Qazqulingên Qahîreyê

Translator

Qazqulingê spî berîya ku baskên xwe yên xeyalî veke û di nava rohnîya projektoran de xwe bide der di ber xwe de dibêje "bi navê bav, kur û ruhê pîroz". Ekaterîna Îvanova ya jibirbûyî, dema ku Bloka Rojhilat hildiweşîya ji Yekîtîya Sovyetê revîya û penaya xwe gihand Misirê. Ew niha melîkeya qazqulingan (qû, quxî) e û li peravên wê golê dijî ku ji hêstirên dayika wê pêk hatîye. Hany Hassan xwe di sîyê de vedişêre, reqsvanê star ê ku rola sihêrbaz Rothbart ango bigewdebûna xirabîya mitleq girtîye ser milê xwe. Li kûlîsan ew bi qazqulingên xwe xelekekê çedike ji bo çend gavên dansê li ber muzîka Çaykovskî, piştre dilezîne diçe ser dikê da ku li dijî prens, şerê xwe yê dawîyê bike. Di bin projektoran de dik a wî ye; lê belê li pişt perdeya sor, ya ku benên wê di dest xwe de digire kevne-melîkeya qazqulingên wî Erminia ya îtalî ye.

 

Zilamek di nava bêdengîyê de vê trajedîya rûsî ya sedsala 19an dişopîne. Ev tekrara dawî, ji bo wî ye. Carê, rola wî ya Prens Siegfried bû û wekî rolên din ê pêşî li vir û heta li Bolşoy a Moskovayê, li Teatra NHK ya Tokyoyê, li Scala de Mîlanê jî. Abdel Moneîm Kamil ji bo baleya misirî têkoşîya dema ku di salên tarî yên 1980yî de pisporên rûs tiştên xwe dan hev û valîzên xwe xistin destên xwe; niha ew li dijî kanserê li ber xwe dide. Li kêleka wî birêvebera hunerî Erminia Kamil heye, ew hem hevjîna wî ye û hem jî di dansê de hevala wî ye. Performansa ku ew xwe amade bike li ser dikê pêk bîne wê bibe ya wî ya dawî: Ji xwe Kamil di nava hefteyekê de wê ji ber sekna dil rehmet bikira.

 

Li ber derîyê akademîya dansê bûkikeka (bebikeka) pir mezin a dêwasa a rûsî heye. Mamosteyên misirî zimanekî tevlîhev ê balkêş ê ji rûsî û fransî pêk tê dipeyivin, (assemblé, e plié, e jeté: "bicivin, û bitewin, û hilpekin!" Pîyanîstên ku ew bi xwe jî ji sovyeta berê ne, dibêjin ku ev dever Sovyeteka (URSS: Yekîtîya Komarên Sosyalîstên Sovyetê) mînyatûr e. Ruhê sovyetî akademî qet neterikandîye.

 

Berîya ku biçe pêlavên xwe yên baleyê bîne, yên ku bi qasî dîroka baleya misirî kevin in, pixênî bi Aleya Abdel Razek dikeve û dibêje "hûn dê bawer bikin ez dînek im, min ev pêlav hê hingê dema ku min ezmûna xwe li ser dika Bolşoyê derbas kir xistibûn pîyê xwe." Aleya bi şevan li kostumên xwe û li rolên xwe fikirîye. Baleyê tu caran xîyanet pêre nekir, heta ji wextê ku ew ketîye şêst salîya xwe ve jî. Bavê wê yek ji pîlotên pêşî yê artêşa hewayî ya Misirê bû; ew bi xwe yek ji balerînên pêşî ye ku çûye welatên perdeya hesinî. Bi sernûçeya "pênc pelatînk difirin Yekîtîya Sovyetê" çapemenîya herêmî kêfa xwe dianî. Pênc balerînên nûgihayî wê yekem car di jîyana xwe de di bin berfê de dans bikarana, di heman demê de di kulîsan de li ser veguhezandina sîlehên sovyetî bi Sovyetan re hevdîtin dihatin pêkanîn. Baleya misirî bi vî awayî ji dayik bû: bi xêra eskerîyê.

 

General Cemal Abdul Nasir sala 1958an ji Moskovayê vegerîya, li ser sînga wî jî madalya rûmetê ya Lenîn hebû. Misirê alîkarîya aborî û eskerî ya URSSyê bi kêfxweşî pêşwazî kiribû, Sovyetan bi xwe jî hingê dixwest bandora xwe li Rojhilatê Nêzîk jî bikin. Gelek misirîyên ciwan li zanîngeh û dibistanên eskerî yên sovyetî xwendin, di heman demê de pispor û hosteyên sovyetî jî diçûn Misirê.

 

Di vê çarçoveyê de wezîrê çandê yê misirî Serwet Okaş gelek baletên rûs ên navdar vexwendin da ku werin li Qahîreyê akademîyeka dansê ava bikin, di bereya pêşî de jî kevne birêveberê Bolşoyê, Leonîd Labrovskî hebû. Sala 1953yan pênc keç û sê kur hatin hilbijartin da ku biçin Moskovayê û du salan di beşa dansê de perwerde bibin û wekî pêşengên baleya misirî bikevin dîrokê. Aleya, Kamil û şeş hevalên wan ji xwendekarên din hatin tecrîdkirin û misêwa di kontrola KGByê de bûn. Lê belê ev nerehetî li hemberî heyranîya dansa li Bolşoyê wê tesîreka kêm bikira.

 

Sala 1966an Operaya Melikî ya Qahîreyê pêşandana xwe ya pêşî ya dansê, Kanîya Baxşîsarayê nîşan dide. Aleya rola yekem ya Zarîma digire, heta îro jî ev rola herî zêde li ber dilê wê ye. Pêşandanê tesîr li Serwet Okaş kir û wî serokdewlet Nasir razî kir ku li performansê temaşe bike. Hestyarîya Reîs ewqasî zêde bû ku wî bîst û çar saetan semax nekir ji bo ku nîşana xizmetê bide solîstên baleyê. Madalya û nîşanên ku Aleyayê di dema karîyera xwe ya dirêj de standî, di bin madalyayên eskerî yên bavê wê de, bi dîwêr ve daliqandî ne. Li Rojhilatê Nêzîk, Kompanyaya baleyê ya Qahîreyê roja me ya îro yekane cihê perwerdeya dansa klasîk e. Dansvanên wê tevahîya berhemên mezin ên repertûwarê li ser dikê nîşan dane, yên wekî Giselle, Bindeqşikên, Don-Juan, Don Quijote, Valsaya Mezin yan jî Gola Qazqulingan (Qûxîyan). Tûrneyên serketî, daxwazên hevpeyivînê, xelatstandin, serdanên pisporên ji Bolşoyê: dinya li ber destên wan bû.

 

Piştre, sibeheka 1971ê Operaya Meliktîyê bi şewatekê rûxîya. Li gorî hinan ev êrişeka sîyasî ya li dijî serokdewletê nû Enwer el-Sedat bû. Ji vê sûd hat wergirtin û li şûna operayê parkeka erebeyan a bipere hat avakirin. Salekê piştre Sedat têkilîyên bi Moskovê re qut kirin. Dawîya desteka sovyetî tesîreka giran li baletên Qahîreyê kir, beşek ji vîrtuozên wê li dinyayê belav bûn – Almanya, URSS û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Di heman demê de Aleya Şîvela huner û şano li zanîngeha Moskovayê dixwend. "Piştî ku pê hesîyan ku Sedatî sovyetî kirine der, hevalên me yên zanîngehê yên misirî bi rastî jî bezîyan ku valîzên xwe hazir bikin, xwe amade kirin ku ew jî ji Yekîtîya Sovyetê werin qewirandin." Lê belê ev yek neanîn serê wan û hêlan ku xwendina xwe bi dawî bikin. Çil salan piştre Aleya Şîvela û hevalên wê yên berê ji nû ve hatin cem hev, di bin banê operaya nû ya Qahîreyê de, li cihê ku ew nifşê bê yê balerîn û baletan perwerde dikin.

 

Kamil bi xwe ji Îtalyayê bi Erminia re vegerîya da ku beşdarî vejîna baleya misirî bibe. Ew li stûdyoyên vala sekinîn, bi milê balet û dansvanên bêhêvî girtin, ji teatrên berîkê heta bi konên sîrkan li dikên ku mihtemel e wan bihewînin gerîyan. Aleyayê performansên li hev hatî anîn ji bîr nekirîne yên ku wê di wan de kirasê xwe yê baleyê li xwe dikir li ber kanalîzasyonên ava qirêj yên ku bi navînî hatibûn asêkirin. Kevne-solîsta Scalayê, Erminia şahidîya xwe weha derdibire "hêdî hêdî ji me hat ku em komekê ava bikin". Dema ku sala 1988an operaya nû peyda bû, Kamil û hevalên wî doza bicihbûna di lojmanên fermî de, kirin. Ji bo ku daxwaza xwe derxin pêş wan li pêşîya wezareta çandê çalakîyeka rûniştinê ya demdirêj organîze kir, wezareta ji şerî westîyayî di dawîyê de ew razî kirin. Ew dê bîst û sê salan piştre ji bo tevgera raperîna li dijî rejîma Husnî Mubarek vegerîyana heman cihî. Kamil hîna nû wekî birêveberê hunerê yê operayê hat wezîfedarkirin, ev yek pêşîya wî û koma wî nagire ku tevlî xwepêşandanên li dijî burokratên çandê bibin. Şoriş dîsa jî, wan ji dikê gelekî dûr nake û Gola Qazqulingan (Qûxîyan) piştî hema hema bîst salan vegera xwe ya li ser dikê pîroz dike. Rûsên ku ji ber zor û zehmetîyên jîyana rojane ya li welatê xwe ofbûyî jî vegerîyan.

 

Bi kişandina nava kezebê ya hewayê û danader a bêhna xwe, qazqulinga reş rahişt şiva pêşî ya li kulîsan bi dest dixe. Xwêdana wê di pişta wê re diavêje. Bi tenê çend sanîyeyên dansvanê hene ji bo ku bêhna xwe bide berîya ku vegere ser dikê û hereketa xwe ya dawî çêke: zincîreka ji sîhûd û gerên li ser tilîyên lingan a ku fêrbûna wê kir ku gelek nifşên qazqulingan (quxîyan) gelek zor û zehmetîyê bikişînin.

 

Sibe pêşandan dê ji bo raya giştî vekirî be, lê belê destûra herkesî nîne ku lê binêre. Artêşa ku belgeya jidayikbûna baleya misirî îmze kiribû, nafikire ku dev ji mafê xwe yê dêûbavtîyê bigere. Bi rengê ku kevne-sûbay Serwet Okaş li temrînan dinêrî dema ku Aleya xwendekar bû, niha jî kevne-sûbayê ku berpirsîyar e ji têkilîyên bi xelkê re yê operayê Muhemed Husnî îmtîyazên xwe bi hişkîyeka şervanî pêk tîne. Ew dibêje, "ev hunermend in, ew hunerê diafirînin ji bo xelkê welêt, ango çapemenî divê bide dû wan". Heke wî dawetname ji nas û xizmên xwe re neşanda û daxûyanîyên wî yên çapemenîyê ji ber mestereya standart nehatibana girtin, meriv dikare vê fêm bike.

 

Dema ku li ser dikê hezperestîyeka nazenîn di perdeya pêşî de pêk tê; li kûlîsan rojnamevan û wênegir xwe diguvêşin da ku bi berpirsê têkilîyên bi xelkê yê operayê xwe nedin xuyakirin. Li gorî Husnî rojnamevan li du kategorîyan dabeş dibin: sîqalkên gurî yên li skandalan digerin û komplogerên sîyonîst. Di perdeya sisîyan de kêlîya ku Ekaterina xwelibakirinên xwe yên merivî heyranî xwe dikin îcra dike, ez li ser rûyê wî sûbayî li şopên hestên hunerî yên mihtemel digerim; lê ez vê belesebeb dikim.

 

Dik êdî ya sihêrbaz Rothbart e, yê ku hewaya wî ya nexêrê jîyana tevahîya karakterên din serûbinîhev dike. Lê belê li kûlîsan êdî dema dansvanê vî karakterî ji wî bi xwe re jî nîne. Ew bi beşişînekê dibêje, "kaxet ji wan re divê, ji wan re kaxetê peyda bike. Ew ji te re dibêjin bipeyive, bipeyive. Ew dixwazin tu rola karakterê xwe bikî, tu wê rolê dikî." Dema ku li ser dikê ew terorê serdest nake, hingê ew li pişt perdeyê makîneyên dikê dixebitîne, alîkarîyê dike bi xaniman re ku xwe veguherînin qûyan yan jî kêfa xwe tîne bi gotina kelevajîyan.

 

Li kûlîsan a ku kirinan hemûyan bi rê ve dibe kevne-qûxîyeka spî, Erminia ye. Dibe ku dijminatîya di navbera her du karakteran de xwe bi rengên din dirêjî vir bike. Bi gotina Hany, Erminia aşê wî sekinandîye dema ku wî dest pê kir li ser performansa xwe ya peşî ya koreografîkirî a bi navê Raspûtîn bixebite. Wê pêşbirka dansvanên kompanyayê red kir bi sedema ku rahib û şêwirmendê çarî, karakterê bêrûmet û birih wê barekî zêde yekser li dijî Birayên Misilman nîşan bidaya. Di dawîyê de lihevhatinek peyda bû ya ku pê Hany dikare rola Raspûtîn îsal bike. Navê wî wê li ser afîşan hebe, lê belê ji hatinîyan ew dê qirûşekê jî nestîne.

 

Erminia Kamil a ku sala 2004an terfî kir û bû birêvebera hunerî, ne bi tenê dost ji xwe re çêkirin. Tevî hejmarek baş a bîyanîyan li operayê û tevî hestîyarîya hunerî ya piranîya karmendên îdareyê, li pêşgirtina welatparêzî, ango refleksa ji serdema kolonyal mayî û şorişa 2011an ew gur kirî, hîna dimîne. Bi desteka mêrê xwe û di nava wan de kevne-wezîrê çandê Farûq Husnî jî, ya gelek sîyasetmedarên payebilind, jê hat ku tevî zehmetîyan hemûyan jî cihê xwe çêke. Erminia bi şêwaza xwe hişk e lê belê rihet e jî, wê disîplîna jê kêm da akademîyê.

 

Zehmetîya sereke ew e ku brûsk û hêrsa hikûmeta Birayên Misilman nekişîne ser xwe; derdorên hunerî fikaran dikin ji nîyetên wan. Zext ne bi tenê fermî ne, bi serê lêvan hatin gotin, lê belê têrê dike ku bike, opera repertuwara xwe di ber çavan re derbas bike. Yên ku bûne hedef bi xwe berîya hemûyan baletên modern û cilûbergên wan ên sivik in. Giranîya gefan û tehlûkeyê xwe li ser sahneya evînê ya Romeo û Juliette jî dide hiskirin. Erminia bi gumaneka îronîk ji xwe dipirse "heke em wan jê derbixin, hingê temaşevan wê çawa karibin xwe têde bibînin?" Berîya ku ew bi awayekî dîplomatîk bigihêje vê encamê: "xelkê ev avayê fikirînê neqand" û "divê meriv vê qebûl bike", li bendê bimîne ka wê rewş ber bi ku ve biçe.

 

Înas Yunis a ku bi xwe jî kevne-balerîn e çend kulman diweşîne li dijî reqîbekî xeyalî. Ev kevne-xwendekara Aleyayê ku îro ji dinyadîtîyên akademîyê ye weha rave dike "di dansa modern de, ne ji bo kenînê şer tê kirin, êrişkarî heye, di dansa klasîk bi xwe de şer û pevçûn hatine stîlîzekirin". Kêfa wê tê ku bîne ber çavên xwe adaptasyoneka modern a  Gola Qazqulingan (Qûxîyan) ya ku têde terada di navbera Siegfried û Rothbart de bibe sedema xarberdana şidetê. Înas jinek e ku enerjî di nava wê de dikele, hezkirineka wê heye ji bo karakterên wekî Médéa ya Martha Graham, ew fîgûra mîtolojîya yûnan ya ku zarokên xwe bi xwe dikuje. Ji sala 1969an heta bi 1996an dema ku temenê wê kir ku movikên wê hew karibin bîya wê bikin, wê li ser dikê hunera xwe ya dansê îcra kir.

 

Aleya di buroya cîran a buroya Înasê de ye. Wê dev ji dersdanê berda, lewre ew wisa dihizire ku xwendekar êdî ne xwedîyê wan kalîteyên pêwîst in ji bo ku bibin dansvan û baletên profesyonel. Di dema wê de bi sedan kesî rikberîya hev dikir da ku li akademîyê bibin xwedîyê cihekî. Îsal bi tenê deh xwendekarên nû li xwendekarên akademîyê zêde bûn, hejmara wan a giştî jî bi tenê sed û sih û pênc e.  Hejmara wan, ên ku wê di neh salên xwe yên xwendina li akademîyê de bibin xwedîyê postekî, wê ne gelek be.

 

Li operaya Qahîreyê, dans berîya her tiştî karekî mêran e. Kom bi zor û zehmetî balerînan peyda dike. Gelo sedem pratîka dînî ye, yan jî xewna damezrandina malbatekê, krîza aborî yan jî zehmetîyên parastina bejn û baleka zirav û dirêj e yê ku pêşîyê li peydakirina balerînan digire? Her diçe kêmtir jinên misirî wê parkûra zehmet didin pêşîya xwe ya ku bedena baletê dibe heta bi wê radeyê ku bibe melîkeya qazqulingan (qûxîyan).

Di perdeya dawî de, prensê baş zora sihêrbazê xirab dibe. Lê wê rojê yê ku têk çû prens Kamil bû, sihêrbaz Rothbart jî darbesta wî avêtibû ser milên xwe. Piştî xwepêşandanên du salan ên ku şidetê û xwînê mohra xwe li wan dayî, mirin li Misirê êdî wekî bûyereka taybet nayê dîtin. Bi awayekî li xelkê vekirî û bi xirecir welat xatirê xwe ji qehremanên xwe dixwaze. Operayê sê rojan şîn girêda ji bo dansvanê xwe yê stêr. Çapemenîyê ji Gola Qazqulingan (Qûxîyan) a wî ya dawî bêhtir cih da gotarên li ser mirina Kamil. Alayeka Misirê li darbesta wî hatibû pêçan. Ji bo Hany yê ku Kamil kesê pêşî bû bi jêhatîbûna wî hisîya, tiştê herî kêm yê ji bo bibîranîna wî bike ew e ku darbesta hosteyê xwe hilgire. Di nava pêlên sîyasetvan, navdar û kesên asayî yên anonîm de jinek bi porên xwe yên zer û boz derdikeve pêş: Erminia, di demên reş û tarî yên zehmet de, wê cihê xwe li kêleka mêrê xwe girtibû; îro, ji wê tê mîrate û navê wî biparêze. Çawa ku Ekaterina gotîye, bale ne karekî kiraskurtên xweşik ên baleyê ye.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê