Peymana transatlantîk, tofaneke ku tehlûke ye ji bo ewropîyan

Ewlekarîya xwarinê, mafê civakî, hawîrdor...
Translator

Nîqaşên li ser peymana pevguherîna serbest di navbera Kanada û Yekîtîya Ewropayê de yên ku sala 2008ê dest pê kiribûn, 18ê çirîya pêşîn bi encam bûn. Ev elameteke baş bû ji bo hikûmeta amerîkî ya ku hêvî dike hevkarîyeke bi heman rengî bi Ewropayê re bibe serî. Ev projeya ku şirketên navneteweyî bi dildarî pişt wê digirin nepenî tê guftûgokirin, ev proje wê destûrê bide van şirketan ku bi rêya dadgerîyê êrîşî dewletan hemûyan bike yên ku serê xwe natewînin li ber pîvanên lîberalîzmê.

Em dikarin lê bifikirin ku şirketên pirneteweyî dozên hiqûqî li dijî hikûmetên ku meyla wan a sîyasî di encamê de kêmkirina kara wan be, didin destpêkirin? Gelo tiştekî normal e ku ew karibin doza tezmînateke zêde bikin – û bistînin – ji ber nebûna miafbûna ji bacê bi destê qanûneke kar a pir ferzker yan jî ji ber qanûneke hawîrdorparêz a pir talanker? Çiqasî ne mimkin xuya bike jî ev ne çîroka do ye. Ew ji niha ve bi nivîskî heye di projeya Peymana Piralî a li ser Veberhênanan (MAI) a ku di navbera 1995 û 1997an de bîst û heft endamên Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî (OECD) bi dizî li ser hevdîtin pêk anîbûn. (1) Di kêlîya dawîyê de hat eşkerekirin, kopyayeke [naveroka] wê li gelek welatan bû sedema pêleke protestoyan a berê nedîtî, vê jî kir ku yên xwestin wê bi pêş ve bixin dê di dexîlokekê de bi cih bikin. Panzdeh salan piştre va ye ew ji nû ve bi kirasekî din vegerîya.

 

Hevkarîya Bazirganî û Veberhênanê ya Transantlantîkê (TTIP) a ku ji tîrmeha 2013an ve li ser hevdîtin pêk tên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê de versîyoneke guherandî ya MAIyê ye. Li gora wê, qanûnên heyî yên li herdu alîyên Atlantîkê divê serê xwe bitewînin li hember pîvanên pevguherîna serbest a ku bi destê şirketên mezin ên ewropî û amerîkî ji bo wan bi xwe hatî bicihkirin, bi zora cezakirinên tîcarî ji bo welatên li ber vê rabin yan jî tezmînateke bi gelek milyon ewroyan ji bo alîyê gilîker.

 

Li gorî teqwîma fermî berîya mohleteke du salan hevdîtin wê bi encam nebin. TTIP hêmanên herî zêde bêyom ên peymanên berê hatî erêkirin bi xirabtirkirina wan tîne cem hev. Heke ew bikeve merîyetê hingê îmtîyazên şirketên pirneteweyî wê xurttir bibin ji qanûnê û destên hikûmetan bi temamî girêbidin. Ew destûrê nade destguherîna sîyasî û seferberkirinên gel, ew ê yan bi rizayê û yan jî bi darê zorê were pêk anîn, lewre hêmanên wê bi tenê heke welatên peyman mohrkirî hemû bi yekdengî razî bin, dikarin werin guhertin. Ew ê li Ewropayê bibe kopyayeke fikr û modalîteyên mestereya asyayî ya bi navê Peymana Hevkarîyê ya Transpasîfîkê (TPP) ku halê hazir li duwanzdeh welatan di pêvajoya qebûlkirinê de ye, helbet piştî ku derdorên karsazan ên amerîkî bi dildarî ew teşwîq kirin. Herdu ango TTIP û TPP wê împeretorîyeke aborî pêk bînin ku wê karibe şertên xwe li derveyî sînorên xwe ferz bike: her welatê ku wê hewl bide pêwendîyên bazirganîyê deyne bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yan jî Yekîtîya Ewropayê re wê neçar bimîne ku qaîdeyên bi wî rengî qebûl bike yên ku wê di ser qaîdeyên bazara wan a hevpar re bin.

Dadgehên taybetî damezrandî

 

Ji ber ku ew dixwazin tevahîya sektora ne bazirganî ji dest derxin, hevdîtinên li dora TTIP û TPPyê li pişt derîyê dadayî pêk tên. Di delegasyonên amerîkî de bêhtirî şeş sed şewirmendên şirketên pirneteweyî wezîfedarkirî hene ku xwedîyê mafê gihiştina belgeyên amadekar û nûnerên birêveberîyê ne. Divê tu tişt negihîje guhên ji derve. Ferman hat dayîn ku rojnamevan û welatî li dûrî û derveyî nîqaşan werin hiştin: ew ê dema ku peyman bê mohrkirin werin agahdarkirin ango dema ku dereng be meriv bersivekê bide, nerazîbûnekê nîşan bide.

