Piştî Fukuşîmayê

Translator

Teqîna santrala nukleer a Fukuşîma-Daîşîyê, piştî tsunamîya 11ê adara 2011ê, "bi awayekî xembar û eşkere nîşan da ka çawa ji welatekî xwedî teknolojîya herî pêşketî nehat ku ji heqê felaketeke wisa derkeve”. (1) Li gor Bernard Laponche û Benjamin Dessus bi tenê dersek heye ku divê mirov ji vê yekê derxe: Divê dev ji nukleerê were berdan. Herdû nivîskar fikrên nerast ku ber bi teorîya "yan nukleer, yan jî bi mûmê razî bin” ve diçin, analîz dikin. Berî bernameyên ji bo veguhertineke enerjetîk yên biserketî û erzan, pêşgotineke nirxandina teknîkî –EPR (Reaktorên bi Zexta Mezin yên Ewropî) ne ewle! MOX [sotemenîyeke ku pêkvedayîyeke oksîdan e] bi tehlûke ye!– bi hejmarên ku tesbîtên xwe xurt dikin, tê pêşkêş kirin. Alîyên wî yên xurt ev in: Xisleta hêrêmî û terîtorîyal ya çavkanîyan (ku ji bo gelek sektoran tê maneya "şêwazekî baş ê bikaranîna enerjîyê” û bipêşketineke aborî) derdixe pêş; û lêkolîneke heft "senaryoyên enerjetîk” ku hêvîyê bi mirovan re çêdikin û di van çil salên dawîyê de hatin weşandin. NegaWatt (2006) ji van lêkolînan ya dawîyê bû û diviya versîyona wê ya nû dawîya sala 2011ê bihata weşandin. Hewqas proje hene ku mixabin hukûmeta Fransayê ehemîyetê pê nade.

Fîlosof Gunther Anders dibîne ku di warê siyasî û exlaqî de ji me nayê hêza bêsînor ya "azadîyê” ku ji bipêşketina teknîkî tê, kontrol bikin. (3) Wisa xuya ye ku tiştê ku wî navê "tehlûkeya nukleer” lê kiriye, tu bîrewerbûn pêk neanîye: "Eger em tehlûkeyê weke tiştekî ku me elaqedar nake bifikirin, hingî em wê qebûl dikin”.

Ev yek nakokîyek be jî, em bi fîksîyonê herî zêde tiştan li ser gerdûnê fêr dibin. Di pirtûka bi navê La centrale (santral), (4) Elisabeth Fithol derîyên dinyaya ku mirov dibizdîne ya "biratîyekê” vedike, ya karkerên yekser girêdayî karên di bin tîrêjên nukleer (YGKTN) de. Ew weke koçeran in (li seranserê welat seyar dişuxilin), heta ku hew karibin karê xwe hilgirin dişuxilin, heta yek ji wan "ji ber zengilê hewarê yê doziyommetreya [amûreke ku asta radîyoaktîvîteyê dipîve; nota wergêr] xwe, dev ji hevalên xwe berde û terka avahîsazîyê bike”. Sê hevalên wî ku li wir man, neçar dimînin mîqdara radîyoaktîvîteyê "di nav xwe de parve bikin. Ew westiyabûn û gêjbûneke rojane hîs dikin: Divê derbasî quleke çil û pênc santîmetre fereh bibin û di "qotîya avê” de ku bi qasî hucreya Soyuz mezin e, bişuxilin. "Tiştê ku di pratikê de hêsan e, di mêjîyê mirovê ku dizane di bin tîrêjên radîyoaktîf de dimîne, gelekî zehmet dibe”. Rast e ev pirtûk romanek e, lê ew di heman demê de lêkolîneke rasteqîn ya ekolojîya navxwe ya karkerên YGKTNê ye, yên ku "xuya nakin”, di bin "enerjîya dêw a di qutîyekê de hepiskirî, li hêvîyê ne ku qutî bişke da ku hemû hêza xwe nîşan bide”.

Ji bo Dominîk Manotî û DOA (nivîskarek), "ya herî xirab hîn wê biqewime”. Polara [şêwazekî romanê] wan (5) bi kuştina karmendekî Komîserîya Enerjîya Atomîk (CEA) dest pê dike, piştre me dibe nav operasyona bidizî ya bi navê "Baxçeyê Hesperidan” ku tê de berpirsîyarên şerên li ser nukleerê di nav xwe de lihevkirinên ji bo taybetkirina sektora nukleer amade dikin. Gelo wê skandal û hetîketî di navbera herdû dewrên hilbijartinên serokdewletîyê de derkeve holê? Heke em bikevin pey agahîyên di nav vê fîksîyonê de, wê dosyayên gelek cidî (û reel) derkevin holê. Piştre em bala xwe didinê ku gumanên me çêbûne, em difikirin ku di jîyana bi rastî de weke di nav fîksîyonan de, dibe ku bermahîyên nukleer xwe gihandibin peravên Sîsîlyayê... Jixwe dosyaya ji alîyê Canard enchaîné (rojnameyeke qerf û henekan) ve hazirkirî destûrê dide ku berîya qezayek pêk were, em riya derketinê bibînin: Heke santrala nukleer ya Nogentê biteqe, tu planên xwexilaskirinê yên bajarê Parîsê tineye. (6)

Em bifikirin ku em ê hesabê felaketê –weke nimûne, ku şatoyên Loirê an jî Dêra Fontervraud di bin herika çemê Chinonê yê har û bixumxum de ye– li buhayê ser kilowatt saetê zêde bikin. Makîneyên xwe yên hesêb derxin û bersiva vê pirsê bidin: Gelo nukleer (ku % 16ê ji hilberîna elektrika cihanê peyda dike) hêjayî hewqas ked û zehmetîyê ye? Yan jî gelo armanca wê ya bi rastî şer e? Ev yek hemû fikrên mantiqî pûç dike û tevahîya pirtukên li ser nukleerê hatine nivîsandin, berî ku bên weşandin, bênirx dike.

Çavkanî

  1. Bernard Laponche û Benjamin Dessus, En finir avec le nucléaire. Pourquoi et comment /Ji nukleerê xilas bibin, çima û çawa? Seuil, Parîs, 2011
  2. EPR: Reaktorên bi Zexta mezin ên Ewropî; MOX: Sotemenîyeke nukleer bi uranium û plutoniumê
  3. Gunther Anders, L’Obsolescence de l’homme. Sur la destruction de la vie à l’époque de la troisième révolution industrielle / li dervehiştina mirovî. Li ser talankirina jîyanê di dema seyemîn şoreşa pîşesazîyê de, Fario, Parîs, 2011, û La Menace nucléaire. Considérations radicales sur l’âge atomique / Tehlû- keya nukleer. Fikrên radîkal ên li ser dema nukleer, Le Serpent à plumes, Parîs, 2006. Herdû pirtûk ji alîyê Christophe David ve ji zimanê almanî hatine wergerandin
  4. Elisabeth Filhol, La Centrale / Santral, Folio, Parîs, 2011 (POL, Paris, 2010)
  5. Dominique Manotti û DOA, L’Honorable société / Civaka bi rûmet, Gallimard, Série noire (rêza pirtûkan a reş), Parîs, 2011
  6. "C’est par où la sortie? Le grand débat après Fukushima” / "Derîyê derketinê bi kîjan alîyî ve ye? Niqaşa mezin a piştî Fukuşîmayê”, Dosyayên Canard enchaîné, hejmar 121, çirîya pêşî 2011

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya