Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê yên encam ne surprîz

Translator

15ê hezîranê roja yekşemê li Tirkiyeyê tu suprîz nebûn. Wekî ku dihat guman kirin, Partîya Dad û Geşedanê (AKP) ya Recep Tayyîp Erdoğan 326 kursîyên parlamentoya 550 kursîyî bi dest xistin û bi awayekî serkeftî ji hilbijartinan derket. Ji destpêkirina pergala pir-partîyî ya li Tirkiyeyê ya sala 1946ê vir ve, AKP tenha partî ye ku sê serdemên li dû hev yekem dertê û rêjeya dengên xwe bilindtir dike, ku niha gihîştiye % 50yê. (1)

Erdoğan di hilbijartinan de ‘piranîya super’ a ku wî dixwest, bi dest nexist. Heger bi dest xistibaya, Erdoğan wê demê dikaribû, bêyî ku li parlamentoyê bişêwire, destûrekê çêbike û pergala serokatîyê ava bike. Wî, her weha tirk têmîn kiribûn ku partîya wî dê ‘dilnizm’ be û di reforma destûrî de hewlê bide ku digel partîyên siyasî û rêxistinên sîvîl lihevkirinekê ava bike.

Sedema bidestnexistina piranîya super, anku 330 kursîyan, ew bû ku nikaribûn pêşî li partîya rastgir Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) bigirin ku bi ser benda % 10 keve. Her çend derbarê serokên vê partîyê de skandala seksê derket jî, MHPyê ji % 13ê dengan wergirt û di parlamentoyê de 54 kursî bi dest xistin. Her weha 36 namzetên serbixwe, ku hevgirtina kurdan piştgirî dida wan, hatin hilbijartin. (2)

Partîya ku herî zêde hêvîyên wê şkeştin partîya sekuler, Partîya Gel a Komarperwer (CHP) bû ku partîya damezrênerê Tirkiyeyê Mustafa Kemal Atatürk e, lê belê bi dehan sal in ku li derveyî hikûmetê ye. Vê partîyê di bin serokatîya Kemal Kılıçdaroğlu de xwe guherand. Kılıçdaroğlu di şûna serokê berê yê partîyê Deniz Baykal de, ku îtîbara xwe wenda kiribû, hatibû hilbijartin û hewl dida ku valahîya ku di siyaseta Tirkiyeyê de heye dagire ku tirkên çepgir ên sekuler ên tebeqeya naverast ji temsîlîyeteke bi îtîbar bêpar nemînin.

CHP di hilbijartinan de hejmara kursîyên xwe 23 heb zêde kir û gihand 135an û bidestxistina ji % 26ê dengan partîya duyemîn derket. CHPyê di kampanyaya hilbijartinê de soza bêhtir azadîyên takekesî û demokrasîyê dan û ji tirkên sekuler û herwekî din ji derveyî welêt piştgirî wergirt. Edîtorîya The Economist di 2ê hezîranê de weha nivisîbû: "Baştirîn rê ji bo tirkan ku demokrasîyê pêş de bixin ew e ku li dij partîya desthilatdar deng bidin." Di vir de 60 rojnamegerên zindanîkirî û rexne û dijberîyên din dihatin binxêz kirin, ku piranîya wan şikên li ser sûcên sebaret bi ewlekarîyê bûn. (Pergala Dadî ya Tirkiyeyê, ku têrê nake, niha bi dozên Ergenekonê ve aliqîye, ku mebesta van dozan ew bû ku komployeke ji bo xistina hikûmetê derxin holê.)

Kılıçdaroğlu, ku ji ber dilnizmîya wî, navê Ganhdi lê hatiye kirin, karmendekî mutewazi ye ku dikare fikar û ramanên tirkên asayî fam bike. Mebesta nêzîkbûna wî ya CHPyê ew bû ku wê bike partîyeke sosyal demokrat a rastîn. Ew herweha partîyê ji kokên wê yên kemalîst û têkilîyên wê yên digel generalan dûr dixe da ku azadîyên takekesî pêş bixe û rewşa hindikahîyên dezavantajî yên wekî kurd û elewîyan baştir bike. Kılıçdaroğlu bixwe jî elewî ye û li başûrê rojhilata welêt jî kampanyayên hilbijartinê meşandin.

Lê dîsa jî CHP, ku ji ber dîroka xwe ya nêzîk perçe bûye, hevgirtineke berfireh e, lê belê nikare alîgirên nû cezb bike. Her çend hin siyasetên baş û nûperwer ên wê hebin jî Kılıçdaroğlu nikaribû balkêşîya xwe firehtir bike û girseya partîya xwe memnûn bike. Di mijarên sereke de CHP weha xuya dike ku kêm zêde digel AKPyê hevbîr e: Endametîya Yekîtîya Ewropî (YE), pêşdeçûnên di warê meseleya kurdî de (Hikûmeta AKPyê di 2009ê de dest bi vekirineke berbiçav a kurd kir), vegerandina leşkeran ji bo baregehên wan (serkeftina mezin a AKPyê) û reformên destûra bingehîn.

Kiliçdaroğlu dibêje: "Ewropa di rojeva me de xala yekemîn e. –ev yek veguherînek e ji siyaseta berê ya CHPyê– Îro pêvajo hema bêje xitimî ye lê belê, em werin qebûl kirin yan neyên qebûl kirin, em biryardar in ku şertên endametîya YE bi cih bînin." Der barê siyaseta derveyî welêt de alîkarê serokê CHP û stratejîstê sereke yê partîyê Profesor Sencer Ayata dibêje ku ew di warê Osmanîyên Nû de – anku di pêşdebirina têkilîyên Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de–, ku AKPyê dest pê kiribû, hevbîr e û dixwaze ku "Tirkiye li wan herêman, ku berê lê xwedî bandor bû, ji nû ve têkilîyan ava bike, lê belê têkilî- li gor fikra wî wekî ku AKP dike- divê ne li ser bawerîyê ne jî li ser etnîsîteyê bin."AKP Osmanîzma Nû qebûl nake û bi awayekî mafdar dibêje ku wan têkilîyên xwe li herêmên berfirehtir ên wekî Qafqasya, Rûsya û Afrîkayê jî pêş de birine.

CHP sebaret rewşa aborî rexnegir e û di warê lihevderneketina budçeyê de, ku her ku diçe zêde dibe, fikaran dike. Lê belê ev lihevderneketina budçeyê li gor standartên welatên deryaya spî ne gelek e. Ayata, plana rizgarkirina aborîyê ya sala 2002ê ya AKPyê bi bîr dixe û dibêje: "ne mucîze bû, lê şanşê baş ê pêşveçûnekê bû ku dihat guman kirin." Dîsa jî aborîya ku AKP bi rê ve dibe li hember krîza gerdûnî bi awayekî berbiçav li ber xwe dide. Par, aborîya Tirkiyeyê ji bilî Çîn û Hindistanê ji hemû aborîyên din ên mezin bi leztir mezin bû û niha di rêza 17emîn de mezintirîn aborîya cîhanê ye. Tirkiye ku yek ji serekên pêşîn ên G20ê ye, sînorên karsazî û bazirganîyê berfirehtir kirine û ne bi tenê dibe hêzeke herêmî lê her weha dibe hêzeke cîhanî jî.

AKP û CHP hevbîr in ku reformên destûrî ne bi tenê ji bo demokrasîyeke pêşketî û nûjenî hewce ne, lê belê ji bo çareserîyeke aştîyane ji bo rewşa kurdan. Kurd ji deleva Kurdistaneke yekgirtî ya navdewletan, di nav Tirkiyeyê de xweserîyeke berfirehtir dixwazin. Kurd ji bo çareserîyê daxwaz dikin ku destûr bi berfirehî were guhertin, referansên ji nasnameya tirkbûnê jê werin derxistin û di şûna wan de nirxên navneteweyî yên wekî demokrasî û hevwelatîbûn werin bi cih kirin. Kurd nîqaş dikin û dibêjin ku encax piştî guhertineke bi vî rengî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikare çekan deyne.

Her çend AKP piranîya super bi dest nexist jî, Tirkiye jixwe dewleteke merkezî ye û hewcedarîya wê bi pergala serokatîyê nîne. (Di nav AKPyê bixwe de jî gelek kes li dij vê guherîna bingehîn derdikevin, ku heger pêk were, Erdoğan dê şûna serokkomar Abdullah Gül bistîne.) Lê belê gelo Erdoğan, ku bi zordestîyê tê tewanbar kirin, dixwaze digel endamên partîyên muxalefetê hevkarîyê bike da ku di destûrê de reforman çêbike, ku ji mebesta wî ya destpêkê kêmtir bin? Ev reform dê pêştirîya hikûmeta nû be: Destûra niha, ku gelek caran hat guhertin, piştî darbeya leşkerî ya 1980ê hatibû nivîsandin. Û helwêsteke lihevkirinê dê ji bo neteweyê baş be.

Çavkanî

  1. Nîşeya wergêr: Partîya Demokrat ku serokê wê Adnan Menderes bû di hilbijartinên 1950ê de % 52.68, di hilbijartinên 1954ê de % 57.61 û di hilbijartinên 1957ê de % 47.88ê dengan wergirtibû. Menderes di navbera 1950 û 1960ê de 3 caran hikûmet ava kiribûn. Di hilbijarti- nên 12ê hezîrana 2011ê de AKP % 49.83yê dengan wergirt
  2. Nîşeya wergêr: Lijneya Bala ya Hilbijartinan di 22ê hezîranê de wekîlbûna birêz Hatip Dicle betal kir û di şûna wî de namzeda AKPê bû wekîl

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya