Polonî û Cihû, ewqas nêz, ewqas dûr

Translator

Antî-semîtîzm û Şoa:* Dema ku mirov li têkiliyên di navbera Cihû û Poloniyan de difikire ev du peyv tên bîra mirov. Tevî ku vîzyoneke ne têr zelal a van têkiliyên bi sedan salan mijara gotinê ye heye jî (Polonya ya têr xweşbîn di serdema navîn de, ji bo bi hezaran cihûyan bûbû weletakî bijarte), Şoayê dawî li civaka cihû ya li ser erdê poloniyan bû anî û antî-semîtîzma piştî şer – ji ber hesabên siyasetmedarên îktîdara “gel” – kir ku bîranîna wê ji dîrokê bi wê de biçe. Rewş bi vî rengî bû, heta ku 1989’an, gava ku dîrokê xwe ji desthilatdariya îdeolojiya fermî rizgar kir.

Du pirtûkên ku li Fransayê nû hatine weşandin, guherîna vîzyona têkiliyên di navbera cihû û poloniyan de destnîşan dike. ‘’Cihû û Polonî, 1939-2008’’, xebateke zanistî ya pevrayî, di bin rêveberiya Jean-Charles Szurek û Annette Wieviorka (1) de hat weşandin. Di dema şer de cihûyan bi çi çavî li poloniyan dinihêrî? Sedemên poloniyan çi bûn ku cihûyên veşartî didan dest? Hikûmeta Polonya ya di koçberiyê de û herwiha berpirsên gel ên Polonyayê li hemberî qirkirinê bi çi awayî tev digeriyan? Ev berhem hewil dide ku bersivan bide. Du pirsên girîng – di dema şer de û piştî wî, tevlêbûna rastgirên tundrew a ji bo kuştina cihûyan (ev rêbaza polîtîk niha li Polonyayê di rehabîlîtasyonekê de ye ji ber antîkomunîzma wê ya radîkal), û awayê tevgerîna Dêra Polonya di dema şer de li hemberî Şoayê – êdî pêwist e bi taybetî bên vekolîn.

Nirxandina bingehîn di hizirîna li ser qirkirina cihûyan de, nirxandina “şahidê polonî” ye. Şahidekî ku li hemberî qirkirinê gelek caran bêdengiya xwe diparast, tevî ku carinan an bi alîkarîkirina qurbanan, an jî bi alîgirtina di qirkirinê de ji vê rolê derbas jî bûbe jî. Lê belê, herçend polonî dibûn şahid, ew herwiha qurban jî bûn – li ser erdê Polonyayê bi dehan gundên ji aliyê Naziyan ve hilweşandî dikarin bên dîtin, wekî Oradoursur-Glane. Ev dibû sedemeke mezin, ji bo bêdengiyê...

Ji xwe Jean-Yves Potel (2) di pirtûka xwe ya roportajê de behsa guherîna vê bêdengiyê û çîroka “bêsûciya poloniyan” dike. Ew li vî welatî dest bi gerra xwe dike – û her weha dest bi analîza xwe ya bîranîna poloniyan ya veşartî – li gundê Jedwabneyê. Ev gundê Polonyaya Rojhilat bû sembola têkoşîna ji bo bîranînê. Ha li wê derê, di tîrmeha 1941’ê de, niştecîhan bi hezaran cîranên xwe yên cihû di embarekê de bi saxî şewitandine... Pirtûk, nivîs û fîlmên li ser vê trajediyê, berî çend salan li vî welatî bahozeke rastîn rakir û vê yekê rê li ber şikandina gelek tabûyan vekir.

Nivîskar diçe Polonyayeke weha ku bi saya hewildana hin dilsozên vê meseleyê, hin cih ne bi tenê dest bi rapêçana bîranîna qirkirinê, lê herwiha dest bi rapêçana bîranîna rûniştevanên xwe yên cihû jî dikin. Dîsa jî ev têkoşîna ji bo bîranînê li herêmê hê jî dijwartirîn kar e.

Potel bi diyardeyên aktuel ên antî-semîtîzmê ya li Polonyayê mijûl dibe. Ev, antî-semîtîzmeke xwerû ye, ji ber ku êdî li ser vê erdê cihû nemane. Potel rola mezin a muxalefeta demokratîk a di zindîkirina dîroka cihûyan de destnîşan dike, lê rola veguherîna aborî a di cihvegirtina vê antî-semîtîzma li cem beşekî qurbanên vîraja neo-lîberal de ku mûxalefet ji vê bi temamî berpirs bû, hilnade dest. Dîrok dîsa jî nikare xwe ji polîtîkayê rizgar bike.

Çavkanî
  1. Jean-Charles Szurek û Annette
    Wieviorka (di bin berpirsiyariya), Cihû û
    Polonî, 1939-2008, Albin Michel, Paris,
    2009, 527 rûpel, 25 Euro.
  2. Jean-Yves Potel, Dawiya bêgunehiyê.
    Polonya li hemberî raburdiya xwe ya
    cihû, Autrement, Paris, 2009, 287 rûpel,
    22 Euro.