Pirrengîya mezin a xirîstîyanên Rojhilat

Translator

Êrişa 31ê kanûna 2010ê ya li dijî dêra du welîyan [quddîseyn] a Skenderiyê (21 kuştî) –piştî êrişa li dijî katedrala Dayik Meryem a Alîkarîya Ebedî ya li Bexdayê ya 7ê çirîya paşî (46 kes hatin kuştin)– bû sedema şermezarkirineke yekdeng li tevahîya welatên ereb û li tevahîya cîhanê. (1) Întellektuelên ereb behsa "hestên şermê" û "dehşetê" kir. (2) Li fikarên dêrên rojhilat, dengê şermezarkirinên ku nexasim şêxê el-Ezherê, Erebistana Suûdîyê, Birayên Misilman, giregirên dînî û siyasetvanên sunî û şîa jî zêde dibe. Kevneserokwezîrê Libnanê Selîm Hoss ê sunî difikire ku "şermezarkirinên bi gotin kêm [dimînin]" û banga "lidarxistina civîneke ereb a ji bo dana biryara tedbîrên ku hewldanên afirandina pirsgirêkan bi dawî bînin" kir. Hizbullaha Libnanê hemfikrîya xwe derbirî: "Li hemberî hewldanên xwînrij ên armanca wan cihêrengîya civakî-dînî ya li gelek welatên ereb û nexasim li Filistînê ye, peyvên ku hêrs û xemgînîyê îfade dikin, bêwate dimînin." (3)

Medyaya rojava behsa van nerazî-bûnan nekir. Di çarçoveya tevlihevîya întellektuel de, awirên medyayê li ser çarenûsa "xirîstîyanên rojhilat" maye. Îbadetgehên îraqî yên xirîstî-yan û misilman, nemaze mizgeftên şîiyan misêwa bûn armanca êrîşan û veguherîn golên xwînê; welat ji dagîrkerîya amerîkî û vir ve şahidîyê li van êrîşan dike.

Peyvên kulturalîzma şerî ji nû ve derketin holê. Dibêjin, hindikahîyên xirîstîyan ji ber bawerîya xwe tên tepisandin, tade li wan dibe, zext li wan dibe, heqaret li wan tê kirin, welêt ji wan paqij dikin. Weke encam jî diviya Rojava pişta doza wan bigire û wan biparêze. Ev mubalexeyên bi derbên têkçûnên hestbarkirî yên neqandî tên mezinkirin, ji bo çareserîya trajedîyên rojane bi tu awayî ne çareserî ne, lê belê destekê didin tezên Bernard Lewis û Samuel Huntington yên der barê şoka şaristanîyan û dînan de.

Tevlihevîya têgehî ya ku kesayetîya çandî û fikrên sosyopolîtîk tevlihev dike, dike ku mirov xirîstîyanan weke komeke tecrîdkirî a xerîba hawîrdora xwe bibîne. Herweha, nîqaşa esensîyalîzma îslamîst û ya kulturalîzma esensîyalîst a "rojavayî" digihin hev û hevdu xurt dikin. Ya pêşî, xirîstiyanên rojhilat weke gewdeyeke xerîb û nexwecihî, gilîya xirîstîyanên rojhilat dike; ya din wan weke nûnerên rojava "li ser erdên Îslamê" dibîne.

Peyva "xirîstîyanên rojhilat" rastîyeke yekreng îfade nake. Ev xirîstîyan komeke civakî a xweser pêk nayînin, jixwe yeke etnîk hîç pêk nayînin. Ji Împaratorîya Bîzansê heta bi Împaratorîya Osmanî, ji dubendîya Roma û Konstantînopelê heta bi împeratorîyên Emewî û Ebbasî, akulturasyon, mutasyon, têkelhevî û jinûveavakirinên civakî, xisleta mirovî ya di nav xelkên herêmê de hevpar bi gewde kirin. Nabe ku dîroka xirîstîyanên rojhilat ji van bê cihê kirin. Çi bajarî, çi gundî, civakên wê li tevahîya Meşreqê belav in, lê bi taybetî jî li Iraq û li Sûriyeya dîrokî hene ku Libnan û Filistîn jî di nav de ne.

Hîmê têkilîyan: Peymana Silêmanê Duyem û Françoisê Yekem

Qonaxa biryardar a têkilîyên di navbera van civakan û Ewropayê de peymana hevgirtinê ya Silêmanê Duyem û Françoisê Yekem a li dijî Habsbourgê ya sedsala 16ê ye. Ev peyman komek lihevkirinan ("Kapîtulasyon") qebûl dike ku azadîya îbadetê, mafê bazirganîyê û yê ger û geştê yê welatîyên fransî yên li împaratorîyê digerin yan jî lê dimînin, misoger dike; û erka birêvebirina karûbarên (îxtîlaf, mîras ...) welatîyên xwe yên li ser erda osmanî, dide konsulên fransî. Di demeke kurt de di serî de Ingilîstan, Awûsturya-Macarîstan û Rûsya, van kapîtulasyonan hêzên din jî hewandin. Van peymanan hîmê hiqûqî yê pêvajoyeke dirêj pêk anî û tevneke têkilîyên aborî, bazirganî, siyasî û çandî ya pirreng di navbera hêzên ewropî û civakên esasî yên împaratorîyê de hûnand. Di nav van civakan de xirîstîyanên bi ser dêra katolik ve jî hebûn.

Van têkilîyan wê otorîteya herêmî ya hêzên civakî hilweşanda û di heman demê de bi kêrî projeyên ewropî yên parçekirina împaratorîyê bihata. Di dawîya şerê cîhanê yê yekemîn de piştî erozyoneke demdirêj a ji Balkanan heta bi Misirê, ev proje wê bi encam bibûya.
Li London, Berlîn û Vîyanayê îhtîrasên kolonîyal hevpar in, lê belê reqîbên hev in. Di bin navê "pirsa rojhilat" de siyaseteke desttêwerdanê ya bi riya deynên malî yên pir mezin ku Babi Alî [Împaratorîya Osmanî] ji bankayên ewropî deynkirî mumkin dibe, "parastina hindikahîyan" ji xwe re dike bahane da ku kontrola li ser karûbarên osmanî zêde bike.

Li Çîyayê Libnanê sala 1960ê pirsgirêkên civakî veguherîn komkujîyên mezhebî yên di navbera Durzî û Maronîyan de, piştî vê yekê kuştinên li Şamê qewimîn ku bûn sedema mirina gelek kesên ji civaka xirîstîyanên bi ser dêra ortodoks a yewnan ve. Sefera eskerî ya Napolyonê Sêyem li ser "mutesarrifiyê [walîtiyê]" wê sîstemeke tewazûna civakî ya di bin komdomniyûmê [hevbirêveberiya] hêzan de ferz bikira.

Karê bi dîzî yê di binî re li herêmên Sûrîyê, nemaze li Filistînê dewam dikir. Li vê derê misyonên bê hed û hesab ên ingilîz, rûs, awûsturyayî, alman hem xwe darî çavên siltên dikin û hem jî "hewl didin ji meliktîya Fransayê herêmên di parastina wê de bistînin".

Beşeke elîtên eşîrî vê rewşa girêdanê li gor berjewendîyên xwe dibîne; li hemberî vê, elîtên întellektuel, li alîyê elîtên sûrîyeyî û misirî yên misilman, wê bi roleke mezin di derketina holê ya Nahdayê de rabûna. Nahda tevgera reformator a ronesansa çandî û siyasî ya ereb e ku îlhama xwe ji îdeolojîyên azadîxwaz û tevgerên nû yên fikrî yên zanistperest û pozîtîvîst ên li Ewropayê digirt.

Daxwaza elîtan û ya London, Parîs û Moskovayê ne yek e

Vê elîtê ji dil daxwaza azadîyeke siyasî dikir û li riyên wê digeriya; lê belê hedefên London, Parîs û Moskovayê ji bo milletên herêmê guhertî bûn. Soza Balfourê (1917) ya destek dida avakirina welatekî cihû li Filistînê, li Peymanên Sykes-Picot-Sazonov (1916) zêde bû. Van peymanan wê dabeşkirina parçeyan di nav hêzên ewropî de misoger bikira û bibûya destpêka parçekirina rojhilata ereb. Teorîsyenê welatîbûnê, nivîskar Amine el-Rihanî projeya meliktîya yekbûyî ya ereb a melik Feyselê yekem diparêze –bi daxwaza London û Parîsê ev proje hat bi bin xistin. Lê belê berîya her tiştî di nav tevgerên neteweperest ên ereb de em pêrgî kesayetên xirîstîyan tên. Ev tevgerên nû derdiketin holê, li dijî parçekirina bi destê hêzên kolonyalîst bûn, ku Cemiyeta Neteweyan (CN) nûnerîya wan dikir.

Hebûna wan di nav tevgera neteweyî ya ereb a laîk, marksîst yan jî dunyewî de girîng e. Mînak pir in: Lîderê filistînî yê herî destpêkê Fûad Nassar; damezirênerê Partîya Baasê Michel Efleq; damezirênerê Bereya Gel a Rizgarîya Filistînê (BGRF) Georges Habache; lîderê Bereya Demokratîk a Rizgarkirina Filistînê (BDRF) Nayef Hawatmeh; kevnemetranê Qudsê Hilarion Cappuci; sekreterê giştî yê Partîya Kommunîst a Sûrîyeyê Farjallah Hélou û hempîşeyên wî yên libnanî Antoun Tabet û Nicolas Chaoui…

Li cîhana ereb a ku ji jihevketina Împaratorîya Osmanî û paşê ji dekolonîzasyonê peyda bû, bi tenê du dewlet xwedîyên mîraseke kevin a dîrokî û struktureke xurt a neteweyî dîrokî ne: Fasa Maxzen û Misir a ku bi reformên Mihemed Elî (4) hêzdar bûyî. Şerê li dijî kolonyalîzmê misilman û qiptîyan ji hev cihê nake. Serokdewlet Cemal Abdil Nasir ê ku sala 1952ê li Misirê tevî "efserên azad" bû desthilatdar, wê hesta neteweyî bi girêdana wê a bi neteweperestîya ereb ve, xurt bikira. Li hemberî vê rejîma warisê wî Enwer el Sedad, di çarçoveyeke neolîberal a xiraker de, xwe siparte manîpulekirina girêdanên dînî. Ev tesîra xiraker bi kedîkirina partîyên sekuler du qatan zêde bû û tevgera Birayên Misilman ji vê yekê sûd wergirt. Cihêkarîyên xwedî karekterekî dînî yên li pêşberî qanûnê ku warisê wî xwe li wan ragirt, wê tengezarî zêde bikira.

Li deverên din, dewlet di çarçoveya dildarîya şerê ji bo serxwebûnê de ava dibin. Xirîstîyan di wan de cih digirin, nexasim dema ku desthilatdaran îdîaya lipêşbûna welatîbûnê kir, çawa li Sûrîye, Urdun û li komara Iraqê wisa bû. Li Libnanê sîstema destûra bingehîn xwe dispêre mekanîzmaya girêdana dînî û tê de civakên xirîstîyan ên birêxistî bi roleke aborî û siyasî ya navendî radibin –helbet ne bêyî tengezarî. Piştî şerekî navxweyî yê sala 1958ê, bêyî ku bi nasnameyên dînî yên rejîma manda ya fransewî ew bi sazî kirî re were hemberî hev, serokdewlet Fûad Chéhab hewl da pêvajoyeke întegrasyona neteweyî û berfirehkirina serwerîya dewletê bide dest pê kirin. Tevî vê jî ji sala 1975ê û pê ve Libnanê wê şahidî li şerekî navxweyî bikira, navberên kêm û zêde dirêj û bêîstîqrar ketin navbera vî şerî. Di pirsgirêkên herêmî û navneteweyî de wê bibûya astengeke mayînde.

Stratejîya amerîkî ya parçekirinê dişibe ya dewleta Îsraîlê

Zelzeleya dagîrkirina Iraqê ji alîyê Amerîkayê ve, rewşeke nû afirand. Mekanîzmayeke din a parçekirina bi rengê kolonyal, bi dabeşkirina erkan li gor civakan û komên neteweyî, pêk tê. Ev yek jî xwe dispêre sazûmankirina "bawerîyan" weke hîmê sîstemên dewletî. Vê mekanîzmayê di bin bandora şideta bi armanc û tirsê de kir ku kom bêhtir di nav xwe de bimînin. Warisên sekuler ên xirîstîyanîya rojhilat, xirîstîyanên Iraqê diherikin herêma Nînova yan jî bi sedan hezarên wan koçberî Sûrîye, Urdun û Libnanê dibin. Tirs û fikara xelkê zêde dibe, lewra stratejîya amerîkî ya parçekirinê dişibe ya dewleta Îsraîlê ya ku her xwe dubare dike. Li gor vê stratejîyê divê dewletên ereban hemû ji hev bên xistin û li ser yekîneyên piçûk werin parçe kirin (6) (binêre, rûpel XX, gotara li ser Sûdanê, a ku alîkarîya îsraîlî ya ji bo qutbûna başûr derdixe pêş). Meclîsa Dêrên Rojhilat ên girêdayî dêra katolîk a Romayê, çirîya paşî ya sala 2010ê civiya. Meclîsê îşaret bi çarenûsa xirîstîyanên Filistînê kir û fikarên xwe derbirîn. Xirîstîyanên Filistînê bi cihêkarîyên metodîk re rûbirû dimînin û armanca van cihêkarîyan ew e, wan neçarî koçberîyê bikin. (7)

Ji bo xirîstîyanên rojhilatî, Filistîn diyarker dimîne. Nirxa sembolîk a Qudsê û angajmana siyasî ya filistînîyên xirîstîyan di tevgera neteweyî de vê yekê rave dikin. Lê belê ji taybetîyên çandî û wê de, ya ku mohra xwe li civakên xirîstîyan ên rojhilat xistî, lîstika mezin a siyaseta herêmî ye. Stratejîya parçekirinê ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê bi rê ve dibe, bêguman rêbazên hêzên ewropî yên sedsala 19ê nû kirin, lê belê zemîn kêm homojen e. Parçebûnên siyasî yên rojhilata ereb, bandorê hem li civakên xirîstîyan û hem jî li yên misilman dikin. Felaketên sefera Iraqê kirin ku çi dêr û çi qada dunyewî, xirîstîyanên rojhilat bi xwe bihesin. Papayê qiptî Chenouda III rexnegirekî biryardar ê nermbûna rayedarên misirî li beramberî dewleta Îsraîlê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Li Libnanê tevgera general Michel Aoun yan jî ya Sleiman Frangié ku beşeke girîng a civakên xirîstîyan û nemaze yên maronî temsîl dikin, hevgirên Hizbullahê ne. Li Filistînê, xirîstîyan di nav şaredarîyan de mane, ku Hamas piranîya wan bi rê ve dibe.

Lê belê dagîrkerîya amerîkî ya 2003ê herweha krîza kûr a dewletên rojhilata ereb jî careke din îsbat kir. Wê herweha xetimîna tevgerên serdest ên îslama siyasî yên di pêvajoyeke stewr a bi rêyên neqanûnî bi destxistina desthilatdarîya siyasî û ya bîra dîrokî de asê –ku carinan encamên wê kujer in– û qerisîna tevgerên yekperest ên panereb jî nîşan da. Ev konjuktura krîzê ya ku di nav xwe de mayîna komên dînî wê kûr dike, fikra welatîbûnê veguherand xewnekê û encamên vê yekê bi awayekî gelekî giran zirar li erebên xirîstîyan ên pirreng kir.

Bi rengekî xemilandî di qanûnan de bicihkirina "parastina hindikahîyan" û waizên muhafezekar ên misilman, mentiqê sedemên xwe dispêrin heman çavkanîyê. Ew xirîstîyanên rojhilat ji kokên wan qut dikin û wan vediguherînin mêvanên di wir re dibûhurin, û dilrehmî û tolerans ferz dikin mirov wan qebûl bike. Axaftineke teşwîqê ya papatîyê li Vatîkanê, metnekî rê nîşan dide yê Papa, ji sala 1996ê û vir ve qebûl dike ku kok û rehên wan ên rojhilatî xwe pir berdana jêr. Bersivên civakî yan jî dînî yên van pirsgirêkan hemûyan, nînin: Ew tevahîya civakê elaqedar dikin û banga çareserîyeke dunyewî ya hevpar dikin.

Çavkanî

Rudolph El-Kareh: Profesorê zanîngehan, kevneprofesorê li Libnan, Franse û Kanadayê

  1. Berevajî êrişa li Bexdayê ya ku şaxê el-Qaîdeyê yê Iraqê berpirsiyarîya wê girte ser xwe, tu kesî êrişa Skenderiyê negirte ser xwe, lê belê heman rêxistinê gef li qiptîyan xwaribûn
  2. Fadl Chalak, As-Safir, Beyrûd, 8ê çileyê 2011ê
  3. As-Safir û Al-Nahar, 4ê çileyê 2011ê
  4. Maxzen navê ku li birêveberîya li gor rêûresmê ya fasî tê kirin e, ev birêveberî hîmê dewleta Fasê ya îroj pêk tîne
  5. Cf. Gérard D. Khoury, Une tutelle coloniale. Le Mandat français en Syrie et au Liban. Ecrits politiques de Robert de Caix (Wesayeteke kolonyal. Mandaya fransî li Sûrî û Libnanê. Nivîsên siyasî yên Robert de Caix), Belin, Parîs. 2006
  6. Stratejîya ku nemaze David Ben Gourion îfade kir; rayedarekî payebilind ê wezareta karên derve ya Îsraîlê, şêwirmendê Menahem Begin, Oded Yinon xulaseya wê di belgeyeke girîng de nivîsand û di bin sernavê "Une stratégie pour Israël dans les années 80 (di salên 80yê de strate-jîyeke ji bo Îsraîlê)" di kovara beşa propagandayê ya Rêxistina Sîonîst a Cîhanê de weşand, Kivunim, hejmar 14ê sibata 1982yê
  7. Cf. Jonathan Cook, "Israel’s purging of Palestinians Christians(Îsraîl filistînîyên xirîstîyan xilas dike). Counterpunch, 9ê çileya 2007ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê