Pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî û xebatên rêzimanî

Ji bo fêrbûna ziman, pirtûkên fêrbûnê yên cûrbicûr û pirtûkên rêzimanê (gramerê) pêwîst in. Pirtûkên rêzimanê bi gelemperî û bi hûrbûna li ser hin beşên rêzimanê li gor zimanzanîyê li gor her zimanî cuda tên amade kirin, lê bingeha lêkolîn û hunandinê, metodên bikarhatî ji hev ne dûr in. Pirsa pirtûkên fêrbûnê hîn bêtir kûrbînî û amadekarîyeke perwerdeyî dixwaze. Ji alîyê perwerdeyê ne bi tenê ziman herwiha helwest jî derdikevin holê. Bi taybetî jî, ger li ser zimanekî metirsî hebe, helwesta siyasî, çandî, perwerdeyî û neteweyî xwe dide pêş. Pirtûkeke çawa? Fêrbûneke çawa?

Pirtûkên fêrbûna zimanekî hertim bi çanda wî zimanî û jîyana kesên bi wî zimanî dipeyivin ve girêdayî ne, nikarin ji edet û teqelîdên civaka wî zimanî bên cuda kirin. Perwerde xwedî du beşên girîng e: metod û naverok. Metodên perwerdeya zimanekî ji alîyê fêrbûna rêziman ûwd. wekhev in, lê ji alîyê çand û jîyana civakê cuda ne. Her ziman xwe bi çand û jîyana civaka xwe çêtir dide fêrkirinê, nikare ji wan bêpar perwerde û fêrbûneke zelal bixemilîne.

Gava em pirtûkên fêrbûn û zimanê kurdî yên di dîrokê de binirxînin, derdikeve holê ku di destê me de bi tenê Nûbara Ehmedê Xanî heye ku ji alîyê helwesta perwerdeyê ji alîyê kurdan hatiye nivîsandin. Pirtûkên ziman û hin jî yên fêrbûnê heta sedsala 19ê bi piranî ji alîyê kesên biyanî, kesên ji çand û jîyana kurdan dûr ve hatine nivîsandin; ev kes jî, di beşên xwe de zêde bispor nebûn. Hin ji wan mîsyoner û dîplomat û hin ji wan rêwîyên maceraperest bûn. Lê di nav wan de çend kesên zana û şareza yên mîna Justî, Mann, Minorsky jî hebûn.

Pirtûkên rêziman û hin beşên rêzimanê ji alîyê gelek nivîskarên kurd ve hatine nivîsandin û ev xebat hîn berdewam dike. Pirtûkên perwerdeya ziman û perwerdeyê bi gelemperî hîn gelek kêm in. Di van 15-20 salên dawî de hejmareke pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî hatine çap kirin, lê hîn jî ji alîyê metodên perwerdeya fêrbûna ziman li gor çand û jîyana civakê û li gor temenê zarok û kesên fêr dibin, negihîştine zelalîya têrbûnê. Tecrûbeyên Swêdê û heta cîyekî tecrûbe û ceribandinên bajarên wek Bremen, Hannover û Dortmundê yên li ser dersdan û amadekarîya materyalên alîkar ji bo dibistana seretayî, hêjayê pesnê ne. Derfetên salên 80-90ê li Swêdê rê li ber hejmareke xebatên afirandêrîya materyalên perwerdeya dibistanê vekirine û ev yek ji bo zarokên wê derê bûne alîkarîya fêrbûna zimanê dayikê. Lê ev tecrûbe hîn ne li ser bingeha çand û jîyana civaka Kurdistanê ne, ji ber ku li welat zarok ne xwedîyên derfetên zarokên li Ewropayê ne û hîn nikarin ji wan materyalan sûd werbigirin.

Fêrbûna zimanê kurdî bi gelemperî ji alîyê berheman ve hîn di destpêkê de ye, lê rê vebûye, berhem tên amade kirin. Herçiqas li Kurdistanê bi rêya şaredarîyan hin xebatên nû tên amade kirin jî, rewşa siyaseta rojane hîn rê nade perwerdeya zimanê kurdî, ev yek jî xebat û berheman di çarçoveyeke teng û kesane de dihêle; nebûye xwedîyê coşa sazîyên domdar. Pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî bi piranî wisa tên amade kirin ku bê mamoste nikarin bên fêhm kirin û mixabin ev pirtûk nikarin di sazî û dibistanên perwerdeyî de bên ceribandin daku hin nirxandin li ser bên kirin û bi rexneyan rê ji bo berhemên nû bên vekirin. Xebat û berhemên heyî hîn jî bi piranî bi derfetên kêm ên kesan tên amade kirin; ev kesên ku wek şowalyeyên çand û zimanê kurdî ne, rewşa ziman û berhemên fêrbûna zimanê kurdî gihîştandine vê rewşê û hîn çend kesên mâyî jî, karên xwe berdewam dikin, lê di rastîyê de ev êdî karê takekesane nîne, pêwîstî bi sazîyên beşane, komên xebatên kolektîv heye. Kurd êdî xwedî dewlet in, plansazîya amadekirina pirtûk û berhemên ziman, dikare ji alîyê sazîyên dewletî ve bê bi rê ve birin; ev rê li ber xebata kesan nagire, vedike.

Li tenişta plansazî û rêveberîya dewlet û sazîyên şaredarîyê, hin kurdên xwedîderfet dikarin pêşengîya însîyatifên sîvîl jî bikin: li her deverên cihanê dewlemend sponsorî dikin û weqif û sazîyên çandî, ji bo perwerde û gelek beşên jîyana rojane ava û fînanse dikin. Dewlemendên kurd jî dikarin berê xwe bidin sponsorîyeke parastina çand û zimanê kurdî daku hîn zêde berhemên bi rêkûpêktir derkevin.

Li başûrê Kurdistanê fakulteyên zanîngehê yên ziman û perwerdeyê hene, ew dikarin di vî warî de wezîfedar bin û alîkarîya wezareta çand û perwerdeyê bikin; hikumet dikare derfetan berfirehtir bike û bêtir girîngî bide otonomîya sazîyên zanyarîyê û hemû akademîsyen û mamosteyên kurd aktîv bike; her çar parçe û belavbûna kurdan li seranserê cîhanê dikare wek derfeteke xurtkirina berhemdarîyê bê dîtin û ev yek ber bi Kurdistanê ve biherike.

Hertişt heye: Organîze pêwîst e, organîzeyeke rast û herikandina berheman ber bi hemû kurdan ve; ev dê rê li ber berhemên nû, afirandêrîya xurt û pêşketinê veke.