Peyvên Pasternak û bêdengîya Stalîn

Translator

Gava bahsa ''Pasternak'' dibe, mirov zexteke tûj a kêfxweşîyê di navdilê xwe de hîs dike". Bi vê hevoka balkêş bîyografîya şahane (1) ya ku rojnamevan, helbestvan û romannivîsê rûs Dmîtrî Bykov li ser nivîskarê Doktor Jîvago nivîsiye û li Fransayê bi sernavê La justification/Piştrastkirinê (Denoël, 2005) tê nasîn, dest pê dike. Bextewerîyeke din a ku ev ceribandina Bykov, bi alîkarîya wergera zelal û rewan a Hélène Henry, dide mirov û bi hêsanî ji giştî ber bi taybetî ve diguhere, heftê salên dîroka çand û siyasetê ya Rûsyaya sovyetî bi şirovekirineke stîlîstî gelek helbestên, ku bidilbijokî cîh dide wan û wan rave dike, li ber çavên mirov radixe.

Li gor Bykov, helbesta rûsî a sedsala XXê kursîya xwe li serê civata helbesta cîhanî danîye û Pasternak jî nûnerê wê yê herî serketî ye, ku ew dinyayê weke "muzîkeke ku divê mirov jê re peyvan peyda bike" dibîne. Di 1917ê de, bi saya helbesteke ronîdar a ku dewlemendîya jîyanê pîroz dike, ev xortê 27 salî felsefeya şoreşê rave dike. Di 1922yê de, ew evîndar e, heyam bi mezinayîya xwe ve derdikeve holê: Bi Xwişka min jîyanê re, zîrekîya wî ya lîrîk diteqe, deng vedide û yên li dorê dibin heyranên wî. Piştî wê zûbizû bi hatina ser desthilatê ya Jozef Stalîn re xeyalşikestî û bêhêvî dibe. Lê, bi awayekî balkêş, Pasternak dê salên 1930ê û şerî, bêyî zîyaneke mezin derbas bike û li pey xwe bihêle.
Hinek dê wî bi xwedî helwesteke xapînokî tawanbar bikin: Şik tê tuneye ku ji bo wî, huner dê her nirxê herî berz ê jîyanê be, ev jî destûrê dide ku heta dereceyekê karibe bê qebûl kirin ku mêjîyê mirov li derveyî exlaq tev bigere. Bykov ji bo vê pêvajoya tevlîhev şirove bike, hawara xwe dibe zindîbûna îstisnayî ya Pasternak û kapasîteya wî ya zindîkirinê ya nexwezayî û herwiha hawara xwe dibe ya ku Anna Ahmedova, helbestvana mezin weke daneke zaroktîyê ya herheyî" bi nav dike. Lê Pasternak her wiha jî şadetîyeke cûre "jîrîtîya wendakirinê kapasîteyeke jê hêz û wateyên nû derxistinê" jî dike. Weke ku azmûnên jîyanê heta bi felaketên wê ,ku weke rastiya nedîyar a jîyanê tên hesibandin, bingeha jîyanê eşkere bikin. Weke ku ew deriyê wateya kûr ya jîyandinê û ya xweşikayiya dinyayê ku nivîskar pîroz dike vebike.

Nivîsa wî dê têra xwe li gor talîmata ji nû ve vegerîyana realîzmê bûya,; wî dê bi vî awayî xwe ji êrișên rasterast ên li ser Stalîn biparasta û ew dê ji tasfîyebûnê rizgar bûbûya. Ew dê neçarî qedera trajîk a heval û hogirên xwe yên kû hîn bêtir di bereyê pêș de cîh digirtin, nebûna: Vladimir Mayakovskî, di 1930ê de xwe kușt, Marina Tsvétayevaya ku wî dozde salan têkilîya xwe pê re bi name nivîsandinê domand, di 1941ê de xwe kușt, Ossip Mandelstam, ji serman û helakbûna li ber derîyên Kolymayê (Sîbîrya) di 1938ê de mir, an jî Isaac Babel nivîskarê ku li ser çend "qehremanê erênî" yên Siwarên Sor rawestîya, di 1940ê de hate gulebaran kirin, ku çapkirina berhemên wî yên giștî ya bi fransî jî piștrast dike ku ew çi bûyernivîsekî heyama xwe ya bêperwa yê bêhempa bûye. (2)

Çawa ku Pûșkîn li dijî Nîkolayê Iê derket, Bîkov vedibêje, Pasternak jî bi rola xwe ya "helbestvanê serekî" yê di bin nîrê desthilateke despot de radibe û li dijî Stalîn "rikeberîya desthilatê dike", lê "desthilat bi hêz dibe û ew jî di navbera xwe û wê de mêzênekê çêdike". Di 1934ê de, dema ku Mandelstam bi sedema nivîsandina rexneyekî tûj li dijî Stalîn, tê girtin, "Hûtê Osetyayî", Pasternak, bixwe, weke endamê Yekîtîya Nipînû ya Nivîskaran ku "hemî kesên dixwazin di avakirina sosyalîzmê de cih bigirin" digire nav xwe tê qebûl kirin û ev yekîtî statuya nivîskarê/a profesyonel jî dide wan: Her wiha dibe endamê birêveberîyê û heta 1945ê jî wiha dimîne. Heta piștî vê jî, tevî ku helbestên wî nedihatin weşandin, ew neçar dima ku bi zehmetî debara xwe bi tenê bi saya mûçeyê kêm yê xanenişînîyê ku li bajarê Peredelkino distand û bi saya wergêriyê bike. Wî herwiha hewl dida biçe hawara hevalên xwe yên di bin zexta rejîmê de û Stalîn bi tirseke mezin û pîroz li hemberî fîgura ku ji wî wa ye Pasternak sembolîze dike, rawestiyaye.

Yê ku zora wî dibe, ne Stalîn e, lê Nîkîta Krûșçev e. Weke ku Bykov jî rave dike, divê mirov ji demên lîberalbûnê ku tê de "desthilatdarî ji hêza xwe bêhtir sînorên xwe nîşan dide" gumanbar bibe. Șaș têgihîștineke trajîk –û qebe– bû: Gava ku Xelata Nobelê di çirîya pêșîn a 1958ê de dan nivîskarekî rûs, "Rojava"yê bêguman xwest têkîliyên navbera Rusya û Amerîkayê nerm bike; karbidestên sovyetî jî ev yek weke provakasyonekê dîtin. Doktor Jîvago, salek berê li Îtalyayê derket û di maweya șeș mehan de ji bo bîst û sê zimanan hate wergerandin; ev pirtûk behsa qehremanekî bi tenê dike, ku mafê xwe yê beșdarnebûna șașîyên dema xwe bi kar tîne. Pasternakê ku di bin fișareke mezin de ma, mecbûr bû ku xelatê red bike û di 1960ê de mir. Doktor Jîvago dê li YKSSê heta sala 1988ê neyê çap kirin. Piștî ku çap bû jî, bi tenê li dibistanan hate xwendin, bû "beşek ji hêmanên resmî yên nirxên rûsî-sovyetî; di rêza "Xavyar, kosmos, Pûșkîn û textebûkikên rûsî yên di nav hev de".

Çavkanî

  1. Dmitri Bykov, Boris Pasternak, wergera fransî ya ji rûsî û têbinî Hélène Henry, Fayard, Parîs
  2. Isaac Babel, Œuvres complètes/Berhemên Giștî, wergera fransî ya ji rûsî Sophie Benech, Le Bruit du Temps, Paris

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr