Qeyran li Awûstralyayê çawa xuya dibe ?

Ji bo yekî ewrûpî, têgeha navenda endustrîyel tê wateya febrîqeyên dorgirtî û ewrên li ser bajarên bakurî. Û tew, bi awayekî moderntir, mirov li megapolên çînî yên di nav mijê de difikire, koça ji gundan û çemên ku bi bermayîyên kîmyewî ve tije bûne tên bîra mirov. Ji ber wê, gava ku mirov di rojeke tavî de digihije Gladstone’ê, vî bajarê paqijîyê yê Queensland’ê ku di nava ronahîya rojê de ye, mirov di cih de sar dibe. Lengergehek û peraveke ku bi kompleksên endustrîyel ve bilind bûne. Em panorameyekê bi lez çêbikin : di navê de, bajar û lengergeh; alîyê bakur, çiyayên komira ku ji nava erdê anîne; alîyê başûr, bênderên zadî û febrîqeya çimentoyê. Li bakurê wan hemûyan, hersê bixorîkên santrala elektirîkê ya ku hersal dûmana çar milyon ton komir berra hewayê dide. Li paş santralê, bi erebeyê bîst deqîqeyan dûrî bajêr, devera Yarwun’ê heye ku Orica (nîtrata amonyûmê û sîyanura sodyûmê çêdike) û rafînerîyeke alîmunyûmê ya nû tê de ye. Deh deqîqeyan ber bi başûr ve, li ber perê avê megarafînerîya Queensland Alumina Limited (QAL) heye. Jê bi dûrtir, li ser girava Boyne’ê, febrîqeya hesin û polayan, Boyne Smelters Limited heye ku % 20’ê alîmunyûma awûstralî çêdike. Dawîya panoramayê.

Bajar lokomotîva welêt ya afirandinê ye

Li seranserê dunyayê, daxwaza maddeyên xam yên endustrîyê ketiye, lê gelo ev ketin dê bandora xwe li Gladstone’ê jî bike ? Ew Gladstone’a ku ji teqîna awustralî ya aborî, ku ji derxistina dewlemendîyên binerdê dihat, têra xwe îstifade kiribû. Gelo aborîzan behsa wê dikin ku duwanzdeh hezar û pêncsed kar dê wenda bibin û pênc hezarê wan jî ji çîrîya pêşîna 2008’an heta bi nîsana 2009’an li Queensland’ê dê pêk werin Li Gladstone’ê, niha bêhna herkesî fireh e. Gellek febrîqeyên wan yên bin erdê hene û febrîqeyên çînî yên polayan jî pedivî bi enerjîyê ve hene : digel qeyranê jî, komir dê were, alîmunyûm dê bê çêkirin, keştîyên heta ber dev tije dê bi rê bikevin û hertişt dê weke berê be. Serokwezîra Queensland’ê Anna Bligh û serokwezîrê federal Kevin Rudd, ku herdu jî ji partîya karkeran in, diçin û tên û behsa planên vejînê û tedbîrên ku girtine dikin; bêkarî % 5’î bihurîye (ev çar sal in ku ewqas bêkarî peyda nebûbû). Lê na, dîsa jî ne xema wan e û xelk li Gladston’ê ji paşerojê hêvîdar e.

Herêm bi rastî jî xwedan lengergeheke weha ye ku li ser deryayeke bilind e, lê belê bi xêra giravekê ji oqyanûsê tê parastin, îklima wê germ û zuha ye; û herweha cihê wê jî ji bo çûyin û hatina bi têrênê ve gellekî baş e. Ji bilî van qozan, hin xebatên avakirinê yên giring jî dewam dikin, weke firehkirina rafînerîya alîmunyûma Yarwun’ê, an jî xebatên ku tavilê tên pêkanîn, weke lengergeha komirê ya nû ya li Wiggins Island’ê û termînaleke îxracata gaza xwezayî. Ji ber ku weke xerentîyeke li hember qeyranê tê hesibandin, birêvebirên dewletî û yên federalî li Gladstone’ê dezgeheke taybetî, Gladstone Economic and Industry Development Board (GEIDB), daye bicîhkirin ku rêyê bi ber pêşketina herêmê ve bixe. Li gora Birêz Gary Scanlan’ê birêvebirê vê dezgehê, bajar dikare bikeve nava çalakîyeke weha ku li Awûstralyayê wekî wê tunebe, ji bilî bakûrê rojavayê Eyaleta Awustralya-Rojava : « û li wira jî… li sê çar herêman e, lê, li vira, bi tenê li herêmekê ye. »

Endustrîya navdar Gladstone herweha ji bo tûrîzmê jî bûye qozekî nû : bi xêra wê, grey nomads tên vira. Grey nomads ew kesên teqawîtbûyî ne ku bi karawanan digerrin û li gora werzan cih diguherin. Ji bo wan, serdana deverên dîtinê tên organîzekirin. Birêz Tony Beers’ê ku nûnerê herêmî yê mezintirîn sendîkaya Queensland’ê ye, ku navê wê Australian Workers Union (AWU) e, gava ku behsa bajêr dike, dibêje ku ew lokomotîfa Awûstralyayê ya afirandinê ye û bi temamî “Qibleya Endustrîyel e.” Bi xêra “şiyana xwe ya adapteya li gora guherînan, ev bajar her mezin dibe û ji bo Queensland’ê û ji bo neteweyê xwe her çê dike.”

Lê belê, digel axavtinên ku pesnê cudahezîyên endustrîyel didin, weha xuyaye ku dewlemendîya Gladstone’a ku pêncî hezar kes lê dijîn, ji salên 1960’î ve ye ku ji binî ve bi metal û alîmunyûmê û bi Rio Tinto’ya ku wan çêdike ve girêdayî ye. Boksîta ku ji erda Weipa’ya li bakurê Queensland’ê bi keştîyên komirê tê, li rafînerîyên QAL’ê dibe alîmunyûm. Ev avahî, borî û tanqêrên rengesor ku bi awayekî ecêb di nav hev re derbas dibin û di nava wan re mijeke spî bilind dibe, nîşana mezinahî û saxlemîya şîrketê ye jî. Li gora xwedîyên wê, “giringtirîn rafînerîya cîhanê ye.”

Ev tevahîya kîmyewî di pey re li febrîqeyên Boyne’yê dibin alîmunyûm û enerjîya ku lê dice jî nêvîyê wê enerjîyê ye ku santrala elektirîkê peyda dike. Agahîya xebatan ya li ser duqatkirina rafînerîya Yarwun’ê, ku di Tîrmeha 2007’an de hate dayin, giringiya vê endustrîyê dipeyitîne. Ji ber wê ye ku herkes li ber ket gava ku Rio Tinto’yê, roja 7’ê Nîsana 2009’an, da zanîn ku li kargehên Yarwun û Boyne’ê nêzî şeşsed kes dê ji kar bên derxistin.

Li Gladstone’ê, hema hema hemû nîştecîhên mêr îşligên şînê vekirî li xwe dikin. Li ser îşligên karkeran xetên birqokî yên ji bo ewlekarîyê hene, li ser yê karmendên birêvebirîyê jî logoya şîrketê heye. Birêz Cale Dendle’yê berdevkê meclîsa şaredarîyê bi gumlegê xwe yê şîn eşkere dike: “Heta ku agahdarîya derxistina ji kar bi fermî nehat dayin, gellek kesan digot qey dê bûyereke piçûk be û kes dê lê ecêb nemîne; niha gellek kes şaş mane. Bê guman dê encamên vê jî hebin.” Agahî ne ewqasî zelal in. Li gora plana destpêkê, pêncsed û heftê karkerên ku ji bo şîrketên taşeron dixebitîn û panzdeh karkerên kargeha Yarwun’ê û bîst jî ji Boyne’ê dê ji kar bihatana derxistin. Hejmara dawîn dikare bigihîje heyştsed karkeran û belkî ji hezarî jî zêdetir be.

Xanim Maxine Brush’a endama meclîsa şaredarîyê dibêje “em fêr bûne ku kar carinan baş û carinan jî xerab be.” Ji ber wê, bajar li gora leza projeyan hatiye avakirin: rafînerîya QAL’ê di dawîya salên 1960’î de; febrîqeya hesînan û polayan di destpêka salên 1980’î de; piştî wan jî, Orica, nûkirina santrala elektirîkê, mezinkirina lengergehê, çîmentoya Awûstralyayê, û axir, Rio Tinto Yarwun. Birêz Scalan dibêje “Her cara ku yek ji van projeyên mezin pêk hat, di encama wan de çerxeke “boom and bust” jî qewimî.”

Di awayê normal de, çalakî dest pê dikin, hêdî hêdî bi leztir dibin, digihîjin asta leza xwe ya dawîn, di pey re girantir dibin heta ku avakirin bi dawî dibe. Birêz Scalan dibêje “Di rewşa niha de, ji dêleva ku hêdî hêdî giran bibe, dibêje tereq û disekine! Matmayin ji ber wê ye ku ev agahî ji nişka ve hat”, lê ev matmayin herweha ji ber hejmara karkeran e jî ku dê ji kar bên derxistin: “Pêncsed kes, hejmareke bilind e… Ev rasterast du hezar kesan têkildar dike û, kes nizane bê wekî din digihîje heta çend kesan.” Li gora Gary Thompson’ê rojnameya herêmî ya Gladstone Observer, “herçend taşeron biçin jî, yên mayî dê kêmtir bixebitin. Lê belê, heyameke xelkê vira ya mezin heye ku tu carî tecrubeyên weha nejîyane, ev panzdeh sal in ku qeyran çênebûne.”

Li navenda alîkarîya civakî, tedbîrên rewşa ku dikare were hatine wergirtin û ev tedbîr bi civîneke agahdarkirinê dest pê dike. Xanimek lodeke broşuran nîşan dide ku ew ê li beşdaran belav bikin (temîyên hiqûqî û yên aborî ji bo jin û mêran, ji bo kirêdaran û hwd.) û axavtineke naskirî dike: “Berê jî ev hatiye sere me.” Li hêla sendîkaya însîyatîfê jî eynî peyv in: Ji bo Xanim Sandra Wiseman, “kar baş an xerab bibe jî, em berê fêrî van rewşan bûne! Xelk dê ji kar bên avêtin… lê bi taybetî taşeronên ku ne ji vira ne dê di vê rewşê de bin. Ew fêr bûne.”

Gelo kesên ku dê ji kar bên avêtin çawa li vê meseleyê dinerin? Weke ku dihat texmînkirin, ew di vê mijarê de rasterast dipeyivin, weke ku barmeneke klûba babirkan dibêje: “Rewşa mêrê min tim baş bû, lê gellekên din hene ku ne di heman rewşê de ne. Herkes di nava tirsekê de ye.”

Û hemû taşeron jî ne biyanî ne. Li gora Bob’ê ku ji bo şîrkete lokal ya taşeron dixebite, « %80’yê xelkê li ser êgir e û nizanin bê siberojê dê çi were serê wan ». Ew dibêje ku pirranîya karê ku şîrketên taşeron dikin karê Rio Tinto’yê ye : « Hin karkerên me hene ku mekîneyên xwe paqij dikin. Gava ku xebata Rio’yê kêm bibe, ya me dê dewam bike : bandora wê ji jorê heta jêrê li hemû bajêr bibe ».

Heger hewil bidin ku bibin sendîkayî, karker dê ji karê xwe bibin

Ji hêla xwe ve, birêvebirîya Rio Tinto’yê dibêje ku li dunyayê, bazara alîmunyûmê % 60 kêm bûye û ji ber wê jî tu rêyên din li ber wan namebû. Dibêjin ku ew bi armanca dayina deynê xwe yê Alcan’ê a li Kanadayê bidin ku di Çirîya Paşîn a 2007’an kirrîbûn, xelkê ji kar derdixînin. Mesrefeke 38 milyar dolarî ya ku kiribû ku Rio Tinto li cîhanê bibûya yekem şîrketa afirandina alîmunyûmê. Koma wan hewil daye ku çavkanîyên xwe bilindtir bike û ji bo vê jî şîrketa çînî Chinalco jî xistiye nava bazara xwe. Li gora Beers’ê sendîkalîst, birêvebirîya Rio’yê di Çileya Pêşîn a 2008’an eşkere kiriye ku “heger peymana wan ya bi Chinalcoyê re ji aliyê hikumetê ve nehataya qebûlkirin, ew ê mecbûr bimana ku du hezar û pêncsed karkerên li Queensland’ê ji kar derxistana... Şantajeke rezîl!”

Axir, birêvebirîya Rio Tinto’yê hevkarîyek bi BHP’ya nîv brîtanî û nîv awûstralî re pêk anî û bi vî awayî kula çavê hikumeta federal ya Birêz Rudd derman kir. Lewre, hikumetê him dixwast ji bo Çînê weke zhengyou (hevalê dilsoz) bimaya û him jî ketibû nava şerma ku bihêle ku Chinalco li ser maseya bazarê him bibûya bikir û him jî firoşkarê maddeyên xamyên endustrîyê. Eşkerekirina vê peymanê, li Gladstone’ê, bû cihê kêfê ji ber ku dihat gotin ku rafînerîya Yarwun’ê dê bihataya girtin. Bi qasî ku Thompson dibêje, xelk piştî eşkerekirina yekem ditirsîyan, lê rewş belkî niha ne ewqasî xerab be: “Herçend hin kes ji kar hatibin avêtin jî, hê bajêr dewlemendîya xwe ji dest nedaye.” Ma gelo ev encama qeyranê ya bingehîn e? Hat dîtin ku qedera Gladstone’ê bi temamî bi ya Rio Tinto’yê ve girêdayî ye.

Li gora Birêz Beers, Gladstone Observer xwe amade dike ku hin nivîsên rexnegir li dijî vê koma endustrîyel biweşîne. “Rio”yê, yan bi temamî yan jî beşek ji wan karên ku ji wan re dibêjin “pênc qerase”yên (the Big Five) Gladstone’ê bi dest xistine: febrîqeya Boyne’ê, herdu rafînerîyên alîmunyûmê, santrala elektirîkê û hin ocaxên komirê. Ev kom rasterast patrona hemû karkerên bajêr e; lê bi awayê ne endîrekt jî hemû şîrketên lokal bi wê ve girêdayî ne. Hêvîyên li ser hêzên cuda ji avakirina terminala îxracata gaza avî tê kirin, herçend ew terminal dê heta dawîya 2010’an pêk neyê jî. Ji bo nuha, hêza Rio’yê xelkê aciz dike. Thompson dibêje ku “îroj gellek acizî ji ber vê hene, bê guman ji ber ku li gora gellek kesan Rio Tinto’yê guh nedaye erkên xwe yên axlaqî yên li hember civatê… Rio bi tenê bi Rio’yê ve alaqedar dibe.”

Ev tiştê ku li Gladstone’ê jê re dibêjin “modela Rio’yê” – pêywendîya rasterast ya di navbera patron û karkeran de, beyî ku sendîka tev lê bibe – encama pêvajoyekê ye ku di 1993’an de dest pê kiriye; Birêz Paul Keating, serokwezîrê Partîya Karkeran, derfetên bazara di navbera şaxên endustrîyê (industry bargaining) û kargehan (enterprise bargaining) de wê hingê kêm kirin. Sê sal di pey wê re, John Horward’ê ku gellekî konservator bû desthilatdarî wergirt û da ser rêyeke din: êdî behsa “industrial relations” (pêywendîyên civakî yê li şaxan) nabe, lê belê behsa “workplace relations” (pêywendîyên civakî di warê kargehan de) dibe.

Bi bidestxistina serwerîya Senatoyê ya di 2004’an de, koservatoran derfeta pêkanîna bernameya xwe ya bi nave Work Choices bi dest xist. Mafê sendîkayan yê ketina kargehan hate bisînorkirin; zagonên ku karker li dijî jikaravêtina deradetî diparastin êdî bi tenê ji bo şîrketên xwedan zêdetirî ji sed karkeran dihatin pejirandin. Karkerên îmzekirina peymaneke AWA qebûl nedikir jî êdî karîbûn “ji ber sedemên teknîkî” ji kar bihatana avêtin.

Li gora Birêz Beers, li Gladstone’ê bi tenê peymaneke hevpar heye. Li QAL’ê: “Li Boyne û Yarwun’ê, hema hema bi awayekî eşkere ji karkeran re tê gotin ku heger hewil bidin ku bibin sendîkayî, ew ê ji kar bêne avêtin.” Dîsa jî, ew bi bîr dixe ku Gladstone bûye yek ji giringtirîn devera liberxwedana karkeran ya li dijî Work Choices’ê, lewre şeş hezar xwepêşander li dijî vê reformê daketin kolanan û dijberîya wan bû yek ji sedemên ku ji ber wan di 2007’an de hikumeta Howard ket.

Weke ku zanîngeh jî di bin bandorê de be

Zagoneke karî ya nû ya bi nave Fair Work bi serkêşîya Julia Gillard’ê hate pejirandin ku Gillard wezîra perwerdehî û karan e û herweha duyem xurttirîn navê hikumeta niha ye. Êdî hema karkerek bi tenê jî daxwazê bike, sendîka dê karibe bikeve kargehan û herweha parastina li dijî jikaravêtinên deradetî jî ji bo wan şîrketan e ku bi kêmanî xwedî panzdeh karkeran in.

Dîsa jî, Rio Tinto’yê derfetên Work Choices’ê heta dawîn bi kar anîne. Thompson dide zanîn ku heta demeke nêzîk jî “sendîka nikarîbûn têketana kargehan ji bo dîtina ka bê çi li wira tê kirin an jî ji bo bazara bi birêvebiran re. Pêwîst bû ku bi karkeran re li derve bipeyivîyana… Ji serê pênc salan e ku ev cara yekem e ku sendîka êdî dikarin têkevin febrîqeya Boyne’ê û “perdeya hesinî” derbas bikin.”

Jim’ê ku em di balafairê de lê rast hatin taşeroneke û ji Tazmanyayê ji bo paqijkirin û tamîra mekîneyên febrîqeya Boyne’ê hatiye Gladstone’ê. Dide zanîn ku ew û hevalên xwe mecbûr in ku gava ku derkevin bajêr, heman îşligan li xwe bikin. “Ji bo çi? Ez nizanim. Belkî naxwazin ku kes bizane bê çend karkerên serbixwe li cem wan dixebite…” Rast e, gellek karkerên ku peymana AWA’yê red kir, mecbûr hatin hiştin ku bibin taşeron. Li Gladstone’ê, Rio Tinto’yê piştgirî da wegirtina karkeran ya bi awayê taşeron, teva taşeronên demkî. Bi vî awayî, şîrket êdî ne bi îzina karkeran, ne bi tendurustîya wan û ne jî bi baca wan ya dewletî re serê xwe diêşîne û ne jî mesrefên jikarderxistinê dê li serê wê bibin bela.

Weke ku zanîngeh jî di bin bandorê de be. Li Central Queensland University’ê navendeke lêkolînên muhendîsîya metalên sivik heye ku nave wê Process Engineering and Light Metal Centre (PELM) e û bernameyên wê bi hevkarîya şîrketan tê avakirin, da ku “bi awayekî zelal alîkarîya pêşketina wan bike” . Lê belê, hevkarîya şîrketan li vî sînorî nasekine. Weke mînak, li Leo Zussino Building’ê navendeke konferansan û buroya berpirsê kampusê heye… Li Rio Tinto’yê jî, People & Organization Support Capability Development heye. Li avahîya wan herweha Navenda komira safî (Gladstone Centre for Clean Coal) heye. Li salona ketina wê, modeleke piçûk ya bi dengine balkêş, bi sê beşan, ji dewra antîk heta dema me behsa dîroka komirê dike. Li wira, em hîn dibin ku lengergeheke wan ya ku gellekî dişibe ya Gladstone’ê heye û ji mêvanan re tê gotin ku bikaranîna komirê ya bi peydakirina elektirîkê “roj bi roj bikarhatîtir dibe û gemarkirina wê jî kêmtir xeternak e.”

Şaredarê Gladstone’ê yê konservator, Birêz George Creed, bi awayekî zelal nîşan da ku ew li dijî projeya hikumeta federal ya bicihkirina bazara komirê ye ku ev proje Emission Traiding Scheme (ETS) e û dê heta 2010’an bê bicihkirin. Li gora wê, ev proje dê paşeroja bajêr bixe xetereyê û di demeke xerab de hatiye pêşniyarkirin: “Dê ziyana wê li tiştekî û kesekî neyê ku mirov salek an du salan bisekine, lê belê heger bixwazin tavilê wê bi cih bikin, dikare gellek tahdeya wê li me bibe” . Li meclîsa şaredarîyê, fikrên cuda hene. Li gora Birêz Dendle, “bazar mekanîzmayeke çavdêrîyê ya weha ye ku hêza xwe îspat kiriye.” Dîsa jî, “gelo ew ê karibe derfeta çareserîya wan pirsgirêkên ku ji mirovan nayên jî peyda bike? Û gelo Awûstralya dê bikare bandorê lê bike? Ji bo min, nîqaş divê li ser van pirsan be.” Brush’a endama meclîsa şaredarîyê piştgirîya bazara komirê dike, lê belê bawerîya xwe bi awayê pêkanîna wê nayne. Bername gellek tawîzan dide şîrketên komirê . Ji xwe, navkokîyên polîtîkaya wargehê ya hikumeta Rudd ne ev bi tenê ye .

Li gora nifûsa xwe, Awûstralya yek ji wan welatan e ku mezintirîn gemarkirên cîhanê ne . Lê dîsa jî hikumet dixwaze bere bere îxracata komirê zêde bike. Sala 2008’an, Birêz Peter Garrett’ê wezîrê federal yê wargehê li biryara mezintirkirina şiyana lengergeha Gladstone’ê bi xwedî derket: “Endustrîyeke me ya komirê ya gellekî giring heye, him di warê aborî de û him jî bi taybetî di warê sazkirina karan de.” Bê guman, di ber re got ku hesabê bandora vî karî ya li ser wargehê jî hatiye kirin û da zanîn ku hikumet gellekî li ser bernameya komira safî disekine û bala xwe dide teknolojîyên peydakirin û perçekirina komirê . Lê belê, ev teknolojî dê nikaribin heta 2015-2020’an jî bên bicihkirin û ew ê qet nikaribin bibin berdêla karbona ku Awûstralya dê di vê navberê de bera ezmanan dabe.

Ji ber ku bi derseda veguheztina şûşeyên bîrayê û ya bicihkirina panoyên tavî dilxweş in, Awûstralî niha li dijî vê rewşê dernakevin… heta hişkesalîya pêş. Birêz Beers, ji AWU’yê, weha dibêje: “Ez sala 1967-1968’an hatim Galdstone’ê, gava ku rafînerîya alîmunyûmê hê nû li ser cihê mezbexaneyên kevin hatibû avakirin. Zanîngeh ji aliyê lengergehê ve hate avakirin. Komir nebûya, me ê nikarîbûya ev hemû pêk bianîyana… Ma niha kî dê rabe û gazindên xwe jê bike?”

Hejmara losemîyan bi awayekî anormal zêde ye

Thompson diyar dike ku, rast e, toza komirê “çavkanîya gemareke berbiçav e: mirov nikare wan bênderên ku li wî alîyê çemî ne di ser guhê xwe re biavêje. Lê gellek tozên sipî jî hene ku li hewayê ne, lê xelk wan nabînin….” Ew balê dikişîne ser ku “heger îroj bi xwe rafînerîya QAL’ê bihataya avakirin, ew ê li perê avê nehataya avakirin; ew ê li nava çolê bihataya avakirin.” Xanim Lilian de Torres’a lêkolînera PELM ku li ser “endamên organîk » yên gemara rafînerîyên Gladstone’ê yên alîmunyûmê dixebite, zêdetir ji heyştê maddeyan tê de dîtiye, weke aseton û tolûwanê; lê nuha, heta dawîya cerribandinên xwe ku dê di 2010’an de bigihîjin encamekê, naxwaze li ser xerabîya wê bipeyive,.

Adara 2009’an, Clean Air Society’a ku dezgeheke serbixwe ye civîneke agahdarîyê li ser kalîteya hewaya Gladstone’ê li dar xist. Di eslê xwe de, Ajansa Parastina Wargehî ya Queensland’ê (Environment Protection Agency, an jî EPA) mesrefên vê civînê dane. Lê belê, li gora professor Dolay’ê ji Zanîngeha Queensland’ê û endamê Clean Air Society, EPA’yê “nexwast tev lê bibe”, û daxwaz kiriye ku “encam zêde belav nebin.” çima? Ji ber ku herçend xelkê Gladstone’ê “digel ku ji deverên din bêtir agahdarîyan werdigirin” jî, divê li hember bandora xerabkir ya agahîyeke li ser vê “civata rîskê” ku ew jî endamên wê yên baş in, bêne parastin.

Di navbera 1996’an û 2004’an de, heyştê û du nimûneyên losemîya lîmfoyîd ya kronîk pêk hatine, digel ji bo bajarekî ne pirr mezin yê Queensland’ê ev hejmar divîya çardeh bûya . EPA’yê biryar daye ku encamên lêkolîna di 2010’an de eşkere bike. Gava ku mirov ji prosefor Doley’î dipirse ka gelo gemarên rafînerîyên alîmunyûmê dikarin tendurustîya xelkê xerab bikin an ne, ew balê dikişîne ser ku “xemên” li ser vê yekê li Wagerup’ê, li Eyaleta Awûstralya-Rojava, li ser “navxweyên organik” yên çalakîya rafînerîyan hatine gotin. Dîsa jî, ew dide zanîn û dibêje ku peydakirina sedemên kanserê dijwar e.

Li gora Birêz Beers’ê sendîkalîstê AWU’yê, “rast e ku li Gladstone’ê bermayîyên xeternak û pirsgirekên gemara hewayê hene.” Lê ew lê zêde dike û dibêje ku “şîrket ji bo ku van kêmanîyan sererast bikin gellekî li ber xwe didin, û êrîşkirina endustrîyekê bi tenê li gora min xeletîyek e… Temam, hin komên zextker yên kêmhejmar nîqaşan derdixin. Lê ez ji we re bêjim: heger hûn biçin Brisbane’ê û hûn li ser kolaneke sereke bisekin, gelo hûn ê çi bikişînin kezeba xwe?”

Rojnameger John Pilger’î berî niha bi çend salan weha dinivîsand: “Tav vernîka Awûstralyayê ye” Ev peyv divîya li salona meclîsa şaredarîya Gladstone’ê li cihekî baş bihataya nivîsandin. Li vî bajarê ku dirûvê kartpostalan dide, qeyrana aborî dê peymana di navbera endustrî û sendîkayên ku tim dixwazin zêdetir kar bikin de xerab neke. Ji bo ku balafirên cîhanê bikarin bifirrin, tim jortir û dûrtir biçin, li kendavê mîrekîyên petrolê hene, li Gladstone’ê jî belkî kanser hebe. Heta kengî?
GLADSTONE

Mezinahî: Herêma Gladstone’ê 143.7 km² ye, bajarê Gladstone’ê 67.1 km² ye.
Nifûs: sala 2008’an li herêmê 57587 kes dijîya, li gora hejmartinên sala 2006’an li bajêr 32400 kes dijîn.
Derseda bêkarîyê: Li Queensland’ê, di Tebaxa 2009’an de % 5.7 bû; li Gladstone’ê, sala 2006’an (hejmarên dawîn yên ku tên zanîn) % 5.4 bû.

AWÛSTRALYA BI HEJMARAN
Mezinahî: 7 686 850 km²
Paytext: Canberra
Nifûs: 21 902 828
Nifûsa çalak: 10 773 600; % 49’ê nifûsê (di nêvîyê sala 2009’an de)
Derseda bêkarîyê: % 4.5 di nêvîyê sala 2008’an de
% 5.8 di nêvîya sala 2009’an de
Hesabê % 10 ji bo sala 2010’an tê kirin, li gora Dezgeha Hevkarî û pêşketina aborî (OCDE).
Berhemên navxweyî brut (PIB) :
416.2 milyar dolar (287.5 milyar euro) sala 2000’î; 766.8 milyar dolar (529.8 milyar euro) sala 2008’an.
Derseda mezinbûnê: + % 2 sala 2007’an; + % 1.5 sala 2008’an; + % 0.6 nêvîyê sala 2009’an
Para warên çalakîyê di PIB’ê de:
Cotkarî: % 3.8 (2005); % 3 (2007)
Endustrî: % 26.3 (2005); % 26.4 (2007)
Xizmet: % 69.9 (2005); % 70.6 (2007)
Meaşê mehane yê orte ji bo karmend û karkeran:
3117 dolar (2150 euro) ji bo zilaman, sala 2007’an
2192 dolar (1512 euro) ji bo jinan, sala 2007’an.

Çavkanî

Li Gladstonê kar li dijî wargehê

  1. Adara 2009’an, hikûmetê rê li ber girt ku China Minmetals şîrketa Oz Minerals bikirre. Chinalco hewil dide ku li Vietnamê bi cih bibe ku ew dever li cîhanê sêyemîn rezerva giring ya boksîtê ye. Bixwîne: Jean-Calude Pomonti, “Le Vietnam, la Chine et la bauxite”, Les blogs du “Diplo”, 3 Tîrmeh 209.
  2. Şîrketa awûstralî, BG’yê, roja 13’ê Gulana 2009’an peymanek sazûmankarîyê eşkere kir ku bi China National Offshore Oil Corporation (CNOOC) re hatiye kirin.
  3. Richard Clegg, birêvebirê PELM, http://pelm.cqu.edu.au
  4. Leo Zussino serokê desthilatdarîya lengergehî ya dezgeh-kilîta pêşketina Gladstone’ê ye û serokê Gladstone Economic and Industry Development Board’ê ye.
  5. Matthew Franklin û Lenore Taylor, ‘‘Labor heartland turns on ETS”, The Australian, Sydney, 17 mars 2009.
  6. Rosslyn Beeby, ‘‘ Green paper gives coal power free pass’‘, The Canberra Times, 17 Tîrmeh 2008.
  7. Bixwîne: Laurence Mazure, ‘‘ Mafyayeke bandora zextê Awûstralyayê gemarî dike”, Le Monde diplomatique, Gulan 2009.
  8. Anne Davies û Brian Robins, ‘‘Greenhouse gases: we are among worst polluter’‘, The Sydney Morning Herald, 15 Çirîya Paşîn 2008.
  9. Petrina Berry û Evan Schwarten, ‘‘Garrett defends increased coal exports’’, The Australian, Sydney, 28 Tîrmeh 2008.
  10. Melanie Petrinec, ‘‘Study of chronic disease numbers’’, The Gladstone Observer, 6 Sibat 2009.
  11. John Pilger, Distant Voices, Vintage, London, 1994