Piştî Auschwitz'ê nivîsandina helbestê: Kurda ra azadî!

Translator

Di sala 1996’an de hevala min beşdarê geryaneke perwerdeyê bû û çû Auschwitz'ê. Dema ew vegeriyabû, bi rojan bi ser xwe ve nehatibû. Tim û tim bahsa kûlîlkên gulesoran ku li seranserê kampa tûnekirinê şîn hatibûn kir. Bahsa îşkenceya mehekê ku di sala 1985’an de me bi hev re dît, kir û got “me serpêhatiyên xwe gelek girîng didît!”

Eger ez ne şahidê serpêhatiyên bi serê me ve hat bûma, ev axaftina di navbêra me de derbasbû wê ewçend min nehajanda. Min dizanî ku qiyas bi êş û azarên şexsî nayê kirin. Lê belê eger jinek ku di dirêjahiya mehekê de bi tevî mêrê xwe û zaroka xwe re êşkence dîtiye, law bêhiş ketiye, bi xwe giran birîndar bûye û rakirine nexweşxanê, bi tevî jan û bîranînên ku heta sax be wê were bîrê,serpêhatiyên xwe li hemberî tiştên li wir hîskiriye biçûk dibîne, wê çaxê diviyabû ew devera ku jêre Auschwitz tê gotin li cem min jî wateyeke xwe hebûya.

Êdî rêwîtiya min a ku hîn jî neqediyaye ya li demboriya Almanya ku bûye welatê bîrhatinê, dest pê kir. Min serdana kampên tunekirinê ku hemû veguhezîne xanî, qebrên mirinê û bîrhatinan kir. Weke mînak, ez çûm kampa komkirinê Sachsenhausenê ya li nêzî Berlînê ku di Sibata 1943’an de li ser daxwaza aliyê tirk, Gerînendeyê Asayîşê yê Stenbolê Nihat Haluk Pepeye û Selahattin Korkud gereke lêkolînê lê kiribûn . Ez çûm kampa komkirinê ya jinan Ravensbrück`ê ku di 26’ê Cotmeha 1943’an, de di nav de sê zarok 12 jinên Museviyên tirk hatibûn sewkkirin . Ez çûm “Bîrhatingeha Konferansa Wannsee” ya li Postdamê.

Bingeha pîlana Naziyan a “Çareseriya Dawî”, di 20’ê Çileya 1942’an de di konferanseke de hate danîn. Di belgeyên konferansê de ku di dîrokê de weke “Protokola Wanssee” tê zanîn, biryar hatibû girtin ku 11 mîlyon cihûyên Ewrûpayê bên îmhakirin. Belge ji aliyê Adolf Eichmann ve hatibû nivîsandin ku di sala 1962’an de li Qûdsê hat darezandin û dardekirin. Belge di sala 1947’an de, di nav dokumentên Wezareta Derve de hatin dîtin. Di rûpela şeşemîn a wê belgeyê de lîsteya şêniya cihûyên Ewrûpayê cîh digirt. 200 cihûyên li Arnawûtlukê jî nehatibûn jibîrkirin. Herweha 55 hezar cihûyên li Tirkiyeyê yên li alî Ewrûpayê jî ketibûn ber pîlana îmhakirinê.

Her ku derbarê jenosîda cihûyan de agahiyên min zêde bûn, serê min bêtir tevlî hev bû. Mesela cihûyên li Tirkiyeyê ku tunekirina wan dihat pêşdîtin, mesela sinetkarekî li Tekirdağ`ê û zarokê wî yê nû-welidî yê ji şer bê xeber, çawa dikare berjewendiyên Almanyayê bixe xeterê? Min li ser vê pirsê mejiyê xwe pir êşand lê min bersiv nedît! Di devê xelkê de bibû benîşt ku alman milletekî rasyonel in, lê belê rasyoneltiya tûnekirina cihûyên Ewrûpayê li kûderê bû? Berî hertiştî komeke însan çawa fikra tûnekirina mirovên li ser rûyê erdê yên wan cûda dibînin, çêdikin? Min wêneyên beşdarên konferansê yek bi yek vekola, lê ez belasebep li bersiva pirsa xwe digeriyam. Rûyê wan rûyê mirovên normal bûn. Saw ket dilê min. Hîna li pêş min rêyeke dirêj hebû.

Piştre diviyabû min rêwîtiyên di vagonên hewyanan de ku Jorge Semprun di “Rêwîtiya Mezin” de bahs dikir, yên bi şev û rojan dewam dikir, yên ji birçîbûnê, ji bê aviyê, bê nefesiyê li ser pêya dimirin, li dawî bihişta, li Chelmno yan jî li Belzec`ê bi gaza motor, li Sobibor yan jî Treblinka`yê bi karbon monoksîtê, li Majdanek yan jî Auschwitz`ê bi Zyklon-B`yê re bihatama fetisandin û kuştin, li krematoryuman vegûhezyama xwelî û dumanê.

Piştî ku min Navenda Gestapoyê ya li Köln’ê dît gelekî piştre, ez hîn bûm ku ermeniyeke bi navê Grigorie Baisonasch di 19 Kanûna 1944’an de ji aliyê Gestapo ve hatiye kuştin. Yek ji rawestgeha rêwîtiya min a li paşerojê, yek ji kampên komkirinê yê herî mezin a li Polonyayê li nêzî bajarê Lublin`ê Maydanek bû. Hey ku ez çûme heta wir, ez çûm ziyareta Sobibor`ê jî ya li nêzî bajarê Wlodawa ku tenê û tenê ji bo tunekirinê hatibû avakirin. Rêyeke trênê di nav daristanan de li deverekê bi dawî dibû. Nîşana tenê ku li wê derê kamp heye ev e. Ji bo bîranîna qurbanan abîdeyek hatiye avakirin, ne ji girê bi xweliya qurbanan hatiye avakirin be, ne mumkîn e mirov xiyal bike ku wê derê Sobibor`a lê 250 hezar mirov lê hatiye kuştin. John Demjanjuk (89) ku di van rojan de li Almanyayê li Dadgeha Eyaleta Munîhê dadgeha wî dewam dike, yek ji gardiyanên bê rehm ê kampa kuştinê bû. Di wan salan de tişta min derheqê Sobibor de tenê dizanî, fîlmeke xirap a bi sernavê `Ji Sobibor`ê Rev” bû.

Bi rastî jî rev û berxwedana herî mezin a ji kampên mirinê û komkirinê li vê derê çêbûye, 365 girtiyên ku di nav wan de Thomas Blatt (82) jî hebû, reviyabûn û di dawiya şer de tenê 47 ji van sax mabûn. Berxwedana din a çeleng Berxwedana Gettoya Varschova bû ku piştre rêya me lê ket. Rexnekarê ji Gettoyê sax xelas bûye Marcel Reich Ranicki ku li Almanyayê weke ’’Papayê Wêjeyê” nav daye, dinivîsîne ku Berxwedanvanên Gettoyê, Berxwerdanvanên ermeniyên li Çiyayê Mûsa çil rojan li ber xwe dane, mînak girtine.

Piştre piştî ku cîhan veguhezî sedsala nû, ez çûm Auschwitz`ê. Ez ji deriyê li ser "Arbeit macht frei / Xebat Mirovan Azad Dike" nivîsandî derbas bûm. Min gav avêtibû cîhekî ku diviyabû ne aîdî vê dinyayê be.

Dûre sal derbas bûn. Lê hîna jî min bi hezaran çente, bi sedhezaran pêlav, bi mîlyonan tayên poran ên ji qurbanan dawî mane jibîr nekir. Min ew agahiyên li ser gaza Zyklan-B jibîr nekir; ji ber ku ji krîstalên rengeşîn pêk tê, jê re her wiha `asîta şîn` jî tê gotin, gava bigîje hewayê, eger germahî 26 dereceyan derbas kiribe vediguheze gazeke jehrî û mîlîgrameke wê dikare gelek însanan bikûje. Gava ku min bîhîst li Auschwitz'ê di sala 1942an de, 7.5 ton, di sala 1943an de 12 ton asîta şîn hatiye şandin, min hewil dabû bihesibînim ka 12 hezar ton çend însan dike? Şermeke nayê efûkirin kumişî nav dilê min. Min jibîr nekir ku min dixwest bigrîm, lê nikarim bigrîm, dixwest birevim, lê nikarim birevim, dixwest bisekinim, lê nikarim bisekinim. Ez çûm serdana bloka mirinê ya numara 11’an, min jibîr nekir. Min jibîr nekir ku di odeyên gazê de difetisîm, di hûcreyên tarî de kor dibûm, di krematoryuman de dibûm xwelî. Min jibîr nekir dema pêşandana poran di nava min de rûnişt, dema min di nava xwe de dikir miremir ku guneh e por ji pêlavan, ji baholan, ji berçavkan, ji diranan cûdatir were pêşandan. Ez bê xweda bûm, lê min jibîr nekir dema difikirîm ku hedimandina poran wê bibe xêr. Dema ku ez gîhiştim Auschwitz-Birkenau`yê ya sê kîlometre dûrî devera jê re tê gotin“Auschwitz -I”, dema ez ji merdîwenên biryargeha ku bûroya fermandar Rudolf Höß jî tê de ye û dîlên cihû, çîngene, polonî û dilên şer ên rûs bi trênan derbas dibûn, derdiketim jor, min biçûkbûna odeyan û bi tevî ku dawiya wî hebû jî, ji jibîr nekir ku ji qata jor ve bê dawî xûya dikir kampa mirinê. Piraniya holikan riziyabûn. Li dawiyê kulekên ji tûxlayên weke sawêran diliviyan mabûn, min wan jibîr nekir. Kulekên ji tûxleyan ber bi asoyan ve dirêj dibû, min jibîr nekir. Ez di bin deriyê mirinê re derbas bûm. Di noqteya ku rêya trênê vediqetiya û dibû dido, li wir sekinîm, cemidîm û mam. Min jibîr nekir ên ji vê hêlê dadiketin diçûn odeyên gazê, yên ji aliyê din dadiketin paşê ji odeyên gazê re dihatin şandin. Holikên roman û sintiyan, avahiyên ku zarokên Rudolf Höß lê dijiyan, dara spîndaran a li cem holika jinan min jibîr nekir. Ez ber bi peykerê bîrhatinê yê nikarî bahsa tiştekî bike dimeşiyam, her ku dimeşiyam, deriyê mirinê yê di bin de derbasî mirinê dibû mezin dibû, min jibîr nekir. Min jibîr nekir ku min xwe, raboriya xwe û ramanên xwe gelek xerîb didît. Min jibîr nekir ku hêrs û kîna min bê armanc bû. Min jibîr nekir ku têgehan wateya xwe winda dikir û têgehên Nazî, cihû, çîngene, polonî ji nişkê ve bahsa tiştekî nedikirin. Min jibîr nekir ku hestên min ên kerbê û rehmê diqediyan. Ez ne di ferqa wê de bûm ku piyên min ji erdê qût dibûn, gelek dûr ber bi tariyê ve berba dibûm û "ez"ê li dawiyê mabû jî vedigûhezî aferîdeyeke bê hedef, neçar û belengaz, li cîhê rêya trenê diqediya geh wirde diçû geh dihat, winda dibû, lê belê di nav xwe de winda dibû. Min jibîr nekir ku ji aliyekî ve dijî Xwedê radibûm ji aliyê din ve, min xwe diavêt Xwedê. Min jibîr nekir wexta difikirîm Auschwitz mabedên çûk û çivîkên şîn û sipî yên serjêkirîne ye. Li cîhê rêya trênê dibû dido, ez ji nişkê ve ji mirovbûnê tirsiyabûm û ber bi dûr ve berba bibûm. Ez ji Auschwitz’ê weke mirovekî ji nû ve trawma derbaskiriye vegeriyam. Min sond xwar ezê careke din lingên xwe navêjim Auschwitz`ê. Lê dîsa jî çûm. Min nexwest stûxwariyê ji tewanê herî sîstematîk ê li hemberî mirovahiya sedsala 20. hatiye kirin re bikim. Vê carê ez ne tenê bûm. Dema di sala 2006’an de çûm, li cem min hevalên min ên çîngene yên kal û pîrên wan li wir jiyana wan bi dawî bûbû, hebûn. Hevalên min ên alman ên kalik û pîrên wan ku tevlî sûc û tawanan bibûn hebûn. Hevalên min yûnan hebû yê kalikê wî yê mezin ji Îzmîr’ê û bapîrên wan li Auschwitz’ê can dabûn. Hevalekî min ê ji Edenê li ser daxwaza bavê xwe li Auschwitz’ê nimêj dikir, pê re hevaleke min ê din hebû ji Îzmîr’ê bi tevî ku bê dîn jî bû pê re nimêj dikir.

Ez du carî çûm serdana Îsraîlê ku ji aliyê kesên ji Holocaust’ê sax mane ve hatiye avakirin. Ez bi çavdêriyên erênî û neyênî vegeriyam ji wir. Lê belê min ferq kir ku li hemberî gefên kesên weke Ahmedînejad yên ji holêrakirina Îsraîlê ji nexşeya cîhanê, li hemberî argûmanên antî-semîtîzmê, li hemberî kesên ku siyaseta ehmeqî ya Îsraîlê bahane nîşan didin û Îsraîlê nasnakin, Îsraîl jî nikare ji wan re tahamûl bike. Bi tevî ku mafê hebûna Komara Tirkiyeyê, ji aliyê rêxistinên radîkal ên dixwazin wê têk bibibin ve nayê lêpirsîn, lê belê bi tirkî ‘înkarkirina mafê hebûna Îsraîlê’ gelekî hêsan e.Weke sedem jî tê nîşandan ku Îsraîl wek gelek dewlet-netewan bi xwînê hatiye damezirandin. Lê belê jibîr dikin ku Komara Tirkiye li ser qelandina koka Xiristiyanan, înkarkirin û qetilkirina miletê kurd hatiye damezirandin. Bi tevî ku Îsraîl ji roja hatiye damezirandin û vir ve di şer de ye û hawirdora wê bi welatên ereb ên ku Îsraîlê înkar dikin ve pêçaye gelek efser ji nav Îsraîlê derdikevin ku êrîşa hedefên sîvîl naxwazin. Lê belê mixabin di şerê li hemberî kurdan de heta niha efserekî tirk ê wiha derneketiye. Her wiha ji leşkerên xwe yên PKK’ê teslîmî dewletê kirin re jî muamelaya `xayînên welat` layiq dîtin.

Eger kesek ji min bipirse “tu ji Auschwitz’ê çi hîn bûyî’’, ez dizanim ezê çi bersivê bidim:

Auschwitz’ê fêrî min kir ku bi jenosîda ermenî-sûryaniyan û bi înkarkirina nasnameya kurdan em nikarin bigîjin ti deverê. Auschwitz’ê fêrî min kir ku li hember tawanên dijî mirovahiyê, ku ew tawan li dijî kê dibe bila bibe, divê mirov li dij derdikeve. Auschwitz ji min re bû alîkar ku ez li hebûna kurdan -ku li welatê ez lê ji dayik bûme, tê înkarkirin-, di wateya rasteqîn de baştir fahm bikim. Ez weke tirkekî wateya dirûşma “Ji Kurdan re Azadî” li Auschwitz’ê hîn bûm.

Çavkanî
  1. Guttstadt, Corry: Die Türkei, die Juden und der Holocaust. Assoziation A, Berlin - Hamburg 2008, s 317, 318
  2. Age. s 172
  3. „Die Wannsee Konferenz und der Völkermord an den europäischen Juden, Berlin 2006, s.110
  4. Semprun Jorge: Büyük Yolculuk (Rêwîtiya Mezin) Wergera Tirkî Nedim Gürsel, Weşanên Can, 1985
  5. Navê Orjînal: Escape from Sobibor (Regie: Jack Gold, 1987)
  6. Blatt, Thomas, Nur die Schatten bleiben. Der Aufstand im Vernichtungslager Sobibor, Aufbau Taschenbuch-Verlag, Berlin
  7. Werfel, Franz: Musa Dağ'da: Kırk Gün, Belge yayınları, Die vierzig Tage des Musa Dagh, Fischer, Frankfurt; Auflage: 17, 1990
  8. Marcel Reich-Ranicki: Mein Leben, Deutsche dtv, München 2000