 

Kevne wezîrê bazirganîyê yê amerîkî Ron Kirk di kêlîyeke jidilîyê de berjewendîyeke "pratîk" a "parastina veşartîbûn û nepenîyeke heta bi radeyeke dîyar" da qebûlkirin. (2) Wî bin xêz kir ku cara dawî dema fermîkirina peymaneke bi vî rengî di raya giştî de li nîqaşan hat vekirin, hingê hevdîtin bi bin ketin – îşaret bi Qada Pevguherîna Serbest a Amerîkayan (FTAA) dike, versîyoneke berfirehkirî ya Peymana Pevguherîna Serbest a Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ye; George W. Bush bi israr ev proje diparast, li ser malpera înternetê ya birêveberîyê sala 2001ê hat eşkerekirin. Senatora jin Elisabeth Warrenê li ser vê yekê wekî bersiv got, peymaneke bêyî tu kontrola demokratîk hatî mizakerekirin divê qet neyê mohrkirin. (3) 

 

Daxwaza lezgîn a veşartina ji bala raya giştî ya şantîyeya peymana amerîkî-ewropî bi hêsanî tê fêmkirin. Ya ji vê baştir ew e meriv bêhna fireh li welatan ragihîne ka bandorên vê peymanê wê li her qonaxê rê li ber veke çi ne: di civîna bilind a dewleta federal heta bi meclîsên şaredarîyê, meriv walîtî û meclîsên herêmî jî ji bîr neke, hilbijartî divê ji binî ve sîyasetên xwe yên giştî terîf bikin bi awayekî ku îştaha [şirketên] taybet razî bikin di wan sektorên hîna qismî xwe ji destê wan xelas dikin. Ewlekarîya zad û qût, pîvanên jehrîbûnê, ewlekarîya tendirustîyê, bihayê dermanan, azadîya tevna înternetê, parastina jîyana şexsî, enerjî, çand, mafê nivîskêr, çavkanîyên xwezayî, perwerdeya pîşeyî, ekîpmanên dewletê, koçberî: yek warê berjewendîya giştî namîne ku li ber pevguherîna serbest a sazûmankirî serî netewîne. Çalakîya sîyasî ya hilbijartîyan li cem şirketan yan jî nûnerên wan ên herêmî ku ew ê razî bin bidin wan wê bi mizakerekirina kurtêlên hikimranîyê were sînordarkirin.

 

Ji niha ve hatîye teahudkirin ku welatên peyman mohrkirî garantî dikin "qanûn, qaîde û prosedurên xwe eyar bikin" li gorî hêmanên peymanê. Hîç ne cihê gumanê ye, ew ê helbet pirbaldar hişyar bin ku bi qedrê vê angajmanê zanibin. Heke ev nebe, hingê dibe ku, li pêşberî yek ji dadgehên ku bi taybetî ji bo lihevnekirinên di navbera veberhêner û dewletan de hatine damezrandin doz li wan were vekirin; û ev dadgeh xwedîyê wê erkê ne ku cezayên bazirganîyê li dewletan bibirin.

 

Dibe ku wekî nemimkin xuya bike; ev yek dîsan jî li nav fîlozofîya peymanên bazirganîyê yên di merîyetê de ye. Rêxistina Bazirganîyê ya Cîhanê (WTO) par ceza birî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber qotîyên wan ên masîyên ton ên etîketa "bê tehlûke ji bo yûnisan", ji ber nivîsîna navê welatê jê îtxalkirî yê goşt û heta ji ber qedexekirina titûna bi parfûma şekirê bonbon ceza birî; ev tedbîrên parêzîyê [proteksîyonîst] wekî astengên li pêşîya pevguherîna serbest hatin nirxandin. Wê her weha cezayên bi sedan milyon ewroyî li ser Yekîtîya Ewropayê ferz kirin lewre Yekîtîyê red kir organîzmayên genetîka wan guherandî (OGG) îtxal bike. Tiştê nû yê ku bi  APTA û  TPP dest pê dike ew e ku ew ê destûrê bidin şirketên pirneteweyî da ku li dewleteke peyman mohrkirî ya ku sîyaseta wê tesîreke sînordarker li kara wan a bazirganîyê bike, bi navê xwe dozê vekin.

 

Di bin rejîmeke bi vî rengî de şirket wê karibin sîyasetên tendirustîyê, parastina hawîrdorê yan jî yên birêkûpêkkirina malî yên li filan yan jî bêvan welatî ketin merîyetê asteng bikin; bi doza xwe ya tezmînatên zirara li wan bûyî û ya faîzan li pêşberî dadgehên ne di nav sîstema hiqûqî de. Ev dadgehên taybet ên ji sê parêzerên karsazîyê pêk tên wê li gorî qanûnên Bankeya Cîhanê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNO) tevbigerin û karibin ceza bibirin li mukelefên bacan bi tezmînatên giran heke qanûn kêm bike ji "karên siberojê ên mihtemel" ên şirketekê.

 

Ev sîstema "veberhêner li dijî dewletê" ya ku wekî ku ji ser nexşeyê hatibe birin dîyar bû piştî devberdana ji MAIyê sala 1998an, ji nû ve bi dizî di nava salan de hat rûnandin. Ji ber gelek peymanên bazirganîyê yên ku Washingtonê mohrkirî, ji kîsê mikelefên bacê yên amerîkî 400 milyon dolar herikîn hesabên şirketên pirneteweyî ji ber qedexekirina berhemên jehrî, dîyarkirina çarçoveya mêhtina çavkanîyên avê, erdê û yên daran û hwd. (4) Di bin wesayeta van peymanan bi xwe de prosedurên niha heyî – di karûbarên berjewendîyên giştî de yên wekî patentên tibî, têkoşîna li dijî qirêjkirinê yan jî qanûnên li ser avhewayê û enerjîyên fosîl – dikin ku dozên tezmînatê yê faîzan bigihêjin heta bi 14 milyar dolaran. 

 

Heke meriv girîngîya berjewendîyên ku di bazirganîya transatlantîkê de bi rolekê radibin li ber çavan bigire, TTIP wê hesab û berdêla vê xespa qanûnîkirî girantir bike. Sê hezar û sê sed şirketên ewropî hene li ser erdên amerîkî bi rêya bîst û çar hezar şaxan ku her yek ji wan wê karibe rojekê doza tezmînateke zirareke tîcarî bike. Bandoreke bi vî rengî ya bextê xweş wê bi gelekî ji mesrefên ku peymanên berîya niha rê li ber wan vekirî, bibihure. Li alîyê xwe, welatên endamê Yekîtîya Ewropayê wê bi tehlûkeyeke malî ya mezintir re rû bi rû bibin, dema meriv li ber çavan bigire ku çardeh hezar û çar sed şirketên amerîkî yên li Ewropayê xwedîyê tevneke ji pêncîh hezar û heşt sed şaxan e. Bi giştî şêst û pênc hezar şirket in ku wê dest bi nêçîra pereyên dewletan bikin.

 

Bi awayekî fermî ev rejîm divê di destpêkê de bi kêra xurtkirina pozîsyona veberhênerên li welatên bi pêş dikevin bihata, yên ku mehrûm in ji sîstemên hiqûqî yên bawerî bi wan were; wê derfet da wan ku doza mafên xwe bikin heke milkê wan bihata betalkirin. Lê belê Yekîtîya Ewropayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi temamî wekî deverên bê-hiqûq nabe were dîtin; heta berevajî wê, hiqûqeke wan a dixebite heye û bi tevahî ji mafê milkdarîyê re rêzê digire. Dema meriv wan bixe bin wesayeta dadgehên taybet, hingê TTIP eşkere dike ku armanca wê ne parastina veberhêneran e, lê belê zêdekirina hêza şirketên pirneteweyî ye.

Ji ber zêdekirina mûçeyê herî kêm, doz hat vekirin

 

Jixwe ne lazim e em bibêjin, parêzerên ku wê di van dadgehan de cih bigirin wê tu hesabî nedin hilbijêran. Bi kêfxweşî dikarin rolan biqulibînin, hingê dikarin herweha wekî hakiman bi kar bên ên ku wê pişta doza miwekîlên xwe yên xurt bigirin. (5) Dinyaya hiqûqzanên veberhênanên navneteweyî dinyayeke pir piçûk e: îro bi tenê panzdeh kes in yên ku % 55ê dozên dimeşin di nav xwe de parve dikin. Bê guman meriv nikare li ber biryarên wan rabe.

 

"Mafên" ku armanca wan e wan biparêzin bi qesd bi awayekî teqrîbî hatine îfadekirin û şîrovekirina wan pir kêm caran bi kêrî berjewendîyên hejmara herî mezin tê. Wekî mafê veberhêner ê sûdgirtina ji çarçoveyeke rêziknameyî a li gorî "texmînên" xwe, maneya vê ew e ku piştî ku veberhênan pêk hat hikûmet li xwe qedexe dike ku sîyaseta xwe biguhere. Herçî mafê stendina tezmînatê di rewşa "zirara neyekser" de ye, maneya wê ew e ku heke encama qanûnçêkerîya hikûmetan kêmkirina nirxê veberhênanê ye – şirketên cihî jî bikevin ber heman qanûnê rewş wekî xwe ye – hingê desthilatdarîyên dewletê divê ji kîsê xwe van tezmînatan bidin. Dadgeh wê herweha mafê sermayeyê yê bidestanîna her diçe bêhtir erdan, çavkanîyên xwezayî, ekîpmanan, fabrîkeyan û hwd. qebûl bikin. Li hemberî vê tu erka şirketên navneteweyî nîne: li hember dewletan tu ferz li ser wan nîne û kengî dilê wan bixwaze dikarin dozê vekin.

 

Hin veberhêner xwedîyê hizreke pir fireh in der barê mafên xwe yên dest ji wan nabe. Hîna nû me şahidî lê kir ku şirketên ewropî doz vekirin li dijî zêdekirina mûçeyê herî kêm li Misirê, li dijî sînordarkirina gazên jehrî li Perûyê; di doza li dijî Perûyê de NAFTA ji bo parastina mafê qirêjkirina hawîrdorê yê şirketa amerîkî Recoyê bi kêr tê. (6) Mînakeke din: şirketa dêw a cixareyan Philipp Morris a ku ji ber qanûnên li dijî titûnê yên li Uruguay û Awûstralyayê zivêr bûye, li dijî van herdu dewletan li ber dadgeheke taybet doz vekir. Şirketa dermançêker a amerîkî Eli Lilly difikire li hember Kanadayê li mafê xwe bipirse, ew Kanadayê gunehbar dike bi bicihkirina sîstema patentan a ku dike hin derman rehettir werin kirîn. Dabînkerê elektrîkê yê swêdî Vattenfall doza gelek milyar ewroyan li Almanyayê dike ji ber "çerxkirina wê ya enerjetîk", a ku santralên komirê hişktir sînordar dike û devberdana ji nukleerê pêş dibîne.

 

Ji bo cezayên dikarin li dewletekê werin birrîn û tezmînatên bi kêra şirketeke pirneteweyî werin sînor nînin. Berîya bi salekê li Ekwadorê cezayê rekor ê 2 milyar ewroyan hat birrîn, Ekwador divê van pereyan bide şirketeke petrolê. (7) Heta heke hikûmet di dozê de bi ser jî bikevin divê mesrefên dadê û komîsyonên cihê bidin ku bi navînî ji bo dosyayekê digihîjin 8 milyon dolaran, ev pere tên talankirin û zirar jî li welatîyan dibe. Lewre jî desthilatdarîyên dewletan pirî caran tercîh dikin bi gilîkerê doza xwe birîye ber dadgehê re hevdîtinan bikin. Dewleta kanadayî dema ku bi lez û bez qedexeya hêmaneke jehrî a ku pîşesazîya petrolê bi kar tîne betal kir, bi vî awayî xwe ji cezabirrînekê xelas kir.

 

Dîsan jî, doz her zêde dibin. Piştî Konferansa Neteweyên Yekbûyî li ser Bazirganî û Bipêşketinê (UNCTAD) hejmara dosyayên ku çûne ber dadgehên taybet ji sala 2000î ve bû dehqat. Tevî ku sîstema hakemtîya bazirganî di salên 1950yî de hatibû sêwirandin jî, wê tu carî bi qasî sala 2012an xizmeta berjewendîyên taybet nekiribû; sala 2012an hejmara dosyayan gihişte asteke rekor. Vê boomê qadeke lê şewirmendên malî û parêzerên karsazîyê pir zêde peyda bibin çêkir.

Bi awayekî neheq reda goştê berazên bi raktopamîn

 

Projeya bazara mezin a amerîka-ewropî ji gelek salan û vir ve ji alîyê Dîyaloga Aborî ya Transatlantîkê (TABD) ve tê birêvebirin, ew jî lobîyek e ku îro bi navê Transatlantic Business Council (TBC) bêhtir tê nasîn. Ev forûma miteşebisên dewlemend a ku sala 1995an di bin wesayeta Komîsyona Ewropayê û Wezareta Bazirganîyê ya amerîkî de hat damezrandin, ji bo "dîyalogeke" pir avaker di navbera elîtên aborî yên herdu parzemînan de û di navbera birêveberîya Washington û komîserên Brukselê de dixebite. TABD forûmeke daîmî ye ku destûrê dide şirketên pirneteweyî êrişên xwe koordîne bikin; êrişên ku li dijî sîyasetên berjewendîyên giştî yên ku hîna li herdu alîyên Atlantîkê xwe li ser pîyan digirin.

 

Armanca wê ya eşkere ragihandî jiholêrakirina tiştê ku ew jê re dibêje "lihevnekirinên bazirganî" (trade irritants) ye, ango li ser erdên herdu parzemînan li gorî heman qaîdeyan bixebite û bêyî ku bi desthilatdarîyên dewletan re bikeve alozîyê. "Lihevkirina birêkûpêkker" û "hevqebûlkirina dualî" beşên jikevalên wê yên semantîk pêk tînin, ên ku tên hildan ji bo ku hikûmetan teşwîq bikin ji bo ku destûrê bidin berhem û xizmetên li dijî qanûnên herêmî.

 

Lê belê li şûna ku doza nermkirina qanûnên heyî bikin, çalakîyên bazara transatlantîkê dixwaze bi rastî jî wan bi xwe binivîse. Odeya Bazirganî ya amerîkî û Business Europe, du rêxistinên patronan ên herî mezin ên dinyayê banga civandina li dor maseyekê ya komek hisedarên mezin û berpirsîyarên sîyasî li mizakerevanên TTIPyê kir da ku "bi hev re metnên qaîdeyê binivîsin" û ev qaîde wê piştre li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li Yekîtîya Ewropayê bibin qanûn. Divê meriv ji xwe bipirse ka gelo hebûna sîyasetan li atolyeya nivîsandina bazirganîyê bi rastî jî bivê nevê ye...

 

Ya rastî, şirketên pirneteweyî di îfadekirina nîyetên xwe de xwe gelekî jidil nîşan didin. Wekî mînak li ser pirsa OGGyan. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yek ji du dewletan e ku daye ber xwe ku ferz bike nîşandana hebûna organîzmayên genetîka wan guherandî di tiştên xwarinê de –ev tedbîrek e ku % 80yê serfkerên welêt dixwazin hebe– li hemberî wê pîşesazîya çandinîyê û zadûqût wekî li Ewropayê li wir jî zorê dike da ku etîketkirineke bi vî rengî were qedexekirin. Komeleya neteweyî ya firoşvanên şîrînahîyan zêde xwe bi vir de û wêde nekir ji bo ku fikra xwe bigihîne encamê: "pîşesazîya amerîkî hez dike ku TTIP bi pêş keve li ser mijara jêbirina etîketên OGG û pîvanên taqîba cihê berhemek jê tê." Komeleya gelekî bitesîr a pîşesazîya bîyo-teknolojîyê (Biotechnology Industry Organization, BIO) ku şirketa dêwane Monsanto jî beşek jê ye, pir zivêr dibe der barê berhemên di wan de OGG hene û li DYAyê tên firotin, ev dikarin bibin sedema qebûlnekirina li bazarên ewropî. Ji ber vê jî ew dixwaze ku "qelşa di nava serbestkirina berhemên nû yên bîyo-teknolojîk ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û qebûlkirina wan a li Ewropayê de" demlidest were girtin. (8) Monsanto û hevalên wê hêvîya xwe venaşêrin ku herêma pevguherîna serbest a transatlantîkê wê destûrê bide ku "kataloga wan a dewlemend dibe ya berhemên OGG ya li benda erêkirinê û bikaranînê (9)" li ser ewropîyan were ferzkirin.

 

Eriş li ser bereya jîyana taybet jî ewqasî zor û zehmet e. Koalîsyona Bazirganîya Dijîtal (DTC) a ku pîşesazîyên înternetê û teknolojîyên bilind tîne cem hev zorê dike li mizakerevanên TTIPyê da ku bendên ku herikîna daneyên şexsî asteng dikin rake da ku van daneyan bi serbestî ji Ewropayê biherikînin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Kesên lobîyê dikin bêsebr dibêjin "fikra heyî ya Yekîtîya Ewropayê ya ku dibêje Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê parastineke jîyana taybet a ‘guncaw’ misoger nakin, mentiqî ye." Li ber rohnîya tiştên Edwar Snowden li ser sîstema sîxurîyê ya Ajansa Neteweyî ya Ewlekarîyê (National Security Agency, NSA) eşkere kirî ev fikra qismî berjewendî barkirî ye. Bi her halî, ew bi daxuyanîya koma şirketan a ku bi mînaka Verizon gelek daneyên şexsî dan NSAyê ya bi navê US Council for International Business re li hev nake "peyman divê sînordar bike îstîsnayên mîna ewlekarî û jîyana taybet da ku misoger be ku ew îstîsna wekî astengeke li pêşîya bazirganîya nepenî wê bi kar neyên."

 

Pîvanên kalîteyê yên di warê xwardemenîyan de jî armanc in. Pîşesazîya amerîkî ya goşt hêvî dike qaîdeya ku mirîşkên bi klorê dezenfektekirî qedexe dike, betal bike. Li pêşbereya vî şerî şirketa holdîng Yum a ku xwedîyê rêze restoranên Kentucky Fried Chickenê ye dikare pişta xwe bi hêza derba rêxistinên patronan qewîn û rast bike. Komeleya bakur-amerîkî ya goştî protesto dike ku "Yekîtîya Ewropayê bi tenê destûrê dide bikaranîna av û hilmê li ser laşan" di heman demê de komeke din a zextê Enstîtûya Amerîkî ya Goştî gazinan dike ji "reda nerewa [ji alîyê Brukselê ve] ya goştê beta-agonîstên wekî Raktopamîn Klorhîdrat li wan zêdekirî". Raktopamîn dermanek e ku ji bo nepixandina goştê tenik ê beraz û golikan tê bikaranîn. Ji ber tehlûkeyên wê yên ji bo tendirustîya sewalan û ya serfkeran ew li sed û şêst welatî hat qedexekirin, di nava van welatan de dewletên endamê Yekîtîya Ewropayê, Rûsya û Çîn jî hene. Ji bo sektora goştê berazan a amerîkî ev tedbîra parastinê binpêkirina reqabeta serbest e ku TTIP divê bi awayekî lezgîn dawîyê lê bîne.

 

Konseya Neteweyî ya Hilberînerên Goştê Berazan (National Pork Producers Council, NPPC) gefan dixwe: "hilberînerên goştê berazan ên amerîkî wê encameke ji bilî betalkirina qedexeya raktopamînê ya ewropî qebûl nekin". Di heman demê de li alîyê din ê Atlantîkê pîşesazên ku di nava Business Europeê de hatî cem hev gilî û gazinan dikin ji "bendên ku tesîrê dikin li îxracatên ewropî ber bi Dewletên Yekbûyî ve, wekî qanûna amerîkî ya li ser ewlekarîya xwardemenîyan". Ji sala 2011an ve ev qanûn destûrê dide erkên kontrolê ku berhemên îtxalkirî yên bi nexweşîyekê ketî yan jî jehrek pê bûyî ji bazarê bide hev. Li ser vê mijarê jî ji mizakerevanên TTIPyê hatîye xwestin ku çi hebe bi dest xwe ve bînin.

 

Herçî gazên ku dibin sedema tesîrên serayê jî, rewş wekî vê ye. Rêxistina Airlines for America (A4A) ango şaxê eskerî yê barkêşên hewayî yên amerîkî lîsteyeke "qaîdeyên bêkêr ên ku zirareke mezin dikin li pîşesazîya" wanamade kir û helbet bang li TTIPyê hat kirin ku van qaîdeyan bi tevahî jê bibe. Li serê vê lîsteyê sîstema ewropî ya pevguherîna kotayên berdana gazan heye ku li ser şirketên hewayî yên amerîkî ferz dike, ji bo bi karbonê û qirêjkirina hawîrdorê pereyan bidin. Brukselê ev bername bi awayekî demî betal kir; A4A dixwaze li ser navê "bipêşketinê" ew bi tevahî were betalkirin.

 

Lê belê di sektora malî de wê êrişên bazaran herî xurt û dijwar bin. Pênc salan piştî dana der a krîza deynên dewletan, mizakerevanên amerîkî û ewropî gihiştin wê encamê ku hewesa birêkûpêkkirina pîşesazîya malî êdî kevin û demode bûne. Çarçoveya ku dixwazin bicih bikin, rakirina tevahîya tedbîrên parastinê ên di warê tehlûkeyan de û pêşîgirtina li hikûmeta di warê kontrola hecm, cewher yan jî koka berhemên malî yên li ser bazarê de pêş dibîne. Bi giştî mesele bi tenê ew e ku peyva birêkûpêkkirinê bi tevahî ji holê were rakirin.

 

Ev vegera mibalexekirî ya li fikra kevin a thatcherîst ji ber çi ye? Ew tam jî bersivê dide daxwazên Komeleya Bankeyên Alman a ku xwe jê nahêle û "fikarên" xwe derdibire di biwara reforma ku jixwe şermokî bû ya Wall Streetê de ya hema piştî krîza 2008an qebûlkirî. Yek ji endamên wê yên herî çalak li ser vê mijarê Deutsche Bank e, ya ku bi xwe sala 2009an bi sed milyaran dolar stendin ji Rezerva Federal a amerîkî di berdêla senedên bi hîpotekan misogerkirî de. (10) Dêwa alman dixwaze dawî were li qaîdeya Volcker, stûna navmalê ya reforma Wall Streetê ye, li gorî Deutsche Bankê ew "barekî gelekî giran datîne ser milê bankeyên amerîkî". Pêşengê şirketên sîgorteyê yên ewropî Insurance Europe bi xwe hez dike ku TTIP garantîyên kolateral ên ku dikin sektor newêribe li cihên rîska wan pir zêde çalak be "ji holê rake".

 

Herçî rêxistina patronan Foruma Xizmetên Ewropî ya ku Deutsche Bank jî endama wê ye, ew diçe û tê di holên alîgirên transatlantîkê de da ku rayedarên kontrolê yên amerîkî dev jê berdin ku dest werdin nav karûbarên bankeyên mezin ên bîyanî yên ku li ser erdên wan çalak in. Alîyê amerîkî bi xwe hêvî dike ku TTIP projeya ewropî ya baca li ser transaksîyonên malî ji bo heta hetayê rawestîne. Dîyar e ev mesele ji mêj ve hal bûye, lewre Komîsyona Ewropayê bi xwe ev bac wekî ne li gorî qaîdeyên WTOyê nirxand. (11) Ji ber ku herêma pevguherîna serbest a transatlantîkê mizgînîya lîberalîzmeke ji ya WTOyê bêhtir hevsarê wê berdayî dide û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) bi awayekî sîstematîk li dijî her awayê kontrola tevgerên sermayeyê ye, "baca Tobin" a bêqîmet jî êdî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêde fikaran bi kesekî re çênake. 

 

Lê belê defa hawarê ya deregulasyonê ne bi tenê di pîşesazîya malî de lê dixe. TTIP dixwaze tevahîya sektorên "ne darî çav" yan jî yên berjewendîya giştî li reqabetê veke. Dewletên peymanê mohr bikin wê neçar bibin hem sektorên dewletê bi xin bin birêveberîya mentiqê bazarê û hem jî wê xwe dûr bigirin ji tevahîya destwerdana dabînkerên xizmetan ên bîyanî ên ku çavên xwe berdana bazarên wan. Qadên manovrayên sîyasî di warê tendirustî, enerjî, perwerde, av yan jî  barbirin û çûnûhatinê de wê wekî peymaneke bi xwedî re kêm bibe û van dewletan bêtaqet bike. Taya bazirganîyê li koçberîyê jî nabihure, loma ewên ku TTIPyê dixwazin bidin qebûlkirin bi neheqî xwe dikin xwedî li şahrezatîya bicihkirina sîyaseteke hevpar a sînoran – bêguman ji bo ku bikin yên dixwazin xizmetekê yan jî malekî bifiroşin bikevin hundir û li hemberî vê ketina hundir a yên mayî jî zehmettir bikin.

 

Ji çend mehan û vir ve rîtma hevdîtinan bi lez dibe. Li Washingtonê têra xwe sedem hene ji bo ku meriv bawer bike ku birêveberên ewropî ji bo her kelevajîyê amade ne, ji bo ku mezinbûna aborî ya li ber mirinê vejînin, berdêla vê red û paşguhkirineke peymana wan a civakî jî be. Argumana wan kesên ku TTIPyê der dixin pêş ew e ku pevguherîna serbest a teftîş li ser kêm wê rê veke li ber pevguherînên bazirganîyê û bi vê ew ê îstîxdamê peyda bike; dîyar e ev arguman girantir e û girîngtir tê dîtin ji tirsa zelzeleyeke civatî. Bendên gumrikê yên hîna jî di navbera Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hene, jixwe "têra xwe kêm" in, çawa ku nûnerê bazirganîyê yê amerîkî lê mikur tê. (12) Sinetkarên TTIPyê bi xwe lê mikur tên ku armanca wan a sereke ne sivikkirina ferzên gumrikê ye, yên ku bi her halî bêqîmet in, lê belê ferzkirina "tunekirin, kêmkirin yan jî pêşîgirtina li sîyasetên neteweyî yên nelazim (13)" e, meriv li vir bibêje ku her tiştê ku herikîna malên firotinê giran dike, ango teftîş û kontrola fînansê, têkoşîna li dijî germbûna avhewayê yan jî pêkanîna demokrasîyê wekî "nelazim" tên nirxandin.

 

Rast e ku lêkolînên kêm ên li ser encamên TTIPyê qet behsa jihevdeketina civatî û aborî nakin. Raporeke ku gelek caran ji ber tê girtin a Navenda Ewropî ya Ekonomî Polîtîka Navneteweyî (ECIPE), bi erka koçekekî ekola bazirganîyê îdîa dike ku TTIP wê zêdebûna dewlemendîyê ya rojê 3 sentan serê şexs bike para xelkê bazara transatlantîkê ... piştî sala 2029an. (14)

 

Tevî xweşbînîya wê jî, heman lêkolîn dinirxîne ku zêdebûna Hilberîna Hundir a Nesafî (HHN) li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî ku TTIP bikeve merîyetê bi tenê wê % 0.06 be. Bi ser de jî "bandoreke" bi vî rengî ne realîst e, lewre nivîskarên raporê wisa qebûl dikin ku pevguherîna serbest mezinbûna aborî "dînamîk dike"; teorîyeke ku bi awayekî bi rêkûpêk ji alîyê rastîyan ve tê pûçkirin. Zêdebûneke ewqasî piçûk ku meriv nikaribe bipîve wê jixwe biqasî ku meriv pê nehese kêm be. Ji bo ku bibe pîvaneke meriv karibe li ber bigire em behsa versîyona dawî ya Apple bikin, wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rê vekir li ber zêdebûneke HHNyê ya heşt caran bêhtir ji ya ku pêş tê dîtin TTIP rê li ber veke.

 

Hema hema tevahîya lêkolînên li ser TTIPyê ji alîyê sazî û dezgehên palpiştê pevguherîna serbest ve yan jî ji alîyê rêxistinên patronan ve hatin fînansekirin, ev jî sedema wê yekê ye ku biha û berdêla civatî ya peymanê di van lêkolînan de nayê dîtin û helbet mexdûrên yekser jî ku hejmara wan bi sedan milyon in, nayên dîtin. Lê belê hîna lîstik neqedîyaye. Çawa ku serborîyên neserketî yên MAI, FTAA û hin beşên hevdîtinên WTOyê nîşan da, bikaranîna "bazirganîyê" wekî hespê Trûwayê, ji bo jihevdexistina ewlehîyên civatî û bicihkirina cuntaya birêveberên karsaz berê gelek caran bi bin ket. Tu tiştê ku bibêje vê carê jî wê bi bin nekeve nîne.

 

* Birêvebera Public Citizen’s Global Trade Watch.

(1) Gotara li jêr bixwîne: "Le nouveau manifeste du capitalisme mondial / Manîfestoya nû ya kapîtalîzma cîhanê", Le Monde diplomatique, sibata 1998an.

 

(2) "Some secrecy needed in trade talks: Ron Kirk / Hinekî nepenîbûn divê di hevdîtinên bazirganîyê de", Reuters, 13ê gulana 2012an.

 

(3) "Elizabeth Warren opposing Obama trade Nominee Michael Froman / Elizabeth Warren li ber wezîfedarê Obama yê bazirganîyê Michael froman rabû", 19ê hezîrana 2013an, Huffingtonpost.com

 

(4) "Table of foreign investor-state cases and claims under NAFTA and other US ‘trade’ deals / Tabloya dosya û dozên veberhêner-dewletên bîyanî di bin NAFTA û peymanên din ên DYAyê yên ‘bazirganîyê’  de", Public Citizen, Washington, DC, tebaxa 2013an.

 

(5) "Treaty disputes roiled by bias charges / Nîqaşên peymanê bi gunehbarkirinên meyildar tên zelûlkirin", Bloomberg, 10ê tîrmeha 2013an.

 

(6) "Renco uses US-Peru FTA to evade justice for La Oroya pollution / Renco FTAya DYA-Perûyê bi kar tîne ji bo ku xwe xelas bike ji dada ji bo qirêjkirina La Oroya", Public Citizen.

 

(7) "Ecuador to fight oil dispute fine / Ekwador divê têbikoşe li dijî cezayê pereyan ê ji ber alozîya petrolê", AFP, 13ê çirîya pêşîn a 2012an.

 

(8) Ş

iroveyên li ser Peymana Hevkarî û Veberhênana Transatlantîkê, belgeya BIOyê, Washington, DC, gulana 2013an.

 

(9) "EU-US high level working group on jobs and growth. Response to consultation by EuropaBio and BIO / Koma xebatê ya asta bilind a YE-DYAyê li ser îstîxdamê û mezinbûna aborî. Bersiva şêwra Europa Bio û BIOyê", http://ec.europa.eu

 

(10) "Fed opens books, revealing European megabanks were biggest beneficiaries / FED hesaban vedike, eşkere bû ku bankeyên mega yên ewropî yên ku herî zêde sûdwergirtî ne", 10ê kanûna paşîn a 2012an, HuffingtonPost.com

 

(11) "Europe admits speculation taxes a WTO Problem / Ewropa lê mikur tê ku bacên spekulasyonê pirsgirêkeke WTOyê ne", Public Citizen, 30ê nîsana 2010an.

 

(12) Nameya nûnerê amerîkî ya bazirganîyê Demetrios Marantis ji berdevkê komarparêz ê li Meclîsa Nûneran a amerîkî re, Washington, DC, 20ê adara 2013an.

 

(13) "Final report. High level working group on jobs and growth / Rapora dawî. Koma xebatê ya asta bilind li ser îstîxdam û mezinbûna aborî", 11 février 2013.

 

(14) « TAFTA’s trade benefit : a candy bar », Public Citizen, 11 juillet 2013.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê