê nîşan bidin ku nukleer ewle ye û çareserîyên guherînê yên bawerî bi wan were nînin. Û pêre jî ew bi bexş û alîkarîyên mezin raya giştî dikirin."

 

Ev arguman li bakurtir tedbîqkeran peyda dike, hikûmeta Polonyayê û Polska Grupa Energetyczna (PGE sa, Şirketa Enerjîyê ya Polonyayê) ango hilberînera sereke ya elektrîkê ya welêt rêze-çalakîyên şêwrê li ser pêkanîna bernameya enerjîya nukleer ya çileya 2011an hatî qebûlkirin, dan destpêkirin. Li gorî serokwezîr Donald Tusk ji bo avakirina du santralan yên ku wê du caran 6 000 megawatt (MW) elektrîkê hilberînin, 40 milyar zlotys (qederê 9.6 milyar ewroyî) lazim in. Misteşara dewletê li ser mijara aborîyê û sefîra ji bo enerjîya nukleer Hanna Trojanowska îdîa dike: "Em pêş dibînin ku reaktora pêşî ji niha heta bi 2023-2024an bixin dewrê."Ew qebûl dike ku ev proje bi dawî bibe jî santral bi tenê wê % 17ê elektrîka welêt hilberînin. Berdevkê Ruch Palikota (Tevgera Palikot) li Sejm (Meclîs) ango baskê jêr yê Parlemanê Andrzej Rozenek îşaret bi alîyekî din dike: "Polonya  welatê mezin yê ewropî yê dawî ye ku ‘ezmûna wî ya nukleer’ çênebûye. Ez bawer nakim ku ev proje xwe dispêre pêdivîyeka bi rastî, ev bêhtir meseleyeka serfirazîya neteweyî ye." Tevî ku piranîya hêzên sîyasî li Polonyayê pişta hilberandina enerjîya nukleer digirin jî, atom li gorî welatên V4ê dîyar e kêmtir cihê lihevkirineka giştî ye. Bi tenê % 52yê xelkê welêt dawîya sala 2012an destek dan bernameya nukleer û ev bername li bin guhê mixalefeteka xurt dikeve nexasim jî di mijara neqandina cihên avakirina santralan de. Hevdamezrênera think tanka bi navê Zielony Instytut (Enstîtuya Kesk) Beata Maciejewska dibêje: "şênîyên gundê Gaski bi rêya referandûmê li dijî bicihkirina santralê li ser erdên şaredarîya wan, bi awayekî zelal gotina xwe kirin. Ji ber ku hikûmeta polonî ji xwe re dibêje demokratîk ne mimkin e ku vê tune bihesibîne." Trojanowska bi xwe li referandûmeka neteweyî nafikre, lê belê dilan xweş dike ku bi kampanyaya "agahdarkirin û perwerdeyê" ya ku ew bi rê ve dibe, hêdî hêdî desteka ji projeyê re zêde dibe. Kampanyayeka ku li Polonyayê jî "propaganda" ye li gorî Maciejewska ya ku "serhişkîya" hikûmetê wekî "nexasim jî di vê dema hêdîbûna mezinbûna aborîyê de bê mane ye" rexne dike.

Îsnadên bazarê yên pir sîyasî

Polonyaya ku sala 2012-2013an serokatîya dorveger ya koma Visegrádê dike, di nava karên xwe yên li pêş de "bipêşdebirina nukleerê wekî çavkanîya enerjîyê ya wekhev [e bi çavkanîyên din re]" û damezrandina komeka xebatê ya navhikûmetî ya li ser mijarê danî. Tevî întegrasyona hîna nû ya bazarên enerjîyê yên çekî, slovakî û macar jî modernkirin û başkirina girêdanên di navbera welatên herêmê de, şert û mercên herêmîkirineka bi rastî ya nukleerê ne di rojevê de ne. Delegeyê Komîserîya Enerjîya Atomî (AEC) ji bo herêmê Gérard Cognet dibêje, "herkes doza santrala xwe dike. Lê belê heke hemû werin avakirin, hemû nikarin elektrîkê bifiroşin Almanyayê, tevî ku mestereya wan ya aborî xwe disipêre îxracatê." Ya ku divê hîna were zanîn jî ew e, ka kî wê santral û reaktorên wan ava bike. Fransa pir angaje ye ji bo bipêşketina pîşesazîya nukleer li Polonyayê piştî hevdîtineka Tusk bi Nicolas Sarkozy re 5ê çirîya paşîna 2009an. Areva û hevkarê wê Electricité de France (EDF) pêşnîyar dikin ku reaktorên bi ava bi şid ên ewropî (Evolutionary Power Reactor, EPR) ava bikin û di nava yên ku werin neqandin de ji favorîyan tên hesibandin, li hemberî wan Ge Hitachi ya japono-amerîkî û Westinghause (şirketa japonî Toshiba wê kontrol dike) amerîkî hene. Weşana bangeka tevlîbûna îhaleyê çav li rê ye herî dereng 2015an pêk were. Haverkamp bi kevîyeka devê xwe digirnije û dide zanîn ku "ev banga tevlîbûna îhaleyê ji bo AREVAyê pir heyatî ye."Ev şansê wê yê dawî ye li herêmê. Ew îşaret bi ji îhaleyê derxistina şirketa fransî dike di reqabeta ji bo avakirina reaktorên hejmar 3 û hejmar 4 yên Temelínê de, bi awayê fermî ji ber kêmasîyên pêdivîyên hiqûqî yên prosedura banga pêşnîyarên ji bo îhaleyê. (8) Ji bo Kubánová li dervehiştineka "cihê poşmanîyê û kêm bi serê meriv dikeve" lewre ev banga tevlîbûna îhaleyê wekî gaveka pêşî ji bo projeyên reaktorên din li herêmê tê dîtin ku qismî konsorsîyûma Jadrová Energetická Spolocnost Slovenska (JESS, Şirketa Elektrîka Nukleer ya Slovakyayê) wê hildigrin, Slovaque Jadrová a Vyradovacia Spolocnost (JAVYS, Şirketa Nukleerê û Jihevdexistinê) û CEZ di vê konsorsîyûmê de ne. Di reqabetê de Westinghouse û konsorsîyûmek dimînin; şirketên rûs Atomstroyexport û Gidropress bi şirketa çekî Skoda JS re ya ku bi xwe ji alîyê şirketa rûs ya Fabrîkayên Yekbûyî yên Çerxên Mekîneyî yên Giran (Objedinennye Mashinostroitelnye Zavody, OMZ) ve tê kontrolkirin, vê konsorsîyûmê pêk tînin.

 

Şewirmendê serbixwe yê enerjîyê li Bratislavayê Konstantin Jacoby analîz dike, "dema şirketek lawaz e, li gorî dîyardeya di stratejîya wê ya ragihandinê de, divê meriv li bendê be ku yek ji rikberên wê ji vê sûdê werbigire. Ya ku qewimî jî bi tevahî ev bû." Dema ew vê dibêje, bi hinek sînîzmê bi bîr dixe ku biryarên jeostratejîk ên evqasî mezin êdî hilnakişin astên jor ên sîyasetê, lê belê li gorî qaîdeyên besît ên reqabetê ev biryar tên dayîn. Ew îşaret pê dike ku "rûs ji nû ve weha bûn ku meriv li herêmê nikaribe ji wan bibihure û bigere. Ew xwe disipêrin avantajên girîng ên wekî teknolojîya dixebite yan jî tevnên zanistî û sîyasî yên di salên 1980yî de damezrandî. Wekî din pêşnîyarkirina ‘pakêteka dîyarîyê" jî hêza wan e: avakirin, kontrol-tamîrkirin, birêvebirina çopan û hwd. Heta ew fînansmanekê jî pêşnîyar dikin heke pêdivî pê hebe, çawa ku dîyar e li Macaristanê diqewime." Li pişt vî zilamê pirbêj nexşeyeka kite bi kite ya cihê santralên li kevne deverên sovyetî heye ku xelekên konsantrebûyî pêk tîne ji navenda pîşesazîyê ya rûs û pêve. "Deverên ku em îro ji wan re Ewropaya Navendî û Rojhilat dibêjin ji bo Rûsyayê bazarên xwezayî pêk tînin, yên ku hatine birêxistinkirin ji bo ku deverên hilberînê yên kevne împeretorîyê misoger bikin. Moskova naxwaze serdestîya xwe ji dest bide li ser tevnê heyî."

Şirketa dewletê ya rûs Rosatom di nava gelek karên xwe de her weha ji bo avakirina santraleka li Enklava Kalînîngradê dixebite û pêş dibîne ku sala 2017an wê bixebitîne. Li alîyê Atomstroyexportê ew erk girtîye ser xwe ku santraleka li rojavayê Belarûsê ye tamîr bike û bîne ser halê karibe elektrîkê hilberîne, ev proje para bêhtir bi fonên rûs hatîye fînansekirin, destpêka wê ya xebitînê jî li gorî pêş tê dîtin 2018-2019 e. Elektrîka li van santralan tê hilberandin qismî ji bo îxracatê ye û wê nexşeya enerjetîk ya herêmê ji nû ve dîyar bike, wê Rûsyayê bike dabînkerê elektrîka santralê.

Vegereka nakokane

ya himbêza Rûsyayê

 

Li paytextên din jî ev çalakî tên dîtin. Li Budapeşteyê pispor û endamê berê yê Greenpeaceê Péter Rohonyi ji xwe piştrast e ku du reaktorên bên ên Paksê wê rûs bin: "Tu hikûmeta macar wekî polonîyan kirî serî hilneda li dijî girêdayîbûna enerjetîk ya bi Rûsyayê ve. Uranyûma li Paksê tê bikaranîn hema hema hemû ji Rûsyayê tê." Ew ewqasî pêde diçe ku alîkarîyeka mihtemel ya rûs di fînansmana reaktorên nû yên Paksê de tesewir bike yên ku wê barê dewleta macar ya pirsgirêkên wê yên mezin ên budceyî hene, sivik bike. Ew hinekî bi awayekî provokator ji xwe dipirse: "Em dibînin ku CEZ ne çargurçikî ye çawa ku hez dike xwe lê deyne û ez derveyî îhtîmalan nabînim ku CEZ ji konsorsîyûma JESSyê veqete. Û heke wisa bibe hingê kî wê hevsaran bigire destê xwe?" Ev pirsek e ku Jacoby nikare bersivê bidîyê. Lê belê ji bo wî mesele zelal e: "Ewê ku di îhaleya Temelínê de bi ser keve dê di bazara Rojhilatê Ewropayê de bi ser keve."

 

Welatên koma Visegrádê yên ku êdî li asta mişterîyên girîng ên pîşesazîyeka ewropî ne ku ji qezaya Fukuşîma û vir ve siberoja wê nedîyar e, nakokîyekê nîşan didin: vejîna nukleera ku li herêmê wekî garantîya serxwebûna enerjetîk tê dîtin êdî bi awayekî ji nêz ve bi Rûsyayê ve girêdayî ye. Û dikare dehsalên li pêşîya me jî wisa bimîne .

 

* Rojnamevan

 

 

(1) Heft astên INESê hene ku bi hejmarên 0 heta 7an hatine nîşankirin.

 

(2) Di encama qezayeka di asta INES 4ê de ya ku dema sotemenîyên nukleer dihatin guhertin sala 1977an rûdayî, ev reaktor hatibû girtin. Ew niha ji hev de tê xistin. Du reaktorên VVer-440/V-230 sala 1978 û 1980yî dest bi xebatê kirin. Pîvanên wan ên ewlekarîyê ji alîyê pisporên navneteweyî ve wekî kêm hatibûn nirxandin, ew sala 2006an û 2008an hatin rawestandin.

 

(3) 15 parlemanterên LMP heta bi duparçebûnê li Meclîsê hebûn, piştî çileya 2013an, 7 parlemanterên mixalif êdî xwedî li girêdana xwe ya hawîrdorparêz derdikevin.

 

(4) Li Lîtwanyayê % 64.77ê hilbijêrên di referandûmê de dengê xwe dayî 14ê çirîya pêşîna 2012an li ber avakirina santraleka nû ya nukleer rabûn. Berevajî vê li Bulgaristanê 27ê kanûna paşîna 2013an % 61.49ê hilbijêrên bulgar destek dan projeyeka bi heman rengî. Lê belê ji ber ku rêjeya tevlîbûna  referandûmê % 20.22 bû li şûna ku bigihêje rêjeya pêwîst % 60î, encamên dengdanê hatin betalkirin.

 

(5) Gotara li jêr bixwîne: Aurélien Bernier, "L’acheminement de l’électricité verte, alibi de la privatisation / Bipêşketina elektrîka hawîrdorparêz, bahaneya taybetkirinê", Le Monde diplomatique, gulana 2013an.

 

(6) Gotara li jêr bixwîne: Agnès Sinaï, "Un gendarme du nucléaire bien peu indépendant / Cendirmeyeka nukleer ya pir kêm serbixwe",

Le Monde diplomatique,

çirîya paşîna 2012an.

 

(7) Magyar Villamos M´u´Vek: şirketa elektrîkê ya macar; Slovenské Elektrárne: Elektrîka Slovakyayê. ENEL şirketeka enerjîyê ya îtalî ye.

 

(8) Li gorî birêveberîya AREVAyê, "ev biryara lidervehiştinê bi binpêkirina qanûnên çekî û qaîdeyên bazarên dewletê hatîye dayîn". Sibata 2013an li dijî vê biryarê îtîraz hat kirin. Şirketê dosyeyeka duyem ya mafê poşmanîyê nîvê adarê gihand rayedaran.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê