Peyvên Întîfadaya Sûrîyeyê

Translator

Eynî weke berxwedanên neteweyî yên ereb li Sûrîyeyê yên pêvajoya sedsala XXemîn, îro jî rola mizgeftan a livandina civakê, rola motor a ciwanan, rola derdorên civakî yên ji alîyê aborî ve şerpeze û yên dûrî paytext û ya beşdarîya jinan mora xwe li serhildanê didin.

Şênîyên Deraayê di 18ê adara îsal de bi taybetî bi slogana "Mafî xewf baad el-yewm!" [Ji îro şûn de tirs tune!], dengên xwe bilind dikirin. Li demeke ku zextûzor dijwartir dibû, xwepêşandêran zincîrên tirsê dişikandin: Li gelek bajaran, digotin ku ew ji bo mirinê jî amade ne: "Hêê Banias xweragire, (1) azadî hêjayî [jîyana] mirovan e"; "Bi milyonan şehîd wê biçin buhuştê"; "Ji Xwedê pêve xwedayekî din tuneye û şehîd ezîz in ji bo Xwedê". Mijara şehîd careke din dikeve rojeva hemû herêman û di vê diruşmeya navdar a Rojhilata Navîn de xwe dide der: "Bi can, bi xwîn em ê xwe ji bo te feda bikin ey şehîd" ("Bi-ruh bi-dem, nafdîk ya şehîd"). Ev form herwiha bi armanca destnîşankirina piştevanîya ji bo bajarekî ku tê de bi sedan kes jîyana xwe ji dest dan jî, dikare were bi kar anîn, mesela: "Bi can, bi xwîn em ê xwe ji bo te feda bikin ey Deraa".

Ji 15ê adarê ve, daxwaza azadîyê di her xwepêşandanê de xwe dide der û diruşmeyeke rejîmê vediguherîne: "Xwedê, Sûrîyeyê, Beşar û ne tiştekî din" dibe "Xwedê, Sûrîyeyê, azadî û ne tiştekî din!". Li welatekî ku ji 1963yê ve di nav rewşa awarte de dijî, azadî bi demokrasîya siyasî re têkildar e: "Em azadîyê û hilbijartinên demokratîk dixwazin". Azadî cudahîyên mezhebî jî li pey xwe dihêle: "Azadî, azadî, çi misilman an jî xiristîyan ji bo herkesî!"; "Em alîgirên azadî û aştîyê ne".

"Bi aştîyane, bi aştîyane, misilman û xiristîyan, bi aştîyane, bi aştîyane, na, na ji mezhepgirîyê re na!"

Diruşmeya dawî ya nivîskî derbarê rûmeta mirov û hemwelatî de ye. Dengekî bi hêrs berbelav dibe: "Nabe ku heqaret li gelê sûrî were kirin". ("El şaab el sûrî ma byandhal"). Şehîd dawî li piçûkxistinan tîne û mirov careke din digihîje fezîletên mirovî û bawermendîyê, mirov digihîje fazîletên bi awayekî dîrokî li perestgehên lehengên neteweyî yên sûrî û yên kesên pîroz bicih bûne: "Xwezî bi mirinê, ne bi jîyaneke rezîlî" ("El mewt we lâ-l-madhalleh"). Di destpêka Întîfadayê, di dema şevbiwêrkên malbatî an jî nas û dostan de ne kêm caran dihat bihîstin ku alîgirên dijberîyê bi van gotinan silav didan her kesekî ku ji Deraayê an jî ji wê herêmê dihat: "We serê me careke din ji ber me rakir" –ango: "We rûmeta me li me vegerand" ("Rafa’tu-l-na ra’sna"). Kolan herwiha bersivê dide tawanbarîyên parçekarîyê, şidetê û komployê. Kolan dilbijîna xwe ya ji bo aştîyê, yekîtîyê û dijberîya xwe ya li hemberî mezhepgirîyê tîne ziman: "Yek, yek, gelê Suriyê yek e!"; "Bi aştîyane, bi aştîyane, misilman û xiristîyan, bi aştîyane, bi aştîyane, na, na ji mezhepgirîyê re na!"; "Na ji şidetê re, na ji xwînrêjîyê re!". Li herêmên ku provokasyonên navxweyî rû dan, diruşme û pankart vê bersivê didin: "Sunî, kurd, elewî, em giş dixwazin yekîtîya neteweyî" ("Sunnî we kurdî we ‘elawiyye, bidne wahdeh wetaniyyeh"). Tirsa ku deshilat dixwaze li nav hindikahîyan (xirîstîyan, elewî û herwekî din) berbelav bike, xwe dispêre sûcbarîya ku li gor wê ev serhildan ji alîyê îslamîstan ve hatiye sor kirin.

Lê belê xwepêşandêr vê îdîayê jî bê bersiv nahêlin: "Ne salafîst, ne Birayên [misilman], bijî mirovên wêrek!"; "Ereb û kurd bûne yek li dijî salafîzmê"; "Serhildana me serhildana ciwanan e, ne ya salafîzm, ne jî ya terorîzmê ye"; "Ne Amerîka, ne Îran, bihêlin em bi hev re di nav aştîyê de bijîn". Eger gotin li cih be, mirov herwiha hin bersivên sentez jî dibihîze: "Em ne Birayên [misilman] in, ne ajanên bîyanî ne, em hemû ji Sûrîyeyê ne, em misilman, elewî, durzî û xiristîyan in" ("Nahna ma ‘anna ikhwân wa lâ aydî kharijiyya, nahna kullna suriyya, islam wa ‘alawiyya, durziyya wa masihiyya"). Li rojên pêşî yên serhildanê, xwepêşandêr û çalakgeran bi daxwazkirina reforman û dawîlêanîna rewşa awarte xwe sînordar dikirin. Serok Beşar El Esed hê jî ji hinek sempatîya ji bo xwe, sûd werdigirt.(2) Sûriyeyî yên ku ji şerê sîvîl ên panzdeh salan ên li Lubnana cîran û herî dawî jî ên li Îraqê dersên xurt wergirtî, hertim xwe averê dikirin ji şerûpevçûneke dirêj û xwînrij a ku di navê de wê xetereya pevçûneke mezhebî jî hebûya. Lê belê rejîma Baas li Deraayê zêde xwîn rijand û El Esed di gotara xwe ya pêşî ya ji bo netew a –pir dihat payîn– 30ê adara 2011ê de xwepêşandêr û çalakger piçûk xistin. Ji wir û şûn ve, slogana şoreşên tûnisî û misirî, "Gel hilweşîna rejîmê dixwaze" ("El-şaab yûrid isqat el-nîzam"), êdî li kolanan deng veda.

Ji ber terora berbelavbûyî ya polîsên deshilata Baas û dîsa ji ber kuştina hejmareke mezin a welatîyan, dengê kolanê bilindtir bû : "Em ji te hez nakin, em ji te hez nakin, biqeştin herin, tu û partîya xwe". Nîsanê, diruşmeyeke din dîsa bi yekdengîyê li ser hemû zimanan bû: "Xayîn ew kes e ku li gel dide". "Zenga, zenga, dar, dar, badna nchîlak ya Bachâr" – "Kolan bi kolan, mal bi mal, Beşar, em ê giş peyder pey xwe ji te rizgar bikin". Piştî êrişa hêzên ewlekarîyê ya li dijî mizgefta El Omerî, ya şeva ku 16ê adarê bi 17ê adarê ve girê dida, qetilkirina dayîkekê û nevîya wê û revandina birîndarên penaber ên di avahîyeke olî de, cara pêşîyê ji Deraayê sloganên li dijî serok Beşar bilind bûn; hem jî berîya ku ev ê dawîyê dest bi axaftina xwe bike. Formula ku sloganê vedike ("Zenga, zenga, dar, dar") bi awayekî îronîk balê dikşîne ser beşeke axaftineke serokê Lîbyayê Muammer Qadafî, a ji jenerîka kanala El Cezîre wergirtî, û ev axaftin bû eynî weke agirekî tu berdî barûdê, li hemû cîhana ereb berbelav bû... Axaftina duyem a El Esed a 16ê nîsanê, zêde dereng hat ji bo ku karibe bendê deyne ber pêlên serhildanên mezin, pêşî ji ber sedemê bêdengîya wî –ya li ser xala 8 a destûrnameya ku piştrast dike ku Baas partîya rêvebir e û ya li ser mijara azadkirina girtîyên siyasî.

Li alîyê din, dawîlêanîna rewşa awarte tu tişt neguhert. Dîsa bi awayekî kêfî bi hezaran kes hatin bin çav kirin û girtin û artêşê bi tankên bi zirx êrişên dijwar birin ser xwepêşandêran: "Zordarî ji bo wan bûye weke kevneşopîyeke adetî, bi wê çendeyê ku ew vê yekê weke rêûresmekî dinirxînin", "Wan ne bi tenê rûmeta me ji me stand, ew herwiha berdêla sextekarîyên xwe jî ji berîka me dertînin". Sûriyeyî tevî vê yekê, ji berê du qat zêdetir girêdana xwe ya bi "niştimana mezin" –("Bijî Sûriye û Bimre Beşar El Esed") û bi hevgirtina xwe ya xwecihî ve ("welatê piçûk") ve dest nîşan dikin. Her bajar bangî niştecîyên xwe dike; eynî mîna kevneşopîya şerên mezin ên bedewîyan, li ser navê mêrxasîyê (al-roujoula), li ser nirxê cewherî –bi fezîletê –  bang li her têkoşerê ereb tê kirin: "Tu li ku yî Deiri [kesê ji Deir-ez-Zor]? Tu li ku yî? Rabe ser xwe û çavên xwe kil ke" – ji ber ku şervanên eşîran berîya diçûn şer çavên xwe kil dikirin. "Hêê Barzeh, (3) em in xweşmêrên te, Xwedê vedinase xayînên te"; "Ev in xweşmêrên te, hêê Daraya [bajarê li başûr-rojavayê Şamê]".

Imtiyaz heta niha bi tenê dibûn para Partîya Baas an jî hin derdorên mezhebî, bi taybetî jî mezhepgirên elewî

Xwepêşandêrê ku ji bo welatê xwe mirinê bêminet dike, xwe feda dike û bajar û gundê xwe serbilind dike. Ev bajar û gund wê paşî bi hejmara "wêrekên" xwe, cihê xwe yê di dîroka welêt de bipîvin û tesbît bikin. Ev serhildan ne tenê siyasî ye; Ew di heman demê de şahidîya rewşeke aborî û civakî ya rizîyayî dike, ji ber ku xwepêşandêr bi koka xwe bi piranî kesên ji derdorên halnexweş û xizan in.

Dema li dijî sextekarî û rizînê helwêst tê danîn, li dijî tevnên nêzî rejîmê jî dijberî bi pêş dikeve. Daxwaza parvekirineke adiltir a dewlemendîyan û herwiha ya kar û wezîfeyan jî derdikeve pêş. Ev karûbar û rewşên bi imtiyaz heta niha bi tenê dibûn para Partîya Baas an jî hin derdorên mezhebî, bi taybetî jî mezhepgirên elewî û heta radeyekê jî dibûn para xiristîyanan. Rayedarekî fermî yê nexwest navê xwe bide, lê belê pir naskirî ji alîyê kesên ku ji her du kategorîyên bi îmtiyaz di yekê de jî cih nagirin, wiha dibêje: "Wan hêk û qaşilên wê tev de xwarin û em hiştin li ser hesîra ji kayê" ("Akalu al-bayda wa-l-ta’shira wa khalluna ‘ala al-hasira"). Pismamê Beşer El Esed, Rami Makhlouf, rasterast an jî nerasterast hemû derdorên halxweş ên aborîyê kontrol dike (şaxê banka Libnanê Babylos yê Sûrîyeyê, şirketên xanîyên bi kirê û çêkirina avahîyan, du şirketên balafiran, gelek otêl, gumruka li ser sînoran, Syriatel –telefonên mobîl– û pareke mezin a MTN – şirketeke din a telefonên veguhêzbar– û bi dehan şirket û dezgehên din.) Ji ber vê yekê xwepêşandêrên Deraa û Laziqiyê agir berdan buroyên Syriatel ên li bajarên xwe… Jinişkêvebûna vê Întîfadayê divê ne cihêrengîyên navbera bajar û gundewarîyê, ne jî yên navbera Şam, Helep û deverên din ên welêt bi mirov bide ji bîr kirin.

Dudilîya bajarên mezin a ji bo gavavêtina bo nav serhildanê, ne diyardeyeke nû ye: Heleb, tevî ku di dema Serhildana Bakur de (1919-1921) wextekê depoya çekên Împaretorîya Osmanî bû, li dijî dagirkerîya fransîyan qet xwe nelivandibû, wekî din Şamê jî di dema Serhildana Mezin a sûrî ya 1925-1926ê de li dijî wesayeta fransîyan serî hilnedabû. Ji ber vê yekê, zêde ne surprîzek e ku înîsîyatîfa serhildana dawî li Deraayê, li wargeha gundewar û başûrê welêt dest pê kiribe. Xwepêşandêran hêvî dikir ku çirisînên pêşî yên li Şamê yên di 15 û 16ê adarê de, wê vî paytextê ku dilê deshilatê ye, bixin nav livûtevgerên pir mezintir. Ev der taxên (eynî weke di 1925ê de) û derbajêrên ji aborîyê bêparmayî ne û ew bûn rizgarkerên rûmetê. Lê belê Helebê jî, piştî dudilîyeke demdirêj, bi çend sed xwendekarên xwe neçar ma di erdnîgarîya serhildanê de cihê xwe bigire. Û ev yek bû sedem ku di 29ê nîsanê de cîrana wê, Hama, bi van gotinan hinek yarî û tinazê xwe pê bike: "Roj baş, Heleb!" ("Sah al-nawm yâ Halab!"). Ev slogan û diruşme giş dibin îfadeya veqetîneke berbiçav ji îdeolojîya partîyên siyasî yên Rojhilata Navîn ên sedsala XXemîn: Di diruşmeyan de, ne neteweperestîya ereb, ne jî oldarîya îslamî derdikeve pêş. Lê belê tirsa ji oldarîyê û nexasim jî ya ji salafîsmê bi zanebûn tê sorkirin bi rêya îdîa û paşgotinîyên weke ‘bi azadkirina girtîyên siyasî ya ku Beşar El Esed di 30yê vê adarê de biryara wê da, berî herkesî mîlîtanên rêxistina Birayên Misilman an jî kesên wisa tên zanîn jî wê azad bibin (li tenişt girtîyên edlî ). Li alîyekî ev tirs ji hêla deshilatê ve tê bi kar anîn, lê li hêla din divê em di heman demê de balê bikşînin ser îhtîmama nûner û lîderên dezgehên xiristîyan ên ku qirkirina sîvîlan jî şermezar nekirin. Întîfadaya Sûrîyeyê qutkirina benê xwe yê ji raborîya siyasî ya welêt didome û ew sembol û nûnerîyên ku di livûtevgerên sedsala XXemîn de jî xwedî rol bûn, ji nû ve dertîne pêş: Cihê mizgeftê di qada bajarî de; mizgefta-xwelêgir (cihê ku birîndar û qaçax dikarin xwe lê bigirin); Çanda îslamî di diruşmeyan de ("Allahû Ekber"); fîgurê mîlîtanê sentezê ji yên leheng û şehîdên berê pêk tê, xwe dispêre du nirxên pir girîng: Mêranî û fezîlet, ev her du nirx mohra xwe li niştimanekî didin…

Întîfadaya Sûrîyeyê di heman demê de fêkîyê barûdoxên herêmî û veguherînên navxweyî ye. Ew bi kûrahî gelêrî û welatperwer e, welatperwerîyeke ku, bi awayekî nakok, li dibistana gelemperî ya Baas hatiye dawerivandin û çandin, hinek dişibe îmaja ku Komara 3emîn a Fransayê bi cih kiribû. Paşeroja serhildana ji desteka derve, herêmî û navneteweyî bêparmayî, dimîne li ser kapasîteya wê ya livûtevgerê û parametreyên şîlo: Parçebûnên di nav artêşê de, hevgirtina lîderên olî, kesayetîyan an jî gundên civakên hindikahî. Xwepêşandêr vê yekê baş dizanin û li ser navê yekîtîya neteweyî, banga li hindikahîyên durzî, xirîstîyan û elewî tê kirin, her tim li kolanan deng vedide. Bangên li artêşê tên kirin hê jî pir hindik in: "Artêşa sûrî, ey hêza pir xurt, Deraayê ji dorpêçkirinê biparêze" ("Al-jaych al-suri yâ jabbâr radduw ‘an Der’â al-hisâr"). Ev artêşa han, ango parêzvana qedîm a siyasî ya ku nîşanên xwe yên serbilindî rûmetê di şerê dij-kolonyalîst de bi dest xistin û dûre hate bêîtîbar kirin —û ji têkçûnên wê yên li himberî Îsraîlê bêhtir ji ber pêkanînên xirab ên deshilatê—, eger bergehên din ên realîst peyde nebin, dikare bi awayekî nakok be jî, bibe hêvîya bingehîn a Întîfadayê…

Çavkanî

Zénobie: Rojnamevan

  1. Bajarekî benderî yê bakur-rojava
  2. Binêrin li nivîsa Patrick Seale, ya bi sernavê "Çavkorîya kambax a malbata El-Esed li Suriyê", Le Monde diplomatique, gulan 2011
  3. Taxeke Şamê

Wegera ji fransî: Baran Nebar