Qanûna bêdengiyê di nava CIA’yê de

Translator

Li ser dîwarê çepê yê salona ketina qerargeha Central Intelligence Agency (CIA) a li Langleyê (Virginie), bi nivîseke ecêb mezin ayeteke a Încila Yûhanna hatiye nivîsandin: “Û hûn ê rastiyê nas bikin û rastî wê we azad bike.”

Tim weha nabe... 18’ê Îlonê, heft rêveberên kevn ên CIA’yê – Mîrza Michael Hayden, Porter Goss, George Tenet, John Deutch, James Woolsey, William Webster û James Schlesinger – zor li serok Barack Obama kirin ku lêpirsîna pêşekî ya li dijî karmendên ajansa îstixbaratê ku ji ber “piroletî” yên wan ên di dema lêpirsînên antîterorîst ên di dewra M. George W. Bush de hatiye vekirin, bigire. Li gorî wan, lêpirsîneke wisa dikare ewlekariya Dewletên Yekbûyî bi awayekî cidî bixe xeterîyê.

Ji dema sazkirina wê ya ji aliyê serok Harry Truman, ango ji 1947’an heta niha, waqayînameya CIA’yê heta qirikê bi sûcên giran dagirtî ne. Rojnamevanê New York Times’ê, Tim Weiner bi bîr tîne ku fermandarê lîvayê John Magruder xêzek kişandibû binê van gotinan: “Di operasyonên îstixbarata veşarî de her tim pêdivî çêdibe ku hemû rê û rêbaz bên binpêkirin. [...] Êdî ne Pentagon (Wezareta Parastinê) ne jî Wezareta Karên Derve dikarin rîska veşartina wezîfeyên wisa hilgirin ser xwe. Îca servîseke nû ya kirinên veşarî divê ji vê berpirs be (1).” Allen Dulles’ê ku di dema şerê sar de ji 1953’an heta 1961’ê ajans (ango CIA) bi rê ve biriye, doktrînê zelaltir dike: “Cînayeta polîtîk aîdê sazgerîna me ye [...] eger serok ji bo vê destûrê bidê. Di vê rewşê de, em mecbûr in her tiştî bikin ku ji bo ‘înkareke mantiqî‘ rê tê de bimîne; eger CIA li derveyî welêt, ji kuştina mirovekî berpirs bê girtin, ew mecbûr e ku serok biparêze û derfetê bidiyê ku serok îddia bike ku bi tu awayî haya wî ji wê operasyonê tuneye (2).”

Kirinên nepenî – cinayetên rêveberên derve, sazkirina aloziyan, derbeyên li dewletan, trafîka çek û tevzîneran – tesîr li gelek welatan kir, teva alîkarîyeke pirr piçûk ya xebata di riya wê demokrasiyê de ku xwedêgiravî ji aliyê Washingtonê ve tê parastin. Ajans li dû hev bû mijara gelek skandalan: Beşekî mezin yê bê exlaqiyên wê ji aliyê çapemenî û komîsyonên anketa parlamenter Church û Rockefeler ve, di salên 1970’yan de hat eşkerekirin. Skandala Îran-Contragate – firotina çekan ya nepenî bi Îranê re ji bo fînansekiri- na dij-şoreşgerên Nîkaragûayê (1986) – careke din ew da cezakirin. Di havîna 2007’an de, derketina “mucevherên malbatê”, danheviya dokumanên herî acizker ên arşîvên wan, vê carê benê stuyê wê jidand. Lê belê, bê guman, mijar tim li ser bûyerên “wexteke derbasbûyî” bû.

John Prados, wekî nivîskarên ku di vê gotarê de behsa wan tê kirin, xwe dispêre lodekî belgeyên nepenî ku vê dawîyê hatine vekirin, lê dîsa jî destnîşan dike: “Berî sîh salan, ‘pirsgirêka’ CIA’yê wekî ku di statuya wê ya ‘fîlê tenê’ de dihat muhafezakirin, bi dûrxistina ji ber çavan, li her derê dinyayê, bi tevgerîna li gorî kêfa xwe. Niha pir eşkere ye ku Ajans û endamên wê di rastiyê de tenê fermanên serokatiyê pêk dianîn. [...] Pirsgirêk belkî ji ajanseke îstixbaratê zêdetir, ku ji hemû kontrolan dûrxistî ye, serokatîyeke “tenê” îfade dike (3).” Bi awayekî kurtebirî, Birêz Bush bi xwe ye yê ku di sibata 2002’yan de biryarek bi eşkereyî îmze kir: “Di şerê me yê bi El Qaîde re de, tu bendê peymana Cenevreyê derbas nabin.” Weiner destnîşan dike ku ji wê û bi şûn de Amerîkî bi hebûnê re têkildar hin pirsan ji xwe dikin. “Gelo dibe ku di civakeke bi rastî jî demokratîk de servîseke me ya nepenî ya îstixbaratê hebe? Gelo em dikarin him operasyonên nepenî pêk bînin û him jî li gora qanûnan biçin? Em di heman demê de him ewlekariyê dixwazin û him jî azadiyê”, lê belê “em çiqas hêzê bidin birêvebirîyeke nepenî, azadiya me jî ewqas kêmtir dibe.”

Ya herî xerab ew e ku, “mezintirîn nepenîya vê servîsa nepenî jî ev e”, CIA’yê tu caran di warê peywira xwe ya yekemîn de karê xwe li gora ku jê hatiye xwastin nekir: hayê Serokê Dewletên Yekbûyî jê çêbike bê li dinyayê çi diqewime.

Wê ne hatina şoreşa xumeynîst a li Îranê dît, ne perçebûna Yekîtiya Sovyetan, ne jî 11’ê Îlonê, tenê ji bo ragihandina van bûyeran... Gordon Thomas mijara Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê bi bîr tîne û dibêje: “Ajansê tu caran nekarî ‘koremişkekî‘ ku di nava pergala sovyetîk de xwedî cihekî bilind be bi kar bîne. Ji ber wê, li ser rewşa welêt û polîtîkaya wê ya çekan de, wê xwe bi texmînan bi sînor kir. Bi berpirsiyariya Ronald Reagen, [rêveberê wî] William Casey tu tişt ji xwe re nedikir xem û bi awayekî sîstematîk hesabên Koşka Spî hişktir kirin.”

Weiner ji xwe dipirse “gelo çima yanzdeh serokên Dewletên Yekbûyî û sê nifşên ajanên CIA’yê nekarîn ji dinyayê fahm bikin” û dibêje “çima her rêveberî piştî hatina xwe ajans di rewşeke xirabtir de hişt?” Belkî ji ber wê ye ku, mîna ku Birêz Bush jî wisa kir, rêveberîyê di şûna berhevkirina agahiyan de, ajans bêtir ji bo peywirên nîvleşkerî bi kar anî.

Hema çi be jî, yê ku divê pirs jê bê kirin ne Birêz Goss e ku rêveberêkî wê yên kevn e. Piştî ku ew 5’ê Gulana 2006’an ji karê xwe hat derxistin, ew rasterast çû Ohîoyê, li zanîngeha Tîffînê axaftinek kir û ji şagirtan re got: “Eger hûn rêveberên CIA’yê bûna, pêşniyara ku min ê bidaya we, wê kurt û vekirî bûya: Li tu tiştî mikur neyên, her tiştî red bikin û kî we tawanbar bike, hûn jî wan tawanbar bikin (4.)”

Çavkanî
  1. Tim Weiner, Xweliyên mîrasê. Dîroka CIA’yê, Editions de Fallois, Paris, 2009, 543 rûpel.
  2. Gordon Thomas, Pirtûka reş a CIA’yê, Nouveau Monde, Paris, 2007, 389 rûpel.
  3. John Prados, Şerên veşarî yên CIA’yê, Editions du Toucan, Paris, 2008, 842 rûpel.
  4. Tim Weiner, pirtûka navborî.