Qedera ne dîyar ya têlên rêsayî

Translator

Gundîyekî amerîkî yê bi navê Joseph Glidden sala 1874an,  têlên rêsayî yên pêşî wekî çît li dora milkên li Great Plains danîbû. Ji wê demê ve têlên rêsayî bi yek carê bûn rêbazeka sîyasî ya pir girîng. Di demeka kêmtirî sedsalek û nîvê de, ew ji bo sînordarkirina erdên çermsorên amerîkî hatin bikaranîn, di şerê serxwebûnê yê Kubayê de (1895-1898) ew ji bo hepiskirina tevahîya komên gel hatin bikaranîn û di dema şerê duyem ê Boersan li Efrîkaya Başûr (1899-1902), di Şerê Cîhanê  yê Yekem de ew li derdora hendekên şer hatin bikaranîn û bi kêrî sînordarkirina kampên komkirin û qirkirinê yên nazîyan hatin.

 

Di demokrasîyên lîberal de êdî  têlên rêsayî zêde nayên dîtin – zehmet e meriv bifikire ku derdora buro, market û baxçeyan bi têlên rêsayî werin girtin, yan jî bifikire ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve werin bikaranîn da ku di dema xwepêşandanan de devê kolan û rêyan bigrin – lê dîsan jî têlên rêsayî hene. Îro ew li tevahîya welatan, li her deverê tên bikaranîn,  lê belê cihên ew tên danîn jî baş tên hesabkirin. Li gundan, li derdora deşt û mêrgan; li bajaran li ser dîwarên fîrmayên ji wan re hesas tê gotin, li ser dîwarên garnîzon, hepis û yên hin xanîyên ku xwedîyên wan ditirsin; li ser sînorên alozî li wan hene, li enîyên şer …

 

Têlên rêsayî yên bi şiklê "Glidden" êdî bi piranî bi tenê ji bo cotkarîyê tên bikaranîn.  Dema mijar a qedexekirina derbasbûna merivan e, têlên bi navê "gûzan" tên bikaranîn: stirîyên wekî gûzanên biçûk bi wan ve hene ku dikarin yên dixwazin wan derbas bikin birîndar bikin. Li şûna têlên rêsayî yên normal tên bikaranîn,  yên bi şiklê sitrîyên wekî gûzanê bi armanca tirsandin, birîndarkirin an jî kuştina merivan tên bikaranîn.

 

Ecêb e meriv hîna alaveka ewqasî  hişk û çor bikar bîne. Di vê serdema pêşketineka teknolojîk ya nedîtî de, di dema ku hilberînên kevn diçin sergoyê modernîteyê, ev rêbaz hîna bikêrhatî ye, tiştên ku jê jê tê hêvî kirin: sînordarkirina qadê/erde û li ser axê xêzkirina xetên parvekirinê ne. Ji bo vê tiştê, telên rêsayî tiştên herî baş in. Sivikbûna wan destûr da ku meriv li seranserê erdên fireh wan bi kar bîne, nermbûna wan bersivê dide tevahîya pêdivîyan: parastin, xurtkirin, girtîkirin… Meriv dikare van tiştan hemû bi saya têleka rêsayî pêk bîne. Têlê rêsayî tiştekî pir besîd e, lê dibe sedema encamên pir mezin, ev jî nîşan dide ku bêqisûrbûna rêbazeka ferzkirina desthilatdarîyê ne girêdayî hûrgulîbûna wê ya teknîk e û herweha nîşan dide ku hêza wê ne mecbûr e girêdayî mîqdara enerjîya hatî bikaranîn be û ew şideta herî mezin a tirsandinê  nîşan dide.

 

Têlên rêsayî nîşana cudatîyên sîyasî ne. Gelo normal e ku li Afrîkaya Başûr ew li ser dîwarên xanîyên dewlemendan gelekî tên dîtin, tevî ku li Fransayê tiştekî "wisa nayê qebûlkirin" ? Gelo mimkin e polês yan jî artêş li Fîlîpînan yan jî li Brezîlyayê rolayên telên rêsayî  yên concertina (1) bi kar bînin û bi hêsanî rê li hember xwepêşandêran bigrin, di dema ku cendermeyên me xwe li paş mertalên bi camên plaksî vedişerin?

 

Herî kêm sê bersivên van pirsan hene. Divê meriv berî her tiştî li asta şideta civatên em behsê dikin, binêre. Lewre divê di bîra meriv de be ku danîna têlên rêsayî li ser dîwarên xanîyên dewlemendan girêdayî şideta newekhevîyên civatî ye û dibin sedema xurtkirina van newekhevîyan jî. Divê asta hesasbûna li hemberî êşa şideta ferzkirî ya tê hîskirin, li ber çavan bê girtin. Û di dawîyê de jî, divê meriv guhertîbûna hêza sembolîk ya rêbazên bikarhatîanîn li gorî cografyayê bihesibîne: Li Ewropayê, li Çîn yan jî li Afrîkayê  danîna têlên rêsayî nabe sedema hestên bi heman rengî- nexasim ji ber ku bûyerên dîrokî yên têlên rêsayî sembolîze dikin ne wekhev in- Li Ewropayê telên rêsayî  sembola kamp, komkujî û şerî ne.

 

Di dawîyê de, ev hersê faktor tabloya cografyayeka sîyasî ya telên rêsayî derdixin holê ku di heman demê de plana cografî ya şêwazên herî mezin yên desthilatdarîyê ku li dinyayê hevkarîyê dikin, eşkere dikin- ev şêwazên desthilatdarîyê jî timî li gorî qalibên sîyasî yên klasîk in (demokrasî li dijî dîktatoryayê). Bersiva pirsa "gelo divê telên rêsayî werin danîn?" teknolojîya sîyasî û şêwazê têkîlîyan di navbera birêveber û yên tên birêvebirin de eşkere dike.

 

Di civatên rojavayî de, ji ber ku di dîrokê de ew timî li gel felaketên dîrokî bûn, bikaranîna têlên rêsayî  sembola zilm û zorê ne. Bi vî rengî, "dîwarên parastinê, têlên rêsayî, keleyên çavderîyê, stargehên leşkeran, dora sêdaran, odeyên komkujîyên bi gazê û firinên şewitandina insanan" ên kampa Auschwitz-Birkenau di nava lîsteya berhemên cîhanî yên "sembola bêwicdanîya merivê sedsala bîstan li dijî merivan e." (2) Sembola manedar a rêxistina Amnesty International ku ji  bo  têkoşîna li dijî girtin û êşkenceyê li Îngilistanê hat damezrandin, mûmeka pêxistî ya derdora wê bi telên rêsayî  pêçayî ye. Berevajîya vê, dema telên rêsayî tên rakirin, dikarin bibin sembola tiştekî erênî. Di 1989an de, Macaristan biryara avêtina geveka manedar da ji  bo xwe nêzîkî rojava bike: "[Wezîrê Karên Derve] jesteka sembolîk kir û (…) bi hevkarê wî yê awûsturyayî re telên rêsayî  yên di cihê perdeya hesînî ya Almanya û Macaristan ji hev qût dikirin birî. (3)" Ji ber  ku di warê sembolîk de pir manedar in têlên rêsayî di qada sîyasî de biha ne, lewre gel zêde hesas e li hemberî şidetê û daxwazeka parastina beden, fikir û hestan heye. Biwêja latînî wisa dibêje "Noli me tangere", "divê tukes destê xwe nede min!". Fîlosof Alain Brossat wisa dinivîse "di civatên rojavayî de, bipêşketina paradîgmaya xweparastinê meyldar e bibe fobîyek li dijî destdanê, li dijî kontakta fîzîkî. (4)" Di vê çarçoveyê de, têlên rêsayî dibin awayekî ku nikare bê qebûlkirin yê belavkirina bedena merivan li cihekî. Tehlûkeya ku stirîyên têlên rêsayî bedena merivî biêşinin û mecbûrîyeta dîtîna wan wekî tiştekî nikare bê qebûlkirin, tê hesibandin. Lê belê li deverên ku zehmet e meriv têlên rêsayî bi kar bîne jî, sînordarkirin kêm nabin: bi tenê kêmtir xuya dikin û nermtir in.  Ji ber ku bi lîstikekê tê lîstin, li alîyekî taktîkên biçûkkirina dîmenê şidetê ku ferz dikin rêbazên bi şidet ên wekî têlên rêsayî ji holê werin rakirin, hene û li alîyê din jî israra taktîkên tirsandinê yên xwe dispêrin şideteka meriv dikare bibîne, hene.

 

Biçûkkirina dîmenên şidetê berî her tiştî taktîkeka devkî ye ku destûrê dide merivî peyveka li şûna peyveka din bi kar bîne ji bo ku eynî tiştî bi awayekî ne seranser bibêje. Bi vî rengî dema behsa sînorên ku leşker lê hatin bicihkirin tê kirin, peyva "herêmên bêleşker" tê bikaranîn. Yan jî peyva "herêmên tampon" û "mertalên ewlekarîyê" tên bikaranîn. Ev taktîka biçûkkirina şidetê ne bi tenê devkî ye, herweha alîyên wê yên estetîk, prosedurî, teknolojîk, mîmarî û cografîk jî hene. Wekî nimûne, meriv dikare behsa girtîgehên ku di van dehsalên dawî de ji bo zarokên ji hijdehsalî piçûktir hatî avakirin, bike: wezareta edaletê ji derve wisa nîşan dide ku "îmaja girtîgehan bi qestî tê biçûkkirin bi rêya mîmarîyeka eyarkirî ya entegrasyoneka baştir bi derûdorê re misoger dike. "  (5) Şidet tê ferzkirin, lê bi vî rengî ev tişt  bêyî ku mesrefên sîyasî yên ferzkirina şidetê bi awayekî yekser hebin, pêk tê. Lewre niha meriv  tercîh dike çîtên nebatî bi kar bînin. Sinnoveg, şirketeka fransî sala 2005an konsepta "Darên Biçûk yên Xwezayî ji bo Parastinê" afirand. Di reklama şirketê de wisa tê nivîsîn  "nûafirandineka bi tevahî xwezayî ye, dekoratîf e û meriv nikare têre derbas bibe". Darên xwedî stirîyên nexasim birîndarker tên neqandin, bi saya wan şiklekî nû yê sînordarkirinê derket holê ku biqasî têlên rêsayî bikêrhatî ye û merivan ditirsîne. Bihayê wan biqasî yê têlên rêsayî ye û encama estetîk jî nermtir e, heta meriv dikare bibêje xweşik in. Wekî têlên rêsayî ne ku biharan gulên wan dipişkivin…

Bi vî rengî "wargeh bêyî ku şidet xuya bike tên parastin, ji derve hîç bala merivî jî nakşînin". Avantajeka din a van daran jî heye: şiklê wan dikare were guhertin. Li nêzîkî dibistanan, darên ku wan çîtan pêktînin bê stirî ne; lê li derdora wargehên "hesas", gîya ji bo kamufle kirin û xurtkirina  çîtên bi têlên rêsayî yên klasîk tê bikaranîn. Di van xemlên bi kulîlk û stirîyan de taktîk û helbestvanîya desthilatdarîyê tevlîhev dibin. Baxçeyên bedew ên ewlekirî: "Sinnoveg xwedî tecrûbeya avakirina bexçeyên bedew e, yên aram ku xanî û xwedîyên wî di tewazûnê de ne. Şirketa me rehetî û ewlekarîyê dîyarî we dike, ku bi rêya konsepteka xemilandinê ya zêde balê nakşîne ser xwe û çîteka xwezayî ya meriv nikare têre derbas bibe pêk tîne, hatîye amadekirin. Gîya û darên wê pêktînin ne ji rêzê  ne û berê neditî ne." (6)

 

Carinan jî, taktîka kêmkirina dîmenê şidetê di xizmeta mezinbûna wê hêzê ye ku jê nefret tê kirin. Armanc kamuflekirina rêbazên bi şidet e – darên bi kulîlk têlên rêsayî yên bi stirîyên gûzanî vedişêrin –, yan jî ji bo veşartina sînordarkirinê bi xwe ye da ku wan kesên ku sînor derbas dikin hêsantir bigrin. Tevî ku nermtir in, nîşanên sînoran hîna xuya ne: ew li gorî pêdivîyên taktîk tên eyarkirin û li gorî tewazûneka nazik a di navbera bikêrhatîbûna rêbaza bi kar hatî anîn û wê îhtîmalê de ye ku di qada sembolîk de bê qebûlkirin. Di civatên rojavayî de dê têlên rêsayî  timî hebin, lê ew dê bi tenê ji bo misogerkirina ewlekarîya herî mezin bên bikaranîn (girtîgeh, kampên leşkerî…), yan jî dê dema mimkin be werin veşartin, bên bikaranîn, yan jî li deverên dûr ku kêm kes lê dijîn. Li bajarên modern, sînordarkirin zêdetir bi rêya rêbazên teknolojîk ên vîrtuel pêk tên anîn: kamera, derîyên elektronîk, makîneyên germahî yan jî tevgera merivî hîs dikin…

 

Li gorî hisabên- sîyasî û pragmatîk- ku biryara bikaranîna wan didin, dibe ku îmaja neerênî û nebihemd a têlên rêsayî wekî rêbazeka tirsandinê bi kêr bê. Bi vî rengî taxa New Willingtonê, li kevîyên wekî xeter navdar in yên bajarê Comtonê, li Başûrê Los Angelesê bi çîtan hat dorpêçkirin da ku dawî li pevçûnên di navbera gangan de bînin. Li wir her awayê wan heye: têlên rêsayî, stirî, stûnên hesinî, çît, şîkan, gerît, notirvan. "Tiştên mîmarî yên vê sîstemê yên eskeran tînin bîra merivan nehatin xemilandin û piçûkkirin. Berevajîya vê, ev estetîka parastinê (..) dike ku ewlekarî û kontrola ji nû ve bidestxistî ya vê civatê eşkere bibin."  (7)

 

Li vir, alîyê bi şidet yê sînordarkirinê bikêrî pêşîgirtina li hewldanên derbasbûnê tê û dibe sedema avakirina cudatîyeka hîyerarşîk di navbera du dever û du civatan de.  Rewşa hundirê çîtan baştir e (di warê avahîyan de) gelekî ewle xuya dike. Herçî derveyî wê  ye, rewş xirabtir e û navê yên nayên hezkirin li şênîyên wê tê kirin. Wekî din li şaredarîyeka girtî ya Kalîfornîyayê ya ji kesên temenê wan di ser 55 salan re veqetandî, hişkî û êrîşkarîya çîtê, esas bi kêra rehetkirina dilê şênîyan tê û hîç di warê operasyonel de bi kêr nayê: "li vir ewle xuyakirin grîngtir e ji ewlekarîya bikêr."  (8)

 

Ev derfetên birêkûpêkkirina alavên sînordarkirina qadê rêbazên stratejîk ên pir dewlemend pêk tînin: zêdekirin û xurtkirina sînoran bi xêra dilrehetkirina sembolîk, lê belê herweha beloqbûn û hişkbûna segregasyonê bi xêra xedarîya wan an bi rastî yan jî spektakuler. Meseleya dabeşkirina qadê îro ne du-hêmanî ye: mesele ne "girtineka qadê ya li derve ya mezin" e, lê belê têlên rêsayî, yan jî zêdebûna sînorên zirxî wê semptom be, le belê ew herweha ne xilasbûneka besît a ji gera herikan e jî bi xêra bikaranîna teknolojîyên vîrtuel.

 

Mesele pircurekirineka stratejîk e ya ku wê destûrê bide tevahîya têkelbûn, tevahîya îfadeyan û tevahîya zelûlîyan. Bi awayekî nakokane, navgîneka mîna têlên rêsayî ya ku em dikarin bifikirin ku ew bala me dibe ser meseleyên kevin ên şidetê – darîçavbûna xedarîyeka dijwar a li ser bedena merivî – bi xwe, berevajî vê yekê, berê awirên me diguherîne. Meriv awayên heyî yên şideta sîyasî ne li gorî dijwarbûna wan a darîçav nas dike, lê bêhtir ji ber qurnazîyên wan ên jêhatî nas dike.

 

* Fîlozof û nivîskarê Dîroka sîyasî ya telên rêsayî, Flammarion, coll. "Champs Essais", Parîs, 2009 (çapa yekem: La Fabrique, Parîs, 2000).

 

(1) Navê "Concertina" li wan tê kirin ji ber ku ev şêwazê têlên bi gûzan wekî akordîyonekê tê vekirin.

 

(2) http://whc.unesco.org

 

(3) Hevdîtin bi Gÿula Horn, Le Monde, 5ê çirîya paşîn a 1999an.

 

(4) Alain Brossat, La Démocratie immunitaire / Demokrasîya xweparastinê, La Dispute, Parîs, 2003.

 

(5) "Les établissements pénitentiaires pour mineurs / Sazîyên cezakirinê ji bo kesên ne reşîd", wezareta edaletê, Parîs, 31ê çileyê paşîn a 2005an.

 

(6) www.sinnoveg.com

 

(7) Gérard Billard, Jacques Chevalier û François Madoré, Ville fermée, ville surveillée. La sécurisation des espaces résidentiels en France et en Amérique du Nord / Bajarê dorgirtî, bajarê di bin kontrolê de. Bicihkirina sîstemên ewlekarîyê li derdora xanîyên şexsî li Fransa û li Amerîkaya Bakûr) ,Presses universitaires de Rennes, koleksîyona "Géographie sociale", 2005.

 

(8) Ibid.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîyê