Piştî deh salan çi encam?

Translator

Dehemîn salvegera euroyê (1), ku dikeve nav vê qeyrana cîhanî, bû mijara şîroveyên pir kêmtir pesnder li gor wê lehiya pêşbîniyên pozîtîf ku sala 1999’an çaxê derhatina euroyê ji bo destpêka euroyê rabûbû. Wê çaxê, takepereyê hevbeş wekî sertackirina avahiya aborî ya Ewrûpayê dihate tesewurkirin û hizra serdest ew bû ku gorankariya navborî wê herwiha rêçika entegrasyona siyasî dabîne, wê bibe helkefta li-hev-nêzîkkirina aboriyên dewletan berev modêleke mezinbûna aborî ya biteraz û pêbawer, û dawî, alava reqabetê beramber Dewletên Yekgirtî û dewletên di geşedanê de.

Aborînas Otmar Issingê bavê doktrîna Banka Navendî ya Ewrûpayê (BNE), ku berî bibe serokê Navenda Lêkolînên Darayî li zanîngeha Frankfurtê endamtiya Dîwana Bundesbankê kiribû, paşî bûbû endamê Lijneya Rêveber a BNE’yê, hîç hewl nade ji bo rewa-nîşandana biryarên ku di hengava destpêkirina euroyê de û di heyama wî ya rêberiya li BNE’yê de hatibûne girtin: Krîterên konverjansa aborî [krîterên ji bo nêzîkkirin û yeksankirina sîstemên aborî yên dewletên ku dibin pişkdarên euroyê], rika dij-enflasyonîst ku bi destê desthelateke hişk a rêziknameyan dihate sepandin, redkirina belavkirina zebtên lijneya rêveberan [organê serekî yê biryargirtinê di BNE’yê de], polîtîkaya dowîzê ya ku zêde guh nedida encamên euroyeke bihêz, hwd (2). Lê belê heke em meseleya tetmîna takekesî li rexekî bihêlin, kîjan îşaret teşxîsa’‘serkeftin’‘ê rewa didêrin? Ji hemûyan girîngtir teraz û îstiqrara bihayan û berfirehbûna herêma euroyê ne ku li gorî kahînên bedbextiyê yên mîna Milton Friedman ew herdu aliyên polîtîkaya BCE’yê wê bibûna sebebên îflaseke zû, lê diyar e pêşbîniyên wan xelet derketin.

Kitêba kolektîf The euro at 10 (3) ku bi dîrektoriya Kenneth Dysonê profesorê ji Cardiffê hate belavkirin, teşxîseke hûrbîntir dabîn dike. Berhema ku li dû boçûna siyaseta aborî ya navnetewî hatiye birêkxistin, cihêrengiya sektoran, hêman û hokarên serekî yên qada aboriyê û xweseriyên aborî yên dewletên pêwendîdar bi hev re dinirxîne. Kirteyeke makro-ekonomîk a giştî bi aşkerayî nîşan dide ku mezinbûna aborî lawaz e, rêjeyên kar dîsa daketî ne û herwiha dahatên malbatan her ku diçe kêmtir zêde dibin; bêguman ev yek di heman demê de nakokiyek e digel bilindbûna qazancan, bi taybetî qazancên darayî. Lê belê Dyson balê dikêşe ser berdewamiya cihêrengiya aboriyên netewî û gelek encamên çaverênekirî yên euroyê. Kitêb digihe wê qenaetê ku pirsên çarenekirî hêj jî gelek in.

Piştî deh salan çi encam-2Dysonê ku digel Danois Martin Marcussen hev-dîrektoriya kitêbeke (4) sebaret bi bankên navendî kirî, vê carê paradoksa BNE’yê radikêşe ser mexderê: Saziyeke bi yekcarî wêdeyî netewan [ser-netewî] û xwedana doktrîna xwe, lê di warê sazûmanî de nebûna desthelateke siyasî ya bi pileyeke qiyasbar jê re kêşeyan durist dike. Ewrûpîkirina ku ew derdibirre berî her tiştî serkeftina doktrîna darayî ya aboriya alman, anku ya’‘sîstema ordo-lîberal’‘ e bi şêweyê hêzeke’‘sist’‘ ku herwiha di pakta îstiqrar û mezinbûna aborî de jî derdikeve pêş. Lê belê, em bi ti awayî nikarin bibêjin ku yekgirtina li dora euroyê, taybetmendiyên bankên navendî yên netewî, meseleya’‘şefafiyê’‘ jî tê de, bêtesîr kirine an jî jê birine. Wekî din jixwe karîgeriyên wê vedigerine ser şiyana dewletan ji bo sepandina polîtîkayên budceyî û darayî yên nisbeten otonom. Her beşeke kitêbê pesend dike ku pêwîst e pûte bi şert û çarçoveyên netewî bê dan ji bo têgihiştina layenên vê avahiya ser-netewî.

Dawî, Les banques centrales sont-elles légitimes (5) [Gelo bankên navendî meşrû ne, navê kitêba behskirî] dimîne wekî meydanekê ji bo rewtên zanista aboriyê yên serdest ku, herwekî Civaknas François Simiand bal dikêşa serê, li pêş ti abstreksiyon an jî ezoterîzmê paşkişiyê nake. Bo mînak hizreke kitêbê dibêje ku’‘heke nelihevî û nakokiyên ku diqewimin li ber çav bêne girtin, duyemîn baştirîn polîtîka, hewldanek e ji bo nehêlana pêkhatina nazikiya darayî lê belê ne teşebuseke giran a mudaxilenekirinê gava ku îflaseke darayî bi pêş tê’‘. Tiştê ku em têdigihin: Herçend di teoriyê de bazar [piyase] ti caran îflas nekin jî, di pratktîkê de, divê banka navendî, carinan, di rewşeke qeyranê de, wan xelas bike.

Çavkanî
  1. Di nav herêma euroyê de şazdeh welat hene: Almanya, Fransa, Spanya, Îtalya, Belçîka, Luksembûrg, Hollanda, Portekîz, Awusturya, Fînlanda, Îrlanda, Qibrîs, Malta, Slovakya, Slovenya, Yûnanistan.
  2. Otmar Issing, The Birth of the Euro, Cambridge, Cambridge University Press, 2008, 296 rûpel, 15,99 £.
  3. Kenneth Dyson, The Euro at 10. Europeanization, Power, and Convergence, Oxford University Press, Oxford, 2008, 472 rûpel, 50 £.
  4. Kenneth Dyson, Marcussen (ed.), Central Banks in the Age of the Euro. Europeanization, Convergence, & Power, Oxford University Press, Oxford, 2009, 384 rûpel, 55 £.
  5. Jean-Philippe Touffut (dîr.), Les banques centrales sont-elles légitimes?, Albin Michel, Paris, 2008, 308 rûpel, 22 €.