Pirsgirêkên civakî û derdê ewlekariyê

Fransa
Translator

Déjà vu”. Rêzebûyerên tîrmeha bihurî li Grenoble û Saint-Aignan (li Loir-et-Cher, herdu jî bajarên Fransayê ne) rû da, vê hesta kezebşewat bi mirov re çêdike. Ciwanên gihayî dema hewl didin ku ji hêzên ewlekariyê birevin dimirin û pê re li cîhê ku lê diman şîddeta kollektîf bi carekê dest pê dike. Hukumet biryardariya xwe ya hişk di şerrê li dijî sûcan û herweha planeke nû ya çalakiyê, dide zanîn. Anket nîşan didin ku hîmê vê biryarê zexm e. Hin parlemanterên muxalefetê, întelektuel û komeleyên parastina azadiyan, mubalexekirina tedbîrên ku li ser wan tê fikirîn protesto dikin. Ji sîh salekî û bi vir ve, tim cîh û beşdar diguherin, lê belê bingeha meseleyê bi qasî ku mirovan matmayî bihêle weke xwe dimîne. Gelo tu tişt nehatibû kirin? Wezîrê karên hundir Brice Hortefeux weha rave dike: “Şerrê ji bo ewlekariyê tevahiya qelşên ji berê ve mayî ji hev de dixe. Li aliyekî yên ku rastiyan dibînin û li gorî vê gavan diavêjin hene – li aliyê din yên ku rastiyan înkar dikin da ku tu tiştî neguherin. Em têra xwe wêrek in ku rastiyê bibêjin, em bi israr in ku kirinên xwe pêk bînin û li ser me ferz e ku em encaman bi dest bixin.” (Le Monde, 22-23’ê tebaxa 2010’an). Kêm caran dilxwazî xwe mîna li ser vê mijarê bi ewqasî dildariyê nîşan dide. Ji bo ku em karibin li ser bibin xwedî hukmekî: di navbera 2002 û 2010’an de ne kêmî sêzdeh qanûnên taybet ên li ser vê mijarê li parlamentoyê hatine erêkirin; bêhtirî çil xalên qanûna dozên cezayan û bêhtirî sîh xalên qanûna cezayan hatine guhertin. Û hukumeta fransî û endamên Yekîtiya Tevgera Gelî (Union pour un mouvement populaire – UMP) îro pêşniyar dikin ku bi qanûnên cezayan, dê û bavên ku zarokên wan ên nebîrbir ku du caran heman sûcan bikin, werin cezakirin, hin sûcdar ji welatîbûnê werin derxistin, sê sed wargehên neqanûnî yên Romanan beriya çiriya pêşîn werin hilweşandin û heta şaredariyên ku “li gorî ferza xwe ya pêkanîna ewlekariyê tev nagerin” jî werin cezakirin.

Ji bo çi enflasyoneke bi vî rengî? Li gorî hinan, dibe ku armanca ji nû ve derketina pêş a nîqaşa li ser ewlekariyê ew be ku mijarine din bide jibîrkirin: tesîrên qeyrana aborî yên civakî; vejîna gellek beşên “skandala Woerth”; yan jî projeya ku nayê hezkirin a reformên sîstema teqawîtbûnê. Ev ravekirin têrê nake. Ji dawiya salên 1990’î û bi vir ve li Fransayê û herweha li Brîtanya û Belçîkayê jî, “neewlebûn” bi serê xwe di asta “kategoriya aboriyê” yan jî ya “civakî” de, bi tevahî, bûye kategoriyeke siyasî, belê ya rastî ew berê di nava van herdu kategoriyan de bicihkirî bû. Wê xwe xweser kir û heta di nava gel de, xwe weke yek ji şêwaza li pêşgirtî yê axivîna li ser rastiya rojane ferz kir. Bi heman rengî di axaftineke ji xelkê re ya 18’ê adara 2009’an de Nicolas Sarkozy weha dipeyivî: “Neewlehî di nava newekheviyan de ya herî li pêş e, neheqiya herî xirab e: bi tevahiya hêza xwe qamçiyê xwe li yên herî lawaz, herî şepirze, li yên ku ji wan nayê di taxên xweş de bi cih bibin, dixe.” Serokkomarekî ku ji destpêka erka xwe û pê ve xwe ji yên beriya xwe bi mertalê li dijî bacan cihê kir – ev mertal dewlemendan ji êş û azara ji nû ve belavkirina bacan diparêze – ev gotin kirin. Ev yek jî vê pêşniyarê balkêş dike.

Dîsa jî ji hingê ve, çepgir jî di navê de, ev raman parçeyekî hîsa siyasî ya hevpar e. Di Partiya Sosyalîst (PS) de krîmînalîte demeke dirêj weke encama newekheviyên civakî dihat dîtin û hê jî weke yek ji prensîbên wan ên bingehîn tê qebûlkirin. Serokwezîrê berê Lionel jospin weha rave dike: “Girseyên gel înkar nakin ku sedemên bingehîn ên krîmînalîteyê hene: malên hejar, şert û mercên jiyanê yên perîşaniyê, nebûna kar û cihêkarî. (…) Lê belê, ew herweha dizanin ku gellek dem jê re divê ku mirov tiştekî li dijî van sedeman bike û ew nikarin xwe li vê demê bigirin (1).” Ev cudakirina “neewlebûn” û pirsên civakî û aborî ji bo ku mirov nîqaşên ku nuha tên kirin fahm bike, diyarker e. Ya rastî, piştî ku em kar û xebata li ser çavkaniyên krîmînalîteyê taloqî siberojeke nediyar bikin, ya ku li ber destê mirov dimîne bi tenê ew e ku mirov berpirsiyariya şexsî ya sûcdar (heta ya dê û bavên wan jî) bike hîmê sereke yê mudaxeleya dewletê. Fîlozofiyeke bi vî rengî lîberal ku civakê weke li pey hev rêzkirina aktorên mentiqî yên azad û wekhev dibîne, li gorî hesabê mesref/kar tev digere, hertiştî di nav daxuyaniyên mîna yên Eric Ciotti, sekreterê giştî yê UMP’yê ku ji ewlekariyê berpirsiyar e û Julien Dray, parlemanterê sosyalîst ê Essonneê, dadike. Ciotti dibêje “tevdîra herî baş a pêşîlêgirtinê, di serî de tirsa ji cezayan e” (Le Figaro, 10’ê tebaxa 2010’an) û Dray jî 16’ê tîrmeha 2002’an li pêşiya Parlamentoya Neteweyî got: “Mirov cihê ku lê ji dayik bûye hilnabijêre, lê jiyana xwe hildibijêre – û van mirovan jiyaneke weha hilbijart ku bibin sûcdar.” Dîsa jî, mirov bi vî awayî kesan îzole bike, hingê rê li ber tê girtin ku sîstema têkiliyan a ku, sûc jî di navê de, kirinên kesan watedar dibin, were fahmkirin.

Hortefeux zend û ben d badane û ketiya nav kar û barê “şerrê li dijî bazirganiya narkotîkê û çeteyan”. Dîsa jî, gelo aboriya neqanûnî û kombûna “ciwanên keviyên bajaran” xwe disipêre çi? Ya pêşî, li ser hîmê xizanî û neparastîbûna civakî kat dide û dewlemend dibe. Dema vê dike jî li gorî tax û kêliyan xisleta wê diguhere; bazirganiyeke tevlihev a karê qaçax, pevguherîna mal û xizmetan bêyî bikaranîna pereyan, ji nû ve firotina narkotîkan, dizî û bazirganiya qaçax e. Ev aboriya nefermî ku ji aliyê endamên civaka meşrû (yên ku maddeyên neqanûnî yan jî berhemên serfkirinê ji xwe re peyde dikin) ve tê bikaranîn (2), bêguman çavkaniyan dide kesên ku pê radibin. Lê belê, ew herweha nîşana xwe xilaskirina ji qutbûn û bêrûmetiya xisleta hejariyeke girseyî ye ku derbê li beşên herî kêm perwerdebûyî yên girseyên gel dixe.

Ev yek ji bo “çeteyan” derbas dibe. Ev çete, pirrî caran herikbar û demî bin jî, ji bo hin “ciwanên heta hetayê” ye (yên ku ji wan nayê ku karekî bi îstîqrar peyda bikin, xweseriya xwe ya ji malbata dê û bavan bi dest bixin û malbateke bi zewacê ava bikin) li beramberî redda cîhana kar û dibistanan alternatîfeke baweriyê dide û herweha derfeteke rêzdarbûnê ye jî (3).

Ev du-cîhanên aborî û sembolîk rave dikin ku dema ku mirov doza derfeta tunekirina van fenomenan li polîsan bike, hingê ofbûn û bêzarî serdest e. Li gazindên ji berê ve yên li dijî dadgerên ku qaşo, sûcdaran, çerr ku tên girtin berdidin, êdî gazindên nû zêde dibin ku bi peyvên “çare tê de nîne” yan jî “karê Sîsîf” tên îfadekirin. Heger em berê xwe bidin saziyên dadgeriyê, ceza êdî li gorî berê zêde hişk in û di temenê piçûk de dest pê dikin. Çawa ku gellek dadger û dozger jî lê mikur tên, êdî ji saziya dadgeriyê nayê ku rêyê li ber bigire ku kesên sûcên piçûk dikin û tên ber wê, dev ji van sûcan berdin.

Rastî bi israr in û nîqaşa bêdawî ya li ser berpirsiyariya şexsî nikare nebîne ku sedema vê rewşê şêwazên modern ên rêxistiniya gelê xizan e ku encama qeyrana civakî û aborî ya sîh salan e.
Dîsa jî mijar ne têkçûyineke hêsan a tercîha polîsiye û dadgeriyê ye ku dê vegera ber bi statu quo ante (statukoya berê) ve mimkun bike. Her tevgera aliyekî di şêl û tevgera yê din de xwedî rol e û bandorê li tevgerên wan ên pêş dike. Sarkozy bi qêrîn xweş got: “Hin kes şîddetê bi mudaxeleya polîsan a li taxên keviya bajêr ve girê didin. Lê belê, ya rastî, ev dunyaya berevajî ye!” (daxuyaniya 18’ê adara 2009’an). Stratejiyên polîsiye têra xwe para xwe li pirsgirêka ku ne ji xwe ve ew şerrê wê dikin, zêde dikin (4).

Pirraniya berpirsiyarên polîsan ên payebilind ku li ser wan liv û xebata li dijî tevliheviya civakî û krîmînalîteya ciwanan hatiye ferzkirin, li ser vê yekê hemfikir in: bi tenê polîsekî li deverê darîçav û dewamî dikare bi rolekî kêrhatî rabe. Polîsekî ku jê tê ku kesên aramiyê xera dikin ên potansiyel nas bike û gellek aksiyonan bike û tedbîran bigire (ji gefxwarinê heta tepisandinê, hişyarkirin û îxtarên cihêreng jî di navê de), lewra rewa tê dîtin ku polîs dikare van bike. Ev, fikra “community policing” e weke ku em dikarin li Chicago, Brîtanya û Hollandayê bibînin û bi reformkirina polîsê nêzîk (1998-2003) li Fransayê jî hate bicihkirin û paşê bi rengekî şermokîtir ji 2008’an û pê ve bi Yekîneyên Herêman ên Taxan (UTEQ) dewam kir û beriya demeke kurt navê Tûgayên Pispor ên Qadê (BST) li wan hat kirin.
Lê belê, li vir hê jî em bi vegereke tetmînnebûna aborî re rûbirû ne. Organîzekirina polîsan ji rêxistinên giştî yên hukumeta dewletê qut û serbixwe pêk nayê. Di çarçoveyekê de ku krediyên dewletê û hejmara karmendan gellekî tên kêmkirin, zehmet e ku mirov şêwazeke çalakiyê ku ewqas personel jê re divê, teşwîq bike. Eger em derbarê mijarê de şaş nebin, hukumetê dev ji reforma sala 1998’an berda û sedema wê ya sereke jî kêmbûna derfetên maddî bû û xetere heye ku aqûbeta BTS’an jî bi heman rengî be. Heta, eger hejmara polîsên wezîfedar neguhere jî – lê rewş ne ev e, heşt hezar kar divê di navbera 2009 û 2014’an de werin jêbirin – mirov fahm nake ka çawa dê mimkun be ku li qereqolan polîsan bineqînin da ku wan li yekîneyên ku dê dewriye bigerin, zêde bikin.

Niha berê awiran ketiye ser yekîneyên mudaxeleyê yên weke Tugayên Dij-krîmînalîtê (BAC), yên ku dikarin bêhtir çalakiyan bikin: du komên BAC’ê têrê dikin ku bîst qadên herêmeke polîsan kontrol bikin, tevî ku bi awayekî teorîk serê qadekê sê polîsên dewriye pêwîst in. Ango, di demeke diyar de şeş kes li dijî şêstî… ji bo ji hev belavkirina pevçûnekê, di ser sûc de girtina xirabkaran gellekî kêrhatî ye; bi her rengî, di halkirina bêdisîplîniyên ciwanan ên piçûk de ev yekîne gellek zehmetiyan dikşînin. Ya rastî, gellek caran neçar dimînin bêyî ku sûcek hebe çalakiyeke tepisandinê û bêyî ku qanûn were binpêkirin, kontrolekê bi rê ve bibin; pirrcarîbûna vê jî dike ku komên bi van kirinan re rûbirû dibin, kêmtir baweriyê bi wan bînin û bi guman nêzîkî wan bibin. Ev yek xwe bi zêdebûna heqaretan û heta serhildêriyan dide der ku hejmara wan di nava deh salan de du caran li berê zêde bûye. Kombûnên sîstematîk ên dema kontrolê (ji bo ku “zextê bikin”) heta “kevirkirina” erebeyên polîsan ên dewriye digerin bersivek e li dijî kontrolkirinên nasnameyan yên belesebeb û pirrcar, çavtirsandin, piçûkxistin û heta derbkirinan.

Di rewşeke weha de ku hejmara polîsan kêm e, bi şidbûna van têkiliyên li jor, weha xuya dike bi tenê rêyek ji xwe re peyda kiriye û ew jî ew e ku pirr zêde girîngiyê bide teknolojiyê. Armanca kirîna flash-ball (5) û taseran ev e, ku bikaranîna wan aloziyên di navbera aliyan de zêdetir dike. Bi vî rengî, em dikevin nava dînamîkeke rikberiya hêzê ku tê de “mîlîtarbûna” mudaxeleya polîsan dibe sedem ku astên şîddetê zêde bibin, çawa ku me sala 2007’an di dema îsyanên Villiers-le-Belê de dît yan jî di asteke kêmtir de di yên Grenoble’ê de.

Di van şert û mercan de nîqaşên li ser ewlekariyê, têkçûyina xwe bi xwe jî di nava xwe de vedihewînin, lewma ew xwe weha nîşan didin ku ew ê liv û tevgerên ku gellekî kêm dikarin kontrol bikin, ji holê rakin. Mijarek bi tenê dimîne û ew jî zêdebûna gotinan û qanûnan e. Lê belê, ev zêdebûn bi rexneyên muxalefetekê re rûbirû ne ku dikare bê zehmetî danezanan û encaman bide ber hev. Bi vî rengî, sekretera wê ya sereke Martine Aubry jî di nav de, hin birêvebirên PS’yê ji niha ve hukum dikin ku pêwîst e ku vegerin ser mijara parastina azadiyên raya giştî (weke mînak di nîqaşa li ser binçavkirinan de) û xwe ji fîgurên partiyê ên herî “ewlekarîparêz” yên mîna Manuel Valls bi dûr dixin (6).

Ji nû ve pêkanîna mêzîna di navbera polîsê “taxê” û yê “mudaxeleyê” de û herweha adeta ku kêfa xwe zû ji qanûnên cezayê re tîne, pêwîst bin jî, dê têra çareserkirina alozî û pirsgirêkên reel ên di nava girseyên gel ên xizan de nekin û herweha bi kêrî dîsîplînekirina beşên wan ên ku herî kêm tên kontrolkirin jî neyên.

Bi tenê ji ber ku bi awayekî berfireh di nava hebûna rojane ya şexsan de, li kar, li taxan, li dibistanê, li malê, li dêrê, li partiyê û sendîkayê bi cih bûne, disîplînên civaka pîşesaziyê dikarîn bi kêr werin. Encama wan girêdan û baweriya zêde ya bi mecbûriyetan bû û rewabûna wan jî bi awayekî berfireh girêdayî berdêlan e ku li ser kesên ku ev disîplîn di ser wan re pêk tên, ferz dike (7). Wekî din, gellek ciwan xwe ji cezayê karê bi zorê xilas dikin. Berdêlên ku cezayên herî kêm bi xwe re anîn, wezîfedarkirina polîsên dewriye digerin – “yên nêzîk” jî bin – yan jî qanûnên dij-çeteyan, xuya ye ku bi kêr nayên. Berevajî vê, ev tevdîr weke hişkbûna disîplînî ya yekalî û bêyî derfeta telafîkirinê xuya dikin. Weke zalim û cihêkar tên dîtin û ji ber vê jî îhtîmaleke mezin e ku werin redkirin, çawa ku teqînên geh li vir û geh li wir didin der yên ku rojevê dixemilînin nîşan didin (ji Vaulx-en-Velinê heta bi Clichy-sous-Boisê, ji Mantes-la-Jolie heta bi Grenoble’ê) yan jî bi awayekî rojanetir girîftbûna têkiliyên di navbera saziyan de (dibistan, polîs, xizmetên şaredariyan, xizmeta birinûanîna xelkê) jî vê yekê nîşan dide.

Eger çetevaniya mezin, bênîqaş, karekî polîs û dadgeriyê ye, hingê belkî êdî dem hatiye ku em cudakirina di navbera sûcên piçûk û civakê de ji holê rakin û wê ji nû ve di nava civakîbûnê de bi cih bikin. Divê em herweha bînin bîra xwe ku yekane şêwaza birêvebiriyê bi rêya neewlekariyê ya ku demeke dirêj bi awayekî kêrhatî dewam kir, îcada çîlexaneyên dîndarên katolîk ên sedsala XII’an e (8). Derxistina pêş a qadeke hevdîtinê di navbera dojeh û buhiştê de, ya rastî, navgîneke sereke bû da ku li Rojavayê desthilatdariya dêrê were rûnandin. Lê belê, li gorî mijara şerrê li dijî krîmînalîteyê, xetereya ku rastî mirovî xelet derbixin, kêmtir bû.

Çavkanî

  1. Lionel Jospin, Dunya wekî ku ez dibînim Gallimard, Paris, 2005, p. 249
  2. Alessandro Dal Lago û Emilio Quadrelli, La Città e le Ombre. Crimini, criminali, cittadini, Feltrinelli, Milan, 2003
  3. Gérard Mauger, Kom û hawîrdor û populasyona roma. Lêkolîna li ser guherîna ciwanên çînên populer (1975-2005), Belin, Paris, 2006
  4. Hejmara wan ku di 1998’an de 32 038 bû di sala 2008’an de derket 57 903. Serçav: “Cureyên sûcdarî û qebahatên ku li Fransayê tên dîtin”. Arşîva Fransayê, Parîs
  5. Di serî guleyên plastîk û ya duduyan jî çeka ku bi şîddeta 50 000 voltan şoka elektrîkê dide
  6. Binihêrin: wekî mînak gotara Jean-Jacques Urvoas, Nûnerê Finistère û sekreterê ewlekariya neteweyî ya PS’ê. Ji ewlekariya dewletê ber bi ewlekariya gel, Fondation Jean-Jaurès, Paris, 2010
  7. Binihêrin: “Fransa di nav tirsê de ye. Dîroka civakî ya bêEwlekariyê”, La Découverte, Paris, 2010 (çapa nû ya berfireh)
  8. Jacques Le Goff, “Destpêka Qiyametê”, Gallimard, Paris, 1991

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê