Piştî dagîrkirina neh salan DYA welatekî çawa li paş xwe dihêle?

Îraq: Serbest, serwer û rageşî
Translator

Lêşkerên Amerîka yên dawîyê dê bi serbilindî ji sînoran derbas bibin, şanaz li ser serfirazîya xwe… hewldanên leşkerî yên DYAyê dê bi vî awayî li Îraqê bi dawî bibin."

Serokê DYAyê Obama bi serokwezîrê Îraqê Malikî re, vekişandina dawî ya hêzên dagîrker ên DYA ji Îraqê wek "serfirazî" rave dike û desthilatdarên li qiraxa Dîjleyê xwe bi şanazî wek "rizgarker"ê serwerîya Îraqê berpêş dikin.

Lê tiştê ku her du serok dixwazin bidin zanîn, ne rast e. Ji ber ku Malikî ku ji alîyê siyaseta hundir ve li ser zemînên lerzîn e, nikare hebûna hêzên leşkerî yên DYAyê ji roja kifşkirî ya 31ê Kanûna 2011ê, tarîxa ku bi kevneserokê DYAyê Bush re di 2008ê de li hev hatibû wêdetir, di parlamentoyê de dirêj bike; hêza super hebûna xwe di vê dewleta petrolê de ya ku ji alîyê stratejîk ve gelek girîng e, piçkole dike. Çend sed leşker dê bimînin da ku balyozxaneya DYAyê li Bexdayê ya ku di hemû cîhanê de herî mezin e, ewle bikin –ev yek bi tena serê xwe serneketina amerîkîyan dide der ku goya ew Îraqê zexim dikin û ber bi ewlekarîyê ve dibin. Herwiha ji ber sedemên ewlekarîyê Washington plana xwe ya vekirina hejmareke konsolosxaneyan li wî welatî rakir û peyva baregehên leşkerî ku bi salan e li ser hewldan dihatin kirin, hew tê zimên. Çend sed û -ne wek hêvî dihat kirin bi hezaran- şêwirmendên leşkerî û ewlekarîyê- divê hîn di diwarojê de jî, li tenişta yekîneyên îraqî alîkar bin.

Xewnên berzefir ên qêrîna şer ku Bush 2003yê li dijî diktatorê îraqî Sedam derdixistin, belawela bûn: Divê "Swîsreyeke Rojhilat" a nû ji Îraqa ku ji despotekî herî xwînxwar ê sedsala çû hatiye rizgar kirin, çêbibûya. Divê pîrozîyên demokrasîyê xwe "wek alava qeselê" ji perava Ferat û Dîjleyê ber bi hemû Rojhilatê Navîn ve belav bikirana. Piştî heşt salan derket holê ku ev dîtin leylan in. Rastîya jîyanê dihêle ku tirsa pêşketineke dijber serdest be. Ji alîyekî "bihara erebî" bê ku di bin tesîra bûyerên li Îraqê diqewimîn, bimîne dîktatorên Afrîkaya Bakur paqij dike û yên din dixe nav zehmetîyên siyasî yên mirinane, ji alîyê din serokatîya demokrasîya Îraqa nû xwe dispêre kevnemetodên ceribandî ji bo nefesên azadîyê asteng bike: Gava îraqîyên xeyalşikestî di meha adarê de mafên xwe yên hemwelatî yên nûbidestxistî bi kar anîn û li dijî xizmetên dewletê yên kurtekêm bêhêvî xwepêşandan kirin, hêzên ewlekarîyê yên Malikî bi mînaka sedamkî li wan xist. Kuştina rojnamevan û organîzetorekî navdar ê protestoyên heftane li dijî gendelîyê di îlona 2011ê de, tirsa gelek kesan zêde dike ku Malikî Îraqê cardin vegerîne dîktatorîyê.

"Belê" îraqî vekirî îtiraf dikin "em dikarin îro hîn serbest serokên siyasî rexne bikin", Sedam vê yekê bi mirinê ceza dikir. Lê dîsa jî, tirs ji dilên 30 milyon gel derneketiye, tenê xwe guhertiye.

Ji alîyekî encamên paşvekişandina DYAyê yên li ser Îraqê zelal dîyar nabin, ji alîyê din dîmena kurtekêm nehsalî ya "maceraya amerîkî" ya li welatê Mezopotamyayê gelek dîyar e: Şerekî ku yekser an neyekser jîyana zêdeyî 100.000 sîvîlên îraqî, nêzîkî 4.500 leşkerên DYAyê têk bir û ji yek bîlyon dolaran zêdetir ji kaseya dewletê ya Washingtonê daqurtand. Ji welatên cîhanê potansîyel hema bêje yekî herî dewlemend di nav tevlîhevîya paşdemayî û hejar de hişt, zerarên mezin ên derûnî bihêle, birîndar, endamên kesên qurban, zarok û dahatû jî têk birin.

Piştî sal û nîvekê bi şûn ve jî, jêrxaneyên ku ji alîyê şer û mieyîdeyên navnetewî yên jandar hatine xirab kirin, hîn jî ji nûve ava nebûne, qutbûnên ceryanê hîn parçeyek ji jîyana rojane ne û pêşketina aborîyê radiwestînin; hilberîn nikare bigihîje asta pêdivî. Thinktank (afirandêrên ramanan) "Carnegie Endowment" (Weqfa Karnegî) ku li Washingtonê bi cih e, kêmasîyeke dîyar a kordînasyonê di navbera hikumeta navendî li Bexdayê û meqamên herêmê şanî dide; pêşvebirina kalîteya karmendan têrê nake û berîya hertiştî xizmetên gelêrî wek "çekekî siyasî" bûne sedemên sereke ji bo xwedîderketina karesata gel ji alîyê dewlet û civakê ve.

Zêdeyî heft milyon îraqî di bin sinorê hejarîyê de rojê bi du dolaran dijîn. Tengasîya civakî, ji destpêka şeran ve (li dijî Îran û Kuweytê piştî salên 80yê) û mieyîdeyên navnetewî dramatîk in, hîn tirsnak girantir bûn. Di du dehsalên derbasbûyî de %20ê niştecîyên bajêr ên Îraqê li qiraxên bajaran dijiyan, îro yanzdeh milyon in, ev dike %53yê ji hejmara bi giştî 19 milyon niştecîyên bajêr. (UN-Habitat: State of the World´s Cities 2010, 2011).

Amerîka piştî vekişînê Îraqeke jihevketî û pir aloz li pey xwe dihêle

Heta 2008ê şer, şerê hundir û teror sedî 15ê niştecî ji cî û warên xwe hatin sirgun kirin. Nêzîkî du mîlyon kes hebûneke nedîyar di dewletên cîran de derbas dikin, 100.000 penaber piştî pêvajoya burokratîk a zehmet bi paş ve vegeriyan welatê xwe û Komîserîya Penaberîyê ya Bilind a NY(Neteweyên Yekgirtî) şîret dike ku bila hîn rawestin. Bi heman awayî ji du mîlyonan zêdetir koçberên hundirîn heta îro hîn nekarîne vegerin cî û warên xwe.

Piştî salên dijwar, endustrîya petrolê ya gelek hatiye piştguh kirin, dest pê kiriye ku xwe qewî bike. Hilberîneke ji 2.9 mîlyon warîl û hinardeyên (eksport) ji 2.1 mîlyonan serê rojê dê Îraq di vê salê de 74.76 milyar dolaran qezenc bike ku ev ji sedî 68ê hilberîna hundirîn a bruto ye. (The Special Inspector General For Iraq Reconstruktion, SIGIR, 14.11.2011). Wezareta Petrolê heta sala 2017ê kapasîteyeke hilberînê ji donzdeh mîlyon warîlan ji xwe re kiriye armanc. Ji ber kêmasîyên jêrxaneyê, bispor vê yekê dûrî rastîyê dibînin. Bi ser de jî rastîya ku Bexda heta îro jî hîn gihîştiye qanûneke petrolê ya neteweyî; ev yek ji bo kardarên bîyanî ji alîyê qanûnî ve faktora bêewlekarîyê ye.

Belê îraqî ji dema dagîrkirina DYAyê ve, di hilbijartinan de yên ku ji alîyê çavdêrên serbixwe ve gelek "azad û adil" pesinbar bûbûn, parlamenterên parlamentoyê û meclisên bajêr hilbijartibûn; rojname, ajansên nûçeyan û kanalên televîzyonan, NGO (Rêxistinên Nedewletî) û partîyên siyasî damezirandibûn, lêbelê dijberîyên navbera tevgerên siyasî û komên gel ên cûrbicûr ên dînî û etnîkî pêvajoya siyasî ecêbane asteng dikin. Ji alîyekî ve hema bêje du salan piştî hilbijartinên parlamentoyê yên adara 2010ê, Malikî hîn jî bi ser neketiye ku hikumeteke giştî ava bike, berpirsiyarîya ji bo rêveberîya girîng, beşên hundir û parastinê girtiye destê xwe û bi vî awayî hîn bêtir desthilatdarî di destê xwe de civandiye, li alîyê din jî parlamentoya kûredûr parçekirî hew dikare biryaran derbixe.

Di bin serokatîya Malikî û çavên hişyar ên DYAyê de Îraq di bidestxistina navê dudilî yê dewleteke herî gendelîparêz a cîhanê de serketî bû, di nav 178 welatan de cîyê 175ê digire. (Transparency International: Coruption Perception Index 2010).

Serokê parlamentoyê Osama al-Nujaifi di dema dawîyê de vekirî gilî kiribû ku gendelî "wek heştpêyekê (axtapot) hemû Îraqê dixwe û komên mafya yên gendelîyê reformên siyasî û her pêşketinekê asteng dikin. (AFP, 5.10.2011)" DYA li gor kêfa dilê xwe dikare bikeve welatekî, hertiştî bi temamî ji cîyê xwe belawela bike, mirin û qirkirinê belav bike (bi zanîn yan bê qestî), di navbera cûrbicûr komên dînî û etnîkî komkujî bide çêkirin û paşê dîsa ji holê winda bibe –bê ku du cara li ser bifikire gelo çi li paş xwe hîştine" şirovekarê lubnanî Rami Khouri bi vî awayî hêrsa xwe tîne ziman. (The Daily Star, 9.11.2011). Tiştê ku Khouri û kesên din Washingtonê bi taybetî rexne dikin, ew rastî ye ku wan di navbera sunî û şîîyan de dijminîyeke tundbar derxistiye holê ku Îraq heta 2003yê rewşeke wiha nas nekiriye. Ev yek êdî piştî vekişandina hêzên DYAyê jî hew dikare bê rawestandin û dikare hemû herêmê bi xwe re kaş bike.

Lê berîya hertiştî amerîkî avahîya dewletekê li pey xwe dihêlin ku li ser zemîneke gelek bê ewle ye. Piştî dema Sedam ya zêde xwîndar, ne tenê pêvajoya lihevanîna neteweyî bi taybetî di navbera kurd û ereban de çênebûye ku wê yekê dê pêşbingeha dahatûyeke aştîdar biafiranda. Ne bi tenê hêzên şer û ewlekarîyê dabeş bûne ser komên dînî –pêşketineke ku xwe wek "Achillesferse (noqteya zeîf)" a Îraqa nû derxistiye holê. Ne bi tenê hejmareke mezin a dijberîyên neçarbûyî li paş ve maye û bi vê yekê –wek pirsa metirs a ber teqînê di navbera kurdan de li alîyekê, hikumeta navend, sunîyên ereb, şîî û turkmen "herêmên bi pirsgirêk" – teqîneyên xeter in, bi taybetî ger leşkerên DYAyê hew bi navbeynkarîya cîyên vekêşebar aşt bikin û çekdarên her du alîyan hêriş bibin ser hev. Heta roja me jî sînorên hundirîn yên di navbera Kurdistana Federal û Îraqê de nehatine kifş kirin, li gor dîtinên leşkerîya DYAyê hîç pirseke wek vê pirsê xeter nîne ku aştîyê tehdîd dike. Ji ber ku pirs kanîyên petrolê yên li Kerkûkê û li cîyên dervayê herêma federal in ku bi giranî kurd tê de niştecî ne.

Destûra bingehîn û mafê federasyon û otonomîya herêman, nakokîya di navbera sunî û şîîyan û Malikî de

Avahîya dewletê heta îro ne zelal e. Qanûna bingehîn ya 2005ê federasyon, mafên otonomîyê dipejirîne ku heta niha bi tenê kurdan ev yek ji bo xwe anîne cî. Nivîsera qanûnê hewr(sûnger) e, dikare pircûre bê şirove kirin. Rastîya ku dabeşkirina hatinên petrolê hîn jî bi qanûnê nehatine saz kirin, serokwezîr vê yekê bi kar tîne ku herêman qels bike û desthilatdarîyê (ya aborî) li Bexdayê bicivîne. Dijberîyên nû yên ji bo teqînê amade ne ku dikarin yekîtîya dewletê têk bibin, derdikevin holê.

Çawa Malikî di sala 2008ê de hewldanên komên şîî ku dixwastin li bajarên başûrê Îraqê Besra û Wasitê otonomî damezirînin, asteng kir û ceribandinên nû piştguh kirin, niha jî sunîyên ereb bi daxwazên bi vî awayî Bexdayê tengav dikin. Dema meclisa birêveberîyê, herêma sunî Selahedînê ku 1.1 mîlyon nifûsa wê heye, bi yekdengî biryar da, wek di qanûna bingehîn de nivîsandiye, dibêje ku divê niştecî li ser damezirandina otonomîyekê biryarê bidin û bi vî awayî ji xwe re aborîya serbixwe ewle bikin, bû helhelan. Ma gelo sunîyên ereb ên Îraqê heta niha li dijî federalîzmê nebûn. Ev daxwaz divê ji alîyê serokê hikumetê hema bihata pejirandin, lê Malikî ku navendperest e vê yekê nayne bîra xwe. Osama Al-Nujaifi serokwezîr hişyar dike ku rêzê ji vîyana gel re bigire, ji ber ku xeyalşikestin ji sedema cudakirina sunîyan ji alîyê Malikî de derçûye. Di bin behaneya "paqijkirina " beesîyan de Malikî hertim hewl dide ku dijberên xwe yên siyasî bê tesîr bihêle. Ev yek di dereceya yekem de li ser sunîyên ereb wiha ye. Nêzîkî hezar kesan di meha mijdarê de, di pêla girtina seranserê welat de mexdûr bûn. Taqîbatên bi vî awayî bûn sedema bê tehemulîyê. Piştî Selahedînê niha jî bajarê sunîyan Enbar dest pê dike. Kurdên bakurê Îraqê vê bûyerê bi hestên geremol dişopînin. Ew bi tesîra mînaka modela herêma xwe ya serbixwe pesindar in ku tê de aramî, ewlekarî serdest e û dewlemendîya aborîya xwe ku li hîç devereke Îraqê nîne. Damezirandina herêmên din ên otonom li Îraqê, bê şik dê hêzê bide avahîya federal a dewletê û bi vê yekê dê hîn bêtir ewlekarîya bûnewerîya serbixwe ya kurdan bînin holê. Ji alîyê din hin mintiqayên nezelal di herêma Selahedîn de jî hene ku dikarin danûstandinên çareserîyê bi Bexdayê re bixin zorê.

Peymana hikûmeta Kurdistanê li gel Exxon Mobil, daxwaza Malikî ya pûçkirina peymanê û gefa Barzanî

Lê teqîn û peqîn ji paş ve hîn komî ser hev dibin. Yekemîn car şirketeke mezin a navneteweyî ya petrolê, Exxon-Mobil a amerîkî, guh neda tehdîdên Bexdayê û seranser bi hikumeta herêmî ya Kurdistanê re peymanek li ser mafên madenê girêda. Ji şeş sîteyên lêgerînê didu di herêmên "geremol" de ne. Malikîyê hêrsketî tehdîd dike ku mafên lêgerînê ji Exxon-Mobil li başûrê Îraqe bi paş ve vekişîne. Pirs li vê derê ne bi tenê mebesta hikumeta navendî ve girêdaye ku heta niha ji alîyê hiqûqî ve ewle nebûye, herwiha kontrola peymanên petrolê bi şirketên bîyanî re ye jî. Pirs, daxwazên kurdan ên derbarê "herêmên nezelal" in ku bi dayîna mafan bi Exxon-Mobil re jê re bingeh ava bûye. Niha Malikî vê yekê bipejirîne, şirketên din ên petrolê ku demeke dirêj e çavekî birçî berdane ser dewlemendîyên nekolandî yên bakurê Îraqê, dikarin mînaka Exxon-Mobil ji xwe re bişopînin û bi vî awayî hîn bêtir hêzê bidin serwerîya kurdan. Eger serokwezîr vê yekê nepejirîne û hewl bide ku peymana bi Exxon-Mobil re pûç bike, wê demê serokê Kurdistanê Barzanî dikare piştgirîya xwe ya ji bo wî girîngejîyan e bi paş ve bikişîne. (CTC Sentinel, Tirmeh 2011) Hemû ev dijberî di paşxaneya bêîstîqrarîya nezexim de dipeqin. Di Îraqa ku ji alîyê hêzên DYAyê hatiye terikandin de berjewendîyên tund ên siyaseta herêmî li hev diqelibin –ên tirkan li dijî kurdan, ên Îranê li dijî alîgirên rojava, ên siûdîyan li dijî yên şîi û Îranê. Her yek ji van hêzan dikarin ji dêvla xwe şerekî bi xwîn ji bo xwe bidin meşandin. El-Qaîdeya li Îraqê ku yekem car piştî têkçûna Sedam Huseyn bûyîna xwe pîroz kir û şerê xwîndar di navbera şîî û sunîyan de pîj kir, îro gelek hatiye qels kirin. Di şûna wê de Ceyş el-Raiq el Neqişbendî (JRTN) rêxistineke sofî bi rehên xurt di nav sunîyên Îraqê de ku şaxeke milîtanî pêş de xistiye û ji bin ve jî bi beesîyan re li hev hatiye, her diçe derdikeve holê. Ew li dijî leşkerîya DYAyê berpirsa hejmareke çalakîyên şidetê ye û ji xwe re kiriye armanc ku "her du dagîrkerên" Îraqê biqewitîne, piştî vekişîna amerîkîyan, paşvekişîna kurdan. Ji derdorên muxaberatên ereb nîşane hene ku cîranên sunî bi taybetî jî Urdun girêdanên bi JRTN re xurt dikin da ku tesîra Îranê di dewleta cîran de li paş bimîne.

Bi salan piştî dagîrkirina Amerîkayê, Îraq hîn jî ji îstîqrar, aştî û geşepêdana kamranî gelek dûr e.

Çavkanî

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal