Qedera ecêb ya elewîyên Sûrîyeyê

Giranîya dîrok û bîra zilmlêbûnê
Translator
Tevî ku şer li Sûrîyeyê dij-wartir dibe û Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) fuzeyên patrîot li Tirkîyeyê bi cih dike, rejîma Beşar El-Esed hewl dide serhildaneka gel ya ku ji derveyî welêt piştgirîya wê tê kirin, bitepisîne. Ew xwe dispêre şideteka bê sînor û tirsa hindikayîyan, nexasim ya elewîyan ji mezinbûna îslamîzma sunî ya cîhadîst.

Siberoja elewîyan, hindika-yîyeka ku malbata serok-dewlet Beşar el-Esed jê ye û biqasî % 10ê welatîyên Sûrîyeyê pêk tîne, wê çawa be? Ev pirs yek ji sedemên krîza heyî ye. Endamên vê civakê di navbera navenda xwe ya dîrokî ango çîyayên dirêjîya kevîyên Derya Spî bilind dibin û li bajarên wekî Şam û Humusê de dijîn. Gelek penaber li van bajaran bi cih bûne. Doktrîna wan, ku girêdayîyê şîîtîyê ye, kir ku ew bibin komeka cihê ya ku heta berîya bi çend dehsalan beşek ji bawerîyên wê gelekî dûrî îslamê bûn. Hin penaber bûn bajarî û îbadetên xwe "îslamîze" kirin; hinên din jî hem şiklê jîyana xwe ya li gund hem jî bawerîyên xwe yên ezoterîk parastin. Agahîyên me kêm in di derbarê bawerîya wan de. Di bin desthilatdarîya Esed de, mijar timî tabûyek bû: merivî nediwêrîya bi awayekî eşkere behsa elewîyan bike. Lewma navê "almanan" li wan hat kirin, ji ber ku bi erebî herdu peyv (alawiyyin û almaniyyin) dişibin hev.

 

Îro, çavdêr vê pirsê ji xwe dikin: gelo elewî wê parçe bibin? Wê ji rejîmê qut bibin? Ji ber tirsa bi tenê mayînê li derveyî civaka xwe, kêm elewî tevlî mixalefetê bûn. Ya ku yekîtîya wan pêk tîne tirsa wan a mezin a ji terora zilmê ye, her weha fikreka wan a xurt heye ku tukes nikare di warê sîyasî yan jî aborîyê de bawerîyekê bide da ku ji eşîra Esed re çareserîyê bibîne. Dîrokeka dirêj ya şerên olî, zilm û zordarî hinekî dudilîya elewîyan ku berîya sedsalekê navê "nuseyrî" li wan dihat kirin, dide fêmkirin.

 

Sala 1913an, jezuwîtê belçikî Henri Lammens çûbû serdana rêveberekî olî yê nuseyrî li Antakyayê – herêma Surîyeya îro -  da ku "agahîyan jê bistîne". Wekî orîentalîstên din ên berîya xwe, wî bala xwe dabû vî gelê xwedî rehên veşartî ku doza doktrînên xwedî têsîrên kevne-adetan û senkretîzmê ne, dikir, wekî cihguhertina ruh, yan jî wekî bawerîya wan bi sê kesên pîroz (Pêxember Mihemed, zavayê wî Elî; û yek ji hevalbendên wî Selman); û herweha cejnên xiristîyanî û yên zêdetir dişibin bawerîyên bi gelek xudayan jî pîroz dikirin û kesên pîroz yên herêmî diparastin, tevî vê jî ne mizgeftên wan hebûn û ne jî nimêj dikirin. Sirên ola nuseyrîyan bi tenê ji nuseyrîyan re tên eşkere kirin, ji ber vê jî vediguherin tiştên veşartî yên ku orîentalîst û mîsyoner dixwazin ronahî bikin.

 

Lammens pêşî bawer kiribû ku nusayrî xirîstîyanên kevn bûn, lê piştî hevdîtineka bi şêxê wan re yê eşkere îdîa dikir ku nusayrî girêdayîyê îslama şîî ne, wî ev fikra xwe paş ve kişand. Li alîyekî din jî şêx îhtîmala rehên hevpar bi sunîyan re red kiribû û gilî kiribû ji zilma împaratorîya Osmanî li nuseyrîyan kiribû. Berîya Şerê Cîhanê yê Yekem herêma wan girêdayîyê împaratorîya Osmanî bû.

 

Li gorî Lammens ev gel, bê parastin mabû, lewra nuseyrî wekî mezhebên din  xwedî parastina hêzên derve nebûn. Lammens vê peşnîyaza xwe li şêxî dike: "Ma hûn naxwazin bibin xirîstîyan? Tiştekî wisa wê di cih de mafê mudaxalekirinê ji bo berjewendîyên we bide Fransayê (1)… "

Ev bûyer baş dide fêmkirin ku ji destpêka sedsala bîstan û vir ve, ji bo ku xwedî li nasnameya xwe derkevin, nuseyrîyan çiqas zehmetî kişandine. Pêşî di dema girêdayî Împaratorîya Osmanî ya jihevdiketî de, pişt re di dema Sûrîyeya ku mandayeka fransî bû (ji 1920î û pê ve) û pişt re di dema ku Sûrîye bû serbixwe (1946). Wê demê nuseyrî neçar man dev ji îzolebûna xwe ya li çîyayan berdin û fêrî modernîteyê bibin.

Ola wan di navbera sedsala nehan û dehan de, bi rêveberîya avakerê wê Mihemed Ibn Nuseyr di nav şîîtîyê de avabû. Ew endamê komên olên bi navê "xulat" (pirhejmara peyva "radîkal") e, yên ku tên gunehbarkirin bi zêde mezinkirina bawerîya xwe ya bi Elî, heta ku wî bikin xwedayek. (2) Piştî demeka belavbûnê li Rojhilat, mirîdên wî xwe li çîyayan veşartin û li wir ol di nava wan de bû wekî tiştekî veşartî û îlhama xwe ji bawerî û rîtuelên herêmî girt. Wê oleka veşartî ya bi siran pêçayî û şiklekî ezoterîk, gnostîk û mîstîk bi pêş xist ku ji qanûn û îbadetên îslamê dûr in.

Lewra jî nuseyrî wekî kafir hatin nirxandin, nexasim ji alîyê hiqûqnasê navdar yê sedsala çardehan IbnTeymiye ve û ji îslamê hatin derxistin.

Dîrokeka xizanîyê

Di salên dawî yên Împaratorîya Osmanî de, nuseyrî bûn mexdûrên cudakarîyê, pir caran jî mexdûrên danasînên xeyalî bûn. Nuseyrî jî, wekî şîîyên din, xwedîyê wan îbadetan bûn ku dilê sunîyan dihiştin, wekî nifirên adetî yên li dijî mîrasgirên pêxember. (3) Dema ku Stenbolê birêveberîya xwe reforme kir, bê encam hewl bi rêya avakirina mizgeftanda wan entegre bike. Wê demê piranîya nuseyrîyan li gundên çîyayî (Cebel Ensarîye) û li Sancaxa Skenderûnê diman. (4) Li wir, zêdetir bajarîkirî bûn û dikarîbûn perwerde bibin. Li bakurê Libnanê jî – ji dema destpêka serhildana li Sûrîyeyê ve, ew li dijî komên sunîyên li Trablûsê,  rojane şer dikin – rewşa wan bi vî rengî ye.

 

Li çîyayan, jîyana rojane ya cotkarên nexwende ji alîyê xwedîyên erd yên sunî ve tên mêhtin. Lê dîsa jî hin ji wan karibûn di birêveberîya Împaratorîya Osmanî de kar peyde bikin û ev civaka gundî ya ji çar federasyonên eşîran pêk tê wê hinekî vekirîtir bibûya. Ji salên 1910an û vir ve, wezîfedarên dînî yên nuseyrî bi birayên xwe yên şîî yên li Başûrê Libnan û Iraqê re têkîlî danîn, yên ku bawerîya wan bi duwazdeh îmaman heye. (5) Hinan ji wan xwe wekî "elewî" dida nasîn da  ku xwe dûr bixin ji peyva nuseyrî û xwe girêbidin bi fîgura Elî û şîîtîyê ve, lewra peyva nuseyrî xwedî maneyeka xirab bû.

 

Dema Fransayê Mandaya xwe li Sûrîye û li Libnanê bi cih kir (1920-1946), ji bo behsa nuseyrîyan bike peyva "elewî" bi kar anî. Armanca fransîyan ne bi tenê parastina vê hindikayîya olî û çareserkirina paşvemayîna wê ya aborî bû: wan herweha û berî hertîştî dixwest elewîyan dûr bikin ji misilmanên sunî – prensîba parçe bike ji bo hêsantir bi rê ve bibî–. Sûrîye parçe bû û otonomîyek dan elewîyan, ku sala 1922yê bû dewleteka xwedî paytexta bi navê Latkîye û sala 1939an bi Sûrîyeyê ve hat girêdan. Rast e ku  hin mezin û serokeşîrên wan piştgirîya sîyaseta fransîyan kiribûn, lê belê yek ji wan, Saleh El-Elî  (1884-1950), ji kanûna 1918an ve bi çekan li dijî wê têkoşîyabû. Serokeşîrên din jî tevlî doza wî bûn û sala 1921î têkçû. Ji xwe ew yekem serhilderê tevahîya Sûrîyeyê bû û di dema hikûmeta serbixwe ya yekem ya sala 1946an de wekî qehremanekî neteweyî hat qebûlkirin. Fîgurekî din jî navdar bû: ya Sileyman El-Mûrşîd, şivanê xwedî hêzên efsûnî yê ku xwe wekî pêxember heta xweda ragihandibû.  Sala 1946an Surîyeya serbixwe ew bi xîyanetê gunehbar kir û bi dar ve kir. Mirîdên wî mezhebek ava kirin. (6)

 

El-Mûrşîd alîgirê serbixweyîya elewîyan bû û rayedarên fransî ew kirin hevgirê xwe. Destpêka 1930yî, du bendên mezin ên elewî hebûn: li alîyekî yên ku dixwestin serbixweyîya civakê biparêzin – û bi îhtîmaleka mezin dixwestin serdestîya ku xwedîyê wê bûn jî biparêzin – û ku dixwestin qut bûyî bimînin ji Sûrîyê; û li alîyê din jî bi piranî ciwanên perwerdebûyî yên ku alîyê sunîyên bajarî digirtin û dixwestin erdê wan bi Sûrîyeyê re bibe yek. (7)

 

Di axaftinên berîya mohrkirina peymana Fransa-Sûrîyeyê ya 1936ê de, pirsa girêdayîbûna elewîyan bi sunnîyan re hat kirin. Serokên olî bi xwe parçe bûbûn, li alîyekî parastvanên serbixwebûna civaka elewî û li alîyê din jî alîgirên yekîtîya Sûrîyeyê. Wan di bin sîya fîgura Sileyman El-Ehmed (1866-1942) de, girêdayîbûna xwe bi îslamê re dan zanîn. Sala 1936ê, wan  nivîsek weşand ku îdîaya nasnameya xwe ya erebî û misilmanîyê dikir û pişt re jî wan doza weazê li muftîyê Qudsê Emîn El-Huseynî kir.  Wî bi fetwayekê bersiv da wan: cara yekem bû ku rayedarekî misilman hebûna elewîyan di nava ummeyê de, ango di civaka  bawermendan de qebûl dikir.

 

Di dema serxwebûna Sûrîyeyê de, elewîyan % 11yê welatîyan pêk dianî û % 80yî wan li çîyayan diman. Di bin mandaya fransî de, elewîyan dest bi koçberîya ber bi gundên mezin û bajarên li kevîya deryayê kiribû. Vê koçberîyê dewam kir û bi piranî çûne Humus û Şamê da ku ji ber xizanîyê birevin û li wir bi karên piçûk mijûl bûn. Alternatîfeka din jî tevlîbûna nav refên artêşê bû: hejmara elewîyên di nava askerên fransî yên Rojhilat de jixwe zêde bilind bû. Di dawîya 1940î de elewî, wekî hindikayîyên din jî tevlî dibistana leşkerî bûn. Pişt re ew bûn bingeha tevlîkirina endamên nû di nava Baasê de, partîya neteweperest ya ereb a ku îdîa dike girêdayî sosyalîzmê be. Bi piştgirîya rayedarên olî yên şîî yên ku bawerîya wan bi duwazdeh îmaman heye yên li Iraqê dijin, wan sazîyên olî û mizgeft ava kirin, berhemên li ser bawerîya xwe çap kirin û sala 1952yan miftîyê Sûrîyeyê rêveberên elewî yên olî wekî caferîyan, ango wekî şîîyan, qebûl kir.  Piştre, pêvajoya nêzîkbûna şîîtîyê di bin desthilatdarîya Hafiz el-Esed de hîn xurttir bû, ew bavê serokdewletê îroyîn e: sala 1973yan rêveberekî olî yê mezin yê libnanî, Mûsa Sadr navê misilman li wan kiribû û dibistanên olî yên şîî li Sayyida Zeyneb vekirin, li derdora bajara Şamê. Di salên 2000î de, guftûgoyên li ser "şîîbûna" welatî belav bûn û behsa hevkarîya wan bi Hizbullaha libnanî û îranî re hat kirin.

 

Piştî darbeya leşkerî  ya baasî ya sala 1963yan, elewîyan rutbeyên herî bilind ên arteşê bi dest xistin. Hafiz El-Esed, sala 1970yî rikberên xwe ji holê rakirin, wî ev sîyaset dewam kir û ev peyam da wan: "Heke tu bi Esed re yî, tu bi xwe re yî (8)." Ev lihevkirin hîn li dar e û wekî gefxwarinekê deng vedide. Lê belê rabûn û mezinbûna elewîyan di nava artêş û Baasê de, bidestxistina wan ya dewletê bi ketina wan ya nava sazîyan û desteserkirina wan ya çavkanîyan divê şaş neyên fêmkirin (9). Da ku kontroleka bi vî rengî ya civakê bi dest bixe, bavê Esed xwe spart stratejîyên xizmperest an jî erdî û xwe spart hêz û civakên din jî: berî her tiştî civaka piranîyê pêk tîne, sunîyan (nexasim di nav arteşê de) û piştre hindikayîyên din (xirîstîyan, durzî, hwd.) Li gorî demên krîz û îstiqrarê, rejîmê geh desthilatdarîya xwe spart elewîyan û sîstema ewlekarîyê ku endamên elewî tê de gelek in, geh sîyaseta xwe li yên din vekir. Beşar el-Esed ev sîyaset bi rengê xwe bi kar anî, di çarçoveya neolîberalîzmekê de ya ku xwe guhert û bû afarîzm [feda kirina hertiştî ji bo pere, nota wergêr]. Lê belê tevahîya elewîyan sûd ji îmtîyazên rejîmê wernegirtin. Rast e ku li erdên elewîyan modernbûneka baş plankirî  pêk hat, bi armanca ku wan bike stûneka rejîmê ya muhtemel. Lê belê bi tenê eşîra Esed û xizmên wî sûd ji îmtîyazên dewletê wergirtin. Serokdewlet rêxistina eşîrî û têsîra rêveberên olî xirab kir, malbatên mezin ên gelêrî tune kirin û serhildan tepisandin. Bipêşketina civakî ya karmendên piçûk û ya eskeran mijara nîqaşê ye, û wekî sûrîyeyîyên din ew bi zehmetîyên aborî re rû bi rû ne.

 

 

* Lêkolîner li Centre d’études interdisciplinaires des faits religieux (Ceifr) du Centre national de la recherche scientifique (CNRS) ; û nivîskara  berhema bi navê Histoire de l’islam. Fondements et doctrines / Dîroka Îslamê. Reh û doktrînên wê, Flammarion, Parîs, 2003.

 

 

(1) Gotara li jêr bixwîne: "L‘entité alaouite‘, une création française" ("Hêmana elewî, lihevçêkirineka fransî"), di Pierre-Jean Luizard (di bin rêveberîya wî de), Le Choc colonial et l’islam (Derba  kolonyal û Îslam), La Découverte, Parîs, 2006.

(2) Şîî alîgirên Elî ne, pismam û zavayê pêxember Muhamed.

(3) Şîî wan gunehbar dikin bi dizîya heqê Elî yê xelîfetîyê.

(4) Sala 1939an Fransayê ev erd da Tirkîyeyê, ev herêm îro bi navê Hatayê tê nasîn û alozîyên di navbera elewî û penaberên ji Sûrîyeyê tên, lê hene. 

(5) Yên ku bawerîya wan bi duwazdeh îmaman heye, beşa herî mezin ya şîîtîyê ye. Li Sûrîyeyê ew hindikayîyeka pir piçûk pêktînin (%1 heta 2) ku li Şamê, li gundên nêzîkî Helebê û li derdora Hawranê li başûrê welêt dimînin.

(6) Piştî ku werin astengkirin, alîgirên el-Mûrşîdiyeyê di bin rejîma Esed de xwedî avantaj bûn, lê di nava dewletê de pir kêm hene. Di şerê heyî de ew bê alî ne.

(7) Ignace Leverrier, "L’Etat alaouite en Syrie, une remontée de l’histoire?" ("Dewleta elewî li Sûrîyeyê, ji nûve dana der ya bûyereka dîrokê?"), Un oeil sur la Syrie, 27 juillet 2012, http://syrie.blog.lemonde.fr

(8) Michel Seurat, "Les populations, l’Etat et la société" ("Gel, Dewlet û civak"), di André Raymond (di bin rêveberîya wî de) de, La Syrie d’aujourd’hui/ Sûrîya Îro de, Editions du CNRS, Parîs, 1980.

Di berhema li jêr de jî hat weşandin: Michel Seurat, Syrie, l’Etat de barbarie (Sûrîye, Dewleta hovîtîyê),Presses universitaires de France (PUF), koleksîyona "Proche-Orient", Parîs, 2012.

(9) Philippe Droz-Vincent,Moyen-Orient : pouvoirs autoritaires, sociétés bloquées (Rojhilata Navîn: desthilatdarîyên otorîter, civakên astengkirî) , Presses universitairesde France (PUF), 2004.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya