Pirtûk: Gelo El-Qaîde bêhêz dibe?

Translator

Sê kitêbên girîng(1) ji bo têgihiştina werar û rûdawên cîhana hevçerx bi hev re hatine belavkirin; her sê nivîskar jî bi zimanê gelên ku bi meseleyên wan ve dadikevin dizanin (xalek ku gelek caran tê piştguhkirin). Jean Pierre Filiuyê dîplomatê bisporê ziman û kultûra erebî, profesorê Science Po’yê [zanîngeha zanistên siyasî li Parîsê] di Kursiya Rojhilata Navîn de, di kitêba xwe de dewama lêkolîna xwe ya li ser îdeolojiya cîhadbaweran [cîhadîst ; misilmanên ku bawerî bi cîhadê tînin] pêşkêş dike(2). Les neuf vies d’Al-Qaida [Neh jiyanên El-Qaîdeyê] kawdan, mezinbûn û jêkbelavbûna rêxistinê qiset dike û her qonaxekê di nav qewimînên mezin ên navneteweyî de bi cih dike. Nivîskar nîşan dide ka rêxistinê çawa şer di warê înternetî de dîsa bi rêk xist lê di heman demê de hêz û desthilata xwe ya li ser zevî û zemînê jeografîk ê rasteqîne ji dest da ; lewre ji ber tundrewî û serhişkiya xwe ya bîrî nema dikarî ji bilî Peştûyistana li Pakistan û Afganîstanê li tu cihekî din bihêwire. Bi ya Filiuyî, têkçûna El-Qaîdeyê li hember berxwedana nasyonalîst (sunnî) li İraqê xaleke werçerxê bû. Bêdengî û pûtepênedana cîhana erebî bo gotara siyasî ya Bîn Ladînî û herwiha qebûlnebûna wî li bal piraniya misilmanan nîşanên teqez ên bêhêzketineke xeşîm in.

Nivîskar sê senaryoyan lêkdide (hilweşiyan, parçebûn û êrîşa hêzên derekî) û bi tenê di halê êrîşeke li dijî dewleteke misilman de ihtimalê dide vesazkariyeke muhtemel a rêxistinê. Lê belê, stratejiya bombebarana hewayî ya bi ser Bakurê Pakistanê ji aliyê dewletên yekgirtî ve û ya bi ser gundên Afganî ji aliyê hêzên NATO’yê ve, herçend bi ya Filiuyî ‘‘tearûz’‘ nebe jî, nabe sebebê dîsa piştgirîkirina li El-Qaîdeyê ?

Qutbûna El-Qaîdeyê ji cîhana misilman herwiha mijara L’Absolution’ê [Bexşîna gunehan] ye ku Ayman Al-Zawahiriyê [Ayman El-Zewahîrî] duyemîn kesê herî girîng ê El-Qaîdeyê nivîsiye û Jean-Pierre Milelli ew wergerrandiye. Wergêrê navhatî hewl dide deqên bingehî yên di nav mij û ewran de berdest bike û yekem berhema di wê rêzê de, bi kitêba Al-Qaide dans le texte (3), sala 2005’an belav bûbû.

L’Absolution bi şêweyê bersivekê ye bo berhema Seyîd Îmam El-Ezîz ya bi navê Manifeste d’orientation du djihad en Egypte et dans le monde [Manîfestoya meyla cîhadparêz li Misr û li cîhanê]. Ev kitêba ku di mijdara 2007’an de derketiye, rexne li çalakî û têkoşîna rêxistinê digire. Nîqaşa di kitêbê de zeîf û nivîşkan e lê belê destnîşan dike ku El-Qaîde ji rêya gelek alimên baweriya misilmaniyê dûr ketiye. Cihê mixabiniyê ye ku têbînî û şîrove lê nehatine kirin da ku nîqaşa teolojîk bêtir têgihiştinbar bikirana.
Le retour des talibans [Vegera Talîbanê] berhema Ahmed Rashidî ye ku navhatî yek ji çend bisporên vê rêxistina şagirdên rêya dînî ye û heta niha gelek berhemên xwe ji bo lêkdana wê rêxistinê terxan kirine (4). Bi ya rojnamevanê pakistanî, sê hoy karîger in di vegera wan de. Pêşî, korî û nebînayiya rayedarên emerîkî ku, piştî serkeftina xwe ya cotmeha 2001’ê, bi lez û bez hêz û bala xwe ji Afganistanê dane alî ji bo xatirê pîlanên xwe yên li ser İraqê. Ew axa û begên şerî ku alî wan kiribûn di şerê li dijî talîbanan de, bi derçûna emerîkiyan dîsa hêz û desthilata xwe bi dest xistibû. Paşî, Hemîd Karzaî, ku serokdewletê resmî ye, bi wan re li hev tê, bi taybetî bi tucarên tiryakê re. Axirî, durûyiya daîmî ya Pakistanê û artêşa wê, ku hemû bal û hizra wê li ser Hindistana reqîb e, kirin ku Îslamabad alî talîbanê (hevalbendên wê yên herî dilsoz) bike da ku talîban li ser erdê wê xwe dîsa bi rêk bixe; û di heman demê de bi dewletên yekgirtî dida bawerkirin ku wê bi xwe jî gelek hewl dida ji bo girtina Bîn Ladînî. Tehlîla Rashidî tevahiya Asyaya Navîn bi xwe ve digire û kurteya netîceyên wî cihê nerihetiyê ne, lewre nîşan dide ku herêm dibe warê bicihbûn û bihêzbûna komên tundrew.

Ev kitêb hemû ji pêla serdest cuda dibin ; lewre medya bi temamî di bin tesîra bisporên bazara reşbînî û felaketbêjan de ye. Divê em hewlên van du weşanxaneyan (Milelli û Delavilla) pîroz bikin ku deqên ciddî û belgekirî belav dikin li ser meseleyên aloz û dijwar. Lê belê, layenek dimîne ku bi têra xwe pûte pê nayê dan: artêş û dînamîkên wê. Diyar e divê li Fransayê jî mîna li Brîtanyayê navendeke War Studies [Lêkolînên Şerî] bê avakirin da ku ev tehlîl bikarin tesîr û tevkariyekê li prosesa dariştina siyaseta giştî bikin. Berhema Patrick Porterê ji Akademiya bergîriyê (London), Military Orientalism, digel beşeke balkêş li ser Afganistan û Talîbanê numûneyeke baş e di wî warî de.(5)

Çavkanî

Têbînî :

  1. Jean Pierre Filiu, Les Neuf vies d’Al-Qaida, Fayard, Parîs, 2009, 368 rûpel, 20 euro. Ayman Al-Zawahiri, L'Absolution: Des oulémas et des moujahidines de toute accusation d'impuissance et de faiblesse, Milelli, Parîs, 2008, 250 rûpel, 25 euro; û Ahmed Rashid, Le Retour des talibans, Delavilla, Parîs, 2009, 379 rûpel, 18,05 euro.
  2. Bo nimûne bixwîne, Les Frontières du jihad [Sînorên cîhadê], Fayard, Parîs, 2006 (nivîsareke nirxandinê di Le Monde diplomatique, Çileya 2007).
  3. Di bin dîrektoriya Gilles Kepel, Presses universitaires de France, Parîs, 2008.
  4. Bo nimûne bixwîne, L’Ombre des talibans [Siya Talîbanan], Autrement, Parîs, 2001.
  5. Hurst & Company, Londres, 2009, 263 rûpel, 14,99 paûnd. Herwiha vê gotara wî bixwîne ‘‘Surprenante souplesse tactique des talibans en Afghanistan’’, Le Monde diplomatique, mijdar 2009.